[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Mario Vargas Llosa û rikeberiya çepîtî û lîteraturê
SWÊD, 20/3 2011 — Berî 50 salan li kolaneyeke bajarê Parîsê nivîskarê navdar Albert Camus liqayî xortekî bedenzeîf û hinekî şermoke bû. Wî xortî jê re got ew gelekî heyranê romanên wî ye û got ew bi xwe jî dinivîsine û paşê kovareke latînemerîkî da destê wî û jê re got di wê kovarê de kurteçîrokeke wî hatiye weşandin.

Ev bûyer ji Albert Camus re xerîb nehat ji ber ko ew nivîskarekî naskrî bû û hingê jî xelata Nobelê wergirtbû û çi cara ko bi rê ve diçû gelek mirov lê disekinîn û heyraniya xwe jê re diyar dikirin. Lê ya xerîb ew bû ko Albert Camus nedizanî dê sal biborin û paşê ew xort bi xwe jî dê wekî wî bibe nivîskarekî naskirî u bi xwe ji wekî wî xelata Nobelê wergire u bi xwe jî wekî wî xwe ji çepîtiyê bide alî û rexneyan lê bigire.

Ew xort jî Mario Vargas Llosa bû.

Mario Vargas Llosa romannivîs, rojnamevan û siyastmedarkî peruyî ye. Ew sala 1936-ê li bajarekî Peruyêhatiye dinyayê. Hêj zarok bû dê û bavê wî ji hev cuda bûn û lewra ew bi diya xwe ya bolîvî re çû Bolîvyayê û li wê derê li nik bapîrê xwe jiya û paşê dîsa vegeriya welatê xwe Peruyê.

Hêj temenbiçûk Mario Vargas Llosa ket nêv xebata siyasî û sala 1990-ê bû yek ji berbijarê serokatiyê lê di hilbijartinan de bi ser neket û têkçûna wî di hilbijartinan de bû gava taliyê di xebata wî ya siyasî de. Piştî wê bûyerê di pirtûkeke bi navê ”Masiyê bê av” de poşmaniya xwe diyar dike û dibêje ko siyaset zimanekî zuha ye û biserneketina wî di hilbijartinan de ji wî re ”hêvîşikestineke” biêş bû lê belê baş bû ko ew anî ser riya rast û ew dê hêdî li siyastê venegere. Sê salan piştî hingê du romanên wî yên navdar derketin: ”Şer li dawiya cihanê” û ”Xaleta Julia û nivîskar”.

Mario Vargas Llosa li spanyayê maye û ji ber ko jina wî spanî bû ew bû hevwelatiyê Spanyayê. Ji bilî Spanyayê li gelek bajarên ewropî jiyaye: Li Londonê, li Barcelonayê, lê belê yek ji bajarên ewropê ko herî pir lê maye Paris e. Û li piraniyên wan bajaran hem rojnamavanî kiriye û hem jî mamostatî li zanîngeh û unîversîteyen kiriye

Romana wî ya yekê ”Bajar û seg ” ko sala 1963-ê derket di naveroka xwe de siyasî bû. Naveroka wê li ser rewşa Peruya li bin siya desthilata eskerî de bû. Di wê romanê de ew pir rexneyên dijwar li desthilata eskerî dike. Romane wî ji aliyê desthilatê ve hat qedexe kirin û bi hezaran nisxeyên wê hatin sotin.

Lê romanê wî ya bi navê ”Dema qehreman” ko sala 1966-ê derket bû yekem roman ko hat wergerandin bo zimanê ingilîzî û navê Mario Vargas Llosa li cîhanê belav bû û romanên wî bo gelek zimanan hat wergerandin û wî gelek xelat wergirtin yek jê xelata Nobelê ya sala borî bû.

Navaroka ”Dema qehreman” balkêş e: Li ser ka çawa istixbaratên desthilatên mezin dikarin zilamên xwe di nêv hêzên eskerî yên welatên dî de bi cih bikin û kengê bixwazin hikûmetên wan welatan biguhorin û wan bi kar bînin û inqilabên eskerî çêkin. Û çawa hinek caran serokê dewlatan bi xwe dibin ajanên wan istixbaratan û xiyanetê li welatê xwe dikin.

Piraniya romanên wî bi rengekî siyasî ne û bi riheke şoreşgerî li djî newekheviyê, korrupsiyonê û bindestiyê derdikeve.

Mirov dikare di romanên wî de kontrast û gohortinên civakî, siyasî û kulturî li welatê wî teqîb bike û ka çawa bîr û baweriyên wî yên siyasî tên gohortin û çawa ji çepitiyê xwe dide alî û dibe lîberal û rexneyan li baskên çep digire.

Di romana wî ya bi navê ”Çîroka Mayta” de fîgura bingehî xortekî bi navê Mayta ye. Ew bi bîr û baweriyên xwe çep e û wî ji dîndariyê berê xwe daye marksîzmê û dikeve nêv baskên çep de.

Mario Vargas Llosa kesayetiya Mayta di romana xwe de wekî xortekî saf û xewnperest ko bi hêsanî tê xapandin dineqişîne û ka çawa ew xewn û xeyalên wî ji rastiyê dûr in dema bawer dike ko hemî kes li welatê wî amade ne bibin şoreşger û ew jî dikare bibe qehremanek û şoreşekê li dar xe. Lê belê Mayta paşê têdigihe ko ew ne rast e û dibîne ko di pratîkê de kes li dora wî nemane heta ew kesên ko berê wî dan wê rêyê jî dema ko şoreş bi ser neket xwe jê dan alî û kesî ew neparast.

Dema ko Mayta bi xiyanetê tewanbar dibe hingê hişê wî têt serî û bawer dike ko baskên çep ko bi sloganên ji bo mafên cotkar û karkeran bang dikin pir ji milet dûr in. Mayta fêm dike ka ev çepgir çawa ji hev parçe dibin û di nêv xwe de dubendiyê li ser desthilatê û serokatiyê dikin û çawa xortên saf û xewnperestên wekî wî dixapînin.

Mario Vargas Llosa di vê romanê de rexneyan ne li ramanên çepîtiyê bi xwe digire, lê belê ew rexneyan li kiryarên kesê ko idiaya çepîtiyê dikin digire û nîşan dide ka çawa ew rêberên siyasî yên çep bi navê çepîtiyê berjewendiyên xwe yên kesane diparêzin.

Rexneyên Mario Vargas Llosa yên li baskên çep reaksiyoneke mezin li dijî wî çêdike û gelek navdarên ko bi bîr û baweriyên xwe çep mane ew tewanbar kirin û yek ji wan kesên navdar helbestvanê spanî Rafael Alberti bû ko got destjêberdana Mario Vargas Llosa ji çepîtiyê jibo wergirtina xelata Nobelê bû.

Mario Vargas Llosa di gotineke xwe de dibêje rewşa civakî û siyasî ya welatên wekî Latînemerîkayê berpirsyariya nivîskaran zêde dike. Berpirsyariya wî ne tenê edebî û hunerî ye ko kultur û lîteratura miletê xwe dewlemend bike, lê belê berpirsiyariyeke nivîskaran ya civakî jî heye û divêt nivîs, tiyatro, helbest û roman bibin neynika milet da xelk êş û jana xwe tê de bibînin. Mario Vargas Llosa dibêje lîteratur ne faktayek e, ew pencereyek e ko mirov dikare tê re faktayê bibîne û dibêje cihê êş û janê ji yê ramanê kûrtir e.

Gelek minaqeşe li ser Mario Vargas Llosa çêbûne û dê çêbin. Guman tê de nîne ko wî cihekî mezin ji xwe re di cîhana lîteraturê de çêkir.

-----------------------------------
Nivîskar: RINDÊ ÇAÇAN rindecacan@gmail.com
Weşandin: 2011-03-20
Xwendin: 10039
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Tolstoy û xelata Nobelê (2016-12-12)
Virginia Woolf – xatirxwestina di robarekî de (2016-10-09)
George Orwell – rast an çep (2016-07-07)
Hesenê Metê – nivîskarê êşê (2016-02-24)
Emerîkaya zêdedîndar û sekuler (2015-11-14)
Rûs li Milan Kundera û Kundera jî li welatê xwe digere (2015-05-10)
Bajar û roman hevdu ava dikin (2015-01-11)
Jiyaneka bohemyanîst ji bo bextewariyê (2014-11-10)
Dengbêjên kurdan û troubadourên ewropiyan (2014-09-21)
Di lîteraturê de dubendiyeke siyasî – Pasternak û Joyce (2014-06-03)
Reklam dikare xewnên mirovî jî bifiroşe (2014-04-13)
Felsefe û jiyan (2013-11-16)
Kurd fêrisên rojhilatê ne (2013-10-11)
Hêza axaftinê (2013-08-19)
Emil Cioran li ser kimtê bêhêviyê (2013-05-30)
Li gor Renan kurd her kurd in (2013-03-09)
Elinda Parîsê ya romantîk George Sand (2013-02-14)
Fêris Karl May (2013-01-25)
Wêjevanî û janên psîkolojîk (2012-10-08)
Vejiyan (2012-03-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org