[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Helwesta hemwelatiyan ya ji boyî nehiştina şerî
CIZÎRA BOTAN, 25/10 2011 — Ezdi malpera “En Son Haber”ê de rastî karîkatûreke gelek watedar hatim. Min maweyeke dirêj li wê karîkatûrê nihêrî, lê nihêrî. Min mitale kir. Ez qet ji wateya ko ew karîkatûr dixwaze vebêje têr nedibûm.

Wek çawa heftî û pênc milyon mirov ketibin nexweşiyekê, nexweşiyeke giran. Ew nexweşana li dermanê derdê xwe bigerin lê bi carekê dermanê derdê xwe nebînin. Û ew nexweşî roj bi roj, gav bigav wana ber bi mirinê ve biajo. Herweha ew nexweşana tam ketibin bêhêvîtiyekê û li benda mirina xwe sekinîbin, paşê yek dermanê wê êşê bibîne, ew kes li ser navê wan nexweşana dê çiqas kêfxweş bibe, dê çiqas xwe bexteyar bihesibêne. Min jî dema ew karîkatûr dît, min got kerem kin eve dermanê derdê heftîûpênc milyon hemwelatiyên Tirkiyeyê yên ketîne nexweşîna vî şerê qirêj.

Belê, naveroka karîkaturê ev bû: Du mirov li pêşberî hev rawestiyayî bûn, yek ji wanji yê din re holê digot:

“— Dîsa cuwan mirin.”

Yêdî pirsiyar dikir:

“— Gelo yên hatine kuştin kurd in, yan jî tirk in?”

Bersiva yê dî ya ko ji komekekê tenê pêk dihat ewqas watedar bû ko hêjayî hemî zêr û zebelê malê dinyayê bû. Holê bersiva pirsa havalê xwe dida:

“— Wêdema ko tu vê pirsê (ango ev tirk in yan jî kurd in) nekî û tu bigrî wê demê dê aşitî bête vî welatî.”

Wek tê zanîn ev nêzî sih salan e li vî welatî şereke gelek dijwar rû dide. Ji herdu aliyan pirtirînên wan cuwan, bêhed û hesap mirov mirin; jin, bî man, zarok jî sêwî. Çi ji vî alîyî çi aliyê din malbata ko kezeba wî neşewitî be hema bêje nema. Malik li xelkê xirab bû. Îca li aliyê kurdan ji bilî zerara canî, zerarên din jî çêbûn: Îşkence, tirs û tomet. Gund vala bûn. Xelkên wan gundan bêgav man ko welatê xwe biterikînin, ji ser ax û ava xwe bibin û berê xwe bidin welatê xerîb û xurbetê. Welê çêbû jî. Ew gundiyên ko ji ser axa wan hatîn qewitandin li metropolên tirkan hewceyî gezeke nan bûn, perîşan bûn. Zarokên wan xwe li ber bayê asîmîlasyonê ranegirtin, ji kurd û kurdayetiyê dûr ketin. Carcaran rastî êrîşên nijadperestan hatin.

Lêbelê bi vî şerê ko evqas dirêj dom kirî re eleqedar hin rastî jî hene, divê mirov wana jî deyne li ber çavê xwe:

RastiyaEwil: Wek tê zanîn du aliyên vî şerî hene. Her aliyekî hin xelkên ko piştevaniya wî dikin jî hene. Aliyek ji wan herdu aliyan digel hin xeletî û kêmasiyên xwe ev çendîn car in dike qîr û hawar û banga aştiyê dike, lê hêza ko aliyê din temsîl dike vê bangewaziya wî sehnake, yan naxwaze seh bike. Her ko diçe didanê xwe tûjtir dike û di ser wî de diçe, da ko bi carekê wî ji holê rabike. Ev sih sal e nekariye rabike, welê dixuye ko wê nekare rabike jî, lê ya ji hemiyê girîngtir ew e ko hêjan tênegihiştiye ko dê qet nekaribe ji holê rabike jî.

RastiyaDudoyê: Ji destpêka şer hetanî niho wek kurdekî vê herêmê ez agahiyên derbarê vî şerî de dişopînim. Hêjan ez rastî nehatime ko hemwelatiyekî rojavayî li ser mirina yekî yê rojhilatî qehirîbe, ji ber mirina wî xemgîn bibe, bertekek nîşan dabe, dilê wî şwitîbe. Dijaneyê vê çendê bi mirina wî kêfxweş bûye. Herdem xwestiye ko hejmara kuştiyên aliyê pêşber zêde bibe, kit nemîn têkeve navwan. Lêbelê miriyê xwe şehîd qebûl kiriye. Dîsa di vê dema dirêj de hêjan ez rastî nehatime ko hemwelatiyekî rojhilatî ji ber mirina leşkerekî kêfxweş bûbe. Dijaneyê vê çendê, jê re qehiriye, destê xwe raberî xwedê kiriye û ji bo rawestandina şer dua kiriye. Dua jî: “Ya reb, tu vê xwînê rawestînî. Êdî hew mirov werin kuştin, êdî bes dayik bigirîn”e. Bi kurtasî aliyê kurd şer naxwaze, aşitiyê dixwaze. Dîsa hêj ez rastî nehatime ko sivîlekî rojavayî li devereke rojhilatê sirf ji ber rojavayîbûyîna xwe rastî êrîşekê hatibe. Lêbelê çendîn caran em bûne şahid ko yên rojhilatî li rojavayê bi êrîşên nijadperestî re rûbirû mane. Hem jî bi awayekî wehşiyane..

Wê roja ko li Çelê bîst û çar leşkeran jiyana xwe ji dest dayîn ez li nexweşxaneyeke Amedê bûm. Di tv-yan de bûyer wek “nûçeya lezgîn” dihate dayîn. Rewş û helwesta wan mirovên li wir ko hemwelatiyên vê herêmê bûn, ya li hember wan kuştinan bala min kişand. Hemû tev da ji ber mirina wan eskeran xemkîn bûn, li ser rûyê wan tu esera kêfê nemabû, mad û mirûçê wan kirîbûn. Tavilê fikreke holê kete ser dilê min. Eve hemwelatiyên vê herêmê li ser mirina van leşkeran xemgîn dibin. Heke ji dêl van leşkeran ve bîst û çar endamên rêxistinê hatibana kuştin, gelo dê helwesta xelkê rojavayî ya di hember van kuştinan de çawa bana? Gelo wê xemgîn bibana, yan jî dê kêf û şahînet kiribana? Gelo li ser rûyê vê erdê yek dikare bibêje ko wê gotitabana ko “Ew jî xort in, nestêle ne, ew jî kurê dayikan e.” Ez bixwe zen dikim ko dê kêf kêfa wana bana.

Ezê du mînakên din yên dijberê hev jî bidim ko eger mirov bi awayekî bêalî û objektîf li ser wana raweste wê jê re diyar bûbe ka tawanbarên vî şerê qirêj kîne û yên ji rawestandina wê re dibin asteng kîne:

Mînaka pêşî: Gerîllayek bi navê Emrah Bayer di şerê heştê cotmehê de jiyana xwe ji dest dide. Babê wî Rifat Bayer di merasima veşartina kurê xwe de diaxive û dibêje: “Kurê min perçeyeke laşê min bû. Leşkerên ko dimirin jî û PKK-yî jî kurên min in. Êdî bes e, bila aştî çêbibe.”

Mînaka dudoyê: Erdheja ko li bajarê Wanê rûdayî bi rastî em hemî xemgîn kirin. Lêbelê awayê îfadeya sipîkera Haber-Tûrkê Duygu Canbaş ya şîroveya vê bûyerê di weşana zindî de birîna me hîn kûrtir kir. Holê digot vê pîrekê: “Ev xeber (yanê erdhej) her çiqas ji Rojhilatê, ji Wanê jî hatibe em hemî xemgîn (!) kirin.”

Ko mirov van ramanên erênî û yên neyînî yên herdu aliyan deyne ber hev mirov bi rehetî dikare bibêje ko ji Rojhilatê hestên biratiyê, aştîyê, rawestandina şer derdikeve; lêbelê mirov nikare heman tiştê bo Rojavayê bibêje

Gelo çima holê ye? Çima em ji herdu aliyan re diqehirin, lêbelê ew ji yên xwe bi tenê re diqehirin. Bi rastî şîroveyeke bi tenê ya vê heye: Ev esaleta me nîşan dide. Ev rewş destnîşan dike ko em çi qeder mirovperwer in û dijê xwîrijandinê ne.

Gelo ev şer dê hetanî kengê bidome? Gelo ma ne xebîneta van xortan e? Gelo ma dilê we bi wan xortan naşewite. Gelo ji boyî bidawîbûna vî şerî divê çend hezar mirovên dî jî bimirin? Gelo divê kezeba çend dayikên dî jî bişewite. Gelo di dîrokê de şerê ko di dawiyê de aştî çênebûyî heye? Bawer im bersiva van pirsana di vê çendê de veşartiye: Kengê aliyê din yê şerxwaz jî ji boyî rawestandina şer bi awayekî cîdî tevbigere, gavên erênî biavêje, wê demê dê li vî welatî kulîlkên aştiyê vebin, dê bêhna gulên aştiyê seranserê welêt dagir bike.

Belê çi dema ko bûyereke mirinê rû da, herdu aliyan jî bêyî ko bipirsin ka ew tirk e yan kurd e bertekeke dijwar nîşan da, ji rijandina xwînê re kezeba wan şewitî, wê demê dê ti hêz nikaribe şerî bidomîne. Wê demê dê aştiyeke mayînde çêbibe.

Em li hêviya wan rojên ronî û xweş in…

-----------------------------------
Nivîskar: ABDULKADIR BÎNGOL abdulkadirbingol@gmail.com
Weşandin: 2011-10-25
Xwendin: 4657
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Heşt rojên şerê xendekê – I (2015-10-09)
Stêreka dî ya Cizîrê xuricî – mirina aliman mirina alemê ye (2015-04-29)
Di Dîwana Melayê Cizîrî de tirk (2015-03-05)
Çandeka me ya windabûyî – savarkelandin û danîçêkirin (2014-11-02)
Qesîdeya Mewlana Cizîrî ya “Xelqo! Li min kin şîretê!” (2014-01-24)
Rojek ji wan rojên reş (2013-12-28)
Tevgera PYD-ê û destekirina wê ya rejîma Esedî (2013-12-04)
Li Cizîrê kevneşopiya aşîranê (2013-11-08)
Panela Roj bi Roj Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Rojên Cizîrê (2013-10-20)
Zimanê kurdî dîsa sêwî ma (2013-09-18)
Axx – ka cejnên berê (2013-08-24)
Remezanên berê (2013-07-13)
Ker dikevit dûvik li xweyiyan e (2013-07-02)
Henekên berê yên Cizîra Botan (2013-06-11)
Spêdeyên derewîn û rastî û kurd (2013-05-19)
Hinek taybetmendiyên zimanê kurdî (2013-04-15)
Parlamentera ”kurd” û laîsîzma wê (2013-03-29)
Nêrîna siyasî û TV-yên kurdî (2013-03-14)
Şaşbikaranîna peyvika “Awir”ê (2013-02-26)
Li Cizîra berê şûkirin û jinanîn – 4 (2013-02-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org