DIYARBEKIR, 1/8 2005 — Eve ji hefteyekî zêdetir e ko ez dibêjin ha îro ha sibê ez dê nivîsa xwe birêkim, lêbelê li hev nayê. Nizanim dibe ko ji ber teralî û sistiya germa havîna Diyarbekirê be, yan jî dibe ko ji ber germayiya bûyerên rojevê be. Bêguman tiştên ko bête nivîsandin pir in. Ez bi taybetî dixwazim li ser du bûyer û babetên girîng rawestim, ko nîşanê konsepteke nû ne. Ya yekemîn, ji nîzamnameya Egitim-Senê derxistina madeya “mafê perwerdeyiya bi zimanê zikmakî” ye. Ya duyemîn jî, ji aliyê Dadgeha Diyarbekirê ve rawestandina faaliyetên Kurd-Komê ye.
Dema ko Egitim-Senê (Sendîkaya Kedkarên Perwerdeyiyê) hate avakirin, li gor rewşa siyasî ya Tirkiyeyê û rêxistinên nîvfermî yên wê demê, pêngaveke erênî avêtibû; di bendeke nîzamnameya xwe de daxwaza “mafê perwerdeyiya bi zimanê zikmakî” dikir, ko di dereca yekemîn de armanca bicîkirina vê bendê, perwerdeyiya bi zimanê kurdî bû. Ew tiştê ko mamosteyên kurd nêzîkê wê dikir jî hêvîya di vê bendê de bû. Bi tevî ko nêzîkê deh sal e ev bend di nav nîzamnameya Egitim-Senê de cî digre, mixabin heta nûha ne di nav rûpelên weşanên wê yên herêmî û ne jî yên navendî de nîvrûpelek jî bi zimanê kurdî nivîs nehatiye weşandin.
Gotineke kurdî heye dibêjin “kirinek ji hezar gotinan çêtir e”. Eger heta îro di nav rûpelên weşan û kovarên Egitim-Senê de nivîsên bi kurdî bihata çapkirin, ji aliyê dadgehê ve girtina wê pir zehmet dibû. Ji aliyê din ve, bi tevî ko doza girtina Egitim-Senê hîn bi dawî nehatibû, ji aliyê desthilatdar û rêvebirên sendîkayê ve bi egera parastina berdewamiya rêxistinî, ji nîzamnameyê derxistina benda “mafê perwerdeyiya bi zimanê zikmakî” rûreşiyeke din e. Ewên ko xwe “welatparêz” nîşan didin, ji bo derxistina vê bendê, bi yek dengî rayên xwe bi kar anîn. Vê helwestê “welatparêzan” û desthelatdarên (hun bêjin axayên) vê sendîkayê, ew çirûska herî piçûka ko mamosteyên kurd dikişand nav vê saziyê vemirand. Divê her mamosteyê/ya kurd ji bo endametiya xwe ya bo vê sendîkayê cardin bifikre. Ew mamosteyên ko li her derê ji ber vê helwestê, ji sendîkayê îstîfa dikin, pêdivîya helwesta kurdbûna xwe tînin cî. Ji ber vê yekê, li destpêkê Diyarbekir û gelek bajarên din, ji sendîkayê îstifakirina mamosteyên kurd berdewam dike.
Yê duyemîn, rawestandina faaliyetên Kurd-Koma Diyarbekirê jî nîşaneke din ya konsepta nû ye. Armanca konsepta nû ew e ko kurd bêtir bêne kedîkirin û di çarçova “tirkiyeyîbûnê” de her tiştê ko bîna kurdîtiyê jê tê, ji holê bête rakirin an jî naveroka wê bête valakirin, da ko demekî zutirîn ji her alî ve bi “navendê” re bête entegrekirin.
Di roja dadgehîkirina Kurd-Komê de, beriya ko dadger îfadeya berdevkên demkî yên Komelê bigire, hinek tiştên usulî ji parêzgerên komelê pirsî û bi egera hebûna hinek bendên ne li gor Yasaya Bingehî û Qanuna Komeleyan di nav nîzamnameyê de, li gor bendê 60-ê yasaya bi hejmara 4721 û 4253an, biryara rawestandina faaliyetên komelê hate dayin. Ji vê biryara lezûbez diyar dibe ko dewlet ji faaliyetên Kurd-Komê aciz e. Ji ber vê yekê heta bidawîhatina dadgehîkirinê, faaliyetên komelê hatiye rawestandin. Ji bo ko çalakiyên komelê sist bin û kûrmê endamên wê bêne şikandin, mimkun e ko pêvajoya dadgehîkirina komelê demek dûr û dirêj dewam bike. Lewra dewlet naxwaze di vê pêvajoyê de deng û çalakiyên li dijî vê konsepta nû belav bibin. Di vê çarçovê de, unsurên vê konsepta nû dixwazin her saziyên ko navê kurd û Kurdistanê tê de hebe û bîna kurdîtiyê jê bêt, naveroka wan vala bikin. |