Nefel û nimînendetî
Nefelê dest bi karê nimînendetiyê kiriye û bûye nimînendeya (agenta)
hinek nivîskaran. Nefel þirketeka ticarî ye û vî karî ji bo qezenca
xwe û nivîskaran dike. Nefel dê lêbixebite bi bihayekê herî baþ
berhemên nivîskarên kurd bazar bike û bifiroþe da Nefel û nivîskar
bi hev re jê kar bikin.
Nefel û peyman
Ji bo ko em jî, wekî hemî miletan, bibin xwidan rê û resm Nefelê
digel gelek nivîskarên kurd peymaneka nivîskî imza kiriye û di wê
peymanê de her tiþt diyar e. Ji bo vî karê xwe Nefelê heta niho
encameka (respons) pir baþ wergirtiye û diyar bûye ko nivîskarên
kurd dixwazin ji bêpeymanî, bêqanûnî û tevliheviyê xelas bibin.
Ew dixwazin ko hinek hebin berdevkiyê û bazarkirinê ji wan re bikin.
Nefel jî bi serbilindî dê vî karî bike û her erkeka bikeve ser milê
Nefelê ew dê bi cih bîne.
Heger ko tu jî nivîskar bî û berhemeka te hebe, hingê kerem bike
û bila Nefel bibe nimînendeya te jî. Ji bo ko Nefel bibe nimînendeya
te formûlera peymana
nimînendetiyê dagire û digel du nisxeyên berhema/ên xwe ji Nefelê
re verêke. Navnîþan ev e:
Nefel
Sandfjärdsgatan 10, 11 tr
120 57 Årsta - Sweden
Nefel du karan bi hev re dike
1) Nefel nimînendetiya berhemên nivîskarên kurd dike û jê re bikiran
peyda dike. Her çi kesê ko bixwaze berhemeka nivîskarekê/a kurd
bi çapeka dîjîtal, çi di Internetê de be û çi bi awayekê dî be,
çap bike û biweþîne dikare bi Nefelê re têkiliyê dane da mafê bikaranîna
wan berheman bikire.
2) Nefel bi xwe lêdigere ko imkanan peyda bike da ew bi xwe wan
mafan bikire û bi çapeka dîjîtal çap bike û biweþîne. Her ji niho
ve Nefelê mafê bikaranîna gelek berheman kiriye.
Bêguman em dê gelekê kêfxweþ bibin heger hinek weþanxane, dezgeh
û kesên dî jî bixwazin mafê bikaranîna berhemên nivîskarên kurd
bikirin, da wan biweþînin. Heger tu jî bixwazî mafê bikaranîna berhemên
nivîskarên kurd bikirî, kerem bike û ji Nefelê re e-posteyekê verêke:
info@nefel.com
Mafê telîfê (copyright)
Piþtî ko Internet û teknîkên dijîtal û elektronîk li seranserê cihanê
bi awayekê berfireh belavbûyî, berpêyê xwegihandina enformasyonê
jî gelekê fireh bûye û peydakirina enformasyonê bûye karê saniyeyan,
ne yê deqîqeyan.
Ji ber hindê îro gelekê hêsanî ye ko mirov berhemeka nivîskarekê/a
kurd bêxe Internetê û ji milyonan kesan re berdest bike. Kirina
karekê wiha hêsanî ye lê gelo ma heq û destûra mirovî heye mirov
welê bike?
Gelek kes welê difikirin ko hema mirov çawa bixwaza û çi bixwaze
mirov dikare bike û ne pêwist e ko mirov li xwidanên berheman biþêwire
û destûrê ji wan bistîne. Bêguman ev fikreka bêbingeh û pûç e. Çawa
ko mafê mirovî nîne ko mirov, bêyî destûr, pirtûka nivîskarekî/ê
ji nû ve wekî pirtûk li ser kaxezê çap bike welê jî mafê mirovî
nîne ko mirov versiyonên wê yên dîjîtal û elektronîk jî ne di Internetê
de û ne li ti deverên dî çap bike û biweþîne.
Mafê telîfê mafekê xwezayî ye û tikes ticaran nikare wî mafî ji
xwidanê berhemekê bistîne. Kitêba nivîskarekî/ê, ta dereceyekê,
ji zaroka wî/wê pirtir ya wî/wê ye. Bo nimûne li gor qanûnên Swêdê
gava ko babek ne baþ be dewlet dikare jê re bibêje tu babekê nebaþ
î û ji ber hindê tu bi kêrî xwidankirina zaroka xwe nayê û em dê
zaroka te ji te bistînin û bidin hinekên dî da xwedî bikin. Lê belê
heger nivîskarek rabe û 100 kesan jî bikuje û bibe bikujê (qatilê)
xelkê cardî jî ti dewlet û ti desthilat nikare mafê telîfê yê berhema
wî jê bistîne. Nivîskar bi xwe jî nikare xwe ji wî mafî berî bike
û bide hinekên dî. Nivîskar dikare tenê mafê bikaranîna berhemên
xwe, yanî mafê wan yê weþandin û çapkirinê belaþ yan bi pereyî bide
hinekên dî.
Heta niho piraniya nivîskarên kurd mafê bikaranîna berhemên xwe
bêyî ko ti peyman hebin dane weþanxaneyên kurdî. Heta wê dereceyê
ko hinek caran hinek weþanxane li ser pirtûkan dinivîsînin ko mafê
telîfê jî yê weþanxaneyê ye. Carekê ev ne mimkin e. Mafê telîfê
tenê yê nivîskarî ye û yê bikaranînê jî dikare yê weþanxaneyekê
be. Ji ber hindê weþanxaneyên ewropî, pirê caran, navê nivîskar
û weþanxaneyê bi hev re li hember nîþandeka mafê telîfê (©) dinivîsînin.
Agahdariyeka bivênevê
Em dizanin ko gelek kurd fêrî belaþiyê bûne. Lê belê gotineka kurdan
ya pêþiyan heye, dibêje »erzankiro, hebandiro«. Xêr di malê erzan
û belaþ de nîne û nivîskarên kurd jî nikarin heta qiyametê bi keda
xwe ya ideal belaþ berheman binivîsînin û weþanxane jî nikarin belaþ
bixebitin.
Ji îro û pê ve em destûrê nadin ti kesê ko berhemên nivîskarên
kurd yên ko nimînendetiya xwe dane Nefelê bi ti awayî, bêyî destûr,
bi kar bînin. Ji ber hindê ti kes nikare van berheman yan hinek
beþan ji van berheman wekî mîkrofîlm, kaset, video, cd, cd-rom,
dvd, ePirtûk (e-book), Internet, antolojî, materyalê dersê, Print
On Demand û hemî awayên elektronîk û dîjîtal biweþîne yan bi kar
bîne.
|