STOCKHOLM, 11/10 2006 — Parlamentoya Kurdistanê roja 24/9 2006-ê projeya destûra Kurdistanê ya pêkhatî ji 160 madeyan belav kir û deriyê komisyona qanûnî ya parlamentoyê heta 1/12 2006-ê li ber dîtin û pêşniyarên xelkê Kurdistanê yên li ser vê projeyê bo rastkirin û çêtirlêkirin û dewlemendkirina wê vekiriye. Mirov dikare bi rêya vê navnîşanê dastur@kurdistan-parliament.com dîtin û pêşniyarên xwe jê re bişîne. Piştî 1/12 2006-ê û piştî ko komisyona parlamentoyê wan dîtin û pêşniyar û lênerînên li ser vê projeyê digehinê li berçav digire dê parlamentoya Kurdistanê biryarê bide ka ew bi xwe dê wê projeyê wekî destûr erê bike yan dê xelkê Kurdistanê di referandumekê de biryarê li ser bidin.
Originala vê projeyê teksta wê ya erebî ye. Ew ji wê hatiye wergerandin bo kurdiya soranî, lê bi dîtina min ew werger li hinek cihan ferq e ji originala erebî û lewma jî min teksta erebî wekî esas girt. Lê ew teksta erebî jî û bêtir ji aliyê hevoksaziyê ve gelek lawaz e û bi taybetî dîbaceya wê. Bo nimûne her du rûpelên yekê ji du hevokan pêk tên û her hevokek bêtirî 15 rêzan e. Hevokên weha bo xwendevanekê ereb bi xwe zehmet in, wergera wan jî dê ne ya hêsan be. Normal divêt destûr û tekstên qanûnî zelal û kort bin û bi hêsanî bên fehim kirin lê ev bi başî di teksta erebî û wergera wê ya kurdiya soranî de nahên dîtin.
Gelek cara »Kurdistanê-Îraq« di tekstê de hatiye. Her wekî amadekarên projeyê bi zanîn xwestine Îraqê bêxin pişt xêzikekê û netewînin da ko di tekstê de ji ber tewangê Kurdistan nebe milkê Îraqê. Min jî Îraq li pişt xêzikê, li derveyî tewangê hişt û Kurdistan bi tenê tewand bo ko mebesta amadekarên projeyê baş bigehe xwendevanî. Lê di hinek cihan de hatiye nivîsandin »Kurdistana Îraqê« her wekî di madeya 110-ê, di sonda serokwezîr û wezîrên hikûmeta Kurdistanê de. Min jî ew her wekî wan nivîsî wisa hişt. Hêvîdar im ew berî erêkirina vê projeyê xwe di vê navkirinê de serrast bikin.
Komisyona pêdaçûna vê projeyê zelalkirinên xwe li ser babaet û beş û madeyên vê projeyê di servehiyekê de digel vê projeyê weşandine lê min ew servehî ne wergerand.
Ji bo ko haya xwendevanên me ji vê projeyê hebe em hemî teksta projeya destûrê bi zimanê kurdî li vê derê belav dikin.
Sidqî Hirorî
***
Teksta projeya destûra herêma Kurdistanê-Îraq
Bi navê Xudê yê mezin û mîhreban
DÎBACE
Em gelê Kurdistana Îraqê, ew gelê ko bi dehan salan stem û zordariya wan rijêmên diktatorî yên ko di merkeziyeta xwe de zêde di ser de çûbûn dîtiye, azadî ji me hat standin û em ji mafên xwe yên xweristî hatin bêbehir kirin, ew mafên ko Xudê dane mirovî û wan em hêjayî wan mafên mirovî yên sivîl û siyasî û aborî û civakî û kulturî yên ko peymannameyên navneteweyî erê kirine nedîtin.
Em berî wê bûn qurbanên berjewendiyên navneteweyî piştî ko em, berevajî ya bi dest miletên din yên ji împaratoriya Osmanî piştî Cenga Cîhanê ya Yekem veqetiyan, li gor prensîpên serokê emerîkî Woodrow Wilsonî ketî, wan em ji mafê me yê briyardanê li ser çarenivîsa xwe û destnîşankirina me bo navenda xwe ya siyasî û qanûnî bi îradeya xwe bêbehir kirin.
Di demê ko peymannameya Siverê ya sala 1920-ê di madeyên xwe yên 62 û 63 û 64-ê de mafê kurdan di biryardanê de li ser çarenivîsa xwe tesbît kirî, peymannameya Lozanê ya sala 1923-ê ew jê bir. Herçend ji bo komisyona lêkolînê ya Civata Miletan diyar bû ko Kurdistana başûr ya ko piştî hîngê bi Kurdistana Îraqê hatî bi nav kirin çi rojekê ji rojan beşek ji Îraqa erebî nebû û rastiyên dîrokî piştgiriya xwastinên dewletên cîran bo wê nakin û pirtûk û nexşeyên ji aliyê dîroknas û cografînasên erebên kevnar ve û nexşeyên ewropiyên sedsalên şazde û bîstê wan bi direw derdixin û ji wan re piştrast dikin ko sinorên Îraqê ji aliyê bakûr ve zêdetirî devera çiyayê Himrînê naçin û ew herweha parçeyek ji Enadolê nebû û bi hindê bihaneyên wan yên dixwastin wê bêxin di nav xwe de red kirin, lê û di ser hindê re û ji ber xwastina berjewendiyên navneteweyî û bê pirsiyarkirina raya me û referandumkirinê bo îradeya me ew bi Îraqa erebî ve hat girê dan.
Hikûmeta Îraqê di ragihandina xwe ya 30/5 1932-ê de beşekê herî kêm ji çend mafên me erê kirin û ew îltîzama wê xudan rewişteka dewletî bû û madeya dehê jê guhortin yan rakirina wê bê razîbûna piraniya endamên Civata Miletan qedexe kiribû û herçend ew îltîzama hikûmeta Îraqî li hember Neteweyên Yekbûyî jî piştî damezrandina wê li kar ma lê ew bes mirekeb li ser kxezê ma.
Bi dirêjiya heştê salan, sal li dû salê siyaseta tepeserkirinê zêde bû û ew nehat rawestandin yan kêm kirin bi wan ya di destûrên Îraqê yên li pey hev hatî ji tekst û hikmên wergirtî ji ragihandin û peymannameyên navneteweyî yên taybet bi mafên mirovî û yên ko behsê dad û wekhevî û hevbeşî û azadî û wekheviya derfetan dikin her ji destûra sala 1925-ê û derbasbûn bi destûrên 1958-ê, 1964-ê, 1968-ê û 1970-ê û heta projeya destûra 1990-ê.
Hikûmetên Îraqê yên ko li pey yek hatîn da ser hemî xetên sor û bêhna wan bi neqebûlkirina mafên me yên neteweyî bi tenê nehat lê ew ji wê dûrtir çûn û rabûn bi tawanên tevkujiyê û jinavbirina etnîkî û bi wê siyaseta wê bêtir ji çar hezar û pêncsed gund hatin ji nav birin û rabûn bi guhortina demografiya gelek beşên Kurdistanê bi rêya mişextkirina hevwelatiyên Kurdistanê bi darê zorê ji wan bajar û gundên wan yên mayî û neçarkirina wan bo guhortina nasnameya xwe ya neteweyî û bikaranîna siyaseta jinavbirina cesedî bi bikaranîna çekên kîmyayî li bajarê Helebçeya şehîd û deverên Balîsan û Behdînan û bi dehan cihên din û bi hezaran ji xortên kurd yên feylî di cihên tecrubeyên kîmyayî û di gorên tevkujiyê de ji nav birin piştî ko malbatên wan derxistin derveyî Îraqê û nasnameya îraqî li wan heram kirî. Piştî wê bû gera êrişên jinavbirina barzaniyan û êrişên Enfalan yên ko bêtir ji 182 hezar mirovên sivîl û bêçek ji xort û pîr û jin û zarokan bûn qurbanên wan.
Ew dijwariya digel me hatiye bi kar anîn û ew tepesekirin û zilm û qirkirinên ko zimanê Îraqê bû ligel me canê şoreşê da me û agirê serhildanan yek li pey yekê di nav me de arand, ew serhildanên ko bab û bapîran xetîreyên wan rakirin di rêya berevanîkirinê de ji xwe û di şerên parastina hebûna xwe de û wekî bersivekê bo hezkirina manê. Weha şoreş û rabûn û serhildanên me bi dirêjiya sedsala bîstan dom kir. Her careka tîrojkeka hîviyê diyar dibû rêberên wan şoreşan destê xwe ji bo aştiyê dirêj dikir lê karê desthilatdarên ko li pey yek hatin ser hikmê Îraqê car xiyanet bû û car jî lêvebûn bû ji soz û peymanan û kakila siyaseta wan û rastiya rêbaza wan weha bû. Berçavtirîn nimûne jî li ser hindê lêvebûna wan bû ji peymana 29-ê hezîrana 1966-ê û hêlana peymana adara sala 1970-ê û morkirina wan bo peymana reşa Cezayîrê bû li adara 1975-ê ya ko rê vekirî li ber lêdana bizava azadîxwaz ya gelê me ya ko herçend bo demekî ronahiya wê hat vemirandin lê ew bo heta hetayê nehat temirandin. Ew piştî çend mehan bihêz û nû bû ve û sertaca wê ya dawiyê bû serhildana bihara sala 1991-ê û gera milyonî bo dewletên cîran ya ko karesatên wê wijdana cîhanî hijandî û di encama wê de biryara Civata Ewlekariya navnetweyî hejmar 688 li 5-ê nîsana 1991-ê derket û bû egera çêkirina zona parastî li Kurdistanê ji aliyê dewletên di şerê Kendavê duyem de hevsoz bûn, ya ko ji me re bû werîsê xilaskirinê ji çarenivîseka nediyar.
Me wec ji wê derfeta zêrîn dît û parlamentoya xwe ya yekê li 19/5 1992-ê hilbijart û hikûmeta yekê jî li 5/7 1992-ê hat damezrandin û desthilata dadwerî hat çê kirin û paşî biryara parlamentoyê ya binavûdeng ya ragihandina federaliyê ji aliyê xwe ve û hilbijartina wê bo peywendiya federalî bo Kurdistanê digel her hikûmeteka îraqî ya merkezî û ew ko Îraq dewleteka komarî, federalî, demokratîk, parlamenî û plural be. Ev jî li gor mafê me yê rewa di biryardanê de li ser çarenivîsa xwe li gor deklarasyona Neteweyên Yekbûyî û peymana navneteweyî ya mafên sivîl û siyasî û peymana navnetweyî ya mafên aborî û civakî û kulturî yên sala 1966-ê ji Neteweyên Yekbûyî ve derketîn û li 25/1 1971-ê Îraq jî çûye digel.
Hêviyên me geş bûn ve demê Îraq ji rijêma diktatorî ya dirinde hat rizgar kirin û demê qanûna birêvebrina dewleta Îraqê ya qonaxa veguhastinê biryar da li ser damezrandina dewleta Îraqa federal. Paşî destûra Îraqê ya daîmî jî li gor eynî prensîpan û bi erêkirina piraniya gelê Îraqê bo destûra federal di referanduma giştî de li 15/10 2005-ê derket û ev dirustiya hilbijartina gelê Kurdistanê û dirustiya destnîşankirina wî bo sîstema hikmî ya baş bo Îraqa ko pêk têt ji du neteweyên serekî ko ereb û kurd in digel neteweyên tirkmen û kildan û aşûrî û ermen û olên jêkcida wekî îslam û kristiyan û êzidî û sabiyên mendayî diyar dike. Xêra vê di avakirina dewleteka federal de ye ko dê çêtir û baştir be bo binecihkirina heqiyê û bicihanîna ewlekarî û îstîqrar û azadî û demokrasiyê, dewleteka ko adil be digel pêkhatên xwe yên neteweyî û olî.
Zanîna me bi ya bi serê xelkê me hatî ji tepserkirin û zordariyê û teqdîra me bo rêber û sîmbolên bizava azadîxwaza kurdistanî û xebatkarên wê yên pêşmerge û şehîdên wê yên ko xwe ji bo azadiya gelê Kurdistanê û mafên wî yên adil û ji wan heqê wî di biryardanê de li ser çarenivîsa xwe û bo demokrasiyê bo Îraqê gorî kirîn û bo diyarkirina edaleta wan armancên wan xebat jê re kirîn û li gor prensîpên ragihandina cîhanî ya mafên mirovî û peyman û deklarasyonên navneteweyî yên peywendîdar û ji bo avakirina civakeka demokrat li herêma Kurdistanê li ser binyatê dadiya civakî û mafên mirovî yên bingehîn û vebûyî li ber hemî pêkhatên xwe yên neteweyî û olî, ko pêçêbûnên hevwelatiyên wê azad bike û Kurdistanê-Îraq wekî herêmeka yekgirtî ya demokrat ava dike û beşdar bibe di avakirina Îraqeka ko îrade û hilbijartinên me digel îradeya pêkhatên din yên gelê Îraqê yên neteweyî û hêzên wê yên siyasî û nîştîmanî li ser hindê gihan hev ko ew federal û demokrat û parlamenî be û baweriyê bîne bi pluralîzm û mafê mirovî û me ji bo vê hemiyê ev destûr dana.
BABETÊ YEKÊ: PRENSÎPÊN BINGEHÎN
Made (1):
Herêma Kurdistanê herêmeka federal e di dewleta Îraqa federal de. Sîstema wê ya siyasî komarî, parlamenî û demokratîk e û pişta xwe bi pluralîzma siyasî, guhortina desthilatê bi rêyên aştiyane û prensîpa jihev cidakirina desthilatan qayim dike.
Made (2):
Yek -- Kurdistan-Îraq ji wîlayeta Dihokê bi sinorên xwe yên îdarî yên îro û wîlayetên Kerkûk û Silêmanî û Hewlêr û qezayên Akrê û Şêxan û Şengar û Telefer û Tilkêf û Qereqoş û nahiyeya Zumar û Başîqê û Askî Kelek ji wîlayeta Neynewayê û herdu qezayên Xaneqîn û Mendiliyê ji wîlayeta Diyalayê û qezaya Bedre û nahiyeya Cessan ji wîlayeta Wasîtê bi sinorên xwe yên îdarî yên berî sala 1968-ê pêk têt.
Du -- Ji bo diyarkirina sinorên îdarî yên herêma Kurdistanê îtîmad li ser madeya 140-ê ji destûra federal têt kirin.
Sê -- Gava deverên ji herêma Kurdistanê veqetandî li gor hikmê madeya 140-ê ji destûra federal vegerin ser wê, xelkê wan deveran dibin xwedî heman maf û erk û garantiyên ko ji bo gelê Kurdistanê di vê destûrê de hatine diyar kirin.
Made (3):
Çê nabe herêmeka nû di nav sinorên herêma Kurdistanê-Îraq de bêt dirust kirin.
Made (4):
Yek -- Gel çavkaniya desthilatan e û bingehê meşrûyeta wan e û ew wan bi rêya saziyên xwe yên destûrî bi kar tîne û destûra herêma Kurdistanê û qanûnên wê ji hemî qanûnên ji aliyê hikûmeta îraqî ve derdikevin serwertir û bilindtir in ji bilî wan yên ko taybet in bi hikûmeta federalî yên ko di madeya 110-ê de ji destûra komara Îraqa federal hatine dest nîşan kirin.
Du – Her wextê qnûnên herêma Kurdistanê digel qanûnên din nakok bûn, divêt dadgehên Kurdistanê destûra Kurdistanê û qanûnên wê bi cih bînin heke ev qanûn ji aliyê parlamentoyê ve nehêt hilweşandin yan guhortin yan ji aliyê dadgeha destûrî ve nehêt îptal kirin.
Made (5):
Parlamentoya Kurdistanê, ko di berjewendiya gelê Kurdistanê de be, dikare her qanûneka komara Îraqa federal, ji bilî wan yên ko taybet in bi hikûmeta federalî yên ko di madeya 110-ê de ji destûra Îraqa federal hatine dest nîşan kirin, bixe di karî de û ew jî bi qanûnekê.
Made (6):
Yek -- Gelê Kurdistanê-Îraq ji kurdan û neteweyên din (tirkmen, kildan, aşûrî, ermen û ereban) yên ko li gor qanûnê hevwelatiyên herêmê ne pêk têt.
Du -- Desthilatên herêmê dikarin mafê hevwelatîbûnê li herêmê bi qanûnekê tertîb bikin.
Made (7):
Ev destûr tekîdê li ser nasnameya îslamî ya piraniya gelê Kurdistanê dike û prensîpên şerî’eta îslamî yek ji çavkaniyên serekî yên qanûnsaziyê ne. Ev destûr herweha giş mafên olî yên kristiyan û êzidiyan û yên din di azadiya bawerî û olkariyê de misoger dike.
Made (8):
Gelê Kurdistanê-Îraq mafê diyarkirina çarenivîsa xwe û biryardanê li ser heye. Ew li gor vî heqî di diyarkirina bingeha xwe ya siyasî û di pêşdebirina xwe ya aborî û civakî û kulturî de azad e. Wî yekgirtina azad digel Îraqê bi gel û ax û serwerî ve hilbijartiye hindî ko pêgirê bi destûra federal û sîstema federal ya demokratîk û pluralîst têt kirin û hurmeta mafên mirovî yên kesî û grûpî têt kirin. Wî mafê hindê heye ko ji bo diyarkirina paşeroja xwe û bingeha xwe ya siyasî careka din hizra xwe di vê hilbijartina xwe de bike û ew jî di van rewşan de:
Yek -- Binpêkirina hurmeta destûra federal wekî lêvebûnekê ji sîstema federal yan ji prensîpên destûrî yên bingehîn yên demokrasiyê û mafên mirovî yên kesî û grûpî.
Du -- Bikaranîna siyaseta cidahiya etnîkî û guhortina realîteya demografîk li Kurdistanê yan karkirin ji bo hêlana şûnwar û encamên wan yên berê wekî lêvebûnekê ji pêbendbûnên destûrî yên di madeya 140-ê ji destûra federal de.
Made (9):
Mafekê bingehîn û destûrî yê herêmê ye:
Yek -- Ko raya herêmê bêt wergirtin berî morkirina her lihevhatinekê di navbera hikûmeta federal û her dewlet û aliyekê biyanî de ko peywendî bi rewş yan serûber yan mafên herêma Kurdistanê yên heyî yan yên dê di paşerojê de hebin hebe.
Du -- Herêmê di sinorên desthilata xwe ya qanûnsaziyê de, li derveyî desthilatên diyarkirî yên hikûmeta federal, mafê morkirina lihevhatina digel hikûmetên herêmî yên dewletên biyanî heye.
Sê -- Herêmê di sinorên desthilata xwe ya qanûnsaziyê de, li derveyî desthilatên diyarkirî yên hikûmeta federal û bi razîbûna hikûmeta federal, mafê morkirina lihevhatinan digel dewletên biyanî heye û çê nabe ew (hikûmeta federal) bê motîvên qanûnî yên qayîlker razîbûna xwe nede.
Made (10):
Mafekê destûrî û bingehîn yê herêm ye ko:
Yek -- Behreyeka adil ya hatinên federalî hebe ko bibe egera bicihanîna prensîpa hevsengî û nisbeta nifûsê û herweha şewitandin û kavilkirina ko hatiye serê Kurdistanê û mehrûmkirina gelê wê ji mafên wî bi dirêjiya hikmên rijêmên berê li ber çav bêt wergirtin.
Du -- Beşdarbûna herêmê bi hevsengî û bi nisbet di post û wezîfeyên federal de.
Sê -- Pileyên wezîfekariyê li daîreyên federal li herêma Kurdistanê bo hevwelatiyên wê bin.
Made (11):
Bajarê Hewlêrê paytextê Kurdistanê-Îraq ye û parlamento dikare her bajarekê din yê herêmê bike paytext.
Made (12):
Yek -- Herêma Kurdistanê alayekê xwe yê taybet heye û ew bi tenişta alayê komara Îraqa federal ve têt hildan û wê diruşim û sirûda xwe heye û cejna neteweyî Newroz e û ev jî bi qanûnekê tên tertîb kirin.
Du -- Alayê Kurdistanê ji sor, spî û keskî pêk têt û rojeka zer ya bîstûyek tîşkî di nîvê de ye.
Sê -- Medalya û nîşan û te’tîlatên fermî bi qanûnekê tên tertîb kirin.
Made (13):
Herêma Kurdistanê hêzên berevanîkirinê yên pêşmergeyî bo parastina herêmê hene û organizasyon û erkên wan bi qanûnekê tên tertîb kirin û çê nabe milîsên çekdar li derveyî kemera qanûnê bên çê kirin.
Made (14):
Yek -- Kurdî û erebî du zimanên fermî ne li herêmê û ev destûr mafê hevwelatiyên herêmê bo hînkirina zarokên xwe bi zimanên xwe yên zikmakî mîna tirkmenî û siryanî û ermenî di saziyên hînkarî yên hikûmî de li gor rêdarên perwerdeyî garantî dike.
Du -- Zimanên tirkmenî û siryanî li wan deverên ko kesên pê diaxivin tê de piranî ne du zimanên din yên resmî ne digel herdu zimanên kurdî û erebî û ev bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Sê -- Madeya 4-ê ji destûra federal ya li ser zimanê resmî dibe bingeh li her cihekê ko derfeta qanûnî bo bicihanîna hikmên wê li herêmê hebe.
Made (15):
Herêma Kurdistanê li ser sîstema aboriya azad diçe û monopol û îstîxlalê qedexe dike û hevrikiya azad ya qanûnî garantî dike.
Made (16):
Hikûmeta herêmê reformkirina aboriyê herêmê li ser bingehên aborî yên nûjen ji bo xortkirina jêrxaniyê aborî û geşkirinê û bêtirkirina îstîsmaratan di hemî sektoran de digire ser xwe û ev bi qanûnekê têt tetîb kirin.
Made (17):
Yek -- Serwetên giştî li herêmê milkê gelê Kurdistanê ye û hikmên taybetî bi parastin û birêvebirin û mercên pêteserufkirinê û sinorên ko tê de dikare dest ji çendê ji wan serwetan bêt berdan bi qanûnekê tên tertîb kirin.
Du -- Serwetên xweristî û avên serzemînî û jêrzemînî û kanên nederxistî û kanzayên keviran û mencem samanê neteweyî yê herêmê ye û derxistin û birêvebirin û mercên pêteserufkirinê ko berjewendiya nifşên niha û yên paşerojê biparêze bi qanûnekê tên tertîb kirin.
BABETÊ DUYÊ: MAF
BEŞA YEKÊ: MAFÊN SIVÎL Û SIYASÎ
Made (18):
Hevwelatî bê cidakirin ji ber zayendê yan nijadî yan rengî yan zimanî yan bingeha civakî yan dînî yan mezhebî yan rewşa aborî yan ya civakî yan grêdana siyasî û hizrî li hember qanûnê di maf û erkan de wekhev in.
Made (19):
Jiyan û ewlekarî û azadî mafên her kesî ne û çê nabe ew bê qanûnê û biryareka ji aliyekê qezayî yê taybet ve derketî ji van mafan bêt bêbehre kirin yan ev maf lê bên sinordar kirin.
Made (20):
Wekheviya derfetan mafekê parastî yê hemî hevwelatiyên herêmê ye û desthilatên herêmê tedbîrên pêwîst bo bicihanîna hindê werdigire.
Made (21):
Jin digel mêrî wekhev e û çê nabe cidayî li dijî wê bêt kirin û hikûmeta herêmê misoger dike ko ew bibe xwediya hemî mafên sivîl û siyasî yên ko di vê destûrê de û di peyman û lihevhatinên navneteweyî de hatine û ji aliyê dewleta Îraqê ve hatine erê kirin û divêt ew (hikûmeta herêmê) her tiştekê ko dibe asteng di rêya wekheviyê de di jiyana civakî û kulturî û aborî û siyasî de nehêle.
Made (22):
Yek -- Hînkirin mafek e yê ko hikûmeta herêmê bê cidayî ji her hevwelatiyekî re garantî dike û ew di qonaxa destpêkê de bivênevê ye û hikûmeta herêma Kurdistanê bi karê nehêlana nexwendeyiyê di nav hemî temenan ji nêr û mêyan de radibe.
Du -- Hikûmeta herêmê hînkirina belaş di qonaxên destpêkê û navincî û amadeyî û zanîngehî û hînkirina pîşeyî û teknîkî misoger dike û bi pêşdebirina wê û piştgiriya lêkolîna zanistî ji bo mebestên aştiyane û sivîl radibe û çavê xwe dide pêşengîbûn û afrandin û nûkarî û hemî corên bilîmetiyê.
Sê -- Hînkariya taybet û ehlî bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Made (23):
Yek -- Hevwelatiyên herêmê mafê beşdarbûnê di birêvebirina karûbarên giştî bi awayekê dîrekt yan bi rêya nûnerên xwe yên bi azadî hatine hilbijartin de heye û wan herweha mafê beşdarbûnê di hilbijartinên giştî û di referandumê û di hilbijartina civatên lokal û yên şaredarî û saziyên sivîl de heye û wezîfeyên giştî bi wekhevî û li gor mercên di qanûnê de diyarkirî û li gor prensîpa berdestkirina delîveyan bi awayekê wekhev bên dan.
Du – 25% lê nekêmtir ji kursiyan ji bo beşdarbûna jinan di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê-Îraq û civatên lokal û şaredarî de tên garantî kirin.
Made (24):
Sizadan kesînî ye û azadî û giraviya mirovî parastî ne
Made (25):
Çi tawan û siza bê teksteka qanûnî nabin û siza bes li ser wê kiryarê têt dan ya ko qanûn wê di dema qewmîna wê de bi tawan dibîne. Çê nabe sizayekê dijwartir ji wî yê ko qanûnê bo wê tawanê destnîşan kirî di wextê tawankirinê de bêt dan.
Made (26):
Dadgehkirin di dadgeheka taybetmend de ji hemiyan re mafekê parastî û misogerkirî ye.
Made (27):
Tawanbar bê guneh e heta ko di dadgehkirineka qanûnî ya dadperwer de ew guneh li ser tesbît bibe.
Made (28):
Mafê berevaniyê di hemî qonaxên lêkolîn û dadgehkirinê de li gor hikmên qanûnê pîroz û misogerkirî ye.
Made (29):
Reftara dadperwerane di rêûresmên dadgehî û îdarî de mafê her kesî ye û çê nabe reftareka xerab li gel wî bêt kirin yan amrazên eşkencedana laşî û derûnî yan reftareka ne mirovane di derheqê wî de bêt kirin û îtîrafkirina ko bi zorê yan bi geflêkirinê yan bi êşandinê yan bi sozdan û tirsandinê hatibe standin nahêt pejirandin û kesê ziyanpêketî li gor qanûnê mafê daxwazkirina tezmînatê li hember wê ziyana madî û derûnî ya pê ketî heye.
Made (30):
Qanûn retroaktîv nîne heger di qnaûnê bi xwe de tiştekê weha nebe û ev îstîsna ji qanûnên bac û xeracan nagire.
Made (31):
Qanûna sizayê bi retroaktîvî nahêt bi kar anîn heger ew ji tawanbarî re çêtir nebe.
Made (32):
Dosiyeya lêkolîna destpêkê di wextekê ne bêtir ji bîstûçar seetan de ji girtina tawanbarî diçe ber destê dadwerê peywendîdar û çê nabe ew wext ji carekê bêtir bi heman midetê bêt dirêj kirin.
Made (33):
Yek – Desteserkirina kesan qedexe ye û herweha çê nabe hîç kes bê biryareka derketî li gor qanûnê ji aliyekê dadwerî yê taybetmend ve bêt tewqîfkirin yan girtin yan zîndan kirin.
Du -- Çê nabe çi kes bêt tewqîfkirin yan girtin yan zîndan kirin di cihekî de ji bilî cihên ji bo hindê terxankirî û li gor qanûnê û divêt girêdayî çavdêriya saxlemî û civakî be û li jêr desthilata hikûmetê be.
Made (34):
Dadgeh parêzerekî li ser budceya hikûmetê bo berevanîkirinê di qonaxên lêkolîn û dadgehkirinê de ji kesê ko bi kirina tawanekê yan destdiêjkariyekê tawanbarkirî ye û parêzerê xwe nîne terxan dike.
Made (35):
Yek -- Xanî yan yên di wî babetî de ne xwedî hurmet in û çê nabe di wan rewş û bi wan rêyên ko qanûnê destnîşan nekirine destdirêjkarî li ser wan bihêt kirin yan ketina nava wan yan sehûsiya wan yan binçavkirina wan bêt kirin.
Du -- Li gor qanûnê nebe, çê nabe sehûsiya kesan û tiştên wan bêt kirin.
Made (36):
Kesê ko têt tewqîf kirin divê bi egerên tewqîfkirina wî di demê kirinê de û bi tawanbarkirina li hember wî bêt agahdar kirin.
Made (37):
Çê nabe cidayî di reftarkirinê de ligel girtiyî ji ber regez yan reng yan zayend yan ol yan dîtina siyasî yan jêhatina wî ya neteweyî yan ya civakî yan saman yan cihê jidayikbûnê yan her egereka din bêt kirin.
Made (38):
Hurmet bo bîrûbaweriyên olî û prensîpên exlaqî yên wê pêkhata ko girtî jê hatiye têt girtin.
Made (39):
Bilindkirina şikyatname û erzehalan bo desthilatên herêmê mafekê parastî yê hevwelatiyên herêmê ye û divêt desthilatdar di demê ne bêtir ji pazde rojan de biryarê li ser bide. Retkirina wergirtina wan yan hiştina wan bê biryardan di demê destnîşankirî de bi bihaneyeka rewa wan têxe ber berpirsiyariyeka qanûnî.
Made (40):
Çê nabe penaberê siyasî bi zorî teslîmî wî welatê ko jê reviyaye bêt kirin.
Made (41):
Hikûmeta Kurdistanê-Îraq sexbêriyê ji malbatên şehîdên bizava azîdîxwaza gelê Kurdistanê û pêşmergeyan û malbatên qurbanên enfalan û yên bombekirina kîmyayî û yên ji ber hindê tûşî nexweşiyên domdirêj bûne dike.
Made (42):
Her sazî yan rêbaza ko fikira şovenîzm, faşîzm, rasîzm, teror, kafirkirin yan jinavbirina etnîkî yan tayîfî himbêz bike yan xelkê ji re han bide yan rê jê re xweş bike yan pîroz bike yan propagandayê bo bike yan tebrîr bike qedexe ye. Hikûmeta Kurdistanê-Îraq bi dijatîkirina terorê bi hemî terzên wê ve pêbend e û ji bo parastina erdên herêmê ji hindê ko bibin wargeh û derbazgeh û meydana bizavên wê dixebite.
BEŞA DUYÊ: MAFÊN ABORÎ Û CIVAKÎ Û KULTURÎ
Made (43):
Karkirin mafê her hevwelatiyekî ye û divêt jê re derfeta bidestxistina nefeqeya xwe bi karekê ew hildibijêre û bi azadiya xwe qebûl dike bêt berdest kirin.
Made (44):
Hikûmeta herêmê programên rêberî û meşqa teknîkî û pîşeyî ji bo berdestkirina derfetên karî misoger dike.
Made (45):
Karkerî mafê krêyeka wekhev li ser karekê wekhev heye. Qanûn peywendiya di navbera karker û xwediyên karan de li ser bingehên aborî bi berçavgirtina bingehên dadperweriya civakî û parastina karkeran ji îstîxlalê tertîb dike.
Made (46):
Mafê hemî karkeran di derfetên pêşdebirinê de di karên xwe de bo mertebeyên bilindtir yên bikêrhatî wekhev e bê liberçavgirtina çi tiştekê din ji bilî kevintirbûn û pêçêbûnê.
Made (47):
Hikûmeta herêmê mafê damezrandina sandîke û yekîtiyên pîşeyî û endambûna azad tê de misoger dike û ev bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Made (48):
Milkiyeta taybetî parastî ye û çê nabe ew bi zorê bihêt standin heger ji bo sûda giştî nebe û li hember tezmînateka adil û zû ko berî destê xudanî ji ser bêt rakirin yan di demê istîmlakkirina wê de bêt dan nebe û ev bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Made (49):
Malbat yekîneya civakî ya xweristî û bingehîn e di civakê de û mafê wê heye ko ji aliyê civak û hikûmetê ve bêt parastin û ji ber hindê:
Yek – Çê nabe şûkirin (zewac) bê razîbûna tam ya bê îkrah ya herdu aliyên dixwazin şû bi hevdu bikin bêt kirin.
Du -- Hikûmet parastina daykînî û zaroktî û pîratiyê misoger dike û civateka şîretkarî bo karûbarên malbatê dadimezîrne.
Sê -- Zarokan mafê perwerdekirin û sexbêrîjêkirin û hînkirinê li ser dayikan û baban heye. Dayikan û baban jî, bi taybetî di dema destkurtî û lawazî û pîrbûnê de, mafê rêzlêgirtin û sexbêrîjêkirinê li ser zaroyên xwe heye.
Çar -- Bikaranîna aborî ya zarokan qedexe ye û hikûmeta herêmê ji bo parastina wan rêûgavên pêwîst bi kar tîne.
Pênc -- Hemî şêwazên cidakarî û şidet û zorê di nav civak û xwandingeh û malbatê de tên qedexe kirin.
Şeş -- Hikûmeta herêmê xaniyên taybetî ji bo çavdêrî û parastina wan jinan yên ko ji ber egerên civakî ewlekariya malbatî ji dest dane dadimezrîne.
Made (50):
Her hevwelatiyekî mafê sexbêrîjêkirina tendirustî heye û hikûmeta herêmê bi berdestkirina amrazên parastin û dermankirinê radibe û divêt ew li gor pêçêbûnên xwe mafê kesê ko jêderê jiyara xwe ji ber egerên ne di destê wî de di haletê nexweşî yan seqetbûn yan bîjinîbûn û pîrbûnê de garantî dike.
Made (51):
Yek -- Hikûmeta herêmê dê çavê xwe bide tendirustiya giştî bi damezrandina nexweşxane û saziyên tendirustiyê û xaniyên sexbêrîjêkirina civakî ji bo pîrûkalan û dê amrazên parastin û dermankirinê misoger bike.
Du -- Kes û dezgehên ehlî dikarin li jêr serperiştiya desthilatên teybetmend di hikûmeta herêmê de nexweşxane û saziyên tendirustiya prîvat (xas) dabimezrînin û ev bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Made (52):
Yek -- Yê seqet mafê hindê heye ko hurmet li mirovîniya wî bêt girtin û wî, eger û çawanî û metirsiya seqetiya wî çi dibe bila bibe, eynî mafên bingehîn yên hevwelatiyên xwe yên di jiyê wî de ne hene û wî mafê jiyaneka hêja ko hindî pê çê dibe normal be heye.
Du – Yê seqet mafê dermankirina pizîşkî û derûnî û hînkirin û karkirin û sûdwergitinê ji endamên çêkirî û amîrên qayîmkirinê û hertiştê ko dikare şiyan û şehrezayiyên wî bo sinorên herî bêtir pêşde bibe heye ji bo amadekirina wî bi mebesta têkelkirina wan di civakê de.
Sê -- Mafê yê seqet heye ko di hemî qonaxên plandanana aborî û civakî de pêwîstiyên wî yên taybetî li ber çav bên girtin.
Çar -- Mafê yê seqet heye ko ew ji her îstîxlalekê û di her sîstemê yan reftareka cidakirin yan neheqî tê de be yan ji qîmeta wî bêxe bêt parastin.
Pênc -- Hikûmeta herêmê garantiyê dide ko ew pûte bide zimanê îşaretan û nivîsandina bi metoda brailleyê yê ko ji ber seqetiyeka di laşê wî de pêwîstî pê heye.
Made (53):
Hikûmeta herêmê bi karê sexbêrîkirina zanîngehên Kurdistanê û parastina herema wan û garantîkirina bingehên kesîtiya wê ya moralî di çarçoveya qanûnê de radibe.
Made (54):
Yek -- Hikûmeta herêmê sexbêriyê ji zanist û edebiyat û huneran dike û piştgiriya lêkolîna zanistî dike.
Du -- Her kesî mafê beşdarbûnê di jiyana kulturî de heye û mafê wecdîtinê ji qezencên pêşketina zanistî û bicihanînên wî heye û mafê sûdwergirtinê ji parastina qanûnî bo berjewedniyên moralî û madî ji encamên her berhemekê zanistî yan hunerî yan edebî yê ji çêkirina wî heye.
Sê -- Her kes di azadiya lêkolîna zanistî û di bizava afrandinê de xudan maf e.
Çar -- Hikûmeta herêmê bi karê parastina mafên milkiyeta afrandin û design û nimûne û nîşanên tomarkirî û navên bazirganî û mafên karên edebî û hunerî û zasnitî radibe.
Made (55):
Hikûmeta Kurdistanê çavê xwe dide nûgihayî û xortan û ew jî bi:
Yek -- Parastina wan ji mêtinkarî (îstîxlalê) û jirêderketinê.
Du -- Pêşdebirina şiyanên wan di hemî waran de û pêşdebirina pêçêbûnên wan û behremendiya wan û piştgirîkirinê ji bizavên wan.
Sê -- Perwerdekirina wan û bicihkirina bihayên exlaqî û nîştîmanî yên resen û canê insiyatîviyê di wan de û rewşenkirina wan li ser kultura neteweya xwe ya dîrokî û xebatkar û mirovane.
Çar -- Vekirina derfetan li ber wan ji bo bikaranîna behremendiyên wan di beşdabûnê de di projeyên pêşdebirina aborî û civakî û kulturî de.
Pênc -- Danana plan û programan ji bo rêvekirinê li ber wan bo ko bikarin bi berpirsiyariyên xwe rabibin û rola xwe di civakê de bigêrînin.
Şeş -- Piştgirîkirin ji insiyatîvên wan yên ferdî û grûpî û pûtedan bi afrandinên wan û damezrandina bingehên taybetî ji bo sexbêrîjêkirinê û piştgirîkirina wan ji aliyê madî û manewî ve.
Heft -- Piştgirîkirin ji canê hevkariyê û karê bihevreyî û kiryarên demokratîk û berdestkirina amrazan bo wecdîtinê ji wextên wan yên vala bi rengekê berhemdar ko pêçêbûnên wan baş bike û ezmûnên wan zêde bike.
Made (56):
Sportkirin mafê her hevwelatiyekî ye û divêt hikûmeta herêmê piştgiriya bizavên wê bike û amrazên wê berdest bike.
Made (57):
Yek -- Parastina jîngehê (erd, av, hewa, giya û zîndeweran) ji berpirsiyariya kesan ya xweristî û manewî ye û berpirsiyariya çêkirina wan zêdebarî berpirsiyariya sizayî li gor qanûnê dikeve ser yê ko ziyanê digehîne her yekê ji wan.
Du -- Hevwelatî xudan mafekê bingehîn e di azadî û wekheviyê de û di rewşên jiyanê yên razîker di jîngeheka civakî û aborî ya weha de ko weha bike ko ew bi serbilindî û bi xweşî bijî û erkê wî ye ew jîngehê ji bo berjewendiya nifşên niha û yên paşerojê biparêze û çêtir bike.
Sê -- Hikûmeta herêmê bi çareserkirina jêderên pîsbûna jîngehê û rawestandina hindê radibe. Ji bo wê yekê divêt ew daristanan pêşde bibe û biparêze û cihên wan berfireh bike û dever û kemerên kesk di nav bajaran û dormandorên wan de biparêze û pêşde bibe û çêkirina baxên giştî û pêjanên sirûştî zêde bike ji bo parastina jiyana xweristî ya jiyanewer û giya û berhemên sirûştî û qedexekirina avakirina avahî û saziyan û bikaranîna amîr û makîneyan di çerwanên sirûştî de û ev bi qanûnekê tên tertîb kirin.
Made (58):
Divêt hikûmeta herêmê gavên pêwîst ji bo parastina mustehlikî bavêje û piştgiriya mustehlikan bike bo ko berevaniyê ji mafên xwe bikin bi berdestkirina amrazên qanûnî bo damezrandina yekîtî û komeleyên taybetî bi hindê.
BEŞA SÊYÊ: AZADÎ
Made (59):
Her kesî mafê azadiya ra û raderbirînê heye.
Made (60):
Hikûmeta herêmê azadiya weşandin û çapkirin û rojnamegeriyê û mafê civîn û xwenîşandan û manggirtinên aştiyane misoger dike û ev bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Made (61):
Azadiya danûstandin û nameguhastinên posteyî û birûskî û telefonî û elektronî û xeyrî wan parastî ne û çê nabe bê pêwîstiyeka qanûnî û ewlekarî û bê biryareka dadgehî zêrevanî yan guhdariya wan bêt kirin yan bên berçav kirin.
Made (62):
Hevwelatiyên herêma Kurdistanê di sefer û bicihbûnê li derveyî herêmê û vegerê bo wê de azad in.
Made (63):
Her kesê bi awayekê qanûnî li herêmê be, mafê hatinûçûnê û bi azadî hilbijartina cihê bicihbûna xwe heye û çê nabe ev maf heger ji ber pêwîstiyên ewlekariya neteweyî yan sîstema giştî yan tendirustiya giştî yan maf û azadiyên yên din li gor qanûnê nebe bêt sinordar kirin.
Made (64):
Hikûmeta herêmê pûte dide mukimkirina rola dezgehên civaka medenî û piştgirî û pêşdebirina wan û garantîkirina serxwebûna wan ji bo bicihanîna armancên wan û ev bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Made (65):
Dîndarbûn ne bi zorê ye, û her kes di hizir û ol û eqîdeyê de azad e û hikûmeta herêmê azadiya hevwelatiyên Kurdistanê ji misilman û kristiyan û êzidiyan û yên din ji bo kirina wan bo peristkariya xwe û rêûresim û tîtalên wan û hurmeta mizgeft û dêr û cihên din yên peristkariyê û pêşdebirina wan misoger dike.
Made (66):
Her corê karê sixreyî yan karê bi zorê û derxistina bi zorê têt qedexe kirin û çê nabe ew bêt bi kar anîn:
Yek -- Wekî şêweyekî ji bo neçarkirinê yan tewcîha siyasî yan wekî sizayekê li ser baweriyê bi rayên siyasî yan rayên ji aliyên mezhebî ve nakok in ligel sîstema siyasî yan ya aborî yan ya civakî ya heyî yan ji ber derbirîna van rayan.
DU -- Wekî metodekê ji bo mobalîzekirina hêza karî û bikaranîna wê ji bo mebestên pêşdebirina aborî.
Sê -- Wekî sizayekê ji ber beşdarbûnê di partiyan de.
Çar -- Wekî şêwazek bo cidakariya nijadî, civakî, neteweyî, olî, mezhebî yan siyasî.
Made (67):
Yek -- Azadiya damezrandina komele û partiyên siysaî û endambûn di wan de misoger kiriye û ev bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Du -- Çê nabe çi kes bêt neçar kirin ko bibe endam di partiyekê yan komeleyekê de yan bêt neçar kirin li ser berdewambûna endambûnê di wan de.
Sê -- Komele û partiyên siyasî garantiyê didin bikaranîna prensîpên demokrasiyê di birêvebirina pêkhat û rêxistinên xwe û mafên endamên xwe de.
Çar – Çê nabe partî tayekê partiyeka biyanî yan girêdayî berjewendî û aliyên biyanî be.
Pênc -- Part û komele di program û sîstem (peyrew) û karên xwe de bend in bi prensîp û mafên bingehîn yên di vê destûrê de hatine û bi qebûlkirina raya din û pluralîzm û dijatîkirina şîdetê.
Şeş -- Rê nahêt dan ko partî û rêxistin û komele û kes ji bo bidestveanîna destketên partînî yan yên hilbijartinê yan tiştekê din olî yan beşekî ji naveroka kitêbên pîroz yan rêûresmekê olî bo kêmbihakirina senga siyasî yan ya civakî ya kesên din bi kar bînin.
Heft – Ew komeleyên ko armanc û karên wan nakok bin ligel hikmên qanûnên sizakariyê yan helwêstekê li dijî sîstema siyasî li herêmê yan li dijî bihevrejiyana aştiyane û jêknêzîkbûna di navbera pêkhatên neteweyî û dînî yên gelê Kurdistanê digirin tên qedexe kirin.
Made (68):
Her kesî mafê beşdarbûnê di civîn û komeleyên aştîxwaz de heye û çi qeyd bê qanûn li ser vî mafî nahêt danîn.
Made (69):
Peyman û lihevhatin û deklarasyonên navneteweyî yên taybet bi mafên mirovî yên ko Îraqê erêkirine yan xwe daye ligel wan timamkerên hikmên vê destûrê ne.
Made (70):
Biyanî wecê ji wan maf û azadiyan dibînin yên ko di wan deklarasyonên navneteweyî û peyman û lihevhatinan de hatine yên ko komara Îraqê ya federal wekî aliyekî ligel e û ew erkên tê de hatine dikevin ser wan.
Made (71):
Sinorkirin yan rêlêgirtina bikaranîna her maf û azadiyeka ko di vê destûrê de hatiye bi tinê bi qanûnekê çê dibe bi mercê ko ew sinorkirin û rêlêgirtin dest nede kakila mafî yan azadiyê bi tenê bi wê çenda beraqil û motîvkirî li nik civakeka li ser demokrasî û giravî û wekhevî û azadî û dadweriyê avakirî.
BEŞA ÇARÊ: ERK
Made (72):
Berevanîkirin ji welatî û silametiya axa wî û parastina saziyên wî yên destûrî û parastina yekîtiya nîştîmanî û pêgirî bi mînakên baş yên xebata gelê Kurdistanê ji bo azadî û demokrasiyê erkekê pîroz yê her hevwelatiyekî ye.
Made (73):
Pêbendbûn bi destûr û qanûnan û pûtedan bi sîstema giştî erkê hevwelatiyên herêmê ye.
Made (74):
Hurmet û bilindragirtina rêber û sîmbolên bizava azîdîxwaz ya kurdî û şoreş û şehîdên wê û parastina kerameta kesûkarên wan û pêşmergeyên kevin û xebatkarên tê de beşdar bûne erkekê pîroz yê hikûmet û hevwelatiyên Kurdistanê ye.
Made (75):
Divêt her hevwelatiyek milkiyeta giştî biparêze û çavê xwe bide samanê giştî û hurmeta mafên milkiyeta yên din bigire.
Made (76):
Divêt her kes beşdar bibe di xerca giştî de bi rêya wan bac û risûmên li gor qanûnê dikevin ser wî.
Made (77):
Divêt her kesê dibe xudan postekê resmî yan bi wezîfeyeka giştî radibe, karên wê bi disiplîn û dilpakî û hêjayî bike.
BABETÊ SÊYÊ: DESTHILATÊN HERÊMA KURDISTANÊ-ÎRAQ
Made (78):
Desthilatên herêma Kurdistanê-Îraq pêk tên ji:
Yekem: Desthilata qanûnsaziyê (parlamentoya Kurdistanê)
Duyem: Desthilata bicihanînê (tenfîzî)
Sêyem: Desthilata dadweriyê (qezayî)
BEŞA YEKÊ: DESTHILATA QANÛNSAZIYÊ (PARLAMENTOYA KURDISTANÊ)
Made (79):
Parlamentoya Kurdistanê desthilata qanûnsaziyê ye li herêmê û jêdera (merceiyeta) biryardanê ye di pirsên gelê Kurdistanê yên çarenûssaz de û endamên wê nûnerên miletî ne û ew bi dengdana giştî ya azad û nihînî û ya dîrekt tên hilbijartin.
Made (80):
Yek -- Awayê hilbijartina endamên parlamentoya Kurdistanê-Îraq û çawatiya bicihanînê û destnîşankirina wextê wê û rêjeya nûneriyê û mercên dengder û endamî bi qanûnê tên diyar kirin.
Du -- Di pêkhatina parlamnetoyê de, nûneriya dadperwer ya neteweyan li herêma Kurdistanê têt li ber çav girtin.
Sê -- Endamê parlamentoyê bê libergirtina pêgirêdanên wî û devera wî ya hilbijartinê nûneriya gelê Kurdistanê-Îraq bi hemî pêkhatên wî yên neteweyî, siyasî û olî dike.
Made (81):
Yek -- Dema peryoda hilbijartinê ya parlamentoyê çar sal in. Ew ji civîna wê ya yekê dest pê dike.
Du -- Parlamento bi daxwaza serokê herêmê di nava pazde rojan de ji roja ragihandina encamên dawiyê yên hilbijartinan dicive. Eger daxwaz jê nehêt kirin ew bi xwe dê seet dwazdeyê piştî nivroya roja piştî bidawîhatina wextê destnîşankirî bicive.
Made (82):
Parlamento civîna xwe ya yekê bi serokiya endamê temenmezintir dike û tê de bi dengdana nihînî serokî û cihgirê serokî û sekreterê giştî hildibijêre.
Made (83):
Endamê parlamentoyê berî dest bi karên xwe bike vê sondê dixwe:
“Ez sondê bi Xudêyê mezin dixwim ko ez berjewendiya gelê herêma Kurdistanê û yekîtî û kerameta wî û maf û azadiyên hevwelatiyên wî biparêzim û ez erkên endamiya xwe bi dirustî û dilsozî bi cih bînim”.
Made (84):
Endamê parlamentoyê ji tarîxa ko ew sonda destûrî dixwe ji wezîfeya xwe îstîfakirî ye û wî mafê vegerê bo wê wezîfeyê yan her wezîfeyeka din piştî bidawîhatina wextê endamiya wî di parlamnetoyê de heye û ew demê endambûna wî di parlamentoyê de ji bo mebestên zêdekirina meaşî û avans û kevnî û xanenşîniyê têt bi kar anîn.
Made (85):
Endambûn di parlamentoya Kurdistanê de û endambûn di parlamnetoya federal yan civatên lokal û şaredariyê de yan wezîfeya giştî bi hev re çê nabe.
Made (86):
Parlamentoyê di salê de du peryodên rûniştinan hene û demê her peryodekê çar meh in. Sîstema (peyrewa) navxweyî çawaniya rûniştinan bi serûber dike. Peryoda ko budceya giştî tê de têt minaqeşe kirin timam nabe heta ew budce nehêt erê kirin.
Made (87):
Li ser daxwaza serokê herêmê yan serokwezîrî yan bîstûpênc endamên parlamentoyê û ji bo bicihanîna karûbarên ko jê re pêwîst in, peryoda rûniştina parlamentoyê dikare ji bo sî rojan û ne bêtir bêt dirêj kirin.
Made (88):
Nîsaba qanûnî di parlamentoyê de bi amadebûna piraniya mitleq ya endamên wê timam dibe û biryar bi piraniya dengên amadebûyiyan tên wergirtin heger di qanûnê de teksteka berûvajî vê nebe. Heger deng wekhev bin, hîngê dengê serokê parlamentoyê sengê diguhore.
Made (89):
Deh yan bêtir ji endamên parlamentoyê dikarin pêşniyara qanûnekê yan biryarekê pêşkêş bikin.
Made (90):
Yek -- Mafê endamê parlamentoyê ye pirsiyaran arasteyî serokwezîrî û cihgirê wî û wezîran bike di babetên bi wan ve paywendîdar in û qanûna parlamentoyê û sîstema wê ya navxweyî vê tertîb dike.
Du -- Deh endamên parlamentoyê dikarin jêpirsînekê arasteyî serok yan endamên civata wezîran bikin û minaqeşekirin li ser jêpirsînê piştî heşt rojan ji roja gehiştina wê bo serokiya civata wezîran dihêt kirin. Heger di encama jêpirsînê de daxwaza bawerîkêşanê ji serokwezîrî yan wezîrekî hat kirin, hîngê bawerîkêşan ji serokwezîrî dê bi razîbûna dusêka endamên parlamentoyê be û ji wezîrî bi razîbûna piraniya mitleq ya endamên parlamentoyê be.
Made (91):
Maf û selahiyetên serokê parlamnetoyê û cihgirê wî û sekreterê giştî û endamên parlamentoyê bi qanûnekê tên tertîb kirin.
Made (92):
Qanûn û sîstema parlamentoyê dê detalyayên karkirinê di parlamentoyê de û çawaniya pêkanîna rûniştinên wê yên asayî û awarte û haletên bidawîhatina endambûnê û çawaniya pirkirina kursiyên vala diyar bike.
Made (93):
Parlamento taybetmend e bi:
Yek -- biryardan li ser pirsên çarenûssaz yên gelê herêma Kurdistanê-Îraq
Du -- erêkirina pêşniyara guhortinê di destûra herêmê de bi piraniya dusêka endamên wê bi şertê ko pêşniyara guhortinê ji mafên bingehîn û azadiyên tê de ne kêm neke
Sê --
(a) dirustkirina qanûnên herêmê û guhortina wan û îptalkirina wan
(b) guhortina şêweyê bicihanîna qanûnên federal yên derveyî taybetmendiya desthilatên federal in
(c) dirustkirina qanûnên peywendîdar bi selahiyetên hevbeş di navbera desthilatên federal û desthilatên herêmê de
Çar -- jikarderxistina serokê herêmê yan cihgirê wî bi piraniya mitleq ya endamên parlamentoyê piştî ko ji aliyê dadgeha destûrî ya Kurdistanê ve hatibe tawanbar kirin di yekê ji van haletan de:
(a) nebcihanîna sonda destûrî
(b) binpêkirina destûrê
(c) xiyaneta mezin
Pênc -- bwerîdan bi hikûmetê û endamên wê û bawerîjêkêşan bi piraniya mitleq ya endamên parlamentoyê
Şeş -- biryardan li ser siyasetên hevbeş di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federal de
Heft -- kontrolkirina karê desthilata bicihanînê û pirsîn ji serokwezîrî û cihgirê wî û wezîran li gor qanûnê û sîstema wê ya navxweyî
Heşt -- biryardan li ser budceya giştî û hisêbên dawiyê û guhorînê di nava babet û beşên wan de û erêkirina her xerceka tê de nehatibe behs kirin
Neh -- biryardan li ser plana giştî ya pêşdebirinê
Deh -- çêkirina bac û risûmatan û guhortin û îptalkirina wan
Yazde -- serrastkirina dirustiya endamiyê di parlamentoê de
Dwazde – danana sîstema (peyrewa) xwe ya navxweyî û destnîşankirina mîlakên xwe û texmînkirina budceya xwe û damezrandina karmendên xwe û destnîşankirina meaşên wan.
Sêzde -- çêkirina komîteyên hertimî û berwext û yên lêkolînan di pirsên ko jê re pêwîst bin.
Made (94):
Çê nabe parlamento dev ji desthilatên xwe yên qanûnsaziyê berde ji bilî ya ko di xala heftê ya madeya 104-ê ji vê destûrê de hatiye.
Made (95):
Yek -- Endam xudan îmunîtêyeka parlamentî ye û mafê wî yê axiftinê di sinorên destnîşankirî di sîstema navxweyî ya parlamentoyê de heye.
Du – Çê nabe azadiya endamê parlamentoyê bê erêkirina parlamentoyê bêt sinordar kirin yan zêrevanî lê bêt kirin.
Sê – Çê nabe hîç alî endamê parlamentoyê di dema peryoda rûniştinê de bê erêkirina parlamentoyê teqîb bike yan lêkolînê ligel bike yan sehûsiya wî yan ya xaniyê wî yan ya bîroya wî bike yan bigire heger bi gunehkarîkirinekê nehatibe dîtin.
Çar – Çê nabe endamê parlamentoyê li derveyî dema peryodên rûniştinên parlamentoyê bê erêkirina serokê wî bêt teqîb kirin yan lêkolîn ligel bêt kirin yan sehûsiya wî yan ya xaniyê wî yan ya bîroya wî bêt kirin yan bêt girtin heger bi gunehkarîkirinekê nehatibe dîtin û parlamento di wextê destpêkirina rûniştina wê de bi gavên ko di derheqa wî de hatine avêtin têt agahdar kirin.
Made (96):
Yek -- Parlamento dikare xwe bi razîbûna piraniya dusêka endamên xwe hilweşîne.
Du -- Parlamento bi mersûmeka serokê herêmê di van rewşan de têt hilweşandin:
(a) Destjikarkêşana bêtir ji nîva hejmara endamên wê.
(b) Netimambûna nîsaba wê ya qanûnî ji bo civîna destpêkirinê di nava çilûpênc rojan de ji roja jêxwestinê bi destpêkirina peryoda xwe ya hilbijartinê.
(c) Bawerî pê neanîna wê bi sê pêkhatên wezarî yên pêşniyarkirî yên cida û li pey hev.
Sê -- Mersûmek bi kirina hilibjartinên parlamentoya Kurdistanê ne dûrtir ji pazde rojan ji roja hilweşandina wê û di nava du mehên berî timambûna peryoda wê ya hilbijartinê de derdikeve.
Made (97):
Heger parlamento hat hilweşandin yan dawî bi peryoda wê ya hilbijartinê hat, hilbijartinên nû bo hilbijartina parlamentoyeka nû ne dûrtir ji şêst rojan ji roja hilweşandinê û di nava du mehên berî timambûna peryoda hilbijartinê de dê bên kirin.
Made (98):
Heger peryoda hilbijartinê ya parlamentoyê bi dawî bihêt û zehmet be hilbijartinên nû ji ber şerî yan karesatan bên kirin, hîngê parlamento dê li ser karên xwe berdewam be heta ko parlamentoyeka nû têt hilbijartin û rûniştina wê ya yekê têt kirin.
BEŞA DUYÊ: DESTHILATA BICIHANÎNÊ (TENFÎZÎ)
YEKEM: Serokê herêma Kurdistanê
Made (99):
Yek -- Herêmê serokek heye navê wî “serokê herêma Kurdistanê” ye û ew e serokê bilindtir yê desthilata bicihanînê û fermandeyê hêzên giştî yên pêşmergeyan (parêzvanên herêmê) û nûneriya gelê herêmê dike û bi navê wî di hilketinên nîştîmanî û neteweyî de beşdar dibe û hevahengiyê di navbera desthilatên federal û desthilatên herêmê de dike.
Du -- Cihgirek ji serokê herêmê re heye û ew jê re di karûbarên wî de arîkar dibe û ew di demê neamadebûna serokê herêmê de cihê wî digire û dê ew cihgirê fermandeyê hêzên pêşmergeyan be.
Made (100):
Serokê herêma Kurdistanê bi rêya dengdana nihînî ya dîrekt ji aliyê hevwelatiyên herêmê ve têt hilbijartin.
Made (101):
Çawaniya hilbijartina serokê herêma Kurdistanê û mercên kandîdkirinê û çawaniya tawanbarkirin û dadgehkirina wî û haletên bidawîhatina welayeta wî li gor qanûnekê tên diyar kirin.
Made (102):
Berî ko serokê herêmê dest bi karê xwe bike, ew vê sonda destûrî li hember parlamentoya Kurdistanê-Îraq dixwîne:
“Ez bi Xudêyê mezin sond dixwim ko ez maf û destkeftî û yekîtî û berjewendiyên gelê herêma Kurdistanê biparêzim û ez bi dirustî û bi dilsozî bi erkên xwe rabim û girêdayî destûra Kurdistanê-Îraq bim”.
Made (103):
Welayeta serokê herêma Kurdistanê çar sal in û dikare bo welayeteka duyem bêteve hilbijartin.
Made (104):
Serokê herêmê bi van selahiyetan radibe:
Yek -- Pêşniyarkirina projeyên qanûn û biryaran bo parlamentoya Kurdistanê-Îraq.
Du -- Ew wan qanûn û biryarên ko parlamentoya Kurdistanê-Îraq çê dike ne dûrtir ji deh rojan ji roja gehiştina wan bo dîwana serokatiyê derdixe û wî mafê diyarkirina nerazîbûna xwe li ser hemiyê yan beşekî jê heye û mafê vegerandina wan bo parlamentoyê heye bo careka din li ser rawestiyanê û dê biryara parlamentoyê qet’î be û ew dê bi erêkirî hên hesab kirin heger ew di wextê destnîşankirî de dernekevin.
Sê -- Derxistina mersûmekê bo kirina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê-Îraq li demê hilweşandina wê yan bidawîhatina peryoda wê ya hilbijartinê û ew jî li gor madeya 96-ê ji vê destûrê digel liberçavgirtina demê destnîşankirî di herdu madeyên wê yên 96-ê û 97-ê de.
Çar -- Derxistina mersûmeka daxwazkirinê ji parlamentoya Kurdistanê bo vekirina peryoda teşrîî ya yekê ji peryoda hilbijartinê ne dûrtir ji pazde rojan ji roja ragihandina encamên dawiyê û heger jê nehat xwastin hîngê parlamento bi xwe di roja piştî bidawîhatina demê binavkirî de dicive.
Pênc -- Hilweşandina parlamentoya Kurdistanê-Îraq bi mersûmekê di wan haletan de yên ko ev destûr yan qanûna parlamentoya Kurdistanê diyar dike.
Şeş -- Jikarxistina wezîrî li ser pêşniyara serokwezîrî.
Heft -- Derxistina mersûmên ko hêza qanûnê hene piştî şêwirmendî û lihevhatinê ligel serokê parlamentoyê û civata wezîran ya herêmê demê herêma Kurdistanê û sîstema wê ya siyasî yan ewlekariya giştî tê de yan saziyên wê yên destûrî rastî metirsiyên ko gefan li kiyanê wê bikin bibin û parlamento nikaribe bicive bi mercekî ko ew mersûm di civîna yekê ya parlamentoyê de jê re bên pêşkêş kirin. Ew mersûm rûxsarê qanûnî ji dest xwe didin heger ew pêşkêşî parlamentoyê nehên kirin yan heger bên pêşkêş kirin û perlamento wan nepejirîne.
Heşt -- Lêborîna taybetî ji mehkûman li gor qanûnê.
Neh -- Erêkirina hikmên îdamê yan sivikkirina wan bo zîndana hertimî.
Deh -- Ragihandina rewşa awarte di haletên şer, dagîrkirin, îsyan, bênîzamî, karesatên xwezayî, belavbûna pejîkan yan di her haleteka din ya acil de bi şertê ko midetê yekê ji mehekê zêdetir nebe û dirêjkirinên li pey wê bi razîbûna piraniya mitleq ya parlamentoyê bin û her dirêjkirinek ji sê mehan zêdetir nebe û hikmên girêdayî rewşa awarte bi qanûnekê tên tertîb kirin.
Yazde -- Bangkirina civata wezîran bo civîneka awarte li demê pêwîst be û civîn dê bes li ser wan babetan be yên ko ji bo wan têt kirin û ew dê serokîniya wê civînê bike.
Dwazde -- Bi erêkirina parlamentoya Kurdistanê-Îraq rê dide ko hêzên federal yên çekdar yan her yekîneyên din yên leşkerî ko pêwîst be bikevin nav herêmê bi mercekî ko erk û cih û demê mana wan bên diyar kirin.
Sêzde -- Bi erêkirina parlamentoya Kurdistanê-Îraq serokê herêmê dikare hêzên pêşmergeyan (parêzvanên herêmê) yan hêzên asayişa navxwe bişîne derveyî herêmê.
Çarde --
(a) Namzedê fraksyona parlamenî ya bi hejmara xwe mezintir teklîf dike bo pêkanîna hikûmetê di nava 30 rojan de ji roja teklîfkirinê.
(b) Serokê herêmê namzdekê din ji eynî fraksyonê teklîf dike bo pêkanîna hikûmetê heger namzedê yekê neşiya wê di nava demê di xala (a)-ya jorîn de destnîşankirî dirust bike.
(c) Heger namzedê duyê nekarî hikûmeta pêteklîfkirî çê bike, hîngê serokê herêmê kesekê ko ew bikêrhatî dibîne hildibijêre û bi çêkirina hikûmetê teklîf dike.
(ç) Yê teklîfkirî bi çêkirina hikûmetê dikare ji nav endamên paralamentoyê yan ji derveyî wan be.
Pazde -- Derxisrtina mersûma erêkirina destjikarkêşana hikûmetê yan wezîrî demê bawerî ji her yekî ji wan têt kêşan.
Şazde -- Derxisrtina mersûma erêkirina destjikarkêşana hikûmetê yan wezîrî û teklîfkirina wan ko li ser karûbarên xwe berdewam bin heta çêkirina hikûmeta nû.
Hevde -- Derxistina mersûma damezrandina bîroyên herêmê yên taybet bi pirsên kulturî û civakî û pêşdebirinê di balyozxane û nûneriyên dîplomasî yên îraqî de li derve.
Hejde -- Damezrandina xudan mertebeyên taybet li ser pêşniyara wezîrê taybetmend û erêkirina civata wezîran.
Nozde -- Damezrandina dadwer û serok û endamên dadgiriya giştî piştî kandîdkirina wan ji aliyê civata dadweriya herêmê ve.
Bîst -- Bexşîna mertebeyên leşkerî bo efserên pêşmergeyan (parêzvanên herêmê) û hêzên asayişa navxweyî û jikarderxistina wan û xanenişînkirina (teqawidkirina) wan li gor qanûnên heyî.
Bîstûyek -- Bexşîna medalya û xelatan li gor qanûnê.
Made (105):
Meaş û xerciyên serokê herêmê û cihgirê wî bi qanûnekê tên diyar kirin.
Made (106):
Serokîniya herêmê dê xudan dîwan be û pêkhat û erkên wê dê bi qanûnekê bên tertîb kirin.
Made (107):
Yek -- Heger serokê herêma Kurdistanê dest ji karî bikêşe yan bimire yan rastî seqetiyeka hertimî bibe, hîngê kesek bi eynî rêya di vê destûrê de hatiye diyar kirin dê li cihê wî bêt hilbijartin.
Du -- Demê postê serokê herêma Kurdistanê vala be, serokê parlamentoya Kurdistanê bi karûbarên wî radibe heta ko serokekê nû têt hilbijartin.
Sê -- Gava serokê herêma Kurdistanê li herêmê nebe yan di bêhinvedanê de be, cihgirê wî bi karûbarên wî radibe.
DUYEM: Civata wezîrên herêma Kurdistanê
Made (108):
Civata wezîrên herêma Kurdistanê desthilata bicihanîn û îdarî ya herêmê ye û ew li bin çavdêrî û rêberiya serokê herêma Kurdistanê bi karûbarên xwe radibe.
Made (109):
Yek -- Civata wezîran ji serokê civata wezîran û cihgirê wî û wezîran pêk têt û çêkirina wê bi qanûnekê têt diyar kirin.
Du – Teklîfkirina namzedekî ji bo çêkirina hikûmetê dê li gor xala çardeyê ji madeya 104-ê ji vê destûrê be.
Sê -- Serokwezîrê teklîfkirî cihgirê xwe û wezîran ji nav endamên parlamentoya Kurdistanê yan li derveyî wan ji yên ko mercên endamiya parlamentoya Kurdistanê li cem heye hildibijêre.
Çar -- Serokwezîrê teklîfkirî lîsteyeka endamên hikûmeta xwe pêşkêşî serokê herêmê dike ji bo erêkirina wê.
Pênc -- Serokwezîrê teklîfkirî piştî erêkirina serokê herêmê, endamên hikûmeta xwe pêşkêşî parlamentoya Kurdistanê dike û ji wan dixwaze baweriyê pê bidin.
Şeş -- Serokwezîr serokiya civînên hikûmetê dike ji bilî wan yên ko serokê herêmê tê de amade dibe.
Made (110):
Serok û endamên civata wezîran piştî bawerîpêdanê û berî dest bi karûbarên xwe yên resmî bikin vê sonda destûrî li hember paralmentoyê dixwin:
“Ez bi Xudêyê mezin sond dxwim ko ez bi dilsozî yekîtiya gel û axa Kurdistana Îraqê biparêzim û hurmeta destûr û qanûnên heyî bigirim û çavê xwe bi timamî bidim berjewendiyên gelî”.
Made (111):
Di dirustkirina hikûmeta herêma Kurdistanê de, nûneriya adil ya neteweyan têt li ber çav girtin.
Made (112):
Wezîr, di warê berpirsiyariyê de ji karûbarên girêdayî civata wezîran, li hember parlamentoya Kurdistanê hevkar in û her wezîrek bi serê xwe ji karûbarên wezareta xwe berpirsiyar e û ew berpirsiyarê yekê û yê dîrekt e ji wê.
Made (113):
Civata wezîran bi van selahiyet û pisporiyan radibe:
Yek -- Bicihanîna qanûn û biryar û sîsteman û parastina ewlekariya herêmê û samanên giştî.
Du -- Planekirina siyaseta giştî ya herêmê bi beşdariyê digel serokê herêma Kurdistanê û bicihanîna wê piştî erêkirina wê ji aliyê parlamentoyê ve.
Sê -- Amadekirina proje û planên pêşdebirinê û bicihanîna wan piştî biryardanê li ser ji aliyê parlamentoyê ve.
Çar -- Hikûmeta Kurdistanê digel hikûmeta federal dê bîrên neft û gazê yên ji erdên Kurdistana Îraqê derxistî û yên ji aliyê bazirganî ve berî 15/8 2005-ê li kar in îdare bikin bi mercê ko hatinên wan bi awayekê adil li gor prensîpên diyarkirî di madeya 112-ê de ji destûra fedarl bên belav kirin û ev bi qanûnekê têt tertîb kirin û pîvana berhemanîna bazirganî ji bo mebestên bicihanîna hikmên vê xalê berhemanîna pênc hezar bermîlan di rojê de ye di nava dwazde mehên berî 15/8 2005-ê de.
Pênc -- Hikûmeta Kurdistanê digel hikûmeta federal bi dariştina siyasetên stratejîk yên pêwîst bo pêşdebirina samanê neft û gazê radibin bi mercê ko parlamentoya Kurdistanê-Îraq li ser razî be.
Şeş -- Hikûmeta Kurdistanê bi her pêwîstiyeka lêgerîn û derxistin û birêvebirin û dirustkirin û firotin û bazardîtin û eksportkirin û her tiştê din yê pêwîst bo wargehên neft û gaza nederxistî û ya derxistî û nedirustkirî ji bo bazarî berî 15/8 2005-ê radibe û ev bi qanûnekê têt tertîb kirin û pîvana berhemanîna bazirganî ji bo mebestên bicihanîna hikmên vê xalê berhemanîna pênc hezar bermîlan di rojê de ye di nava dwazde mehên berî 15/8 2005-ê de.
Heft -- Rabûn bi hemî selahiyetên bicihanînê (tenfîzî) yên ko taybet in bi herêmê û ne taybet in bi desthilatên federal ve li gor madeya 110-ê ji destûra federal.
Heşt -- Rabûn bi wê ya ko selahiyetên hevbeş yên di navbera desthilatên federal û desthilatên herêmê li gor hikmên destûra federal dideyê.
Neh -- Amadekirina projeya budceya giştî ya herêmê.
Deh -- Amadekirin û pêşkêşkirina projeyên qanûn û biryaran bo parlamentoya Kurdistanê-Îraq.
Yazde -- Derxistina biryarên bicihanînê û îdarî li gor qanûn û sîsteman.
Dwazde -- Serperiştîkirina karên wezaretan û yên sazî û cihên giştî li herêma Kurdistanê û raberkirin û pêdaçûn û çavdêrîkirina wan û hevkarîkirinê di navbera wan de.
Sêzde -- Damezrandina karmendan û mertebepêdan û jikarderxistin û xanenşînkirina wan li gor qanûnê bi mercê ko nakok nebe ligel qanûna civata xizmeta sivîl li herêmê.
Çarde -- Namzedkirina nûnerên herêmê yên ji mertebeya birêveberê giştî û bilindtir bo dezgehên federal yên serbixwe û wezîfeyên federal bi erêkirina parlamentoya Kurdistanê-Îraq.
Pazde -- Damezrandin û organîzekirina hêzên ewlekariya navxweyî ya herêmê wekî polîs û asayiş û parêzvanên herêmê.
Made (114):
Yek -- Civata wezîran di van haletên jêrîn de bi destjikarkêşayî têt hesab kirin:
(a) Destjikarkêşana serokê wê.
(b) Ko parlamentoya Kurdistanê baweriyê ji serokê wê bikêşe.
(c) Demê welayeteka nû ya parlamentoya Kurdistanê-Îraq dest pê dike.
(ç) Demê welayeteka nû ya serokê Kurdistanê dest pê dike.
(d) Demê serokê civatê dimire.
Du -- Wezîr bi destjikarkêşayî têt hesab kirin gava parlamentoya Kurdistanê baweriyê jê dikêşe.
Sê -- Civata destjikarkêşayî bi civata birêvebirina karan têt hesab kirin heta dirustkirina civateka nû.
Made (115):
Yek -- Çawaniya tawanbarkirina serokwezîrî û cihgirê wî û wezîran û dadgehkirina wan bi qanûnekê têt diyar kirin.
Du -- Meaşên serokwezîrî û cihgirê wî û wezîran û xercî û îmtiyazên wan bi qanûnekê tên dest nşîan kirin.
BEŞA SÊYÊ: DESTHILATA DADWERIYÊ
YEKEM: Prensîpên giştî
Made (116):
Dadwerî serbixwe ye û ji bilî qanûnê çi desthilatek bi ser de nîne.
Made (117):
Dadweriyê welayeteka giştî ya asayî û manewî li ser hemî kesên li herêma Kurdistanê heye.
Made (118):
Hikim û biryarên dadwerî bi navê gelî tên dan û bi cih anîn.
Made (119):
Dadwer ji bilî di wan haletan de yên ko qanûn destûrê dide ji karî nahên derxistin.
Made (120):
Çê nabe dadwer û endamê dadgiriya giştî:
Yek – Karê dadwerî û karên qanûnsazî û qanûnbicihanînê û her karekê din bi hev re di heman wextî de bikin.
Du -- Bibin endam di partiyekê yan rêxistineka siyasî de yan di her bizaveka siyasî de kar bikin.
Made (121):
Rûniştinên dadgehan aşkere ne heger dadgeh ji ber liberçavgirtina sîstema giştî yan rewişt yan ji ber hurmeta malbatê biryarê nede ko wan bike nihînî bi mercê ko biryara dadgehê di rûniştineka aşkera de bêt ragihandin.
Made (122):
Dirustkirina dadgehên taybet yan yên awarte li herêmê qedexe ye.
Made (123):
Dadgehên taybetmend bi miraceetkirina tawanên ko sîmayê leşkerî heye û ji endamên hêzên pêşmergeyan û hêzên asayişa navxweyî çê dibin û herweha tawanên ko di navbera endamên hêzên pêşmergeyî yan yên hêzên asayişa navxweyî de rû didin bi qanûnekê tên dirust kirin.
Made (124):
Yek – Çê nabe hikmên kesînî yên olekê bên feriz kirin li ser alîgirên oleka din.
Du -- Mafê alîgirên ol û tayifeyên nemislman wekî kristiyan û êzidiyan û yên din heye ko civatên xwe yên rûhanî çê bikin û li ser hikmên taybet bi serûberên xwe yên kesînî ve yên ko bi qanûnekê tên diyar kirin û ji aliyê dadgeha amrazên kesînî ve têt seh kirin biçin.
Sê – Hikmên qanûnên heyî li herêmê yên girêdayî serûberên kesînî bo nemisilmanan dê bên bi cih anîn heta ko qanûneka ko serûberên kesînî yên taybet bi wan ve organîze bike têt danan.
Made (125):
Çê nabe di qanûnan de tekstek hebe ko li ser dadgehan guhdarîkirina wan daweyên ko ji wan qanûnan dirust dibin qedexe bike.
Made (126):
Çê nabe di qanûnan de tekstek hebe ko her kar yan biryareka îdarî ji îtîrazkirinê parastî be.
Made (127):
Qanûn garantiyê dide bêalîgiriya îdareyê û sizadana wî kesê ko neheqiyê di bikaranîna desthilatê de dike.
Made (128):
Mafê her kesî yê ko ziyan ji ber reftar yan kar yan îhmalkirina yên girêdayî daîre û saziyên hikûmî yên herêmê di demê karkirina wan de bigeheyê heye ko daxwaza tezmînatê ji aliyên binavkirî bike.
Made (129):
Divêt hikmên dadwerî bên bi cih anîn û neqebûlkirina bicihanîna wan yan rêgirtin li ber bicihanîna wan li gor qanûnê bi tawan têt hesab kirin. Heger yê tawanbar karmendekê giştî be yan bi xizmeteka giştî teklîfkirî be, ew zêdebarî cezayê sizayî ji karê wî têt derxistin û yê cezakirî mafê hinartina daweya xwe bo dadgeha taybetmend heye û dadgeh di haletê ziyanpêketinê de tezmînateka timam jê re misoger dike.
DUYEM: Civata dadwerî
Made (130):
Desthilata dadwerî li herêmê serbixwe ye û ji civata dadwerî, dadgeha destûrî, dadgeha temyîzê, civata şêwirmendiyê, heyeta serperiştîkirina edlî, dezgeha dadgiriya giştî û dadgehan bi hemî mertebe û celeb û heyetên wan ve pêk têt û awayê dirustkirina wê û merc û çawaniya damezrandina endamên wê û jêpirsîna wan bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Made (131):
Yek –– Civata dadwerî ji serokê dadgeha destûrî û cihgirekê wî û serokê dadgeha temyîzê û cihgirekê wî û serokê heyeta serperiştîkirina edlî û serokê dadgiriya giştî û serokên dadgehên deverên îstinafî li herêmê pêk têt.
Du –– Civata dadwerî karûbarên dadweriyê bi rê ve dibe û serperiştiya heyetên dadwerî dike û serbixweyiya xwe li gor qanûnê misoger dike.
Made (132):
Yek -- Desthilata dadwerî budceyeka xwe ya teybet heye û bi budceya herêmê ve zêde kiriye.
Du -- Civata dadwerî projeya budceya dadwerî ya salane amade dike û dide parlamentoya Kurdistanê-Îraq bo erêkirina wê bi mercê ko hejmara wê ya dawîn di budceya salane ya herêmê de be.
SÊYEM: Dadgeha destûrî
Made (133):
Kurdistana Îraqê dadgeheka bilind bi navê “Dadgeha Destûrî ya Kurdistanê” heye û ew bi qanûnekê têt damezrandin.
Made (134):
Yek -- Dadgeha Destûrî ya Kurdistanê li gel serokî ji heft endaman têt dirust kirin û ew ji nava dadwer û mamosteyên qanûnê û advokatên ko karkirina wan di warê dadwerî yan qanûndanan yan maomsteyîkirinê yan advokatiyê de ji bîst salan kêmtir nebe tên hilbijartin.
Du -- Endamên dadgeha destûrî ji aliyê civata dadwerî ve bi şêwirmendiyê digel serokê herêma Kurdistanê tên hilbijartin.
Sê -- Endamên dadgehê ji aliyê serokê herêmê ve bi mersûmekê, piştî erêkirina parlamentoya Kurdistanê bo berbijêran, tên damezrandin.
Made (135):
Dadgeh serokê xwe ji nava endamên xwe hildibijêre.
Made (136):
Serok û ednamên dadgeha destûrî û dadgeha temyîzê berî destpêkirinê bi karûbarên xwe sonda qanûnî li hember serokê herêma Kurdistanê-Îraq dixwin û dadwerên dadgehên din yên herêmê sonda qanûnî li hember serokê civata dadwerî dixwin.
Made (137):
Ev karên jêrîn ji desthilata dadgeha destûrî ne:
Yek -- Ravekirina tekstên destûra herêma Kurdistanê-Îraq
Du --
(a) Kontrolkirina destûrîbûna qanûnan li ser daxwaza serokê herêma Kurdistanê yan civata wezîran yan ziyanpêketiyê dîrekt.
(b) Biryaradan li ser qanûnîbûna sîstem û biryar û zanyariyan li ser daxwaza ziyanpêketiyê dîrekt.
Sê -- Biryardan li ser şikyatê li ser ne destûrîbûna qanûnê yan ne qanûnîbûna biryarekê yan sîstemekê yan zanyariyên ko di daweyekê di dagehekê de hatine û divêt dadgeh daweyê paş bixe heta ko biryar li ser wê şikyatê der dikeve.
Çar -- Erêkirina encamên hilbijartinên giştî yên serokê Kurdistanê û parlamentoya Kurdistana Îraqê.
Made (138):
Mercên endambûnê di dadgehê de û çawaniya birêveçûna karî tê de û çawaniya wergirtina dawe û daxwazan bi qanûnekê tên tertîb kirin.
Made (139):
Hikmên dadgeha destûrî ji hemiyan re qet‘î û mulzem in û heger dadgehê di demê biryardana wê li ser destûrîbûna qanûnan yan qanûnîbûna sîstem û zanyarî û biryaran de biryar da ko yek jî ji wan ligel desûrê yan qanûnê nakok e, hîngê divêt ew desthilata peywendîdar li Kurdistanê pê agahdar bike ji bo ko ew gavên pêwîst ji bo nehêlana nakokiya destûrî yan serrastkirina wê bavêje.
ÇAREM: Dadgiriya giştî
Made (140):
Dadgiriya giştî nûneriya civakê dike û ew bi navê xwe û ji bo berevanîkirinê ji mafê giştî û ji bo bicihanîna edaletê bi daweya giştî radibe û ew ji bo bicihanîna qanûnên cezayî û serperiştîkirina karûbarên disiplîna dadwerî û kontrolkirina têkdanên qanûnî û bicihanîna biryar û hikm û sizayan dixebite.
PÊNCEM: Civata şêwirmendiyê
Made (141):
Civata şêwirmendiyê bo herêmê bi qanûnekê têt damezrandin û ew taybet dibe bi:
Yek -- Hikimdan di şikyatên taybet de li ser gavên tembîhkar û disiplînkar û pirsên xizmeta wezîfî yên peywendî bi karmendan di daîreyên hikûmî de hene.
Du -- Hikimdan li ser nakokiya îxtîsasê di navbera wezaret û sazî û daîreyên hikûmî de li herêmê li ser daxwaza serokwezîrî.
Sê -- Amadekirin û dirustkirina projeyên qanûnan li herêmê li ser daxwaza serokê herêmê yan civata wezîran yan wezaretên peywendîdar yan aliyên ko ne girêdayî wezaretekê ne.
Çar – Dana ra û şîretê di pirsên qanûnî de yên ko wezaret û aliyên ko ne girêdayî wezaretekê ne pêşkêşî wê dikin û herweha biryardan di heqê wan pirsgirêkên ko ew li ser nakok in heger aliyên ko peywendî bi pirsgirêkê ve heye hikmê civatê bixwazin û dîtina civatê ji wan re mulzem dibe.
BABETÊ ÇARÊ: ÎDAREYÊN LOKAL Û CIVATÊN ŞAREDARIYAN
Made (142):
Dabeşkirinên îdarî li herêma Kurdistanê (wîlayet, qeza, nahiye) û çêkirina wan û destnîşankirin û guhortina navendên wan û destnîşankirin û guhortina sinorên wan û jêvekirina wan û biservekirina wan bi yekîneyên îdarî yên din ve dê li gor qanûnê be.
Made (143):
Yek -- Yekîneyên îdarî li herêma Kurdistanê (wîlayet, qeza, nahiye) li ser bingeha nemerkeziya îdarî tên bi rê ve birin û dê her yekê ji wan civateka lokal ko bi rêya dengdana nihînî û dîrekt hatibe hilbijartin hebe û dê awayê hilbijartina wê û selahiyet û karûbarên wê bi qanûnekê bên diyar kirin.
Du -- Her yekîneyeka îdarî dê civateka bicihanînê hebe û serokê yekîneya îdarî dê serokiya wê bike û çawaniya dirustkirina wê û destnîşankirina selahiyet û karûbarên wê û peywendiya wê bi civta lokal ya yekîneya îdarî bi xwe û wezaret û sasizyên merkezî li Kurdistanê dê bi qanûnekê bên diyar kirin.
Made (144):
Navenda her wîlayet û qeza û nahiye û her gundekê ko hejmara runiştivanên wî sê hezar kes yan bêtir bin dê civateka şaredariyê ya hilbijartî hebe û ew dê bi pêşkêşkirina xizmetkariyan bo hevwelatiyên xwe li gor qanûnê rabibe.
Made (145):
Yek -- Civatên lokal û yên şaredariyê xudan kesîniyeka manewî ne.
Du -- Her yekîneyeka îdarî yan her şaredariyekê dê budceya xwe ya serbixwe hebe.
Made (146):
Di çêkirina civatên lokal û şaredariyan de, nûneriya adil ya neteweyên ko di nava yekîneya îdarî yan ya şaredarî de dijîn dê li ber çav bêt girtin.
BABETÊ PÊNCÊ: DESTE Û KOMISYONÊN SERBIXWE
Made (147):
Yek – Ev bi qanûnê tên damezrandin:
(a) Desteya bilind ya serbixwe ya hilbijartin û referandumê li herêma Kurdistanê.
(b) Civata xizmeta sivîl.
(c) Dîwana kontrola darayî.
(ç) Desteya giştî ya nezahetê.
(d) Komisyona parastina mafên gelî (ombudsman).
(e) Komisyona taybet bi mafên kurdên feylî.
(ê) Desteya giştî ya silametî û kalîteya berhemên lokal û împortkirî.
(f) Desteya serbixwe ya Kurdistanê bo ragihandin û peywendiyan.
Du – Ev bi qanûnê tên damezrandin:
(a) Civata şêwirmend bo karûbarên aborî û civakî.
(b) Karê civatê dê pêşkêşkirina şîretan di karûbarên aborî û civakî de bo serokiya herêmê û parlamentoya Kurdistanê-Îraq û civata wezîran be.
Made (148):
Deste û komisyonên ko di xala yekem ji madeya 147-ê de hatine dê li gor qanûnê li jêr kontrola parlamentoya Kurdistanê bin.
BABETÊ ŞEŞÊ: HIKMÊN DIRAVÎ
Made (149):
Yek -- Bac yan tarîfe, heger bi qanûnekê nebe, nahên dirust kirin yan guhortin yan rakirin û çê nabe kes ji dana wan bêt efû kirin û çê nabe kes bêt tekîlf kirin bi dana tştekê din ji bilî wan.
Du – Yên ko hatinên wan kêm ji bacan tên efû kirin bi awayekê ko astê herî kêm yê pêwîst ji bo jiyarê bêt misoger kirin û ev bi qanûnekê têt tertîb kirin.
Made (150):
Hatinên herêma Kurdistanê pêk tên ji:
Yek -- Hatinên bac û tarîfeyan û kirêyên xizmetên cihên giştî û hatinên ji sazî û şirket û berjewendiyên giştî li herêmê û ya ji xerciyên birêvebirin û wergirtina bac û tarîfeyên gumrikî û yên din yên ko ji hatinên federal li herêmê ne tên bi dest xistin.
Du -- Hatinên îstîsmarkirina dirametên xwezayî li herêmê.
Sê -- Bexşîn û diyarî.
Çar -- Deynên navxweyî û derveyî yên taybet bi herêma Kurdistanê ve.
Pênc -- Behreya herêmê ji hatinên samana neft û gaz û tarîfeyên gumrikî û hatinên din yên federal.
Made (151):
Sala diravî bi qanûnekê têt destnîşan kirin.
Made (152):
Yek – Di her saleka diravî de, qanûna budceya giştî bo herêma Kurdistanê têt danan û ji hatin û xerciyên texmînkirî pêk têt.
Du -- Projeya budceya giştî ya sala diravî berî sê mehan ji bidawîhatina sala diravî pêşkêşî parlamentoya Kurdistanê-Îraq têt kirin.
Sê -- Heger amadekirin yan pêşkêşkirina budceya giştî ji serê sala diravî ji ber çi egerekê be bila bibe gîro bibe, hikûmeta herêmê bo her meheka budce lê gîrobûyî bi mezixandina rêjeya 1/12 ji yên biryar li ser dayî di budceya sala diravî ya berî wê de radibe.
BABETÊ HEFTÊ: HIKMÊN DAWÎN
Made (153):
Çê nabe serokê herêm û serokê parlamentoya Kurdistanê-Îraq û endamên parlamentoyê û serokwezîr û cihgirê wî û wezîr û dadwer û dadgirên giştî û cihgirên wan û xudanên mertebeyên taybet û birêveberên giştî û yên di mertebeyên wan de tiştekî ji milkên dewletê li herêmê bikirin yan bi kirê bigirin yan tiştekî ji milkên xwe bi kirê bidin desthilatên herêmê yan bifiroşinê yan mîna pêbendekî yan bazirganê îtxalatê yan miteehidî peymanekê dîrekt yan bi rêya aliyekê din girê bidin.
Made (154):
Kar bi çi teksteka destûrî yan qanûneka federal ya ko ji selahiyetên herêma Kurdistanê-Îraq kêm dike û ne ji selahiyetên taybet in bi desthilatên federal ve nahêt kirin bê erêkirina parlamentoya Kurdistanê û erêkirina gelê herêma Kurdistanê bi piraniya dengan di referandumekê de.
Made (155):
Yek -- Ew erdên ko li herêma Kurdistanê hêj nehatine serrast kirin yan biryarên serrastkirina wan negehiştine qonaxa dawîn dikevin bin hikmên madeya dwazdeyê ji qanûna reforma çandinê hejmara 117-ê ya sala 1970-ê û hikmên madeya heştê ji qanûna hejmara 90-ê ya sala 1975-ê tên rawestandin.
Du -- Dadgeh dê bi taybetî li ser daweyên daxwazkirina tezmînatê li hember wan erdên ko hikûmetê ji bo mebestên qezencên giştî dest daniye ser û yên girêdayî hikmên xala yekê ya jorîn in û yên ko komisyonên taybet negehiştine mafên girêdayî wan in tesbît bikin rabiwestin.
Made (156):
Dadgeha temyîza herêma Kurdistanê zêdebarî taybetmendiyên xwe yên asayî dê bi ravekirina tekstên vê destûrê û biryardanê di şikyatan de li ser nedestûrîbûna qanûn û biryar û sîstem û zanyariyên ko di daweyekê di dagehekê de hatine rabibe heta ko Dadgeha Destûrî ya Kurdistanê têt çêkirin.
Made (157):
Qanûn di rojnameya fermî ya herêma Kurdistanê-Îraq “Weqai’î Kurdistan”-ê de tên belav kirin û her ji roja belavkirina wan kar pê têt kirin heger tekstek berûvajî hindê nebe.
Made (158):
Ev destûr bi erêkirî têt qebûl kirin piştî ko piraniya dengderên gelê herêma Kurdistana Îraqê di referandumeka giştî de li ser razî bibin.
Made (159):
Yek -- Mafê serokê herêmê û civata wezîran bi hev re yan nîva hejmara endamên parlamentoyê heye ko guhortinan bo vê destûrê pêşniyar bikin bi mercekî ko ew guhortin silametiya sîstema komarî ya parlamentî ya demokratîk li herêmê û yekîtiya axa wê têk nedin.
Du – Parlamentoya Kurdistanê-Îraq dikare pêşniyarê bi piraniya dusêka hejmara endamên xwe erê bike.
Sê -- Referandum mafekê hevwelatiyên Kurdistanê ye û 25% ji yên ko xudan mafê hilbijartinê ne li herêmê dikarin daxwaza pêkanîna referandumê di babetekê diyarkirî de bikin û ev bi qanûnekê têt organîze kirin û bi cih anîn.
Çar – Guhortin dê piştî şêst rojan ji erêkirina gelê herêmê di referandumeka giştî de bi piraniya dengan li kar be.
Made (160):
Ev destûr dê piştî şêst rojan ji erêkirina wê di referanduma giştî de li kar be û serokê herêmê dê vê destûrê di nava deh rojan de ji roja erêkirina wê di referanduma giştî de di rojnameya fermî “Weqai’î Kurdistan”-ê de belav bike.
---------------------------------
Têbînî: Newzad Hirorî ziman kontrol kiriye.
© www.nefel.com
Agahdarî: Bêyî destûra Nefelê vê teksta destûra Kurdistanê kopî neke û di malpera xwe yan di cihekê dî de bi kar neîne. |