SELAHEDÎN, 16/7 2005 — Ji roja duşemiya derbasbûyî ve heta îro jî her êvarê Kurdistan TV îtîrafên grûpeka terorista kurd ya bi navê grûpa Şêx Zana li ser zarê wan bi xwe diweşîne. Cara pêşî ye ko maddeyeka weşana televizyonê bi vî awayî bandorê li temaşavanê kurd dike û hêbetî û ecêbmayî dihêle. Dike ko dîmenên dibîne û gotinên ji wan teroristan dibihîze, bawer neke.
Di nava civaka kurd de jî weke hemû civakên dinê kuştin hebûye û heye, lê belê kuştina li ser awayê vê grûpa terorist belkî di hemû dîroka mirovantiyê de jî nimûneyên wê pir hindik bin. Dema ko kuştin bi lêxistina gulleyekî, yan jî kêrekî be, dikare weke xwe bête qebûlkirin û bandaroka zêde li ser civakê nehêle, lê belê kuştina li gor awa û riya grûpa Şêx Zana civakê serûbin dike û hemû têgehên civakî dihejîne, ya ko niha jî li başûrê Kurdistanê dibe, tam ew e.
Şêx Zana û grûpa wî diyar kir ko ji bilî terorkirina çendîn kesan ya bi gulleyan û teqandina çendîn bomban, wan serê bêtirî deh kesan jî tenê ji bo testê birriye û piştî serjêkirinê jî hemû laşê wan perçe perçe kirine û xistine kîsên naylon û birine her perçeyek li cihekî avêtine. Li gorî Şêx wî dixwest grûpeka cîhadî ya îslamî ava bike û bi taybetî jî muxaberata vê grûpê divê ji wan kesan pêk bê yên ko karibin her tiştî bikin û xwe ji ti karekî nedin paş, lewra jî ji bo ko ev grûp bi cerg û çavnetirs û ji kuştinê bêminet be, wî xwest çend kesan ji bo test û rahênanê bi destê wan bide serjêkirin û perçeperçekirin jî.
Vêca ev kesên ko di testên vê grûpê de bûne qurbanî kî bûn?!
Piraniya van qurbaniyan zarokên di kêmtirî hejde saliya xwe de bûn. Yek ji wan azrokek bû li termînla Hewlêrê ji xwe re gulberoj difirotin. Du kesên ji vê grûpê ço bûn ew xistibûn otomobîla xwe û biribûn mala Şêx ko navenda wan ya kar jî bû, li wir serê wî jê kiribûn û laşeyê wî perçe perçe kiribû.
Duyên din jî dîsa zarokên pazde – şazde salî bûn ko li ser riyeka derveyî Hewlêrê destê xwe ji otomobîlekê re rakiribûn û ji bextê wan yê reş otomobîla endamekî vê grûpê bû. Ew jî bi heman awayî wan dibe heman cihî û ji bo heman testê jî tên bikaranîn. Êdî çîrok bi vî awayî berdewam dibe û her carê tesadifî yekî dikin û eynî tiştî bi serî tînin.
Şêx Zana ko destê wî bi hinek terostên erebên li Mûsil û Bexdayê re hebû, behsê dike ka çawa ji oldarî û hitin-çûyina wan ya mizgehftê fêde girtiye û yeko yeko endamên vê grûpê xistine bin emrê xwe û bi dermanan û vexwarinê ew neçar hiştine ko bi hev re seksê û nêrbaziyê bikin û vê yekê jî li ser kasetên vîdeoyê qeyd bikin da ko êdî kes nikaribe xiyanetê bike û ev sirra wan neyête eşkerekirin, helbet kî jî ne razî be, dê bibe maddeyeka ji bo testên wan yên serjêkirin û perçeperçekirinê. Vê grûpê herweha hemû testên xwe yên serjêkirinê û perçeperçekirinê jî bi vîdeoyê qeyd kirine.
Ji bilî van dîmenên tirsinak, di vîdeoyên li mala Şêx hatine girtin de, herweha razana hinek endamên wê grûpê ya bi hinek keçikan re jî heye. Ev keçik jî bi nexşe û plan ketine tora vê grûpê û qey Şêx ji hinek endamên xwe xwestiye têkiliyan bi keçikan re çêkin û bi dizî dema bi hev re dibin bi vîdeoyê qeyd bikin da ko wan keçikan neçar bikin ko paşerojê ji bo karên wan yên teroristî alîkariyê bikin.
Tiştê ko civaka kurd li başûr hêbetî û ecêbmayî hiştiye ew e ko ev kes çawa dikare kurd bin?! çawa ji civaka kurd hovên di vê dereceya hovîtiyê de çê dibin?!. Ya ko vê hêbetî û ecêbmayinê mezintir dike ew e ko piraniya endamên vê grûpê xelkê xwenda ne, ne xwendayên normal jî, piraniya wan zanîngeh qedandiye, di nava wan de tenê mamoste, endaziyar, xwendekar û mamosteyên zanîngehê û kesên normalên her warê jiyanê jî ko ti kes qed gumanan li wan neke, hene.
Weşandina van dîmen û gotinên pir qirêj û hovane, civak serûbin kir, êdî her kes bi çavaê gumanê li derdorên xwe dinêre, her kes têkilî û danûstandina xwe bi dorên xwe re dîsa di ber çavan re derbas dike, dê û bav bi dilekî pir ji tirs li benda zarokên xwe yên li derveyî malê dimînin. Xwendina mirovan ya ji bo mirovan hate guhertin û guman weke siya mirovan bi wan re ye, her kes di dilê xwe de dipirse: Acaba, tu bêjî ev mirov bin?!, kurd bin?!, tu bêjî evana ji hundirê civaka kurd derketibin?! ma çi wa li wan dike ko bi vê hovîtiyê bin?! civak divê çawa bike ji bo ko mexlûqên weha ecîb çê nebin?! ev grûp eşkere bû, lê belê çend grûpên din yên weha hene û ew jî dê eşkere bibin?!
Ev pirsiyar û bi dehan pirsiyarên din jî, ji dilê her mirovekî kurd derdikevin û hemû jî li benda bersivan e, vêca kî dê bersivê bide?! civak? desthilat? yan jî herdu bi hev re?! |