SELAHEDÎN, 25/9 2005 - Ji roja ko Kurdistan li çar dewletên tirk, ereb û farsan hatiye parvekirin, dagîrkerên Kurdistanê ne bi tinê axa kurdan, lê belê hewl daye mirovê kurd û mejî û hizr û bîr û hemû heyîna wî jî dagîr û weke ko dixwaze kontrol bike. Van dewletan ji bona vê yekê bi sedan rê û awayên cida xebitandine, bêsînor pere xerç kirine û program û rojevên demkî û stratejîkên dirêjdem jî jê re amade û praktîze kirine. Helbet vê yekê jî li hemû beşên Kurdistanê kêm – zêde karê xwe kiriye û bandorek nerênî li ser mirovê kurd hiştiye.
Di nava van hmeû salên dagîrkariyê de û li ber vê hemû pestoya mezina ko dagîrkeran li kurdan kiriye, hêdî hêdî di hundirê kesatiya kurd de corek ji hesta xwe kêm dîtinê û bilind dîtina dagîrkeran çê bûye û mirovê kurd ketiye rewşekê ko gelek caran koka xwe ya netweyî jî veşartiye û ji bo ko karûbarê wî yê jiyanê baştir bimeşe, xwe weke tirk, ereb, yan jî fars daye nasandin û gelek kurdan jî di hinek rojan de şanazî bi wê yekê kiriye ko ew tirkî, erebî, yan jî farsî ji zimanê xwe yê dayikê baştir dizanin.
Program û projeyên dagîrkeran yên asmîlasyonê û bandor û encamên wan yên pir xerab bi awakî bûne ko gihaye radeya hinek caran kurd ji kurdbûan xwe jî şerm bikin û newêribin tije devê xwe bibêjin em kurd in û tirsek welê di hundirê wan de çû bûye ko eger rastiya xwe nîşan bidin û bibêjin em kurd in, dê kêm û bêbeha bên hesibandin. Ev tirs bi salên dûr û dirêjên dagîrkariyê bûye beşek ji kesatiya gelek, yan jî piraniya kurdan û her çi qas îdî dema wê tirsê derbas bû û kurd îro di roj û serdemek din de ne, lê belê mixabin heta roja îro jî dikare ev tirs li cem hinek kurdan mabe. Helbet ev yek li hemû beşên Kurdistanê ne heman tişt û ne jî di heman sewiyê de ye.
Di van deh – pazdeh salên dawî de kurd ketin rewşekê ko bi rastî jî îdî ti maneya tirsek weha nema û bi taybetî jî di roja îro de fihêtiyek pir û pir mezin e eger ko li her derekî kurdek hebe ji kurdbûna xwe şerm bike û bitirse nasnameya xwe ya neteweyî nîşan bide. Li hemû beşên welat û di qada navneteweyî de jî kurd gihaye sewiyek welê û ewqasî desthilat û dezgeh û saziyên kurdan yên siysaî, sosyal, kulturî, hunerî û htd çê bûne ko îdî cihekî ji tirs û şermek weha re di hundirê mirovê kurd de nahêle û kesatiya kurd yekcarî ji vê lerzokî û şkestina derûnî xilas dike.
Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê di peyvekê de ko roja îna derbasbûyî di Festîvala Rewşenbîrî ya Duhokê de pêşkêşî nivîskar, ronakbîr, rojnamevan û mêhvanên ji hemû beşên Kurdistanê kir, vekirî li ser vê pirsê rawestiya û mixabiniya xwe diyar kir ko hê jî hinek kurd hene ji vê tirsê xilas nebûne û ditirsin kurdbûna xwe xuya bikin. Serokê Kurdistanê xwest di vê peyva xwe de mesajeka vekirî ji tev kurdan re li hemû beşên Kurdistanê û li her dereka dinê hebin bişîne û bibêje îdî dema ko kurd ji kurdbûan xwe şerm bikin û bitirsin nasnameya xwe ya neteweyî nîşan bidin, derbas bû.
Di peyva xwe de serokê Kurdistanê ji bilî ko xwest van kurdên di bin bandora hinek siyasetên şaş û girêdayî kesan tinê de şiyar bike û wan ji xewa giran rake, herweha jî xwest ji hemû Kurdistanê re sîgnalan bişîne û bibêje ko îdî ji bo kurdan dema meşandina siyaset û stratejiyên neteweyî yên li ser asata hemû Kurdistanê ye û bidestxistiyên kurdan yên başûr, yên hemû kurdan e û her kurdekî li her kû dera dinê be divê xwe wek xwediyê van bidestxistiyan qebûl bike û zanibe ko wek her miletekî cîhanê mafê wî yê her tiştî jî heye û ji ti gel û neteweyan ne kêmtir e.
Ev gotinên serokê Kurdistanê ji bo her kurdekî têraqil têrê dikin ji bo fêm bike ko ew jî wek her tirk, ereb, fars, yan her neteweyekî xwediyê her mafekî ye û eger ko niha dema bidestxisitna hemû mafan nehatibe jî, bi kêmanî ew dem hatiye ko her kurdek bi hemû azadî û şanazî, bêtirs û bêşerm, li her dereka cîhanê be, bibibêje û hawar bike: Ez kurd im û îdî dema tirsê av û av çû.
|