SELAHEDÎN, 17/8 2005 — Êdî ji her kesî re xuya bûye ko guhertinên li Rojhilata Navîn çê dibin, ji kurdan re pir girîng in û eger ko kurd bi awakî baş hereket bikin û fêdê ji van guhertinan bigirin, di demeka ne ew qas dirêj de ev guhertin dikarin kurdan bikin xwediyên dewleta xwe ya serbixwe û ya herî bi hêza li herêmê jî.
Tevî hemû astengiyan jî li başûrê Kurdistanê berê binyatê dewleteka kurdî tê danîn û avabûna dewleta başûrê Kurdistanê dike bibe defaktoyek û cihê xwe di hesab û kîtabên Emerîkayê û welatên mezinên cîhanê de jî digire. Ev dewlet belkî di nava hin salên nêzîkên pêşhatî de ava nebe, lê belê ti guman nîne ko ya niha li başûr ava dibe, binyatê dewletê ye û ereb, tirk û fars bixwazin û nexwazin ew dê her çê bibe.
Ji ber ko êdî kurdan li beşeka welatê xwe dest bi danîna binyatê avakirina dewletê kiriye, kurd li hemû beşên welat divê bi vê yekê re dest bi avakirina stratejiya xwe ya neteweyî jî bikin û li ser wî bingehî hereket bikin ko dewleta li başûr ava dibe, di çarçoveya guhertinên Rojhilata Navîn de, hêdî hêdî dê mezin bibe û tevî beşên din yên welat, dê dewleta mezina Kurdistanê ava bikin. Beriya kurdan, tirk, ereb û fars vê rastiyê baş fêm dikin, lewra jî çi qasî ji wan bê, dê vê yekê asteng bikin û dikin jî.
Di rewşeka weha de ko êdî bandora siyaseta kurdan li her beşka Kurdistanê li ser hevdu heye û kurd li her kîjan beşa welatê xwe siyasetê bikin, rasterast yan jî ne rasterast be bandorekê li beşên din dike, divê miqate bin ko balanseka neteweyî di siyaseta xwe de biparêzin û her beşek zanibe ko her kar û siyaseteka wê ne bi tinê li ser beşa xwe, lê belê li ser tev beşên welat reng vedidie û baş û xerap bandora xwe li ser dihêle, lewra jî li vê derê hewcedariya kurdan ya avakirina stratejiya neteweyî derdikeve holê.
Ji ber ko li başûrê Kurdistanê kurd dê bibin xwedî desthilateka qanûnî û di qada navneteweyî de naskirî, bixwaze û nexwaze erka avakirina vê stratejiyê jî di dereceya yekê de dikeve ser milê başûr. Dema ko desthilata başûr di Îraqa nû de bi cî dibe û rûdinê, hingê karkirina li ser xeteka neteweyî jî ji hemû beşên Kurdistnê re dibe yek ji erkên wê yên li pêş û nikare xwe jê bide alî. Ji bo ko ev erka han jî weke pêwîst pêk bê û bigîje armanca xwe, helbet jê re alîkariya hemû beşên din jî gerek e û kurd li hemû beşên Kurdistanê êdî dê mecbûr bimînin ko li gor hevdu û ji bona armanceka stratejîka dûr siyastê bikin.
Helbet avakirin û pêkanîna stratejiya neteweyî ji bo kurdan ne karê şev û rojekê ye, lê belê proseseka dirêjdem e û guhertinên li Rojhilata Navîn û di siyaseta navneteweyî de jî çê dibin, bandorê li nêzîkî û dûriya wê dikin, lê weke dibêjin riya hezar mîlan jî bi gavekê dest pê dike û kurd jî bi taybetî li başûrê Kurdistanê divê gava yekê bapêjin û desthilata xwe li gor şertên heyî ji bo avêtina yekemîn gava ber bi avakirin û pêkanîna vê stratejiyê ve bi kar bînin, bi alîkariya hemû beşên Kurdistanê jî mekanîzma çawaniya meşandina vê stratejiyê amade bikin.
Bêguman dê hêsan nebe ko başûrê Kurdistanê bi kar û çalakiyên siysaî vê stratejiyê li beşên din yên Kurdistanê pêk bîne, lê belê partî û aliyên siysaî û dezgeh û sazî û navendên kurdan yên cida dikarin li hev bikin û her beşek li gor şert û mercên xwe vê stratejiyê biparêze û her beşek ji ya din re bibe alîkar û pişevan be, ti beşên Kurdistanê siyaseteka welê nekin ko ziyanê bide beşeka din û vê stratejyê sist, yan xera bike.
Eger ko di rewş û şertên îro de û ji ber hesasiyeta ereb, tirk û farsan, kirina gelek tiştan bi taybetî di warê siyasî de hêsan nebe jî, lê belê dikare di gelek warên din yên weke kulturî, civakî, hunerî, tenê aborî û bazirganî de jî di nêvbera beşên Kurdistanê de gelek tişt bêne avakirin û di hmû van waran de ev stratejî û armancên wê bêne parstin. Ya girîng ew e kurd pêwîstiya çêbûna strajiyek weha fêm bikin û derketina ji wê bibe yek ji xetên wan yên sor.
|