[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
”Sê bûyer û Sînema” ya Mezher Bozan
HELSÎNKÎ, 11/12 2011 — Mezher Bozan (1957) nivîskarekî berhemdar e. Heta niha bi kurdî rêzeromaneke wî ya 4-beşî (Av zelal bû), sê romanên din (Zêna, Asim, Zarokên me), sê dîwanên helbestan (Sê kulm ax, Ez jî jiyame, Û helbest berdewam e) û pirtûkeke kurteçîrokan hatine weşandin. Herwiha çar pirtûkên wî bi swêdî û sê jî bi tirkî belav bûne (hin jê wergerên ji kurdî ne). Mijara vê nivîsê dê pirtûka wî ya kurteçîrokan be.

”Sê bûyer û Sînema” ji çar çîrokan pêk tê. Sê ji wan li Bakurê Kurdistanê, li warê nivîskar Mêrdînê û yek jî li Stenbolê diqewime.

”Sînema” - ko navê xwe jî daye pirtûkê - dirêjtirîn û biserketîtirîn çîroka pirtûkê ye. Sal 1968 e. Serlehengê çîrokê Serdar bi hêvî û hesreta peydakirina delîv û derfeta çûna sînemayê û dîtina filman dijî. Babê wî carina hin pare didiyê lê ti car pareyê wî têra çûna sînemayê nake. Loma ew neçar dimîne ko li ber deriyê sînemayê xwe rezîl û riswa bike daku bikare çendekê piştî destpêkirina film, bi bilêteke erzankirî têkeve sînemayê.

Serdar zarokekî nêzîkî 10-salî ye û sînema li bajarê wî tiştekî hezkirî û nû ye. Serdar çarekê 35 qurûş ji babê xwe wergirtine û dikare gelek tiştan pê bikirre lê fikra wî dîsa jî li sînemayê ye. Lê pare têra sînemayê nake. Ew xwe li her rê û rêbazan diceribîne daku pareyên pêwîst ji cihekî peyda bike daku wan jî li sih û pênc qurûşên xwe zêde bike û pê mirada dilê xwe hasil bike.

Lê bext û siûda Serdar ji şeva tarî jî reştir e: ew dike-nake di armanca xwe de bi ser nakeve. Lê her carê ji ya berê zêdetir dikeve şermê û wisa fedî dike ko - eger mumkin be - dixwaze erd biqelişe û ew bikeve tê de.

Yekem û kurttirîn çîroka kitêbê ”Misto” ye. Tê de lehengê bi heman navî ajovanê mînîbusekê ye ko xelkê ji gundên devera Mêrdînê digihîne navçe û bajaran û vedigerîne. Hatinûçûna wan bi zewq e lê êvarekê, piştî rojavabûnê û daketina tarîtiyê, dema ko êdî tenê du-sê rêving di mînîbusê de mane, esker wan disekinînin. Ew li armanca sefera neferan dipirsin. Ajovan û nefer jî dibêjin ko ew dê li vî gundê nêzîk bisekinin û mala wan li wê derê ye.

Esker navê gund dipirsin. Rêving jî navê gund bi kurdî dibêjin. Loma esker li wan tên xezebê ji ber ko bi wî ”zimanê qereçan” navê gund dibêjin. Wek hemû gundên Bakurê Kurdistanê, navekî tirkî li vî gundî jî hatiye kirin. Lê gundî ne wî navî bi kar tînin û dikin-nakin niha ew nav nayê bîra wan jî. Ji ber nezanîna û negotina navê gund yê bi tirkî, esker tiştên nedîtî tînin serê Misto û wî tînin ûşte-wîştê. Heta ko navê gund yê bi tirkî nayê bîra yek ji rêwiyan, esker bela xwe ji wan venakin. Piştî têr lêdanê, esker li tirimpêla xwe siwar dibin û bi kenê ehmeqane didin rê.

Çîroka din ya kurt ”Kenan” e. Kenanê ji Qersa Bakurê Kurdistanê kurrê malbateke babseqetbûyî ye loma neçar dimîne di sêzdeh-çardehsaliya xwe de jiyana xwe bide karê boyaxkirina sol û pêlavan. ”Kurikekî zeîfok bû û cigare jî dikişand. Diyar bû ko taşt nedixwar.”

Vebêjê çîrokê rojane bi Kenan re bi kelekê (vapûrê) diçe û tê. Ew hêdî-hêdî hev dinasin û paşî dest ji axivîna bi tirkî berdidin û bi kurdî bi hev re dipeyivin. Lê rojekê vebêj pê dihese ko êdî Kenan ne xwiya ye. Piştî çendekê ji hevalê wî haydar dibe ko Kenan nexweş bûye û paşî xebereke hê kembaxtir jî tê.

Di çîroka ”Şêxo” de lehengê bi heman navî û hin kesên din ji betalî û bêçaretî mal û malbatên xwe dihêlin û ber bi rojavayê Tirkiyê ve bi rê dikevin daku karekî bibînin û pê abor û debara xwe û malbata xwe bikin. Lê dema ko digihin cem hin nasên xwe yên li bajarê Edenê bi cih bûne, dibihîzin ko li wê derê jiyan ne ji welat hêsantir e.

Şêxo û hevalên xwe, li gel hin kurdên ji deverên din yên Kurdistanê û bi du tirkan re bi traktorekê didin rê daku biçin li derveyî bajar pembû biçinin. Tevî ko herdu tirk jî wek wan kurdan vî karî ji neçariya xwe dikin, lê dîsa jî xwe li ser kurdan qure û pozbilind dikin. Xwedîkar herdu tirkan dike serkarên kurdan û gotina yên tirk li yên kurd dike ferman.

Lê demeke dûr nabore, yek ji paleyan nesax dibe û dikeve tayeke giran. Hevkarên wî dixwazin ko wî bigihînin nexweşxaneyekê lê serkarên tirk bi înat biryar didin ko heta xwedîkar venegere, nabe yê nexweş bi ti derekê ve bibin. Xirecir û şerenîxek derdikeve û pale kêran li hev vediweşînin…

Mezher Bozan di çîrokên xwe de bi xurtî aliyê jar û xizanan digire û rewşa wan ya kembax radixe ber çavên xwendevanên xwe. Çîrokên wî belkî xeyalî bin lê dikarin di rastiyê de jî qewimîbin - yan jî serpêhatiyên mîna wan ji kurdan re ne xerîb in.

Zimanê çîrokan xwerû û hêsan e. Lê mixabin di rastnivîsiyê û şaşiyên çapê de kêmasiyên berçav hene.

Tevnê çîrokan jî sade ye. Carina xwendevan hê hin kelecanê, bûyerên nepayî û surprîzan jê hêvî dike lê tê de kêm e. Li hin deverên çîrokan jî saloxdana serpêhatiyê yan jî diyaloga navbera lehengan wisa saf û sade ye ko mirov diheyire ka gelo ev edebiyat e yan jî vegotina silav û kulavên rojane ye: ”Hev hembêz kirin. Hev maçî kirin. / Hisên got: Ha ev jî Şêxo ye. Gundiyê min e. / Ser seran. Çawa yî, baş î? / Tu sax bî… / Xezalê, binihêre kî hatiye. / Xezal fetilî û nas kir. / Hisên! Tu bi xêr hatî. / Xêrxweş xweha min. Tu çawa yî? / Baş im keko. Yên ko tu ji nav tê çawa ne? / Silav dikirin. / Xezalê berê xwe da Şêxo: / Tu jî bi xêr hatî xorto. / Tu di nav xêrê de bî.”

Bi dehan hevok û tevokên wiha saf û sade di çîrokan de hene. Ne bawer im bikarin xwendevan bi xwendina xwe ve zeft bikin.

Mezher Bozan: Sê bûyer û Sînema. Kurteçîrok. Weşanên Perî, 60 rûpel.

***

Li ser vê stûnê (kolumn) Husein Muhammed pirtûkên kevn û nû yên kurdî yan li ser kurdan dinasîne û dinirxîne. Ji nivîskar û weşangêran tê hêvîkirin ko berhemên xwe bo nasandin û nirxandinê bigihînin wî. Hûn dikarin navnîşana wî ya malê bi rêya posteya elektronîkî (email) jê bixwazin: husein.muhammed@gmail.com

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUHAMMED husein.muhammed@gmail.com
Weşandin: 2011-12-11
Xwendin: 10137
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org