SELAHEDÎN, 25/6 2005 — Bi her çi hêz û karîn û her çi rê û awayên cida hene ko ji bo nehiştina terorê li Îraqê têne bikaranîn, çênabe bête çaverêkirin ko di heyameka nêzîk de dikare teror bête kontrolkirin û karên xwekujî bêne rawestandin. Belkî dikare bi rêjeyeka kêm be jî, rê li karên teroristî û xwekujî bête giritin, lê belê ne mimkin e ti kes bi wê yekê geşbîn be ko di paşerojeka nêzîk de êdî dê nûçeyên diltezîn yên teqîna bomban, yan otomobîlên mayînkirî û xwekujan nebihîze.
Rast e li welatekî weke Îraqê di forma xwe ya niha de, teror û karên teroristiyên xwekujî û xweteqandina bi xelkê ve, awayekî nû yê piştî rûxiyana rijêma Bas û vebûna sînoran ya li ber teroristan e û rih û rîşalên wê yên ew qas kevn û dîrokeka wê ya ew qas ji mêj ve nîne, lê belê heyama van du salên derbasbûyî li hinek cihên weke deverên erebên sunnî ko usûliyeta tundgira îslamî heta radekî cihê xwe lê çê kiriye û seqayekî baş ji bo geşbûn û belavbûna felsefeya cîhadî di forma xwe ya herî tund de jê re çê bûye, ev cih dikarin bibin bombên tewqîtkirî yên terorê û hertim tirsa teqînê jê bête kirin, lewra jî êdî ji Îraqê re nexşe û plana berbirûbûn û şerê li dijî terorê heta heyameka dûr gerek e.
Di demekê de hukûmeta Îraqê û dezgehên wê yên ewlekarî û leşkerî bi alîkariya hêzên emerîkî gelekî bi tundî berbirûyî teroristan dibin û çi qasî hêz û karîna wan heye ji bo nehiştina wan bi kar tînin û sînorê çalakî û xeleka tevgera wan jî tengtir dikin, li hember vê yekê grûpên terorist jî awayê herî tund û hovane bi kar tînin û hewl didin li hember her dirbeka ko dixun, gurzeka tirsinaktir raweşînin û bi pêkanîna tawanên herî qirêj, mana xwe û amadeyiya wan ya xebitandina her awayekî ji bona vê armancê diparêzin, lewra jî çi qasî hejmara girtina teroristan zêde dibe û planên wan têne eşkerekirin û beriya pêkanînê têne hilweşandin, divê hukûmeta Îraqê ew qasî jî li benda tawanên mezintir û awayên wan yên reştir be û li ser vê bingehê jî plan û programên parastinê û rêlibergirina wan amade bike.
Piştî destbikarbûna hukûmeta Caferî û ferehbûna operasyonên girtina teroristan û eşkerekirina bêtira band û torên wan û çendî li wan bête tengkirin, xuya ye weke karvedanekê, dê destê wan jî biçe tawanên mezintir û dê hewl bidin bi her cor û awayekî be, qurbaniyên zêdetir hebin û xwîneka bêtir bête rêtin. Ji bo vê yekê jî eger ko heta niha di pileya yekemîn de bingeh û leşkergehên emerîkî û navendên polîsan û ofîsên qeydkirina Hêzên Nîştimanî bêtirî cihên din ji xwe re kiribûn armanc û dirb lê dixistin, niha ji karvedana wê pestoya li ser wan heye û ji ber rahêlan û girtina ko rojane li dijî wan pêk tê, dike hemû cih ji wan re bibin leşkergehên emerîkî û navendên polîsan û çi qasî li wan teng bibe û destê wan negihîje van deran, ew qasî dê cihên hêsantir û xelkên normaltir ji xwe re bikin armanc û êdî dê ti cidahiyê di navbera kamyoneka leşkerî û buseka xwendekaran, yan jî navendeka meşqê û bazarekê qerebalix yê weke Şêxellaya Hewlêrê de nekin û dê hêsantir karibin hejmareka zêdetir ya sivîlan bikin qurbanî. Dikare gelek karên teroristî yên vê dawiyê li gelek cihan qewimîne, wek mînak xweteqandina di nava xelkê normal de li Telaferê, xweteqandina hin rojan berê ya li Birêvebiriya Trafîka Hewlêrê çê bû, wek mînakekî vî awayê nû û vê tirsinaktirbûna bêtira terorê bête qebûlkirin, lewra jî dezgehên ewlekariyê divê bi çavekî hûrtir û bi dîqqeteka kûrtir li rewşê binêrin û nexşeya ji bo berbirûbûna her egerekî amade bikin.
Li Kurdistanê heta niha kêmtir karên teroristî çê dibin, ew jî ne ji ber ko alî û grûpên teroris welê dixwazin, na, ji ber ko li Kurdistanê desthilatek xurttir û dezgehên ewlekariyê yên bihêztir ji Îraqê hene û ew hemû hewlên beriya pêkanînê ji bal hêzên ewlekariya başûrê Kurdistanê ve têne eşkerekirin, eger ko çarêkek ji wan jî pêk bên, dê ti ferqa Bexda û Hewlêrê nemîne. Li aliyê din li Kurdistanê gel jî bi tevayî li dijî terorê ye û terorist pir bi zor û di demeka dûr û dirêj de belkî karibin cihekî piçûk di nav maleka hişkbawera kurda usûlî de ji xwe re bibînin, yan her nebînin jî, lê belê ji ber ko Kurdistan her roj di her warî de ber bi pêş ve diçe û ji encama pêşhatên siyasiyên vê dawiyê li başûr, weke nûbûna parlemêntoyê û hilbijartina serokê Kurdistanê û avabûna bêt ya hukûmeta yekbûyî, ko evana tev bi hev re Kurdistanê û Îraqê jî bi xwe re pêş ve dibin û demokrasiya tê hêvîkirin, ava dikin, sedî sedî alî û grûpên terorist û yên wan diherikînin jî, dê giraniyeka bêtir bidin ser Kurdistanê û dê tinê yê ko ji destê wan neyê, nekin, vêca kurd jî gerek e li gor vê rewşê amadekariya xwe bikin. |