DANÎMARKA, 07/12 2004 — Serokên hikûmet û dewletên Yekîtiya Ewropayê dê biryarekê bidin ko dikare bi erênî bête şirovekirin. Lê ev dê biryareke erênî ya bişert û dijwar be. Ji ber ko ev biryar divê di navbera venasîn û perûkirina kirinên hikûmeta Tirkîyeyê yên di pêvajoya reformê de balansekê peyda bike û siyasetmedar û rayên ewrûpayî yên giştî yên bişik misoger bike ko biryara dîyarkirina tarîxa destpêkirina danûstendinên endametîyê nayê mahneya wê ko Tirkîye otomatîk dikare bibe endam.
Ji bo ko YE Di vê pêvajoyê de karibe di dema minasib de û bi kapasîteya dezgehî ya bikêrhatî ve pêşwazîya welatekî weke Tirkîyeyê bike (tevî wan problemên ko ev welat dê bête mahneya endamekî temam) divê xwe amade bike. Hin siyasetmedar û peydakarên raya giştî dê argûmentan pêşkêş bikin ko ew şîyana pêwîst bi YEyê re nîne ko karibe nehêle Tirkîye hemû projeya YEyê biguharîne. Di nav YEyê de, minaqeşeyên li ser îslam, ewleyî û mesrefan dê di hindurê demê de karakterên xwe biguharîne. Gelek kes dê giranîyê bidin pirsên nasnameyên ko xwe dispêrin hêjayîyên lîberal û demokratîk ko welatên YEyê ji Şerê Cîhanê yê Duyem û vir de ew pêş de xistine. Ji ber ko sîstema Tirkîyeyê ya siyasî nikarîbûye xwe li gel van guhartinên bingehî biguncîne, xwe hişk bi îdeolojî û hêjayîyên dema navşerî ve girê daye. Ev dikare bibe minaqeşeyeke xurt ko Komîsyona YEê divê li ber çavan bigire.
Ji alîyê din ve, di nav YEyê de, alîgirên ko dixwazin pêywendîyên nêz li gel Tirkîyeyê hebin, dê karibin argûment nîşan bidin ko têkilîya vê hemûyî, li Tirkîyeyê bi pêvajoyeke guhartinê ya berfireh heye. Têkilîya wê bi şoreşeke qanûna bingehî an jî bi guhartina sîstemê ya bingehî heye ko li gel hemû detayên xwe, tiştên ko li welatên kevnekomunîst yên Ewrûpaya rojhilat çêbûn tîne bîra mirovî an jî Îspanyaya ko piştî 1978an gava qanûneke bingehî ya nû hat qebûlkirin ko bingehê sîstemeke siyasî ya lîberal, demokratîk û pirneteweyî danî tîne bîra mirovî ko ji bo ev welat bi pirsên neteweyî, desthilata leşkerî û cudayîyên herêmî mijûl bibe şîyana wî xurt kir.
Ji bo ko ev reformên hatine destpêkirin, bivênevê, di pratîkê de û li tevaya welatî (ne bi tenê li Stenbûlê an jî li Enqereyê) bi cîh bibin, hin şertên din jî dê bêne danîn. Ji bo misogerkirina qalîteya demokrasîyê, mekanîzmayên kontrolê dê bêne danîn, bo nimûne; prensîpên dewleta hiqûqê li ser bingehê hêjayîyên lîberal û demokratîk tête avakirin; di navbera pêwîstîya ewleyîya dewletê û pêwîstîya garantî û ewleyîya azadîya hevwelatîyan de balanseke qebûlbar heye, sîstema hiqûqê weke ko li hemû welatên YEyê yên mayî ji îdeolojîyan tête paqijkirin û hwd.
Divê ji bo syasetmedarên kurd û peydakarên raya giştî yên kurd zelal be ko heta Tirkîye bibe endam (heger û kengî bi rastî bigere), YE danûstendinan dê bi dewleteke serbixwe re bike. Di vê pêvajoyê de, hikûmeta Tirkîyeyê dê ”li ser daxwaza xwe” qebûl bike ko reforman di sîstema welatî ya siyasî de bike. Gava danûstendin dest pê bikin, qaîdeyên lîstikê dê bi temamî guhartî xuya bibin. Heger grûpên kurd yên zordanê hêvî dikin ko di çarçoveya vê pêvajoyê de, divê guftugo rasterast li ser pirsa kurd çêbibin, hingê mirov mecbûr e ko nirxandineke realîst bike, bê ji 1999an û vir de çi hatiye kirin û kîjan navgînên zordanê di dest de hene. Nirxandina min a şexsî ev e ko ev ne stratejîya pêkanînbar e.
Ji alîyê din ve jî heger tarîxeke danûstendinan bête tesbîtkirin û pêvajo întensîv bibe (weke ko li welatên kevnekomunîst çêbû), di van salên pêşîya me de dê gelek îmkan peyda bibin. Lê ji bo wergirtina encameke ko mirov dixwaze, divê grûpên kurd yên zordanê ji bo karibin di hindava li gora xwe de tesîrê li pêvajoyê bikin, di warê danîna armancê, organîzekirina hewildanan û bikaranîna kanalên demokratîk de bibin yek. Ji bo vê, pêwîstî bi minaqeşeyên pir, civînên vekirî û konferansên akademîk û siyasî û sempozyûman heye.
---
Ev nivîs ji alîyê Mustafa Aydogan ve ji swêdî hatiye wergerandin. |