ÊLIH, 24/1 2008 — Li bakurê Kurdistanê şaredarê DTP-î yê Êlihê (Batman) Huseyîn Kalkan got hikûmeta AKP-ê ji bo jiholêrakirina çand, ziman û dîroka kurdan dixwaze Heskîfê di bin avê de bihêle û got: — Ji bo ko dîroka me ya 12 hezar salan di bin avê de nemîne, ez ê li keleya Heskîfê dest bi rojiya mirinê bikim. Hewce ye hemû kes li hemberî çêkirina vê bendavê li ber xwe bide û xwedî li Heskîfê derkeve.
Şaredarê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ê Êlihê Huseyîn Kalkan, li ser pêvajoya dawî, polîtîkaya AKP-ê ya li ser kurdan û rewşa bajarê Êlihê bersiv da pirsên PNA-yê. Şaredar Kalkan bi gotinên zelal û aşkera li ser mijara jiholêrakirina bajarê dîrokî Heskîfê jî peyamên girîng dan.
Pirs: — Em ji gotinên serokwezîr Recep Tayyip Erdogan dest pê bikin. Gelek caran aşkera kir ko ew şaredariyên Amed, Êlih û Dêrsimê dixwaze. Tu ê derheqê vê mijarê de ji me re çi bibêjî?
Huseyîn Kalkan: — AKP-ê beriya hilbijartinê behsa demokrasî û azadiyê dikir. Gelek soz dan gel. Digot; em ê aştiyê ava bikin, yên li çiya vegerînin bajêr û hin mafên kurdan binasim. Lê AKP-ê piştî hilbijartinê van sozên xwe bi cih neanî. Berovajî vê yekê li ser gelê kurd de bombe barand, ji bo operasyona dersînor tezkereya şer derxist. Hem dixwaze kurdên li vir bi olê (dîn) bixapîne, dengê azadiyê yên kurdan bibire û hem jî dixwaze destkeftiyên kurdên li aliyê din ê sînor ji holê rake. Rûyê rastîn ê AKP-ê derketiye holê, maske ket. Êdî gelê kurd AKP-ê baş nas dike. Wê careke din nexape û rayên xwe nede wan dizan. Bidestxistina van hersê şaredariyan ji bo AKP-ê tenê xeyal e. AKP dê raya ko par di hilbijartinê de stand îcar nestîne û rayê heyî jî winda bike.
Pirs: — Li gorî AKP-ê şaredarên DTP-î xizmeteke baş nakin. Gelo xizmeta wan ji ya we çêtir e?
Huseyîn Kalkan: — AKP tenê xwe dixapîne. Heta ko kurdan şaredarî bi dest nexistibûn, tu xizmeteke berbiçav ji kurdan re nehatibû kirin. Li Êlihê me gelek xebatên binesaziyê pêk anîn. Ji xebatên avê bigir, heta xebatên şînkirinê, paqijiya kuçe û kolanan, pirsgirêka kanalîzasyonê û ji wir heta çêkirina park û baxçeyan û cihê seyranê, bi dehan kar û barên baş me çêkiriye. Em her sal bi zimanê vî gelî, reng û awazên vî gelî xebatên mîhrîcanan dimeşînin. Her wiha ji bo gelê xwe me di bin banê Malên Gel de, xebatên kursiyeriyê dan destpêkirin û niha bi dehan kes, hînê tembûr, şano, def, erbane û xebatên çandî yên cuda dibin. Ji bo pêşdebirin û bilindkirina asta bajêr me bi dehan proje çêkirin. Lê mixabin hikûmeta AKP-ê yek projeyek me jî erê nekiriye û piştgirî nedaye projeyê. Her wiha ji bo ko proje pêk neyên gelek astengî derxistin. Ew di bin banê wezaretên xwe yên kultur, çandinî û gelek wezaretên din de bi trîlyonan pere (dirav) li projeyên xwe xerç dikin. Lê projeyên me her tim têne redkirin. Digel vê yekê jî em ji wan baştir xebitîne. Her kes vê yekê baş dizane. Nahêle em bi reng û awazên xwe bijîn.
Pirs: — Çawa nahêle, tu dikarî vê meseleyê hinekê vebêjî? Di hêla çandî de çi astengî ji we re derxistiye?
Huseyîn Kalkan: — Bo nimûne me li Êlihê parkeke (cihê seyranê) mezin çêkir. Me dixwest navê Cegerxwîn li parkê bikin. Lê gotin navê Cegerxwîn qedexe ye û nehiştin ko em vî navî li vê parkê bikin. Her wiha derheqê me de ji ber van sedeman bi dehan lêpirsîn û doz hatin vekirin. Em mecbûr man ko navê ”Kîne Em” li parkê bikin. Her wiha me di parkê de ji bo Cegerxwîn peykerek çêkir û navê Cegerxwîn li ser nivîsand. Niha biryar girtine ko vî navî jê bibin. Em ê ji ber van sedaman vî peykerî ji wir rakin. Li hemberî çand û zimanê vî gelî tehamûl nakin. Lê li aliyek jî wek parêzvanên mafên mirovan xwe didin nîşan. Polîtîkaya durûtiyê dikin.
Pirs: — Li gorî hikûmetê her tişt di rê de ye, li herêma kurdan gelek pêşketin hene, pirsgirêka aborî her ko diçe çareser dibe. Tu jî wisa difikirî gelo?
Huseyîn Kalkan: — Li Êlihê hejmara kesên ko betal dimînin her ko diçe zêdetir dibe. Heta niha li Êlihê tu razemenî (investment, yatirim) nehatiye kirin. Beriya ko hikûmeta AKP-ê bê ser kar hejmara karkerên li Êlihê 15 hezar kes bûn lê piştî ko AKP hate ser kar, ev hejmar dakete bin 6 hezar kesî. Tekel hate girtin. Tupraş hate xwemalîkirin. Li Tupraş û TPAO-yê hejmara karkeran 7 hezar bû lê niha daketiye 2 hezar û 500 kesî.
Pirs: — Yanê AKP-ê heta niha li Êlihê tiştek nekiriye?
Huseyîn Kalkan: — Kiriye. Gelek tiştên neyînî kiriye. Li Êlihê dixwaze çanda parsekî û sedeqeyê bi pêş bixe. Polîtîkayên xwe rojane dimeşîne. Zivistanan komir, di mehên havînê de çend kîlo kartol, maqerne dide û bi vê yekê rûmeta gelê me dişkêne. Dixwaze gelê me bêrûmet bike. Di şûna ko jiyanê xweş bike, çareseriyên mayînde bibîne de, polîtîkayên hînkirina parsekiyê dimeşîne. Ji ber vê yekê ye ko AKP êdî ketiye nava telaşê. Nizane wê çi bike. Dîn û har bûye. Çimkî partiya me rûyê wê yê rastîn derxist holê. Ji ber vê yekê jî niha ji tirsa nizane dê çi bike. Partiyeke ko li herêmê ev qas kêmasî kiribe wê çawa careke din van rayan bistîne? Gelê me dê rayê xwe bide deng û rengê xwe. Dê bide kesên di xizmeta xwe de, dê bide kesên ji nava xwe. AKP li Êlihê encax dikare di ber şaredariyê re derbas bibe, bidestxistina şaredariyê ji bo wê partiyê tenê xeyaleke derewîn e. Em hewl didin ko di vê hilbijartinê de rayên xwe pir zêdetir bikin.
Pirs: — Em hinek behsa projeya bendava Ilisuyê bikin. Ev proje dê bi kêrî çi bê, gelo wê pirsgirêkê çareser bike?
Huseyîn Kalkan: — Biserketina vê projeyê re, dê 170 hezar welatiyên me ji bajarê xwe koçber bibin. Ev yek dê bi xwe re pirsgirêkên mezintir bîne. Çimkî welatiyên me yên li wê herêmê xwedî tu pîşe û erdekê nîn in. Dema ev mirov koçberî bajêr bibin dê çawa bijîn? Kesên ko li Heskîfê dijîn û xwedî ax û erd in, zêdetir axa û beg in. Her wiha parlamenter in. Tenê ev kes dê qezenç bikin. Çêkirina bendava Ilisuyê di heman demê de dê zerareke mezin bide dengeya xweza û sirûştê jî. Çêkirina bendavê bi temamî siyasî ye. Dema ko biryara çêkirina bendavê hatiye girtin, bi temamî bi fikr û ramanên siyasî û yekalî hatiye girtin.
Pirs: — Tu dixwazî çi bibêjî?
Huseyîn Kalkan: — Armanc bi temamî siyasî ye. Li vir armanc jiholêrakirina ziman, çand û hebûna gelê me ye. Divê Heskîf bê parastin û di bin avê de nemîne. Ez li vir careke din bang li hikûmetê û dewleta Almanyayê dikim; dev ji çêkirina vê bendavê bedrin û dîroka me di bin avê de nehêlin. Em ê li ber xwe bidin. Min ji bo xwe biryareke girîng standiye. Ew dest bi çêkirina bendavê bikin, ez ê li keleya Heskîfê dest bi rojiya mirinê bikim. |