HEWLÊR, 26/6 2008 — Eger hun ji heralîyekî li zimanên zindî yên cîhanê binihêrin, rewşa zimanê kurdî gelek xerab nîne. Kurd ji aliyê hijmara axivtinkeran ve yek ji zimanên berçav ên cîhana nûdem in, ji bo nimûne li hindek jêderên mîna van bfikirin: bi ingilîzî, bi kurdî. Bi vê nihêrrîne rewşa kurdiyê ji rewşa hindek zimanên modern yên Ewropayê (mina ukrayînî, swêdî, norwêjî, polandî, bulgarî) jî baştir e.
Li aliyê hindek hokar û faktorên dî yên mîna berbelaviyê jî rewşa kurdîyê ji rewşa piraniya zimanên zindî yên Ewropayê baştir e. Kurdî li şeş heta heft welatên Rojhilata Navîn (Îran, Tirkiye, Îraqê, Sûrîye, Armenistan, Libnan, Ordin û Efxanistan) statûya zimanekê xwecih heye. Herwesa, nêzî 2-3 milyonan kurd li Ewropayê hene. Kurd ji rojavayê ji Emerîkaya Bakur heta rojhilata li Çîna Komunîst, ji bakur ji Asyaya Navîn heta başûrê li Awstiralyayê belav in. Eger rewşa demokrasiyê û mafên mirovî li Rojhilata Navîn ber bi baştirbûnê biçe, ev berbelaviya ko niha belaya serê kurdan e, dikare bibe hêz û giringiyeka mezin.
Kurdî ji aliyê serhildana dîrokî jî di rewşeka baş da ye. Zimanê kurdî zûtir ji piraniya zimanên Ewropayê û cîhanê hatiye nivîsîn. Nivîsîna kurdî û inglîzî jibo mînak hema li demekê digel hev destpê bûne. Eger em navdarên mîna Melayê Cizîrî jî bi pêşengên nivîsîna bi kurdî bihesibînîn jî dîroka nivîsîna bi burdî bi qasî ya inglîzî kevnar dibe. Lê hindek belge hene ko nivîsîna bi kurmancîyê ji vê jî kevintir dikin. Li ser vêderê bitikîne
Gelê kurd bi xwe jî, mîna kesên ko li zimanê kurdî xwedî derdikevin û vî zimanî bi kar diînin, gelek û neteweyeka xwedîbandor ya Rojhilata Navîn e. Niha giringîya serokên siyasî yên kurdan li herêmê tiştekê berçav e. Di dîroka kevin da jî, rewş her bi vî awayî bû. Selahedînê Eyûbî nimûneyeka baş ya vê gotina min e.
Lê mana kurdan wekî netewe, neteweyeka grêdayî dîrokekê, zimanekî, ferheng û çandekê, hizir û ramanekê, cihnasî anko cografiyayekê, hemî girêdayî mana zimanê kurdî ye. Kî ji me niha dikare bi fenotîpê (formê serî û dêmî, formê kiloxê serî û tiştên dî) û bi genotîpê (bi vexwêndina genên leşî û kromosoman) kurdekî ji hevsiyên wî yên Rojhilata Navîn vavêr bike?
Li Rojhilata Navîn, bi dirêjahiya hezaran salên bihurî, kurd, ereb, faris, tirk, aşûrî, fenîqî, ken`anî, misrî, yewnanî, ermenî, qewqazî, moxol, romanî, hindî û gelek netewe û qewmên dî bi hev ra jiyane, li hev kirine, pevçûne û zewicîne. Carinan jî genên wan bi rêyên zordarane tevlihev bûne. Lewma, pir pir zehmet e ko mirov bi saloxetên leşkanî (cesedî, fîzîkî) bibêje kî kurd e, kî tirk e, kî ereb e. Lê, dîsa jî, ev gotina me nahêt wê ramanê ko fenotîpa tirkî û moxolî di koka xwe da wekî ya kurdan e. No, mirov dikare rewşên serkanî (eksterîm) yên moxolî û tirkî an erebî ji rewşên serkanî (eksterîm) yên yewnanî vavêr ke.
Biçimê mexolan, mîna moxolên ko niha li Mongoliya anko Moxolistanê dijîn gelek bi sanahî ji biçimê yewnanî yên porzer yên ewropayî dihê veniyasîn. Lê jiber zewicîn û bihevarajiyana bi hezar salan, rewşên weha serkanî (eksterîm) hindik in. Carinan jî mirov dikare kesekî bibîne ko 100 % mîna moxolên Olan Batûrê ye û li Kerkûkê rûdine û bi kurdî dipeyive û ji xwe ra jî dibêje kurd. Bervajî wê jî gurciyekê ko ruxsar û rengê wî jî bi tivavî wekî gurciyan e, dibe serokwezîrê komara tirkan û ji xwe ra dibêje tirk.
Kurd eger kurd in, ji ber wê ye ko zimanê wan kurdî ye. Eger ziman ji holê rabibe em jî di nav xelkê derdora xwe da dibuhijin û asîmîle dibin.
Xebat jibo kurdan parastina zimanî ye. Ne hema ko em bizanin bi kurdî biaxivin, lê, dibê kurdî zimanê dibistanên me, nexweşxaneyên me, zanîngehên me, perlemana me, endazyarên me, televizyoneên me, fîzîka me, kîmyaya me, matematîka me û bi kurtî hebûna me be.
Lewma ez bawer im ko kurdên me, nemaze li bakurê welatî, hewcedarên protesto û tevgereka bajarwar ya zimanî ne. Li bakur gerek e kurd bê guhdana bi çi rojevên siyasî, tenê bi awayekê sîstematîk û hemîaliyane, ji îro pêve biryarê bidin ko êdî li çi dereka Komara Tirkiyî, bi zimanekê dî xeyin ji kurdiyê neaxivin. Bila biryara wan giştane be û li her dera welatî be. Li dadgehan, li dibistanan, li firoştingehan, li dayîreyên hukumetê, li her derê tenê bi kurdî biaxivin û wesa nîşa bidin qey dibêjî kes ji kurdan ji tirkiyê fêm nake.
Ev rêya yekane ya îsbatkirina kurdbûnê û neçarkirina hikûmeta tirkan bi pejirandina mafên kurdan e. Dibê kurd bibêjin ko bi kurdî nebe ew naxwazin hebin. Kurdên bakur heta niha gelek caran bi kerxek anko rêyeka bervajî vê da meşiyane. Serokê PKK-ê, ji aliyekî xebata herî xurt, xebata herî serkanî (eksterîm), jibo rizgariya Kurdistaneka xweser dikir û her di wê demê da bi tirkî ji gelê xwe yê kurdistanî ra dipeyivî. Ev ew heneka tehil ya dîroka kurdan e.
Niha divêt kurd li kerxeka (korseka) bervajî wê bimeşin: Bila em welatîyên komareka bi nave Komara Kurdistanê nebin jî, em dixwazin ko jiyana me bi zimanê kurdî be. Dibistanên me, nexweşxaneyên me, polîsên hatinûçûnê, zanîngehên me, televizyonên me, dayîreyên me, pênase anko kîmlîkên me, divêt gişt bi kurdî bin. |