[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Galaya surrealîzmê
SWÊD, 10/1 2012 — Elena Ivanovna Diakonova 19-salî bû, xewnên paşarojeke aram di dilê xwe de hilgirt û sala 1918-ê ji Rûsyayê hatibû Parîsê. Çavên hezkirîyê wê Paul Éluard li riya wê bû, sê sal berî hingê ji bo nexweşîya xwe jî hatibû, li nexweşxaneyê bû evîndara xortekî ferensî.

Paul Éluard helbestvan bû, Elena jî ji helbestê hez dikir, wê hingê herdu hevdesalî bûn, temenê wan yek bû, nexweşiya wan yek bû, paşê qedera xwe jî kirin yek.

Elena vegeriya welatê xwe, helbestên Éluard bi xwe re birin, wê bi xwe ew helbest dan çapê, helbestên Éluard berî ko li Ferensayî bêt nas kirin li Rûsyayê belav kir. Paul Éluard hêdî nekarî bêyî wê bijî, hestên xwe bi helbestên evînîyê jê re rêdikir û jê dixwest ko bibe hevjîna wî.

Ferensa wê hingê ji şerê cihanê yê yekê nû derketibû. Paul Éluard hêj cilûbergên leşkeran li ber bû û bi wan cilan ve hat şahiya zewaca xwe, xemgînî di çavên mêvanên şahîya wî de diyar bû.

Şer sekînîbû lê belê milet hêj bi birînên xwe ve mijûl bû. Bajar bi tang û topan xirab bibûn û ti malbat nebû bêyî ko hinek jê windayî an kuştî an jî birîndar nebûbin. Psîkolojîya mirovan jî xirab bibû, yên ko ji birînên bedenê bêpar mabûn, wêneyên şerî yên hovane birînên kûr di canê wan de hişt.

Di nêva rewşeke wiha trajedîk de, bi hestên windabûnê û tirsa paşarojeke nediyar grupeke fikrî bi navê surrealizmê li Ferensayê derket pêş. Surrealîzm ji du gotinan pêk têt ”sur-realîzm” ango tişta ”di ser realîteyê re an jî ”ji realîteyê dûrtir”.

Mirov dikare bibêje ko surrealîzm raman, berhem, hizir, nêrîn û helwestên endamên wê ye. Baweriyên wan yên siyasî ne wek hev in, û ji bingehên civakî yên jihevcuda tên, tişta ko wan digihîne hev azadiya fikrî ye, azadiyeke ko hemî normên klasîk dişikîne, carinan weke ”azadiyeke fanatîk” bi nav dibe.

Şer bi xwe jî ”kiryareke fanatîk e” hemî dergehên jiyaneke xwezayî li ber mirovan digire, mirov di şerî de mecbûr dibe ko ji mirovatiya xwe dûr bikeve, bi biryarên radîkal û berjewendiyên zorê pê li hestên xwe dike, xirabkirin û kuştinê dike, lewra pêwîstîyeke bi azadiyeke weha bê sinor û ji realîteyê dûr çêbû, surrealîzm weke ”reaksiyoneka” li himberî encamên şerî bû.

Di asoyên azadiya fikrî de her tişt ji qeydan rizgar dibin, ziman û pênûs rizgar dibin, raman rizgar dibin, rengên şêwekaran rizgar dibin û hêvîyên veşartî radixin ber çavan, surrealistan ew azadî weha dît û di berhemên xwe de neqişandin.

Xeleka surrealîzmê bi rêberiya André Breton berfireh bû, hejmareke mezin ya rewşenbîrên Ferensayê weke André Breton, Louis Aragon, Paul Éluard, Antonin Artaud, Benjamin Péret, Philippe Soupault û Robert Desnos tevlî wê bûn. Surrealîzm bû tevgerek û qehwexaneyên taxa Montparnasseyê li Parîsê bû meydana civîn û aktîvîteyên wan. Bi disiplîneke xurt dixwestin ko raman û xewnên wan cîhanê vegirin û biguherînin.

Xewnên guhertinê ji siyastê dûr neman, pêwendiyên wan bi komunîstan re jî berfereh bûn, lêxebitîn ko bingeheke hevkariyê peyda bikin.

Teorîyên psîkolojîk yên Sigmund Freud çavkaniya ramanên surrealîzmê bûn, André Breton û piranîya hevalên wî giringiyeke taybet dan fantazî û xewnê. Di kovara ”Şoreşa surrealîzmê” de bi sernivîsa ”Xewn rêka rizgarîya mirovî ye” behsa xewnên xwe kirin û gotin xewn dinyaya mirovî ya veşartî ye, weke cihekî ko mirov hemî belgeyên xwe yên giring lê datîne, lewra rêka nasîna mirovî û ya rizgarîya wî jî ew e.

Di tabloyên wan de naverok ji xemlê giringtir e, reng û xetên spontant jî sembolên psîkolojîk in. Aqil û fantazî ango ”realîte û dûrrealîte” bingeha ramanên surrealîzmê ye, fantazî ko enerjiya aqil e, rêka dahênana surrealîstan e û stûna berhemên wan e di tablo, helbest û romanê de.

Lê belê asoyên surrealîzmê yên vekirî ko mirov û guhertinên jiyana mirovî armanc û entreseya wê ye, ne bêyî xetên sor in, nemaze heger ji normên mirovane bibore, lewra hejmarek ji endamên wê ji endametiyê hatin avêtin. Salvador Dalí surrealîstê navdar bi xwe jî dema ko ”dînîtiyên” wî zêde çûn, André Breton û avakirên surrealîzmê bi hevre biryar dan ko wî ji nêv xwe biavêjin.

Sigmund Freud ne li hêviyê bû ko teorîyên wî bibin çavkanîyên literatur û tabloyan, wî nameyek ji Breton re rêkir û got ko qet huner nebûye beşek ji entreseya wî.

Surrealîzmê deng veda û ji tixûbên Ferensayê borî û gelek grupên cuda li welatên dî jî çêbûn. Li her welatekî awayê kar û xebatê li gorî rewşa xwe ya nêvxweyî ava kirin, hinek jê bi nêrînên xwe gelekê ji yên Ferensayê cuda bûn, grupa Belçîkayê ko pir navdar bû li dijî gelek prensîbên André Breton derket lê belê ew helwest nebû sedema dûrketinê û her pêwendî û hevkariya wan berdewam kir.

Mirov nikare ji dîroka surrealîzmê bibore bêyî ko li ber navê ”Galayê” bisekine. Elena an jî ”Gala” navê ko Éluard lê kir û paşê pê hat nasîn, roleke wê ya giran di dîroka surrealîzmê de çêbû: Çi bi pêwendiyên dostayetiyê di jiyana Breton, Louis Aragon, Max Ernst de û çi weke hevjîn di jiyana Éluard û paşê ya Salvador Dalí de. Wê tasîreke kûr ne tenê li stîla jiyana wan lê belê li raman û berhemên wan jî kir.

Spehîtahiyeke Galayê ya xweser nebû û ne jî jineke entelektuel bû, û deh salan ji Salvador Dalî bitementir bû. Lê belê gelekê jîr û bîrewer bû û karîzmayeke dijwar ya kesayetiya wê ya xurt hebû. Wê psîkolojîya mirovên li himber xwe gelekê fêm dikir, sînyalên wan analîz dikir, bi hêsanî xwe digihand kûrahiya hestên mirovan. Wê dizanî kengê hezkirî be, kengê heval be, û kengê rola dê bigire û şîret û têbînîyên xwe bi aweyekê dilovan rave bike, ango Gala ji dahênarekî re, hevjîn û hevaleke îdeal bû.

Jiyana Galayê û Paul Éluardî gelekê bextewar bû. Keçeke wan bi navê Cécile çêbû lê belê piştî evînîyeke dijwar û sêzde salên bihevrejiyanê Gala jê cuda bû û jiyana xwe 30 salan, heta mirinê (1982) bi ya Salvador Dalí re girêda. Pêwendiyên Galayê û Dalî yên dostayetiyê bi Paul Éluardî dewam kir.

Dema Gala mir keça wê nameyên dê û bavê xwe derxistin, Gala piştî bû hevjîna Salvador nameyên evînîya xwe ya kevin bi Éluardî re sih salan li ba keça xwe veşartibûn.

Dibe ko dilovanîya Galayê ya ”dêyîtiyê” yek ji sedemên ko hewqasê Salvador Dalí pê hat grêdan be. Dalí bê dê mezin bû lê her çi be tesîra Galayê gelek bû ko stîla Dalí bi yek carê hat guhertin û hebûna wê di tabloyên wî de xurt bû. Dema ko Dalí tabloyên xwe îmza dikir carinan navê wê li kêleka navê xwe dinivîsand.

Gala ne tenê hevjîn û hezkiriya Dalí bû, lê belê wê karê rêvebirina reklam û firotina tabloyên wî jî li xwe girt. Galayê rewşeke wiha peyda kir ko Dalíyê ko carinan li bihayê nanê xwe heyirî dima bibe şêwekarekî navdar û tabloyên wî bi bihayekê zêde bên firotin. Dalí ji henekî ve digot şertê ko mirov bibe dahênerekî navdar ew e ko mirov bi Galayê re bizewice.

Ekspozîsyona herî talîyê ko endamên surrealîzmê bi hev re amade kirin sala1949-ê li Parîsê bû. Salvador Dalí jî beşdar bû.

Surrealîzm di despêka sedsala bîstê de gelekê populer û balkêş bû. Lê belê nifşên nû tiştek lê zêde nekirin, ew dubare kirin û lewra surrealîzmê balkêşiya xwe wenda kir û ber bi vemirînê ve çû.

Elena Ivanovna Diakonova ”Galayê” weke çirûskekê her ronahî û hêvî da dorûbera xwe, û heta mirinê wekî serkaniyeka îlhamê ma.

Elena Ivanovna Diakonova (1894–1982)
Paul Éluard (1895–1952)
Salvador Dalí (1904–1989)


» Dalí, Gala, Paul Eluard û Nusch, 1931

-----------------------------------
Nivîskar: RINDÊ ÇAÇAN rindecacan@gmail.com
Weşandin: 2012-01-10
Xwendin: 10699
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Tolstoy û xelata Nobelê (2016-12-12)
Virginia Woolf – xatirxwestina di robarekî de (2016-10-09)
George Orwell – rast an çep (2016-07-07)
Hesenê Metê – nivîskarê êşê (2016-02-24)
Emerîkaya zêdedîndar û sekuler (2015-11-14)
Rûs li Milan Kundera û Kundera jî li welatê xwe digere (2015-05-10)
Bajar û roman hevdu ava dikin (2015-01-11)
Jiyaneka bohemyanîst ji bo bextewariyê (2014-11-10)
Dengbêjên kurdan û troubadourên ewropiyan (2014-09-21)
Di lîteraturê de dubendiyeke siyasî – Pasternak û Joyce (2014-06-03)
Reklam dikare xewnên mirovî jî bifiroşe (2014-04-13)
Felsefe û jiyan (2013-11-16)
Kurd fêrisên rojhilatê ne (2013-10-11)
Hêza axaftinê (2013-08-19)
Emil Cioran li ser kimtê bêhêviyê (2013-05-30)
Li gor Renan kurd her kurd in (2013-03-09)
Elinda Parîsê ya romantîk George Sand (2013-02-14)
Fêris Karl May (2013-01-25)
Wêjevanî û janên psîkolojîk (2012-10-08)
Vejiyan (2012-03-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org