[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 

effexor

effexor redirect
Di serê dewleta tirk de plana dagîrkirina başûrê Kurdistanê heye
STOCKHOLM, 26/11 2006 — Dewleta tirk qet naxwaze, wekî ew di praktîkê de berçav dike, karta PKK-ê timam bibe. Ew yek ji kartên wê yên bi hêz e ko wê ew ji bo şerê kurdan li dijî kurdan bi kar aniye û wê ew li hember Sûriyeyê û li hember Îranê jî bi kar aniye û ew wê kartê niha li dijî hizra kurdîniyê li bakûrê Kurdistanê bi kar tîne û wê niha jî pê çêdibe wê kartê heta hedekî li dijî desthilata siyasî ya kurdan li başûrê Kurdistanê bi kar bîne û pê gefan lê bike. lewma jî eger wê bo koordinatoriya emerîkî jî di vê pirsê de gotibe belê lê ew ne zêdeyî leyistikê ye. Ew heta bo operasyoneka hevbeş ya tirkî-emerîkî-îraqî li ser sinoran li dijî PKK-ê, eger biryara hilbijartinê bi destê wê be, dibêje na, ji ber ko eger pirs hat ser operasyonê ew dixwaze leşkerê wê bi tena serê xwe û bi dilê xwe bikeve başûrê Kurdistanê û wê bike ya ew dibînin ko pêwîst e bêt kirin.

Tirkiye berevajî Îranê û Sûryiyeyê û gelek ereban vekirî û aşkere dibêje ko ew bi hemî terzan li dijî hindê ye dewleteka kurdî ava bibe û ne bes ew lê ew her weha qebûl nake, eger hat û sîstema federalî li Îraqê bû rastiyek, Kerkûk bikeve nava wê herêma kurdî ya federal ji ber ko bi wî awayî dê kurd dewlemend bin û ew li dijî hindê ne. Trikiye bê şerim vê dibêje herçend di bin desthilata wê de bêtir ji 15 milyon kurdan bê mafên xwe yên neteweyî dijîn û bo wê ne xem e ko ew bi van reftar û kiryarên xwe hesta wan ya neteweyî birîndar bike. Tirkiye weha vekirî mayê xwe di nava Îraqê û başûrê Kurdistanê de dike û gefên vekirî li wan dike.

Rê li ber Tirkiyeyê berzebûn e; ew ne digel Îraqeka rehet û ewle ye û ne jî digel Îraqeka dabeşkirî ye. Bi dîtina desthilatdarên tirk eger Îraq tena bû û şer û kuştin neman û ewlekariyê çengên xwe bi ser de dahêlan û îstîqrar çêbû dê sîstema federalî tê de cihgir be û weha dê kurd bi hêz bikevin û dê kartêkirina rewşa wan ya baş li ser kurdên bakûr û hesta wan ya neteweyî û statuya wan ya siyasî li Tirkiyeyê zêdetir be û ew vê qebûl nakin û dixwazin bi bêjingê berê rojê bigirin.

Herweha Trikiye ne digel hindê ye ko Îraq jêk vebibe ji ber ko ew têt wateya hindê ko kurd bi serê xwe dibin dewleteka serbixwe û ev ji wan re kabûs e û serê wan ji ber hindê nakeve ser çi balgihekî. Ev demek e ko berpirsiyarên dewleta tirk bi minasebe û bê minasebe, bêtir ji berî niha, li Tirkiyeyê û li serdanên xwe yên derve îşaretê didin vê kabûsa çêbûna dewleteka kurdî li başûrê Kurdistanê û ew ji ber hindê ketine kefteleftê û şirpeşirpa wan e.

Lê, alternatîva parçebûna Îraqê, herçend tirk qet xwe pê naînin derê, bi dîtina wan ji alternatîva yekê çêtir e bo ko ew bikarin di encama wê de û bi bihaneya parastina ewlekariya sinorên dewleta xwe û bi bihaneya nehiştina xetera PKK-ê li başûrê Kurdistanê û bi hêçeta parastina minorîteya tirkmenên Kurdistanê ji tepeserkirina kurdan midaxeleya eskerî bike û ew bi hizra xwe dê weha hem rêyê li statuyeka federal ji kurdan re li Îraqê bigire û hem jî wîlayeta Mûsilê dagîr bike. Tirk weha fikir dikin û ew xwe ji aliyê eskerî ve bo vê amade dikin.

Kevnesiyasetmedar, rojnamevan û nivîskarê misrî Mihemed Hisnên Heykelî di 24/11 2006-ê di dîdareka taybetî ya televizyona Elcezîreyê digel wî di warê Îraqê de got ko wî zanyariyên konkrêt hene ko Trikiye planeka xwe ya eskerî ya dariştî bo dagîrkirina wîlayeta Mûsilê heye û her wextê kurd >>li başûrê Kurdistanê<< îlana dewleta xwe bikin ew yekser wê plana xwe bi cih tîne û başûrê Kurdistanê heta bajarê Mûsilê jî tê de dagîr dike û ew weha xewna xwe ya wîlayeta Mûsilê bi cih tîne.

Bi dîtina min qet fikr û hizrên weha ji tirkan ne dûr in. Ji bilî hindê ka dê tirk bisteh bikin karekê weha bikin û xwe hevrûşî şerî digel miletê kurd yê pir azadîxwaz bikin yan na, ka tirk bi ekonomiya xwe ya lawaz dê çawa karin mucazefeyeka weha mezin û bê şik ziyanbar û domdirêj bikin divêt kurd ji alternatîveka weha ko ji aliyê Tirkiyeyê yan Îranê ve bêt kirin jî xweamadekirî bin. Bê şik Hindî desthilata siyasî ya kurdî pê çê bibe gelek baş e ko ew xwe, her wekî wê heta niha kirî, nexe ber provakasyonên dewleta tirk û kêşana kurdan bo şerî digel wê yan bo şerî digel kurdên bakûrê Kurdistanê yan her aliyekê din. Çareya herî baş jî ew e ko ewlekarî li Îraqê çêtir bibe û başûrê Kurdistanê statuya xwe ya bihêz tê de biparêze û çêtir lê bike û bi rêyên destûrî û diplomasî û taktîkî armancên kurdî yên stratejîk bi cih bîne, ji ber ko ev kêşmekêşeka dûr û dirêj e û pêwîstî bi eql û hedar û diplomasî û planekirin û xebateka domdirêj heye û şer qet ne di xizmeta me de ye.

Li bakûrê Kurdistanê ko ew der li bin desthilata siyasî-îdarî ya Tirkiyeyê ye bêtir ji 15 milyon kurdan dijîn û ew ji her mafekê neteweyî bê par in û siyaseta helandina etnîkî her ji destpêka damezrandina vê dewletê û heya roja îro jî li ser kurdên wê derê heye lê digel hindê jî başûrê Kurdistanê bi gotin û di praktîkê de jî pirensîpa nemaytêkirinê di navweya dewletên cîran de birêve biriye û miqatî wê ye. Bes dewleta tirk xwe di vê hemiyê nagehîne û naxwaze wê rastiyê bibîne ko eger desthilata siyasî ya başûrê Kurdistanê bixwaze ew dikare bi rengekê berfireh û kartêker mayê xwe bi rêya bakûrê Kurdistanê di navxweya Tirkiyeyê de bike û jiyanê lê bike dozex.

Ew bê şerim ji bilî bi hêceta lêdana PKK-ê, bi bihaneya parastina mafên çend sedhezar tirkmenan dixwaze Kurdistanê dagîr bike. Hal çi hal e, qet wan çend milyon kurdên di bin destên tirkan de çarêka wan mafan jî nebûne û nîn in yên ko wan çend sedhezar tirkmenên Kurdistanê niha di bin desthilata kurdî de hene. Ew bi xwe di rastiyê de qet Tirkiye ne di xema tirkmenan de ye. Armanca wê ya rastîn rêgirtin e li ber damezrandina dewleta kurdî, armanca wê neketina Kerkûkê ye >>yan neketina neftê ye<< bo nav herêma federalî ya kurdistanê û armanca wê lawazkirina desthilata siyasî ya kurdan e di îraqeka federal de. Ji bo ko ew vê leyistika xwe ya pîs bike û bigehe armancên xwe pêwîstiya wê bi kartên navxweya Kurdistanê û Îraqê heye û ji wan kartên ko niha di destên wê de ne û ew bi kar tîne PKK û tirkmenên alîgirên wê û beşekê erebên sinnî û ajan û mîtên wan in digel benzîn û hatinên din yên neftê û elektirîkê ko pêwîstiya Kurdistanê pê heye û beşekê mezin jê ji Tirkiyeyê bo têt.

Divêt kurd hewil bidin van kartên tirkan bi yekcarî ji dest wan bikêşin û yek ji wan PKK-e ye. Divêt hewlên ciddîtir bên dan ko PKK bêtir, bi yekcarî û bi hemî ve ji dest Ebdilla Ocelanî û berşiyên wî der bikeve û ajanên dewleta tirk û yên Ebdilla Ocelanî jê bên dûrxistin û ev PKK bibe partiyeka kurdî ya neteweyî ya serbixwe û êdî nekeve nav destên dewleta tirk û leyistikên wê yên pîs. Bê şik xurtbûna xebata siyasî ya neteweyî ya kurdî ya negirêdayî siyaseta niha ya PKK-ê li bakûrê Kurdistanê hem girêdayî vê ye û hem jî peywendîdar e bi bihêzxistina partiyeka alternatîv ya neteweyî da ko hem xebata neteweyî li wê parçeya Kurdistanê xurttir bike û hem jî bi hindê berê tirkan ji başûrê Kurdistanê bide navxweya vê dewletê û çareserkirina pirsgirêka kurdî li wê derê bi rêyên demokratîk û diyaloga di navbera tirk û kurdan de.

-----------------------------------
Nivîskar: Sidqî Hirorî
Weşandin: 2006-11-26
Xwendin: 5099
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Ev nivîsar ne xatirxwestin e (2008-01-31)
Cihgirê serokkomarî li Helebçeyê henekên xwe bi kurdan dike (2007-12-24)
2007 derbas dibe û Kerkûk tê de venegeriya (2007-12-16)
Eger alfabeya latînî nebûya dê rewşa kurdiyê li bakûrê Kurdistanê xerabtir bûya (2007-12-08)
Gelo ko PKK li Qendîlî nemîne dê grupên îslamî yên terorîst cihê wan negirin? (2007-11-03)
Ev plana tirkên şerxwaz ne ya îro ye (2007-10-24)
Ma kurdiya kirmanciyê li cem desthilata başûrê Kurdistanê hind bê qîmet bûye! (2007-10-06)
Divêt êdî şirketên partiyên desthilatdar li başûrê welatî Kurdistanê li ser xwe dabeş nekin (2007-09-02)
Sêşema xwînîn (2007-08-17)
Xemistana min (2007-08-03)
Xemistana min (2007-08-03)
Ma tu d’zanî (2007-07-16)
Lêhmişt (2007-06-29)
Bila şoreşa bakûrê Kurdistanê ya binefşî xurtkirina xebata bikaranîna zimanê kurdî li ser her astekî be (2007-06-17)
Pêwîst e şerê li dijî terorîzmê li Kurdistanê xurttir û ciddîtir be (2007-05-13)
Ev çi hovetî ye? (2007-04-21)
Nijadperistên tirk hertim li deholên şerî dixin (2007-04-11)
Êdî bes e, bila eqlê me misilmanan bêt serê me (2007-02-17)
Ez û keça min û xwendingeh (2007-02-11)
Mixabin ko êdî Sedam li ser tawanên din nahêt dadgeh kirin (2006-12-30)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org