[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kurdperwerekî hêja Mela Muhemedê Sêvê
CIZÎRA BOTAN, 26/1 2012 — Her doza ko nû derbikeve û bixwaze bigihîje armanca xwe bêguman serê pêşî pêwistiya wê bi hin lehengên qedirbilind heye. Ew doz ancax bi têkoşîna wan lehengan dikare bigihîje armanca xwe.

Bi gotineke din eger ew doz qismen jî be gihîştibe armanca xwe yan jî ber bi wê armancê ve hin mesafeyên girîng derbas kiribe ev tê wateyê ko yên serê pêşî xwe xistîn di bin giraniya wê dozê de sewdaserê wê dozê ne û di rêya wê dozê de dest ji serê xwe berdane. Ev realîteyek e, ji her cûre ramanê re lê ye.

Ji sehabiyê kîram yên li derdora Resûlê Ekrem (s.e.w.) civiyayîn û bi canê xwe û bi malê xwe têkoşayîn bigre hetanî hewariyên Cenabê Îsa (a.s.) yên ew doz belavî dinyayê kirîn di her dozeka cîhan-şumûl de vê qanûnê tecellî kiriye. Di dîroka nêzîk de jî mînakên wê hene. Belê, eger îro doza îman û xwedênasiyê ya Ûstad Bedîûzzeman Mela Seîdê Kurdî ya di hember kemalîzm, komunîzm û materyalîzmê de li seranserê cîhanê perên xwe belav kiribe, bêguman ji ked û xebata wan neh-deh zatên ko li bajarê Barlayê li derdora Ûstadê xwe civiyayîn û bûyîn sewdaserê wê dozê ne.

Belê ji her dozê re pêşengên wiha pêwist in. Ji ber wê çendê ye ko Qur’ana pîroz wan pêşengên ko serê pêşî ew doz deynayîn li ser milê xwe “Wessabîqûne-l ewwelûne=…” bi nav dike û cihêtiya wan ya ji yên li pey wan re hatîyîn radixe ber çavan.

Her çiqas ev zatê ko dê di vê nivîsarê de behsa wî bêt kirin di doza kurdayetiyê de ne pêşengê pêşî be jî lêbelê dema mirov wê xewa mirinê ya piştî raperîna Dêrsima birîndar û hetanî salên şêstê ya gelê kurd ketîyê tê de deyne li ber çavê xwe, wê qedr û qîmeta wan kesayetiyên ko rola wan di hişyarkirina gel ya ji wê xewê çêbûye, derbikeve holê. Belê dema mirov di vê çerçoveyê de mitale bike mirov dikare bêje ko ew kesayetî jî li herêma Botan yek ji wan sewdaserên ko jimara wan hindik bûn de cî girtiye.

Mele Muhemedê Sêvê ko bi tirkî jê re Mehmet Ant dihate gotin, di sala 1931-ê de li navenda Cizîra Botan ji dayikê bûye. Perwerdeyiya xwe ya olî li bajarên wek Zaxo û Duhokê yên başûr kiriye. Piştî qedandina leşkeriyê maweyekê wek karmandê PTT-ê li Dêrsimê peywir pêk anîbe jî ji ber ko ew dever ji Cizîrê dûr bû dest jê berda û li mizgeftên wek Heftxetîban û Cam’eya mezin yên li navenda Cizîra Botan wek mela dest bi peywirê kir. Li herdu mizgeftên navborî de jî digel peywira xwe yamelatiyê gelek feqî jî gihandin.

Mele Muhemedê welatperwer di sala 1965-ê de li ser gilî û îxbara hin kesan hat girtin, bi rojan di bin îşkenceyê de ma û ji kar hat dûr xistin. Paşê vegeriya ser peywira xwe lêbelê disala 1964-ê de bo Kaman-Kirşehîrê hat sergom kirin. Piştî du salan dîsa vegeriya Cizîrê û hetanî sala 1968-ê di weznedariya şaredariyê de peywir kir. Di sala1969-ê de weke miftî tayîna wî dane Mehserta Mêrdînê. Paşê dîsa bo Denîzliyê hat sergom kirin. Di sala 1974-ê vegeriya welêt û li Mêrdînê weke waizê navendî dest bi peywirê kir. Di sala 1978-ê de malnişîn bû û di sala 1982-ê de jî li Nisêbînê çû ser dilovaniya xwe.

Sohbeta vî zatê kurdperwer nebû nesîbê min. Careke tenê min dît ko ew di şahrêya Cizîrê de dimeşiya. Meşa wî meşeke tejî-peyam bû. Meşa wî ko serê wî li ber wî dimeşiya meşa mirovên şopînerê dozekê bû, meşa kesên tejî bû. Wek çawa gulî hetanî ko vale ye, serê wê li jor e, dema tejî bû serê wê dikeve erdê, berê xwe dide jêr. Ew rewşa guliyê ya serê wê ber bi jêr ve tewandî temsîla mirovên tejî ilm û irfan edike. Mele Muhemed jî yekî welê bû.

Belê wê dema ko Mela Muhemed behsa kurdayetiyê dikir li Cizîrê kesên di vê mijarê de hişyar bi qasî hejmara tiliyên destekî bûn. Pirtirînên mirovan yan nedizanîn yan nedixwestin û ditirsiyan yan jî di bin bandora bangeşeya dijmin ya “kurd nabin tiştek..”, “dema kurd bibin dewlet wê dinya xira bibe..” de mabûn û eleqeya xwe pênedianîn.

Mele Muhemed, di bin ronahiya meş’ela azadîxwaz ya li başûrê welêt ya di bin serokatiya Barzaniyê nemir de dilivî û dixwest ko wê ronahiyê li Cizîra Botan ya cî û warê Bedirxanê mezin e de jî belav bike. Di vê çerçoveyê de, bi çend hevalên xwe yên dilsoj re civîn pêk dianîn. Mirov dikare bibêje ko qalikê wî li Cizîrê bû, lê giyanê wî li başûr bû. Dilê wî yê tejî kurdayetî ji azadiya welatê wî re lê dida. Xewn û xeyalên wî hemû doza kurdan bû. Bi rastî dema navê wî dihat halê, kurdayetî dihat bîra mirov. Lê sed heyf û mixabin gelê Cizîrê yê wê demê ne di wê radeyê de bû ko wî zatî fêm bikin.

Mele Muhemed bi armanca ko xizmetê ji gelê xwe re bike, di sala 1977-ê de tevlî hilbijartinên herêmî dibe. Mele Muhemed di sala 1977-ê dest bi siyaseta legal kir û bû berendamê şaredariya Cizîrê. Armanc ew bû ko şaredariya Cizîrê ji destê axa û şêxan derxîne û bixe di bin xizmeta gelê xwe yê reben û perîşan de. Yên baweriya xwe bi Seyda û ramana wî ya kurdperwer anîn li derdora wî kom bûn. Bes sed heyf û mixabin gelê Cizîrê yê wê demê ji ber ko hêj negihîştibû radeya wê ramana giranbuha serkeftineke xuyayî çênebû. Lê belê ev nedihat wateya têkçûnê jî. Lewre ew tevger bû tovê serkeftinên paşerojê. Yekem car mîtîng hatin li dar xistin, gotarên siyasî hatin dayîn, belavok hatin belav kirin… Ev jî bû sedema hişyarbûna gel.

Kurê Mele Muhemed dibêje berî ko bavê wî wî bişîne dibistana seretayî ew hînî xwendin û nivîsandina kurdî ya bi tîpên latînî kiribû. Eva hanê jî li gorî mercên wê demê kurdperweriya wî û azweriya wî ya li ser hînbûn û hînkirina zimanê kurdî radixe ber çavan.

Wê dema ko li Mêrdînê bû dostekî wî yê Cizîrî jê dipirse:

— Ezbenî, di bernameya Seyda de vegera bo Cizîrê tune ye gelo?

Bersiva wî gelek watedar e:

— Hetanî li Cizîrê şêx hene, ez nayêm Cizîrê.

Feqkî ko ji gundekî çiya, bo xwendinê hatibûm cem Seyda dibêje:

— Ez bo xwendinê hatim ba Seyda. Ji min re got: ”Vegere, here gundê xwe; dem dema xebatê ye.

Sed heyf û mixabin berhemeke vî zatî ne gihîştiye ber destê me. Tê gotin ko gelek helbestên wî hebûn, lê belê ji ber zulm û zorê hatine hilanîn, paşê jî wenda bûne.

Dilovaniya Xwedê li ser wî û li ser hemî welatparêz, welatperwer û xêrxwazên netewaya kurd be.

-----------------------------------
Nivîskar: ABDULKADIR BÎNGOL abdulkadirbingol@gmail.com
Weşandin: 2012-01-26
Xwendin: 4615
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Heşt rojên şerê xendekê – I (2015-10-09)
Stêreka dî ya Cizîrê xuricî – mirina aliman mirina alemê ye (2015-04-29)
Di Dîwana Melayê Cizîrî de tirk (2015-03-05)
Çandeka me ya windabûyî – savarkelandin û danîçêkirin (2014-11-02)
Qesîdeya Mewlana Cizîrî ya “Xelqo! Li min kin şîretê!” (2014-01-24)
Rojek ji wan rojên reş (2013-12-28)
Tevgera PYD-ê û destekirina wê ya rejîma Esedî (2013-12-04)
Li Cizîrê kevneşopiya aşîranê (2013-11-08)
Panela Roj bi Roj Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Rojên Cizîrê (2013-10-20)
Zimanê kurdî dîsa sêwî ma (2013-09-18)
Axx – ka cejnên berê (2013-08-24)
Remezanên berê (2013-07-13)
Ker dikevit dûvik li xweyiyan e (2013-07-02)
Henekên berê yên Cizîra Botan (2013-06-11)
Spêdeyên derewîn û rastî û kurd (2013-05-19)
Hinek taybetmendiyên zimanê kurdî (2013-04-15)
Parlamentera ”kurd” û laîsîzma wê (2013-03-29)
Nêrîna siyasî û TV-yên kurdî (2013-03-14)
Şaşbikaranîna peyvika “Awir”ê (2013-02-26)
Li Cizîra berê şûkirin û jinanîn – 4 (2013-02-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org