SELAHEDÎN, 2/7 2005 — Peyv, ko mirov gelek bi merdî wan davêje û ti hesab û kîtaban jê re nake, gelek caran dikarin jiyana mirovekî, yan jî ya hinek mirovan û carna ya milet û welatekî jî serûbin bikin. Peyv dikarin şadiyê bidin mirovan û hem jî dikarin serê mirovan di şînê de asê de bikin, êdî gelek xweseriyên peyvê hene û emê nikaribin tevan li vir rêz bikin.
Ya ko dixwazim behsa wê bikim, peyv di roja îro ya başûrê Kurdisanê de ye. Ev beşa Kurdistanê di rewşeka welê de ye ko gelekî dikeve bin bandora peyvan û peyvek – du – peyv dikarin bandora wan ya sêrane hebe û di cih de karê xwe li civakê tevê bike.
Ji roja ko Mesûd Barzanî li parmelêntoya Kurdistanê bi awakê fermî wek serokê Kurdistanê hate hilbijartin, ne tinê başûrê welat, lê belê Kurdistan tev jî ketiye qonaxek din û serokatiya Barzanî muhra xwe li Kurdistanê tevê dixe. Bi çêbûna vê rewşa nû re, êdî bi taybetî jî li başûrê Kurdistanê peyv roleka mezintir û tisinaktir jî dilîze.
Gelekî baş li bîra başûriyan e ka di rojên reşên şerê navxweyî de çi qas roleka mezin ya peyvan hebû, dema ko şer dijwar dibû, peyvên ko ji devê spîkerên radyo û televizyonan derdiketin, yan jî peyvên ko li ser rûpelên rojnameyan dihatin weşandin, çewa dikaribûn rewşa welat serûbin bikin û qed zerreyeka rehetiyê li kuncekî welat nehêlin. Carna jî ko aştî çê dibû û zimanê meydayê hinekî nerm dibû, çewa aramî û hêviya rehetî û ewlekariyê dida xelkê û welat aram dibû. De vêca di roja îro de jî, heman ev sêra peyvê maye û îro jî dikare hema rolê bilîze.
Yek ji xalên herî girîng yên serokatiya Barzanî ew e ko bi lêzanî, serederî û siyaseta xwe, dê yekîtiya rêzên gelê Kurdistanê mukumtir bike û dê tev hêz û alî û dîtin û nêrînên cidayên gelê Kurdistanê di bin siha serokatiya xwe de bicivîne û dê di bin yek çadirê de cihê tevan veke, da ko gelê Kurdistanê bi yekîtî û yekrêzî wek hêzeka xurt ji bo bicihkirina mafên xwe yên neteweyî di Îraqa nû de li hember hêzên cida yên ereban rawestin û xwedî hêz û gotina xwe ya ko bête guhdarîkirin be. Ji bo piştgiriya vê armanca serokê Kurdistanê, medyaya kurd li başûrê welat û tenê li beşên din yên Kurdistanê jî, divê peyvên xwe dîsa di ber çavan re derbas bike.
Eger ko hemû medyaya kurd ko belkî mirov dikare bê dudilî bibêje tev jî medyayeka partîtî ye û her yek li gor siyaseteka diyarkirî dimeşe, pirsa bihêzkirina yektîtiya gel bikin yek ji armancên xwe, ewê di nava demeka kêm de roleka pir mezin bilîze û bi taybetî jî medyaya herdu partiyên serekeyên başûr PDK û YNKê dikarin bandoreka sedî sed li civakê bikin û canê biratî û yekîtiyê di nava kurdan de pir xurt bikin.
Li başûr serborên di vî warî de pir in. Eger ko êvarekê nûçeyên hevdîtina herdu aliyan di radyo û televizyonan de hebin û teksta nûçeya hevdîtinê bi hostetî ji bona aramkirina rewşê û çêkirina hesta biratî û yekîtiyê hatibe amadekirin, yekser roja paştir rewşa welat tiştek din e û mirov pê dihese ko gel bêtir nêzîkî hev e û hevdu bêtir qebûl dike. Ev yek di kampanya hilbijatinên 31.1 ya îsal de pir eşkere xuya bû ko hemû medyaya kurd ji bo lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê reklam dikir û hemû welatiyan jî, tevî cidahiya dîtin û nêrînên xwe yên partîtî, dîsa xwe yek ji xebatkarên wê kampanyayê qebûl dikir.
Ji bilî ko kurd neçar in li hember ereban yekîtiya xwe ya di her warî de xurttir bikin, herweha ji bona bicihkirina prensîpa herî bingehîna demokrasiyê jî ko qebûlkirina hevdu û qebûlkirina dîtin û nêrînên cida ye, divê di meydaya xwe de cihekî ferehtir bidin vê yekê û bi rêz û hurmet û bê hesasiyet û bê vir de – wê de hev bi nav bikin. Tevî reklama ji bo programên xwe yên partîtî jî, lê belê xurtkirina yekîtiya gel jî xema wan be û bi her awayî canê biratî û rêzgirtina li hevdu di nava gel de biçînin. Ji bo vê yekê jî kes weke medyakaran nizane ka sêra peyvan çend e û peyv dikarin çi karekî mezin di vê hêlê de bikin.
Ji bo ko ev yek bigîje cihê xwe û da ko medyaya kurd roleka baştir di vî warî de bilîze, pêşniyaz dikim her kanaleka medyayê ji bal xwe ve bangê li vê yekê bike û tev bi hev re daxwaza konfransekê bikin da ko tê de gotara medyaya kurd bête giftûgokirin û hinek prensîpên ko ji bo qonaxa niha ya pirsa gelê Kurdistanê û avakirina civakeka modern û pêşketî gerek in, bêne destnîşankirin û hemû medyaya kurd li ser wan prensîpan bimeşe.
|