STOCKHOLM 11 /1 2015 — Mirov ti carî neçûbe bajarê Dublînê jî tenê pirtûkên nivîskarê îrlandî James Joyce (1882–1941) bixwîne dê kolane, avahî, dikan û sîmayên xelkê wekî wêneyekî xwezayî bêt ber çavên mirovî, wekî ko mirov jiyana xwe hemiyê li wî bajarî bihurandibe.
Joyce bajarê xwe baş nas dike, ew dikare bi çavên girtî li kolaneyên wî bigere bêyî ko qet rêya xwe jî şaş bike. James Joyce bi ken dibêje, heger rojekê erd hejiya, Dublîn bi yekcarî hilweşiye û winda bû, hingê dê bikarin dîsa ji nû ve, tam wekî berê bajarê Dublînê li gorî şêwekirina wî ava bikin, bêyî ko kevirek jî jê kêm bibe.
James Joyce bîstûdusalî bû dema ko sala 1904-ê ji Dublînê bar kir, lê bajarê wî qet ji hiş û ruhê wî bar nekir. Ew bi kûrahî di nêv wêneyên zaroktî û gencînîya xwe de dûr diçe, bi germahî behsê dike. Hebûna Dublînê di berhemên Joyce de zêde kûr e ko mirov dikare bi kurtahî bibêje ko Dublîn serkaniya James Joyce ya îlhamê ye.
Têkiliya James Joyce û bajarê wî aloz e. Hestên wî dualî ne, ji milekê ve ji dîroka kevnare ya bajarê xwe hez dike û pê serbilind dibe, ji milê dî ve ew bajarê xwe wekî hemî bajaran durû dibîne: nêva bajarî avahiyên dîrokî, taxên luks û li derdora wî xaniyên feqîran hene. James Joyce dibêje Dublîna spehî bi êşê dorpêç kiriye.
Bûyerên romana James Joyce ”Ulyssesê” rojek ji jiyana lehengê wî Leopold Bloom ya li bajarê Dublînê ye. Nivîskarê îrlandî Colm Toibin dibêje ko ew di şazdehê meha hezîranê de li Dublînê bû dema ko mirovekî ew di rêyê de sekinand, û jê pirsî ka ew ji kîjan lehengên “Ulyssesê” hez dike. Xelkê Dublînê hersal, şazdehê meha hezîranê, cilûbergên lehegên “Ulyssesê” li ber dikin û rola kesayetîya wan dileyîzin. Xelkê Dublînê navê wê rojê dikin “roja Bloom” û hersal wekî ko rojeke neteweyî be bi bîr tînin.
Mêvanên Dublînê jî dixwazin ko li gorî roja Bloom û “Ulyssesê” li Dublînê bigerin. Pakêteka geriyanê bi navê “Turek di dinyaya James Joycede de” ji bo turîstan hatiye amade kirin. Jixwe buyerên “Ulyssesê” li Dublîna kevin in ko hêj hemî hûrgiliyên wê li cihê xwe ne û tiştek jê nehatiye guhertin. Dublîn bi berhemên James Joyce, di dîroka literaturê de bû sembola modernîzmê.
James Joyce ji Dublînê cida nabe, nejî Honoré de Balzac ji Parisê, Charles Dickens ji Londonê, Fyodor Dostoyevsky û Lev Tolstoy ji Sankt Petersburgê û Alfred Döblin ji Berlînê. Bajarê Qahîreyê jî di berhemên nivîskarê misrî Necîb Mehfûzî de dijî.
Bêjeya "bajarî" di gelek zimanan de mê ye. Necîb Mehfûz (1911–2006) wekî ko behsa jineka spehî bike pesnê bajarê xwe dide. Bajar merd e, himbêza "wê" germ e, dilovan e. Qahîre di berhemên Necîb Mehfûzî de welat e, jin e, yar e, heval û hezkirî ye. Necîb Mehfûz dibêje jin û bajar wekî yek in, herdu jî cihê xwe kûr di hest û bîra mirovî de çêdikin.
Girêdana kûr ya di navbera roman û bajaran de kevin e, ji despêka sedsala hevdehê ve, dema ko guhertinên mezin di bajar û civata bajaran de çêbû, hingê jî pêwistî bi guhertineke mezin di warê huner û lîteraturê de çêbû û di encamê de roman diyar bû. Di şûna lehengên xeyalî û kesayetiyên mîtolojîk di çîrokên kevin de, materyalê romanê bû xelkên normal di realîteya civata nû de. Ango heger felsefe li çiya, daristan û newalan hatibe afirandin roman jî li bajaran.
Herçiqasî Gabriel García Márquez di "Sedsalên tenêtiyê" de naveke xeyalî li bajarê xwe dike “Macondo” lê belê hestên wî rastî ne. Márquez li ser zimanê lehengê xwe dibêje. “Min gelek hogir û hezkiriyên xwe di nêva axa vî bajarî de veşartine, ma ez dê çawa jê veqetim. Ez û axa vî bajarî bûne yek”.
Gabriel García Márquez me digel dîroka bajarekî rêwî dike, roj bi roj ji dema ko hêj gundeke biçûk û îzolekirî bû heta ko dibe bajarekî mezin, mirov dengê çûnûhatina xelkê li kolaneyên wî dibhîze.
Bajarên guhertî hestên cida çêdikin. Bi qasî ko James Joyce li Dublînê nêzîkî xelkê bû hewqasî jî li bajarekî mezin wekî Parîsê bi tenêtiyê hest dikir. Ew li ser zimanê lehengê xwe dibêje “Çi bêhnikeke xwedayî ye dema ko mirov di tenêtiyeke dijwar de, dinyaya derdora xwe hemiyê jibîr bike û bi kûrahî li xwe hişyar bibe”.
James Joyce dibêje Dublînê nivîskariya wî çêkiriye. Lê belê Dublîn jî bi James Joyce û bi romana wî ”Ulyssesê” hatiye nasîn. Dinya bi çavên James Joyce li Dublînê dinêre, bi hestên wî jê hez dike. Ruhê Joyce û yê Dublînê wisa tevlihev bûye ko êdî mirov nizane ka kî ji wan yê dî çêkiriye.
Mirov li bajaran hest dike ko li pişt cama her pencereyekê çîrokek yan romanek heye û li pişt her romaneke hêja jî bajarekî xemgîn heye.
Têbînî: Ev nivîsar di hejmara dawiyê ya kovara Nûbiharê de jî derketiye. |