| |
| » Rapora Yekîtiyê dibêje navûdengê YNK-ê di nêv xelkê de xerab bûye |
SILÊMANÎ, 10/1 2006 — Partiya serokkomarê Iraqê yê niho Celal Talebanî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi raporeka (Sulh û îslah) ko pênc kesên ji Yekîtiyê amade kiriye pê li birîna nakokiyên nêvxweyî û korrupsiyona di nêv dezgehên hikûmî yên îdareya Silêmaniyê de kir û nivîskarên raporê dibêjin navûdengê Yekîtiyê di nêv xelkê de xerab bûye û baweriya xelkê wekî berê bi Yekîtiyê nayêt û nakokiyên di nêvbera hersê kesên esasî Celal Talebanî, Noşîrwan Mistefa û Kosret Resûlî de jî wisa dike ko Yekîtî nikare roleka pêşeng di siyasetê de bilehîze.
Endamên payebilind yên Yekîtiyê Erselan Bayiz, Heme Tofîq, Mela Bextiyar, Îmad Ehmed û Dilêrê Seyid Mecîdî ev rapor yekê meha 12-ê sala 2005-ê yanî du hefteyan berî hilbijartinên giştî yên Iraqê û Kurdistanê temem kirine û malpera Yekîtiyê pukonline duhî ew belav kiriye. Em çend niqteyên giring ji raporê werdigerînin bo kirmanciyê û raporê hemiyî bi soranî lê belê bi alfabeya latînî belav dikin.
— Mekanîzmaya nêvxweyî ya Yekîtiyê niho wisa lê hatiye ko ew bi awayekê berdewam çavê xwe li karên xerab, xemsarî, dizî, helperistî, bêhngenîtî û korrupsiyonê digire.
— Problemên di nêv Yekîtiyê de nehatine çareser kirin û xirabtir bûne ji ber yekdengiya serkirdeyên siyasî yên Yekîtiyê nemaye û 1) Partî wekî xwe nemaye, 2) Hêza pêşmergeyan wekî xwe nemaye, 3) Hikûmet wekî xwe nemaye, 4) Organên dî jî wekî xwe nemane, 5) Nav û dengê Yekîtiyê jî li nik raya giştî xweşnavîtiya berê nîne.
— Di şerê digel PKK-ê de jî zerereka mezin li Yekîtiyê ket û PKK-yîyan jî wekî îslamiyan heta niho mintiqeyeka ne di destê me de birine.[Mebest çiyayê Qendîlê ye]
— Dema ko me qet tiştek nebû xelkê pir bawerî bi gotinên me dianî, niho ko quweteka me ya malî û îdarî ya mezin heye û em gelekê xizmeta xelkê jî dikin cardî jî xelk kêmtir ji tezên me miteesir dibin.
— Heta niho me gelekê zor li hikûmetê kiriye da reform di îdareya hikûmetê (îdareya Silêmaniyê) de çêbe. Heta ko em reforman di hizbê bi xwe de nekin em nikarin di hikûmetê de reforman bikin ji ber tesîra hisbê dîrekt li ser hikûmetê heye.
— Unîversîteyên Kurdistanê nikarin kadroyên jêhatî yên birêvebirina îdareya dezgehên hikûmî perwerde bikin û ji ber hindê divêt em pisporên biyanî bînin û çi mesref li wan diçe bila biçe ji biserneketina projeyên me yên heta niho çêtir e.
— Em hemî berpirsiyar in ji pêkanîna reformên pêwist û di heman demê de em hemî ji korrupsiyona heyî berpirs in.
Teksta raporê hemiyê li jêrê ye:
***
Bo çaksazî Yekêtî deqî pirrojey “Sullh û îslah” ke le layen berêzan Erselan Bayiz, Heme Tofîq, Mela Bextiyar, Îmad Ehmed, Dilêrî Seyid Mecîd pêşkeş kirawe
Hizbî rasteqîne eger le naw xoy da têk neşkê, hîç hêzêk nîye têkî bikişênê
— Bîrmendêk —
Em nîmçepirojeye ke le çendîn pêşniyaz û bîruboçûn pêkhatuwe, serencamî çendîn kobûnewey ew hevallaney le xwarewe nawiyan hatuwe, gellalle kirawe. Sereta be çend taytilêk deyxeyne ber dest, paşan, projeke le riwangey xomanewe lêkidedeynewe, be hîway in.. ew sudey pêwîst e be doxî êstay naw Yekêtî bigeyenê:
Taytillî serekî projeke
Yekem: Ciyakirdinewey hikumet û desellatî hizb.
Duwem: Komîteyekî balla le şarezayanî Kurdistan û pisporranî derewe bo lêpêçînewe û hellsengandinî hikumet: Jêrxanî abûrî, serxan, wezaretekan û dezgakan û mîlakatî fermangekan le pênawî çaksazîkirdiniyan.
Sêyem: Komîteyekî lêweşawe le xoman û pisporranî hizbe sosyalînternasiyonalekan bo serperştî û çareserkirdinî gîrugiriftekanî organekanî Yekêtî pêkibihênirê.
Çiwarem: Komîtey amadekarî kongre, yan konfirans, le hemû organekan diyarî bikirê.
Pêncem: Pêkhênanî lîjneyek bo lêkdanewey doxî lawan û darriştinî piroje û bernamey pêwîst bo perwerdekirdin û çareserkirdinî gîrugirfit û baştirkirdinî guzeraniyan.
Destnîşankirdinî kêşekan
Yekêtî Nîştimanî Kurdistan, qonaxî here sextî xebatî şaxî birrî û, serkewtinîşî le serxistinî erkekanî diway raperrînî heta ruxandinî rijêmî Sedam diyare û, xizmetêkî firawanîşî geyandote Kurdistan, êstaş gorrankarîyekanî cîhan, egerî serkewtinî ziyatirî xistote berdem gelekeman, bellam be daxewe, be dirêjayî mêjûy Yekêtî, le xiraptirîn rojgarî xebatî şax û şariya, weku êsta, le nawxoy da û le berrêwebirdinî hikumet da û le naw hestî beşêkî berçawî ray giştî da, awa dûçarî tenguçelleme, narrezayî û rexne, bê mitmaneyî xellk û rîzekanî nebotewe. Emeş, hoy babetî û xoyî heye.
Ew diyarde dizêwaney duçariyan bûyn, regezî le mêjîneyan heye. Hemû carêkîş ke kêşekan qullbubnewe û metirsîyan le ser Yekêtî peyda kirdbêt, çi berrêz sikirtêrî giştî [Celal Talebanî] û çi berrêz mektebî siyasî Yekêtî, maweyek hewlliyan dabê çaksazîyek bixene rîzekan û naw hikumetewe, bellam ew çaksaziye le ber ewey pirojey hemelayeney gellalle nekirawe, hemuwanîş le naxewe, lênebirrawîn bo çareserkirdinî kêşekan, boye, hewllekan diway çend pîne û perroyek waziyan lêhênirawe. Le pall em hewllaneş carubar le diway raperrînewe, çend endamêkî mektebî siyasî û serkirdayetî le riwangey xoyanewe, bo tegbîrkirdin le doxî peşêwî Yekêtî seriyan nabêt be yekewe, em hewllaneş coreha lêkdanewey lêkewtotewe û kardaneweşî xulliqanduwe, serencam, nezokîş derçûn. Le akamîş da nek Yekêtî û hikumet, kêşekaniyan çareser nekirawin, bellku le hendê riwewe allozawîş in. Tenanet way lêhatuwe ew mitmaneyey le nêwan rîzekanî rêkxistin û organekan da bo raperrandinî erke hizbî û îdarî û milmilanêkan pêwîst in, eweş lawaz buwe le ber roşinayî ew pêşekiye da, çend pirsiyarêkî giring dêne arawe. Ewîş eweye ke:
Yekem: Hoy babetî em kêşane çîn û çon pêwîst e zanistiyane diyarî bikirê?
Duwem: Bo çî.. Sererray rizgarî, azadî jiyan û guzeranî baştirî xellk, xellk peroşî caranî bo siyaset û hizbekan û hikumetîş nemawe, bellku rexne û gazindey zortir buwe?
Sêyem: Yekêtî Nîştimanîy bo çî, serbarî ew hemû milmilanê û hewillaney le yekemîn kongrewe dedirên, natwanê kêşekanî henawî çareser bika?
Ew pirsiyarane û pirsiyargelêkî tir hen, pêwîstiyan be lêkdanewey babetî heye. Deşbê wellamekaniyan bidozirênewe û diway dozîneweşiyan, pirojey çareserkirdinî têkrray kêşekan sax bikirênewe, heta kêşekanîş çareser nekirên û her dezgayek û organêk û serkirdeyek û berpirs û kadirêkîş rûberrûy raperrandinî erkî nwêy diway çareser nekirêtewe mehall e lem gêjengey kêşekan derbazman bibêt.
Sebaret be wellamî pirsiyarî yekem, ke hoye babetîyekan degirêtewe, pelupoy zore û tiwêjîneweyekî hemelayeney dewê.
Çunke, hemîşe hoye babetîyekan peywendiyan bew rudawanewe heye ke xo bexo ser helldeden û le ser rudawekanîş karîger debin. Boye, wellamî pirsiyarî yekem bo tiwêjînewey katî helldegirîn.
Bo pirsiyarî duwemîş, le layekewe peywendî be wellamî pirsiyarî yekem û le layekî dîkeşewe, peywendî be çareserkirdinî kêşekanî pirsiyarî sêyemewe heye. Boye lemîşiyan wazdehênîn û lem nusîne da, tenha qise le ser wellamî pirsiyarî sêyem dekeyn, bo emeş le riwangey êmewe, em bîruboçunane be pêwîst dezanîn:
— Be dirêjayî 30 sallî mêjûy Yekêtî, her katêk serkirde serekîyekanî Yekêtî le nêwan xoyan da rastgoyane teba bûbin, tiwanîwiyane raberayetî Yekêtî le dijwartirîn rojgar da biken û lew perrê nehametî da, be hoy ew tebayî û rastgoyetiyewe, Yekêtî dirêjey be xebat deda, le naw hawkêşe siyasîyekanî Kurdistan û Îraq û nawçekeş da, bebê serkirdayetî Yekêtî, hîç birryarêkî siyasî nededira.
— Be pêçewaneşewe, le diway raperrînewe katêk serkirde serekîyekanî Yekêtî le naw xoyan da weku serdemî şax teba neman, be taybetî le yekemîn kongrey Yekêtiyewe, îtir heta hatuwe pirinsîp û dîsiplînî naw Yekêtî le serewe bo xwarewe lawaz bûn. Êsta way lê hatuwe berdewam debêt çawpoşî le xirapekarî, kemterxemî, dizî, helperistî, bogenî û gendellîş bikirê. Bo selmandinî ew dû rastiyey sereweş, rudawekan û hewllekanî naw Yekêtî şayet in.
Bo nimûne:
Le yekemîn kongrewe (1991) herçî hewilldirawe kêşekan çareser bikirên, serînegirtuwe. Bellku xiraptirîş teşeneyan senduwe. Bo? Çunke yekdengî serkirde serekîyekanî naw Yekêtî nebuwe. Her bem hoyeşewe, kodengî çareserkirdinî kêşekanîş le naw rîzekan da desteber nekirawe. Çareserinekirdinî kêşekan, bere bere karî kirde ser seng û karîgerî Yekêtî, tiwanaw dînmakiyetî organekanîşî lawaz kirduwe. Serencam: 1) Hizb weku xoy nema. 2) Hêzî pêşmerge wek xoy nema. 3) Hikumet weku xoy nema. 4) Organekanî dîkeş weku xoyan neman. 5) Tenanet naw nawbangî Yekêtîş le naw ray giştî da xoşnawîekey caranî nema. Ew rastiyane têkirra, wayan kird, Yekêtî le rraperrandinî erke dîmukrasîyekan û dam û dezgakanî hukmirranî hawçerx da, duçarî tengu çellemey zor bibê. Serencamekeş bewe şkayewe ke:
— Netwanîman le şerrî nawxo desellatî firawanman biparêzîn û netwanîşman weku demanwîst serbikewîn.
— Tenanet. Waman beserhat be hêzî xoman dereqetî hêze îslamgera biçukekanîş neyeyn.
— Le şerrî (PKK) şî da, ziyanêkî gewreman kird û ewanîş weku îslamgerakan nawçeyekiyan heta êstaş lêdabirrîwîn katêk.. Organekanman têwedeglêne giriftî nawxoyî û çareserî rasteqîneyan bo nadozirêtewe meinewiyatiyan lawaz debêt. Diyar e hêzî pêşmergeş le bedîhênanî stratîjî siyasî da serinekewê, emeş be dewrî xoy tenguçellemey naw baqî organ û damudezgakan, qulltir dekat. Çunke xeslletî Yekêtî wa buwe ke rêkxistin û hêzî pêşmergey weku cimig le dayik bûn. Hêştaş pêkewe dejîn.
Bêhudeyî pîne û perro!
Derkewt.. Siyasetî pînewrro, ziyanî zortirî lêdekeyn, katêk hîçman nebû, xellk zor bawerrî be qisekanman dekird, êsta ke tiwanayekî darayî û îdarî zorman heye, xizmetîşiyan zor pêdekeyn, ke çî xellk kemtir dekewête jêr karîgerî têzekanmanewe. Cige le hoye babetiyeke, hokare xoyiyekey naw xoman, lem barewe, ziyanî zorî lê dawîn, ba lêre da be kirawetir qise bikeyn. Bellê:
Lediway raperrînewe, Yekêtî çend serkewtinî bedesthênawe û çendîn qazancî kirduwe, bellam le naw xoy da û le naw xellkîş da, be hoy kêşmekêşe nawxoyiyekanewe, le we kemtir ziyanî negeyandote xoy. Şitêkî seyrîş nîye wabêt. Hêzêk le beramber ew hemû dujmin û dijane da, le rraperrandinî ew hemû erke girane da, le naw xoy da rîzekanî awa allozêndirabêt, le diway raperriynewe peyta peyta serkirdekanî, organekanî, hevall û dostekanî kewtibne wêzey yektir. Hêzî wa mehalle bitwanêt be siyasetî pînewperroy rîzekanî û pişt estûr be raburdûy, le giriftekanî derbaz bikirêt (14) sallî rebeq qise be yek gutin, tenha hêzêkî weku Yekêtî bergey degirê.
Le diway ew hemû salley, xoxorî kirawete xûy naw Yekêtî, girîman tiwanîman serleniwê barî babetî wirdtir le caranîş bixwênînewe, stratîju projey hawçerxîş gellalle bikeyn, girîman hemû ew karaneman encam da, bellam eger bêt û he nawî xoman awa pirr le jan bêt, axo detwanîn ew bername û birryarane cêbecêbikeyn? Bêguman nexêr. Çunke le duniyay siyaset da darriştinî siyaset û diyarîkirdinî amanc çend giring bêt, amraz û çoniyetî bedîhênanî ew stratîju amance, giringtire lêrewî debêt pêş hemû şitêk be xoman da biçînewe mallî xoman awedan bikeynewe heta bitwanîn bo raperrandinî erke nwêkanman bikewînewe xo. Ke xoşbextane Yekêtî ew hêzeyew xawen ew mêjuweye û tiwanayekî ewtoy heye. Detwanê diway çaksazî rîzekanî, le maweyekî kem da bikewêtewe xoy û be dillniyayî rîzekaniyanewe bişibêtewe pêşengî here diyarî gorrepanî siyaset bo? Le ber ewey hêşta amancî bedînehatûy gelekeman zor in û le meydanekeş da, ne hêzî baştir le Yekêtî heye û ne taze be asanî hêzî mitmane pêkirawîş, weku eltertatîv dademezirê.
Lew riwangeyewe bo ewey carêkî dîke destxerrorî pînewperro nebînewe, ew pêşniyazaney be pesendî dezanîn bo naw xoman, be raşkawî deyanxeynerrû.
Çaksazî û dîmukrasî
Pirensîpî çaksazî, her debêt dîmukratîzekirdinî rîzekanman bêt. Lem serdemeş da dîmukrasî zor karîgertir e le helumercekanî pêş û paş raperrîn da. Boye em şêwe û birre dîmukrasiyey caranî Yekêtî çîtir dadiman nadat. Pêwîst e dîmukrasî be çemke firawanekey le serewe bo xwarewe Yekêtî peyrrew bikirêt, be bê ewey merkeziyetî organekanîş feramoş bikirêt. Teniya le fezayekî siyasî hizbî û away şefaf û dîmukrasî da, Yekêtî debujêtewe û debêtewe cêy mitmaney caranî ray giştî.
Peywendî serkirde serekîyekan
Çaksazî û dîmukrasî, le naw rîzekan û organekanî Yekêtî da, tenha beşêneyî û berdewamî dekrêt, nek be qellembaz. Yan be xeyallî serxistinî bernameyek le bernamekan, le konfirans yan le kongre da. Tebayî le nêwan Mam Celal û kak Newşîrwan weku sikirtêrî giştî û kesayetî duwem zor giring e bo bernamey çaksazî. Diyar e peywendî nêwan em du serkirdeyeş regî le mêjîne û ezmunêkî dirêjî le piştewe ye. Ciya le tebayî nêwaniyan le naxewe le ser dîsiplîn û pirensîpî hizbayetî hawçerx û dillniyayî bexşînewe be rêkxistinekanî Yekêtî Nîştimanîy Kurdistan, mehall e bem lêkitirazane derûnî û rêkxiraweyî û lem barudoxe cencalley berjewendîyekan da girewî serkewtinî ziyatir bibirêtewe, be pêçewanewe rîzekan berew metirsîdartir derron û Yekêtîş girewî lêdebirdirêtewe.
Giyanî tebayî rasteqîney Mam Celal û kak Newşîrwan dillniyatirman dekat be tebabûniyan legell kak Kosret, hersêkiyan be yekewe sêkoçkey binerretî naw Yekêtî pêkdehênin. Nakirê le hawkêşe hizbî û siyasî û cemawerîyekanî Kurdistan da hîç kamêkiyan feramoş bikirên.
Serkirdayetî Yekêtî
Tebayî dîmukrasiyaney ew sê serkirde serekîye weku pêwîst be rêwe naçêt eger kargêrr û mektebî siyasîş kara nekirên. Debêt mektebî siyasî û kargêrr, kargêrrî tewawî erkekan bin le nêwan du kobûnewey serkirdayetî da, egîna sêkoçkeke serkewtû nabin, eme taqe çareserî rîşeyî gerraneweye bo karî organîkî.
Pêwîst e serkirdayetî Yekêtîş tewawkerî erke hizbîyekan bêt û bixirêtewe gerr û hemû endamêkî serkirdayetî le biwarî karî xoy da le çiwarçêwey dîsiplîn da lêy bipirsirêtewe çalakîyekanî stayiş bikirêt û kemiterxemîyekanîşî serzenişt bikirêt, pêwîst e organekan le gell gorrankarîyekanî serdem biguncêndirên û serleniwê dabirrêjirênewe.
Çaksazî hizb pêş hikumet
Pêman wa ye, le ber ewey hêşta Yekêtî weku hizbî desellatdar, birryar û arastekanî le ser hikumet û damudezga resmiyekan karîger in, boye qisekirdin le çaksazî hizb, pêş qisekirdin e le çaksazî hikumet bellam dabirrawîş nîye lêy.
Heta êsta çendîn car fişar xirawete ser hikumet bo çaksazî bebê ewey organe hizbîyekan le binerretewe destkarî kira bin. Eme helleyekî lojîkî ziyanbexş buwe. Ger hizb, le serewe bo xwarewe çaksazî nekirêt û nekirête nimune. Mehall e hîç pirojeyekî çaksazî hikumet, serbixirê, boye pêşekî çaksazî binerretî Yekêtî, zemînexoşkerî çaksazî îdare û hikumetîş e. Lem bareşewe pêman wa ye ke wa:
Hikumetî êstay Kurdistan (îdarey Silêmanî) kêşe, yan gendellî, bîrukiratiyet û mişexorî, herwa hellawisanî mîlakatî fermangekan le fermanber, em diyardane le pirr seriyanhellnedawe. Em kêşane, beşêkiyan bo serdemî rijêm û beşêkîşiyan bo serdemî hukmirranî berey Kurdistanî û beşekanî tirîşiyan bo serdemî her çiwar kabînekey Kurdistan degerrênewe.
Çaksazî le hikumet da hawkatî çaksazî le organe hizbiyekan, wirdbûnewey zorî dewêt. Rast e çaksazî organe hizbiyekan pêwîst e pêşbixirê, bellam çaksazî hikumet bo naw ray giştî zorî giringtir e, bo çî çaksazî organekanîş debêt bixirête xizmetî çaksazî hikumet û îdare? Çunke hemû hawllatiyek rojane pêwîstî be hikumet û îdareye.
Gorrankarî hemelayeney hikumet, serapa pêwîst e, emeş le jêrxanewe, çaksazî pêwîst e, jêrxanî hikumetekey Kurdistan, tenguçellemey zor tiyaye, karî kirdoteser bazarrî azad û azadî kasbî xellik. Le rrûy abûrî, hawsengî kirrîn, firoştin, edalet le mûçe û hawsengîyek lejiyanî komellayetî û hawirdin û henardin seqamgîr bin, bêguman bîrurray giştîş asûde debêt û kemtir pîlangêrran detwanin ajawe binênewe. Bepêçewaneşewe, jêrxan, bazarr, berhem, hawirde û, henarde, hawsengî komellayetî û bijêwî xellik, dûçarî kêşey rojane bibin, eme karîgerî xirapî le ser hellawisan, giranî, nirxî diraw, tiwanay kirrînî hawllatî, berzu nizimbûnî nirx, paşekewt û karîgerî sîwle, ta dêt heye. Asayiye danî piyabnêyin em hikumetey ême kem û kurrî xellkanî xawen birrwaname û ezmûndîdey hemû biwarekanî heye. Emeş lem sall û çend sallî ayinde da qerebû nakirêtewe. Çunke le zankokanî Kurdistan da pisporrî zor gewre pênageyendirê. Boye pêwîst e hana bo pisporrî derewe berîn. Pisporr bo hemû biwarêk, wezaretêk, pirojeyek. Çend pisporrî pêwîst bihênîn û çendîş pêwîst bikat yarmetiyan bidirêt, hêşta mesrufekey zor kemtir e le ziyanî şikistî pirojeke, bîrukratiyet, mişexorî û gendellî be taybetî bo hênanî pisporr û kirdinewey korsî şarezayî abûrî, perwerde, xwêndinî balla û kar asanî bo kompaniya here be tiwanakanî nawçeke û cîhan. Çaksazî hikumet, be pîlan, nexşe, piroje, tiwêjînewe, pisporr, deyan kongre, konfirans û sîmînar dekrêt.
Emaneş be terxankirdinî pareyekî zor, be pêy bernameyekî zanistî debêt, derkewt çaksazî le naw hikumet da ne be birryarî hizb, ne be hellmetî rageyandin û ne be herreşe û gurreşe, tenanet be weş nakirêt em û ew wezîr sê sall carêk bigorrdirêt.
Em kare îdariyane baş in, bellam nexoşîye teşenesenduwekanî gendellî çareser naken.
Em bîrurrayane, tenha peywendîyan be organekanî xoman û hikumetekey îdarey Silêmanîyewe heye, bêguman em meselane dabirraw nîn le siyasetî Yekêtî beramber Partî û yekxistinewey hikumetekan û peywendî Yekêtî legell hemû layenekan.
Be siyasetî Yekêtîşewe le naw Îraq û nawçekew cîhanîş da. Hemû em meselaneş pêwîstiyan be piyaçûnewe û darriştinewey wirdtirî bernamekanman heye.
Heta legell baqî biwarekanî tir da hawaheng bin. Çareyekîş le berdemman da nemawe çaksazî rasteqîne nebêt. Her hemûşman berpirsiyarî em çaksazîyeyn, le heman katîş da berpirsiyarî lem doxe dijware û lem gendellîye.
Diyar e her yeke û her berpirsiyarêk û her karbedestêk, be pêy seng û karîgerîy xoy. Pêşînan gutenî "merr be pêy xoy û bizinîş be pêy xoy helldewasirêt" hîç kesêk nîye le her pile û payeyek bêt, natwanêt xoy leoballî teng û çellemekan derbaz bikat. Kesîş firyadirres û Xidirî zînde nîye. Be hemûman karekan le girêjne derkirawin û be hemûşman lem qonaxe da çak dekrêtewe.
Katêkîş çaksazî heme layene, bo hemû biwarekan kirane rastîyekî haşa hellnegiru yasa û rêsayekî nwêy karkirdin daniran û çespêndiran, ew kate hemuwan le sikirtêrî giştîyewe bo cêgirekey heta baqî postekan her hemûman pêwîst e pabendî raperrandinî erkekanman bîn be pêy rêkewtinî peymanî nwê karbikeyn. Xemî karekan bixwên.
Pêşiman wa ye, Yekêtî û hikumet çîkeyan be berewe nemawe, rudawekan le serman nawestin û xellkîş le ber rabirdûman çîke çaw le kemukurrî û gendelliyekan û xwastekan û xwastekaniyan napoşin. Hemûman yan debêt şan bideyne ber erkî rastkirdinewey barî gillawî doxekeman, yan eger hebin, xoyan be her biyanûyek û pasawêk bidiznewe, ke wata:
Ewane.. Yan nayanewê beşdarî çareserî kêşekan biken û lem doxe xeternake derbaz bibîn. Yaxud ewane meram û nexşey şaraweyan heye û berebere deyanewê qeyranekan berew teqînewey metirsîdartir berin. Le hemû halletêk da, be beriyewe nemawe le berdem rudawekan da doş dabimênîn.
Yan aştbûnewe bo çaksazî
Yan yeklakirdinewe bo paksazî
Legell rêz û supas û hîway be tengewehatinî em projeye
Silêmanî: 2005/12/01
Erselan Bayiz
Heme Tofîq
Mela Bextiyar
Îmad Ehmed
Dilêrî Seyid Mecîd |