[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Ev çi hovetî ye?
STOCKHOLM, 21/4 2007 — Bîra min têt li destpêka sala 1986-ê ez li taxeka Tehranê, li Îranê, hevrûşî dîmenekê pir êşdar bûm. Xelk civiyaye û temaşayî dîmenê sizadana xurtekî dike. Xurt li bilindahiyekê ko xelkê civiyayî dikarin bibînin, li ser zikî razandiye û celadek bi qamçiya xwe li hindava wî ye û bi qamçiyê li laşê wî yê rûs dixe û her ko qamçî bi wî xurtî dikeve ew dike qêrî û xelik jî dibêjin ellahu ekber.

Ez mam heyirî ko hêj sizadanên bi wî awayî, yên ko berî bêtir ji hezar salan hatine tesbît kirin û bi kar anîn, li dinyayê hene û hikûmet pê radibin. Min ji yekê bi rex xwe ve ko bi kurdî bi hevalê xwe re diaxift pirsî ka mesele çi ye. Wî got ko xurtî maçî keçekê li ser cehdeyê kiriye û ew û keç, herdu li ser hindê tên celdedan, ji ber ko reftareka weha li Îranê qedexe ye û bi zinayê têt nas kirin û li gor Quranê divêt kesê zinayê dike bi sed celdeyan bêt sizadan. Her wî zilamê kurd yê bi rex min ve got min ko subehî sizadana ji vê xerabtir li taxeka din heye û got ew dê li wê derê jin û mêrekî recimînin ji ber ko wan zina kiriye û wî got min ka ew sizadan li kî derê û seet çend dibe eger ez hez bikim bibînim. Bê şik dîtina tiştekê weha bi xwe ji min re azardaneka rûhî ya mezin e û min, her çende xelkî behsa hindê dikir ko rojane sizadanên ji wî coreyî li Îranê rû didin, nedîtibûn û bawer nedikir ko mirov di vê serdema me de dikare wehşetên weha bike. Ya din çima misilman dê li şûna celdedanê, recimandina cuhiyan ya berî misilmanan li ser zinayê bi kar bînin!

Roja din ez çûm cihê bûyerê û min ew dît ya xudê neke bi serê çi kesî bihêt. Du çal çêkirî bûn û di yekê de zilamekê bi ser sih saliyê de û di ya din de jineka sih salî û her du heta milan di axê de bûn û xelik li dor civiya bûn. Piştî melayê rihdar fetwa lêdana wan dayî xelkê bi kevirên ko melayî li wê derê ji wan re amadekiribûn li wan herduyan xist û ew herdu ser êdî ji xwînê nedihatin nasîn. Piştî çend deqîqeyan melayî ferman da ko wextê lêxistina keviran timam bû. Du kevirên mezin li wê derê bûn. Mela temaşa dike eger yek ji wan hêj sax be ew dê berê rehmetê lêxe. Hêj rih di zilamî de bû û jin timam bûbû. Melayî ew kevirê mezin bi herdu destên xwe rakir û çû hindav zilamî û kevirê rehmetê berda ser serê zilamî. Mebest ji wî berê rehmetê ew e eger zilam bi lêdana wî kevirî nemir dê wî mafê jiyanê hebe. Lê serê zilamî di bin giraniya wî kevirî de herişî û kevirî çipka rihê di zilamî de nehişt.

Mixabin ko li Kurdistana me hindek xelk bi kiryarine weha wehşetbar û nemirovane radibin. Berî demekê li Şêxanê misilmanan keça xwe ya misilman kuşt bi bihaneya ko ew ketiye pey xurtekê êzidî. Niha jî xurtên êzidî, bê razîbûna babê keçê, bi keviran keça êzidî ya ji Behzanê dikujin ji ber ko wê hez ji xurtekê misilman kiriye. Ew heta piştî kuştinê jî keçê kevirbaran dikin û heta şansa kevirê rehmetê jî nadinê. Ew wê kuştinê filim jî dikin û bi telefonên mobayl belav dikin û kelexê keça kuştî dihavêjin nav gilêşxaneyekê. Xurtekê êzidî xwe dikuje ji ber ko wî hez ji keçeka misilman kiriye û dîn rêgir e li ber wan ko bigehin yekûdu û keç jî piştî bihîstina wê bo xebera kuştina xurtî hewla xwesotinê dide.

Mirovên girêdayî normên xwe yên gelek lokal û gelek dînî ditirsin ko bi bêdengbûnê û reaksiyonnîşannedanê li ser peywendiyên ji van coreyan di navbera kur û keçên wan digel yên ji dînên din de bibe egera ko bihayên grupên wan yên taybetî û kevnar bên ji dest dan. Dewrûberên ko ev xurt jî tê de dijîn ji van îhsasên wan re arîkar in. Ew dixwazin rê bigirin li ber ketina yê derveyî, yê biyanî bo nav wan bo ko wan ji nav de sist neke û biha û pîvaên wan têk nede. Belkî karekê weha nemirovane bi îhsasa xweparastinê ji yê din û ji helyan û windabûnê di nav de têt kirin. Belkî jî palderên kesînî jî li pişt bûyereka weha hebin. Her çawa be ev îhsaseka berteng ya dînî ya primitîv û peqînbar e. Dikare li her cih û li her wextekî bipeqe yan ji aliyekê mebestdar ve bêt peqandin. Ev jî astengek e li ber avabûna civakeka sivîl ya Kurdistanî, li ber civaka sivîl ya hevçerx, civaka azadî û mafên kesan û xinêbûna mirovan bi mafên xwe yên kesînî û hevwelatîbûnê.

Ev zengeka pir xeterbar e û pêwîst e ko hikûmet li hember reftar û kiryarên weha qanûnê bi duristî bi kar bîne û rê bigire li ber hewlên xelaskirina kesên weha tawanbar ji sizadanê û rê nede ko pirsgirêkên weha di navbera malbatên kuştî û kujekan de bên çareser kirin. Heta divêt egerên ko wekirî xurt xwe bi xwe bikuje bên zanîn û yên bûne egera hindê ko xurt bigehe wî haletê xwekuştinê û keç wê haleta xwesotina bên destnîşan kirin û sizadan. Pêdivî ye aliyên dewletê û rêxistinên sivîl lêkolînên ciddî li ser van pirsgirêkan bikin û li amrazên baş bigerhin bo ko civaka me bi misilman û kiristiyan û êzidiyên xwe ve li ser azadiyên mirovan û mafên hevwelatîbûnê û mafên wan yê kesînî û qanûnê rewşen bikin. Divêt xelik bêt têgehandin ko reftareka weha tadakirî û destdirêjkarî ye bo ser mirovî û mafên wî yên kesînî û qanûn dê rehmê bi kesên ko bi kiryarên weha rabibin nebe. Her nermînîşandanek li hember tawanbarên ji vî rengî dê bibe egera aloztirkirina vê pirsgirêkê. Kesên weha qatil û dijminên hezkirina mirovan bo mirovan in û rêgirin li ber azadî û ewlekariya mirovan û bi taybetî keç û jinan û divêt ew bên sizadan û rûyên wan bên reş kirin da çi kes zû bi zû cesareta rabûnê bi karekê weha ne mirovane ji vî terzî neke.

-----------------------------------
Nivîskar: Sidqî Hirorî
Weşandin: 2007-04-21
Xwendin: 9331
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Ev nivîsar ne xatirxwestin e (2008-01-31)
Cihgirê serokkomarî li Helebçeyê henekên xwe bi kurdan dike (2007-12-24)
2007 derbas dibe û Kerkûk tê de venegeriya (2007-12-16)
Eger alfabeya latînî nebûya dê rewşa kurdiyê li bakûrê Kurdistanê xerabtir bûya (2007-12-08)
Gelo ko PKK li Qendîlî nemîne dê grupên îslamî yên terorîst cihê wan negirin? (2007-11-03)
Ev plana tirkên şerxwaz ne ya îro ye (2007-10-24)
Ma kurdiya kirmanciyê li cem desthilata başûrê Kurdistanê hind bê qîmet bûye! (2007-10-06)
Divêt êdî şirketên partiyên desthilatdar li başûrê welatî Kurdistanê li ser xwe dabeş nekin (2007-09-02)
Sêşema xwînîn (2007-08-17)
Xemistana min (2007-08-03)
Xemistana min (2007-08-03)
Ma tu d’zanî (2007-07-16)
Lêhmişt (2007-06-29)
Bila şoreşa bakûrê Kurdistanê ya binefşî xurtkirina xebata bikaranîna zimanê kurdî li ser her astekî be (2007-06-17)
Pêwîst e şerê li dijî terorîzmê li Kurdistanê xurttir û ciddîtir be (2007-05-13)
Nijadperistên tirk hertim li deholên şerî dixin (2007-04-11)
Êdî bes e, bila eqlê me misilmanan bêt serê me (2007-02-17)
Ez û keça min û xwendingeh (2007-02-11)
Mixabin ko êdî Sedam li ser tawanên din nahêt dadgeh kirin (2006-12-30)
Hinekan sirûdeka nû ya neteweyî durist kir û haya hinekan jî jê nîne (2006-12-27)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org