[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Ev destûrîkirina maf û desthilata Kurdistanê û xelkê wê ye
STOCKHOLM, 30/8 2005 — Reşnivîsa destûra Îraqê li 28-ê tebaxê gehişt dariştina xwe ya dawiyê û endamên komîteya nivîsîna destûrê ew îmza kir û di parlamentoyê jî de hat xwendin. Weha ew kar piştî gelek giftûgo û kêşmekêş û cirenîxan di wextekê pir kurt de timam bû. Ya mayî encama referandumê ye ya ko dê li 15-yê çiriya-pêşiyê hêt kirin. Li gor qanûna miweqet ya birêvebirina Îraqê TAL referandum serketî dibe eger dusêka dengderên sê parêzgehan yan bêtir wê destûrê red neke. Ko di encama referandumê de destûr bihêt veto kirin dê ev proses careka din ji sifrê dest pê bike ve.

Lê derfet li ber serketina vetokirina destûrê di referandumê de ji aliyê sê parêzgehan ve pir kêm e. Ji ber ko hindî nûner û rêberên şîî û kurdan in, herçend hemî daxwazên herdu aliyan wekî wan xwestî seda sed neketin destûrê jî û digel hebûna têbîniyên wan li ser gelek xal û bendên destûrê, ew ji encama dawiyê razî ne. Weha, ew herdu alî, eger her tişt di nav şîiyan bi xwe de ji aliyekî ve û di navbera şîî û kurdan de ji aliyê din ve heta roja referandumê wekî niho bi rêv biçe, dê ew endam û tagir û dostên xwe, dê raya giştî ya xelkê Kurdistanê û Îraqê bo qebûlkirina destûrê amade bikin û weha dê referandum bi qebûlkirina destûrê timam bibe.

Yên ko dixwazin destûrê veto bikin hinek sinî ne. Çend kesên ko bûne nûnerên siniyan guhortin di reşnivîsa de kirin, wan hinek xal jê avêtin û ew bûn egereka serekî di gîrokirina prosesa amadekirinê de, lê beşek ji siniyan heta ko ji yên di komîteya nivîsînê de bûn ji versiyona dawiyê nerazî ne. Lê bi dîtina min dê gelek û gelek zehmet be ko ew bikarin weha bikin ko dusêka dengderên sê parêzgehan destûrê veto bike. Hemî sinî ne li dijî destûrê ne û yên mayî jî neşên bê hevkariya kurdan yan şîiyan vetoya xwe biser bêxin.

Ev destûr bi lênerîna min, bi dîbaceya xwe ya melayane, bi gelek xal û bendên xwe yên lawaz û nezelal û hevdij ve pêngaveka nû ya destûrî ye li herêma me. Ligel hindê ko hemî daxwazên xelkê me wekî wan xwestî neketin destûrê jî lê ew ji Kurdistanê û xelkê wê re ne weha wekî hinek kurd hizir dikin, xerab e. Ew di rojgar û rewşa me ya îro de gaveka baş e di destûrîkirina mafên Kurdistanê û xelkê wê de, di destûrîkirina desthilata siyasî ya kurdî de, di deynana binyatekê bihêz de ji bo avakirina dewleteka kurdî di paşerojê de.

Xwe siyasetmedar û rêberên me ko çûn Bexdayê çi projeya wan yan xalek di projeya wan de ji bo cidabûnê ji Îraqê anko serbixwebûna Kurdistanê û avakirina dewleteka kurdî nebû. Ew çûn bo ko ligel ereban bi şîî û siniyan ve pêk bihên li ser avakirina dewleteka hevbeş ko mafên hemî aliyan tê de bên parastin û di destûrê de tesbît kirin, ko desthilat û saman yên herdu aliyan bin. Pirensîpa danûstandin û giftûgoyên wan jî her ji destpêkê kompromîskirin bû. Ko weha be bêguman dê ne hemî encam li gor hez û xwesteka aliyên di bazarî de beşdar be.

Her aliyekê giftûgoker daxwazên xwe yên herî bilind û yên nizim jî dizane, lê ew bes yên bilind tînin ber maseyê û bi nav dikin. Daxwazên wan yên nizim di encamê de xwiya dibin. Ev tişt di prosesa nivîsîna reşnivsa destûrê de gelek baş hat dîtin. Piraniya miletê kurd weha têgehişt ko dê daxwazên wî yên ko rêberên wî li vir û li wê dera hanê bi nav dikirin dê weha wekî xwe bi xal û bendên zeq û zelal di destûrê de hên bicih kirin. Ko encam derket û versiyona dawiyê ya destûrê ket ber çavan li destpêkê sarbûnek di nav xelkê de peydabû. Pirs hatin kirin gelo ka mafê çarenivîsê bo me û ka sinûrên Kurdistanê û ka û ka. Xwe ji bilî mafê çarenivîsê bo Kurdistanê yê ko bi yekcarî wekî xal û bendekê yan hevokeka taybet û zelal neketiye nav destûrê, daxwazên din di piraniyê de bi rengekî ji rengan tê de cih girtine.

Bo nimûne behsê sinûrên Kurdistana federal indîrekt, bi binavkirina madeya 58-ê tê de heye lê destnîşankirina wan ma hilawîstî ji ber ko ew girêdayî bi cihanîna madeya 58-ê ye. Wextê nû yê bicihanîna wê madeyê jî heta dawiya sala 2007-ê ye, ew jî eger hikûmeta Îraqê wekî ya niho û ya berî vê neke û eger ew wê madeyê di vî wextê wê yê nû yê destnîşankirî de bicih bîne.

Xwe eger Kerkûk û deverên din yên kurdî yên niho girêdayî Diyala û Tikrît û Mûsilê, di nav sinûrên îdareyên Kurdistanê de bûna dûr nîne serkêşiya siyasî ya kurdî dê serbixwebûna Kurdistanê tercîh kiriba li ser manê di Îraqê de û giftûgoyên wê digel ereban niho dê li ser hindê û sinûrên wê dewletê bûna.

Lê wekî hûn dizanin du hêz, du desthilat, du îdare, ji ber çi egerekê bibe bila bibe, neşiyan Kerkûkê û deverên din yên kurdî yên erebkirî di dema azadkirina Îraqê de vebigerînin bo ser “îdareyên” Kurdistanê û neşiyan di qanûna miweqet ya birêvebirina Îraqê jî de wê pirsê bi yekcarî çareser bikin û wan rêyên qanûnî û deplomatîk û demokratîk dan ber xwe û heta niho çi gaveka weha mezin ya yekalîker di wî warî de nehat havêtin.

Xwe heta eger me niho îmkana avabûna dewleteka kurdî li başûrê welatî, bê wan deverên niho li derveyî herdu îdareyên Kurdistanê ne, hebe, yanî dewleteka bê deverên dewlemend yên mîna Kerkûkê, ma kî ji me wê dixwaze? Dewleteka kurdî ya weha hem dê ne hemî axa Kurdistana başûr bigire nav xwe û hem jî dê dewleteka hejar be. Bawer nakim çi kurdek digel çareserkirineka weha de be û ne jî serkirdeyên me yên ko pir soz dane bo vegerandina wan deveran bo nav îdareyên Kurdistanê dikarin gaveka weha biavêjin.

Lewma jî rêberên me îsrarê li ser federaliyê digel Îraqê dikin heta ko ew wan deveran vedigerînin bo ser Kurdistanê û weha paşî dikarin li ser dewleteka kurdî û sinûrên Kurdistanê biaxivin. Di binyat de ji ber hindê û digel kartêkirina fekterine din jî cidabûn û serbixwebûna Kurdistanê ma li bin berkê û bû kaxezeka fişar û tirsandina ereban di destên serkirdeyên kurdan de. Ji ber hindê jî serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê bi reşnivîsa destûrê qayil e û ew li şûna şer û karesat û malwêrankirinê bo Kurdistanê vê rêya demokratîk dide ber xwe û ew ji xwe û pozisyona xwe û Kurdistanê û xelkê wê ya sengîn di vê prosesê de di roja îro û di sibehî de bawer e.

Qnûna miweqet ya birêvebirina Îraqê TAL ya ko madeya 58-ê ya li ser kerkûkê û deverên din yên cihê nakokiyê ne, tê de ye, di 8/3 2004-ê de derket. Ev sal û nîv bi ser de derbas bû û di wî hemî wextî de hedru hikûmetên îraqî yên heta niho gavek bi tenê jî bo bicihanîna madeya 58-ê nehavêt, belkî wan asteng xistin di rêyê de û weha wan rê li ber kurdan girt ko niho di reşnivîsa destûrê de sinûrên Kurdistanê dest nîşan bikin. Ligor xala duyê ji madeya 136-ê di reşnivîsa destûrê ya niho de divêt asayîkirina rewşa Kerkûkê û deverên din yên ko cihê nakokiyê ne, statistîk û referandum tê de, ne dûrtir ji 31/12/2007-ê bihên kirin. Gelo ew du salên bihên dê wekî wê qonaxa derbasbûyî bin bo bicihanîna madeya 58-ê yan rêberî û desthilata siyasî ya kurdî dê di wê pirsê de cidîtir, ektîvtir û dijwartir be?

Xwiya ye serkirdayetiya siysaî û desthilata Kurdistanê bi parlamento û hikûmet û serokê wê ve, çi rêyeka din ya baştir û kêmziyantir li ber kurdan nabînin ji bilî erêkirina vê destûrê di referandumê de. Ko wan ev biryar dabe pir giring e ko ew mala Kurdistanî di nav xwe de rêxistîtir, yekgirtîtir, demokratîktir û hişyartir lê bikin, ko Kuridstanê di her warekî de pêşde bibin û desthilata Kurdistanê vê carê çi sistî û fêlbaziyan di warê bicihanîna madeya 58-ê di wextê destnîşankirî de ji ereban qebûl neke û wê bike pirsa xwe ya serekî. Heke hat û aliyê erebî wekî heta niho bû rêgir û asteng di rêyê de, hîngê li gor ya di dîbaceyê de hatî ew îltîzamê bi destûrê nakin û weha kurd ne mecbûr in yekîtiya Îraqê biparêzin û ew wê çaxê dikarin bi aşkerahî xwe bidin ber alternatîva serbixwebûn û biryardanê li ser çarenivîsa xwe.

-----------------------------------
Nivîskar: Sidqî Hirorî
Weşandin: 2005-08-30
Xwendin: 5492
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Ev nivîsar ne xatirxwestin e (2008-01-31)
Cihgirê serokkomarî li Helebçeyê henekên xwe bi kurdan dike (2007-12-24)
2007 derbas dibe û Kerkûk tê de venegeriya (2007-12-16)
Eger alfabeya latînî nebûya dê rewşa kurdiyê li bakûrê Kurdistanê xerabtir bûya (2007-12-08)
Gelo ko PKK li Qendîlî nemîne dê grupên îslamî yên terorîst cihê wan negirin? (2007-11-03)
Ev plana tirkên şerxwaz ne ya îro ye (2007-10-24)
Ma kurdiya kirmanciyê li cem desthilata başûrê Kurdistanê hind bê qîmet bûye! (2007-10-06)
Divêt êdî şirketên partiyên desthilatdar li başûrê welatî Kurdistanê li ser xwe dabeş nekin (2007-09-02)
Sêşema xwînîn (2007-08-17)
Xemistana min (2007-08-03)
Xemistana min (2007-08-03)
Ma tu d’zanî (2007-07-16)
Lêhmişt (2007-06-29)
Bila şoreşa bakûrê Kurdistanê ya binefşî xurtkirina xebata bikaranîna zimanê kurdî li ser her astekî be (2007-06-17)
Pêwîst e şerê li dijî terorîzmê li Kurdistanê xurttir û ciddîtir be (2007-05-13)
Ev çi hovetî ye? (2007-04-21)
Nijadperistên tirk hertim li deholên şerî dixin (2007-04-11)
Êdî bes e, bila eqlê me misilmanan bêt serê me (2007-02-17)
Ez û keça min û xwendingeh (2007-02-11)
Mixabin ko êdî Sedam li ser tawanên din nahêt dadgeh kirin (2006-12-30)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org