Li vź derź me hinek bźjeyźn ePirtūkan ū teknīka nū rave kirine,
dibe ko ew fikr ū hizrekź li ser ePirtūkan bide te.
Adobe Acrobat & Acrobat Reader: Acrobat programa Adobeyź
ye ū ji bo nīžandana dokumentźn bi formata PDF (Portable Document
Format) e. PDF formata herī naskirī ū belavbūyī ya ePirtūkan e ū
ew di hemī kompūter ū sīsteman de wekī eslź xwe dixwehīn.
DRM (Digital Rights Management): DRM ji bo kontrolkirin
ū rźdana xwegihandina nźveroka berhemźn dījītal e.
ePirtūk: (eBook, eBooks, e-books, Ebooks...) dikare versiyona
dījītal ya pirtūkeka liserkaxezźwežandī ū her pirtūkeka bi awayekź
dījītal ū multīmedīal amadekirī be. Herwiha ew dikare aparateka
xwendina pirtūkźn elektronīk be: wekī Rocket eBook yan Pocket PC.
Pirtūka elektronīk: Li ePirtūkź binźre.
Žīfrekirin (encryption): Metodek e ko tźt bi kar anīn da
ti kes nekare bźyī žīfre xwe bigihīne enformasyona žīfrekirī ū vežartī.
ePublīsīst (ePublisher): ePublīsīst jī wekī publīsīstźn
ko pirtūkan bi metodźn adetī ū kevin diwežīnin e. Wekī hemī publīsīstan
divźt ePublīsīst jī destheqa (royalty) berheman bide da bikare wan
biwežīne.
ISBN (International Standard Book Number): Ev nimreyek e
ko ji 10 reqeman pźk tźt ū her ePirtūkekź, pirtūkekź yan berhemźn
wekī pirtūkan ISBN-eka xweser heye.
LIT: Kurteka bźjeya "līteratūrź" ye. ".lit"
formateka nū ya ePirtūkan e ko Microsoftź amade kiriye. Ji bo xwendina
ePirtūkźn bi wź fromatź divźt mirovī Microsoft Reader hebe. ".lit"
li ser bingehź XML-ź ava būye.
Microsoft Reader: Microsoft Reader programa belaž ya Microsoftź
ye ū ji bo xwendina ePirtūkan e. Microsoft Reader di kompūterźn
PC ū Pocket PC de dixebite. Ev program teknīka ClearType bi kar
tīne da mirov bikare di ekranźn LCD de ePirtūkan bi rehetī bixwīne.
PDF - Portable Document Format: Formatek e ko di hemī sīsteman
de dixebite ū berhem wekī eslź xwe bi font, wźne ū mīzanpaja xwe
ve di ekranź de diyar dibin ū derdikevin ser kaxezź.
Pocket PC: Operatīvsīstema Microsoftź ye ko di kompūterźn
berīkan de dixebite. Gelek žirketźn ko kompūteran li gor vź sīstemź
derdixin hene: Compaq (iPaq), HP (Jornada 545 & 548) ū Casio
(Cassiopeia E115). Di Pocket PC-yan de berź Microsoft Reader bicihkirī
ye.
POD (Print on demand): Ēapa li ser daxwazź, Print on demand,
awayekź nū yź wežandina ePirtūkan e. Faylźn dījītal yźn ePirtūkan
li nik ēapxaneyan hene ū gava ko mirov bixwaze mirov dibźje ka ji
filan pirtūkź hewqes hejmaran ji min re ēap bike. Yanī dibe ko mirov
yekź tenź bixwaze ū hingź ew yekź tenź ji mirovī re ēap dikin.
RB: Formata faylan ya ji bo aletźn Rocket eBook e.
Rocket eBook: Rocket
eBook aleta (aparata) herī naskirī ya xwendina ePirtūkan e.
Mezinahiya wź 11.43 cm x 7.62 cm ye.
Windows CE: Versiyonekź kevin yź Pocket PC ye.