[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Çiya Mazî dîsa tûrikê xwe yê çîrokan vekiriye
HELSÎNKÎ, 21/1 2012 — ”Bahol” pirtûka pêncem ya nivîskar Çiya Mazî ye. Berî niha wî ferhengeke gotinên pêşiyan (pêşî li Stenbolê bi alfabeya kurdî-latînî paşî jî li Dihokê bi alfabeya kurdî-erebî), du berhevokên çîrokan (”Mistek jiyan dixwazim” 2003 û ”Mijarên mîkroçîrok” 2009) û berhevokeke helbestan (”Palûte” 2008) dane weşandin. Ji bilî wan, herwiha pirtûkek ji wergerandina helbestên Müslüm Yücel (”Ahûzîn” 2008) daye çapkirin.

Pirtûka nû, ”Bahol” dawiya sala 2011 li Stenbolê çap bûye. Tê de çardeh kurteçîrok hene. Ji bilî çîroka bi navê ”Bahol” - ko navê xwe daye pirtûkê jî - çîrok bi giştî ji pênc ta deh rûpelan dirêj lê fontên wan hûrik himbiz in. Çîrok ji hev serbixwe ne lê hin ji wan dikarin wek berdewamiya yên berî xwe jî werin hesibandin.

Çîroka yekem ya bi navê ”Di morgê de” li ser hin kesan e ko di zindanekê ve girtî ne û dest bi rojîgirtina protestoyî kiriye. Ji ber ko ew bi gotin û fermanên birêveberên zindanê nakin, ew ber bi devereke din ve tên raguhastin. Lehengê serekî carinan dengê jin û zarokên xwe dibihîze lê ne diyar e ka bi rastî ew tên wî bibînin yan jî ew wan dengan di serê xwe de xeyal dike.

”Dadgeh” çîroka duyem e û bi gelek awayan dikare wek berdewamiya ya yekem were pejirandin. Tê de lehengê ko bi şkenceyê hatiye kuştin li esmanan e û dora wî ye ko bê pêşberî Xwedê, pêxember û ewliyayan (hem yên misilmanan, hem jî yên cihû, file û zerdeştiyan). Lê ew xwe giran dike û dixwaze bi neaxivîna wan ew li ber rewşa mirovan û mirovatiyê bikevin. Lê gelo bi rastî ew li esmanan e û li wê derê li dadgehê ye yan mesele çi ye?

”Şervanê tirsonek” serpêhatiya kesekî ye ko bi xeyalekê dijî ko çiya û zozanên Kurdistanê bihişta siriştî ne û ew dikare herre wê derê û xwe ji kembaxiya bajarê Stenbolê rizgar û reha bike. Lê rastiya rewşê gelek ji xeyalên wî cuda ye. Ew ne bi kêrî şerr û cengê tê û ne jî fêrî jiyana li çiyayan bûye. Gelo dê çawa bikare xwe ji wê tengasiyê xilas bike?

”Lê ko çarşem neyê” bi min bi her awayî biserketîtirîn û bizewqtirîn çîroka hemû berhevokê ye. Nivîskar kariye bi awayekî pirr kelecanî behsa rewşa kesekî bike ko li bendê ye ko çend roj derbas bibin heta ko bibe çarşem û ew bibe xwedî mal û milk.

”Bahol” dirêjtirîn çîroka pirtûkê ye. Kesekî baholek (çewalek, tûrikek, telîsek) avêtiye ser milê xwe û bi trênê ji bajarê xwe bi rê ketiye daku li devereke din ji xwe re cihekî vehewîn û vehesînê peyda bike. Rêwî û rêvingê me di ber çendîn bajarên bi navên xeyalî re dibore lê nikare û newêre li yekî ji wan jî peya bibe û lê bimîne ji ber ko li her derê rengê sor yê ji wî re erjeng û tirsnak dibîne. Sedema rengê sor (heta ava kanî û robaran jî sor e) dîroka xwînawî ya wan deveran e.

”Leylan Café” serpêhatiya kesekî evîndar û miriyê xwendinê û pirtûkan e ko li pirr tê qehwexaneyekê lê sebra wî ji mirovan zêdetir bi pirtûkan û beytika (çûka, çûçika) lê aşna- û nasbûyî tê. Taliyê hem ew ji mişteriyên din yên qehwexaneyê û hem jî mişterî û xwedî ji wî bêzar dibin. Demeke dirêj e ko qerf û henek bi wî tên kirin lê gelo taliya çîrokê dê çi û çawa be?

Di ”Însizê benderuh” de kesek ji bajarkê xwe çûye rojavaya Tirkiyê, devereke bi navekî xeyalî. Ew li hemşeriyên (hevbajariyên) xwe digere lê, ji ber ko kes bi zimanê wî - yan hema belkî bi ti zimanan - na-axive, dijwar e jê re bizane ka kî ji mirovên wê derê ji war û welatê wî ne û kî jî na. Ew berê xwe dide qehwexaneyekê, lê rûdine û çavên xwe li mirovên tê ve digerîne û texmîna ka kî ji wan hemşeriyên wî ne û kî jî na dike. Ew ji ber sedemên şer û rewşa kembax ya civakî û aborî ya li bajarkê xwe di rûyê wan de dibîne û dikare yek bi yek hemşeriyên xwe ji nîşanên rû û reftarên wan nas bike.

”Ma ez çep im” - berevajî ko hin xwendevan dê texmîn bikin - ne li ser çepîtiya siyasî ye. Ew çîroka keçekê ye ko ji ber namûsê ji aliyê birayê xwe ve hatiye birîndarkirin lê dixwaze birîndarkerê xwe ji dozger û lêkolerên tawanê veşêre û biparêze. Gelo dê bikare?

”Ev jî nig in qey?” serpêhatiya kesekî pirr cirrnexweş e ko hem xanima wî li malê û hem jî nasên wî li derve hefza xwe jê dikin. Lê gelo dawiya wî dê çawa be?

Apê Xelef kesekî pîr û sere ye lê di çîroka ”Di serşokê ve miriye” de hewl dide careke din bi kabaniya xwe re li rojên xortanî û ciwaniyê vegere. Lê ne tenê dilê wî tehemil nake, lê dike ko xanima xwe jî li nav xelkê bide şerm û şuhretê.

”Xeyidî” serpêhatî û tirsa zarokekî ye ko dayika wî xeyidiye û bazdaye malbavanên xwe. Kurik li pey diya xwe diçe lê pê re nagihe û dike ko di çem yan robar de bixeniqe. Hem ji dayika xwe vemaye û hem jî ji babê xwe êdî dûr e û nizane çi bike.

Erebê peyam yan jî monologek e ko bi texmîn kesekî kurd di dema hilbijartinan de ji yara xwe ya ereb re (ihtimal e li Mêrdînê) dibêje yan dişîne. Ew ji çîrokê zêdetir nirxandineke siyasî yan civakî ya li ser hilbijartinan, bajarê wan û rewşa dîrokî û nihayî ye.

”Serpêhatiya min ya ber derî” jî çîrokeke komîk ya kesekî bêhişûbîr e anku kesekî ko her tiştî zû ji bîr dike. ”Rêwî” jî xewnek e ko vebêjê çîrokê li ser yara xwe dibêje. Hem ew çîrok û hem jî hemû pirtûk bi helbestekê bi dawî tê.

* * *

Diyar e ko ev berhevoka çîrokan ne di çend mehan û belkî heta ne di salek û du salan de jî peyda bûbe. Hem mijar, hem şêwaz û hem jî zimanê vegotina çîrokan pirr ji hev cuda ne. Ev pirtûkê dewlemend û xwendina wê bi zewq dike.

Divê spasiya Çiya Mazî bikim ko wî bi wêrekî û bistehî ev qas stîl û awayên cuda di çîroknivîsînê de ceribandine. Berevajî gelek nivîskarên din, wî çîrokên xwe ne bi heman formatê yek li pey ya din rêz kiriye.

Bo xwendevanên ko belkî hin pêşniyaran bixwazin, dikarim bibêjim ko ev çîrokên bijare ne: ”Lê ko çarşem neyê”, ”Xeyidî”, ”Ma ez çep im”, ”Serpêhatiya min ya ber derî” û ”Di serşokê ve miriye”.

Ji destpêka pirtûkê diyar dibe ko ew ji aliyê Cîhan Roj û nivîskar bi xwe hatiye redaktekirin û herwiha nivîskar Yaqob Tilermenî edîtoriya wê kiriye. Lê mixabin encama şaşiyên çapê wisa ye ko dike xwendevan zû ji xwendina wê sar bibe: carinan wer diyar e ko belkî nivîskar bi xwe jî taqet nekiriye ko carekê çîroka xwe bixwîne ka çi şaşiyên tîpçandinê (tîpo, tîpografîk) hene. Heta li destpêkê navê redaktor bi xwe jî bi şaşî wek ”Cihan Roj” hatiye nivîsîn tevî ko em hemû dizanin ko ew navê xwe wek ”Cîhan” dinivîse. Peyva ”edîtor” ya li ber navê edîtorê pirtûkê jî bi nîv-kurdî/nîv-tirkî wek ”edîtör” hatiye danîn!

Çiya Mazî kurdiyeke baş bi kar tîne lê mixabin biryara xwe li ser çawaniya nivîsîna peyvan nade. Li derekê peyvê bi awayekî û li cihekî din jî bi şêweyekî din dinivîse. Herwiha xwe ji formên zêde devokî yên wek ”zanim” (dizanim) û ”karim” (dikarim) û awayên ji aliyê etîmolojiyê ve şaş wek ”îja, îjar” (îcar ji ”î+car” anku ”vê carê; ev car”) rizgar nekiriye.

Çiya Mazî: Bahol, Weşanên Evrensel Basin Yayin, 2011, 103 rûpel.


***

Li ser vê stûnê (kolumn) Husein Muhammed pirtûkên kevn û nû yên kurdî yan jî li ser kurdan dinasîne û dinirxîne. Ji nivîskar û weşangêran tê hêvîk irin ko berhemên xwe bo nasandin û nirxandinê bigihînin wî. Hûn dikarin navnîşana wî ya malê bi rêya posteya elektronîkî (email) jê bixwazin: husein.muhammed@gmail.com

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUHAMMED husein.muhammed@gmail.com
Weşandin: 2012-01-21
Xwendin: 5258
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org