SELAHEDÎN, 11/9 2005 - Çil û çar salan berê di 11-ê îlona 1961-ê de, li ser destê rêberê mezinê kurd Mistefa Barzanî, yekemîn xetîra şoreşa Îlonê pê ket. Şoreş di demekê de pê ket ko gelê kurd li hemû beşên Kurdistanê piştî zincîreka ketin û şkestinên li pey hev ji qedera xwe bêhêvî mabû û can û şiyariya wî ya neteweyî jî dikir ko winda bibe.
Li rojhilatê Kurdistanê ketina komara Kurdistan û bidarvekirina pêşvan Qazî Mihemed, piştî çarde salan hê jî bandora xwe ya mezin li kurdan dikir. Li bakûr kemalîzm di qopa xwe ya perçiqandina kurdan de bû û tirkan tenê hebûna wan jî nas nedikir. Li rojavayê Kurdistanê jî basiyên sûrî nedihişt kurd bibêjin em kurd in jî, ya ji tevan xeraptir û ya qedera kurdan jî herî zêde reş kiribû, cîhan û dewletên mezin jî yên ko berjewendiyên wan li cem dewletên herêmê hebûn, yekcarî navê kurdan ji bîra xwe biribûn û dema ko navê kurdan jî bihata, wan guhê xwe digirt.
Li başûrê welat ji ber ko darbeya 1958-ê û xistina sistima paşatî û guhertina desthilatê çê bû û darbeçiyan li ser navê şoreşê hinekî bi gotin soz dan kurdan, hêviyek çê bûbû ko ewê mafên kurdan jî nas bikin. Vegera Barzanî û hevalên wî ya ji Sovyetistana berê û pêşwazîkirina wan ya bi awakî fermî û weke lehengên azadiyê, ev hêvî hinekî mezintir kiribû, lê belê dema ko erebên desthilatdarên Bexdayê ji nû ve hêza xwe peyda kir, carek din selimandin ko şovenîzma wan rê nade mafên kurdan nas bikin û dîsa xwestin bi darê zorê û weke ko hertim welê hîn bûne, daxwazên gelê kurd binpê bikin.
Hebûna Barzanî li ser axa welat û di nava gelê xwe de, baweriyek mezin û hêzek xurt da gel û piştî ko desthilatdarên Bexdayê hemû rê û awayên aştiyane yên ji bo çareserkirina pirsa kurd ret kirin û gihandin xetimandinê, hemû cûn û texên gel bi hev re li pişt Barzanî rawestiyan û hemû mercên ji bo pêxistina şoreşê saz û amade bûn. Tevî ko rewşa herêmê û berjewendiyên dewletên mezinên cîhanê li herêmê, astengiyên mezinên li ber şoreşê jî bûn, lê belê Barzanî bi yekîtî û piştgiriya gel pêxistina şoreşê ragihand.
Ji ber ko şoreş wek pêwîstiyeka wê demê ji cerg û hinvên gel dihat û êş û janên welat tendar dikir, her zû desthilata şoreşê ket ser piraniya axa başûr û dezgeh û saziyên şoreşê yên cida ava bûn û karûbarê welat bi rê ve birin. Hukûmetên Bexdayê çi qasî hewl dan û her çi hêz û karîna wan hebû xebitand, lê belê dîsa jî nikaribûn şoreşê bişkînin û dawiyê di 1970-ê de neçar ma Peymana 11-ê adarê bi serokatiya kurd re îmze bike û mafên kurdan bide naskirin. Weha jî ji bo cara yekemîn di dîrokê de dewleteka dagîrkera Kurdistanê hebûna kurd û Kurdistanê bi awakî qanûnî û di çarçoveya otonomî de qebûl kir.
Her çi qas basiyên Bexdayê kêmtirî çar salan ji îmzekirina peymanê, yekalî peyman hilweşand û piştî nûbûna şer bi komploya navneteweyî ya El.Cezairê şoreşa kurd ji bo demekê jî be hate rawestandin, lê belê ti hêz û karînên cîhanê nema karibûn hest û şiyariya neteweyî yên ko ji encama şoreşa Îlonê û bidestxistiyên wê li hemû beşên Kurdistanê geş bûbûn, dîsa vemirînin. Ev zindîbûn û vejîna hest û şiyariya neteweyî ya kurdan ji roja pêketina şoreşa Îlonê û heta îro heyama çil û çar salan e li seranserî Kurdistanê her kû diçe geştir dibe û xwe diparêze, tenê hemû karesat û qirkirinên piştî pêketina şoreşê û heta îro jî hatin serê gelê kurd, nikaribûn rê li ber vê şiyarbûnê bigirin.
Bi saya şoreşa Îlonê carek din kurdan ji cîhanê re selimand ko ew jî hene û dijmin û neyar û zordestî nikarin wan tine bikin, destan û serketinên ko şoreşê û rêberê wê Mistefa Barzanî di neh salaên jiyê şoreşê de tomar dikirin û bidestxistiyên ko di nava 1970 -1974-ê de jî li başûr bi cih bûn, canekî nû da ber kurdan û bandor û giraniya ketin û nehiştina şoreş û lîderên kurdan yên berê ji holê rakir û îradeya berxwedanê û xwegirtina li ber tengaviyan di canê her kurdekî de çê kir. Her ji vê yekê jî bû ko di wan salan de kurdên beşên din yên Kurdistanê bi alîkariya başûr û şoreşa Îlonê û Barzanî ketin tevgerê û ji xewa giran rabûn.
Îro jî ko kurd gihane vê qonaxê, bi taybetî ko li başûr mafên mezin bi dest dixin û rolek berbiçav di nexşekirina dewleteka wek Îraqê de dilîzin, niha ko kurd bingehê avakirina dewleta xwe ya serbixwe jî datînin, beşek herî mezina wê, dîsa berê şoreşa Îlonê û wê rewşê ye ya ko şoreşê li herêmê çê kir û dewleta Îraqê neçar hişt bikeve nav hinek hevkêşeyan ko guhertinên weha mezin li herêmê derxisitin holê.
|