CIZÎRA BOTAN, 9/10 2015 — Her tişt bi “nûçeya lezgîn” a Fox-tv-yê dest pê kir. Ji xwe ew serê çend rojan bû em li benda wê xeberê bûn. Me wek navê xwe dizanî ko wê “qedexeya derketina derve” çêbibe. Ji ber ko beriya wê mehekê li çar taxên Cizîrê yên Sûr, Cûdî, Nûr û Yafesê xendek hatin kolandin.
Heta vê carê kevirên mezin jî anibûn û kolan ji hatin-çûna erebeyan re girtibûn. Lê belê kesî nedizaniya ka wê kengê dest pê bikira.
Bi nûçeyê re kelecanek kete taxê. Ji ber ko taxa me ya Sûrê jî taxa operasyonê bû. Her kesî dixwest ji taxê derketa û biçûya ciheke ewle. Cihê ewle jî taxên nava bajarê berê bû. Lê ji bo çûyîna wan taxan jî diviya maleke nêzîkî wan hebûya.
Di vê navberê de kelecan kete nav mala me jî. Ji ber ko nedizaniya ka wê encam çawa çêbibûya. Wek her kesî me ji dixwest em zarokên xwe di nav wî agirê dojehê de nehêlin.
Diviya em zû ji malê derketana, lê ka em ê çûbûna kûderê? Em sê mal bûn; mala min û mala herdu lawên min ên zewicî.
Nûçe demjimêr 19.30-ê gihîşte me, qedexeyê jî demjimêr 20.00-ê dest pê dikir. Di destê me de 30 xulek hebûn. Diviya di van sih xulekan de em ji mal derketana û bigihiştana binecihê, ango mala ko em biçinê.
Li nava bajêr gelek malên ko em çûbûnayê hebûn. Mala qîza min, mala birayê min, mala biraziyê min. Ji bilî wan jî malên dost û havalan. Li wir, ango li nava bajarê kevin herçiqas qedexe hebû jî lê hêzên dewletê ewqas zêde girîngî nedidanê. Ji ber ko wana dizanîn ko hêza çekdar ya kurdî li taxên derve yên ko xendek lêhatîn kolandin bûn.
Demildest me biryar da. Li gorî biryarê em dê li sê malên cuda belav bibûna; mala qîza min, mala biraziyê min û mala birayê min.
Me bi awayekî lezûbez tiştên xwe yên sivik xistin erebeya xwe û em ji mal derketin. Li taxa me tenê kolaneyek hebû ko beriya wê em di wê kolaneyê re derbas dibûn, diçûn nava bajêr. Em dîsa wek her car hatin wê kolaneyê. Elaletek zêde ketibûn kolaneyê. Her kes direviyan. Ji leza kesî rê nedidan yên dî. Trafîk tevlîhev bibû. Min zanî derbasbûn ne qabil e, hema ez şûnde vegeriyam malê. Min erebeya xwe xist mal de û em peya ketin ser rê.
Dem zû diherikî, gelek nemabû. Diviya em zû çûbûna. Em ji şahrêya Nisêbînê derbas bûn û me du mal şandin binecihê û dor gihabû me. Ez û hevjîna xwe û lawikê min ê xwendekarê zanîngehê em dê çûbûna mala birayê min yê ko mala wî li taxa Dîcleyê bû. Lê hê em negîhiştîn mizgefta Nebî Nûh, dengê çekan hat. Diyar bû ko seet temam bûye. Ji ber wê çendê me jî ji tirsa berê xwe ji wir guhert û em jî çûne mala qîza min, ko mala wan li taxa Deryê Çiyê (dag kapi) bû. Piştî em gihîştin nava taxa ewle nûka ruh bi me de hat. Êdî guhê me ma ser dinyayê. Dengê fîşekan, dengê top û hewanan diçû ber erş.
Ew taxa ko em lê û li hin taxên Cizîrê elektrîk û înternet hebû, ji ber wê çendê bêhna me gelek teng nedibû. Me li nûçeyan temaşe dikir. Lê ji ber ko me nedizaniya ka li taxên dî çi qewimîye, encama şer û pevçûnan çawa çêbûye, em gelek diqehirîn.
Wê şevê welê bi tirs û bi qehr û kul derbas bû. Bû sibe, diviya yek çûbûya firinê, nan bianiya. Li taxên nava bajarê kevin hêzên dewletê nebûn, ji ber wê çendê xelkê dikariya derbiketanê kolanê. Min dil neda ez zarokên xwe bişînim derva. Ez bixwe çûm firina Tatlisozê. Ber devê firinê qiyamet bû. Hema bêje nîvkîlomêtrekê mirov ketibûn dorê. Min li devê wan nihêrî, agir ji devê wan dibariya. Diyar bû ko gel, heta gelê Cizîra kevin jî ji polîtîkaya AKP-ê gilîkar bûn.
Piştî demeke dirêj dor giha min, min jî got “tali’ ko tête firset muhlet li nik heram e” û têra du rojan nan stand û berê xwe da malê. Roja piştî wê jî elektrîk û înternet hebû, ji ber wê çendê pêwendiya me bi cîhana derve re hebû. Heval û hezkerên me li me digeriyan, xemgîniya xwe ji me re dianîn zimên. Lewma dilê me hinkê rehet dibû.
Şevên me yên li nava bajêr gelek xweş derbas dibûn. Ez ne tê de xelkê hetanî sibehê li kolanan sohbet dikirin. Bi kêf û şahînet, bi tilîlî, bi teqûreqa firaxan ya bi armanca protestoyê, bi sohbetên li ser kurdayetiyê, bi şîroveyên li ser bûyeran derbas dibûn.
Her çiqas cihê me ewle bû lê em di mereqa xizmên xwe yên li taxên dî de bûn. Kekê min ê li taxa Dîcleyê ser hev xeber ji min re dişand ko ez û hevjîna xwe herin mala wan. Min jî diviya ez çûbûma cem wî, ji ber ko ew ji bilî biratiyê min bû, her wiha wek hevalek û wek hevrêyekî min jî bû. Lê belê di navbera me de şahrêyek hebû ko hêzên dewletê ew şahrê pir bi kar dianîn. Her wiha nêzî Mala Hikûmetê jî bû ko segvan (nîşancî) li ser banî cî girtibûn, kî bixwestana dikuştan. Ji ber wê çendê xetereya çûnê hebû.
Piştî du şevan elektrîk qut bû. Êdî ne înternet ma, ne tv ma, ne jî guhdana nûçeyan ma. Ser hemû kul û halan re germa Cizîrê. Yên germa Cizîrê dîtîn dizanin. Me nediwêriya em derketana ser banî jî. Heta sibehê em li nav xwêdanê de man, me xwe merihand. Di vê navberê de me lanet jî li AKP û li serokê wê dianî.
Rojê sisêyê min berê xwe da şahrêya nû ya li nava bajêr, min dît yekî li ser xatirê hevalekî xwe dikana xwe hinkê vekiriye. Ez jî çûm dikanê de û qederek tişt min standin, anîn malê.
Di vê navberê de xeberên şehîd û birîndaran dihatin. Dilê me dişewitandin. Hela xebera ko termê zaroka hatî kuştin xistibûne sarincokê, dinya li ber çavê me tarî kir.
Dilê me her li ser malê bû, ka xaniyê me çawa ye, cîranên me yên nereviyayîn di çi rewşê de ne, me ew meraq dikir. Rojekê hinde bêhna me teng bibû, min û hevjîna xwe me biryar da ko em herdu tenê biçin mala xwe. Lê belê di navbera me de şahrêya Nisêbînê hebû. Hêzên ewleyiyê (!) her çiqas ji tirsa gerîlayan di wê şahrêyê de kêm derbas dibûn, lê dema derbas dibûn jî kî dîtiban lêdireşandin. Îca yên ji wê şahrêyê derbas bibûna jî ew û şansa xwe. Eger polîs rastî wan hatibana xwelî li wan bibû. Ew şahrê bibû wek tixûbê du dewletan. Ji ber wê yên bixwestana derbas bibûna xwe amade dikirin, li derdorê baş dinihêrîn û paşê jî derbas dibûn. Em jî welê derbas bûn. Em hatin mala xwe. Em hatin mala xwe lê vê carê her wekî qalikê me li malê û ruhê me mayî wir, li cem zarokên me.
Li mala me elektrîk hebû, me li nûçeyan guhdarî kir, em ketin înternetê. Ew hinkê xweş bû. Lê çi fayde demjimêr 9-ê dengê topan dest pê kir. Heta sibehê dengê topan nesekinî, her ko diçû nêzî me dibû. Bi rastî em li hatina xwe juvan bibûn, lê feyde nedikir. Ji ber ko zarokên me yên li nava bajêr mayî telefon ser telefonê pirsa me dikirin, ji me re diqehirîn.
Bû sibeh dîsa me biryar da ko em dîsa vegerîn nava bajêr, cem zarokên xwe. Çi kul û halê heyî, bi tirs û tomet û welê destê me li ser dilê me em ji şahrêya Nisêbînê derbas bûn û em gihîştî mala xizmê xwe.
[dê bidome] |