SELAHEDÎN, 18/6 2005 — Ji bilî ko ji aliyê neteweyî ve bandoreka gelek mezim ya hilbijartina serok Mesûd Barzanî wek serokê Kurdistanê heye û ev yek dê muhra xwe li hemû beşên Kurdistanê bixe û hêz û hêviyek mezin ji hemû kurdan re çê dike, eger ko mirov bi hûrî jî li peyva serok Barzanî ya li ber parlemêntoya Kurdistanê pêşkêş kir binêre, pê dihese ko başûrê Kurdistanê ji her alî ve qonaxeka nû dest pê dike û niyeta serok Barzanî heye ko başûrê Kurdistanê bike welatekî nû yê modern û bidestxistiyên gelên başûr jî bi awakî destûrî li Îraqê bi cih bike.
Serok Barzanî di wê peyva xwe de, rojeva xwe ya seroaktiyê hem ji aliyê siyasî ve û hem jî aliyê aborî, civakî û kulturî ve, raxist ber çavan û xuya kir ko ew dixwaze li başûr, welat, hukûmet û civakek nû ava bike û serûbinê jiyan welatiyên başûr bigohore. Welatiyên başûr gelek ji vê rojeva serokê Kurdistanê bi hêvî ne û ji bilî rewşa siyasî ko êdî serê wan rehet bû û piştrast bûn ko paşeroja wan ya siyasî di destê Barzanî de dê geş û rona be, herweha ji bo hemû jiyana xwe jî li ser destê serokê Kuridstanê li hêviya guhortinên mezin û bingehî ne. Kurdistanî baş dizanin ko kesek ji serokê Kurditanê baştir nizane ka xelkê welatê wî layeqî jiyeneka çawa ne û divê çawa bijîn.
Serokê Kurdistanê di rojeva xwe de pir zelal xuya dike ko êdî divê Kurdistan bête vejandin û jêrxanê wê ji nû ve bête avakirin. Post û gihandina wê ya modern çê bibe. Av û elektrîk bigîjin her derî. Dibistan û nexoşxane li cihên herî dûr jî bêne vekirin û li Kurdistanê sistima herî baş ya tendirustiyê hebe. Di sistima perwerdê de reformêm mezin çê bibin û ji şûnwarên basiyan bête paqijkirin. Kêrfa zanistî ya zanîngeh û fêrgehên Kurdistanê bikîje standartên cîhanê. Di dezgeh û saziyan de reform çê bibin û gendeliya îdarî nemîne. Dadperweriya karguzariyan hebe û pêwîstî û hewcedariyên welatiyan zû bêne garantîkirin. Plan û programên têr û tejî ji bo aboriya Kurdistanê hebin û ti kesekî bêkar li vê welatê dewlemend nebe, û gel divê berhemhên be û bi karîna xwe bijî, ji bo vê yekê jî kargeh û fabrîke li her derên Kurdistanê bêne avakirin û karsazî û çandin pêş ve biçe, û bazara Kurdistanê jî bazarka azad be.
Ji bo pêşveçon û modernîzekirina welat ya di warê civakî û culture de jî, serokê Kurdsiatnê dixwaze ko rêza hemû azadiyan bête gitin, çi azadiyên kesane, çi yên komel û grûpan û çi jî azadiyên olî û mezebî. Herweha xort û xwendekar jî divê rola xwe ya aktîv di civakê de bilîzin û projekt û karên layeqî xortan ji wan re hebin. Jin jî di hemû sewiyan de cihê layeqî xwe bigire û ti cidahiyên qanûnî nebin astengên li ber pêşveçona wan. Rêz li ol û neteweyan bête girtin û ti cidahiyên olî, mezebî, netewî û regezî di navbera welatiyan de nine û tev di erk û mafan de, wekhev in. ji bo kesûkar û malbatên qurbaniyên destê rijêma berê ya Bexdayê, girîngîdanek taybet heye û divê bi awayekê leyeqî xwe bêne qerebûkirin û şûnwarên wan karesatan ji ser wan rabin. Progrmek taybet ji bo ji avedankirina gundên Kuridstanê bi awakî modern hebe.
Pêşmergeyên ko gelê Kurdistanê gihande roja îro, ji niha û pê ve jî dê zêrevaniya pêkhatina vê prosesê û rojeva serokê Kurdistanê bike, lewra jî li cem Barzanî pêşmerge cihekê taybet digire û rêz û qîmetek mezin dide wan, di rojeva xwe de jî giranî da ser wê yekê ko bidestxistiyên kurdistaniyan yên ji encama ked û tekoşîna wan hatine bidestxistin, îro jî emanetî wan in û divê erka parastina wan bigirin ser mimlê xwe, ji bona vê yekê jî heta ko gelê Kurdistanê bimîne, pêşmerge jî dimînin. Ev jî sîgnalek e ji bo wan aliyên îraqî yên hertim hewl didin pêşmergeyan jî bikin beşek ji artêşa normala Îraqê û xweseriya wan ya kurdistanî jê bistînin, lê serokê Kurdistanê dîsa xuya kir ko ev yek çê nabe û nayête qebûlkirin.
Serokê Kurdistanê xewnê bi welatekî avedan û miletekî pêşketî û paşerojeka geş ve dibîne û kurdistanî jî di wê bawerê de ne ko serokê wan dê vê xewna xwe bike rastî û dê welat û jiyana wan bike wekî ko ew dixwaze. Li hember vê yekê û ji bona pêkhatina vê rojevê, serok jî ji gelê xwe li benda alîkariyê û hestkirina bi berpirsiyariyên xwe yên nîştimanî ye. Kurdistaniyan ko erkek pir giran û mezin daye ser milê serok Barzanî, divê di heman demê de, bi qasî giranî û meziniya wê erkê jî, rola xwe ya ji bo alîkariya wî bilîzin û di her kar û xebat û çalakiyekê de, zanibin ko rêberekî rêzan, ji bilî şerên siyasî, mijûlî avakirina kesatî û welatê wan e û jê re hevkariya wan gerek e.
|