[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Xezeba binemalê - I
HELSÎNKÎ, 17/9 2009

Serbest

– Derkeve! Derkeve! hevmaliyê wî lê diheytîne.

Karkerên kampê jî sê-çar caran ew hişyar kiriye ko wiha nabe. Cigarekêşan di malê ve qedexe ye.

Serbest dîsa ji xuhê şilûav e. Newêre di dalana dirêj ya tarî re bimeşe û bikeve nav berfa req û sarmaya zêdeyî -20 pile.

Tenê Xwedê dizane ka ew şeva çendê bû ko her car berspêdê şiyar dibû û êdî xew bi çavan nediket. Pêşî nedizanî çi bike û bo revîna ji gêjgerrînka ramanan xwe hînî kêşana cigareyan kiribû. Carine jî bîre vedixwar. Car hebû ko ji hevalan çend hilmên heşîşê jî digirtin.

Cigara xwe temirand û bîskekê guh da dengê har yê penaxwazê hevmaliyê xwe. Lê ji bilî çend dijûnên ko hevmaliyê wî di ber re bi zimanê fînlendî digotin, ew bi zimanê xwe dixurrî û Serbestî jê fehm nedikir. Serbest tirsî ko belkî ev hevmaliyê wî yê nû jî wek yê berê lê bixe. Lê heta niha vî wisa nekiribû.

Serbestî dîsa xwe dirêj kir nav nivînan lê êdî xewa wî verevîbû. Balguhê xwe ji bin serê xwe rakir, li ser zikî deverû dirêj bû û balguh danî ser serê xwe. Lê çare tine bû…

Salek û nîv bû ko li benda biryara xwe bû lê her roj karbidestan hêcet û bihaneyên nû bo paşxistina biryara wî didîtin. Vê taliyê jî tê derxistibûn ko devoka wî ne kerkûkî ye…

Êdî di nêzîk de ew dê wek zarok jî nehatibûya jimartin ji ber ko dê bibûya hejde salî. Anku ti pêwîstî bi lezandina dana biryara wî jî nedima. Mafê wî jî nedima ko dayika xwe û xwişkên xwe bîne vî welatî.

Dixwest xwe bi serpêhatî û neheqiyên li vî welatî lê bûyî mijûl bike û bi wan ve gîro bibe daku berî spêdê neçar nemîne ko di bîranînên xwe de tûşî wan herdu rojên reş bêt. Di serê xwe de çend dijûn li pergala penaberiyê ya vî welatî barandin û anî bîra xwe ko nasên wî jê re behs kiriye ko li gelek kampên li bajarên din biryar zûtir tên, mirov dibe xwedî malek xwe ya taybet û ji kampan û hevmaliyên nenas rizgar dibe.

Herçend mal û xanî zêde ne mereqa wî bûn jî, xwest xwe li wan ramanan asê bike daku li jiyana xwe ya berê venegere.

Lê vê carê, berevajî hin carên din, xwe di ser zindana Îtalyayê, birsa li kolanên Atînayê û derbeyên doqişkên polîsên Tirkiyê re avêt û dikir vegerre wan rojan û Çinar dîsa ramanên wî zeft bike…

Lê dîsa zor da xwe, xwest xwe ji wê bûyerê vedize. Dîsa xwe sûcdar kir ko îfadeyek wisa xurt nedaye rayedarên dezgeha penaberiyê ko ew jê bawer bikin û têra wergirtina mafê penaberiyê bike. “Kî dê bawer bike ko babê min beesî bû û kurd niha ji ber wî neheqiyê li min dikin?”… “Her kes niha çîroka ko dibêje terorîstan ez neçar dikirim ko beşdarî êrişên xwekujî bibim dike… Heta eger rast be jî, êdî nayê bawerkirin.”

Divê wî îfadeyek baştir dabûya lê çi îfade?.. Belkî bibêje ko neçar maye bo xweparastinê kesek payebilind ji partiyekê kuştiye û xwe spartibû partiyek din lê niha ew partî li hev hatine û êdî dijminên hev naparêzin. Lê kî dê êdî ji îfadeya wî ya guherandî bawer bike? Ew dê çawa behsa bûyerek û rewşek nejiyayî bi detay û kitûmatên wisa bike û di vegotina xwe de wisa bi hestên kûr bijî ko fermanberên şareza û pirrdîtî jê bawer bikin?

***

Çinar xwişka wî ya duyem bû û du xwişkên din di navbera wan de hebûn. Babê wan di salên heştêyan de hatibû girtin û bi carekê ti peyamek bêguman jê nehatibû. Dihat gotin ko kesekî li zindana Ebû Xirêb dengê qîrrînên wî nas kiribû lê ti kes jê ne piştrast bû.

Dayika wan bi şelalê ketibû. Xwişka mezin li gel kurek biyanî revîbû.

Êdî bermalî bi Çinarê mabû. Ji ber ko jiyê wê ji bîstê derbas bûbû û hê nezewicîbû, ew bûbû qaçikê devê xelkê û bi xirabî behsa wê dihat kirin. Simaîlê cîranê wan hez dikir ko wê bo kurê xwe bixwaze lê jina wî ji ber lomeyên xelkê li ber nedihat û digot mêrê xwe: “Eger namûs di wê malê de mabûya, ma pismamên wê birihane ko mamên wê rabin û wê bidin te? De rûne û neke ko em di nav xelkê de rezîl bibin!”

***

Serbestî nedikarî biryara xwe bide ka îfadeya xwe penaxwaziyê wisa bihêle yan biguherîne…

Xwe dîsa çend caran ji ser teniştekê qulipand ser ya din. Seh kir ko xewa hevmaliyê wî jî herimiye.

Serbestî xwe nedigirt û tehemil nedikir. Dixwest rastiya xwe ji hevmaliyê xwe re vebêje lê ne zimanê wî têra vegotinek baş dikir û ne jî hevmaliyê wî bi qasî wî jî zimanê vî welatî fehm dikir.

Dizanî ko vê şevê nikare ti tiştî bike lê Çinar ji ber çavên wî dûr nedibû. Çend rondik bi gep û alekên wî de hatin û hemû bûyer jî pê re herrikî:

Xortekî Çinar qani kiribû ko wê birevîne û bi hev re bizewicin û bazdin Ewropayê. Çinarê hemû zêrr û zîvên xwe û dayika xwe dabûn wî xortî daku bifiroşe û qaçaxçiyekî pê bigire. Xortî Çinar li malekê danîbû û jê re soz dabû ko dê piştî seetekê vegere û wê bibe. Lê bi carekê lê hinda bûbû.

Xwediyê malê piştî çend rojan gazî mamê wê kiribû. Mam çûbû ew anîbû û bangî Serbestî jî kiribû, demance dabû destî û gotibûyê: “Tu li şûna babê xwe yî. Bila xelk nebêjin ko mêr di wê malê de nemane.”

***

Berî ko dîsa bikeve behra xwîna xwişka xwe û ya mamê xwe yê ko bo tolhildana wê ew jî mehekê piştî wê kuştibû, zengila seeta wî ya şiyarkirinê lê da. Îro dora wî ya paqijkirina kampê bû.

-----------------------------------
Nivîskar: Husein Muhammed humimu@utu.fi
Weşandin: 2009-09-17
Xwendin: 7392
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org