STOCKHOLM, 7/7 2016 — Romannivîs û rojnamevanê brîtanî George Orwell li Hindistanê di nêv leşkerên brîtanî de demekê wekî polîs kar kir. Bûyereke îdamê li herêma Burmayê ko wê demê girêdayî Hindistanê bû li ber çavên wî diqewime, pê diêşe û di gotarekê de wiha behsa hûrgilyên wê bûyerê dike:
— Gumlek li ber nebû, pişta wî ya esmer tazî bû, zendên wî bi qeyd û zincîran girêdayî bûn, çil gav tenê di navbera wî û cihê ko wî lê bi dar ve kin mabû. Di bin barê zincîran de bi zehmetî bi rê ve diçû lê wisa jî baş li cihê gavên xwe ko di xwelîya rê de şûna xwe dihişt dinêrî. Ji nişkê ve pêrgî cokeke avê bû, bi livandineka sivik xwe ji nêv destên leşkeran hinekê da alî, da ko lingên wî şil nebe, di ser coka avê re qevazt. Bêhnekê di cihê xwe de sekinî, bi nêrîneke windayî li derdora xwe nêrî, nefeseke kûr kêşa û dîsa rêveçûna xwe bi gavên giran dewam kir. Mirin li bende wî bû, piştî çend gavan ew bi dar ve kirin.
Gelo çi dihêle mirovekî ko bi îdamê ceza bûye, ewqasî li şûna lingên xwe bihizire, ma ne berê wî li mirinê ye,vêca çi derdê wî ye ko lingên wî gemarî bibe. George Orwell behsa aliyê psîkolojîk yê vê refleksê jî dike û dibêje: her çiqasî mirin nêzîk jî be mirov heta bêhnika dawîyê dest ji hêvîya jiyanê bernade.
Wêneyên George Orwell dewlemend in, nûçeyekê jî dinivîsîne ji hest û alîyên psîkolojîk dûr nakeve. Hûrgiliyên biçûk ko di rewşa normal de li ber çavên mirovî nakeve derdixe pêş, li ser giringiya teferuatan disekine, li ber çavan nêzîk û balkêş dike.
Stîla George Orwell bala dinyayê kêşa. Zimanê siyaseta zuha jî bi pênûsa wî weke deryayeke berfereh kûr û spehî ye û bi ruhekî îronîk hatiye neqişandin. Lewra mirovên ko qet ji siyasetê hez nakin jî berhemên wî bi kêfxweşî dixwînin.
Li gelek welatên ewropî nivîsarên George Orwell weke materyalê perwerdeyê li unîversîteyan bi kar têt. Xwendevanên beşa rojnamevaniyê bi stîl û metnên berhemên wî perwerde dibin. Heta nûçe û gotarên George Orwell weke beşeke giring ji lîteratura serdema bîstê têt hesibandin.
Dinya hemî li ser taybetmendî û spehîtahiya stîla George Orwell bû yek, lê belê tişta ko nekarî li ser li hev bikin ew e ka çima û çawa George Orwell di navbera refên çep û rast de raman û helwestên xwe guhertiye. Orwell dibêje:
— Guhertina ramanan jî mafekî mirovî ye û ti kes bêteref nîne heta ew kesê ko di nêva rê de disekine jî ne bêteref e, lê belê di siyasetê de divêt mirov bibe piştgir û nebe mirîd, dema mirov dibe mirîd aqilê xwe dide alî û çavên xwe digire.
— Dîktator dikarin xwe di kirasê rast û çepan de veşêrin, dîktator çepgir an jî rastgir be, dê her ji bo desthilata xwe şer bike û rê li ber azadiya mirovan bigire. Heyfa xwîna şoreşgerekî ko dibe qurbana kursiyê desthilatdarî. Şoreş rêyeka guhertinê ye ne metodek e ji bo avakirina desthilatê, heger desthilat bibe aramanc, hingê girtin, îşkence, kuştin jî ji bo parastina desthilatê bi kar têt.
Di sedsala bîstê de, ji bilî George Orwell hejmareke berçav ya nivîskarên navdar di navbera refên çep û rast de, xeta xwe ya siyasî guhertine, tesîra vê guhertinê kûr di stîl û berhemên wan de diyar dibe. Yek ji nimûneyan nivîskarê fransî André Gide ye ko gelekî piştgirê şoreşa bolşevîkan bû, piştî ko çû serdana Moskvayê helwêsta wî bi yek carê hat guhertin. André Gide dibêje:
— Jiyana me çiqasî xweştir jî bibe, dê her ji hêviyêm me ne zêdetir be, xewnên guhertinê beşek ji natura mirovan e, mirov bigihîje çi astê xweşî û pêşketinê, dê her hêvîyên nû li ber çavên xwe deyne û daxwaza jiyaneka baştir bike lewra di her serdemê de şoreş pêk tên, bi hezaran mirov jiyana xwe di ber xewnên guhertinê de didin.
Lê êşa mezin ew e dema ko encama şoreşan û deryayên xwîna rijiyayê ne li gorî xewnên me be, hingê xemgînîyeke dijwar li şûna xwe dihêle, reaksiyonên hêvîşikestinê wêneyê jiyanê li ber çavên mirovî serûbin dike, mirov xeta xwe diguhere û li rêyên dî digere.
Ew ne cara yekê bû ko André Gide ramanên xwe guhert, berî hingê bi helwêsteka balkêş bû piştgirê wê yekê ko Ewropa welatên Afrîkayê dagir bike. André Gide digot:
— Heger Efrîka bindesta Ewropayê be, dê xelkê Afrîkyayê ji nexweşî û feqîriyê xilas bibin, ewropî dê Afrîkayê pêş bixin û şaristaniyê lê belav bikin.
Gide paşê têgihişt ko xewna wî ji rastiyê dûr e, dagirker welatên bindestê xwe ava nakin. André Gide li helwêsta xwe gelekî jovan dibe.
Nivîskarê macarî Arthur Koestler bi salan di nêv refên çep de xebat kir, lê reaksiyona wî ji siyaseta Stalîn dijwar bû. Arthur Koestler di berhema xwe ya naskrî "Xwedayê ko ket" de behsa Stalîn, hêvîşkestinên xwe û hevalên xwe dike. André Malraux jî di nêv refên çep de digel şoreşa spanî şer kir, hemî bûyerên şoreşê û serhatiyên xwe di pirtûkeke bi navê "rewşa mirovane" de belav kir. André Malraux ji çepgiriyê berê xwe da lîberalîzmê û li herdu milan jî radîkal bû. Herweha Mario Vargas Llosa jî di vî warî de helwêsta wî naskiriye.
Jean-Paul Sartre ji felsefeya xwe ya eksîstensiyalîzmê berê xwe da marksîzmê û ket nêv refên çepan de. Sartre bi xurtî tevlî demostrasyonan dibû. Li gorî hevalên wî yên partiyê Sartre çepgirekî gelekî aktîv û piştgirê siyaseta Sovyeta berê bû.
George Orwell an jî bi navî wî yê rast Eric Arthur Blair sala 1950-yê çilûşeşsalî û feqîr mir, piştî mirina wî weşanxane ji qezenca pirtûkên wî dewlemend bûn. Hêjî berhemên George Orwell gelek tên xwendin, bi taybetî romanên wî ”Bexçeyê ajelan” û ”1984” ko bi awayeke sembolîk û stîleka gelekî balkêş behsa rewş û paşeroja civatan di bin siya desthilatên dîktator de dike. Sal nabore bêyî ko hinek ji pirtûkên wî ji nû ve çap bibin û nisxeyên wan bi milyonan tên firotin.
Vêca gelo George Orwell çepgir an jî rastgir bû, dibe ko George Orwell bi xwe jî bersiva vê pirsê nedizanî.
George Orwell demekê çepgir bû, digel refên çepan şer dikir, paşê dest ji wan berda û berê xwe da lîberalîzmê, digel muhafezekaran jî xebitî, lê belê li ser wê ramanê jî nema û dest ji wan jî berda. Wisa diyar e ko George Orwell ji hemî îdeolojiyan westiya û ji xwe re rêyeka dî dît.
George Orwell dibêje:
— Siyaset tevlî hemî hûrgiliyên jiyana me ye, nivîsandin jî siyaset e. Xewna avakirina jiyaneka baştir, paşerojeke layiqî mirovan, hewldaneka guhertinê ye. Ez xwe di xendeka mirovan de dibînim, digel mafên mirovan, mafên ajelan, mafên hemî mexloqatên li ser rûyê vê erdê me, li dijî her tiştê ko zererê digihîne mirovan im û digel her tiştê ko jiyana mirovan bextewar û rêkupêktir dike me.Vêca di bin siya çi îdeolojîyê de be bila bibe, ya giring ew e ko mirov ne piştgirê desthilatên dîktator be û mirov bi hêsanî berî her tiştî mirov be. |