SWÎD, 7/7 2005 — Pirsî serekî Êraqî paş Sedam Husên û be‘s pirsî manewey Êraq e wek dewlet. Aya helumercî manewey dewletî Êraq le şêwey êsta da heye?
Bêguman deselat û hêz û tiwanay bekarhênanî leşkir karî rastewxo dekene ser ew piroseye. Belam ezmûnî sed salî rabirdû le pirosey dirustkirdin û parastin û berdewamî dewlet da xalêkî giring aşkira deken: bekarhênanî deselat û hêz û tiwanaî leşkir ta astêkî diyarîkiraw detwanin ”yekêtî” dewlet biparêzin. Rewtî dirustbûn û leberyekhelweşanî dewlet le mawey sed salî rabirdû da rastîyekî cuda le gotarî siyasî dexene ber çaw: eger çî berdî binaxey siyasî ”parastinî yekêtî û serwerî” dewlet e, eger çî rêxrawî Netewe Yekgirtiwekan le ser ew binaxeye damezrawe û eger çî beşêkî mezinî gift û goy siyasî ew xale dûbare û sedbare dekenewe, le mawey sed salî rabirdû da 175 dewletî nwê serî heldawe.
Dû cor mîkanîzm lem piroseye da xoyan aşkira deken. Yekem: Eger xwastî pêkewejiyan nebête berdî binaxey dewlet, lêktirazan û leberyekhelweşanî dewlet, serbarî bekarhênanî çek û kuştar, tenha meseley kat debêt. Dewletêkî pêşêlî xwastî siyasî layene serekiyekanî pêkhetekey bikat, dabeşbûn û lêkhelweşanî le katêkî taybet da le ser yek pirs demênêt.
Dûem: Le katî krîsî (buhranî) siyasî da û hewldan bo ”parastinî yekêtî” dewlet, pirsî here giring meseley bawer û hest be berpirsiyarîkirdin e. Gemey siyasî be arastey na cor da bawerî siyasî pûçel dekat û ber encam berpirsiyarî siyasî namênêt.
Tenha kesêkî ke bê bîrkirdinewe pê le ser bûnî hel û mercî ”parastinî yekêtî” dewletî Êraqî bikat, kesêkî kwêr û kerr e. Kesêkî ke hîçî derbarey mêjû berçaw û ber gwê nekewtibêt (ya kesêkî hez be berdewamî bekarhênanî çek û kuştar dekat). Kesanî dî nek tenha ew rastîye debîstin û debînin, belku hewlîş deden le ezmûne fîrbibin ta heley xoyan û serkirdekan dûbare û sêbare nekenewe. Le krîsî siyasî ke êsta le Êraq heye, pirsî Kerkûk sîmbolî sercem giriftekanî dewletî Êraq le xo degrêt. Çareserî dozî Kerkûk meseley man û nemanî dewletî Êraq diyar dekat. Hêzî siyasî Kurdistan, le boçûnêkî siyasî jîrewe, le ser mîkanîzmî çareserî dozî Kerkûk legel hêzî Êraqî rêk kewtûn. Ew rêkewtine (le naçarî da bêt, le ber kemî tiwana û deselat da bêt, le boçûnêkî stratîjî dirêj xayenewe bêt, ya le ser hest be berpirsiyarî û wefadarî bo rêkewtin legel Emekîka da bêt) bote birgey 58-î qanûnî katî bo berêwebirdinî dewlet (TAL).
Eger êsta hêzesiyasyekanî Êraq, be taybet hêzî şî‘e, wey dexen ber çaw ke bitwanin dozî Kerkûk diwa bixen bo qonaxî paş nûsînî desturî hemîşey, ewa pirosey rûxandinî dewletî Êraqî taw deden nek pirosey dirustkirdinewey dewlet le ser binaxey rêkewtinî siyasî û mîkanîzmêkî le TAL da destnîşan kirawe. Peşîmanbûnewe lew rêkewtine siyasî û desturiye tenha rê bo yek mîkanîzm xoş dekat: leberyekhelweşanî dewletî Êraq be heman şêwey dewletî Yogoslaviya, be şer, tolesendin, xwênriştin. Eger serokwezîranî hikûmetî fîdralî, wek le çend rojî bûrî, cexit le ser ewe bikat ke Kerkûk ”şarêkî Êraqî” ye, ewa Urşelîm (Qudis) şarêkî Îsraelî debêt û şayistey hîç rêkewtinêk nabêt, ewa Serayêvo şarêkî yogoslavî debêt û hîç peywendî be Bosniya we nabêt, ewa Bêlfast şarêkî berîtanî debêt bê peywendî be Irlenda we, ewa bakûrî Qubris beşêk debêt le Turkiya, ewa Kuweyt debêt bigerêtwe ser Êraq bo gift û go.
Ceferî, Sîstanî, Hekîm, Yawer, Elawî, Ordugan, Bush û Blair, ya her kesêkî dî ew core pêşniyare bikat, dexwazêt reway bidat be siyasetî paksazî nejadî, be siyasetî Sedam. Bo ewey birgey 58-î TAL cêbecê bikrêt, debêt Perlemanî Kurdistan, nwêneranî lîstî hewpeymanî le perleman û hikumetî fîdralî Êraq û serkirdayetî hêzî siyasî Kurdistan gişt hêz û tiwanaî xoyan be kar bihênin ta paşerojî Kerkûk dûr û nadiyar nebêt. Eger hêzî siyasî şî‘e le Êraq hewlî awedankirdinewe û asayîkirdinewey horekan deden, bo çî debine rêgir le awedankirdinewe û asayîkirdinewey Kerkûk? Eger şî‘e rê le geranewey be‘siyekan degrin bo ser deselat, bo deyanewêt reway biden be siyasetî be‘s tenha le Kerkûk û Kurdistan da? To bilêyt emeş we siwêndxwardinekey Ceferî bêt, her prinsîpêkî baweriyan pêy nebêt le bîrî deken, eger çî şî‘e ta êstaş şehîdbûnî Hesen û Huseyn le bîr naken? |