HEWLÊR, 15/11 2009 — Herkesekê alînegir (neutral) dizane ko hukmeta nû ya Tirkiyê di van salên dawiyê da bi awayekê gelek cida ji hukmetên berê behsa çareserkirina arêşeya kurdî dike. Hene kurdên ko bi çi awayekî bi tirkan bawer nakin, û hemî bizav û birryarên nû yên hukmeta nû wekî xapandin û find-û-fêlên nû dibînin. Ew bi bawerî ne ko çi niyeteka xêrê di siyaseta tirkan da nîne.
Li beranderî wê jî, hene kurdên ko wesa bi sadeyî baweriya xwe bi hemî tiştekî diînin û heye ko di çavên wan da vekirina televizyona TRT 6ê çaresera hemî arêşeyên kurdan li Tirkiyê ye. Ne ew tevaya rastiyê dibînin ne ev.
Eşkira ye ko tirk êdî nikarin mîna dema Şerrê Sar siyaseta xwe diijberî kurdan bimeşînin. Niha tirk dizanin ko dibê pêniyasînê bi hindek “mafên zimanî” yên kîmaniyekê bi navê “kêmaniya kurdî” bike. Ew jibo çûna nav Yekîtiya Ewropayê û jibo daneniyasîna xwe wekê welatekê demokratîk hewcedarên vî karî ne. Ew dibê zêdetir ji caran rûyekê demokratîk nîşa cîhanê bidin.
Ez wesa dibînim ko ew dê bizavê bikin “mafên zimanî” tenê di çarçûvên teng yên mafên mirovî da çareser bikin û bi çi awayekî, wesa bi sanahî û hêsanî, naxwazin pêgeh anko pozisyona zimanê fermî anko zimanê duyê bidin kurdiyê. Eeger ji wan bihêt, ew dê pêkolê bikin ka çawa hukmeta Swêdê mafên zimanî yên kurdan parastine wesa mafên zimanî yên kurdan bi Bakur biparêze. Ev jî îhanekirina kurdan û biçûkkirina doza wan e.
Ez vê mîan xetereka mezin dibînim. Kurd bi tevayî, û siyasetvan û siyasîyên wan bi taybetî, dibê haydarên vê xeterê bin. Ev lîstikek e ko mumkin e liser kurdên Bakur bihêt lîstin. Pêgehê kurdan ne wekê pêgehê wan li Swêdê ye. Ew liser axa xwe ne, pirraniya deverên xwe ne, ew li Bakur ne mişext û penaber in, erdniyasî anko cografiyayeka diyarkirî bi navê Kurdistanê li Bakur heye, ko li pirraniya wan deveran kurd pirranî ne û tirk û kêmaniyên dî yên Komara Tirkiyê li wan deveran dibin kêmaniyên Kurdistanê. Mafên kurdan li Bakur bêguman ne hema mafên zimanî û mafên mirovî ne.
Ev lîstikek e ko mumkin e tirk bixwazin ko bilîzin. Lê xeter û tehlukeya mezin kurd bi xwe ne. Gengaz e ko di nav kurdan da kes hebin ji xebata dirêj û dijwar mandî bûbin û bixwazin vehesin. Ew dibe ko bûyerên nû yên li Tirkiyê mîna muhaneyên vehesiyan û bêhinvedana xwe bidin nîşa dan. Destberdana ji xebatê nahê wê wateyê ko dujmin jî dê destan di ber xwe da şorr bike.
Xetera ji hemiyan mezintir ew e ko kurd bi hindek mafên kêm yên zimanî, mafên mîna vebûna televizyon û radyoyan, weşandina kitêb û rojnameyan, axivtinên bi kurdî li perlemana Tirkiyê û mafên dî yên mîna van, razî bibin û dev ji xebata neteweyî jibo statu anko pêgehekê siyasî-îdarî jibo kurdiyê berbidin.
Mînakeka berçav ya vê xemsariya derheqê zimanê daykê da Îrlendaya Başûr anko Komara Îrlendayê ye. Ev zêdetir î sed salan e ko bizav dihên kirin zimanê Îrlendî bibe zimanê fermî, lê her Ingilîzî mîna zimanê serdest maye. Hukmet hukmeta îrlendiyan e, perleman perlemana îrlendiyan e, qanûn û zagon di berjewendiya îrlendiyan da ye, lê îrlendî bi xwe hêsantir dibînin ko bi ingilîzî ştexal û nivîsînên xwe bikin. Çi qanûn, çi hukmet, çi hêz rêyê li ber zimanê îrlendî nagirin, tenê îrlendî bi xwe êdî meraqdarên bikaranîna zimanê xwe nînin, ew zîdetir prestîjê di ingilîzîyê da dibînin.
Zimanê kurdî dibê li herêmên pirranî kurd li Tirkiyê zimanê siyasetê, perwerdeyê, rêvebirinê, zanîngehan, nexweşxaneyan, stasiyon û westîngehên tiren û qîtaran, bank û diravxaneyan, dadgehan, şaredariyan û nîşanên ser cadeyan be. Zimanê kurdî dibê jibo kurdan bi xwe jî zimanê hemî hebûna wan be, dibê kurdî zimanê xwe-îfadekirina kurdan di her waekî da be: xwe-îfadekirina di siyasetê da, di civakzanistî (sosyologiyê) da, di fîzîkê da, di kîmya û matîmatîk û pizişkiyê û … da.
Dema ez bi kurdî nekarim behsa fîzîkê bikim, ramana wê ew e ko ez mîna kurd ne ewqas pêşkevtî û zaroyê vê serdemê me ko bikarim bibêjim dikarim fêrî fîzîkê bibim. Dema ez bi zimanekê dî fêrî fîzîkê bibim ramana wê ew e ko tenê di warê fîzîkê da min dest ji kurdbûna xwe berdaye, her warekê dî bi zimanekê dî rêyê li ber kurdbûna min teng dike, heta ez dîsa dibim cotkarekê nexwînda yê gundan. Eger elmanî-axêvek carina bi fransî an ingilîzî jî fêrî fîzîkê bibe, ramana wê ne ew e ko fîzîk bi zimanê wî yê elmanî nahêt îfadekirin. Ez behsa mumkinnebûna îfadeya bi zimanekî dikim, dema ez xwe neçarî xebitandina zimanekê dî dibînim. Bila em bi hemî şiyanên xwe yên heyî (aktuwel) û bûnbar (potansiyel) ve kurd bin.
Mirov dikare bibêje ko heta niha li Tirkiyê nivişkujî anko genosîda zimanî hebûye. Lê ji niha û pêve, eger kurd haydar nebin û xwedîtiyê li zimanê xwe nekin, ew pêvajoya nehêlana zimanê kurdî êdî bi destê kurdan bi xwe dê bihêt meşandin û mirov hew dikare navê nivişkujiyê lê bike. Wî çaxî qonaxa tarî ya xwekujiya zimanî dest pê dike. Bila em xwe di zimanî da nekujin. |