DIYARBEKIR, 11/7 2005 — Armanca dewleta dagirker ya tirk ew bû ko Kurdistan wekî jîngeheka bi aîdiyeta kurd û Kurdistanê ve girêdayî yekser ji navê rake. Divêya bû riyek û metodek ji bo bicihanîna vê armancê hebûya; tevlî şawitandin û jehirkirina jîngehê jîngeha Kurdistanê ji aliyê fizîkî-cografî ve her di cihê xwe de bû; hedefa mezin ya dewleta tirkan mirov bûn, heta mirov xwediyê xîreta xwe ya miroviyê bin, bi hêsanî serê xwe ji nîrê dagirkeriyê re natewînin, lewra divê mirov ji mirovatiyê derbikevin. Ji bo ko mirov ji mirovatiyê derbikevin çi pêwist bû? Albert Memmîyê pisporê tesîra ko dagirker li ser psîkolojiya mirovên welatê dagirkirî dike, li pirtûka xwe ya navdar de dibêje “dagirkerî û teror” însanan ji însanetiyê derdixe.
Kurdistan jixwe dagirkirî bû, lê diviya teror jî her berdewam be. Bi domdirêjahiya salan şerekê qirêj, teroreka xedar li bakurê Kurdistanê hat meşandin; di vî şerê qirêj de hemî normên exlaqî, hiqûqî û însanî hatin bin pê kirin. Di serî de hêza ko îdia dikir ew hêza çekdar ya şerê azadîyê ye, bi emr û fermanên serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalanî hemî pesarên exlaqî ji navê rakir. Jin, zarok, mirovên bêguneh, jinên zarok di zikî de; bax û baxçe û pezên gundiyên kurd jî bi awayekê hovane bûn armanca şerê ji herdu aliyan ve qirêj.
Abdullah Ocalan ti cewher û şiyanên wî yên ko bi kêrî pêşrewiya miletekî bê nebû; qudreta Abdulla Ocalanî hemî li ser xwîn û kuştinê bû. Lewra wî digot bi vê xwîn û kuştinê ji heftsaliyan heta heftîsaliyan dê bihejin. Abdullah Ocalanî ev metoda bi xwînî wekî mekanîzmayeka esasî berê li ser hevalên xwe bi kar anî; dibe ko hejmara kesên PKK-yîyên ko bi fermana Abdullah Ocalanî hatine kuştin, ne kêmtirî ya kesên bi guleyên leşkerê tirkan hatine kuştin be; her çekdarekî/a PKK-ê şahidê bi dehan çalkirin, binberkirin û qetilkirina hevalên xwe ye. Xeyala wan ciwanan hemiyan Kurdsitaneka serbixwe bû. Lê mixabin Abdullah Ocalan ji herkesê zêdetir dijminê wê xeyalê bû.
Ne bi ti cewhereka dî ya însanî, tinê bi hêza terorê Abdullah Ocalan bû xwedî qudret û vê terorê esil destê dewleta tirk xurt kir û mekanîzmaya wê ya terorê jî li serê Kurdistanê stûr kir. Wekî generalên tirkan hêdî bi keyfeka mezin digotin “me bi wasiteya Abdullah Ocalanî kurd kirin terorîst”.
Vê “qudreta terorê” û îstîsmarkirina doza neteweyî ya kurd bi xwe re îmkaneka rantê ya “sîyasî û îqtîsadî” jî çêkir. Lewra êdî gelek teşbîhmirov ketine dûv wê îmkana sîyasî û îqtîsadî û hemî normên exlaqî ji bîr kirine.
“Qudreta terorê” wekî ko dihat armanc kirin, tesîreka gelekê mezin li ser têkçûna exlaqî kir, mirov ji mirovatiyê derxistin û kirin teşbîhmirov. Gelo çi mirov heye ko cewherê mirovan li cem wî mabe û çavên xwe ji kuştina Hikmetî re bigire. Gelo ew mirovên ko bi salan li gel Hîkmetî di meclisên partiyan de dixebitîn, çend xwediyê şiyanên xwe yên mirovane ne û wijadana wan bi kuştina Hikmetî çend rehet e? Gotineka wan mirovên ko bi dehê salan li gel Hikmetî di zindanên dagirkeran de man, ji kuştî Hikmetî re heye? Ti caran wijdan hinde kor nebûye.
Min di hemî jiyana xwe de carekê tenê Hikmet Fidan dît… Ev dîtina min jî, ji nîvseatê zêdetir nebû; dîtinek tesadifî bû. Întibayeka wesa li ser min çê bû ko Hikmet ne mirovekî şikestî, mirovekî jixwebawer bû. Ez dê ti caran qetilkirina wî mirovî ji bîr nekim. Nehlet li wan çeteyan be, yên ferman dayîn û yên destê xwe dirêjî kuştina Hikmetî kirin. Diyar bû ko Hikmet ne mirovekê wesa bû ko çavên xwe ji vê prosesa bêşexsiyetkirinê re bigire, lewra jî bû hedef.
Rûçikê dewleta tirk ya dagirker jî xwe di qetilkirina Hikmetî re dide pêş û diyar dike ko ji metoda terora reş pê ve dewleta dagirker ya tirk, ti rêbazeka dî ya çareseriyê nas nake; û heger xizmeta Abdullah Ocalanî jî ji dewletê re ne ev terora reş be, lê çî ye? Çi li çiyayan, çi li kolaneyan be, an jî bi çi awayê bêbaxtiyê dibe bila bibe, kuştina her welatparêzekê/a kurd xizmetek û hediyeyeka Abdullah Öcalanî ya bo dewleta tirk e.
Lewra, bila taximên ko dûvelangiya Abdullah Ocalanî dikin, di bin maskeyên xwe yên sexte de, behsa demokrasiyê, mirovahiyê, aştî û medeniyetê nekin, şerm e! Siyaset ti caran hinde qirêj, însan ti caran hinde bêexlaq nebûne.
Ji bo pêşîlêgirtina terora reş…
Di serî de, Parlamentoya Kurdistanê dezgeha herî bilind ya yasayî û ya îradeya miletê kurd hemiyê ye. Divê ev parlamento, bi riyên yasayî re, karê bergiriya jiyana her kurdekî bike û li dijî terora navxweyî û derve wezîfeyên xwe yên yasayî bi kamilî pêk bîne. Divê hikûmeta Kurdistanê û dezgehên fermî yên Kurdistanê jî, kêmanî li ser xaka Kurdistana azad ti rû û rê nede şebekeyeka ko kuştina kurdan ji xwe re kiriye hedefa serekî; her divê hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê bi ti awayî danûstandinê li gel dûvelangên vê şebekeyê jî nekin. Ji ber ko êdî kerr û kor jî dibînin Abdullah Ocalan û şebekeya wî û dûvelangên wî di xizmeteka çawa de ne.
Divê her desthildar û berpirsiyarekê li başûrê Kurdistanê baş bizane ko mebesta vî şerê terorê yê reş û qirêj fetisandina hemî deskeft û armancên neteweyî yên gelê kurd e. Lewra dîrok baş li ber çavên me radiêxê ko her cara îmkaneka neteweyî li başûr derketîye pêş, dewleta tirk metodeka teror û şidetê ya nû li ser kurdên bakur pêk aniye. Ji vê rastiya dîrokî jî diyar e ko divêt siyaseteka di bin banê berjewendiyên neteweyî de, ji aliyê dezgehên stratejîk yên neteweya kurd ve bêt diyar kirin.
Herwekî dî, divê hemî kurd, li her derê dinyayê, li hemî platformên însanî û meşrû de, vê lehîstika qirêj ya ko dewleta tirk bi destê Abdullah Ocalanî dixwaze li ser kurdan berdewam bike, li ber çavan raêxin.
Helbet ji bo ko kurd ji vê beleya terora reş xelas bibin, wezîfeyeka giring dikeve ser milê Neteweyên Yekbûyî (UN), Konseya Ewelakariyê (KE), Yekîtiya Ewropayê (YE) û mitefiqa kurdan yê sereke Emerîkayê. Divê kurd ligel parlameto, hikûmet û dîplomasiya bakurê Kurdistanê û hewildanên dî yên sivîl û demokratîk wesa bikin ko UN, KE, YE û Emerîka zextan li ser dewlata tirk stûr bikin û nehêlin dewleta tirk Hizbî-kontra, Jitem û Hizbî-apo û yên wekî wan li hemberî kurdan bi kar bîne.
Lewra divê di meseleya terorê de, stratejiyeka hevbeş ya herçarparçeyên Kurdistanê, di bin kontrola organên meşrû yên Kurdistanê de hebe; her di vê babetê de divê nevendeka enformasiyonê rojekê ji rojekê zûtir bê demezirandin. |