[ SÊŞEM, 2024-04-16 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Gotinên “bi sêhir" (efsûn)!
STOCKHOLM, 6/9 2005 — Serokwezîrê Komara Tirkîyeyê Recep Tayyip Erdogan di 12ê tebaxa 2005an de li Dîyarbekirê bû. Li Dîyarbekira germ. Hem di maneya xwe ya rastî hem jî di maneya xwe ya mecazî de Dîyarbekira germ…*

Serokwezîrê Komara Tirkîyeyê di merasîma teslîmkirina xanîyan û vekirina rêyên nû de beşdar bû. Lê vê tiştê ne ji bo wî, ne ji bo dîyarbekirîyan û ne jî ji bo raya giştî ya li tevahîya Dewleta Tirkîyeyê zêde bal nekişand.

Raya giştî li hêvîya mesajên serokwezîrê Komara Tirkîyeyê bû.

Mesajên li ser pirsekê.

Pirseke ko berîya çend mehan jî serokwezîrê Komara Tirkîyeyê gotibû ko "eger tu nefikirî pirseke wisa jî tune ye”!

Pirseke ko ji alîyê xwedîyê pirsê ve jî bi awayên cuda tê tarîfkirin!

Pirseke ko bi gotinên mîna ”demokrasî, mafê mirovan, biratîya gelan, pêşketina civakî û aborî, aştî, şer û hwd.” ve tê girêdan lê nayê bi nav kirin…

Pirseke ko navên lê tê kirin jî, ji rastîya pirsê dûr in.

* * *

Belê, li ser pirseke wisa, pirseke ko tevahîya dîroka Komara Tirkîyeyê pê mijûl bûye, serokwezîrê Komara Tirkîyeyê gotinên ”bi sêhir” anî ziman!

Ez wan gotinan, ”gotinên bi sihir” bi nav dikim ji ber ko ji wê rojê ve ye di hemû çapemenîya Komara Tirkîyeyê de û herweha raya giştî ya kurdan de ev gotin tên minaqeşekirin û nirxandin.

Erdogan got ko ”belê eger binavkirinek pêwîst be, ez jî bi nav bikim. Ez dibêjim ko pirsa kurd heye û ev pirs pirsa hemû Tirkîyeyê û û pirsa min bi xwe ye”…

Ji neteweperest û faşîstên tirkan heta berdevk û berpirsên hêzên leşkerî yê Komara Tirkîyeyê, ji ronakbîran heta nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl yên li Kurdistana Bakur li ser van gotinan, li ser vê binavkirinê gelek tişt gotin.

* * *

Gelo vê gotinê çima ewqas olan da?

Gelo ev cara yekem e ko ev pirs bi vî navî tê bi nav kirin?

Gelo binavkirin çi ye û tê çi maneyê?

Gelo, ev binavkirin erk û berpirsîyarîyên çawa derdixe pêşîya tevgera demokratîk û neteweyî ya Kurdistana Bakur, pêşîya ronakbîr û sîyasetmedarên welatê me, pêşîya her kurdekî ko bi nasnameya xwe ya neteweyî serbilind e û xwe ji tu neteweyekî kêmtir yan jî mezintir nabîne?

Bersîvên van pirsan gelek giring in û her alîyek li gora tercîh û berjewendîyên xwe bersîva van pirsan didin.

* * *

Gotinên ”bi sêhir” yên Erdogan olanek mezin da. Ne ko ji bo cara pêşîn e gotinên wisa ji devê serokwezîrek Komara Tirkîyeyê derdikeve.

Bi qeneeta min, ji bo ko ji devê serokwezîrek ko li parlamentoyê piranîyek ko dikare Qanûna Esasî ya Komara Tirkîyeyê biguhurîne derketîye, ewqas olan û deng veda. Li alîyê din ve jî her çend, li dijî hev bin jî, Erdogan di gotinên xwe de cî da awa û rêyên çareserkirina ”pirsa kurd”.

Behsa berfirehkirina demokrasîyê, dîyalogê kir.

Lê behsa ”yek netewe, yek ala û yek welatî” jî kir.

Her nav û binavkirin di hemû zimanan de tiştekî tarîf dikin. Erdogan bi nav kir, nav danî ser pirsekê, lê bêyî ko tarîfa binavkirînê bike, awa û rêyên çareserkirina ”pirsê” anî ziman.

Ji alîyê civata tirkan ve ev gotinên Erdogan çawa hatîye nirxandin, bila ji wan re bimîne û ew bi xwe minaqeşe û nirxandinên xwe bidomînin!

Ez giringtir dibînim ko minaqeşe, nirxandin û helwestên di civata kurd de çawa ye û divê çawa be rawestim.

* * *

Gotinên Erdogan yên ”bi sêhir” meşruîyeteke sîyasî û civakî ya hîn xurttir û zelaltir day pirsa li ser mafên neteweyî û demokratîk yên gelê kurd.

– Lê meşruîyeteke hiqûqî ya binavkirina vê pirsê û rêyên çareseriya wê hîn jî tune ye.

Gotinên Erdogan yên ”bi sêhir” zemîna sîyasî û hiqûqî ji bo tarîfkirina naveroka vê pirsê, di qada eşkere û legal (qanûnî) ya jîyan û têkoşîna gelê kurd de, xweştir û xurttir kir.

– Lê, hîn jî partîyeke ko ”bê taqîye” xwe bi navê partîya kurdan tarîf bike nikare bê avakirin yan jî tê girtin.

Gotinên Erdogan yên ”bi sêhir” îqrara sîyaseta înkarkirin û îmhakirina Komara Tirkîyeyê ya li hember gelê kurd ya 82 salan e. Ango vê gotinê bi giştî ”ezbera tirkan” xerab kir.

– Lê, hîn jî dema kurdek bi xwe behsa ”pirsa kurd" û rêyên çareseriyê wê bike, divê bêhejmar rîskên zordariyê bide ber xwe.

Lê dîsa jî, li gel van hemû tiştên min rêz kirin jî, gotinên Erdogan yên ”bi sêhir” giring in û divê ji alîyê sîyasetmedar û ronakbîrên kurdan ve baş bên nirxandin û jê bê îstîfadekirin.

* * *

Baş e, di rewşeke weha de kurda çi kiriye, çi dikin û divê çi bikin?

Gotina ”pirsa kurd” di hemû jîyana tevgera neteweyî û demokratîk ya gelê kurd de, gotina kilît e.

Lê ji vir û pê ve çawa ye?

Kurd, pirsa xwe bi rê û metodên aştîyê, bi xebatên eşkere, bi rêxistinên eşkere û/yan jî qanûnî dixwazin çawa tarîf bikin?

Li ser vê tarîfê îradeyeke sîyasî ya giştî û yekgirtî heye yan na?

Eger tune ye, ev dikare çawa bê amadekirin û avakirin?

Bi qeneeta min, ji vê binavkirinê wê de, mixabin civata kurd, tevgera neteweyî û demokratîk ya gelê kurd, ronakbîr û sîyasetmedarên kurd, ji rewşa Recep Tayyip Erdogan pêşdetir û baştir rewşek nîşan nadin!

– Hinên bi navê kurdan hereket dikin dibêjin ”demokratîk cumhurîyet/komara demokratîk". Îradeya sîyasî ya gelê kurd, dixwazin entegreyê Komara Tirkîyeyê û sîyaseta wê bikin! Xwedîyê vê yekê dîyar in, binavkirin ne pêwîst e!

– Hinên din dibêjin ko "federasyonek li ser bingeha wekhevîyê" divê çêbe!

– Hinên din dibêjin ko ”divê kurd jî bibin xwedîyê dewleta xwe ya serbixwe"!

– Hinên din dibêjin ko ”pirsa kurd pirseke paşdemayîna aborî û civakî ye û loma jî bi tedbîrên xweşkirina jîyana aborî û civakî ya kurdan” ev pirs çareser dibe!

– Yên ko tenê temaşe dikin û nizanin ko ew kî ne û xwedîyê çi mafên bingehîn in jî divê em ji bîr nekin!

* * *

Di vê tevlihevîyê de, berîya ko Erdogan bê Dîyarbekirê û van gotinên ”bi sêhir” îfade bike, serokê Baroya (rêxistina Ebûqatan) Dîyarbekirê M. Sezgin Tanrikulu, di 10ê tebaxa 2005an de daxwazên xwe bi beyanekê gihand raya giştî. Di vê beyanê de ev daxwazên li jêr hatin rêzkirin;

”Maf û azadîyên kurdan yên bingehîn mîna pirseke sîyasî û hiqûqî ko xwe di mafên mirovî yên bingehîn de îfade dikin, bên binavkirin û divê êdî dev ji binavkirinên şeklî (sûnî) bê berdan. Maf û azadîyên kurdan yên bingehîn ne li ser bingeha şer-aşîtî de lê li ser bingeha demokrasî, hiqûq û mafên mirovî de bê nirxandin. Lênêrîneke li ser bingeha şer-aşîtî dê vê alozîyê hîn jî kronîk bike.

Eger ji bo bikaranîna maf û azadîyên xwe yên bingehîn û bi nasnameya xwe ya neteweyî avakirina îradeyeke sîyasî, astengên ko li pêşîya kurdan hene bên rakirin, wê demê dê derkeve holê ko ka kurd maf û azadîyên xwe yên bingehîn dixwazin di kîjan çarçoweyê de bi kar bînin.” (www.diyarbakirbarosu.org.tr)

Di van gotinên li jor neqilkirî de du xalên bingehîn hene ko bi qeneeta min divê tevgera neteweyî û demokratîk ya gelê kurd, çi yên eşkere û qanûnî çi jî yên îllegal li ser rawestin û bikin zemînek mişterek ya xebata eşkere ya kurdan li Bakûrê Kurdistanê.
Qasî ko ez fahm dikim, di van gotinan de du prensîbên bingehîn ev in:

1. Eger ”pirsa kurd” hebe û ev ji devê derokwezîrê Komara Tirkîyeyê jî hatibe îqrarkirin, divê berîya her tiştî kurd û nasnameya wan ya neteweyî bi awayeke resmî jî bê naskirin û ev yek di Qanûna Esasî de meşrûîyeteke hiqûqî jî werbigre.

2. Eger ”pirsa kurd” hebe û ev ji devê derokwezîrê Komara Tirkîyeyê jî hatibe îqrarkirin, divê kurd bi navê xwe yê neteweyî/etnîkî bi xwe bikaribin vê pirsê tarîf bikin û bê rîsk rê û awayên çareserîya vê pirsê pêşkêşî civatê bikin.

Ango, heta ko nav û îradeya sîyasî ya kurdan ji alîyê hiqûqî/qanûnî ve qedexe be, tu maneya ko ji kurdan bê pirsî ka ”kurd çi dixwazin?” tune ye. Bi tenê dema ko kurd bikaribin xwe bi nasnameya xwe bi awayeke resmî/qanûnî organîze bikin û daxwazên xwe pêşkêşî civata xwe û ya Tirkîyeyê bikin dê derkeve holê ko gelo kurd dixwazin bibin ”nasnameya li binî” yan dixwazin ”federasyoneke li ser wekhevîyê” ava bikin yan jî dixwazin bibin ”hemwelatîyên azad” yan jî dixwazin dewleteke serbixwe” ava bikin!

* * *

Bêguman ew xalên ko li wir hene berê jî hatine gotin lê tevgera kurd ya demokratîk û neteweyî li gora wê nexebitîye. Her kes ji alîyê xwe ve şeklê çareserîya xwe ya ”mitleq û rast” dîtîye/dibîne û loma jî îradeya kurdan ya sîyasî bela-wela ye û ne li ser hev e!

Loma jî, divê sîyasetmedar û ronakbîrên kurd platformeke eşkere ya sîyasî ava bikin û li ser du xalên bingehîn li hev bikin û heta ko ew her du xal û armanc bên bi dest xistin îradeyên xwe bikin yek. Ev her du xal/armanc divê ev bin:

1. Pirsa kurd pirsa neteweyekî bindest e û divê hebûna kurdan ya neteweyî bê qebûlkirin û di Qanûna Esasî ya Komara Tirkîyeyê de bê pejirandin.

3. Kurd divê bi nasnameya xwe ya neteweyî bikaribin xwe di hemû qadên jîyanê de, taybetî jî di qada sîyasî de, birêxistin bikin û yên ko çareserîya pirsa kurd di avakirina dewletek serbixwe de jî dibînin ji vê serbestîyê bikaribin îstîfade bikin.

Dema ko ev herdu armanc pêk hatin êdî her kes, her kurdek bi dilê xwe ye. Yên ko ”naxwazin dev ji Îstenbol û Îzmîr û Antalyayê berdin!” û yên dixwazin dewleteke serbixwe jî ava bikin ji bo armancên xwe piştgirîyê ji gelê kurd bixwazin.

Ji bo vê yekê hewcedarîya ko rêxistinên kurdan yên sîyasî ko îro îllegal in, dev ji program û avahîya xwe ya rêxistinî berdin, tune ye.

Herweha ji bo platform û îradeyeke wisa ya yekgirtî pêwîst e ko kurd bi xwe dev ji taqîye berdin, ango xwe nexapînin ko ew mîna ”Partîyên kurd/kurdî” kar dikin. Ji ber ko hem hiqûqa Tirkîyeyê rê nade tiştek wisa hem jî ji xwe ew partîyên heyî jî bi xwe dibêjin ew partîyên "Tirkîyeyî" ne!

Bersîva kurdan li ser tarîfkirin û rêya bi aştî çareserkirina "pirsa kurd” divê ev be. Rêyên din ne bi tenê xwe-bi-xwe-xapandin e, lê her weha rê dide ko cîhana derve jî mîna ko kurd dikarin xwe ji alîyê sîyasî ve eşkere û qanûnî birêxistin bikin, bawerî bînin.

Bêguman gelek alîyên vê minaqeşeyê hene. DHT/PKK/KKK bi sîyaset û avahîyên xwe ve li derveyî vê alternatîfê ne. Siyaseta wan ”kemalîzma nû ya versîyona kurdî” ye û bila li wan pîroz be!

Yên mayî, ango HAK-PAR, rêxistinên sivîl yên civakî, ronakbîrên kurdan û ywd. li ser armancên ko dikarin li hev bikin, ne armanc û daxwazê ko li ser ne li hev in, hewildanên avakirina îradeyeke sîyasî ya yekgirtî bidin pêş.

Eger armanc ”federasyon” jî be divê partîyek bi tenê ”partîya kurd” be û ne ”partîya tirkîyeyî”! Bi gotinên Erdogan yên ”bi sêhir” ve li gora qeneeta min êdî ”top li cem kurdan” e da ko rê û awayên çareserîyê tarîf bikin û li ser vê bingehê jî îradeyeke sîyasî ya neteweyî a giştî û yekgirtî ava bikin.

Bi kurtayî, divê kurd, taybetî jî di demekî ko hîn ji alîyê hiqûqî ve nayên naskirin, dev ji beşdarîya desthilata li Enqereyê yan jî desthilatên herêmî yên rojane berdin û stratejîya xebata xwe ya eşkere li gora bidestxistina meşrûîyeta hiqûqî ya nasname û azadiya rêxistinî ya kurdan deynin holê û organîze bikin.

-------
* Têbînî: Di wan rojên germ de ez bi xwe jî piştî 25 salên sirgunê/penaberîyê, li Diyarbekirê bûm. Bi vê minasebetê dixwazim rêz û silavên xwe, spasdariya xwe ji hemû wan dos, nas, heval û merivên xwe re dîyar bikim ko di dema min ya li Diyarbekirê ez tenê nehiştim, bi telefon, bi zîyaret û bi pêşwazîyên xwe ve hestên girêdayî van peywendîyan xurttir û geştir kirin. Bila mala wan teva ava be, di jîyan û xebatên xwe de her bextewar, şad û serketî bin.

Bixêrhatin: Herweha ez ji birêz Felat Dilgeş, Îbrahîm Gûçlû û Bêhrûz Şûcaî re silavên xwe dîyar dikim û ew bi xêr hatine rûpelên Nefelê. Ez di wê bawerîyê de me ko di vê rûpelê de em dê bikaribin dîyalog û minaqeşeyeke hîn kêrhatî û fireh li ser maf û azadîyên bingehîn yên gelê xwe bi rê ve bibin. Her serketî û bextewar bin.

-----------------------------------
Nivîskar: VÎLDAN TANRIKULU
Weşandin: 2005-09-06
Xwendin: 22869
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Ji dewleta ”De Facto” bo avabûna dewleta ”De Jour” (2006-01-24)
fjrigjwwe9r1TabArticles:ArticleHeadline
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Ronakbîr, îrade û azadî!
(2005-07-17)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Du beyan, du netewe û helwêsta ronakbîrî! (2005-07-03)
fjrigjwwe9r1TabArticles:ArticleHeadline
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
KKK berî ko çêbe li başûrê Kurdistanê ket gorê (2005-06-20)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
fjrigjwwe9r1TabArticles:ArticleHeadline
Gelê kurd layiqê vê serbilindîyê ye! (2005-06-11)
fjrigjwwe9r1TabArticles:ArticleHeadline
Desthilatdarî divêt ya hilbijartiyan be û ne ya tayînkiriyan be (2005-06-06)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Çarê hezîranê qonaxeke giring ya dîroka me ye
(2005-06-04)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Avakirina dezgeha serokatiya Kurdistanê (2005-05-22)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org