[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Gulbijêrkek aforîzmayên fîlozofê geşbîn yê swêdî-amerîkî Axel Fredenholm
HELSÎNKÎ, 25/5 2011 — Wêrek û jixwebawer be. Çi li te biqewime, bo başiya te ye: tu tijî hêz û şiyan î lew divê canê te yezdanî be û ramanên te berev berzî û bilindiyê bin û dilê te ji evînê re vekirî be. Yê bikare xwe, padişahê dewletek mezin e.

***

Hêvî kaniyê dibîne,
bawerî avê jê tîne
û avdera yên tî evîn e

***

Mirovên ji şaşiyan ditirsin, mezintirîn çewtiyan dikin.

***

Wêrek û jixwebawer be. Çi li te biqewime, bo başiya te ye: tu tijî hêz û şiyan î lew divê canê te yezdanî be û ramanên te berev berzî û bilindiyê bin û dilê te ji evînê re vekirî be. Yê bikare xwe, padişahê dewletek mezin e.

***

Aramî û bextiyarî para te ne lê ta ji tirs û xweperestiyê xilas nebî, nikarî wan bi dest bixî.

***

Yê piştrast be ji rastiya xwe, dikare bi bênfirehî li benda gava diyarker bimîne. Bênfirehî ye navê wê navçeyê ya dikeve navbera sinorên pozbilindî û serşorriyê. Yê hişmend dinaze ko her tiştî dema xwe heye, û ew fêrî hinêra spehî ya bendewariyê bûye.

***

Eger bixwazî rastiya xwe binasî û dinyaya xwe ya rastîn bibînî, divê tu çavên xwe bimiçînî. Plotinus gotiye: "Giyan nikare delaliyê bibîne, eger ew bi xwe ne delal be." Wa ye.

***

Guh bide wijdana xwe.

***

Dema li rastiyê digerî, xwe bi xwe be. Ti carî xwe neke tiştek din. Xwexapandin ti carî bi ser nakeve. Ti carî nikarî siriştê û dadiya yezdanane bixapînî.

***

Fîlozofê elman Kant dibêje ko du tişt hene wî dikin matmayî û ecêbgirtî. Yek ji wan esmanê stêran yê li hindavî wî û yek jî cîhana sinc û exlaqî ya di hindirî wî de. Encamên zanistî diyar dikin ko gerdûn bi rastî jî bêqam mezin e. Lê hê jî mezintir in cîhanên veşartî yên giyanê. Angaşta Voltaire, ko çar hezar pirtûkên li ser metafîzîkê hatibin nivîsîn nikarin bersiva wê pirsê bidin ka giyan çi ye, dikare rast be. Mirovên pêşerojê dikarin hê jî dûrtir biçin di vê biwarê de. Ev jivanek gewre lê şeng e bo nifşên bên.

***

Gelek tişt hene ko ne pêdivî ye bên gotin. Hê zarok fêr bûm ko ne pêwîst e bersiva her pirsê bidim. Dîplometekî, ko ket ber heqaretên nedadane, bi aramî bersiv da: "Tişta divê camêran negotiba, divê camêr nebersivînin."

***

Welatê nenas yê di xwe de vebikole. Gelî û newalên wî, sinor û seqayên wî binase. Canê te çend mezintir û kûrtir be, hind pirrtir pêdivî bi vekolîna wê heye. Ew ne karek asan e. Konfuçe gotiye: "Bi rastî karîna xwe ji her tiştî zêdetir pêwîstî bi wêrekiyê heye."

***

Bibe ramanwerek erênî û pozîtîv. Rewş çend kembax bixwiye, yan ta bi rastî kembax be jî, serê xwe hilde û derfet û delîvên xwe bibîne - ew li ber te ne.

***

Konfuçe carekê got: "Bo min ne xem e eger ez nenas bimînim. Lê ez ê bikoşim wisan bijîm daku bikarim tiştek binirx ji xwe bo cîhana pey xwe bihêlim."

***

Mirov nikare bifikire ko tişta em bi "jiyan" dinavînin, dikare kevn bibe. Agirê jiyanê hatiye şibandin li gel ronahiya lampeyê ya her têt vêxistin. Ew ji xwe wisan e ko nikare kevn bibe. Lampe dikare kevn bibe lê ronahî na. Her wisan bedena me jî dikare kevn bibe lê jiyana van pîran jî mîna ya zarokan xort e, nû ye, çist û çeleng e.

***

Ramanên xwe seh bike, ew avaker in yan jî xirabker in. Ramanên xirab dizên bêwijdan in. Ti sinor nînin ko nikarî bi ramanên xwe di ser re derbas bibî. Lew tenê ramanên baş û avaker bike. Ne sal lê raman me pîr dikin.

***

Peyvên bedew nikarin hêza ramanên xirab feramoş û pûç bikin. Lewre dostane li hemû zîndeweran birame.

***

"Jiyan kurt e", ew kes dibêje yê tenê wê jiyanê dinase ya mirov li vê dinyayê dijîn. Lê yê hişyar dizane ko jiyan têra xwe dirêj e eger mirov wê baş bi kar bîne.

***

Di her rewş û kawdanê de ji şert û mercên heyî razî be. Nefsa biçûk pena û stare ye dijî nearamiyê û razîbûna bi piçekê hişmendî ye.

***

Ji Sokrates hat pirsîn, ma ew hest pê nake ko kesekî heqaret li wî kiriye. "Na", wî got, "çiku gotinên ew dibêje li min nayên."

***

Ne girêdayî tiştên derveyî be. Ma eger dinyaya derveyî hemû hêza te bistîne, tu dê çawan bişê dijwariyên xwe yên hindirîn.

***

Mirovê dilê wî tijî evîn û hezkirin be, dê cihê baweriya hemû afirandiyan be. Ew bi ewleyî li ser rêya xwe dimeşe û qet hinda nabe, û ta dirrindeyên daristanan jî ziyanê nagihîninê. Yê ji hemûyan hez bike, qet xerîban nakuje.

***

Li dilgiraniydeya roja ji rojhilatê dertê. Nearamî û ramanên xwe yên tarî ji bîr bike. Hemû berê xwe bide xweşî û bedewiyê, birame ko tu baş î, kêfxweş û spehî jî, û tu dê bi ser bikevî.

***

Carinan guh bide gotinên mirovên têkçûyî: "Xwedê ez wiha çêkirime." Ti sedemek nîne ko jiyana mirov têkçûyî be. Ji her kesî ji me re gelek yan piçek sermiyan hatiye dan ko divê em matî jê bikin û hesaba wî bigirin. Em dikarin wî bikin bin erdê jî lê nikarin berpirsiyariya xwe veşêrin. Erka her kesî ew e ko texsîriyê neke.

***

Her roj şikirdar be ji para xwe. Bibe xwedî ramanên erênî. Xwe biwestîne bo kêfxweşkirina xelkê. Aha ew in alav bo bidestxistina îlham û bextiyariya rastîn.

***

Hemû mirov ji kûratiya bûneweriya xwe ve nêzîk û lêzimî hev in û tevayiyek parvenebar pêk tînin. Di siriştê de biratî rastiyek bingehîn û bêşert e. Hemû birayên te ne, ew jî yên ji nezaniya xwe dijî te ne. Lê divê te ti dijmin nebe, ti kes nebe ko bala te nekişîne û ti kes nebe ko tu nikarî bi dilovanî û diltenikî lê binerî. Divê tu nobetgirê birayê xwe bî, ne ji ber bend û qanûnan lê ji ber ko ew birayê te ye.

***

Yê hişmend ne girêdayî vê rojê, ne pêşerojê û ne jî paşerojê ye lê di ebedîniyê de dijî.

***

Carinan peyva "xeyalperest" bi galteyî û tirraneyî têt bikaranîn. Dibe yê bi vê peyvê têt navandin xwe neheqîlêkirî jî bihesibîne. Lê ew peyv ne bi wê wateyê ye. Xewnperest pêşrew in, rênîşander in, peydaker in. Hemû karên mezin yên dîroka dinyayê serekaniyên xwe ji xewn û xeyalan girtine. Em dikarin bi heq bibêjin ko hemû şaristaniya me xeyalek bicîhatî ye. Xeyala yê deryavan welatên pişt deryayê ne, xeyala yê kole azadî ye û xeyala yê destkar makîne ne.

Demekê dihat gotin ko ew hoste, yên berhemên wan niha bi milyonan tên kirrîn, xeyalperestên bêkêr in. Helbestvan û ramanwer, mezintirîn qencîkerên mirovatiyê, dihatin biçûkdîtin û wek xeyalperest dihatin navandin. Belê, niha jî xeyalperest tên binavkirin.
Bijîn xeyalperest! Yên xewn û xeyal nebin mirî ye.

***

Carinan têt bihîstin ko mirov dibêjin: dawî baş be, hemû baş e. Lê ne wisan e. Dawiya baş nikare destpêka xerab baş bike. Roja xwe baş bi kar bîne. Berev pêş binere.

***

Mirovin hene deh zimanan dizanin lê nikarin rastiyê bi yekê ji wan jî bibêjin.

***

Derew tenê nebûna rastiyê ye, wek çawan tarîtî jî nebûna ronahiyê ye. Eger tu bi xwe rastî bî, bandora derewê li te nabe, wek çawan tarîtî jî nikare ronahiyê tarî bike.

***

Axiftina me rast be yan jî derew, wê heman armanc heye. Yek derewan dike û jê sûdê digire. Yê din rastiyê dibêje û hem sûdê û hem jî pêbaweriyê peyda dike.

***

Azadî ahengdarî û harmonî ye. Guhdarî azadî ye.

***

Di siriştê de xelat yan ceza nînin. Tenê encamên hin sedemên diyar hene. Û sedem encamê peyda dike.

***

Ti tirsek din nîne ji bilî tirsê bi xwe. Tirs peresîn û pêşketinê diruxîne û diastengîne.

***

Yekî gotiye ko tirs mîkroskopa xirabiyê ye. Ev gotin hêjayî pûnijandinê ye.

***

Eger xirabiya jê ditirsî neyê, tirsa te bêkêr e. Lê eger bê, ew dê bandorek hê mezintir li te bike çiku tu jê ditirsî.

***

Lê dilovanî nikare tenê bi dinyaya mirovan ve bêt sinordarkirin. Kes nikare qenc be eger ew ne bo hemû jîneweran qenc be. Zelamek hebû, ji beqê re digot dost û ji mar re digot bira. Ew yek ji wan e ko me dê jê re bigota nezan. Min carekê bi çavên xwe dît ka çawan keşîşek bi hindûyekî dikenî yê rêya xwe zivirand daku pê li mêrîkekê neke.

***

Dema niha ji te re dibêjim, wêrek be û xwe nespêre tirsê, tu dê bipirsî: Lê hêza wêrekiyê ji kû bînim? Ka ez bersiva te bidim: Hêz di te bi xwe de ye, di kûratiya hindirî te de.

Ji berê ve ye mirovan xwe spartiye derve, destek û piştevanî ji mirovên lawaz yan jî xwedayên wan bi xwe afirandî xwestiye.

Lê tu bi xwe wateya van peyvan dizanî: "Di we bi xwe de ne xweda û biheşt."

***

Gelek tişt hene ko divên bên jibîrkirin. Bibîranîn tiştek mezin e lê hê jî giringtir ew e ko tişta divê bêt jibîrkirin, bikare bêt jibîrkirin.

***

Li paş xwe nezivire. Berê xwe bide pêş û bê tirs ber bi siberojê ve bimeşe.

***
Bijartin û wergerandin: Husein Muhammed

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUHAMMED humimu@utu.fi
Weşandin: 2011-05-25
Xwendin: 7541
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org