[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Mirina helbestvanekî
[HELSÎNKÎ, 25/10 2009] — Lerza xweşiyekê bi ser leşî de hat û livlivek xist ser lêvan. Ji wan xweşiyên lezgîn û tavil û seyrane bû ko pirr kêm dibin mêvanî leşên westî û kerrixî. Wek tê zanîn, herdem mîna keştiyek betilî ne û kêm caran li bendera kêfxweşiyê bênvedanê dikin. Bo ko baş tam û çêja wê seh bike, bi qurtekê qedeh nîvî kir. Hilmek kûr li cegera wî da. Ko birûyên wî şidiyan û eniya wî qirmiçokên zirav ketinê, bi dudiliyekê destê xwe bir berîka xwe, bi lez parçekaxezek derxist û berîk daxist.

Li saloxdanekê pûnijî, zarokek li nav kolanên varê û veder ket xeyalan, bi evrazî û nişîviyan ve hildiket û dadiket. Ne bi dilê wî bû. Bîskekê berê xwe da aliyekî. Ko dîsan li xwe zivirî, qirmiçokên eniya wî nemabûn. Bi lez qelema xwe deranî, xetek bi ser mirinê de anî û kir jiyan. Mîna ko vêca ji karê xwe piştrast bûbe, milê xwe hejand û ji xwe re got: Ferqa wan çi ye? Herdu jî meseleyên dijwar ên dîrokê ne, du serên cuda û lihevneker û nakok tevî ko bêyî hev jî nabin, him? Diviyabû yek hebe û ya din na.

Carek din jî helbesta xwe xwend, çavên wî li ser peyvan hedîn û rawestîn. Wek peyv hingiv bin û hing lê bicivin yan jî çav pelatînkên rengîn bin ko bi hêwirî û aramî bên û biçin. Hesenê dostê wî jî bû pelatînk û têkilî helbesta wî bû. Xwest wî bigire lê ti bi destî ve nehat. Axînek kişand û got: Tu dê kengî bê daku bi arezûyek jidil helbesta xwe ji te re bixwînim? Lê Hesen bo wê şeva wî çirayek vemirî bû.

Parçekaxeza xwe pêçand û xist berîka xwe. Ji xwe re got: Eger zû bêt weşandin, destkefteya wê dê têra vexwarina min û Hesen a çend rojan bike... êê... Ev jî core jiyanek e, kî dibêje ko ne ji gelek jiyanên din xweştir e? Êê Hesen çima nehat? Tu bêjî qey tiştek bi serî hatibe? Ev cîhana aloz û nerind hem li hev tîne û hem jî pelate û belav dike. Ma çima em aşna û şarezayî wê nebin? Ev jiyana pûç her van bi xwe re tîne, tarîtiyê û ronahiyê, bi pirranî ber bi tarîtiyê ve, berev tarîtiyek bêdawî. Ev jî çarenivîs e, em hemî di keştiyek rêwenda de ne, me berê xwe daye nediyariyek bêdawî. Her girav me radikişîne û her pêl me dûr diavêje ta di encamê de em dikevin gerd û zivirokek ber bi kûratiya tarîtîstanekê bê ko em şopekê li pey xwe bihêlin.

Qurtek din lê da û henaseyek kûr kêşa. Serê xwe rakir û bi berdana dûkêl re çavê xwe da derî (Dereng e û Hesen her nehat... Dostek mezin û şaîrek behremend e... Tu bêjî bi şev jî neyê? Na... li kû be jî dê vegere koxikê şaîrane. Li wir em ê hê jî vexwin. Ew tine be, ez bi tenê destek jêkirî me, ode wêran û biyan e, tenê şevekê jî tê ve debar û tehemil nakim. Odeyek bêserûber bo du şaîrên belengaz... Êê, zêde ye, şaîr di odeyên wiha de helbestên bilîmetane dinivîsin. Cihên wisan ronahiyek, berheyek wisan didin mirov ko koçkên rengîn qet nikarinê. Ma ne Marx dibêje: "Ku cilên hincirrî û perritî li min bûn, min bedewtirîn berhem dinivîsîn lê pirr ditirsim ko eger cilên xweşik li xwe bikim, ez dê tiştên bêkelk û bêwec binivîsim." Ma ne wisan e? Du textik û maseyek, komek pirtûkan û hin perr û kaxezên bi her hêlê ve belav û pelate bûne, wêneyek Goran li dîwar hilawîstî, bi şevan jî xewa rengîn a sermestî û şaîrane. Êdî çi divê?)

Nîv qedehek din jî qurçand. (Xweştirîn dem e ko em bi deng bi hev re helbestan dixwînin. Lê hê jî xweştir ew e ko helbest lal dibe û em bi cotikî digirîn... Hesen îşev li kû yî? Ji her şevê zêdetir niha ez bêrîker im... Helbest û mey û arezû.)

Govend û semaya tilên xwe bi birde-birda xwe re kir yek:

Şev dereng e
serê min canîkek bihêrs e
zîtikan diavêje û dihîre.
Tevî ko deriyên vê dinyayê,
dîwarek polayî bin jî
niha li vir
ji bilî min û tenêtiyê
ew canîk nehedandiye.

Qedeha xwe ta çipa dawîn bi ser dilê xwe de kir, destê xwe bi serûçavên xwe de anî. Paşî destê xwe kir berîka xwe de û parçehelbesta xwe deranî. Xemek xweşik ket ser rûyê wî, dişibî mijek binefşî. Ji xwe re got: Helbest jiyanek bi serê xwe ye, wek tê gotin, zimanê xwedayan e. Ev tenêtiya min, esmanê sayî, dara şên, çîrok û şano, hemî bedewî û delaliyên vê jiyanê helbest in. 'Neke' û 'here' yên keçan, axîn û nalînên kuran, xwişîn û lemelema kanîkan, berfa rizde û betenan, hemî helbest in. Jiyana helbest tê de nemîne, dê bibe cemed û qeşayek bêtam û bêbêhn.

Serê xwe rakir û çavên wî bi wê koma şewl û gulop û ronahiyan ket yên ko li aliyê hemberî wî yê yane û meyxaneyê daliqandî bûn, vêdiketin û vedimirîn, yek li pey ya din rengên wan diguherîn.

(Ez jî her di wê vemirîn û vêketinê de bûm, di jiyanek xweragirî û xweveşartinê de, dûr ji mey, cixare û jinan... De vêca çi maye? Jiyan û ezmûnek xweş jî bû, kul û derdên wê bitam bûn. Hingê her tiştî nirxê xwe yê taybet hebû. Paşî bû zindan û bendîxane... bendîxane û meyxane... Bo serwaya helbestê jî dibin alîkar. Di van herdu jiyanan de çi li min guheriye? Hîç. Lê cudayiya wan çi ye? Eger rahatî û şarezayî dorberî xwe bûyî, her tişt asayî dibe; li wir pêwîstiya min tiştek din hebû, li vir bi helbestê heye. Naçar im, mîna Dostoyevskî dibêje: hespê erebekêş im, divê bênavbirr bixebitim an kuçe û kolan dê bibin warê min ê şev û rojan. Ey zeman, ji kû ta kû? Ev bextê reş me diavêje nav lîstok û yarîkan û bi me dilîze. Lê wek Hemingway dibêje: di yekem şaşiyê de me dikuje, nizanî çima, wek encam pêwîst e jî me bikuje, her kes dikare ji vê piştrast be lê bo hinan bendewarî divê ta dor bigihiyê. Hesen, îşev li kû yî? Çima nehatî daku mizgîniya vê helbesta xwe ya nû bigihînim te, yan jî wan yadgar û bîranînan ji te re vebêjim ên ko tevî kevnariya xwe jî neketine ber penceyên felekê û jengarî nebûne.)

Qedeha dawîn da dagirtin û bi carekê nîv jê nîç kir. Çavên xwe gerandin lê ji bilî xwe û berdestkekî li nêzî xwe kes nedît. Ko saet jê pirsî, haydar bû ko derengî şevê ye. Bi lez nîveka din jî ji qedeha xwe da ser gewriya xwe. Rabû ser xwe û bi yekem gavê re yane û meyxane li ber çavên wî jêr-û-jor dibû. Ji xwe re got: "Îşev bendewariyê pirr bi min daye vexwarin. Ev hemî ereq bû? Çawan xwe bigihînim malê? Her divê bigihimê û helbesta xwe jê re bixwînim. Raketibe jî, ez ê rabikim."

Xwar-û-lar, bi vî alî û wî alî ve dişewişî ta xwe gihand derve. Li ber derî rawestî û bi dengek bilind got: Li min heram be êdî yane û meyxane ta mirinê!

Xwe spart dîwar û pê ve bi rê ket. Gavên wî diheziqîn û hevsengiya wî têk dibir. Sarmayek bikuj ket leşî. Hatûçûna li kolanan vemirîbû. Sarmayê ta ko diçû zêdetir lerz dixist hinavên wî û gavên wî sisttir dikirin. Ket. Bi ketin û rabûnê re ji xwe re got: Jiyan her ketin û rabûn e, yan rabûn û ketin. Ya giring ew e ko bi temamî neşkê. Tenê neşkê bes e. Lê jixwe hin mirin jî gelek ji jiyanê mezintir in. Îşev li kû yî? Çima te ez tenê hiştim? Yan jî ez her tenêmayiyek şkestexwarî me?

Pala xwe da dîwarekî. Mîna ko hêviya dilovaniyê ji sarmayê bike, serê xwe berev esmanan rakir û birde-birdek kir. Paşî hêz da xwe û li kolana serekî ket rê: Ev kuçe û kolan çol û hol in, ev serêşî û serxweşî jî her helbest in. Îşev ez û helbest û ev gerdûn bûne yek.

Serê wî xwar bû, leşê wî xwe ranegirt, virde-wirde şewişî û ket û li nîveka kolanê piyên wî ji gavavêtinê qut bûn. Req rawestî û di heman demê de hest pê kir ko ev kolan gupik û lûtkeyek berz û bilind e ko tenê ew gihayiyê. Lerzekê girt. Ji dûr ve tirimpêlek bi lez hat. Dema nêzîk bû, çend caran hişyarî dayê. Lê şaîr kevokek çeng û ling şkestî bû, tenê karî berê xwe bidiyê û destê xwe wek ala lê dirêj bike. Deng û hewarek melûl di heman bîskê de bilind bûn, mit bûn û dîsan bilind bûn. Li kinara kolanê girêl bû û gindirî, mîna berrikekê li hev hat badan. Tilên destek wî ji berîkê derketin û ketin liv û tevgerê. Xwînek geş ji serê wî hat. Dixwest tiştekî binivîse lê sarmayê rê nedayê. Tirimpêl her ya berê bû, kolana tarî di çavmiçkekê de vehişt û wenda bû. Di xanîkê wan ve Hesen jî her tilên xwe digestin û bendewarî vegerîna dostê xwe yê şaîr bû daku helbesta xwe ya wê şevê jê re bixwîne.

Çapa orjînal: Mergî şaîr, 1985
Ji soranî: Husein Muhammed

-----------------------------------
Nivîskar: REÛF BÊGERD
Weşandin: 2009-10-25
Xwendin: 7543
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org