SELAHEDÎN, 10/10 2005 - Zarok hertim bi çavekî mezin li bavê xwe dinêre û di qonaxa zaroktiyê de hertim bav nimûneya bilind ya zarokî ye. Di wî emrî de zarok welê dihesibîne ko bavê wî dikare her tiştî bike û ji ber ko bav e, îdî mirovekî mezin û bikare ye. Zarok jê sehm û heybet dike û di serê wî de qey çê nabe ev mirovê mezin û bikare û rêberê malê û jiyanê, bigirî, yan jî bêhêvî û belengaz û bêçare xuya bike.
Eger ev yek ji bo her kesî jî ne rast be, ji bo min sedî sed rast e û di jiyê zaroktiyê de min digot qey bavê min tiştek pir mezin e û dikare her tiştî bike û çi xwe li ber wî nagire. Lewra jî wê demê ew nimûneya min ya bilind bû. Bavê min yê niha şêst û du salî, ji ber ko mezinê malbata xwe ye û tev endamên malbata me rêz û hurmet lê digirin, lewra jî vê yekê ev bawerî bêtir di serê min yê zaroktiyê de bi cih kiribû.
Tam nayê bîra min di roja 1 yan jî 2-yê adara 1979-ê de bû, wê demê ez heft salî bûm, min qed bawer nedikir ko rojekê ji rojan bavê min dê bigirî. Ji ber wêneyê ko wê demê li ser wî di serê min de çê bûbû, ji min re yekcarî beraqil nebû ko vî zilamî çav bi hêsir û dev bi girî û bi hawar û qîrî bibînim. Min digot qey ew ji vana tevan mezintir e û ne maqûl e mirovekî enî girê yê hertim ji xwe bawer û bi saf û sehm bikeve rewşek weha.
Ew weke jinên ko mergê zarokên xwe dibînin digiriya, bi herdu destan li serê xwe dixist û diqêriya, digot: “Mala me xerap bû, em neman, ey hawar Xwedêwo em çi bikin?!”.
Di odeyê de wek dînan dihat û diçû û nedizanîbû çi bike. Ji nişkê ve berê xwe dida jor, herdu destên xwe hil didan jor û dia dikir: “Ya Xwedê bes vê carê, ji bo xatirê dijminan bila serê xwe rake. Xwedêwo tu riha me tevan bibe û bila ew bimîne. Xwedêwo, bes vê carê, bes vê carê”.
Min dikir û nedikir, min nedikaribû tiştekî fêm bikim, ji ber ko çi qas dihate bîra min bavê min berê digot: “Mirî carek din serê xwe ranakin. Lê va niha bavê min bi xwe, pir ji xwe bawer ji Xwedê dia dike ko yê mirî carek din zindî bibe û serê xwe rake. Wî bi awakî dia dikir, te digot qey mimkin e ev dia wî qebûl bibe û bi rastî jî yê mirî dê carek din serê xwe rake.
Dawiyê diya min jî kete hundir û weke ko em zarok û malbata wê tev miribin, wê jî qiyamet rakir û xwe li dar û dîwaran dixist. Min ji wê zanî ko yê wefatkirî Barzanîyê mezin e. Helbet wê demê min tam nedizanî ka dê û bavê min çima weha dîn û belengaz, jar û melûl, xerîb û bêçare ne, lê dema ko ez mezin bûm û min zanî Barzanîyê mezin çi ye, hingê min fêm kir ka ew qiyameta dê û bavê min ji kû dihat!.
Tevî ko wê demê desthilata basiyan pir xurt jî bû, lê belê tê bîra min her kesî di mala xwe de bêtirs şîn û behî danî bûn û li hemû dikanên Herîrê jî çend rojan dengê Quranê diçû asmanan, hemû dikandaran kasetên Quranê biribûn dikanên xwe û xistibûn ser spîkeran.
Barzanîyê mezin ko her hemû jiyana xwe da gel û welatê xwe û bi tekoşîn û xebata xwe riha neteweyî di leşê her kurdekî de zindî hişt, bi dûrbînî û rêzanî û hîkmeta xwe ya kûr û dûr, rêç û rêbaza kurdîniyê ava kir û tenê bêtirî bîst û pênc salan piştî wefata xwe jî, ji dinya din ve bi awakî rêberiya kurdan dike û tevî hemû evrazî û nişêviyan, hemû serketin û bidestxistiyên kurdan, îro li ser rêç û rêbaza wî cihê xwe digirin.
Ji kevin de gelekan dijîtiya malbata Barzan û Barzanî kiriye. Gelek caran hinek kurd ji bo vê dijîtiyê bûne dest û darên dijminên kurdan û li dijî Barzanî alîkariya dijminan kiriye. Lê belê ji ber ko rêç û rêbaza Barzanîyê mezin ji koka kurdîniyê derketiye û bi dirêjiya salan rêç û rêbaza bi milyonan kurdên şoreşger û canfeda û welatparêz bûye, her û her domdar û serketî maye.
Di dîroka malbata Barzan de gelek kesan bêbextî û xiyanet lê kiriye. Çi qasî ji destê wan hatibe li dij derketine, lê belê dawiyê serê wan bi kevrê rastiyê ketiye û poşman bûne. Ji wan re rastî û paqijî û dilsozî û welatparêziya Barzanî û rêça wî xuya bûye û carek din vegeriyane ber siha wî ya ko têrî hemû Kurdistanê dike.
Di van salên nêzîk de jî li gelek cihan û li beşên cidayên Kurdistanê jî kurdên ko neheqî li Barzanî û malbata wî kirin hebûne, lê belê îro ko rastiya vê rêç û rêbazê ji wan re xuya dibe û fêm dikin ka Barzanî çi ye, vêca aqilê wan tê serê wan û diçin tirba pîroza Barzanî li Barzanê ziyaret dikin.
Tevî hinekên ko rojekê ji rojan gelek bi xerapî di derheqa Barzanîyê mezin de axaftine û ji dijmên kurdan xeraptir li dijî dîrok û tekoşîn û rêça wî derketine, niha jî bi hezaran kîlometroyan derbas dikin û diçin li ser tirba wî poşmaniya xwe nîşan didin, Barzan herweha jî bûye rûgeha kurdan bi giştî û ji hemû beşên Kurdistanê, her roj cûn û texên cida yên kurdistaniyan diçin tirba muqeddesa Barzanîyê mezin ziyaret dikin û serê xwe li ber mezinatiya wî ditewînin. |