[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Şaşbikaranîna zimanê kurdî
CIZÎRA BOTAN, 17/10 2011 —

Mefaîlûn/Mefaîlûn/Mefaîlûn/Mefaîlûn/

Werin Kurdîhezên hêja binêrin em li halê xwe
Çima em ev qeder bêhay dişin rûnên li malê xwe

Binêrin ev zimanê xweş çi rewşa wê perîşan e
Nexweş bû ye li erdê ye bê darû û bê derman e

Şev û rojan dikim hawar biparêzin zimanê xo
Ji bo vê em civîn dar xin neborînin zemanê xo

Giyanî Kurdiyê Kurdan ji holê rakirin yek car
Kelaxek bê ruh û can ma ji lew em man feqîr û jar

Çi heyf û sed mixabin ko zimanê ev qeder zengîn
Ji dêl peyvek sê-çar peyv in sera ta pa hemû rengîn

Hemû peyvên me yê şêrîn yekoyek wan bi dest kuştin
Nîvî tirkî nîvî Kurdî zimanek bêmirês hiştin

Heçî bûyî sedem bo vê eger jin bit eger mêr e
Ji Yezdanî dixwazim ez bibit dojeh mekan jê re

Belaya xo bibînin ew ji Yezdanê Dilovan e
Dilê wan kêm nebit daîm ji derd û hem ji kovan e

Eger jin bit hewî bêt ser eger mêr bit bibit mêrbî
Ku zengîn bit bibit muflis nema kes bo bêjit xêr bî?

Ezê vê Kurdiya hanê wekî helbestê derpêş kim
Qusûra min biborin hûn dilê we dê tejî êş kim

Dibit ev rexneyên hanê ji bo hin kes bikit feydê
Dibit hin yên neyarê me seba vê ew ji min xeydê

Hemû bû “yapmîş” û “êtmîş” digel “qatmîş” û “yatmîş”ê
Hinek bû “qazmîş” û “yanmîş” digel “bînmîş” û “batmîş”ê

Jimarên Tirkî kartêtin ji bajar bigre ta deştê
“Sifir şeş” bû “sifir altî” “sekiz” rûnişt cihê “heştê”

“Pîrozbahî” kirin “tebrîk” “pîroz”a me kirin “kutlu”
“Berarî” “aîdat” e ew we “dilşad” jî kirin “mutlu”

“Edalet” girt cihê “dad”ê ji “bac”ê ra dibên “vergî”
“Xeberler” ket cihê “nûçê” “Kovar” navê wê bû “dergî”

Ji bo wê “mifsik”a Kurdî nebên “sûzgeç” tu awayî
“Sefînok” hem jî ew “makêş” nemînin da bi dil mayî

“Tenawir” kirbûne “zîruh” bo “çavsor”î dibên “zorbe”
“Gêzer bû “havuç”û hem jî bo “nîskê” ew dibên “şorbe”

“Dûgel” navê wê bû “devlet” “fikara” me jî “endîşe”
“Dubara” me kirin “tekrar” boye “sen’et navê “pîşe”

Dema yek “artî” ya tirkî bikar bînit gelik şaş e
Ji dêl wê “zêdek” û hem jî “pitir” bêjit gelik baş e

Bo “mîrza” û “beg”a Kurdî wekî Tirkan dibêjin “bey”
“Ereq” “alkol” we hem “îçkî” rûniştî nav me rabû “mey

Dibêjî min “qinamîş kir” eva han tiştekî şerm e
Dibînî “şermazar”a min li ber çavê dibit term e

“Zozan çû “yayle” hat şûnê “rihet” rabû “lokum” ket cih
“Nivîsgeh” çû “bûro” şûnê “sêlak” çû paşê “kum” ket cih

Ne “sêryan” me ne “çaryan” ma hemî bûn “üçyol û “dêrtyol”
“Pirr” û “zehfa” me windabû li şûna wan “çok” û “bol bol”

Bo “seyranê” dibên “pîknîk” bo “hewş” û “turt” dibên “avlu”
Ji “rêwî” re dibên “yolcu” reben “mexmel” jî bû “havlu”

“Şer” û “pevçûn” bû “çarpişma” “birîndar” jî bû “yaralî”
“Bedava” hat “belaş” bazda dibên ya “heq” jî “paralî”

“Bo “aksirmak” bibêj “pişkîn” we hem jî “bênijîn” eynî
Tikaya min: bo “meydane”-wekînav tu “hol”ê deynî

“Gunaydin” wan kirin adet we hem şûna wê “rojbaş”ê
Tu kes “kêl”ê bikar nayne ji ber işqa “mezar taş”ê

“Miqilk”a me kirin “tava” we hem jî “çerxetîn” vê ra
Ne ko herdu tenê ne ew bizanin “exlewîk” pê ra

“Îlaç” bû navê“derman”î we “sitma” ket cihê “ta””yê
“Bijîşk” çû şûnê “doktor” hat “romatîzma” cihê “ba”yê

Ji bo “taksît”ê bêj “texsît” we “qist” û hem jî “pardanî”
Beraber” ew bizan “pev re” we “dîmdîk jî “tîtilkanî”

“Lehîstik”=“leyz”-“oyun” hem jî bû “halay” navê “govend”ê
Bo “dîlan”ê dibên “davet we hem “bîlek” ji bo “zend”ê

Fişal” bû navê “abartma” “mubalaxa” jî eynî tişt
Ji bo “zişt”ê dibên “çîrkîn” bo “paş û “arka” bêje “pişt”

“Oduncu” ket şûna “darî” we “darvan”î ji vir bar kir
“Êzing”a me ji ber zexta “odun”a tirkî qarqar kir

“Yûrûtmek” dê ”meşandin” bit bo “tef” ger bêjî “elbane”
Divê “fêrxane” û “fêrgeh” nebêjî jê re “dershane”

Tu “dermanxane”ya şêrîn eger rakî ji meydanê
Dê “eczane” li cih rûnit dê hundir da çêkit janê

“Nizûl” û “şeple” “falincî” digel “kûd” û we “şeht”ê ve
Hemû ev wateyên “felc”ê we hem yên ev bela pê ve

Tu kes nabê “didançêker” hemî tev da dibên “dîşçî”
Nema “karker” nema “pale” mixabin herdu bûn “işçi”

“Hunermend” bû “senetçî” hem jî “merkez” navê “navend”ê
“Klasor” bêj co “cilbend” hem jî “belgedank” û “birbend”ê

Dema laşê yekê germ bû dibê “atêş”ê min rabû
Mixabin “hewca” Kurmancî ji vê meydanê windabû

“Proxramê” bikar naynim ji ber “bername”ya şêrîn
Ne mimkun “goriş”ê deynim li şûna “dîtin” û “nêrrîn”

Bo “malava” nebêj “yahu!” weyan jî ew “be adam!”e
Tu “fatura” ji min pirskî bibêj “malname” “barname”

Çi heyfa “xîret” û“hewl”ê nema yek wan bibîr bînit
Ji dêl wan “gayret û “çaba” mixabin xelk bikar tînit

Cihê “heyf”ê “acinmê” girt li şûna “hevber”ê “rakîp”
“Girane” yên xwidan kîlo tu “şop”ê bêj cihê “takîp”

-“Neqûşk” û “qurçî” û “quncêrk” di tirkî da bibêj çîmdîk
Ji “elb”ê ra dibên “olçek”we hem “çipçik” kirin“dîmdîk”

Cihê “rizgary” û “azadya” me da “ozgurluk”ek danîn
Ji “bejn” û “bal” û “qam”ê re wekî nav wan “boy”ek anîn

Bibêj “balgeh” we hem “balgî” digel “balif” hemû gijkan
Ji bo “yastik” bikar bîne ji eksa wan mejî-hişkan

“Teqîn û hem “peqan” rabûn cihê wan da bû “patlama”
Bo “derz” û “kelş” û “terkê” û “celx” nebî tu bêjî “çatlama”

“Hetîket” çû “rezalet” hat we paş cih dan “skandal”ê
“Giyaxwer” tu bizan “otçul” nedane “ev” şûna “mal”ê

“Dexîrmencî” “qeraş”zane we hem “aşvan” li cem dane
Eger “yayinevî” pirs kî dişî bêjî “weşanxane”

“Tewandin” rabû yekcarî “eğilmiş” ket cihê wê de
“Guhertin” çû “degîşmîş” hat “nîne” ket şûna “pîrê” de

Nebit ko tu “nohut”a wan li şûn “nohka” me da deynî
“Simaq” a m egelik tirş e “sumak”a wan nabit eynî

Belê ka “sernişiv”a me we “ser’evraz” xuya nakit
Dê “yokuş” û “înîş”wan demek nêzîk de winda kit

Li şûna “yekşem” û “şemy”ê wê “sebt” û “lehd”ê cih girtî
“Evîn” çû şûnê “sevgî” hat “pelevra” girt cihê zirtî

Ji ber “dilşa” û “xweşnûd” û digel wan “dilgeş” û “şad”ê
Ji “memnun”ê ne memnûn im bo min ew wateyê nadê

“Me “anlayişlî” qet navê bînin “fêhma”yê hûn bo me
“Oba”ya Tirkî qet navê ji dêl wê min divê “zom” e

“Qeşa” û hem “cemed” bû “buz” “bihêz” û “xurt” kirin “gûçlû”
“Firoşer” jî kirin “bayi’” “sêbare” hem “sêmend” “ûçlû”

“Benîşt” û “qajik” û“cûm” bêj belê “sakiz” bikar neyne
Tu rake “kaplica” tirkî we “germav”ê li şûn deyne

“Xumam” û hem “moran” bêje “nemeş” jî lê ne “pûs” û “sîs”
Nebêj “ozel” bibêj “taybet” “tenî” bêje li şûna “îs”

“Esîr”ê ez bikar naynim dizanim navê wê “dîl” e
Bo “hemdem” dê nebêm “çaxdaş” ez ê “zengil” nekim “zîl”e

“Belavbûn” kirne “daxilma” “belavker” bû “daxitici”
“Vegotin” kirne “anlatma” “dirinda” me bû “yirtîcî”

“Pisîk” û hem “pişo”ya me “pisîng” hem jî “kitik” bû çar
Di tirkî da “kedî” nav e ji bil wê qet nînin yekcar

“Kesîre” “bertilî” “kefte” “qerim” hem “westiyayî” jî
Tenê “yorulmak”ek wane nînin yek dî ji bil wî jî

“Niqût” û hem “dilop”a me digel “çilk”ê kirin “damle” damla
“Tefîn”a me kirin “sonmek” bo “pêngav”ê dibên “hamle”

“Tecavûz” tê gotin emma birastî “rahêlan” e ew
“Welat-hez” “yurtsever” zane bo “keklîk”ê bibêje “kew”

“Exîtîm” peyveka tirkî pêwîstî qet bi wê nînin
“Hêvoj” û “hêvotin” “şerde” we “perwerde” bo min bînin

“Yetîşmîş” tê gotin dewsa “gihîştin” hem “gihîn”ê da
We “îşte” têt bikaranîn li şûn “va” û we “wa”yê da

Me “qerqûda” xwe avête û li şûnê “îskelet” danî
“Mirovkuj” hem “kujer” “mêrkuj” we “kujtar”a me bû “canî”

Tu “çildîrmîş”ê karneyne ji bo “dînbûn” û “harbûn”ê
Divêt “sîlahlî” jî rabit we hem “çekdar” kevit şûnê

Ji bo “toqîn” û “erjeng”ê we “hêb” û “saw” dibên “dehşet”
“Kurum”a xo kirin “sazî” “hovîtî”ya me bû “vahşet”

“Çop” û çoplik” ketin nav me li dewsa “sergo” hem “qirş”ê
“Sivik” rabû “hafîf” hat cih we “ekşî” ket cihê “tirş”ê

“Devilken” hem “beşaş”a me bû “gûleç” hem “gûler yûzlû”
Ji bo “sîm”ê dibên “gûmûş” ji bo “xwestî” dibên “sozlû”

“Nebêj êdî “Ena Yasa” ko “zagon bingehîn” e ew
“Bo “kanun”ê bibêj “zagon” we “qentûr” rasttirîne lew

“Dîrekt”ê “rasterast” zane “xirandin” kirne “aldatma”
“Şimik” bû “terlik”a tirkî “binavbûn” “noq” kirin “batma”

Eger rastî bixwazî tu di nav xelkê nebî rûreş
“Gulaş” û “gemş” û “zoran”ê bikar bîne li şûn “gûreş”

“Zewad” û “zad” kirin “azik” “metod” ket şûna “rêbaz”ê
Dibêjin “erdhej”ê “deprem” “soxan” jî navê “pîvaz”ê

Ji bo “pêl”ê nebêj “dalga” “reg” û “reh” “ra” kirin “damar”
“Şimaq” û “tep”digel wan jî “lemat” û hem “şeqam” “şamar”

Tu “zar û zêç”ê kar bîne “çoluk çocuk”ê tu bavê
Dixawzim “kêf” û “şahî”yê ji lew “exlence” min navê

Bizan tu “şahînet” jî şibhê “şahî” “keyf” û hem“zewq” e
Bizan vê jî “bel”a tirkî bi Kurdî “navkel” û “newq” e

“Tifik” “argon” “kuçik” “xulçik” bo herçaran “ocak” nav e
“Kiliç” danîn şûna “şûr”î we “çîx”a tirkî bû “xav” e

“Mufetiş” “serperişt” rakir bo “palkursî” dibên “koltuk”
Ku musrif ket di nav Kurdan ji halê rabû ew “fiştoq”

Bo teyrê “kund” dibên “baykuş” “ziyaret” şûna “serdan”ê
We “devdevkî” bû “yûzûstî” “telaq” ket cîhê “berdan”ê

“Gerew” peyva zimanê me li şûna wê “rehîn” danîn
“Riwek” hem jî “dirext” rabûn li dewsê “bîtkî”yek anîn

“İsiz” ketye cihê “xewle” “gidîşat” şûna “boçûn”ê
“Kulîçe” çû ji meydanê we paşê “paste” ket şûnê

“Şewat”a me kirin “yangin” ji bo yê sil dibên “gergîn”
Ji bo “hawin” dibên “havan” “tezek” danîn şûna “sergîn

Divê “agahî” karbînîn li şûna “malumat”a wan
Pêwîst e hûn nebêjîn “suc” li dewsa wê bibên “tawan”

Divê hûn her “divê” bêjin eva han bo me pir xoş e
Bi navê “miz” çi peyvek xoş dikevte şûna meyxoş e

Ji bo çî em dibên “dawet” “vexwendin” ma çêtir nîne?
Belê “bencîl”a tirkî hat û avêt erdê “xudbîn” e

“Seet” hat “demjimêr” rabû “rêkûpêk” bûye “dûzenlî”
Ji bo “zana” dibên “bîlgîn” ji bo tişta “biber” “enlî”

Ne bêje qet “çirilçiplak” li dewsê tu bibêj “eşmet”
“Mişûr” û “tehb” û “dijwarî” we “rencê” bêje şûn “zahmet”

“Pêwendî” bûye “baxlantî” ji xo “hêcet” bû “bahane”
“Hûcum” ket şûna “radan”ê “emir” ket şûna “ferman” e

Ne bêj “balik” bibêj “masî” we hem “balikçî” “masîvan”
Kitûmat”ê nekî “tek-tûk” “misafir” lê tu bik “mêhvan”

“Xet” û “xêzik” “çixêz” û “xêz” nebî tu van bikî “çîzgî”
“Bêcan”ê tu nekî “cansiz” bo “tîprêzî” nebê “dîzgî”

“Çîyawî” û “çiyayîn” hem “çiyadar” hersê bûn “daxlik”
Bo “jûn” û “tenduristî” hem “bijûndarî dibên “saxlik”

Ji ber ko gelkî “meşgul” e nika “karîwer”î bêje
Bila bo te bibit aqil bo “oran”ê bibêj “rêje”

“Belengaz” û “reben” “evdal “zavallî” navê hersêkan
“Hinartî”ya me bû “elçî” we “mûmkin” girt cihê “pêkan”

Ji bo “hînbûyî” “baximlî” we “şabaş”a me bû “baxiş”
Ji bo “dagir” dibên “îşxal” “şilî” “baran” jî bûn “yaxiş”

“Debar” rabû “geçîm” ket cih We hem “daraz” kirin “yargî”
Fihêt û eyb û şerm nakin “pêç” û “pêçek” kirin “sargî”

Ne “sifto” ma ne “kifto” ma “genî” rabû ji meydanê
“Kokuşmuş” ket cihê wê; “topkirin” ket cîhê “veydan”ê

“Guhar”ê ma çi tawan kir ko navê “kûpe” lê danîn
Ji bo “hesret” we “hîcran”ê çi “ozlem”ek ecêp anîn

Tu kes nabêje “bazirgan” “tûcar” ket ser devê xelkê
“Cêwî”- “îkîz” “civat”- “meclis” “sepet” girtî cihê “selkê”

“Xwezayî” ew “olaxan”e “doxal” jî eynî mana ye
“Xweza”yê ger nekî “doxa” eva han karê zana ye

Ji bo “bertek” dibên “tepkî” “korîdor” ket cihê “dehlîz”
“Çok” û “kabok” û “ejnû” “kab” û “çong”ê Kurdî kirne “dîz”

Emanet hûn nebên “sîlgî” ji bo na wê “jêbir” bêjin
Ji bona yê “biaqil bit” ricaya min “têbir” bêjin

Ji bo “dîtir” dibên “başka” “gerîcî” “paşwerû” kuştî
bo “serberdayî” “başîboş” “genel” girtî cihê “giştî”

“Civak”a Kurdî bû “toplum” “cenaze” ket cihê “termî”
“Dereng”a me kirin “gêç” û “enî” “cephe” “berik” “mermî

Bo “demsal”ê dibên “mevsim” ji bo “dims”ê jî “pekmez” hat
“Ducan” û “avis” a Kurdî hema “hamle” gelik lez hat

Nizanim ez ji ber çî hûn dibên “meyve” ji bo “fêkî”
Dema ko hûn ji bo tiştek bibên “baş e” dikîn “pêkî”

Çi deng nayê ji “biryar”ê “karar”ê ew birîndar kir
We “sûrgûn” ket piyasê da “mişext”a jar ji vir bar kir

Tu kes nabêje “navnîşan” ji ber wê “adres”a pîsik
“Sinif” girtî cihê “pol”ê we “torba” “tûr” û hem“kîsik”

“Kit”a Kurdî kirin “tek” serde “çîft”a xo kirin “cot”e
“Zibil” navê wê bû “gubre we “soylentî” bû “gotgot”e

We hem “minho” digel “gotgot” “rîvayet” tu bo wan bêje
Ji bo xelk û alem tev da nebên bo te “çiqas gêj e”

“Detay”ê hem jî “ayrintî”ji qelbê xwe tu bavêje
Tu “kîtekîte” û “hûrgul” ji dêl wan herdûkan bêje

“Dever” hem jî “herêm” rabû li şûna wan de hat “bolge”
“Sî” û “sih” “saye” û “sîber ne bes bûn xelk dibên “golge”

“Xemil” bû “sûs” “sîxur” “ajan”“bibîranîn” jî bû “anma
We “rojbûn” bû “doxum gûnû” “guman” û “qey” jî bûn “sanma”

“Nepêwist” çû “gereksiz”hat “pelendar”a me jî bû “jop”
“Bikir” çû “mûşterî” hat cih şûna “tal”ê de girtî “top”

“Cîgir” rabû “”vekîl” rûnişt bizan “cênik” bûye “şakak”
“Hinarik” hem jî “dêm”a me di tirkî da dibên “yanak

Ji bo tiştan “dibên “eşya” “nêçîrvan”ê me bû “avcî”
“Guven” bû “ewle”ya Kurdî ji bo “dozger” dibên “savcî”

“Çikar” ew “berjewendî” hem ji bo zengil dibêjin “zîl”
“Goyende” bo “konuşmacı”We “desmal”a me bû “mendîl”

“Deling”-“paça” “deman”- “îcar” “xilas” û “dawî” bûn “son” e
Kesê wijdan hebit hinkê ji vê rewşê ne memnûn e

“Bişaftin” va dikit hawar ji ber “asimle”ya kambax
“Boçûn” cih da “gidîşat”ê ji ber rewşê hezar eywax

“Levabo” hat û “destşû” çû “izin” ket şûna “destûr”ê
We “filfil” bû “qera bîber” “sira danîn” şûna “dûr”ê

“Pêwistî” kirne “zorunlu” we “zorluk” navê “dijwarî”
“Ritil” “batman” dibêjin bes qe naynin navê “xunkarî”

Ji ber peyva “girî” windabû peyvên “boz” û hem “gewr” e
“Civîn” û “civ” bû “toplantı” bo “derdorê” dibên “çevre”

Ji bo “hozan” gotin “şair” “şiîr” ket şûna “helbestê”
Bo “pispor”î gotin “uzman” “tavir” ket cih wê “helwestê

Ji ber “takdîm” û “arz”ê hal nema “pêşkêş” û “derpêş”ê
Ji ber ko nav kirin “adaş” serê “hevnav” gelik têşê

Dema yek “eksî”ya tirkî bibêje hem xwe pê şa ke
Wê hingê “kêmek”a Kurdî vêya han tew qebûl nake

“Filort” û “metres”ek derket ji holê rakirin “dostik”
Bo “savar”ê dibên bulgxur” ji xo “kariş” kirin “bost”ik

Bo “livbazî” û “çalakî” digel wan jî “bizav” serde
Ko yek rabit bibê “eylem” ji ber Kurdî gelik derd e

Li şûna “pêjgeh” û “aşxane”yê her kes dibên “mutfak
Bo “xwarovîçko”ya Kurdî di Tirkî da dibên “zîkzak”

Ji dêl “sewdaser”a Kurdî nebit kes bêje “sevdalî”
Dema yek bêje “yilbaşî” dê hingê hêrs be “sersalî”

Ji peyva “xoce” dest berdin ji ber “mamoste”ya “şêrîn”
Ji ber ko nav lê bû “yûzûk” ji “gustîlk”ê derit qêrîn

Ji ber wê “gêçmîşolsin” kes nikarit bêje “derbasî”
“Çeleng” bû “yakişiklî” hem “serîhildêr” jî bû “asî”

Wê anlayişlî”yê bavêj ji ber ko “lênegir” hate
Ve min “Lêkolîn”a xo girt û we hem “tetkîk” jî min da te

“Mîras” ket şûna “mîrat”ê “dozex” rabû “cehennem” hat
“Cedew” bû “nasir”a tirkî “gida”ayê girte şûna “zat

Tu awayî nebên“Yorum” ji ber “şîrove”ya şêrîn
Li şûna “eskî”yê “kevn” û hem “kevnare” û dêrîn

“Hejar” û “qels” “zayîf” bo nav “mehelle” ket cihê “tax”ê
“Dirav”a me kirin “ para” we “şu’be” ket şûna “şax”ê

“Girêday” û “vebest” û “best” we “bestandî” kirin “baxlî”
Ji bo wê xwarina dohnê wê pir zêde dibên “yaxlî”

“Rojev” bû “gundema” tirkî “rojane” hem “rojîn” “gûnlûk”
“Keder” bû “çarenûs”a me “dehanî” û “dehan” “onlûk”

Ji “daristan” û “rêl”ê ra qe nabit yek bêjît “orman”
Çi heyf û hem mixabin yek bibê “kûtik” ji bo “qurman”

“Kera” a Kurdî bû “borç” û “deyn” we “çarmêrkî” kirin “baxdaş”
“Nivîskar”a me bû “yazar” “vûcud” danîn li şûna “laş”

Ji bona “pakrewan”î xelk “şehîd”î tim bikar tînê
“Serok” çû şûnê “başkan” hat “beyan”ket dewsê xatûnê

“Xirûxalî” kirin “bomboş” we “tuzak” kirne navê “daf”
“Nûfus” bû “gelhe”ya Kurdî “ji bo “hawîr” dibên “etraf”

Bizan tu vê eya camêr “utangaç” ew jî “fedyok”
Ji bil “fedyok”ê navê din ko “şermende” û “şermok” e

Ji bo “awir” we “nêrîn”ê di tirkî da dibên “bakiş”
“Wezîr” çû şûnê “bakan” hat û “herk” û “darêj”î “akiş”

“Gelemşe” “gelş” û “kêşe” “arîşe” hem “pirsgirêk”a me
Hebin em hêj bibên “sorun” eva han bo me zor xam e

“Temîz” peyvek biyanî lew ewê tu ser rexê deyne
Ji bil “avîje” ‘û “pak” û “paqij” tu tew bikar neyne

“Dijûn” û “çêr” “sixêf” û “zêf” “xeber” tevda bi Kurdî ne
Di Tirkî da ji bil “sovgû” li şûna wan de tew nîne

Ji bo “leşker” dibên “esker” ji bo “vajî” dibêjin “ters “
“Lehîstikvan” bû “oyuncî “sey”a Kurdî ewan kir “ders”

Ji bona “qet nebe” her kes wekî tirkan dibên “barî””
“Hêsan”a me kirin “basît” we “serkeftin” jî “başarî”

“Erênî”ya me bû “musbet “olumlu navê dudwa ne
“Neyînî” bû “olumsuz” “menfî” jî wek nav lê hat dane

Ji ber “hevpar” û “hevpişk” û “pişikdar” “behremend”ê
“Şirîk” ortak” ne pêwîst in qe namînim li bendê

Di şûna “tecrît”a xelkê “veder” bêje eya zana!
Tu şûna “goç” bibêjî “koç” dê ev kêmtir bikit jana

Ne “bêje “îşveren” esla belê “kardêr çi xweş nav e
Ji ber “İş yerî” “atolye” eva “kargeh” ne berçav e

Eger tu bêjî “îşletme” gelik şaş î veger şûnde
Divê tu bêjî “karxane” eva rast e ji te’r sonde

“Çekîcî rak ji ber “kaşker” ji dêl “yokuş” bibêj “kaş” e
Ji “toklu”ra bibêj “kavir we hem “suskun” bike “haş”e

“Gelînlîk” cem me bû adet “bûkanî” hem “qezî” rabû”
Ji ber “başlangiç”ê “pêşrev” we “destpêk”a me windabû

Ji ber wê “sernivîs”a xo we “sername” û “sernav”ê
Ne pêwist “başlik”a tirkî bila ew çit li ber tavê

Ji bona “nêrdewan”a me wekî nav “merdîven” anîn
“Çeper” rabû ji meydanê li şûnê “sîper”ek danîn

Bo “pistok”ê dibên “yaka” “yetîm” danîn cihê “sêwî”
Ku kinc hinkê ziwa bûbe wê hingê tê gotin “hêwî”

Ji bo “çepgir” dibên solcî we hem “rastgir” jixo “saxcî”
“Dîlencî” navê “parsek” hem “çiyahilkêş” jî bûn “daxcî”

Ji bo “kinc”ê dibên “lîbas” “girêba” jî bo “tûmor” e
Ewa “hawar” kirin “îmdat” “bénanûxwé” jî “nankor” e

“Kuh” û “ko” hem “gen” û “kone” di tirkî da hemî “kor”e
“Xeleq” tişta gelik kevn e “fîlozof” ew jî “pîtor”e

“Heqîqî” û we hem “gerçek” ketin şûn “rasteqîn”a me
Ji bo “xes” tê gotin “marul” we “mektûp” ket cihê “name”

“Xêzan” û “kulfet” û “malbat” cihê “aîla” Kurdî ne
“Kerrane” “varyoz” û “balyoz” we “ol” bêje cihê “dîn” e

“Kitan” û “caw” û “paç” bû “bez” “besî” tu bêje “dermale”
Bo “bergîr” tê gotin “beygîr” “mijûlahî” bû “meşgale”

“Nexasim” hem digel “xasma” “nemaze” kirne “bîlhasse”
“Bîrey” şûn “takekes” hem jî “tanidik” ket cihê “nas” e

“Te fêm kir” bû “te anlamîş” “çêj” û “tam”a me jî bû “tat”
“Kujer” “katîl” “adim” bû “gav” “behir” bû “pay” “bedil” jî“qat”

“Timakî” hem jî “giştî” bêj belê “az kalsin”ê esla
Ji bo “pintî” bibêj “çirçûk” “çêtir” deyne cihê “evla”

Ricaya min ji camêran nekin “defter” wê lênûs”ê
“Kalem” peyvek bîyanî lew bi kar bînin wê “pênûs”ê

“Giramî” nayê karanîn ji dêl wê va dibên “saygin”
Ji “birkê” ra dibên “havuz bêhiş “dilborî” bo “baygin”

Belê “şagirt” û “berkar”î ji bo wan te “çirak” nav kir
Li “dort nala” binêrin hûn çi zulmek wê li “çargav” kir

“Notirvanê” me bû “bekçî” “Bekaret” hat “qîzanî” çû
Bo “serşok”ê dibên “banyo” “cehalet” hat “nezanî” çû

Ji wijdanê piçek jî bit eger cem te hebî ey can
Bo “şornok”ê ne mimkun ko tu bibêjî “leblebî” eycan!

Ji bo “kûstah” û “kaba”yî bibêjî “kanc” dibit baş e
Eger “kanî” bikî “çeşme” eva hanê gelik şaş e

“Nîvişk” û “dohn” û “rûn” bûn “yax” “buluşmé” “hevdîtin”rakir
“Genimgûnî” jî bû “esmer” we “îd”ê “cejn”e winda kir

“Tep” û “edr”a me nabînim ji ber “sara”yê windabûn
“Genîşlîk” hem “en”a wan hat “berahî” û “ber”ê rabûn

“Basur”ê “bawesîr” kuştî we hem tabut jî “darbest”ê
Çi heyf “çavdêr” bû “gozlemcî” we “duygu” girt cihê “hest”ê

Çi gunhê “şaneşîn”a xweş hebû “balkon” li cih rûnişt
Reben “bandor” çi tawan kir “tesîr” û “etkî” ew malişt

“Tejî” û “mişt” û “dagirtî” “serî” jî tu têxî tê da
Ji bil “dolu” nînin peyvek bi kefte ew şûna wê da

Hema her kes dibên “cerrah” dibêm tiştekî sik tê de
Ku “neşterger” we hem “nişdar” ev in nav; nîne şik tê de

“Mîlattan once” nabêjim li gor min ev gelik şaş e
“Jiberya zayînê” bêjim eva hanê gelik baş e

Bo mizgeft”ê dibên“camî” we “canlî” ket cihê “zindî”
“Bîlînçlî” bûye “hişmend”î we “koylî” ket cihê “gundî”

“Êrîş” û “cerd” û hem“nijde” lê “baskin” hate şûna wan
Bo “artêş”ê dibên “ordu” “otêl” hat û ji vir çû “xan”

Ji ber çî ez bêjim “tatîl” ko navê “bêhnvedan” lê ye
Ji xeynî “qenc” û “baş”a me ji bo “îyî” bibêj “çê” ye

Eger tu “akîcî”ya wan biêxî şûn “herikbar” e
Eva han bo te ey camêr gelik şerm û gelik ar e

“Dîrok”a min kirin “tarîh” ji holê rakirin “mêjo”
Çima tu vê hizir nakî dibêjim bo te ey gêjo!

“Mirêk” û “neynik” û “hêlî” we ya çarê jî “awêne”
Di tirkî da ji bo vana tenê tu “ayna”yê bêne

“Guhûrgeh” hem wê “zaboq”ê tu “çoplûk” zane ey dosta!
“Qidûm” “takat” “qilûç” “boynuz” “fesal” “olçû”ye ey usta!

“Serad” û “moxil” û “bêjing” wezîfa wan cuda zane
“Elek” ketbit li şûna wan wê hingê ev çi erzane!

“Kelax” û hem “kelaş”a me “berate” jî li ser deyne
“Leş”ek ya wan ji Firsê têt “kedevra”yê li vir neyne

“Kinama”yê ji dil rake li şûnê “şermezar” deyne
“Un”ê rake ji meydanê li dewsê “ard” û “ar”deyne

Ji bo “dêhndar” û “baldar” ê “miqatê” deyne tu ser de
Ewan “dîkkatlî” kir nav e ji lew ev bo me bû derd e

Pîrik bû “anne anne hem “mixabin” rabû bû “yazik”
“Neqeb” “navber” jî bû “ara” ji bo “sing”î dibên “kazik”

“Girêçik” hem “monik” bêje “gehik” hem “geh” “movik” pêr e
Gelik şerm e ji dêl vana tu “eklem”kê bêjî jê re

Ji “îşbîrlîkçî”yan re tu dikarî bêjî “hevkar” e
Di derbarê “girîş”ê de bi “destpêk” re bibî yar e

Ji “aştî” ra dibên “bariş” “we “dava” ket cihê “doz”ê
“Xerat” rabû di nav Kurdan bi kartînin “merengoz”ê

“Temaşavan” bîyanî ma “seyîrcî” ket cihê wê de
“Çep” û “rast”ê me “sax” û “sol” “kenar” ket şûn “tenişt”êda

“Ciwan” û xort we hem “law” û “rewal” her çar jî bûn “gence”
Dema dîtna xwe yek bêjit fihêt nakit dibê “bence”

“Jinişka” me bû “anîden” “pêş” û “daw” çûn “etek” ket cih
“Durum” hat ket cihê “rewşê” “pêtag” û “şan” “petek” ket cih

“Siva” ket nav me Kurdan da bi yek carî “sewax” rabû
“Sepî” jî tê bikar anîn ji ber wê jî “debax” rabû

Ne “jinmam” ma “jixal” rabû bo herdukan dibên “yenge”
Lê haya wan nînin jê qet ko “yenga” wan çiqas teng e

Tu “heyf” û “tol” û “ewdîn”ê bo “întîkam” nekî gorî
Tu aqlê xo bikar bîne li ser wê peyvê dem-borî

Tu “asla”yê ji cih rake we “ tu car“ û “hergiz”ê deyne
Dema tu bêjî “bîskûvî” ji bil “hindok”bikar neyne

Tu “pîzpîzok” û “fîrfîrok” “fîq” û “pîpik” “tûtik” pê ra
Hemû peyvên me Kurdan e nebî deynî “dûdûk” jê ra

Tu kes êdî ji bo dayka xwe ra qet nabêjit “yadê!”
Hemûçkan “anne” girtîne bi yek carî wê bernadê

“Gerî hat ket cihê “şunde”“îlerî” çû cihê “pêş”ê
Çiqas tiştek nebaş bû lew “sînek” ketye cihê “mêş”ê

“Çep” û “avêre” û “varê “çepek” hem jî hemû “sapa”
Cihê “devgirk” û hem “devk”an mixabin girtîye “tapa”

Ne “xalo” ma ne “mamo” ma dibê “emce” dibên “dayî
“Keko” rabû û “abî” cih girt ji ber wê ew bû dilmayî

Tu bo “badilhewa”ya me we hem jî “berhewa” pê re
Tu “beytişê” bikî haval tu “boşuna” nebêj jê re

“Mezel” bêjî gelik baş e bibêjî “jûr” cihê xo de
Belê nabit ji dêl wan de tenê rabî bêjî “ode”

“Het” û “xuç” herdû bûn “abla” “enîşte” ket cihê zavê
“Birazî” bû “yegen” hem jî dibên “baba” şûna bavê

“Cudahî” hem “ciyawazî” “cihêtî” hersê bûn “ferq”e
Bo “rojava” dibên “batî we “rohlat”a me bû “şerq”e

Bo “dalkavuk” bibêj “salos” “lêbok” “çaplûş” “şelaf” pê re
“Neçe” “kotû” “bêwar” “yersîz” “bezax” “suc” û “biçak” “kêr”e

Tu bes bajo eya Dilkul rê pir dûr e xilas nakî
Xeşîm î tu di vê rê da ji her alî ve nas nakî

-----------------------------------
Nivîskar: ABDULKADIR BÎNGOL abdulkadirbingol@gmail.com
Weşandin: 2011-10-17
Xwendin: 4792
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Heşt rojên şerê xendekê – I (2015-10-09)
Stêreka dî ya Cizîrê xuricî – mirina aliman mirina alemê ye (2015-04-29)
Di Dîwana Melayê Cizîrî de tirk (2015-03-05)
Çandeka me ya windabûyî – savarkelandin û danîçêkirin (2014-11-02)
Qesîdeya Mewlana Cizîrî ya “Xelqo! Li min kin şîretê!” (2014-01-24)
Rojek ji wan rojên reş (2013-12-28)
Tevgera PYD-ê û destekirina wê ya rejîma Esedî (2013-12-04)
Li Cizîrê kevneşopiya aşîranê (2013-11-08)
Panela Roj bi Roj Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Rojên Cizîrê (2013-10-20)
Zimanê kurdî dîsa sêwî ma (2013-09-18)
Axx – ka cejnên berê (2013-08-24)
Remezanên berê (2013-07-13)
Ker dikevit dûvik li xweyiyan e (2013-07-02)
Henekên berê yên Cizîra Botan (2013-06-11)
Spêdeyên derewîn û rastî û kurd (2013-05-19)
Hinek taybetmendiyên zimanê kurdî (2013-04-15)
Parlamentera ”kurd” û laîsîzma wê (2013-03-29)
Nêrîna siyasî û TV-yên kurdî (2013-03-14)
Şaşbikaranîna peyvika “Awir”ê (2013-02-26)
Li Cizîra berê şûkirin û jinanîn – 4 (2013-02-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org