KOLUMNÎST |
 |
 |

fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline Kansera başûrê Kurdistanê |
 |
SELAHEDÎN, 31/7 2005 — Duh serê sibê, piştî bêtirî pênc salên berxwedanê, xaleta min ya herî piçûka mala bavê xwe û diya çar zarokan, bi kanserê mir. Di vê nivîsê de ezê behsa kanserê bikim, lê ne kansera ko xaleta min pê mir!.
Misrê û Cezaîrê û Erebistana Siûdiyê û welatên din yên kendava ereb, ji ber ko di serî de rê dane avabûna basikên îslamî yên radîkal û desthilatên van welatan carna ji bo berjewendiya xwe bi wan re hevpeymanî jî çê kirin, dawiyê piştî ko ev basik bûne xwedî hêz û karibûn bandorê li civakê û jiyana civakî bikin, bûn belaya serê van welatan û ji destê wan ketine derdê hewlewelayê.
Piştî deh – pazde salan ji nû ve ev welat pê hesiyan ko ev basikên radîkal bûne kanser û bi ti dermanan nayên çareserkirin, lewra îro jî nizanin çawa bi wan re serederiyê bikin û bi çi awayî wan û bandora wan kontrol bikin. Niha jî ne malûm e ka dê paşeroja van welatan bi van grûp û basikan re çawa be û dê çi qas baca şaşiya xwe bidin.
Ev basik di serî de li ser awayê grûpên piçûkên du – sê kesî tên ba hev û welê xwe nîşan didin ko hemû armanca wan bi tinê ew e ko oldariya xwe bikin û ji bo pêkanîna tradîsyonên xwe yên olî azad bin, lê belê piştî ko hejmar û hêza wan zêde dibe û gelek alîdaran li dorên xwe dibînin, bi desthilatê re dikevin bazarê û tenê carna ji bo hilbijartinan hevpeymaniyan jî bi desthilatê re çê dikin, ca ji encama vê yekê li hinek cihan jî di desthilatê de cî digirin û êdî li vir qonaxa nû ya karê wan dest pê dike.
Dema ko ev basik û grûp dibin beşek ji desthilatê, tenê eger ko beşek piçûk jî bin, êdî armanca wan gelek ji ya berê mezintir dibe û bi tinê di sînorê azadiya pêkanîna tradîsyonên olî û rêwresmên oldariyê de namîne û hêdî hêdî hewl didin bîr û baweriyên xwe bikin bîr û baweriyên civakê tevê. Ji bo pêkanînan vê armancê jî destpêkê bi rê û awayên nerm û dawiyê jî eger ko desthilata wan hebû, bi darê zorê dixwazin bîr û baweriyên xwe bisepînin, helbet ji bo vê yekê jî gelek bi xerapî ol û tekstên olî bi kar tînin.
Li van welatên ereb ji ber ko piştî her tişt xera bû û êdî ev grûp karibûn fereh û mezin bibin û tenê carna karên çekdarî jî li dijî hukûmetên van welatan bikin, desthilatê hewl da li hember van grûp û basikan derkeve, rê û awayên vê li dij derketinê jî bûn sedema tûjtirbûna van grûpan û êdî ji bona parastin û mayina xwe jî her tiştê ji destê bêt dikin, ji encama vê yekê êdî teror ji dayik dibe û va ye îro li cihekî mîna Erebistanê teror tenê li deriyê mîrên malbata şahane jî dixe.
Li başûrê Kurdistanê çêbûna şerê navxwe û encamên wî yên pir xerab, zemîneyek welê çê kir ko grûp û basikên weha ava bibin û xerabiya rewşa aboriya salên şer jî derfetek mezin çê kir ko hejmareka berbiçava xelkê eger ko bi tinê ji bo bidestxistina alîkariyeka maliya hindik be jî, têkevin rêzên van grûpan, ji ber ko bi saya pere û diravên ji welatên ereban û bi taybetî jî ji Erebistanê ji wan re dihatin, ev grûp gelek dewlemend bûn û di wan rojan de karibûn bi sedan kesan li dorên xwe bicivînin.
Piştî qediyana şer jî van grûpan gelek ji azadiya li başûrê Kurdistanê heye fêde girt û ji ber ko xwe di pîstê ol de jî veşartibû, bi vê yekê mertalekî mukum ji xwe re çê kir û hem desthilatê û hem jî civakê çavê xwe li gelek çalakiyên wan yên cida girt. Bi despêka çêbûna karên teroristî re jî ko bi gelek armanc û meremên siyasî ji derveyî Kurdistanê û Îraqê li dijî Kurdsiatnê têne bikaranîn, van grûpan wek erka xwe dît ko alîkariya van dijminên Kurdistanê bikin û di nav mala kurdan bi xwe de gefan li kurdan bixwin.
Eger ko kurd pend û waneyan ji serpêhatiya ereban wernegirin û xwe bêdeng bikin heta ev grûp û basikên radîkal mezin û mezintir dibin, wê demê kurd jî mîna van welatên ereb dê qed nizanibin çawa vê kanserê çareser bikin. Rêgirtina li ber wan jî ne bi zorê, lê belê bi şerekî hizrî û praktîzekirina wî li ser erdê dibe.
|
----------------------------------- | Nivîskar: SAMÎ ERGOŞÎ Weşandin: 2005-07-31 Xwendin: 10172
|
 |
Gelê şiyar (2005-12-20) |
 |
Li Amedê, kurdîniya bi tirkî (2005-11-24) |
 |
Dewleta şîîyan, piştre ya kurdan (2005-11-13) |
 |
Barzanî dilşa ye (2005-11-07) |
 |
Kurd, hevpeymanên yekê yên Emerîkayê
(2005-10-30) |
 |
Tirs, av û av çû (2005-09-25) |
 |
Kurdistan.. pêşveçûna aborî û siyasî (2005-09-18) |
 |
Dewleta başûrê Kurdistanê ava bû (2005-08-30) |
 |
Destûra Îraqê û mejiyên girtî (2005-08-23) |
 |
Stratejiya neteweyî (2005-08-17) |
|
 |