[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kefîsor
[HELSÎNKÎ, 30/11 2010] — Hebû nebû, keçikek biçûk ya wisa şirîn hebû ko her kesî jê hez dikir lê herî zêde ew li ber dilê dapîra xwe delal bû. Dapîra wê herdem diyariyên xweş didanê. Carekê kefiyeka sor ya qedîfeyî dayê. Kefî wa spehî bû ko keçikê êdî nedixwest ti tiştekê din bike serê xwe ji bilî wê. Lew her kesî êdî navê wê kiribû Kefîsor.

Rojekê dayika wê gotê:

— Ka were vir, Kefîsorka min! Ev pirteka kêkê ye û hin tiştên dî jî yên xweş pê re ne, bilezîne wan ji dapîra xwe re bibe! Ew nesax e û pêdivî bi xwarina saxlemker heye. Niha zû here hê hewa zêde germ nebûye. Û li xwe hişyar be dema di nav daristanê re derbas dibî û bi rêyê ve bimeşe daku hinda nebî û zembîl jî nekeve. Û ji bîr neke: ji dapîrê re bibêje “Rojbaş!” û ranebe tila xwe bike di nav her tiştî re!

— Ez dê tam wek te gotî bikim, Kefîsorê soz da diya xwe.

Dapîr dûr li nav daristanê dijiya, qederî nîv seetê ji gundî. Hê li rexê daristanê gurek pêrgî Kefîsorê hat. Lê Kefîsorê ti hay jê nebû ko gur lawirekê şûm e lew nizanî jê bitirse.

— Rojbaş, Kefîsorê, gurî silav dayê.

— Rojbaş, rojbaş, guro, Kefîsorê bersiv dayê.

— Kû ve vê serspêdeyê, Kefîsorê?

— Ez dê çim mala pîrê.

— Çi ye di zembîla te de di bin pateyî ve?

— Kêk û xwarinên din yên xweş in. Me duhî nan pat, û ez dê hinan ji pîrê re bim çiku ew nesax e û bêtaqet e.

— Ka bêje, Kefîsorê, dapîra te li kû dijî?

— Ta mala wê hê bi qasî çarêkekê ji vir dûr e, Kefîsorê ravekir. - Xanîkê wê li bin sê dargûzên mezin e, û li wir hin devî û teraş jî hene. Jixwe noke tu wî cihî dizanî.

Gur di dilê xwe de ponijî: - Ca ev keçik çi pariyekê xweş e. Lê ger ez têra xwe fêlbaz bim, hem ew û hem jî pîrejin ji min re ne.

Kêlîkekê ew digel Kefîsorê meşî û paşî gotê:

— Tu dizanî, Kefîsorê, çiqas gulên delal li nav daristanê şên dibin? Çima tu qet li derdorî xwe nanerî? Wa diyar e tu ta nabîzî ka çivîk çend şirîn distirin. Tu wa bilez î dibê diçî dibistanê lê li vir li nav daristanê pir xweş e.

Kefîsorê li derdorî xwe nerî. Tîrêj di nav çeqên daran re dilîstin, û erd bi gulên rengîn hatibû niximandin. - Bêguman pîrê dê kêfxweş bibe ger destek gulan jê re bibim, Kefîsor ponijî. - Jixwe niha hê pir zû ye û ez dê di dema xwe de bigim bineciyê.

Û Kefîsor ji ser rêya xwe bezî nav daristanê. Dema wê kulîlkeka xweşik diçinî, yek hê xweşengtir li dûrtir bi ber çavan diket. Ew paşûpêş dibizirî û her kûrtir diçû nav daristanê.

Lê gurî firtek li xwe da û xwe gihand xanîkê pîrê û derî qutî.

— Ew kî ye? dapîrê pirsî.

— Kefîsor im, gurî bersivand. - Ez ji te re kêk û tiştên dî yên xweş diînim. Ka derî veke!

— Destikê derî bade! dapîrê bang kirê. - Ez pir bêtaqet im û nikarim ji nav nivînan derkevim.

Gurî destik bada. Derî vebû, û bêyî ti bibêje gurî xwe virr avêt dapîrê û ew daqurtand ûrê xwe. Paşî wî cilên dapîrê li xwe kirin, kefiya wê kir serê xwe, çû di bin nivînan ve û perde dan ber.

Di heman demê de Kefîsor li nav daristanê bezîbû û destekê gulan yê wa mezin berhev kiribû ko êdî nedikarî hilgire ger mezintir ba. Paşî ew meşî mala dapîrê. Bo wê tiştekê seyr û sosret bû ko derî vekirî bû, û wek din jî xanîkê dapîrê li ber wê xerîb dixwiya. - Wey li minê, ez îro çend ditirsim, ew ponijî. - Bi gelemperî mala dapîrê xweş e û bi kêfa min e lê çima niha wiha ye.

— Rojbaş, pîrê, wê got. Ti bersiv nehatin bîstin.

Kefîsor çû ber doşeka dapîra xwe û perde ji ber vedan. Dapîr li wir paldayî bû, kefî li ser çavan bû û pir ecêb dixwiya.

— Lê pîrê, Kefîsorê pirsî, çima guhên te wa mezin in?

— Daku dengê te baştir bibîzim, gurî bersiv da.

— Lê pîrê, çima çavên te wa mezin in?

— Daku te baş bibînim.

— De çima destên te wa mezin in?

— Daku bikarim te baş bitepînim.

— Lê pîrê, ka bêje, çima devê te wa mezinî erjeng e?

— Daku bikarim te pê bixwim.

Û di heman demê de gurî firt xwe ji nav nivînan deravêt û Kefîsorka reben daûrand.

Gurê zikdagirtî dîsan çû di nav nivînan re, di xew çû û tavilê dest bi pixe-pixeka bêqam kir.

Wisa qewimîbû ko nêçîrvanek di ber wir re borî. - De welle pîrejinik xurt dipixe, ew ponijî. - Divê biçim lê binerim ka derdê wê çi ye.

Yê nêçîrvan çû hindirî xaniyî. Dema giha ber nivînan, dît ko işte gur e yê dipixe.

— Ca ez li esmanan li te digerim, tu li erdê bi dest min dikevî, hey gurê gurrî! yê nêçîrvan ponijî.

Wî tifeka xwe hilda lê di heman bîskê de ket serî ko belkî gurî pîrejinik xwariye û dibe ew niha dikare bêt filitandin. Wî fîşek li gurî neteqand lê li şûnê meqes anî û dest bi dirandina zikê gurî kir. Piştî ko hinek jê dirand, kefîkeka sor diyar bû û paşî keçikê xwe ji zikê gurî avêt û got:

— Wey, ez çend tirsîm! Û di zikê gurî de çend tikîtarî bû!

Paşî dapîr jî ji zikê gurî hat deranîn. Ew sax bû tevî ko bên bi ser ketibû jî.

Lê Kefîsor bi lez û bez çû hin ber û kevirên giran anîn û zikê gurî bi wan dagirt. Û paşî dema gur şiyar bû û xwest bi rê bikeve, kevirên di zikî de wa giran bûn ko ew tavilê şewişî erdê û li wir mir.

Û hemû kêfxweş bûn. Pîstê gurgî bû para yê nêçîrvan, û dapîrê jî kêka Kefîsorê înayî xwar û pê sax bû.

Lê Kefîsor pûnijî: Êdî bi tenê qet ji ser rêya xwe neçe eger dayikê li te qedexe kiribe.

Wergerandin: Husein Muhammed

-----------------------------------
Nivîskar: Jacob û Wilhelm Grimm
Weşandin: 2010-11-30
Xwendin: 6309
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org