[ PÊNCŞEM, 2024-04-18 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Keşîşê reş
I

[11/11 2009] — Zanyar Andrey Vasîlyîç Kovrîn hest pê kir ko westiyaye, demarên wî jî ne sax bûn. Wî dest pê nekir û matî ji xwe nekir lê di nav suhbetekê re, gava bi şûşeya meyê re bû, ji hevalê xwe yê nojdar re basa vê yekê kir, û vî hevalî jî ew şîret kir ko bila bihar û havînekê li derveyî bajar derbas bike. Di heman deman de wisan qewimî ko nameyek dirêj ji Tanya Pesotskayayê hat û tê de ew vexwendî Borîsovkayê hat kirin. Û Kovrîn fikirî ko bi rastî jî divê ji vê geremoliyê derbikeve û hewayek hên bikişîne.

Pêşî - hingê meha banemerê bû - wî rêwîtiyek bir gundê xwe Kovrînkayê û li wir sê hefte di tenêtiyê de borandin; paşî ko rê û rêçik xweştir bûn, ew bi erebeya hesp çû nik çavdêr û perwerdekerê xwe yê berê Pesotskî, ko baxçevanek li Rusyayê bi berfireyî tê nasîn e. Ji Kovrînkayê ta Borîsovkayê, ciyê malbata Pesotskiyan, ne ji heftê verstan (pîvek rusî ya dirêjiyê ye, 1 km û 70m ye -çapa kurdî) dirêjtir bû, û rêwîtî li ser rêyên nerm ên biharê, di erebeya aram de ya bi pergalên lêhatî raxistî zewqek rastîn bû.

Xaniyê Pesotskiyan bi stûn û serê şêrên li ber deriyan pirr mezin bû lê hinek ji lebxe û moleya dîwaran jê werîbû; xizmetkarê cilfrak li ber serderiyê xanî bû. Baxçeyê kevn, yê tarî û tund dixwiya û yê bi stîla îngilîzî nexşekirî, bi qasî kîlometreyekê pan bû û ji ber xanî digiha berava bekreyî ya qinc ya çem; li wir darên çamê şên dibûn ko rîşên wan ji bin axê derdiketin û dişibîn lepên axme û şerpeze yên lawiran; li jêr av xembar diteyisî, dengê nalîna darkokeyan dihat, û li wir rewş herdem wisan bû ko te dikarî rûbinî û ger bixwazî sirod û helbestan bihûnî. Li aliyê din, li nêzî xanî bi xwe, li nav baxçe û nav cinînê, ko bi şitilên xwe ve bi qasî sî hektaran fire bû, li hewayê ne xweş jî hertim xweşik û dilhebîn bû. Sorgul û sosinên ew qas sosret, gulên kamelya, hind laleyên pirr-reng ji yên sîsspî ta yên ripîreş, bi kurtî, ew dewlemendiya gulên li baxçeyê Pesotskiyan, Kovrîn ti caran li ti derek din nedîtibû. Biharê hê ji nû serê xwe rakiribû û mişetî û pirriya gulan hê veşartî bû lê tenê ew gul, ên ko li aliyên bersifk û dîwaran bişkivîbûn û li hin deran di nav rûniştekan re serê hildabûn, jî bi tena serê xwe bes bûn û têra hindê dikirin ko yê gerrek biharê di nav wan re bike, hest pê bike ko di nav reng û xemla ewreng û muhteşem a mîrnişîna gulan de ye, bi taybetî jî li dema berbangên spêdeyan gava ko xunav li ser her pel û belga wan diteyisî.

Pişka neqşandî ya baxçe, ko Pesotskî bi xwe ew beş wek bêwecî dinavand, carinan di Kovrîn de hestên çîrokane yên serdema zaroktiyê şiyar dikirin. Ax çi heyberên sosret, kirêtiya kubar, derewderxistina xwezayê li wir hebû! Li wir rêçikên darfêkiyan, darhirmî, ya mîna spîndarek pîramîdî dirêj, gûzên mîna gogan, darsêvek şibî sîwaneyan û ta jimareya 1862 - ango sala Pesotskî dest bi baxçevaniyê kir - ya ji darhilûkan çêkirî hebûn. Li wir darikên biçûk î zirav, ên ko kok û qurmên wan rast û xurt bûn, diketin ber çavên mirov lê ta mirov nêztirî wan nebûya û seqbêrtir çavdêriya wan nekira, dê tê dernexista ko ew hilûtirşik û kişmiş bûn. Lê tişta herî zêde li nav baxçe mirov kêfxweş dikir, tevger û livbariya herdemî bû. Ji sîqleya spêdeyê ta derengiya êvarê karker bi destgere (ereboka destan), tevrik û mesînên avê di destan de mîna mêriyan û gêrikan dixebitîn.

Kovrîn êvarê, piştî rêwîtiya neh saetan, giha cem Pesotskiyan. Li wir wî Tanya û bavê wê Yigor Semyonîç ên herdu pirr dilbitirs dîtin. Esmanê sayî û stêrîn û hewapîvek nîşanên pêşbînîkirina spêdeyek qeşemî bûn lê baxçevan Îvan Karlîç li bajar bû û kesek tine bû ko ew baweriya xwe pê bînin. Li ser sifreya şîvê tenak mijara suhbetê qeşema spêdeyê bû, û biryar hat girtin ko Tanya dê ranekeve daku piştî saet duwanzdehê şevê gerrekê li nav baxçe bike daku misoger bike ko her tişt baş e, û Yigor Semyonîç jî li dorên saet sêyî şevê yan zûtir rabibe û heman tiştî piştrast bike.

Hemû wê êvarê Kovrîn bi Tanyayê re rûnişt û piştî nîvşevê li gel wê çû nav baxçe. Hewa sar bû. Hê li hewş û asîtanê bîna dûkêlê şewatê difirrî. Li nav cinîna mezin, a ko dihat gotin ko ya bazarganiyê ye û ji Yigor Semyonîç re salane bi qasî hezar dahatin dianîn, dûxanek reş, tîr û dijwar xwe berdabû ser zeviyan û ew hezar ruble ji penceyên qeşemê diparastin. Dar li rêz û sazûmanek çargoşeyî û lepzîneyî, li ser xîçên rast û birêkûpêk, mîna leşker li bere û eniyê hatibûn çandin û vê pergala pirr zêde û pedantîk û herwiha wê yekê ko hemû dar bi qasî hev mezin bûn û kok û gupikên wan tam mîna hev bûn, dîmena baxçe li wir pirr yeknesak (monoton) û ta diltengker dixwiya. Kovrîn û Tanya di ber diraxe û komgehên dûkêlbar, ko ji rîxê, kayê û her celeb bermayiyan hatibûn berhevkirin, re diborîn û carinan pêrgî hin karkeran dihatin ko di nav morana dûkêl re dişibîn sîber û sîtavkan. Tenê dargilyaz û darhilûk û herwiha çend celebên sêvan bişkivîbûn lê hemû baxçe di nav dûkêl re mabû û ta ew negihan rasta komşitilan, Kovrîn nedikarî bi hemû gewriya xwe nefesê bikişîne û berbide.

— Hê dema zarok bûm, li vir dibênijîm, wî milên xwe hejnadin û got, - lê niha jî hê nizanim ka çawa dûkêl dê rê li ber qeşemê bigire.

— Eger ewr tine bin, dûkêl şûna wan digire..., Tanyayê bersivand.

— Çima ewr pêdivî ne?

— Li hewayê ewrîn û mijîn qeşem nîn e.

— A welle rast dibêjî!

Ew kenî û destê xwe avêt ê keçikê. Rûyê Tanyayê yê pan, pirr jidil û sarmagir bi birûyên reş î tenik re, bi pistokên rakirî yên saqo re ko nedihiştin ew serê xwe bi serbestî bilivîne, bi hemû hebûna xwe, bi bejnbiçûkiya xwe, lawazî û narîniya xwe, bi dawa xwe ya ji ber baranê hildayî pirr bala Kovrîn dikişand.

— Xwedêyo, ew mezin bûye jî, Kovrîn got. - Dema ez cara berî vê, berî pênc salan, ji vir çûm, hûn hê zarok bûn. Hûn ew qas zirav, lingdirêj, pirçhilû bûn û we etek û tenoreyên kurt li xwe dikirin, û min henek bi we dikirin ko hûn quling in... Lê ax ka sal û dem çi dikin!

— Erê, pênc sal! Tanyayê axîn kişand. - Pirr av piştî hingê herikiye. De bibêjin, Andryuşa, - wê bi dilgeşî li Kovrîn dinerî û domand, - bi rastgoyî bibêjin, ma hûn ji me biyanî bûne? Lê çima ez viya ji we dipirsim? Hûn mêr in, jiyana xwe ya balkêş û rengîn diborînin, hûn kesatiyek mezin in... Biyanîbûn tiştek pirr xwezayî ye! Lê çawa be jî bila bibe lê hêvî dikim ko hûn me jî ji xwe bihesibînin. Mafê me ji bo hindê heye.

— Jixwe ez we jî ji xwe dihesibînim, Tanya.

— Bi sond?

— Bi sond.

— Belkî hûn diheyirin ka çima ew qas wêneyên we li cem me hene. Hûn dizanin ko bavê min we pirr nirxbilind dibîne. Carinan ji min re wer dixwiye ko ew ji min zêdetir ji we hez dike. Ew bi we serbilind e. Hûn kesek têgihîştî, mirovek ne ji rêzê ne, we pîşeyek wurşedar û serketî hebûye, û bavo li ser wê baweriyê ye ko hûn ew qas kesek bibandor in ji ber ko wî hûn xweyî kirine. Ez naxwazim rêya wî bigirim ko wisan nerame. Bihêlin bila wisan bifikire.

Êdî spêde zelal dibû; wî bi hindê aga ji spêdebûnê bû ko gupikên daran û gulolikên dûkêl baştir ji hev cuda dihatin sihirandin û dîtin. Bilbil distrîn û û awazên sûskan ji nav zeviyan digihan nik wan.

— Lê niha dema raketinê ye, Tanyayê got. - Sar e jî, wê destê xwe xist bin kefşê Kovrîn. - Spas, Andryuşa, ko hûn hatin. Nas û lêzimên me li vir kêm in û yên heyî jî balnekêş in. Me tenê baxçe heye, baxçe û baxçe û baxçe - ti tiştek din ne. Qurmek darê, nîvqurmek, ew kenî, - gulegiyayên sêv, hirmî û hilûkan; kezaxtin, adekirin, helboqkirin... Hemû, tev jiyana me di ber vî baxçeyî de çûye, ez ji bilî sêv û hirmiyan ticaran di jiyana xwe de tiştek din nabînim. Bêguman ev kar jî baş û biwec e lê carinan dil dixwaze tiştine din jî. Bîra min tê, gava hûn ji bo dema azane û tatîlê yan wek din dihatin, serdanser di hemû malê de kêfxweşî û ronahiyek geş dibû, tam mîna ko qumaşê mobilya û awîzeyan ji ser hatibe vekirin û xemla wan xwiya bike. Ez hingê biçûk bûm lê dîsan jî tê bîra min.

Ew dirêj û bi diltenikî peyivî. Di cî de ket serê Kovrîn ko ew dikare bi herikîna vê havînê re dilê wî bikeve vê afirandiya narîn, lawaz û zimanxweş, heyranî wê bibe û jê hez bike - di rewşa wan de dê ev yek hem gengaz û hem jî xwezayî bûya! Vê ramanê ew hem diponijand û hem jî ew dikenand; wî xwe tewand ber rûyê xembar û xweşkok ê keçikê û strî:

Onegîn, veşartinê naxwazim. Ji Tatyanayê bi şeydayî hez dikim...

Dema ew vegerîn hindir, Yigor Semyonîç şiyar bûbû jî. Xewa Kovrîn nedihat, ew bi mêrik re kûrî suhbetan bû û li gel wî vegerî nav baxçe. Yigor Semyonîç kesek bejnmezin, milpan, zikqelew bû û herwiha nedikarî baş nefesê bikişîne lê dîsan jî herdem ew qas bi lez dimeşî ko mirov pê re nedigiha. Rûyê wî bêsînor xemxwar bû, wî bênavbirr xwe dilezand derekê mîna ko dibê qey ew deqeyekê jî dereng bibe, her tişt dê di ber avê de biçe.

— Tu dibînî, têlîkê min, çima wiha ye... wî dest pê kir û rawestî daku hinekî bîna xwe vebike. - Li rûyê erdê, ko tu bi xwe jî dibînî, qeşem heye lê gava hewapîvekê rabikî rastî hemêza xwe, tu ê bibînî ko li wir hewa germ e... Çima wiha ye?

— Bi sond ez nizanim, Kovrîn bi kenkî got.

— Hm... Mirov nikare her tiştî bizane, bêguman na... Mejî çi qas fire be jî, ciyê her tiştî nake... Jixwe tu herî zêde bi felsefeyê re mijûl î yan na?

— Belê. Ez derûnnasiyê (psîkolojiyê) dixwînim lê hewesa min li ser felsefeyê xurt e.

— Û dilê te jê reş nabe?

— Berevajî, ew hemû jiyana min e.

— De Xwedê hez bike... Yigor Semyonîç got û bi kûrponijî riyên xwe yên spîbûyî perixandin. - Xwedê hez bike... Ez bi te kêfxweş im, gelekî kêfxweş im, têlîkê min...

Di cî de ew bêdeng bû û guhên xwe dan ser hawirdor, rûyê wî guherî tirsnakiyê, ew bezî aliyê din û zû di nav ewrên moranî yên dûkêl de wenda bû.

— Kê hesp bi darsêvê ve girê daye? dengê wî yê bêhêvî, qîrîna wî ya dilperritîn hat. - Kî cinawirî ev hesp bi sêvê ve girê daye? Ax Xwedê, Xwedêyo! Her tişt hatiye pûçkirin, têkdan, teribandin, hincirandin, hilweşandin û ruxandin! Baxçe hatiye talankirin! Baxçe hatiye wêrankirin!

Dema ew vegerî nik Kovrîn, nîşana betilîn, westîn û xeyidînê li ser rûyê wî bû.

— Ma dikarî çi li wan bikî, li vî xelkê xezeblêbarî? wî bi dengek zîz û melûl got û destên xwe li ba kirin. - Stepka bi şev rîx dikêşî û hesp bi darsêvê ve girê da. Hevsar wisan bi darê ve şidand, wî xwedêhiştî, ko qalikê darê ji sê ciyan xewixiye û jê vebûye. Çi ehmeq û serserî! Ez jê re diaxivim lê ew mîna qurmekî radiweste û çavên xwe dineqîne. Daliqandin jî ji bo kesên mîna wî cezayek gelekî sivik e!

Piştî ko hinekî hedinî û arimî, wî Kovrîn hemêzand û çû serê wî.

— De Xwedê hez bike, Xwedê hez bike..., ew minminî. - Pirr kêfxweş im ko tu hatî. Bêwêne kêfxweş... Spas.

Paşî ew bi lezgînî û bi rûyê mîna herdem xemxwar çû li dor baxçe bizivire û hemû sera, berbanên ji bo şitilan, penagehên zibilê lêreşandinê û du baxçeyên mêşên hingivîn, ko wî bi sosretiya sedsalê dinavandin, nîşanî şagirt û mezinkiriyê xwe yê berê da.

Dema ew hê li gerra xwe bûn, roj hilhat û baxçe bi zelalî ron kir. Germ bû. Ko Kovrîn hay jê bû rojek bedew, kêfxweş û dirêj dest pê dike, hat bîra wî ko niha hê destpêka gulanê ye û hemû havîn, wiha bedew, şad û dirêj li benda wî ye û hestek tijî hêvî û ronahî, mîna hestên hingê gava ew di zaroktiya xwe de li van deran dibizirî, ket dilê wî. Û niha wî bi xwe mêrik hemêzand û bi nermî maçand. Herdu bi dilxweşî ketin hindir û dest bi vexwarina çayê ji fincanên kevndemî yên porselenî bi qeymax û gustîlkkadeyên rûnî re kirin. Û van tiştikên biçûk jî zaroktî û xortaniya Kovrîn dianîn bîrê. Hemdemiya bedew û bîranên raboriyê têkil dibûn; wan rewşek tengezar lê dilhebîn dixist dilê wî.

Ew li benda şiyarbûna Tanyayê ma, bi wê re qawe vexwar, bîskekê li ser gerrî, paşî çû odeya xwe û rûnişt ber maseya kar. Wî bi seqbêrî dixwend, not û têbînî digirtin, kêm caran serê xwe radikir daku li paceyên vekirî û gulên di guldankan de, yên terr û ji ber xunavê hê şil, binere, dîsan serê xwe şorr bike ser pirtûkê, û wî hest pê kir ko her demarê di wî de pêl radikirin û ji ber zewqê direqisî.

II

Wî li derveyî bajar jî jiyanek wisan nearam û serxwer domand. Wî pirr dixwend û dinivîsî, xwe fêrî zimanê îtalî dikir û dema li gerrînê jî bûya, difikirî ko xwezî zû vebigere ber karê xwe. Ew qas kêm radiket ko her kes dihêbitand: heke bi bêdilî xwe rojê nîv saetê jî binivista, êdî hemû şevê xew bi çavan nediket lê dîsan jî piştî şeva bêxew wî xwe kêfxweş û zînde dihesand mîna ko qet tiştek neqewimîbe.

Ew pirr dipeyivî, mey vedixwar û cixarên bihagiran dikişandin. Pirrî caran, hema bêje her roj, keçxanimên dercîranan dihatin mala Pesotskiyan û bi Tanyayê re li piyanoyê dixistin û distrîn; carinan zelamek xort jî dihat û pirr baş keman dijenand. Kovrîn bi çavbirçîtî li muzîkê û stranan guhdarî dikir û ji vê guhdariyê wisan diwestî ko çavên wî diketin ser hev û serê wî bi aliyekî de şorr dibû.

Carekê piştî çayvexwarina êvarî ew li balkon û şaneşînê rûniştibû û dixwend. Tanya - soprano - û keçxanimek cîran - kontra-alt - û yê xort jî bi kemana xwe wê demê li saloneya mêvanan rahênana serenada navdar a Brag dikirin. Kovrîn guhdarî gotinan dikir - ew rusî bûn - lê nedikarî xwe bigihîne naveroka wan û tê bigihe. Dema dawiya dawîn dev ji pirtûkê berda û kûrî guhdarkirinê bû, ew tê gihişt: keçek dîn û şêt bi şevê hin dengên razdar û sirr ji nav baxçe dibihîstin, dengên ew qas bedew û seyr bûn ko wê ew wek ahengek pîroz hesibandin ko ji aliyê me yên mirbar de nayê têgihîn loma dîsan difirrin esmanan. Çavên Kovrîn hêdî-hêdî ketin ser hev. Ew rabû ser xwe, westiyayî, pêşî li saloneya mêvanan û paşî li odeyên din jî meşî. Dema rahênana û xwehînkariya stranê bi dawî hat, wî destê xwe avêt bin kefşê Tanyayê û ew bir balkonê.

— Îro ji spêdeyê ve efsaneyekê ez ramandime, wî got. - Nayê bîra min ka min ew ji derekê xwendiye yan jî bihîstiye lê ev efsane gelekî watedar e, ji hemû yên din awarte ye. Dikarim ji wê yekê dest pê bikim ko zelalî ne para wê ye. Hezar salan berî niha keşîşek kincên reş lê li çolistanek Suriyeyê yan Erebistanê digerî... Çend mîlan ji ciyê ew digerî wê de masîgiran dît ko keşîşek din ê bi kincên reş hêdîka li ser rûyê deryaçeyekê dimeşî. Ew keşîşê din leylanok bû. Hemû zagonên dîtinnasî û optîkayê li aliyekî bihêlin çimkî wer dixwiye ko ew bala vê efsaneyê jî nakişînin, û guhdariya vê bikin. Ji leylanê leylanek din çêbû, yek din û yek din ta ko şekilê ê keşîş bêdawî ji qatek hewa digiha ya din. Carinan ew li Efrîqayê, carinan li Îspanyayê, carinan li Hindistanê û carinan jî li Rojhilata Dûr dihat dîtin... Dawiya dawîn ew ji atmosfera vê dinyayê der û dûr ket û niha li gor serê xwe di gerdûnê de diçe û tê bê ko bi ti awayî bikeve nav mercên wisan ko bikare biruxe. Dibe ko ew niha li Merîxê yan jî li stêrek ji komstêrên Xaça Başûr bikare bê dîtin. Lê kakila vê efsaneyê, heval, ew e ko tam piştî hezar salan ko keşîş li çolistanê digerî, leylan dê dîsan bikeve nav biraha cîhana me û xwe nîşanî mirovan bide, û tê gotin ko ev hezar sal li ber xelasbûnê ne. Li gor vê efsaneyê divê em çavlirêyên keşîş bin ko heke ne îro, sibê ew ê xwiya bibe.

— Leylanek çi seyr e, Tanyayê, ko efsane ne bi dilî bû, got.

— Lê sosrettirîn tişt ew e, Kovrîn xwe kenand, - ko qet nayê bîra min ka ev efsane ji kû ketiye serê min. Ma min ew li derekê xwendiye? Yan jî bihîstiye? Yan jî belkî min keşîş di xewna xwe de dîtibe? Sond dixwim ko nayê bîra min. Lê ev efsane min difikirîne. Îro hemû roja min bi wê ve boriye.

Piştî ko wî Tanya berda nik mêvanan, ew bi xwe di nav ponij û ramanên xwe de di nav guldankan re ji xanî derket. Ji gulan, ên ko hê nû hatibûn avdan, bînek axa şil û bicoş difûrî. Li hindir dîsan dest bi strînê hatibû kirin, û dengê kemanê ji dûr ve dişibî yê mirovan. Wî fikirên xwe zivêr kirin daku bîne bîra xwe ka ew efsane ji kû bihîstibû yan jî ew xwendibû û pê re berê xwe da dal û rêlê û bêyî agayiya xwe hat ber çem.

Bi dirêjiya rêçikê ve, ya ko bi kenarika asê û kêrreyî ve ber jêr de xwarovîç dibû û di ber giyasilkên ripîrût re derbas dibû, ew daket beravê û bû belaya serê hin firindeyên darkoke û du werdek tirsandin. Tîrêjên dawîn ên roja li ber avabûnê li hin deran di ber gupikên darên çamî yên reşbar re dibiriqîn lê êvarê xwe bi temamî berdabû ser rûyê çem. Kovrîn bi pira pelingî ve xwe gihand aliyê din ê beravê. Li pêş wî zeviyek berfire ya bi şilêlek (genimê çewder/tarîgan) nû yê hê gulînedayî niximandî hebû. Ne jîngehek û ne jî benderuhek li ti deran dihat dîtin, û wer dixwiya ko rêçik, heke mirov li pey biçûya, dê bigihaya wî ciyê razdar û nepenî ko berî bîskekê roj lê ava bûbû û hengura êvarê bi ewrengî û mirêsî lê diçirisî.

— Ax ev der çi qas vekirî, azad û bêdeng e! Kovrîn, dema bi rêçikê ve dimeşî, difikirî.

— Û wer dixwiye mîna ko hemû cîhan li min dinere, bêdeng bûbe û li bendê be ko ez tê bigihim...

Di heman demê şilêl pêl dan, û bayê sivik ê êvaran xwe bi nermî li serê wî yê kol da. Piştî kêlîkekê bagerokek din, a pirr bihêztir hat, şilêl xijxijî, û ji paş ve hurmîna xirş a darkajan bihîzî. Kovrîn hêbetmayî rawestî. Li qeraxa esman peykelek dirêj î reş wek barov û bagerê ji erdê hilket jor. Serxetên wî şêlî û nezelal bûn lê hê di bîska pêşîn de dikarîbû bê sihirandin ko ew li ciyê xwe ranediwestî û bi lezgîniyek erjeng dilivî û ne bi ti derek din lê virde, rasterast bi cem Kovrîn de dihat, û her ko nêztir dibû, wisan biçûktir û zelaltir dibû. Kovrîn xwe avêt cokê daku rê bidiyê lê hê negihabû wisan jî bike...

Keşîşê kincreş, pirçspî, birûreş û dest li ber sîngî jê çindikdayî... Lingên wî yên pêxwas ji erdê nedigirtin. Ko çend gavekan ji Kovrîn borî, ew li ser milê xwe zivirî ko li Kovrîn binere, serê xwe çemand û hem bi nermî û hem jî bi xasûkî û qurnazî bişirî. Lê ax rûyê wî çi qas zerik û spîçolkî, pirr spîçolkî bû! Dû re keşîş dîsan mezin bû, di ser çem re firî, bi bêdengî bi berava bekreyî ve û li hember darçaman xwe divirand û, ko xwe daweşand nav daran, ji ber çavan wenda bû.

— De, we dît ka çi qewimî... Kovrîn minminî. - Ango efsane rast e.

Bê ko ew bide xwe ko vê diyardeya sosret ji xwe re şîrove bike, bi wê yekê kêfxweş û razî bû ko lê hat ew ne tenê keşîş ew qas ji nêz ve û bi zelalî lê herwiha serçavên wî jî bibîne, Kovrîn bi diltirsiyek dilhebîn ve vegerî malê.

Xelk bi aramî li nav bax û baxçe digerîn, li jor muzîk dijenî, - ango tenê wî keşîş dîtibû. Wî pirr ji dil hez dikir ko hemû çîrokê ji Tanyayê û Yigor Semyonîç re bibêje lê ew tê giha ko wan dê gotinên wî wek pest bihesibandina û bitirsana jî; baştir bû ko bêdeng bimîne. Ew bi dengbilindî kenî, strî, govenda masurka (govendek sêgavkî ya kokpolonî - çapa kurdî) reqisî, kêfa wî li cî bû; li gor hemûyan, hem mêvanan û hem jî Tanyayê, rûyê wî îro taybet bû, geş bû, diçirî û ew bi xwe jî balkêş bû.

III

Piştî şîvê, dema mêvan çûn, ew jî çû odeya xwe û xwe pal da ser qenepeyê: dilê wî dixwest dîsan li ser wî keşîşî bifikire. Lê piştî delîvekê Tanya hat.

— Va ye, Andryuşa, nivîsarên bavo bixwînin, wê got û qeftek kaxezan û parçeyên rojnameyan raberî wî kirin. - Nivîsarên baş in. Ew pirr xweş dinivîse.

— Herê çi xweşiya wan heye! Yigor Semyonîçê li pey Tanyayê hatî got û bi zorkî xwe kenand; wî şerm dikir. - Ji wê bawer neke, ji camêriya xwe, wan nexwîne! Lê heke dixwazî ko xewa te bê, dibe ko baş be wan bixwînî: ew ji bo xewê dermanê herî baş in.

— Bi min ew nivîsarên bêpayan in, Tanyayê ji dil got. - Bixwînin, Andryuşa, û bavo kişkiş bikin ko zêdetir binivîse. Jixwe wî dikarîbû pirtûkek temam a baxçevaniyê binivîsiya.

Yigor Semyonîç bi coşî kenî, sorikî û bi şermokî minminî. Lê dawiyê radest bû:

— Madem wiha ye, pêşî van kurtenivîsên Gosche yên bi rusî bixwîne, ew minminî û çavek li kaxezan gerand. - Wek din tu dê nikaribî nasyarî mijarê bibî. Ji berî ko dest bi xwendina îtîrazên min bikî, divê tu bizanî ka ew li hember çi ne. Wek din... wek din her tişt bêwate û bênaverok e. Û jixwe dema raketinê ye jî.

Tanya derket. Yigor Semyonîç rûnişt ser qenepeyê li rex Kovrîn û axînek kûr kişand.

— Belê, têlîkê min... wî piştî kêlîkek bêdengiyê dest pê kir. - Ez li vir nivîsaran li hev tînim, beşdarî pêşangehan dibim û medalyeyan bi dest dixim... Pesotskî, tê gotin, sêvên bi qasî seran hene, û Pesotskî, xelk dibêje, bi baxçeyê xwe maldarî û dewlemendiyek peyda kiriye. Bi kurtî bê gotin, "Kotşubey xanedan û xwedîşoret e". Lê dikare bê pirsîn: gelo ev hemû ji bo çi ye? Baxçe bi rastî jî bêyom ye, ji hemûyan re mînak e... Ew ne tenê baxçe ye lê dezgeyek temam a xwedî wateyek dewletî ye çimkî ew, em bibêjin, ew di rabûna pîşekarî û aboriya nûjen a Rusyayê de gavek e. Lê ji bo çi ye? Mebesta wê çi ye?

— Xebat bersiva hemû vê yekê dide?

— Tiştek din di dilê min de ye. Ez dipirsim: dema ez bimirim, dê çi bê serê baxçe? Baxçe, wek niha ko tu dibînî, mehekê jî bêyî min namîne. Razdarî û nehîniya serketinê ne di wiya de ko baxçe mezin e û kedkar pirr in lê di wê yekê de ye ko ez ji karê xwe hez dikim - tê digihî? - belkî ji xwe jî zêdetir ji vî karî hez dikim. Li min binere: her tiştî bi xwe dikim. Ji sîqlespêdeyê ta derengî şevê bi xwe dixebitim. Kezaxtinê ez bi xwe dikim, bi xwe dibirim, bi xwe şitilan diçikilînim û dişitilînim, bi xwe - her tiştî bi xwe dikim. Dema alîkariya min tê kirin, çavnebar û hesûd dibim û diqehirim. Hemû razdarî di hezkirinê de ye, bi gotinek din, di bin çavdêriya xwediyê kar de ye, di destên wî de ye û di wê rewşê de ye ko heke bi mêvanî biçî derekê, hema ji bo nîv saetê jî be, dilê te rehet nabe, hişê te ne li serê te ye: herdem ditirsî, xwezî bes belayek li baxçe neqewimîbe. Pa heke ez bimirim, kî dê çavdêriya baxçe bike? Kî dê hemû karan bike? Baxçevan? Kedkar? Ew? Bihêle, ji te re bibêjim, heval: dijwartirîn dijminê me ne kîvroşk, mêsûmor yan sarma lê mirovên biyanî ne.

— Ma Tanya? Kovrîn bi ken pirsî. - Jixwe nikare bê gotin ko ew ji kîvroşkan bizerartir be. Ew ji baxçe fam dike û hez dike.

— Belê, ew jê fam dike û hez dike. Heke baxçe piştî mirina min bikeve destê wê û ew bibe xwediya vî baxçeyî, belê, bêguman tiştek baştir nikare bê hêvîkirin. Lê pa, Xwedê me bisitirîne, heke ew zewicî? Yigor Semyonîç pistî û bi çavtirskî li Kovrîn nerî. - De paşî hingê! Dê bizewice, zarokên wê hebin û dem nîn e li ser baxçe bihizire. Herî zêde ji hindê ditirsim ko ew bibe ya tûle û tolazekî yê ko çavnebar û hesûd be û baxçe bi kirê bide bazarganên jin û pîretewt û hingê dê hê sala pêşîn her tişt di ber avê de biçe! Li vê mijara baxçevaniyê pîrek û pîretewt xezeba Xwedê ne!

Yigor Semyonîç axînek kişand û bîskekê bêdeng bû.

— Dibe ko ezperestî be, lê bi dilpakî dibêjim: naxwazim ko Tanya bizewice. Ditirsim! Gerok û felîteyek bi kemana xwe re carinan tê van deran û vingevingekê jê tîne; dizanim ko Tanya dê nebe ya wî, baş dizanim lê dîsan jî naxwazim ko ew bê ber çavên min! Pirrî caran, têlîkê min, ez kesek seyr im. Îtîraf dikim.

Yigor Semyonîç rabû ser xwe û bi nearamî li nava odeyê hat û çû; jê dixwiya ko dixwest tiştekî pirr girîng bibêje tevî ko hê hingê bisteyî (cesaret) nedikir jî.

— Ez bi şewatî ji te hez dikim û dixwazim bi dilpakî bi te re bipeyivim, - wî dawiya dawîn wêrekî da xwe û destên xwe kirin berîka xwe. - Hin pirsgirêkên nazik û hesas ez ê bixim ber çavan û tişta difikirim, ez ê vekirî bibêjim çimkî min serê fikir û ramanên veşartî nevê. Ez ê rasteqîn bipeyivim: tu tenak kes î ko natirsim keça xwe bidimê. Tu kesek aqilmend î, xwedîdil î, tu nahêlî ko xweştivîtirîn karê min di ber avê de biçe. Û tişta herî girîng, mîna ko tu kurê min bî, ji te hez dikim... û bi te serbilind im. Heke evînek di navbera te û Tanyayê de geş bibe, ma dê çi bibe? Ez ê pirr kêfxweş û ta bextiyar jî bibûma. Vê yekê rasterast, bêyî şermkirin, wek kesek rastgo ji te re dibêjim.

Kovrîn xwe kenand. Yigor Semyonîç derî vekir ko derbikeve lê li derazînkê sekinî.

— Heke te û Tanyayê kurek hebûya, min ê ew bikira baxçevan, wî bi kûrponijî got. - Lê jixwe ev hemû xeyalkirinek vala ye... Şev baş.

Piştî ko Kovrîn bi tenê ma, ciyê xwe xweş kir û dest bi xwendina nivîsaran kir. Sernavê yekê "Ji çandeya qonaxa navîn", a din "Çend gotin li ser nivîsa birêz Z ya di warê çinîna baxçeyên nû", û ya sêyem "Hê piçek li ser kezaxtina bişkojan" - yên din jî bi heman şêweyî bûn. Lê çi bû ev stîla nearam û bêaheng, ev coşa hêrsbûyî, hema bêje janoyî û merezdar! Wek mînak di vê nivîsa han de ko ji sernavê herî biaheng û aştîxwaz dixwiye; tê de basa antonovkaya rusî tê kirin. (Antonovka celebek sêvên keskezer e, fêkî û tovê wê gir e, li meha sarmawezê digihe -çapa kurdî) Yigor Semyonîç ew bi gotina "audiatur altera pars" (latînî: Divê helwesta herdu aliyan bê bihîstin - çapa kurdî) dest pê kiriye û bi "sapienti sat" (latînî: peyvek bo yên hişmend bes e - çapa kurdî) bi dawî aniye û di navbera van herdu biwêjan de mîna aşût an sûlavekê peyvên tijîjar ên ko arasteyî "birêzên me yên patentekirî pisporên baxçevaniyê, zirtokêk xwenda yên ko ji bilindiya koçk û serayan çavdêriya xwezayê dikin" û ji bo birêz Gosche "yê ko serketina wî bi xêra bêhurmet û cahilan e" û di ber her tiştî re dirêjkirina bêsedem a gazinên ji ber wê yekê ko kedkar, ên ko fêkî didizîn û bi wî awayî dar xerab dikirin, nedibû ko bi qamçiyan bên cezakirin.

"Baxçevanî bedew, biwec û saxlem e lê li wir jî azwerî û pevçûn serdest in", Kovrîn fikirî. "Wer diyar e ko li her der û her meydanê hestyarî û rêhişkî taybetmendiyên peyrew û mirûdên rêbazan in."

Tanya, ya ko ew qas bûbû evîndarê nivîsên Yigor Semyonîç, hat bîra Kovrîn. Keçek bejnbiçûk, zirav, ew qas lawaz ko hestiyên pişta wê dihatin dîtin; çav bi herdu aliyan de vekirî, reş û aqilmend, herdem hişyar mîna ko her gav li tiştekî digerin; rêveçûna mîna ya bavê wê, gavkurt û bipele (biecele). Pirr diaxive, bi dilxweşî dikeve rikeberiyê û hingê bêwatetirîn hevoka xwe jî bi tevgerên nazik ên dest û rûyan dilivîne. Îhtîmal e ko pirr hêrs û aciz bûye.

Kovrîn xwendina xwe domand lê, ko di tiştekî jî negiha, dev ji hewldanê berda. Heman azweriyê, ya ko ew li ber bandora wê masurka reqisîbû û guhdariya muzîkê kiribû, niha gelek fikir û ponij dixistin serê wî. Ew rabû ser xwe, di odeyê ve hat û çû û li ser keşîşê reş ramî. Texmînek wisan ket serî ko heke wî bi tenê ew keşîşê sosret û deresiruştî û surnatural dîtibe, ango ew nesax û dîn e û wî dilwas û waswase hene. Vê rawêj û texmînê ew tirsand lê tirs zû jê verevî.

"Heke ez sax bim û ti ziyanekê negihînim kesekî, ti tirsek ji bedgumaniyên min nîn e", ew ji xwe re fikirî, û dilê wî rehet bû.

Ew rûnişt ser qenepeyê û bi destên xwe serê xwe şidand û pê ew kêfxweşiya bêpayan, a ko hemû heyîna wî dagirtibû, digirt, paşî ew dîsan hinekî hat û çû û li ber karê xwe rûnişt. Lê wan fikiran, ên ko wî ji pirtûkan dixwendin, ew razî nedikir. Wî bêriya tiştek mezin, bêtixûb, tiştek ecêb dikir. Di berbanga spêdeyê de wî cilên xwe ji xwe kirin û bi bêdilî xwe avêt nav nivînan: diviyabû hinekî binive jî!

Dema Kovrîn pêngavên Yigor Semyonîçê diçû nav baxçe bihîstin, wî bangî xizmetkar kir û jê mey xwest. Bi zewq çend qedehên lafitteyê vexwarin û paşî betenî hilkişand ser serê xwe; mîna ko hişmendiya wî bihele nav mijê, ew di xew çû.

IV

Yigor Semyonîç û Tanya pirrî caran gengeşe dikir û gotinên nexweş digotin hev.

Carekê spêdeyekê şerenîx û pevçûnek devkî di navbera wan de rû da. Tanya qorrî girî û revî odeya xwe. Ew ne hat firavînê bixwe û ne jî çayê vebixwe. Yigor Semyonîç pêşî bi pozbilindî û kubarî dihat û diçû mîna ko bixwaze bide zanîn ko berjewendiyên dadperweriyê û sazûmana rastîn di ser her tiştî re ne lê wî nikarî demek dirêj vê tevgera xwe rabigire û aciz bû. Bi xemgînî ew li nav baxçe li gor serê xwe dimeşî û hertim axîn dikişandin: "ax, Xwedêyo, ax, Xwedêyo!" û li ser firavînê pariyek jî nexwar. Dawya dawîn, mîna tawanbaran, wek kesek wijdan lê bela, derî quta û bi şermokî got:

— Tanya, Tanya?

Dengek lawaz, dengek girînê westandî lê herwiha bibiryar ji pişt derî bersiv da:

— Bela xwe ji min vekin, tika ji we dikim!

Pevçûnên malbatiyan mora xwe li hemû malê, ta li wan, ên ko li nav baxçe dixebitîn jî, kir. Kovrîn xwe noqandibû kûriya karê xwe yê balkêş lê dawiyê êdî bîna wî jî teng bû. Ji bo ko bi awayekî rewşa bi giştî kamax hinekî qenc bike, wî biryar da ko bi xwe tiştekî bike û berêvarê deriyê Tanyayê quta. Derî lê hat vekirin.

— Ay-ay, ma tu qet şerm nakî! wî bi henekî dest pê kir û bi hêbetî li rûyê Tanyayê yê girîbar, sorikî û xembar nerî. - Ma ev hemû bi rastî jî wiha ji dil e? Ay-ay!

— Erê, lê xwezî we bizaniya ka ew çawa min nerehet dike! Tanyayê got, û rondik û hêsiran, ên germ, ên gulilî dest pê kirin ji çavên wê dabiwerin. - Wî wiha kiriye ko ez birizim, wê destên xwe badan û got. - Min tiştek jî jê re negotiye... tiştek tenê jî... Tenê pirsîm, ma çi wec e ko ew qas zêde kedkarên berdewam bigire madem... madem kedkar hertim dikarin bi dest bikevin.... Ev hefteyek e ko hemû wan kedkaran karek û kirinek tine bûye... Min... min tenê ev yek jê re got lê wî dest bi qîrînê kir û barek gotinên tal û rencîner, ji dil rencîner avêtin ser min. Ji bo çi?

— Bes e, de bes e, Kovrîn got û pirça keçikê ediland. - Ê hûn pevçûn, tu giriyî û bes e. Nabe ko ew qas pitpitê bikî, bi taybetî... bi taybetî ko ew bêsînor ji te hez dike.

— Wî... wî hemû jiyana min herimandiye, Tanyayê bi kinkinî domand. - Ji bilî tajang, heqaret û bedbêjeyan gotinekê ji wî nabihîzim... Ew di vê malê de min wek nepêdivî û bêwec dihesibîne. De baş e, ew rast dibêje. Ez ê hê sibê biçim û bikevim ciyê birûskevan û telgrafker... Û xelas...

— Na-na-na... De negirî, Tanya. Negirî, delala min... Hûn herdu bînteng in, zû hêrs dibin û herdu jî tawanbar in. Were, ez ê te aşt bikim. Kovrîn bi nermî û bibawer dipeyivî lê Tanyayê dev ji girîna xwe, libarkirin milên xwe û badana destên xwe berneda mîna ko bi rastî jî qeza û belayek mezin bi serê wê hatibe. Ax çi asan bû ko ew afirandî bê ji bo tevayiya rojekê yan jî hemû jiyana xwe xemgîn be! Dema Kovrîn Tanya aşt dikir, wî hizir dikir ko ji bilî vê keçikê û bavê wê ji hemû dinyayê bi agir jî dê kesek din tine bûya ko bi qasî van herduyan ji wî hez bikirana; heke ev herdu nebûna, wî, yê ko diya xwe û bavê xwe hê di zaroktiya xwe ya zû de ji dest dabûn, dê belkî ticaran nizanîbûya û hest pê nekiribûya ka dilnazikiya pak û ew evîna bêguman û pak, a ko tenê di navbera kesên pirr lêzim û xizmên xwînî de heye, çawa ye. Û wî hest pê kir ko demarên wî yên peritî û merezokî xwe dirêjî demarên wê keçika digirî, ya dilerizî dikirin, mîna ko çawa asin xwe dikişîne mexnetîz. Wî dê ticaran nikariya ji jinek saxlem, liserxwe û rûgeş hez bike lê wê keçika han a spîçolkî, narîn, bextreş dilê wî diheband.

Wî bi dilxwazî pirça keçikê û milên wê mizdandin, destên wê bi nermî givaştin û rondik ji çavên wê paqijandin. Dawiya dawîn Tanyayê dev ji girînê berda. Lê hê demek dirêj piştî hingê jî wê bavê xwe lome dikir, gazin ji jiyana xwe ya giran a li mala xwe dikir û ji Kovrîn lava dikir ko di rewşa wê bigihe; lê hêdî-hêdî wê dest bi bişirînê kir û axînek kişand ko Yezdan dilekî ew qas qayim dayiyê; dawiyê bi dengek bilind pirqe-pirq kenî, gote xwe rebenok û bezî derve.

Dema Kovrîn piştî bîskekê derket nav baxçe, wî dît ka çawa Yigor Semyonîç û Tanya mil bi mil û bi aştî û ahengî li bersifka baxçe dimeşîn mîna ko qet tiştek neqewimîbe; û herduyan nanê şilêlî yê xwêpêwerkirî dixwarin çimkî herdu jî birçî bûn.

V

Kêfxweş ji wê yekê ko di vatiniya xwe ya avakirina aştiyê de wisan baş bi ser ketibû, Kovrîn çû nav baxçe. Dema wî xwe dabû ser rûniştekekê û ketibû kûriya ponij û ramanên xwe, xilingîna hin erebeyên hespan ên nêz dibûn û dengê hin jinan bihîst - mêvan dihatin. Dema sîtavên êvarê li derve dirêj bûn, êdî ji hindirê malê dengê stranan û awazên kemanê dihatin guhê Kovrîn, û keşîşê reş anî bîrê. Gelo ew negengaziya optîkî û dîmenî niha li kîjan welatî yan kîjan gerestêrê dipirpirrî?

Hê wî hemû efsane neanîbû bîra xwe û sawêr û xeyaletê wê yê reş, ê ko li nav zeviya şilêlî dîtibû, di serê xwe de ne baş nenimandibû, ko afirandiyek porspîbûyî û navsere yê bi kincên ji şimik ta kumik reş bi bêdengî, bêyî ti xişexişekê jî ji pişt çama raberî wî derket; yek serkol û pêxwas, yê mîna parsekan bû û ji rûyê wî yê spîçolkî, yê hema dişibî rûyê miriyan birûyên wî yên reş zelal dixwiyan. Ew parsek an jî hecî bi dostanetî serê xwe tewand û bi bêdengî hat nik rûniştekê û rûnişt; ji nû hingê Kovrîn pê hesî ko ew keşîşê reş e. Bi qasî bîskekê wan li hev nerî. - Kovrîn matmayî û bi hêbetî, keşîş bi dilnermî û herwiha, mîna cara berê jî, hinekî bi fêlbazî, bi rûyek wisan ko "netirse, te aqilê xwe wenda nekiriye" li hev dinerîn.

— Lê tu leylan î, Kovrîn dest bi axivînê kir. - Çima tu li vir î û li cî rûdinî? Ev yek bi efsaneyê re nakok e?

— Ferq nake, keşîş piştî bîskek gîrobûnê bersivand û li ser zivirî daku rasterast li Kovrîn binere. - Efsane, leylan û ez - hemû berhema aşop û xeyalên te yên boşbûyî ne. Ez spêle û xeyalet im.

— Ango tu nîn î?

— Çawa dixwazî, wisan bifikire, keşîş got û bi dengkêmî bişirî. - Ez di aşop û xeyalên te de me lê aşopên te jî beşek ji xweza û siruştê ne loma ez di xwezayê de jî heme.

— Rûyê te pirr kal, aqilmend û herî zêde jî têgihîştî ye, tam mîna ko tu bi rastî jî ji hezar salan zêdetir jiyabî, Kovrîn got. - Min nedizanî aşopên min dikarin heyberên wiha kêmpeyda û nadir biafirînin. Lê çima wisan bi kêfxweşî li min dinerî? Ma ez te dihebînim?

— Belê. Tu yek ji wan ên kêm î ko hêjayî hindê ne ko jê re tê gotin ko bijartiyên Yezdan in. Tu xizmetkarê rastiya ebedî û herdemî yî. Ramanên te, armancên te, zanista te ya darîçav û xwiya û hemû jiyana te morek esmanî, morek yezdanî heye çimkî her tişta di te de gorî û qurbanî awezmendî û bedewiyê ango tiştên herdemî û bêdemî hatiye kirin.

— Te got: tu xizmeta rastiya ebedî dikî... Lê ma mirov dikare xwe bigihîne rastiya ebedî û - madem jiyana herherî tine be - çi pêdivîtî bi rastiya herheyî heye?

— Jiyana herheyî heye, keşîş got.

— Ango tu ji nemiriya mirovan bawer dikî?

— Belê bêguman. Pêşerojek xweş û ewreng li benda we mirovan e. Û çi qas zêdetir kesên mîna te li ser rûyê zevînê hebin, ew qas zûtir ew pêşeroj dê bê. Bêyî we, yên ko hûn di xizmeta pêşhêzên berztir de ne û bi azadî û zanebûnî dijîn, mirovatî dê hema bênirx bûya; bi pêşketina bi rêbaza xwe ya xwezayî ew ê hê demek pirr dirêj li benda bidawîhatina dîroka xwe ya dinyawî bûya. Lê kesên mîna te bi hezar salan zûtir serkêşî û pêşewatiya wê ber bi cîhana rastiya ebedî dikin - û ev yek biserketin û bidestxistina we ya berz û bilind e. Bereketa Yezdan, ko di kesên din de raketî û di xewê de ye, di we de geş bûye.

— De îcar mebest û armanca jiyana ebedî çi ye? Kovrîn pirsî.

— Mîna her tişta din jî: zewq. Zewqa rastîn ji zanînê, û jiyana ebedî bêhejmar û bêdawî kaniyên zanînê dide. Tam ji ber hindê ye ko hatiye gotin: di mala Bavê min (mebest jê Yezdan e -çapa kurdî) de pirr jîngeh hene.

— Xwezî te bes bizaniya ka çi qas dilhebîn e ko guhdariya te dikim! Kovrîn got û ji xweşnûdiyê destên xwe gemirandin.

— Ez kêfxweş im.

— Lê dizanim: dema tu biçî, pirsa hebûna te bela xwe ji min venake. Tu spêle û xeyalet î, waswas î ko dikevî dilê min. Ango ez ji hêla giyanî de nexweş im, nenormal im?

— Hema bila wisan jî be. Çima nearam bî? Tu nesax î ji ber ko te di ser şiyan û taqeta xwe re kar kiriye û tu westiyî û betiliyî lê ew tenê tê wê wateyê ko te tendiristiya xwe gorî armanc û hedefekê kiriye û nêzîk e ko dem bê ko tu dê jiyana xwe jî gorî û qurban bikî. Û ma tiştek jê baştir heye? Jixwe ew pirrî caran armanca hemû kesên jêhatî û dilcewer e.

— Lê heke bizanim ko ez ji giyaniyê de nexweş im, ma dikarim ji xwe bawer bikim?

— Pa ma tu dizanî ka wan kesên bilîmet û dahî, yên ko hemû dinya jê bawer dike, jî spêle xeyalet nedîtine? Ma te nebihîstiye ko xwenda niha dibêjin ko bilîmetî û dînî xizmên hev in. Heval, tenê kesên jirêzê û celebî normal û sax in. Helwestên li hember serdema me ya hêrsbûyî, mandîbûna zêde, xerabebûna çande û kulturê û hwd. dikarin tenê wan kesan biqehirînin ên ko jê re mebesta jiyanê jiyana vê serdemê ye ango ji wan kesan re ko mirovên rêzî û celebî dinimînin.

— Romiyan gotiye: mens sana in corpore sano. (bi latînî ye; wateya wê: giyanek sax dikare di bedenek sax de jî bijî - çapa kurdî)

— Her tişta romiyan an yunaniyan gotiye ne îleh rast e. Hestyariya boşbûyî, bengînî, jihalçûn - bi kurtî, hemû tiştên peyamber, helbestvan an canfîdayên ji bo rêbaz û baweriya xwe tê dikoşin ji kesên din vediqetîne, ji bo hêl û hêzên mirov ên lawirî û heywanane, ango ji bo tendiristiya wî ya bedenî, xerîb in. Dubare dikim: heke tu dixwazî saxlem û sade bî, bikeve nav celeb û garana mirovan.

— Sosret e, tiştên ez pirrî caran ji xwe re dibêjim, tu niha dubare dikî, Kovrîn got. - Tam mîna ko te guhdarî û çavdêriya razdartirîn ramanên min kiribe. Lê em hew li ser min bipeyivin. Mebesta te bi jiyana ebedî çi ye?

Keşîş bersiv neda. Kovrîn çavên xwe li wî gerandin lê êdî rûyê wî nedît: Wesf û çawaniyên keşîş mezin bûbûn û dixwiya mîna ko ew helîbin nav mij û moranê. Paşî ser û dest bi tevayî wenda bûn; laşê keşîş di nav rûniştekê û tarîgewrika êvarê de wenda bû û ew filitî tinetiyê.

— Dilwasî nema! Kovrîn got û xwe kenand. - Mixabin!

Ew bi kêfxweşî û bextiyarî çû hindir. Wan çend gotinên keşîş ne tenê xweheziya wî lê hemû giyanê wî, hemû hebûna wî dimeliqand û xweş dikir. Bibî bijartiyê Yezdan, di xizmeta rastiya ebedî de bî, di nav wan de bî yên ko bi hezarsalan berî dema xwezayî mirovatiyê bikin hêjayî cîhanek yezdanî, bi gotinek din, mirovan ji berxwedanê, ji guneyan û ji azaran xelas bikî, her tişta xwe - xortaniya xwe, hêza xwe, saxlemiya xwe - gorî rêbaz û baweriyê bikî, ji bo xweşbextiyek gelemper û hevpar canfida bî - ax çi parek berz e, çi karek bextewar e! Paşeroja Kovrîn, paşeroja pak, xama û têrxebat hat bîrê, hat bîrê ka çima ew qas xwendibû û çima wî bi xwe jî yên din perwerde kiribûn, û giha wê encamê ko di gotinên keşîş pirole û derewderxistina rastiyê tine bû.

Tanya li nav baxçe hat pêrgî wî. Ew gihabû hin cilên din li xwe bike jî.

— Hûn li vir in? wê got. - Em wisan li we gerîne, ew qas gerîne... Ma çi li we qewimiye? - Ew mat ma dema çavên xwe li rûyê Kovrîn ê geş û bikêf û çavên wî, yên ko tijî rondik bûn, gerandin. - Hûn pirr xerîb dixwiyin, Andryuşa.

— Ez kêfxweş im, Tanya, wî got û destê xwe danî ser milê keçikê. - Ji kêfxweşiyê jî zêdetir, bextiyar im! Tanya, Tanyaya delal, hûn pêydakiriyek pirr dilhebîn in. Tanyaya delal, ez dilxweş im, pirr dilxweş!

Wî bi şewatî herdu destên keçikê ramûsandin û gudand:

— Aniha ez hin bîskên zelal, ên ecêb, ên din ser ên dinyawî re jiyame. Lê nikarim wan ji we re bibêjim çimkî hûn ê bibêjin ko ez dîn im an jî hûn ê ji min bawer nekin. De ka em ji we biaxivin. Tanyaya delal û dilvîn! Ez ji we hez dikim û hînî hezkirinê bûme. Nêzîkiya we û hevdîtina me ya dehancarî di rojê de têra xwe dilê min guherandiye. Nizanim ka heke ji vir çûm, ez ê çawa bêyî we bijîm.

— Erê herê! Tanyayê xwe kenand. - Piştî du rojan êdî hûn dê me ji bîr bikin. Em mirovên biçûk in, hûn kesek mezin û şandar in.

— Na, ka em jidil bipeyivin! Kovrîn got. - Ez ê we bi xwe re bibim, Tanya. Hûn çi dibêjin? Hûn çi dibêjin? Hûn dixwazin a min bin?

— Erê herê! Tanyayê got û dîsan da xwe ko bikene lê ken jê nehat û çilkên sor hilketin ser rûyê wê.

Nefeskişandina wê gurr bû û ew bi gavên lezgîn meşî lê ne ber bi xanî lê kûrtir bi nav daristanê ve.

— Ez li ser hindê nefikirîme... nefikirîme! wê got û destên xwe badidan mîna ko di bêhêvîtiyê de be.

Lê Kovrîn da pey wê, rûyê wî hê jî geş bû û dipeyivî:

— Ez bêriya wê evînê dikim ko min bi her awayî dixe bin bandor û hikariya xwe, û evînek wisan tenê hûn, Tanya, dikarin bidin min. Ez bextewar im! Bextewar!

Tanya tevizîbû û gêj bûbû, ew ditewî mîna ko di bîskekê de bi deh salan pîr bûbe lê Kovrîn ew wek bedew didît û dilşadiya xwe bi dengbilindî radigihand:

— Ax ew çi qas xweşik e!

VI

Ku Yigor Semyonîç ji Kovrîn bihîst ko di navbera wî Tanyayê de ne tenê serpêhatî û hezkirinek hebû lê ew dê herwiha dawet û dîlanekê jî li dar bixin, gelekî paş û pêş hat û çû û da xwe ko nearamiya xwe vebişêre. Destên wî direcifîn, gerdena wî perçivî û xurî, wî ferman da ko hespê wî bi hentûra (erebeya) pêşbaziyê re bê zînkirin û çû derekê. Tanyayê, ya ko dît ka çawa bavê wê bi qamçiyan li pişta hesp dida û ka serê xwe çi qas kûr, ta guhên xwe jî, daheşandibû şepqeyê xwe, rewşa wî ya kamax fam kir, xwe daxist odeya xwe û hemû rojê girî.

Di sera û giyaxaneyan ve xox û hilû gihabûn jî; dapêçandin û şandina wî fêkiyê xweşviyayî û nazik bo Moskovayê seqbêrî, xemxwerî û karek pirr û dijwar dixwest. Ji ber ko havîn gelekî germ û ziha bû, diviyabû ko her dar bê avdan; pirr dem û kedkar pêdivî bûn, xiştepişta kirmikan bû, kedkaran û ta Yigor Semyonîç û Tanyayê jî ew bi destan dimeriçandin; dilê Kovrîn jî pê radibû û nefretê ew digirt. Di ber her tiştên din re diviyabû ko sparîşên fêkî û şitilên payizê bên pêşwazîkirin û namegeriyek berfire û pirralî bê kirin. Û di vê dema herî pele û ecele de, ko dixwiya kesekî bîskek jî dema betal nîn e, diviyabû dest bi karê zeviyan bihata kirin ko vê yekê jî ji nîvê zêdetir kedkarên baxçe dixwestin; Yigor Semyonîçê reşbûyî, jangirtî û hêrsbûyî ji derekî dilezî ya din û diqîrî ko aniha ew ê biteqe yan jî fîşekekê berbide eniya xwe.

Di ser hemûyê re jî dingeringa rihel û cihêzan ko ew jî li nik Pesotskiyan ne bênirx bûn; çikçika meqes û makîneyên cildirûnê, dûkêlfîrûna ji ûtiyan û lêzokî û kêfkariyên jina cildirû ya hêrsbûyî û bi asanî xeyîdok, serê her kesê di xanî ve dizivirand û gêj dikir. Û mîna ko ji bo acizkirinê bin, her roj mêvan dihatin, diviyabû ew bên xwarandin, kêfandin û ta tika jê bê kirin ko bi şev jî li wir bimînin. Lê hemû ev karê zor bi bêhayjêbûnî, mîna ko di nav tarîmijê de be, dimeşî. Tanyayê wisan hest bi rewşa xwe kir mîna ko evînê û xweşbextiyê bi serdanserî xwe di wê werkiribe tevî ko ew hê ji çardehsaliya xwe ve ji ber sedemekê piştrast bûbû ko Kovrîn ji bilî wê kesek din ji xwe re nagire. Ew diheyirî, zimanlal bû, ji xwe bawer nedikir... Carinan di cî de lehiyek kêfxweşiyê diket dilê wê ko dixwest bifire ser ewran û li wir lavayî Yezdan bike, carinan dihat bîrê ko divê li meha gelawêjê ji mala xwe cuda bibe û bavê xwe bihêle û - Xwedê dizane ka çima - carinan diket dilê wê ko ew bêwec, ne-ti-tişt û bênirx e ji bo kesek ew qas bibandor ê mîna Kovrîn, - û hingê ew dilezî odeya xwe, derî li ser xwe diqilifand û bi saetan li ser hev digirî. Dema mêvan hebûn, serdanser ji wê re wer dixwiya ko Kovrîn pirr bedew û keşxe ye û ko dilê hemû jinan dikeve wî û jin li hember wê çavnebar û hesûd in, û hingê dilê wê bi kêfxweşî û serbilindiyê tijî dibû, mîna ko hemû dinya ya wê be; lê heke tenê Kovrîn bi kêfxweşî li keçxanimekê bibişiriya jî, Tanya bi behecokî direcifî, dilezî odeya xwe û - dîsan rondikan dibarandin. Van hestan ew bi temamî xistibû bin bandora xwe, wê bi şêweyek makîneyane alîkariya bavê xwe dikir, bala xwe ne dida xoxan, ne kirmikan, ne kedkaran û ne jî wê yekê ko dem çi qas bi lezgînî diborî.

Rewşa Yigor Semyonîç jî hema dişibî ya wê. Ew ji berbanga spêdeyê ta derengiya şevê dixebitî, bênavbirr ji ciyekî dilezî yek din, diqehirî û sebra xwe ji dest dida - û ev yek hemû di cure nîvxewek efsûnkirî de diqewimî. Niha di heman demê de du kesanî hebûn: yek Yigor Semyonîçê rastîn bû ko dema li ravekirinên baxçevan Îvan Karlîç ên li ser guherbariya kar guhdarî dikir, pirça xwe bi bêhêvîtî dixwirand; yê din ê nerastîn, ê bi awayekî nîvsermest bû ko serdanser suhbeta binaverok radiwestand, destê xwe li milê baxçevan dida û dest bi pesnan dikir:

— Çi dibêjî, bêje, lê xwîna mîrasî pirr watedar e. Diya wê kesek ecêb bû, jinek hetabêbes dilcewer, ta bêjî hişmend bû. Kêfxweşiyek mezin bû ko li rûyê wê yê dilçak, zelal û pak, ê ko mîna yê firîşte û melekan bû, bê nerîn. Wê dizanî bi bedewî nîgaran bikişîne, helbest dinivîsîn, pênc zimanên biyanî dizanîn, stran digotin... Rebenê, bi jana zirav mir, Xwedê li giyanê wê were rehmê.

Vî Yigor Semyonîçê nerastîn axîn dikişandin û piştî ko bîskekê bêdeng dima, didomand:

— Dema kurik biçûk bû û li ber dest û xweyîkirina min bû, rûyê wî mîna yê diya wî firîşteyane, ron û tijî pakî bû. Awirên wî, liv û lebatên wî û şêweyê axivîna wî hindî yên diya wî şirîn û kubar bûn. Pa jîrî û hişmendiya wî? Wî hertim em bi jîriya xwe diheyirandin. Ma çi bibêjim, ma ew ê wek din çawa bibûya zanistvan! Çawa! Û bisekine, tu dê bibînî ka piştî deh salên din ew ê çi be! Ew ê wisan bilind bibe ko tu dê negihî destê wî jî!

Lê di heman demê de Yigor Semyonîçê rastîn serdanser li xwe divarqilî û rûyê xwe mîna yên stemkaran dimirûçand, dest diavêt serê xwe û dest bi qîrînê dikir:

— Wan şeytanan! Baxçe herimand, pûç kir, wêran kir! Baxçe nema! Fermana hilweşîna hemû baxçe ye!

Li aliyê din, Kovrîn karê xwe mîna berê bi zîrekî didomand û hema haya wî jî ji geremol û qerebalixa li dorê tine bû. Evîn mîna petrola biavêjî ser agir bû. Her car, piştî ko wî Tanya didît, bizewq û dilşadî vedigerî odeya xwe û bi heman coşê, ya ko wî Tanya ramûsandibû û jê re li ser evîna xwe peyivîbû, wî dest diavêt pirtûkekê yan jî li destnivîsa xwe kûr dibû. Wê yekê, ya ko keşîşê reş li ser bijartiyên Yezdan, rastiya ebedî, pêşeroja ewreng û muhteşem a mirovatiyê û her wiha gotibû, wateyek taybet, wateyek nerêzî dida xebata wî û dilê wî bi serbilindî, zanaviya ji erka xwe ya berz dadigirt. Wî her hefte carekê yan du caran keşîşê reş di nav baxçe de yan jî li hindir didît û pê re dişêwirî lê êdî van hevdîtinan ew neditirsand, berevajî, ew kêfxweş dikir çimkî ew bi kûrî piştrast û bibîrdoz bûbû ko xeyaletên wiha tenê dihatin seredana kesên bijartî, yên bibandor, yên ko xwe û jiyana xwe gorî xizmet û xebatên pîroz kirine.

Carekê dema firavînê keşîş lê xwiya bû û rûnişt ber pencereya xwaringehê. Kovrîn dilxweş bû û bi hosteyane suhbetek bi Yigor Semyonîç û Tanyayê re dest pê kir ko dizanî mijara gotûbêjê bala keşîş jî dikişîne. Yigor Semyonîç û Tanyayê jî guhdarî kir û bi kêfxweşî bişirîn bêyî tê derbixin ko Kovrîn ne ji wan lê ji dilwasiya xwe re dipeyive.

Di navbera wan rojan de dema rojiyan a ji ber hilketina Meryem Xamayê (mebest jê diya Hz. Îsa ye - çapa kurdî) ya ber bi esmanan de hat û piştî hingê êdî dema dawet û dîlanê bû ko li ser daxwaza serhişk a Yigor Semyonîç bi "heytehol û teqereq" ango bi şahiyek bêwêne du rojan li ser hev hat kirin. Bi bihayê sê hezar rubleyan hat xwarin û vexwarin lê ji ber muzîka nexweş a kirêkirî, şingeringa şûşeyan, dingedinga beza piyên xizmetkaran, geremol û qerebalixê kesekî ne dizanî nirxekî bide vexwirekên bihagiran û ne jî xwirekên biçêj û bitam ko ji Moskovayê hatibûn anîn.

VII

Şevek ji şevên dirêj ên zivistanê Kovrîn xwe di nav nivînên xwe de diqelizand û romanek fransî dixwend. Tanyaya reben, a ko ne-elimîbû jiyana bajar û geremoliya wê ko ji ber hindê êvaran serê wê diêşî, hê ji mêj de di xew çûbû û niha carinan di xew de hin hevokên parçeyî bi lêv dikirin.

Saet bû sê. Kovrîn şemal temirand û xwe pal da; bîskek dirêj wî çav neqandî xwe di nav nivînan de gevizand lê xewê nedikarîbû bi çavên wî bikeve ji ber hindê - bi gotina wî - ko di odeyê ve germ bû û Tanyayê xewn didîtin. Li dorên çar û nîvê wî dîsan şemal hilkir û di heman demê de dît ko keşîşê reş li ser palkursiya li nêzî doşeka wî rûniştî ye.

— Silav, keşîş got û piştî ko delîvekê bêdeng bû pirsî: - Tu niha çi diramî?

— şan û şoretê, Kovrîn bersivand. - Di wê romanê, ya ko min gava din dixwend, de zelamek, xortek xwenda tê teswîrdan; ew bêaqiliyan dike û di nav derd û azarên xwe de zerzepalî dibe û reng lê namîne; bi baweriya min ev kul û derdên wî bêhişî ne.

— Ji ber ko tu hişmend î. Tu guh nadiyê mîna pêlîstokekê ya ko bala te nakişîne.

— Belê, rast dibêjî.

— Navdarî û meşhûrî te naxapînin. Çi xweşî yan hode û sûd an ders û wane tê de heye ko navê te li ser peykelê gorrê bê kolandin madem her dem nivîsê bi zêrkirina wê ve jê bibe? Xweşbextî ye hûn ew qas gelek in ko bîrdanka mirov a qels nikare navên hemûyan di xwe de tomar bike.

— Baş tê digihim, Kovrîn îtîraf kir. - Û ma çi sedem heye ko bên tomarkirin? Lê em ji tiştek din bipeyivin. We mînak ji bextiyariyê. Bext çi ye?

Dema saetê xwe li pêncê da, Kovrîn li ser lêva doşekê, ling li ser merşikê, rûniştî bû û ji keşîş re dipeyivî:

— Berê zelamek bextewar ji xweşbextiya xwe bizdî û behecî - bextiyariya wî ew qas pirr bû - û ji bo ko xwedayan dilnerm bike, gultîlka xwe gorî wan kir. Te bihîstiye? Mîna Polykrates, bextiyariya min jî hêdî hêdî min xemgîn dike. Ji min re xerîb û seyr e ko ji spêdeyê ta derengî şevê tenê hest bi kêfxweşiyê dikim, ew min dadigire û hemû hestên min ên din difetisîne. Êdî nizanim ka xemgînî, kovanî an acizbûn çi ye. Wek dibînî, niha jî nanivim, xewa min nayê lê dîsan jî aciz nabim. Ji dil bibêjim: EZ MATMAYÎ ME.

— De çima? keşîş heyirî. - Ma dilşadî hestek derexwezayî ye? Ma gelo ew nikare rewşa normal û asayî ya mirovan be? Mirov çi qas li astek bilindtir a jîrî û exlaqî be, ew qas zêdetir jiyan jê re zewqek mezintir tîne. Sokrates, Diogenes û Marcus Aurelius jî hest ne bi xemgîniyê lê bi dilşadiyê dikirin. Hewariyek jî dibêje: Bênavbirr kêfxweşiyê bikin. Tu jî kêfxweşiyê bike û bextiyar be.

— Pa heke xweda biqehirin? Kovrîn bi henek got û kenî. - Heke ew hemû xweşiyên jiyanê ji min bişelînin û bihêlin ko ez sarma û birçê bibînim, qet bawer nakim ko hingê bi dilê min be.

Tanya di wê navberê re şiyar bûbû û hem heyirî û hem jî ji tirsê bizdayî li mêrê xwe temaşe dikir. Mêrê wê li palkursiya virtîvala zivirîbû, dikenî û destên xwe li ba dikirin; çavên wî dibiriqîn û di kenê wî de tiştek xerîb hebû.

— Andryuşa, tu bi kê re diaxivî? Tanya pirsî û xwe avêt destê mêrê xwe yê ko heman dest raberî keşîş kir. - bi kê re, Andryuşa?

— Ez? Bi kê re? Kovrîn heyirî. - A bi vî re... Va ye rûniştî ye... - Wî tiliya xwe bi aliyê keşîşê reş ve kir.

— Kes li vir nîn e... kes nîn e! Andryuşa, tu nexweş î.

Tanyayê mêrê xwe hemêzand, xwe li hember wî givaşt û bi destê xwe çavên wî miçandin mîna ko bixwaze wî ji xeyaletan biparêze.

— Tu nexweş î! wê qorr berda girî û ji serî ta binî dilerizî. - Li min bibore, delalê min, lê ji mêj de ye min hay jê bûye ko tu ne temam î... Tu ji hêla giyanî de nexweş î, Andryuşa.

Recif û lerzika Tanyayê dest pê kir Kovrîn jî girt. Wî carek din jî li palkursiyê nerî ko êdî vala bû, bi lawaziyek zûhatî hem piyan û hem jî destan hesî, tirsî û dest pê kir cil li xwe kirin.

— Tişt nabe, Tanya, tişt nabe, ew lerzokane minminî. - Bi rastî jî ez hinekî ne li ser xwe me... dem e ko aşartîş û îtîraf bikim...

— Min hê ji mêj de hay jê bûye... û bavo jî hay jê bûye, Tanyayê got û di ber re tê dikoşî ko xwe bihedinîne. - Tu bi xwe re suhbetê dikî, bi awayek seyr dibişirî... ranakevî. Oy Xwedêyo, Xwedêyo, me biparêze! wê di xofî û erjengiya xwe de got. - Lê netirse, Andryuşa, netirse, ji bo Xwedê, netirse...

Tanyayê jî dest pê kir cilên xwe li xwe kirin. Yekem car niha, dema li jina xwe dinerî, Kovrîn di hemû xeteriya rewşa xwe giha, fam kir ka keşîşê reş û suhbetên bi wî re dihatin çi wateyê. Niha jê re zelal bû ko dîn û şêt bûye.

Herduyan, bêyî ko bizanin çima, cilên xwe li xwe kirin û çûn saloneyê: jin li pêşiyê, mêr jî li pey wê. Yigor Semyonîçê hawran û palerîn li ser milan û şemal di destî de li wir bû, li giriyê Tanyayê şiyar bûbû; hingê ew mêvanê zavayê xwe bû.

— Netirse, Andryuşa, netirse... Tanyayê digot û di ber re, mîna ko tayê girtibe, direcifî. - Bavo, ev ê derbas bibe... her tişt dê baş bibe...

Kovrîn wisan nearam bû ko nedikarî bipeyive. Wî xwest bi dengek henekî ji xezûrê xwe re bibêje:

— Min pîroz bikin, wer dixwiye ko min hiş û aqilê xwe ji dest daye, - lê tenê lêvên wî livîn û bi dilêşî bişirî.

Li dorên saet nehê sersaqoyek û kurkek lê hatin kirin, xawliyek lê hat rapêçandin û bi hentûran hat birin nexweşxaneyê. Êdî Kovrîn dest pê kir ko li xwe hişyar be û matî ji xwe bike.

VIII

Dîsan bû havîn û nojdar (bijîşk) ferman da ko Kovrîn jiyana xwe ya havînê li derveyî bajar biborîne. Ew sax bûbû, êdî keşîşê reş nedidît û niha dora başkirina kewna bedenî bû. Dema ew li gund li mala xezûrê xwe dima, pirr şîr vedixwar, rojê tenê du saetan dixebitî, ne mey vedixwar û ne jî cigare dikişandin.

Êvara erefeya Roja Elyas li mala xezûr cejnek dua- û lavakirinê hat lidarxistin. Dema berdest amana bixurê da dest qeşe, bîna goristanê ji salona fire ya kevn hilfûrî û bîna Kovrîn teng bû. Ew derket nav baxçe. Bê ko haya wî li ser gulên bedew û xweşik be, ew li dû serê xwe gerî, rûnişt ser rûniştekê, paşî li nav parkê gerî; ko hat rizdeka çem, daket jêr û demek dirêj li avê nerî û ponijî. Darçamên rûtarî, yên ko par Kovrîn wek kesek ciwan, kêfxweş û çeleng dîtibû, niha nedihumîn jî lê bêliv û bêziman rawestî bûn mîna ko qet Kovrîn nenasin. Û bi rastî jî dijwar bû ko Kovrîn bê nasîn: Serê wî bi dersokê hatibû pêçandin, porê dirêj î bedew êdî lê nebû, livîna wî sist bû, rûyê wî gilovirîbû û spîçolkî bûbû.

Bi darpirê ve wî xwe gihand aliyê din ê beravê. Li wî cî, yê ko par lê şilêl hebû, niha xirpûk û xamkêsanê serik jê hatî dirûn dima. Roj ava bûbû, û li qeraxa esman, li şûna rojê, sorîgewrika êvarê diçirisî û pêşbîniya hewayek batund ji bo sibê dikir. Bêdengî bû. Kovrîn bi qasî bîst deqeyan ango ta sorîgewrik vemir, fekir wî cî, yê ko par yekem car keşîşê reş lê jê re xwiya bûbû...

Dema ew bi sistî û ji hêla hindirîn de ne xweşnûd vegerî malê, perestîş û îbadet bi dawî hatibû. Yigor Semyonîç û Tanya li kepirê û terasê rûniştî bûn û çay vedixwar. Wan li ser tiştekî suhbet dikir lê ko wan Kovrîn dît, dev ji wê suhbetê berda, û Kovrîn di rûyên wan derxist ko suhbet li ser wî bû.

— Bawer dikim dema te ye ko şîrê xwe vebixwî, Tanyayê ji mêrê xwe re got.

— Na, ne dem e, mêrê wê got û li derazînka jêrîn a pêlingê rûnişt. - Tu bi xwe vebixwe. Ez naxwazim.

Tanyayê bi xembarî berê xwe da bavê xwe û bi dengek lêborînxwazî ji mêrê xwe re got:

— Te bi xwe jî hay jê heye ko şîr ji bo te bikelk û baş e.

— Belê, pirr bisûd e! Kovrîn xwe kenand. - Ez we pîroz dikim: ji roja înê şûnde wezna min dîsan bi ritleyekê zêde bûye. - Wî bi herdu destan serê xwe givaşt û bi jan gudand: - Çima, çima we matî ji min kiriye û sereguhiya min kiriye? Dermanê bromî, betalî, hemamokên germ, çavdêrî, sereguhî, tirsek ji ber her pariyê ez diavêjim devê xwe, her gavek diavêjim - ev hemû dê dawiya dawîn min bibe nav îdîotîzm û şêtgeriyê. Min hiş û aqilê xwe wenda kir, bi êşa dilwasiya gewretiyê (megalomanî) ketim lê dîsan jî ez kêfxweş, çeleng û ta bextiyar jî bûm, balkêş û taybet jî bûm. Niha ez hişmendtir û qelewtir bûme lê ez bûme mîna her kesek din: ez navincî û rêzî me, ev jiyan li min nayê... Ax, we çi qas stemkarî li min kiriye! Min dilwasî hebûn lê wan kî nerehet dikir? Dipirsim: wan kî nerehet dikir?

— Xwedê bizane tu çi dibêjî! Yigor Semyonîç axîn kişand. - şerm dikim li te guhdarî jî bikim.

— De guhdarî nekin, ma min ji we xwestiye!

Haziriya mirovan, bi taybetî jî ya Yigor Semyonîç hingê Kovrîn hêrs dikir; wî bi hişkî, sersarî û ta bi xwemezinî bersiva xezûrê xwe dida û ji bilî bi awayek henekpêkirin an dijminatî qet lê nedinerî; Yigor Semyonîç diheyirî û wek gunekar dikuxkuxî tevî ko hest pê nedikir jî ko tawanbarê tiştekî ye. Tanya, bê ko tê bigihe ka sedem çi bû ko têkiliyên dilvînî yên bavo û Andryuşa wisan bi tundî û tûjî xetimîbûn, nêzî bavê xwe bû û bi xemgînî li çavên wî nerî; wê dixwest her tiştî tê bigihe lê dîsan jî nedikarî, lê ji wê re tenê ew yek zelal û averû bû ko têkiliyên herduyan roj bi roj xerabtir dibûn, ko bavo di van demên dawîn de pirr pîr bûbû û ko Andryuşa her hêrsbartir, hişkaxivtir, belakirrtir û bêsebrtir dibû. Tanyayê êdî ne dikarî bikene û ne jî bistre, li ser firavînê tiştek nedixwar, çendîn şevan ranediket ji ber ko li benda belayek erjeng bû, û ji ber vê rewşê ew qas jan dikişand ko rojekê ji dema firavînê ta êvarê bêhiş ket. Li dema perestîşaa berî bîskekê wê hay jê hebû ko bavê wê digirî, û niha, dema ew her sê li terasê rûniştî bûn, ew tê dikoşî ko wê yekê neîne bîra xwe.

— Ax çi qas bextiyar bûn Buda û Mihemed an Shakespeare ji ber ko xizmên wan ên xweşdivî bi sereguhîkirina wan jihalçûn û îlhama wan jê nedistandin! Kovrîn got. - Heke Mihemed dermanê brom bixwara daku demarên xwe bihedinîne, rojê tenê du-sê saetan xebitîbûya û şîr vexwaribûya, nifşên dû wî dê ew kesaniyê ew qas bibandor û balkêş ji seyê wî zêdetir nenasiya. Nojdar û bijîşk, xizm û lêzim wek encam wê yekê dikin ko dawiya dawîn mirovatî êdî bimiçiqe, êdî navincîtî û rêzîtî dê wek bilîmetiyê bên hesibandin û çande û kultur dê biruxe. Xwezî we bizaniya, Kovrîn bi mixabî got, - ka ez çi qas spasdarê we me!

Wî hest bi silikîn û xeyidînek bihêz kir û, ji bo ko zêde nepeyive, rabû ser xwe û çû hindir. Bêdengî bû, di pencereyên vekirî re bîna tûtinê û calapayan xwe dida hindir. Lekeyên tavheyvê diketin ser tekber û rûyê salona berfire yî tarî û piyanoya bidûvik. Havîna par a bextiyar, dema hingê jî bîna calapayê hildifûrî û heyvê şewqa xwe di pencereyan re dida hindir, hat bîra Kovrîn. Ji bo ko xwe bigihîne asta rewşa havîna borî, ew zû çû odeya xwe, cixarek stûr vêxist û bangî xizmetkar kir ko meyê jê re bîne. Lê cixarê tamek tal û dilraker da devê wî û tama meyê jî ne dişibî çêja meya par. Dema mirov jê biyanî bibe, wiha dibe! Ji cixarê û du qurçên meyê serê Kovrîn zivirî û dilê wî jî wisan qutî ko ew neçar ma xwe bispêre dermanê brom.

Ji berî çûna razanê Tanyayê jê re got:

— Bavo te pirr diecibîne. Lê tu ji ber sedemek nediyar dijminatiya wî dikî û ev yek bi kûrî wî xemgîn dike. Ka lê binere: hema ew di çavan re pîr dibe. Ji te lava dikim, Andryuşa, ji bo navê Xwedê ji te lava dikim, ji bo hedana min a giyanî, ji wî re dostane be.

— Ne dikarim û ne jî dixwazim!

— Lê çima? Tanya pirsî û dest pê kir ko ji serî ta binî recifî. - Bêje, çima na?

— Ji ber ko ew dilçepel e, ji ber hindê ye, Kovrîn bi xemsarî bersivand û milên xwe hejandin. - Lê em êdî hew ji wî bipeyivin: nexwe ew bavê te ye.

— Nikarim, nikarim tê bigihim! Tanyayê got û destên xwe li cênîkên xwe şidandin û rasterast li niqteyekê nerî. - Tiştek bêwêne, tiştek erjeng dê bê serê me. Tu guheriyî, tu êdî ne xwe bi xwe yî... Tu, mirovek awezmend, nerêzî, ji ber tiştên biçûk diqehirî, serê xwe dikî nav tiştikên bêwec de... Tiştên wisan bêwate te disilikînin û dixeyidînin ko carinan mirov pirr dihêbitînin û mirov nikare ji çavên xwe bawer bike: ma ew tu yî yan kesek din e? Na, na, nexeyide, sil nebe, wê, ko ji gotinên xwe tirsî, domand û destên mêrê xwe ramûsandin. - Tu hişmend î, baş î, dilcewer î. Tu dê bi dadperwerî li hember bavo tev bigerî. Ew jî pirr baş e.

— Ew ne baş e lê pîstbaş e. Ew mamok û xalokên stranbêj, ew rûyên qencîxwaz, ew rêzdar û birêzên bi awarteyî zêde mêvanperwer, wan hemûyan hem di çîrokan de, hem di şanoyan de û hem jî di jiyana rastîn de carinan bala min kişandiye lê niha ew li ber min dilçepel e. Ew ta gewriya xwe tijî ezperestî û egoîzmê ne. Tişta herî kerixîner di wan de qelewiya wan û xweşbînî û optîmîzma wan e ko hemû serekaniya xwe ji zikê wan digire û ji gamêş û berazan re taybetmendî ye.

Tanya rûnişt ser doşekê û serê xwe danî ser balguh.

— Ev îşkence ye, wê got, û hema ji dengê wê jî diyar dibû ko ew bêsînor westîbû û betilîbû û ko jê re dijwar bû bipeyive. - Ji zivistanê şûnde bîskek bi tenê jî ya aramiyê tine bûye... Ev malwêranî ye, ax, ax Xwedêyo! Ez pirr bi vê yekê diêşim...

— Belê, bêguman ez Herodes im lê tu û bavokê xwe, hûn biçûkokên Misrê ne. Bêguman!

Rûyê wî ji Tanyayê re kirêt û kerixîner dixwiya. Dijminatî û mad û mirûzê tinaz û galte li wî nedihatin. Hê berî hingê Tanyayê hay jê bûbû ko niha tiştek ji rûyê wî kêm bû, tam mîna ko bi kurrkirina porê wî re taybetiyên rûyê wî guherîbin. Tanyayê dixwest tiştek dilêşîn jê re bibêje lê wê xwesteka xerab ew hilceniqand, ew tirsî û ji odeyê derket.

IX

Kovrîn pişk û kursiya xwe ya serbixwe bi dest xist. Hatibû biryardan ko waneya merasîma vekirina roja duyem a meha berfanbarê bê lidarxistin û daxwiyaniyek jî li ser wê li bersifk û korîdora zanîngehê hatibû daliqandin. Lê wî wê rojê bi birûske û telgrafê ji berpirsê fermî yê xwendekaran re ragihand ko nikare ji ber nesaxiya xwe waneyê bide.

Xwîn ji gewriya wî dihat. Bi kuxînê re her carê piçikek dihat lê di du-sê mehan de bû ew qas ko rewşa wî bêyom xerab bû û ew ket rewşek xewbarî. Vê êşê ew hema qet neditirsand ji ber ko dizanî ko diya wî ya biheştî jî bi qasî deh salan, belkî zêdetir jî, ketibû ber vê vê êşê lê dîsan jî jiyabû; nojdaran jî ew dibawerand ko ew êş ne zêde taloke bû, û ew şîret dikir ko hêrs nebe, jiyanek asayî bijî û kêm bipeyive.

Meha rêbendanê waneya vekirinê ji ber heman sedemê hat paşvexistin û li reşemehê êdî dereng bû ko dest bi kursê bê kirin. Diviyabû ji bo sala bê were paşvexistin.

Kovrîn êdî ne bi Tanyayê lê bi jinek din re dijiya. Jin du salan ji wî mezintir bû û mîna ko Kovrîn zarok be sereguhiya wî dikir. Kovrîn sernerm bûbû; wî bi dilxwazî xwe radestî her tiştî dikir û dema Varvara Nîkolayevna - hevjîna wî - rêwîtiya Krîmê pêşniyaz kir, wî ew jî pejirand tevî ko pêşbînî dikir ko tiştek baş dê pê ve neyê.

Ew êvarê gihan Sevatopolê û li otêlekê rawestîn daku bîna xwe vebikin û roja din rêwîtiya xwe bidomînin Yaltayê. Herdu jî ji ber west û mandîtiyên rêwîtiyê kerixîbûn. Varvara Nîkolayevna çay vexwar, ket nav nivînên xwe û piştî kurtebîskekê di xew çû. Lê Kovrîn xwe pal neda. Hê bi saetan berî ko ji malê bi rê bikeve, nameyek jê re ji Tanyayê hatibû lê ta niha jî bisteyî nekiribû û newêrîbû wê vebike; name niha di paşila wî de bû û bi awayek neşîrîn ew nearam dikir. Bi dilpakî, di kûriya dilê xwe de, wî zewaca bi Tanyayê re wek şaşîtî dihesiband, bi xwe razî û xweşnûd bû ko niha jê dûr ketibû, û bibîranîna wê jinê, ya ko hêdî hêdî bûbû bermayiyek pîroz, a bi dest û bi pî û xwedî çavên biawir, çavên hişmend, - tenê berketin û poşmanî dixist dilê Kovrîn. Destxeta li ser zerfê nameyê anî bîrê ka wî berî du salan çawa bi bêdadî û stemkarî tola valatiya xwe ya giyanî, nerehetiya xwe, tenêtî û bêkesiya xwe û dilnexweşiya xwe li kesên tam bêgune û bêtawan hilanîbû. Di ber re hat bîrê ka wî çawa teza xwe û hemû nivîsarên xwe, yên ko di dema nesaxiya xwe de nivîsîbûn, çirçirandibûn, û çawa pirtikên hûrkirî û avêtî li ber ba pirpirîbûn û bi dar û gulan ve zeliqîbûn.; di her rêz û xetek wan nivîsan de wî armanc û daxwazên sosret û bêbingeh, gef û tehdîdên aqilsivik, bêşermî, dilwasiya meziniyê dîtibûn, û hemû yekê wisan lê kiribû mîna ko ew naveroka guneyên xwe bixwîne; lê ko dawiya dawîn lênivîsk û defter hatibû dirandin û di pencereyê re firîbû derve, wî serdanser hest bi mixabinî û dilmanê kiribû, çûbû cem jina xwe û pirr tiştên xerab gotibûnê. Ax Xwedêyo, wî bi çi awayî Tanya îşkence kiribû! Carekê, ko xwestibû janê bide Tanyayê, wî jê re gotibû ko xezûrê wî rolek neyînî di pêwendiyên herduyan de lîstibû çimkî ji wî xwestibû ko bi Tanyayê re bizewice; ev gotin bi bêdestî kesekî çûbû guhê Yigor Semyonîç, ew bezîbû hindir, ji ber şaşbûn û bêhişbûna ji sedema van gotinan nikarîbû zimanê xwe jî bigerîne, bi piyên xwe pêqutkane kiribû û nedikarî dengekî ji xwe derbîne mîna ko şelalê zimanê wî girtibe û tele bûbe. Dema Tanyayê li bavê xwe temaşe kiribû, bi dengek dilperitîn qîjîbû. Ev bûyer nikare bê vegotin.

Bi tenê vê destxeta nas ev hemû bîranîn vedijandin. Kovrîn çû şaneşînê; ba nerm û germ bû, bîna deryayê dihat. Ji rûyê kendavoka bi sosret bedew heyv û herwiha şewle û gulopên hawirdor diteyisîn; reng wisan bû ko dijwar e bê teswîrdan. Ew tevheviyek nermîn a keskî û şîniyê bû; geh wisan dixwiya ko avê xwe dixîfand boriyek şîn, geh jî wer dixwiya ko heyv darijiye û li şûna avê wê çivanek û kendavok dagirtiye; - wek giştî ger lê bê nerîn - çi ahengiyek rengan, çi rewşek aram, tena û berz bû!

Dixwiya ko li qata jêrîn, di bin şaneşînê ve, pencere vekirî bûn çimkî deng û kenê jinan zelal û xweş dihat. Îhtîmal e li wir ji bo şevborkekê li hev civîbûn.

Kovrîn dawiya dawîn bisteyî da xwe, name vekir û, ko vegerî hindir, dest bi xwendina wê kir:

"A berî bîskekê bavo mir. Ji bo wê yekê ez spasdara te me, te ew kuşt. Baxçeyê me wêran bûye, niha xerîb û nenasan xwe lê kiriye xwedan, ango tam mîna bavê min ê reben ditirsî qewimî. Ji bo wê yekê jî spasdara te me. Ji hemû dilê xwe te dinifirînim û hêvî dikim ko tu bikevî ber xezebê û ew zû te biruxîne. Ax çi qas derd û kulan dikişînim! Janek bêhesret dilê min dişewitîne... Lanet li te bibare! Min tu wek kesek nerêzî, kesek jîr dihesibandî, min ji te hez dikir lê diyar bû ko tu dîn î..."

Kovrîn nedikarî xwendinê bidomîne, name çirand û pirtikên wê avêtin. Nearamiyekê, ya ko dişibî tirsê, ew girt. Varvara Nîkolayevna li pişt perdeyê raketibû, tenê dengê nefesa wê dihat; ji qata jêrîn deng û kenê jinan ta wir dihat lê Kovrîn wer hest dikir ko ji bilî wî benderuhek di hemû otêlê ve tine bû. Ji ber ko Tanyaya xemê dil lê helandî di nameya xwe de xezeb lê barandibû û hêvî kiribû ko ew biruxe, wî rewşa xwe tengav û dilgivêş hîs dikir û her bîskekê çavên xwe zîqî derî dikirin mîna ko bitirse ko ew hêza nenas, a ko berî du-sê salan ji wî û xizm û lêzimên wî re bûbû sedema belayên mezin, dîsan bê.

Wî ji serboriyan dizanî ko dema mejî nerehet be, baştirîn derman kar e. Diviyabû li ber maseyê rûbine, çawa dibe bila bibe, seqbêrî û hişê xwe bide ser tenê tiştekî. Wî ji gîrfanê xwe yê sor lênivîskek deranî ko karek berhevkî yê biçûk li ser nexişandibû û tam ji bo wê yekê heke bi rê ve bêsebr bibe bi xwe re anîbû. Wî xwe da ber maseyê û dakûrî gelale û miswedeyê; zû wer diyar bû ko rewşa wî ya aram, sernerm û rêkûpêk vedigerî. Lênivîskê bala wî kişand ser pele û eceleya dinyayê jî. Ew fikirî ko divê mirov ji bo her xweşiyek ko jiyan didiyê, yên herî asayî û bêwate jî, çi qas bihayek giran bide. Loma, wek mînak, ji bo ko bikare di çilsaliya xwe de pişk û kursiya xwe bi dest bixe, ji bo ko bibe profesorek sade daku paşî bi zimanek sistopisto, nexweş û giran û di ser her tiştî re jî raman û helwestên biyanî û xerîb bileqleqe, - bi kurtî ji bo ko bigihe pileya xwendayek navincî, pêdivî bû ko ew pazdeh salan bixwîne, bi şev û roj bixebite, li hember nesaxiya giran a giyanî li ber xwe bide, êş û jana zewacek biserneketî bikişîne, pirr celeb bêhişiyan bike û ziyanan bigihîne xelkê ko baştir e niha wan tiştan neîne bîra xwe.

Kêm mabû ko lênivîskê dê dilê wî rehet bikira lê nameya çirandî li erdê bela xwe ji dalepîn û konsentrebûnê venedikir. Ew ji ber maseyê rabû, pirtikên kaxezê civandin û avêtin derve lê bayek sivik ji deryayê ve lê da û ew li ser milbendê pencereyê belav kirin. Dîsan nearamiyê, ya ko dişibî tirsê, ew girt û dîsan wer dixwiya ko ji bilî wî di hemû otêlê ve benderuhek tine bû... Ew çû şaneşînê. Kendavokê bi çendîn çavên şîn î vekirî, şîn î tarî, rengê pîrozeyî û jîndarî agirîn li wî dinerîn û bala wî dikişandin xwe. Bi rastî jî hewa germ û fetisînok bû, avjenî- û melevanîkirin dê pirr bi kêrî bihata.

Li qata jêrîn li bin şaneşînê serdanser dengê kemanê hat û du dengên nermîn ên jinan dest bi strînê kirin. Tiştek nas di stranê de hebû. Di wê romansê, ya ko dihat strîn, de basa keçek dîn û şêt a bi şevê hin dengên razdar û sirr ji nav baxçe dibihîstin, dengên ew qas bedew û seyr bûn ko wê ew wek ahengek pîroz hesibandin ko ji aliyê me yên mirbar de nayê têgihîn... Nefesa Kovrîn xîrikî, di dil de hestek têrxem hebû lê di heman demê de kêfxweşiyek sosret, kêfxweşiyek şirîn, a ko ji mêj de ji bîr bûbû, di sînga wî de dest bi jenînê kir.

Peykelek reş î bilind, ê ko dişibî bahoz an bazivrokê, li aliyê din ê berava kendavokê xwiya bû. Ew bi lezgîniyek erjeng di ser kendavokê re ber bi otêlê ve dilivî û her bîsk biçûktir dibû; hema Kovrîn negiha xwe ji rêya wî vebide jî. Keşîşê pêxwas, serkol, serspîbûyî, birûreş, dest li ber sîngî, di ber wî re virrî û li nîveka odeyê rawestî.

— Çima ji min bawer nakî? wî bi lomekî ji Kovrîn pirsî lê bi nermî lê nerî. - Heke te bawer bikira ko tu bilîmet î, pêdivî nebû ko te ev herdu sal wiha bi xemgînî û tijîkulî biborandana.

Kovrîn niha dîsan bawer kir ko bijartiyê Yezdan e, bi jîndarî hemû suhbetên wî yên bi keşîşê reş re hatin bîrê û wî dixwest bipeyive lê êdî xwîn ji devî rasterê diherikî sîngî û, ko nizanî çi bike, bi destên xwe sînga xwe gerandin, û xwînê devzendik şil kirin. Wî da xwe ko bangî Varvara Nîkolayevnayê, ya ko li paş perdeyê nivistî bû, bike, tê koşî û ji devê xwe derxist:

— Tanya!

Ew ket erdê û gava rabû ser destên xwe, dîsan bang kir:

— Tanya!

Wî bangî Tanyayê dikir, gazî baxçeyê mezin û gulên wî yên xunavê şilkirî dikir, bangî park, darçamên wê yên rîşgij, bangî zeviya şilêl, zanista xwe ya sosret, xortaniya xwe, bisteyî û wêrekiya xwe, kêfxweşiya xwe, bangî jiyana xwe, ya ko ew qas bedew bû, dikir. Li erdê li rex rûyê wî çavên wî bi lîçek mezin a xwînê ketin û wî di lawaziya xwe ya zûhatî de nedikarî peyvekê jî bi lêv bike lê hestek bextiyariyê ya bêwêne, bêsînor hemû bûneweriya wî dagirtibû. Ji bin şaneşînê ve dengê serenadê dihat lê keşîşê reş ji wî re dipistî ko ew bilîmet e û dê tenê ji ber hindê bimire ko bedena wî ya lawaz teraz û hevsenga xwe ji dest daye û êdî ew nikare xwe li ber barê bilîmetiyê bigire.

Dema Varvara Nîkolayevna şiyar bû û ji paş perdeyê hat, Kovrîn miribû jî û bişirek bextewar î pak li ser rûyê wî mabû.

1894

Werger: Husein Muhammed

-----------------------------------
Nivîskar: Anton Çexov
Weşandin: 2009-11-11
Xwendin: 6601
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org