SWÊD, 4/1 2015 — Ev gotin (an jî ev têgeh em bibêjin ê rastir be) her car bîrewerîyên cîwanî û naşitîyê li ba min bi bîr tîne. Ez wê demê hêj ciwanbûm, qey 15-16 salî bûm, ko cara pêşin rastî felsefeyê dihatim.
Felsefa min jî, ji çend pirtûkên Marks, Engels, Lenîn û Politzer pêk dihatin. Ez naşî bûm hêj, ji ber min tu tişt ji wan fam ne dikir û hişê min ne digirt. Belbî tenê min hin jî kîteyên wan pirtûkan jiber dikirin û di gengeşîyan de bikar dihanîn. Lê, têgehek ji bîra min ne diçû û min serê xwe gellekî pê diêşand ko fêr bibim, ew jî têgeha "a priorî" bû. Ez bawerim ev jî, zêdetir di pirtûkên Marks û Engels de derbas dibû.
Demekê şûnde ez ji dû Marks, Engels û Lenîn vegerîyam lê, min dev ji "a priorî" berneda. Ez nuha pêncîsalî me û piştî vî temenî ez dikarim bibêjim ko a priorî ya min, li min bû "a posterîorî" û ez têgihiştim ko felsefe ev herdu têgeh in. Ê ko bixwaze felsefeyê hîn bibe divê ji van têgehan dest pê bike û çend barê hêştiran pirtûkan di vê derbarê de bixwîne.
Êdî, piştî vê prologê em dikanin dagerin ser mijra xwe ya felsefeyê, bê ka gelo mebesta me, jê çiye?
Eger em li ser gotina felsefê hinekî hûr bibin û ji hêla filolojîyê ve wê bi awirin kurdî dawerivînin ê tiştekî bi dest nexin. Çima gelo? Bersiva vê jî ê gellekî hêsan be, lewra ko ev gotin ne bi kurdî ye. Kurdan gotineke wusan ne afirandîye. Ji bo gellek zimanên din jî ev heqîqet wusa ye. Dema em serwext bûn ko emê behsa tiştekî ko ne bi kurdî ye bikin, bêguman, ber û naveroka sohbeta me jî tê guhertin. Nexwe, emê li vir behsa têgeheke bîyanî bikin. Ji bo ko em têbigihên em dê behsa hin referensan bikin, emê guh bidin hin şiroveyan û ravekarên wan. Ev hemî biyanî ne. Mebesta min ji van gotinan, tev ev e; gava ko em behsa felsefeyê bikin, divê, ne weko, ko em qala dîyardeyeke kurdî dikin, be. Eger, ji bo felsefeyê, em şiroveyeke bilez li vir deynin, emê bibêjin: Terz û şêweyê fikirkirineke biyanî ye. Belkî, em jî îro bi vî terzî difikirin, lê ev terz paşê derbasî cem me bûye. Aferînerên vê disîplînê rojavayî (ewropî) ne. Bê şik, bi şiroveyeke wusan bilez bersiva vê pirsê nayê dayîn û belkî jî bi sedûyek şiroveyan jî em dê nikanibin bersiva wê bidin. Lewra, mijarek ko berê wê ewçend fere ye. Em dikanin bi hêsanî bibêjin ko hemî lepta mirovahîyê dihundurîne. Sohbeta me ê tenê ceribandinek be, hewldaneke ji gellek pirs û bersivên vê babetê re ye.
Felsefe çi ye? Weko bêje gotineke grekî ye û cara pêşin ji teref Herakleîtos (535-475) ve hatiye bikaranîn û maneya wê heskirina ji aqilmendîyê ye. Ev kurtemane bicaran û berfirehtir di kovar, ferheng û gotaran de hatiye neqilkirin. Şirovekar bêjeyê weko "fîlo" û "sofon" perçe dikin û bi vî babetî didin nasîn. Emê wexta xwe zêde bi vê derbas nekin, lewra min dil heye ko ji hêla çend hûrgulîyên din ve,li ser vê naverokê kûr bibim.
Dema em qanih bûn ko em dê behsa diyardeyeke biyanî bikin bêguman divê şiroveya wê jî di çarçoveya pêvajoya wê ya dîrokî de were kirin. Wexta ko em li dîroka felsefeyê bigerin divê em biçin Yewnanîstana antîk û bibin mêvanê çend ramanwerên pêşsokratî. Yek jî wan, ji xwe me got ko Herakleîtos e, ê din jî Parmenîdes(520-460) e. û ko me Anaksagoras (500-428) jî li wan zêde kir, êdî em dikanin behsa wan dibistanên pêşsokratî bikin ko rê li ber felsefeyê vekirin, da çend nifş şûnde li ba Platon (427-347) û Arîstotales (384-322) bigihê û bibe disîplîneke entelektuel.
Qonaxa pêşin ya vê disîplînê ya pêşsokratî ye, di vê qonaxê de bêguman gellek ramanwerên din jî hene, lê fikrên van her sê ramanweran û dibistanên wan, xurtirîn bingehê felsefeyê amade kiriye, fena tayekî sor, di dîroka felsefê de hemû raman xwe bi awayekî digihînin wan. Tiştên ko wan di dema xwe de minaqeşe dikirin bûne bingehên felsefeyê. Zanist û ew beşên ji felsefeyê ko hêj nebûye zanist, hêj jî li bersivên wan pirsên ko ev ramanwer wê demê pê dadiketin, digere. Bêguman di vê qonaxa pêşin de çendî ko felsefe minaqeşe dibe jî dîsan em nikanin behsa disiplîneke welê bikin. M. Heîdegger (1889-1976) dibê: "Herakleitos û Permenîdes hêj ne fîlozof bûn! Ew ramanwerin ji fîlozofan jî mezintir bûn. Lewre, ew hêj bi "logos" ango "Hen Panta" re di hevahengîyê de bûn."
Ê ko bi şêweyê herî zelal felsefeyê tarîf dike Arîstotales (384-322) e. Heidegger ji kitêba Arîstotalesî ya bi navê Metafizîk van çend gotinan neqil dike. "Epîsteme ton proton arkhon kai aîtîon theoretîke" ( Felsefe, -epîsteme di maneya zanistê, ya ferehtir de bi kar anîye- di derbarê prensîb û sedemên pêşin de agahî/zanyarîyek spekulatîv e) Heman tarîf li ba Hegel jî heye (bêyî ko Arîstotales destnîşan bike).
Em serwext dibin ko ji roja Herakleîtos felsefe bilêv kiriye, di ser re dusedsalek derbas bûye, ta ko naveroka wê kemilîye bûye disîplîneke entelektuelî. Ev pirsên ko van ramanwerên pêşsokratî kiribûn û minaqeşeyên wan di "tî to on"? (çi heye, ya kû heye çi ye?) de û bersivên wê de dicivin. Li ba Platon ev bersiv "Îdea" û li ba Arîstotales jî "energeîa" ye. Ka îca em hinekî ji nêzîk ve bala xwe bidin van minaqeşeyên fikrî î spekulatîv ko ne li ser zemîneke empirîk dibûn, bê çi bûn û xwedîyên van fikran çi digotin. Lewra, em dikarin miqayesekê bi fikrên xwe re jî bikin. Ango, di wê demê de li herêma me jî xelkê li ser meseleyên heyînê serê xwe diêşandin, bawerîyên cuda hebûn.
Emê ji Herakleîtos dest pê bikin: Her tişt diherike an jî vediguhere, şer û nakokî di nawbêna dijberan de, halê gerdûnê yê abadin e. Di binyata fikra Herakleîtos de sê hêmanên bingehîn hebûn, agir, erd û av. Agir weko hêmana bingehîn herduwên din kontrol dikir û veduguherand, "hemû tişt li fêda agir û agir jî li fêda hemû tiştî bû..." Herakleîtos hewl dida ko binyata gerdûnê fam bike. Ev agirê gerdûnî di giyanê mirov de jî xwe nîşan dida. Evîya li ba mirovên qels dilewitî, weko xewarî, bêhişî û bêkêrîyê xwe nîşan dida. Lê ruhên xwedî fezîlet dikanîbûn xwe ji mirina laş azad bikin û tevî agirê gerdûnî bibin. Ev veqetandin û yekbûn pêvajoyeke domdarbû. Herakleitos antagonîstek bû. Ew fragmentên ji nivisên wî ko mane bi rengekî aforîzmî û gotinin bi sir in. Ya herî girîng jî di fikra Herakleîtos de "logos" e. Ew him bingehê heyînê ye û him jî wê bi rê ve dibe, diguhere û reng didiyê. "Logos", fikir, aqil, ber û pîvanê hemî dihundirîne. Piştî Herakleîtos bi dusedsalekî, li ba Arîstotales, êdî evîya vediguhere dibe "logîk", ango mentiq.
Parmenîdes:" ne mimkin e ko mirov ya ko tuneye bizanibe" ya bingehîn di felsefeya Parmenîdes de ev e. Berovajî Herakleîtos, dixwaze îspat bike ko guherîn ne mimkin e. Heyîn heqîqeteke neguherbar û homojên e. Li gor vê fikrê, mirov nikanîbû, tiştekî ko tuneba bifikire. Heyînê bi fikirîna tiştekî re destpê dikir. Li gor bawerîya Parmenîdes, têgihiştina me ya ji heyînê, ji hebûna dunyaya derdora me, ko me bi hestên canê xwe hîs dikir, xapînok bû. Ev tenê iluzyonek bû. Heyînek rasteqîn dervayî van hestan hebû. Tiştek ji tunebûnê nehatibû afirandin û ya ko hebû abadin bû. Heyîn yekperçe bû, valahî û guhertin tunebû. Di dîroka felsefeyê de, Parmenîdes weko mamostê , felsefa rasyonalîzmê, yê pêşin tê naskirin. Fikrên wî, pêşin ji teref Zenonê Elea yî û paşê ji teref Platon û Arîstotales ve hatine geş kirin.
Anaksagoras: "Hertişt di hertiştî de heye!" Ya ko hebû, ji hemû perçeyên din pêk dihat. Heyber ne tenê ji çend elementên bingehîn pêk dihat. Bêsînor û bêjimar elementên din hebûn. Evana weko "tov" an jî "spermata" bi nav dikirin. Anaksagoras di derbarê livê (termodynamik) de xwedî dîtinên zanistî bû. Wî, berya Newton bi du hezar salan destnîşan dikir ko ji bo li ba objektekê livek pêk were, pêwistbû ko hêzek dervayî wê (nous=hiş) bandorê lê bike. Li gor bawerîya Anaksagoras: ji destpêkê de hertişt hebû lê di nava "Kaosê" de bû, wexta ko "nous" dihat nav kaosê, ew ji hev cuda dikir, saz dikir, pergal didayê. Bi vî babetî wî aqil datanî pêşîya her tiştî.
Li gor Hegel, felsefe ye, ya ko aqil kiriye malê dîroka mirovahiyê." Em bi xêra wê serwextin û dikanin bibên ko aqil li dunyayê hikum dike. Yê ko cara pêşin vê ji me re dibêje Anaksagorasê Yewnanî ye."
Nuha ko em vegerin ser pirsa Arîstotelesî tî to on? em dê fam bikin bê van camêran minaqeşa çi dikirin. Hemû pirs û bersiv li ser û di derbarê heyinê de bûn. Êdî ev pirs li ba Platon û Arîstotales digihên, dibe disiplînek û rêbazan werdigre. Bi sedên salan rojava (ango Ewropî) li ser pirsên wan serê xwe diêşînin. Gellek ji pirsên wan digihên û dibin disîplînin xweser, wekî B. Russel dibê "dema zanistekê xwe pêk anî û bû xwedî tecrubeyên empirîkî êdî ew ne felsefeye". Bi taybetî jî ew felsefeya xwezayê hêdî hêd,î li ewropa bû zanistek û xwe ji felsefeyê cuda kir. Loma jî ewropî felsefeyê weko dayika hemû zanistan dizanin û şirove dikin.
Ew şêweyê hizirkirinê ko me li jor kad kir, yê felsefeyê ye û yê ewropî ye. Rojhilat bi vî hawî nefikirîye. Eger em Hind û Sîn ji nav derxînin mîrasa rojhilat ya di warê fikrê de ko ji dunyayê re hiştiye, hersê dînên semawî ne. Çendî ko Zerdeştîya me di rojhilata navîn de olek xurt bû jî, serdestîya xwe li hember dînên semawî winda dike, dibe dînekî marjînal. Olên din î kevnare jî em dikanin li van zêde bikin, lê hawê fikirandinê, naverok û metodên bikaranîn û bicihbûna wan ya di nava mirovan de her yek e.
Bi gellek şêweyan fikirîna felsefî xwe ji ya olî cuda dike. Ez li vir tenê çend xalên bingehîn ko di hizirkirina felsefê de heye, dixwazim bînim zimên: Ji xwe di şiroveya felsefê de heskirinek ji aqilmendîyê heye. Evîya, lêkûrbûnek, lêgerînek e. Ji bo famkirina sedemên heyînê, xwendin û pirsyarîyek divê. Encama vê jî analîz e. Di analîzê de jî şik heye, rexne heye. Di dawîn de em digihên encamekê û dibin xwedî tecrube. Evîya dikane bibe famkirina dunyayê ya empirîk. Bi navekî din ew êdî zanist e. Di hizirkirina olî de yek ji van jî tuneye. Tenê em dibînin, ko di dîroka dunyayê de dîsan felsefe bi rêya metafizîkê bandorê li olan dike, hin tovên mirovhezî û zanistê lê diçîne.
Ya din î girîng jî metodê hînkirinê ye. Ol, (qe nebe li ba me û di destpêkê de ev wusan bû) bi rêya tirs û fetihkirinê belav bûye. Lê metodên felsefeyê qanihkirin û îqnakirin e.
Li ser pirsa ko kurd çima felsefê nahebînin û wê wekî bêolîbûyin hesap dikin? Mirov dikane gellek tiştan bibêje, lê ya girîng bi bawerîya min ê ev be: Ko felsefe wekî şêwazekî hizirkirinek biyanî ya civaka kurd e. Di civakan de ev şêwe zû bi zû naguherin.
Li ser pêwistîya felsefeyê:
Feylesofê Eleman G W Hegel di şiroveyên xwe î di derbarê dîroka dunyayê de behsa dîroka felsefeyê jî dike »ya ko mirovan ji lawiran cuda dike hizirkirin e. Mirov dikanin bifikirin. Ramanwerên Yewnanîstana antîk bi vê dizanîbûn. Bi saya wan em pê serwext bûn ko aqil li dunyayê hikum dike» , dibê. Bêguman ewropî bûn yên ko ev fikir hebandin û lê xwedî derketin. Loma jî yên ko şekil dan û didin dunyayê jî ew in. Bi saya wan û vê felsefeyê zanist çêbû, huner pêşde ketin, humanîzm hat holê û mirov weko kes bû navenda maf û azadîyan. Şoreşên fikrî weko ronesansê, ên civakî, weko şoreşa Frensî û ya Emerîkî bi bandora fikrên felsefeya ko em li vir qal dikin, pêk hatine. Belkî hêj, ew fikir û projeyên dewlet û demoqrasîyê ne kemilîbin, lê dîsan ên ko wan pêşde dibin ew in.
Olên me ên semawî, fikrên me ên civakî bi sedansalan em di nav tarîtîyekê de hiştin û mehkûmî nîrê zordarîyê kirin. Bi şêweyê hizirkirina xwe, me ne tenê li asîman lewre, di hemî qadên jiyana xwe de Xwedayek afirand. Ev peşkên azadîya fikrî û xweşbîniya miravhezî ko li nav me heye jî , bi xêra fikrên felsefeya ewropî ye. Ev fikir hin caran bi rêya Helenîzmê û hin caran jî bi saya dibistanên tesewufê li nav me belav bûne.
Eger, ramanwerek fena Herakleîtos bihata rojhilata navîn, ê bang li hemî netewên heremê bikira û çend şîretên jêrîn ê li wan bikira:
Xelkino rabin ser xwe! Hemû perestgehên xwe veguherînin, bikin gomên pez! Secadeyên melayên xwe bikin bin çengên wan û ji heft gund û bajaran wan biqewirînin. Dest û lingên hemû siyasetmedarên xwe li qeydê xin û wan bavêjin zindanan. Hemû pirtûkxaneyên xwe bişewitînin! Dibistanan kilîd bikin, ta ko hemû mamoste ji nû de bi ilmên zanistê perwerde bibin. Hemû aqilmend, zana û ronakbîrên xwe jî bigrin, bikin timarxanan!...
Çavkanîyên ko di vê nivisê de min ji wan îstîfade kiriye:
1. 100 Stora Tänkare (Philip Stokes)
2. Förnufted i Historien, GW Hegel (di dîrokê de aqil)
3. Malpera Felsefevan
4. Nedir bu Felsefe, Martin Heidegger,(Logos 1990)
5. Wikipedia |