[HEWLÊR, 29/10 2010] — Rojbiroj eşkiratir dibe ko çîroka aboriya cîhanê çîroka du cîhanan e. Li yekê, tenê tarîtî û bextreşî ye, û li ya dî ruhnahî û hîvî. Li keleha kevneşopî ya zengînî û hêzê-Emirîkayê, Ewropayê û Japonê-zehmet e ko mirov nûçeyên xweş peyda bike.
Lê cîhaneka nû heye-Çîn, Hindistan, Endonîziya, Brazîl-ko geşbûna aborî berdewam ber bi pêş diçe, li wêderê hukmet di bin çiyayekê deynan ve nehatine veşartin û li wêderê welatî bi awayekê berçav derheqa paşerojê da geşbîn mane. Ev jihevdûrikevtina dinavbera cîhanekê da ko berê zengîn bû ya dî ko berê xizan û nedar, mumkin e werçerxîneka dîrokî nîşa bide.
Li tevaya şeş mehên bihurî, pirraniya aqil û awezê edetî yê derheqa aboriyê da bûye cihê gumanê. Şehrezayên kevin ko bi piştrastî behsa bêdawîbûna geşbûna gokanî (=cîhanî) dikir- geşbêj- şaş derçûn. Lê rayedarên reşbîn yên nû- reşbêj- jî şehnaziyeka mîna vê nîşa da, wan jî dirovên ko mumkin bû çîrok aloztir kiriba piştguhvehavêtin. Berî şeş mehan, sûkên pişkan li tevaya cîhanê hema digel nîşanên jixweçûn û kevtina pergala (=sîstema) aborî ya Emirîkayê kevtin. Vê karekê weha kir ko gelek bibêjin aborî yên nûgiha yên Asyayê û Emirîkaya Latînî tenê jiber dervehinartina (=tesdîr an eksporta) ber bi Emirîkayê û Ewropayê geş bûne; ko bibêjin wan wekî diyar çi hêzeka serbixwe nîne û bi hemî şîmane û îhtîmalatan dê lezgîntir û tîjtir ji aborî yên aloz û pirrgirê yên rojavayê biherrfin. Ji xwe, bi ser hemî tiştan ra ew welatên Cîhana Sêyê bûn.
Lê tiştekê seyr di rê ya dakevtina gokanî (=cîhanî) da qewimî. Hema ko ew tirsa ko hemî sûkên cîhanî dagirt bûn verrevî- jiber ko diyar bû nebûye axirzeman- hatineserxwe û çêvebûneka ecêb û eşkira dest pê bû. Sûkên pişkan li Emirîkayê, piştî şeş mehên dakevtinên bilez, hestave, bi rengekî ko S & P 500 hema gehişt cihê ko serê salê lê bû, FTSE ya Londonê jî wesa lê hat. Pişkên Japonê baştir jî bûn, heta 7 ji sedê bilind bûn.
Lê, li seranserî cîhanê xullexulla sûkan e. Nimînok a (= îndeksa) Şanghaya Çînê 45 ji sedê rabû, Senex a Hindistanê 44 ji sedê rabû, Bovespa ya Brazîlê 38 ji sedê rabû û nimînok a Endonîziyayê 32 ji sedê rabû. Niha, sûkên pişkan çîrokê hemiyê venagêrrin, lê sedema bilinbûna gelek ji van ew e ko aborî yên pirranî ya van welatan hêşta bi berdewamî geşbûnê tomar dikin. Dirov û belge zehf in. Li meha nîsanê, firoştina tombêlên (=otombêlên) Hindistanê 4.2 ji sedê ji sala bertir zêdetir bû.
Li çarêka yekê ji sala 2009ê, firoştina kitkit, ne ya bi kom, li Çînê 15 ji sedê rabû. Îsal mumkin e Çîn 7 heta 8 ji sedê geş bibe, Hindistan 6 ji sedê û Endonîziya 4 ji sedê. Ev hijmar ne gelek xurt û mukm in, lê dema tu wan li beranberî hijmarên welatên pêşkevtî dadinî, mirovî diheyirînin. Li çarêka çûyî ya vê salê, aborî ya Welatên Yekbûyî bi rêjeyeka salanî ya 6.1 ji sedê dakevtî ye, ya Ewropayê 9.6 ji sedê û ya Japonê jî bi hijmara tirstijî ya 15 ji sedê. Ev hema rikeberiya hijmarên 1930-an dikin.
Herdu cîhanan hevber bike. Li aliyekî Rojava ye (digel Japonê), bi diravxaneyên (=benqên) ko di bin deynan ve bûne û jiber vê nikarin karê xwe bikin, hukmetên ko di bin deynan ve dinalînin, û mezaxtinkarên ko berperrên hisabatên xwe yên şkestî çêvedikin. Emirîka di firoştina perrên xwe yên deynan (IOU) bi bihayên balkêş da tûşî zehmetiyan bûye (hersê mezadên bihurî yên wezareta xizînedariyê xirab bûn); mezintirîn wîlayeta wê, Kalîforniya, ber bi herrfiyana tivav ya darayî diçe; û kêmasî ya diravnameyî (bûdceyî) ya wê ji 13 ji sedê ji berhemê gelemperî yê navxweyî (GDP) jî derbaz bûye- astekê ko jibo cara dawiyê li dema Şerê Cîhanî yê Duyê hat bû dîtin. Bi ser van hemî bargiraniyan ra, hema eger çêvebûn û hatinserxweyek jî hebit, Welatên Yekbûyî mumkin e heta heyamekê venegerre ser kerxa geşbûnên lezgîn. Û renge ew gelek ji Ewropayê û ji Japonê jî çisttir û çelengtir be.
Her di wê demê da, diravxaneyên (=benqên) sûkên nûgihayî bi giştî saxlem û qezencker in. (hemî diravxaneyên Hindistanê, yên hukmetê û yên kesanî (prîvat), li çarêka dawiyê ya sala 2008 ê qezenc tomar kiribûn!) rewşa darayî ya hukmetan baş e. Hêzên Çînê beriniyas in- 2 tirîliyon dolarên danayî (reserve), û kêmasiyeka diravnameyî (=bûdceyî) ya kêmtir ji 3 ji sedê ji berhemê gelemperî yê navxweyî (GDP)- lê Brazîlê biînin ber çavên xwe, ko niha hisabên wê zêdeyiyê tomar dikin.
An Endonîziyayê, ko di neh salan da deynên xwe ji sed ji sedê ji berhemê gelemperî yê navxweyî gehandin 30 ji sedê ya evro. Û bervajî yê Rojavayê- ko çekên hukmetan nemane û duayan dikin dermanên wan tesîrê bikin- van hukmetan hêşta rê li ber hene. Tenê salekê berî niha, xema serekî aborî ya kelbûyî û perçivtin (= înflasyon) bûn. Brazîlê rêjeya rîbaya (interest) xwe bi awayekê berçav kêm kirî ye, û gehandî ye 10.25 ji sedê, û ramana vê ew e ko ew dikare hêşta kêm bike eger rewş ji vê xirabtir bibe.
Gêwlê xelkî (mood) li van welatan bi awayekê ecêb xweş e. Diravên wan li beranberî Dolarî bihatir dibin, jiber ko sûk dibînin ew rêkûpêktir in û di dirêj-demê da çaverêyî ya geşbûna wan ji Welatên Yekbûyî baştir e. Peyman û girêbestên wan berz dibin. Ev koma nîşan û amajederan, hemî simt û sûyekê nîşa didin, ko berî niha nehatî ye dîtin.
Welatên Yekbûyî zengîntirîn û bihêztirîn welatê cîhanê dimîne. Leşkirê wê li hemî cîhanê belav e. Lê ji Emperatoriya Spanî ya sedsala 16ê heta Emperatoriya Brîtaniyayî ya sedsala bîstê, hemî deman hêzên mezin yên cîhanî dîtî ye ko stêra bextê wan hingî diqulpe ko di bin deynan dikevin û geşbûna wan hêdî dibe. Ev agehdarî yên destpêkê ne. Eger Welatên Yekbûyî karê xwe neke, û bi lez jî neke, dê, hêdî hêdî, lê misoger, erdê li bin pî yên wê vala bibe.
Nivîsîn: Ferîdê Zekeriya
Werger: Lezgînê Çalî
Serkanî: Newsweek, hijmara roja 8ê tîrmeha 2009ê |