SWÊD, 29/6 2015 — Dema li cihanê gilî dihate ser komkujîya ermenîyan di Împêratorîya Osmanîyê da, mirovahîya pêşverû Tirkîye û Ermenistan dida li ber hev û herdem Tirkîye sûcdar derdixist û Ermenistan wek ziyankêş destnîşan dikir.
Bingeheke wê helwestê jî ew bû ko ew herdu welat çawa berê xwe didine gelên kêmjimar yên di nav xwe da û digotin: -Li Ermenistanê çend hezar kurd hene, lê ji salên 30î yên sedsala 20î destpêkirî ev welat hema bêje bûbû navbenda pêşdabirina çand, edebîyet û zimanê kurdan li tevaya cihanê, lê li Tirkîyê çend deh mîlyon kurd hene û çand, edebîyet, heta zimanê wan jî hatîye qedexekirin.
Ev hetanî salên 90î yên sedsala 20î ha bû. Dû ra çi qewimî? Sovyeta xwedî û xudana gelên kêmjimar (herwiha kurdên Sovyet jî) hilweşîya, Ermenistan bû komara serbixwe, fînansekirina wan ocaxên kurdan hate kêmkirinê, wextê weşanên radyoyê 3 caran hate kurtkirinê, rojnameya ”Rya teze” dewsa di heftêyê da du caran, niha hema bêje mehê carekê jî dernakeve, lê eksî wê li Tirkîyê zimanê kurdî serbest bû, ji bo kurdan çend têlêvîzyonên dewletê vekirin, xwendina kurdî li ûnîvêrsîteyan serbest bû, bi dehan weşanxaneyên kurdî hene û partîyên kurdan yên lêgal kar dikin. Û îro Tirkîye bêminet ji cihanê ra dibêje, de ka mêze bikin li Ermenistanê her tiştê kurdî kêmtir dibe û cem me zêdetir dibe.
Ev yek ji kengê va û çawa destpê bû? Ji wê demê va, gava sala 1989an li Ermenistanê bi riya hesabkirina binecîyan di nav şevekê da ji 50 hezarî zêdetir kurdan weke 47 hezar bi fermî bûne xudêgiravî miletekî din – êzdî, dû ra jî parlamêntoya Ermenistanê zimanê ”êzdikî” wek zimanê miletekî cihê qebûl kir.
Gelo ev hemû bi zanebûn, bi biryar an jî daxweza dewleta Ermenistanê bû? Na! Çend êzdîyên aktîv (bi çend nasyonalîstên ermenî ra tevayî) ko tu eleqê wan bi ronakbîrîyê, xwendinê tunebû, xwe dane ber vî karî, kirine qareqar, dengê wana hate bihîstin û bi ser ketin. Ewana ketine nava milet, derew li wan kirin ko eger hûn bêjin em kurd in, wê we ji vî welatî derxin, ji ber ko hinek kurd di dema komkujîya ermenîyan li Împêratorîya Osmanîyê tevî qira ermenîyan bûne (gelo dewleta Ermenistanê zane, ka çi maran di paşila xwe da germ dike?). Berî wê jî birrek êzdîyên, wek dibêjin, neşûştî êrîş birine ser redaksyona rojnameya ”Rya teze” ko hûn bo çi me dikin kurd, çend caran xebatkarên rojnameyê bi alîkarîya polîsan karibûn ji rêdaksyonê derkevin, herine malên xwe, pişt ra jî êrîş birine ser beşa Kurdzanîyê ya Akadêmîya Ermenistanê û texteyê ko li ser ”Beşa Kurdzanîyê” hatibû nivîsar, şikênandin, anîne xwarê, dijî rojnameya ”Rya teze” doz vekirin ko bona çi ewê di hejmareke xwe da gotarek çap kirîye ko di wê da tê gotinê li Ermenistanê weke 50 hezar kurd hene, lê gorî hesabkirina binecîyan, ew ne kurd in, lê êzdî ne û h.w.d. Di mehkemeyê da jî çend tajîyên wan êrîşî me kirin.
Eger di nav ermenîyan da çend nasyonalîst hebin ko hewil didin êzdîyan ji koka wan biqetînin û wana bê serî û bê welat bikin (ango, ronakbîrên wî miletî îzole bikin û milet bê welat bihêlin), ew ne tevaya gelê ermenîyan e. Derheqa vê yekê da gelek ermenîyên şîrhelal û dostên kurdan nivîsîne. Yek ji wan akadêmîkê navdar Parûyr Mûradyan e ko di gotareke zanyarî di rojnameya ermenî ya fermî ”Grakan têrt” (”Rojnameya wêjeyî”) da çap kirîye (8ê adarê sala 1991ê). Ew dinivîse: ”Em sîyasetê daynine alîyekî. Kê û li ser bingehê kîjan çavkanîyên zanyarî dikare îzbat bike ko kurd û êzdîyên di hêla antropologîyê, zimên, êtnîkîyê û dîrokîyê-kûltûrîyê da yekgirtî du gelên cuda ne? Eger armancên veşartî yên çend ronakbîrên ermenîyan tune û nêta wan ne xirab e ko fikireke ji ber xwe derxistî - ”gelê êzdî” sêwirandine, çima dubendîyê dikine nava êzdîyên Ermenistanê û wana dikin du perçe?”.
Gelo hesabkirina binecîyan çawa derbaz bû? Wextê hesabikirina binecîyan her kesî digot ez êzdî me û hema bêje her kes ji wan jî zanibû ko êzdî kurd in. Ji gelekan jî nehate pirsîn û ew wek êzdî qeyd kirin. Û kurdên misilman wek kurd hatine qeydkirin, lê kurdên êzdî wek êzdî. Ango, yên wek min ko bi hezaran in û bi koka xwe va kurd in û xwe kurd dibînin, gorî wê statîstîkê bûne êzdî û di encamê da miletê êzdî derkete meydanê. Ew çend kesên aktîv jî dîtin ko miletê êzdî qebûl bû, wê demê fikirîn ko bo vî miletî zimanek lazim e û çê kirin: ”êzdikî”, ne xem e ko heta wî çaxî zimanekî wisa tunebû û ew ziman kurdî bû, zaravayê kurmancî. Lê nikaribûn navekî ji welatê xwe ra bibînin û niha wek welatê xwe navê ”Êzdîxan” bi kar tînin ko nivîskar Korda Mad (Ezîzê Cewo) di gotareke xwe da xweş bersîva van kesan daye (http://www.amidakurd.net/qunciknivis): ”Kal û bavên me dema gotine êzdîxane û misilmanî, mebesta wan ne ko war û meskenê êzdîyan, lê du civakên (beşên) gelê kurd bûye – civaka kurdên êzdî û ya kurdên misilman”. Ango, gotina ”êzdîxane” her tenê bi dîn va girêdayî ye.
Gelo ew êzdî kê bûn? Ewana ew kes bûn ko di dema Sovyet da hewil didan bikevine nava cêrgeyên ronakbîrên miletê xwe, lê ji ber ko hiş û mejûyê wan, kurmancîya wan û xwendina wan têrê ne dikir, tu xetek jî bi zimanê xwe ne nivîsîbûn û nikaribûn bixwendana, nikaribûn biketana ocaxên miletê xwe yên çandî û edebî da kar bikirana, bibûna rojnamevan, nivîskar û zanyar, herdem jî rê digerîyan ko armanca xwe pêk bînin. Û ji bo wê yekê rêyek dîtin: madem hemû xwendî û ronakbîrên êzdî yên Ermenistanê xwe kurd dibînin, em xwe ji kurdan cihê bikin, bibin miletekî cuda, ango bibin êzdî, û ji dewletê de`wa ocaxên xwe yên çandî, edebî, zanyarî û… de`wa pereyan bikin. Û kirin. Ermenistanê jî gorî qanûnên dêmokratîyê mafê wan û gelên din yên kêmjimar, wek aşûrîyan, huruman (yûnan), rûsan, ûkraînan û yên din dan. Tenê mafê frankan, lûsavorçakanan û hamşênîyan ne dan. Gorî wê prînsîpa ko êzdî ne kurd in, wê demê ew beşên gelê ermenîyan jî gerekê ne ermenî bûna. Beşeke ji wan “êzdîyên teze” xwedî bi semeran pez bûn, bi dehan salan havînan ser 5-6 mehan li zozanan bûn û ji ber wê jî zarokên wan nediçûne dibistanan, di rûyê wê yekê da nesleke nexwendî û nezan, lê xwedî pere hasil bû, pere jî alî wan kirin ko ew di nava beşeke milet da bêne naskirinê û bi vir û derewan milet bînine alîyê xwe. Lê dema gorî qeyde û qanûnên nû êdî nema dikaribûn herine zozanan, ji ber ko ew ax êdî bûbû milkê dewletê û xwedî û xudanên wan axan hebûn, ji çiyê daketin aranan, pez-dewarên xwe firotin, pereyên mezin ketine destan û ji xwe ra gotin: “mala min neşewite: pereyên min hene, milet min nas dike. Ez ji kê kêmtir im ko bûne ronakbîr, rojnamevan û nivîskar, xwedî kursî û qedir in?“.
Dawî ji bo êzdîyên wisa dewletê destûra weşanên radyoyê (kîsî kurtkirina demên weşanên radyoya bi zimanê kurdî) û weşandina rojnameyê da. Di encamê da radyoya wan bi zimanê kurdî ye û rojnameya wan ya ”Dengê êzdîyan” bi zimanê ermenî ye. Paşê fikirîn ko ji bo radyoya wan sitiran lazim in. Ji ber ko wana nikaribû tu sitiranek jî qeyd bikirana, dest avêtine milkê radyoya kurdî, sitiranên kurdî û yên kurdan bi radyoya xwe wek yên êzdîyan diweşînin, ango dizî kirin.
Paşê fikirîn ko lazim e pirtûkên dersan yên bi zimanê jiberxwevaderxistî – êzdikî, çap bikin. Û çap kirin. Meriv nikare bêje ko kalîteya wan pirtûkan nimiz e, lê dikare bêje ko ew bê kalîte ne. Lê gelo di dibistanên gundên kurdan an jî li dibistanên gundên ermenîyan ko gelek êzdî lê dimînin, wan pirtûkên dersan bi kar tînin? Derheqa vê yekê da nivîskar Emerîkê Serdar di hevpeyvîna bi Rudav Tv ra ha dibêje: ”Li Ermenistanê 22 gundên kurdên êzdî hene. Tenê 2 gundan qebûl kirîye bi wan pirtûkan va dersan bidin zarokan, ew jî serwêrê wan dibistanan ermenî ne û haya wan ji meseleyê tune. Gundên dinê (her 22 gundên kurdan jî ko hemû binecîyên wan kurdên êzdî ne) gişkan jî înkar kirine bi wan pirtûkan zarokên kurdan fêrî zimanê wan bikin”.
Di van reportajan da jî baş xuya dibe ko di gundên kurdên êzdî yên Ermenistanê da dersên ziman û edebîyeta kurdî derbaz dibin. Yek gundê Elegezê ye, yek jî Pamba kurda ye ko niha navê wî Sîpan e. Her kes bi kurdî difikire, her kes xwe kurd dibîne, her kes helbestên Fêrîkê Ûsiv û Cegerxwîn dixwîne, her kes bi kurdî dijî: Mêzekin, ev li gundê Pambê ye, (http://www.youtube.com/watch?v=4w7xoqUlSmo), ev jî ji gundê Elegezê ye: (https://www.youtube.com/watch?v=7pEg4AN18vA#t=147). Eva dawî rêportajeke têlêvîzyona Ermenistanê ya fermî ye, ango fikira dewletê ye. Li wir rêvebirê bernameyê Narêk Baxtaçyan bi xwe dibêje ko li Ermenistanê 40 hezar kurd hene (kes tune ji êzdîyên surpêketî pirs bike, hûn bo çi vî camêrê ermenî nadine mehkemeyê?), 21 gundên kurdan hene (ku êzdî ji wan ra dibêjin gundên êzdîyan). Di rêportajê da paleyekî gundê Elegezê dibêje ko ew pir dixweze welatê wî Kurdistan rizgar bibe, serwêrê dibistanê dibêje ko ew dersên zimanê kurdî derbaz dibin, wênekêş û rêvebirê têatroya kurdî ya Elegezê Rizganê Emo dibêje ko gelek sal in karê pêşdabirina çanda gelê kurd dike û h.w.d.
Lê di rasthatineke van axirîyan li Rewanê, li mala bazirganekî êzdîyan yê mezin Pîr Zade ko li wir gelek kesên navdar û êzdîyên bi esilê xwe va ji Şengalê Heyder Şeşo û Hoşeng Broka Pîr Zade hebûn, ber hemûyan got: ”Şerfedîn ne dînê me ye. Şerfedîn ji dînê me ye û dînê me jî Êzdî ye”. Ango, ”Êzdî” navê dînê me ye.
Milet wî kesê bi navê Ezîz Tamoyan jî qebûl nake ko bi serî xwe, bêy tu dengdayîn an lêpirsînê, xwe îlan kirîye ne kêm, ne zêde ”prezîdêntê êzdîyên dinyayê”. Lê di esilê xwe da yên wî wek prêzîdêntê xwe qebûl dikin, neferên mal û binemala wî, çend şêxên nezan in û milet rind zane ko di hêla dîn da serokê hemû êzdîyên cihanê Mîr Tehsîn beg e ko xwe kurd dibîne. Keremkin li hevpeyvîna Salihê Kevirbirî bi Keremê Seyad ra guhdarî bikin û mêze bikin, çawa Mîrê êzdîyan xwe û hemû êzdîyên cihanê kurd dibîne: (http://rudaw.net/kurmanci/onair/tv/
episodes/episode/documentari_31082014001).
Deng li hemû kurdên cihanê belav bûye ko xudêgiravî piranîya kurdên Ermenistanê xwe êzdî dibînin. Gelo tiştekî wisa heye? Na! Jimara wan kesan pir hindik e, lê ji ber ko dikine qareqar, jimara wan zêde xuya dibe. Lê êzdîyên xwe kurd dibînin bêdeng in, ji ber ko welatparêzî bi qareqarê nabe, bi kar dibe. Û karê wan jî li rojnameya kurdî ya ”Rya teze” ye, radyoya kurdî ye, beşa kurdzanîyê ye li Akadêmîya Ermenistanê, Komeleya dostanîya ermenîyan û kurdan e, Şêwra Rewşînbîrên kurd e, Komeleya nivîskarên kurd e li rex Yekîtîya nivîskarên Ermenistanê, Komîtêya ”Kurdistan e” û h.w.d.
Werin em rêportajeke têlêvîzyonê ya bi hevpeyvînên bi çend kesan ra ya ji gundekî kurdên êzdî – ji Gelto, mêze bikin ko di navbera wî gundî û hidûdê Kurdistana Bakur da weke kîlomêtrekê ye, û hûn bi xwe biryarê bidin ka li Ermenistanê êzdîbûn an kurdbûn çawan e (https://www.youtube.com/watch?v=-ep6KRw6TkE&sns=fb). Maqûlekî gund dibêje ko em gerekê hemû bibin yek bona avakirina Kurdistanê ko em bikaribin li welatê xwe bigihîjine hev. Jineke delal dibêje:”Em ji dest Romê revîn hatine vira, perçekî miletê me li vir e, yek li wî berî ma. Xwedê bike em bigihîjine hev”. Camêrekî din dibêje: ”Bira her kes bizanibe ko berê me hemûyan jî li welêt, li Kurdistanê ye”. Di eynî rêportajê da behsa gundekî êzdîyan yê din tê kirinê ko wê roja rêportajê li wir xanimeke navdar ya bi navê Gogê çûye rehmetê û wê binax dikin. Hema bêje ji hemû gundên kurdên êzdî lê dimînin, hewarî hatine, şîna meta Gogê dikin. Maqûlekî gund ber gelek hewarîyan dibêje: ”Dayka Gogê bona azadîya miletê xwe 6 nebîyên xwe kiribûn şoreşger û ewana îro li çiyayê Kurdistanê şer dikin”. Rîspîyekî gund yê qedirbilind dibêje: ”Em kurmanc in, ji ber wê jî em gerekê navê kurmancî li zaroyên xwe bikin”. Lê zaneyekî kurd bi navê Egîtê Abasî di dawîya rêportajê da dibêje: ”Silavên me yên şîrin bibin Kurdistanê ra, welatê me ra, xwelîya kal û bavên me ra”.
Niha em derbazî gundê êzdîyên Ermenistanê yê herî mezin Şamîramê bibin ko li wir heykelê Melekê Tawis heye, milet ji tevaya Ermenistanê tê vira û duayên xwe dike. Bi kurtî, Laliş bona hemû êzdîyên cihanê çi be, ev gund jî ji bo hemû kurdên êzdî yên Ermenistanê ew e. Li wir herwiha heykelê Ûsiv begê jî heye ko Împêratorîya Rûsîyayê wî dihesiband wek nûnerê kurdên êzdî (lê ne miletê êzdî, wek ko hinek dixwezin îzbat bikin) li tevaya Kavkazê û derheqa vê yekê da nebîyê Ûsiv begê, nivîskarê navdar Eskerê Boyîk ha dibêje: (https://m.facebook.com/story.php?story_fbid=
688154721291927&id=100002922162834):
”Li nav arșîva malbeta Ûsiv Begê /kalkê min/, serokê temamîya Êzdiyên Kavkazê da belgeyek heye. Belge nameya dewleta Rûs e ko 21 ê meha adarê sala 1913an ji Beg ra șandine û tê da hatîye nivîsar: “Serokê temamiya kurdên êzdî yê Kavkazê Ûsûb- begê Hesen axa ra...”.
Lê belgefîlma rojnamevanê têlêvîzyona ”Rudaw”ê Salihê Kevirbirî ya ji wî gundî (https://www.youtube.com/watch?v=o6EyHlsHeDs&feature=youtu.be ) gelek tişt derdixe ser avê û cî li wan çend kesên nezan teng dike ko him dewleta Ermenistanê dixapînin, him jî cihanê dixalifînin ko xudêgiravî li Ermenistanê 47 hezar kes xwe êzdî dibînin û 2-3 hezar jî xwe kurd dihesibînin. Lê di esilê xwe da hema bêje ew hemû jî bi miletê xwe va kurd in û bi dînê xwe va êzdî ne. Hûn bi xwe dikarin mêze bikin û guh bidin ko yek ji pêşengê dînê êzdîyan, binecîyê vî gundî, mamostayê navdar Şêx Zade Elîxanê Ûsiv ser kurdbûna êzdîyan çi dibêje: ”Em kurd in, lê em kurdên êzdî ne; em kurd in, lê misilmanî gelekî dûrî me ye”. Û van gotinan di roja 25ê îlonê, roja ziyaretê ber wan bi sedan kurdên êzdî dibêje ko wê rojê ji her waran, heta ji Rûsîyayê û Ewrupayê jî hatine vira bona derbazkirina erf-edetên dînê êzdîtîyê. Û ew bi vî ruhî jî şagirtên xwe perwerde dike. Şêxekî din yê di nav milet da naskirî Taharê Şêx Elîxan ha dibêje: ”Ev ziyaret ne tenê bona kurdên vira ye, lê bona hemû kurdên êzdî ye”. Maqûlekî din yê zane Rizayê Gogê Ûsiv ko ji malbeta Ûsiv begê binavûdeng e, ha dibêje: ”Em heyra kurd û Kurdistanê ne, em heyra welatê kal û bavan e”.
Bi bawerîya min xwendevan texmîn kirin ko ew gotinên ko li Ermenistanê milet dibêje ko ew êzdî ne û ne kurd in, ango xwe ji kurdan cuda dibînin, ji serî heta binî bê bingeh e, vir û derew e, yên wisa dibêjin çend kes in, ew jî ji bo wê yekê dibêjin ko dewleta Ermenistanê bixapînin, pereyên mezin bistînin ko xudêgiravî bi wan pereyan va xizmetî çand, edebîyet û zimanê êzdîyan dikin.
Xwendevanên hêja, we bi xwe jî texmîn kir ko li Ermenistanê miletekî bi navê êzdî tune, tenê çend kes hene ko dibêjin ew êzdî ne, hela di ser da jî ne kurd in. Gelo dewleta Ermenistanê zane ko ew pereyên mezin ko dide xudêgiravî miletê êzdî, di esilê xwe da dide çend kesan ko bi kar û emelên xwe va dev davêjine kurdan û Kurdistanê û ji dewleta Ermenistanê ra dijminan çê dikin, wê Kurdistana ber pozê wan. ko wê di paşdemê da bibe dewlet û dikare gelekê kêrî miletê ermenî û dewleta Ermenistanê bê.
Gelo serkêşên wî karî ko êzdîyan ji koka wan û welatê wan diqetînin, kê ne? Jimara wan pir hindik e û kesên gelekî nezan in. Di gotar û xeberdanên xwe da dema behsa êzdîyên Şengalê dikin, wî warî wek bakurê Îraqê nîşan didin, lê nizanin ko di bakurê Îraqê da hîç êzdîyek jî tune, dema behsa êzdîyên Kurdistana Bakur dikin, warê wan wek Ermenistana Rojava bi nav dikin, heta Lalişê jî wek perçeyekî Îraqê nîşan didin, lê di rastîyê da Laliş li welatekî din e û navê wî welatî ne Îraq e, lê Kurdistan e.
Gelo destê dijmin di nav vî karî da heye? Belê, heye! Pirs tenê di wê yekê da ne, ka dijmin bi çi wana dikire û ew bi çi têne firotan. Îzbateke wê yekê ew e ko dema li paytextê Ermenistanê – Rewanê meşeke dijî Daîşê hate teşkîlkirin ko bi hezaran kes tê da amade bûn, ”rêvebirên” van êzdîyan di dawîya meşê da nehîştin ko alaya Daîşê bê şewitandin. Gelek ermenî û êzdîyên berevbûyî şaş û metel man. Gotareke derheqa wê yekê da ya bi zimanê ermenî li vir e: (http://blog.mediamall.am/?id=41481&fb_action_ids=
966265306732833&fb_action_types=og.comments ).
Eynî dijmin rêvebirên qaşo ”gelê êzdî” hayadar kirin ko nabe hûn navê rêxistina xwe daynin ”Şengal”, hûn gerekê navê wê yê erebî daynin. Wana jî got: ”Ser çavê min, gotina we ji me ra qanûn e”. Û navê rêxistineke êzdîyên Ermenistanê niha ne ”Şengal” e, lê ”Sincar” e.
***
Îro dilê êzdîyan şikestîye. Bira hîç kesek ji me pirs neke û ji me şaş û metel jî nemîne ko bo çi êzdî ji misilmanan û heta ji Kurdistanê jî aciz in?
Bersîva wê ev e: -74 ferman li serê êzdîyan qewimîne, 74 jî ji hêla misilmanan da bûne û 74 jî li ser axa Kurdistanê bûne. |