HEWLÊR, 16/2 2011 — Konferansa ko roja 12/2 2011-ê li jêr navê “Rola saziyên olî û rewşenbîrî di bihêzkirina aştiya civakî de” li Hewlêrê hat saz kirin, aloziyên bêtir xist navbera mela û rewşenbîran de, gotara wezîrê rewşenbîrî bû sedemê ko nêzîka 30 mela ji hola konferansê derkevin. Ferhad Pîrbal ji konferansê hat derxistin û Bedran Ehmed Hebîb ji konfernasê derket.
Piştî belavbûna çend babetên nivîskaran û bersivdana tund ya melayan nakokî di navbera herdu aliyan de çêbû, bo aramkirina vê rewşê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî biryar da konferansek bi amadebûna herdû aliyan bê sazkirin.
Wisa dihat çaverê kirin ev konferans dawîyê li nakokiyên herdu aliyan bîne, lê konferansê bi problema gotara wezîrê rewşenbîrî destpê kir, dema ko wezîrê rewşenbîrî Kawe Mehmûd gotarek xwend û tê de di heqê erkê mizgevtê de got divê sînorê gotarên olî li camiyan di warê “şîret û rênîşandanê” de be lê nekeve warê dayina fetwayan, û mela xwe nekin dozger, dadwer û cîbicîkerên biryaran.
Rewşenbîrên amadebûyî li çepikan xistin, lê di heman demê de hinek mela bi van gotinên Kawe Mehmûd aciz bûn û ji hola konferansê derketin, hinekên din jî gotin eger wezîr xwe ji gotinên xwe paşde nekişîne ewê jî herin, lê Mihemed Bazyanî, Mela Ebdulxenî Bezaz û çend melayên din gotin wezîrê xwe paşde bikişîne yan na ewê herin.
Wezîrê rewşenbîrî Kawe Mehmûd bo Rûdawê pêdagiriya xwe li ser gotinên xwe ragehand û got:
— Ne ji wan kesan im ko xwe ji gotinên xwe paşde bikişînim, ji ber min tiştekî wisa negotiye ko mela pê aciz bibin. Gotinên min îspat kirin ko mela nikarin danûsitandinan ligel rewşenbîran bikin.
Mela Ebdulxenî Bezaz, piştî ji hola konferansê derket, bi hêrsbûneke mezin got:
— Bi rastî ew gotar bêrêzî bû derheqê melayan de û em vê yekê qebûl nakin.
Serokê Komîteya Ewqaf û Karûbarên Olî Beşîr Xelîl Hedad eşkere kir ko:
— Berî ko Kawe Mehmûd gotara xwe pêşkêş bike, jê hat xwestin hinek gotin û hevokan nebêje.
Lê Wezîrê Rewşenbîrî Kawe Mehmûd ev gotin red kir û got ti daxwazeke bi vî rengî jê nehat kirin.
Piştî vê pirsgirêkê, serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên bi navê dîwana serokayetiyê û bi navê wezîrê rewşenbîrî Kawe Mehmûd daxwaz lêborînê ji melayan kir û dest bi gotûbêjan hat kirin, lê nakokiyan dîsa domand.
Umêd Xoşnaw ko wek rewşenbîrekî tevî konferansê bûbû, di dema birêveçûna workşop û gotûbêjan de berê xwe da wezîrê ewqaf û got:
— Mezintirîn şaşîtiya kabîneya şeşemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew bû ko Wezareta Ewqaf da partiyeke Îslamî.
Wezîrê ewqafê Kamil Hacî Elî jî bersiva Umêd Xoşnaw da û got:
— Madem ko li Kurdistanê pirbûna partiyan heye, mafê me ye jî di proseya siyasî ya herêmê de beşdar bin.
Ferhad Pîrbal di dema gotûbêjan de berê xwe da mamosteyên olî û got:
— Hemû melayên Hewlêrê bi qasî zerreyekê wek min îman di dilê wan de nîne. Hinek gotarbêj hene behsa şeref û namûs û q… jinan dikin.
Serokê Beşa Lêkolînên Îslamî li zanîngeha Selahedîn Osman Helebceyî pir bi tundî bersiva Pîrbal da û berê xwe da jinên amadebûyî û ji wan re got:
— Hûn çawa qebûl dikin, Ferhad Pîrbal bêrêziyê derheqê we de bike.
Heresên nav holê Ferhad Pîrbal birin derveyî holê, pişt re bi şertê ko neaxive careke din anîn holê.
Serokê Dezgeha Aras Bedran Ehmed Hebîb piştgiriya gotinên Pîrbal kir û got:
— Pêwîst e rola mizgeftê bê danasîn, ka gelo dezgeha medyayê ye yan cihekî pîroz e, ji ber çênabe mizgeft bo propaganda siyasî bên bikaranîn û eger mela ji siyasetê dûr nekevin, aştiya li Kurdistanê heye tê têkdan.
Van gotinên Bedran Ehmed careke din nakokî di navbera mela û rewşenbîran de derxistin. Berpirsê Ofîsa Ragehandinê ya PDK-ê Sero Qadir ko yek ji beşdarên konferansê bû got:
— Gotin û nerînên Pîrbal û Hebîb nerîna rewşenbîran li xwe nagirin, û ew ne rewşenbîr in jî.
Mele bi vê gotina Sero pir kêfxweş bûn û li çepikan xistin. Melayekî berê xwe da Sero Qadir û got:
— Min qet ji te hez nedikir, lê li ser vê gotina te niha kêfa min zêde ji te re têt û ez dikarim du hijên dî jî li te mehr bikim.
Xaleke din ko behsa wê zêde hat kirin, damezrandina Civata Bilind a Fetwayê li Herêma Kurdistanê bû, di biryarên konferansê de jî ev babet daleqandî ma heta baş bê lêkolînkirin. Çalakvanên mafên jinan dijî çêkirina vê civatê de. Mehabad Qeredaxî dibêje:
— Çêkirina vê civatê cihê yasa û destûr digre, em jî vê yekê qebûl nakin.
Piştî nakokî, şerê devkî û gotûbêjên zêde, konferans bi 12 biryaran bidawî hat, û biryarek jî ew bû berdewamkirina konferansên bi vî rengî. |