HEWLÊR, 16/6 2011 — Par ez du caran li Amedê bûm. Li cade û kolanên Amedê kêmtir ji du carên (1999 û 2000ê jî du caran) berê min kurdî bihîst. Li hemî deran, gava ko min dest bi axivtina bi kurdî kiriba, kêm-zêde min bersiveka kurdî werdigirt. Lê, her ew kesên ko bi kurdî bersiva min dida bi hevdu ra bi tirkî diaxivtin. Li Cizîrê kesên ko li cade û kolanan bi tirkî diaxivtin gelek ji kesên ko li cade û kolanên Amedê bi kurdî diaxivtin kêmtir bûn.
Gelo, ko rewşa Amedê, paytextê Kurdistanê, bajarê xwe-gorîkirinê, ev be, dê rewşa Melatiyê, Mereşê, Sîwasê çi be? Ko partiyên kurdan zimanî nekin armanca xwe ya herî pêşîn ya xebata kurdîniyê, dê li herdu aliyan xurt û zaroyên kurdan, paşeroja kurdan, bimirin û bihên kuştin. Zaroyên kurdan dê li Qendîlê leşkanî (fîzîkî) bihên kuştin, û li bajaran jî asîmîle bibin. Herdu jî, herwekî metela kurdî dibêje: çi baye çi barove, her ji emrê befrê diçe. Ko ne bi destê me be rêyê li ber kuştina wan ya li çiyayan bigirin, em dikarin rêyê li ber kuştina wan ya zimanî bigirin.
Aliyê siyasî yê serdest li bakurê Kurdistanê ji destpêkê ve stratejiyeka şaş, anko têgehiştineka şaş, di heqê ziman û neteweyîniyê da hebûye û niha jî wekî ko kurd dibêjin “mêrê yek-xeber e” û bi zorê nebe, naxwaze ko destan ji wê stratejiyê ber bide. Li dema germiya xebata çekdar û şoreşa çiyayî da, di hemî rêkxistin û weşanên PKKê da zimanê tirkî zimanê serdest bû. Piştî girtina serokê wê partiyê, ev siyaseta giringînedana bi kurdiyê xorttir bû, lê bi awayên nepenîtir.
Aliyên siyasî yên bakurê Kurdistanê dibê bizanin ko her nermahiyeka hukmeta tirkan li beranberî kurdiyê û doz kurdan ne ji qenciya wê be jî, ji ber xebat û ked û xwîna kurdan e. Eger evro hukmeta tirkan rê daye televizyon û radyoyên kurdî li Tirkiyê hebin û wê bi xwe jî TRT6 vekiriye, ne ji ber xemxweriya wê ji bo kurdan e. Lê, ev 1) mafekê kurdan e, 2) êdî hukmet nikare ji vê zêdetir berxwe bide, 3) zimanê kurdî jî ji bo meremên xwe yên siyasî yên mîna komkirina dengan di hilbijartinan da bi kar diîne. Lê kurd dibê wekî pêgnavekê ji bo bidestveanîna mafên zêdetir lê temaşe bikin.
Radyoya kurdî ya Bexdayê nebûya, min li derbiderî û surgonîya li Şîrazê, qet strana Cenbelîyê Min nedibihîst. Min qet stranên Tehsîn Tihayî, Hesenê Cizîrî, M. Arifê Cizîîr, û gelekên dî nedibihîstin. Lê rejîma Bexdayê enfal dikirin û Helebçe jî kîmyabaran kir. Tirk jî mafên kurdan nadin, gundan dişewitînin, azadîxwazan di girtîgehan da dirrizînin, lê ko tiştekê wekî TRT6ê hebe, û ko 24 seetan bi kurdi pesnên Ata Tirkî bidin, dîsa destkevt û serkevtineka kurdan e. Kesên ko Ata Tirkî dihebînin dibê bizanin ko wî haşayî ji hebûna zimanê kurdi dikir û niha bi wî zimanî pesnên wî jî bidin, her şkestina wî ye. Jiber ko ew ziman heye û maye.
Li meha bihurî, li zanîngeha Colemêrgê, konferanseka navneteweyî ya kurdolojiyê hat rêkxistin. Ew konferans li holeka zanîngehê bû ko navê Atatirkî li ser bû. Baştirîn sembola şkestina atatirkîzmê yanî kemalîzmê! Kurdolojî di hola haşayîkerê kurdiyê da! Lê wekî her tiştekê dî yê azad, li destpêkê aliyê serdest yê siyaseta Bakur dijberî wê derkevt. Xortên ser bi wî alî ew konferans protesto kir. Li dawiyê, û piştî danûstandinên berdewam yên nûnerên wî alî û rêkxerên konferansê, helwest anko boçûna aliyê siyasî li beranberî konferansê piçekê hat guhartin. Selaheddînê Demîrtaş bi hindek pişikdarên konferansê ra rûnişt û got wan ”destên hewe xweş”.
Bi dîtina min, ev ne şkestina çi aliyekî bû. Em şiyan ji hevdu bifehmin. Dibê em hevdu fehm bikin. Em pişikdarên konferansê ne li destpêkê, ne li dawiyê, dijberî xebatkarên BDPê û derodorên wê nebûne. Ew jî dijberî kesek ji me nebûn. Pişikdar hemî jî xebatkar û navdarên qada xebata kurdîniyê bûn. Ko li cem hevdu birûnin serkevtina kurdan e.
Hindek têbînî yên min liser wan bûyeran û rewşa siyasî ya Bakur bi giştî hene. Di nîqaş û danûstandinê min bi “hevalan” ra, radîkalîzm anko serkaniyetek hebû ko ji bo paşeroja siyasî ya bakurê Kurdistanê gelek ez ditirsandim. Min ji kesekî ji wan pirsî “eger di van hilbijartinên bihên da AKP ser bikeve û piştî du salên dî, li sala 2013ê xwendina bi kurdî li dibistanên Tirkiyê serbest bike, hûn dê dijatiya wê bikin?” Herwekî min dikarî ji serkaniyeta siyaseta wan fehmîba, bersiv “erê” bû. Anko ew aliyê siyasî amade ye ko dijberî dibistanên kurdî jî derbikeve, eger ew dibistan jî wekî TRT6ê bi anehî anko ruxseta AKPê bin.
Binihêrin ko ev siyaseta radîkal û serkanî dê çi ziyan û xusaretiyên mezin bigehîne doza kurdan! Dibistana kurdî dibê wekî mafekê zaroyên kurdan bihêt temaşe kirin, ne wekî xêr û qenciya AKP an PKKê. Kî dike bila bike, xêrek nekiriye, tenê erkek anko wezîfeyek bi cih gehandiye. Ko bike spasiya wê nahê kirin, lê ko neke, dibê rexne lê bihên girtin û bihêt şermezar kirin. Lê ko yek bike û yê dî dijberî wê derkeve çi ye??!!
Ev radîkalîzm tiştekê tirsnak û tirtijî ye. Dibê carekê û jibo heta-heta, em digel xwe rast bin, û bibêjin ko radîkalîzm bi hemî rengan dibê bihêt havêtin. Ji bîr mekin ko nazî jî bi hilbijartinan hatin ser desthilatê. Ko nihêrîn û siyaset serkanî û radîkal bin, hilbijartin çi naguhêrin. Ko talibanên Efxanistanê bi hilbijartinan jî desthilatdariya Efxanistanê kiriba, nedibûn demokrat. Ew her selefî û radîkalên îslamî bûn.
BDP, KCD, TZP, KURDI-DER, DTP, … hemî bi ruxset û izna ji desthilata tirkan hatine damezirandin. Eger ruxset û izna ji desthilatê nebûya ew jî dê mîna PKKê neqanûnî bûna. Niha ko ew dikarin bi azadî pardarî hilbijartinên giştî yên Komara Tirkiyê bibin ji ber wê ye ko komara tirkan izna damezirandin û xebata vekirî daye wan. Herwesa jî dibê em li bingehên dî yên civaka medenî û bajarwar binihêrin. TRT6, zanîngeh, konferansên li wan zanîngehan, … hemî jî wekî wan in. Bila partiyên siyasî ji bo mafên siyasî û netewî yên kurdan bixebitin, û eger hukmet bixwaze wekî berfirehtirkirina xizmetên ji bo welatiyan çi xizmetê pêşkêşî kurdan û kurdiyê bike, bila bike. Bila partiyên kurdan bi wê kêfxweş bibin.
Kesê ko endamekê BDPê ye û li dibistaneka Diyarbekirê zaroyên kurdan fêrî zimanê tirkî dike ko caş û kurîcî nebe, kurdekê ko di TRT6ê da bernameyekê li ser navdarên kurdan bi zimanê kurdî pêşkêş dike jî ne caş û xayîn e. Her kesek li goreyê şiyan, nihêrîn û têgehiştinên xwe dikare xizmeta doza me bike. Ko hukmeta tirkan jî bi ne-ji-dilî parek ji mafên me bide me, ne ji qenciya wê ye, ji ber berdewamiya xebata me ye. Dema kurd dijberî TRT6ê an konferansa kurdolojiyê derbikevin, wî çaxî em dikin ko wesa nîşanî xelkê bidin ko ew ji qenciyên hukmetê ne, ne ji keda me. Bila kes weha fehm neke. Bila em li xwe û li her tiştê girêdayî me, xwedî derbikevin. Mafên me mafên me ne. Kurd dikarin di gellek qadan da bixebitin û kurd bin jî. |