[ SÊŞEM, 2024-04-23 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Bo xatirê jinê!
HELSÎNKÎ, 23/5 2009 — Hê ew top û tiveng û heytûhot venemirîbûn, roj her roja şûr û tîr û rim û mertalan bû. Ev Tekşê ko wiha dibînî êxtiyar û şil û kor bûye, li dema xwe li hemî devera Gelwaxî wisan navdar bû ko tenê bihata gotin "Tekş hat", ta zarok jî di landik û dergûşan de bêdeng û bêpêjn dibûn.

Xortek nûgihayî bûm, nûbişkivî bûm, min kes di ser xwe re nedidît. Spêdeyekê rabûm, min xwe amade kir, şaşik û kumê xwe kir serê xwe û tîr hilgirt, mertal da pişta xwe û rim girt destê xwe. Min mehînek hebû, hema difirî, lê siwar bûm û berê min li ciyê nêçîrê li ser rêya xwe tûşî vê karesatê bûm:

Li serê çiyayên Kewle digerîm, ji dûr ve li geliyê tenişta Xirose sawêrek bi ber çavê min ket. Min bala xwe dayê; ko nêzî bûm, diyar bû zelamek derdorî 25-salî, hindî bêjî berkeftî û lihevhatî, şûrek di ber re bû û her birr çekên din jî pê re hebûn û li mehînek kihêl siwar bû. Hê jê dûr bûm, min dît ko ji mehîna xwe peya bû, hefsarê wê xist destê xwe û doxîna xwe vekir û rûniştin mîstinê. Ez giham raserî - hingê dinya wek niha bi dekûdolaban û fêlbaziyan nehatibû tewizandin, bira birayê xwe avêtî ber bextê wî nedikuşt; dijminê xwîndarî jî ba, diviya te jê re bigota: niyeta min xerabî ye, amade be.

Min nerî ko mêrik ranabe. Neçar mam bang bikimê: "Kuro! Rabe ser xwe, siwar be, li vê çolê yan ez ê te bikujim yan tu min." Mêrik her ji ciyê xwe got: "Tu û bextê xwe! Sond bixwe ko ta siwar nebim dest nakî min." Min bi devê xwe jê re sond xwar ko ta siwar nebe, ez ti lê nekim.

Vêca rabû doxîna xwe girê da, ket ser rê û hespê xwe bi dû xwe ve kêşa! Ev ji min re pirr seyr bû û min gazî kirê: "Kuro, ev tu çi dikî, de siwar be!" Got: "Te sond xwariye ko ta ez siwar nebim, dest nakî min. Lê ez jî siwar nabim ji ber ko ma ez nizanim ko tu Tekş î!?"

Pirr li min ecêb bû ko wisan digot! Ez lê xurrîm: "Kuro, siwar be, roj dereng e, îro te her tişt ji dest min kir. Yan tu dê min bikujî yan ez te." Lê ev gav yek û ev gav du, ew siwar nebû. Got: "Xwe nadim kuştin; çi dikî bike." Nêzî du seatan bi pey ketim lê ti pê ve nehat! Neçar mam vegerim ser rêya xwe û wî jî bi wî awayî xwe filitand.

* * *

Roja piştî wê dîsan min lez da xwe, siwar bûm û min rast berê xwe da ciyê roja berî wê. Hê negihabûm serê çiya, min dît ko ji dûr ve siwarek têt. Vêca çi hatinek bû? Bi leza ba dilezî. Ji bejnûbala wî min got ko hebe-nebe yê duhî ye, îro heke biçe ber perrên esmanan jî ji destê min xelas nabe.

Min got hê çavê wî bi min neketiye divê ez xwe bigihînimê daku ne ya duhî bîne serê min. Min li qûntara çiya xwe da ber, kêm mabû bigihimê lê min tew dît dîsan ji hespê xwe dabezî û wek duh dest bi mîstinê kir! Min got: ya rebî, ev çi bela ye û çawan xwe jê xelas bikim?! Jixwe nabe ew peya ez êriş bikimê. Min xwe negirt, neçar mam û çûm ji pişt ve lê xurrîm: "Kuro, bes e, rabe, wek duh neke! Rabe, yan tu dê min bikujî yan ez te!"

Min dît berê xwe da min û qet dey nekir. Ko min baş lê nerî: kuro manê (naxwe) ev ne yê duhî ye!.. Lê qet pêjnek jê nehat, bi rehetî rabû doxîna xwe girê da, pê li rikêbê na, xwe avêt ser zîna li ser pişta hesp û bi rê ket. Min da pey: "Kuro tu kî yî?" Dîsan her guh neda min û çû. Êdî wisan qehirîm ko hema dê ji kerban biteqîma. Lê xurrîm: "Kuro! Yan tişt û mişt û mehîna xwe bi cî bihêle û here yan jî tu dê min bikujî yan ez te!"

Awirek da min û got: "Kuro, here ser rêya xwe, ez ne hevtayê te me. Heke mêranî di te de hebe, min mijûl û matil nakî!" Gotinên wî ji min re seyr bûn çiku wek ji zarokekî re bipeyive wisan got. Min gotê: "Kuro, ev tu çi dibêjî? Yan ez ê xwîna te birijim yan tu ya min. Ma tu li gel kê diaxivî? Bizane ko ez Tekş im, Tekş."

Hema ko min wiha got, min tew dît ko rima wî li ser singê min e. Got: "Va min tu kuştî yan na?.. De here rêka min berde û zêdetir min gîro û mijûl neke." Rima xwe ji ser singê min rakir û dest bi çûnê kir!

Ku min ev yek dît, ez qehirîm ji ber ko ew bi vî awayî rikeberî min rabûbû. Min ji xwe re got: hey tu nemînî, Tekş, heyf li te û xîreta te! Ev tu li kû yî, ma tu razayî? Dîsan min xwe paşve lê neda û ketim pey û min hê jî xwe bi şêraniyê anî der. Min bang kirê: "Kuro, wek mêran were meydanê. Madem wiha bû, yan tu dê min bikujî yan ez te." Guhê min lê bû ko got: "Kuro, tu li xwînê digerî, malkembax! Ez talûke me, çima beriya min bernadî?" Ta min dest bir şûrê xwe, min hind dît ko pelamarî min kir û ez ji ser mehînê xistim erdê û rima xwe da ser singê min û xencereya xwe da bi stoyê re û got: "Min tu kuştî yan na? De here beriya min berde." Rabû siwar bû û dîsan ket ser rêya xwe. Ko min ev dît, êdî ti tişt ji min nehat. Min xwe avêt hefsarê mehîna wî û got: "Ya te li min kir, hê kesî li min nekiriye. Ji min re bêje tu kî? Û tu kû ve jî biçî, ez bi te re me!" Serê xwe hejand û got: "Tu dîn bûyî! Hefsar berde; talûke me." Min got: "Nabe, yan kuştin yan hatina li gel te."

Vêca got: "Bira, ez ê biçim nav deryaya xwînê! Ew cî ne ciyê yên wek te ye." Min gotê: "Xwe mijûl neke, ez ji te venabim, dê bi te re bim." Ko dît ti çare nîn e û ez ji dû wî venabim, got: "Hefsarî berde, siwar be û bikeve dû min." Bi rê ve hêdî-hêdî serpêhatiya xwe vegot:

"Ez Semsamê Sorsorî me. Min mamek heye, Cîhanbexş, li welatê Tergeverê ye. Wî keçek heye bi navê Gulendam. Ev heft sal in ko dilê min û wê ketiye hev. Kes nema ko min nekir xwazgîn û cih nema neçûmê lê hê jî çareyek jê re nehatiye dîtin. Daxwaza mamê min next û qelenek pirr e lê ji min nayê. Ti rê di dest min de nemaye, vêca ez ê biçim wê birevînim!.. Vê jî ji te re bêjim: mamê min hoz û binemalek boş heye, herwiha heft kur jî. Te ez dîtim; her yek ji wan dê çar ên wek min bixin bin lepê xwe! Jixwe nav û dengê çelengî û fêrisiya mamê min jî li hemî deverê belav e. Wê yekê jî dizanim ko destê min lê ranabe lê neçar im ko her biçim. Ev serpêhatiya min e. Dîsan jî tika ji te dikim tu bi rêya xwe biçî, bila serê te jî di vê rê de neçe."

Ku min ev gotinên wî bihîstin, ji dil û derûn û hêz û taqet ketim û ecêbiyekê serê min girt! Min got: "Bira, ez bi te re me û ta serê min bi vê rê de neçûbe, ez te bernadim." Got: "De madem wisan e, yallah, em biçin lê divê ez çi bêjim tu wisan bikî."

* * *

Dazdeh roj û dazdeh şevan me bi çargavkî şeqand, êvara roja dazdehê em gihan ciyekî. Got em dabezin û em peya bûn. Mehînên me berdan nav wan mêrgan û hat tenişta min û got:

"Ho, ew konên ji dûr diyar mala mamê min in."

Bi rastî ko min dît, ta çav bisihirîne bêhejmar kon bûn. Got: "Ez ê biçim, vê spêdeyê min bi keçikê re jivan e, ew jî dê bêt û em ê bi elinda spêdeyê re bigihin vir. Heke hingê nehatim, bizane ko tiştek hatiye serê min. Êdî qet nesekine, siwarî hespê xwe bibe û yê min jî bibe û here. Ne ko bikeve serê te ko rabî bi van re şer an tiştekî bikî.

Tevî hemî wê zîrekî û çelengiya xwe jî, min dît ko ew gelek ditirsî, wisan diyar dibû ko mam û pismamên wî hê ji wî jî pirr bidestûdartir bûn. Herçi ez bûm, min bi temamî rengê xwe avêtibû. Rabû şûrê xwe kir kevanê, mertal xist navmilên xwe, rim xist destê xwe, xatir ji min xwest û bi piyan bi rê ket. Min jî hesp anîn, kurtan jê kirin, êm û alif kirin, av dan û berdan wan çîmenan.

Du par ji şevê borîbûn-neborîbûn min hind dît ko ji dûr ve du tarmayî peyda bûn, bi leza ba dihatin. Pirr pê neçû, min dît Semsam e û jinek li gel e. Şev bû, min her hind dît ko jinek lihevhatî û berkeftî bû. Êdî em rûnenişt, ji min re got siwar be, bi xwe jî siwar bû û jin xist paş xwe, berê xwe da min û got:

"Em biçin. Ta niha dijmin tirs nexistiye min lê carinan li ser milê xwe li paş xwe binere. Heke te dît ko leşkerê hemî dinyayê civiye û daye pey me, qet guh nediyê û hespê xwe biajo her wek tiştek tine be û ji min re jî nebêje lê eger te dît heşt siwar tên, ji min re bêje: êdî xelasbûn nîn e!!!"

Vêca me qamçî li hespan veweşandin û em çûn. Cevêca çi çûnek bû! Ba û bahoz jî nedigiha me. Carinan min awirek dida paş xwe û wisan em çûn ta berbang û gizingê lê da û dinya bi tevayî ron bû û hingê min carekê çavek li jinê gerand û min dît ko keçek derdorî 18 salan e, dikarî ne bixwî û ne jî bikî lê tenê li gerdena wê binerî, bejnûbalek dirêj û xweşik hebû, sor û spî, çavên wê mîna mercanan, gep û alekên wê wek sêvên Serdeştê. Pirça serê wê şibî davên reş ên hevrîşmî û armûşî belavî sermilên wê dibû û dadiket navtengê. Vêca çi navteng bû? Te digot qey gerdena ask û xezalan e! Bi rastî jî Gulendam gulendam bû. Gulendam hejî hindê bû ko wî Semsamî ser û canê xwe bo dikir gorî û qurban!

* * *

Roj hilhat û tav û tîrêjên xwe bi ser dinyayê de belav kirin û bi Gulendamê û pirrpirrokên kezî û biskên wê dest bi veşartokanê kir. Bûbû bernîvroya dereng dema ez li ser milê xwe zivirîm û min dît ko heşt siwar - yek li pêş û heft li paş - bi leza birûskan tên. Ko çavê min pê ket, min bangî Semsam kir ko va ye heşt siwar ketine pey me. Di cî de Semsam mehîna xwe rawestand û ji min re got: "Êdî xelas!.. Tu vegere welatê xwe lê carinan min bîne bîra xwe!" Bi van gotinên wî dilê min bi wî şewitî, rondik û hêsir ji çavên min barîn. Ew ji mehîna xwe dabezî, hefsarê wê da dest Gulendamê û girî li gewriyê gotê: "Here lê siwar bibe û gerdena min aza ke û kû ve biçî, bi xêr biçî madem her mirada me bi hev hasil nebû!" Herduyan rondik werandin. Ji min re jî got: here li wê dera han raweste û temaşeyî vê pevçûn û milanê bike. Bi xwe jî li ser rê, destikê şûr di destî de, hemberî siwaran wek singekî sekinî!..

Gelek pê ve neçû, siwar gihan wir. Min dît ko yek rihdirêj e û heft xortên nûgihayî li pey wî ne, hemî jî nîşaneyên fêrisî û pelewaniyê li rûyê wan diyar e û agir ji wan dibare. Semsam ji min re got ko yê rîspî mamê wî ye û yên din jî dûndeya wî ne. Ew hatin hemberî Semsam rawestîn.

Yê rîspî got: "Semsam, te çima ev agir vêxist! Bo çi li nav hemî êl û eşîra Tergeverê te ez ji hîlak kirim!?" Semsam jî gotê: "Mamo, heft sal e rica û tika nema min nekir lê te dîsan jî Gulendam neda min daku ez bibim yê wê û ew ya min. Te em dan xatirê malê dinyayê. Niha jî tiştek nebûye, bêje "min da te" û ez tiştek din ji te naxwazim.

Mam awir da kurek xwe û gotê: "Ka here serê wî ji min re bîne!" Kur xwe wek kêçê tê werkir, ji mehîna xwe dabezî û şûr di destî hat hemberî Semsam rawestî. Semsam gotê: "Mamo, bo xatirê Xwedê, nebe sedema xwîndariyê di navbera me de, ji ya Şeytan were xwarê." Lê mam dîsan jî bangî kurik kir: "De ka serê wî ji min re bîne!"

Li wê meydanê ew herdu darterr, ko hê nû tamijî baxê jiyanê bûbûn, bi şûr û tîran pev çûn. Dema min dît, min got: wella Semsam rast digot dema ji min re diyar kir ko her kurmamek wî dikare çar ên wek wî bixe bin lepê xwe. Wisan bi lez bû pevçûna wan ko min nedizanî li liv û tevgerên kê ji wan binerim!

Bi wî awayî kurik xwe nêzî nîv seatê hemberî gurz û pelamarên Semsam ragirt. Lê dawiyê ko kurik dihat şûrê xwe li Semsam bixe, vî şûrê xwe veweşand sermilê wî û di perasûyê wî yê çepê re derkir! Kurik ket wir. Min êdî xwe ranegirt, rondik bi çavên min de hatin xwarê. Min hay jê bû ko Gulendam jî qorre-qorr digirî!..

Ku Cîhanbexş ew yek dît, berê xwe da yek din ji kurên xwe û gotê: "Ka here serê wî ji min re bîne!" Yek din êriş kirê. Semsam dîsan gazî kirê: "Mamo, bo xatirê Xwedê, bes e, bila êdî hew xwîn bi neheqî birije." Mam jî gazî kirê: "Qurban, hê hestiyê pişta te neşkestiye, niha ew jî dê bişkê. De tu bisekine, hê ev destpêk e!"

Semsam dijî wî jî şer kir û gelek pê neçû ko ew jî kuşt!.. Mam dîsan bang kir yek din ji kurên xwe: "Ka here serê wî ji min re bîne!" Ew jî hat meydanê û ew jî hat kuştin!

Wisan yek bi yek kurên xwe şandin û bi destê Semsam dan kuştin. Pirr seyr û sosret bû ko ev karesat û bela hemî qewimî lê gotinek tal ji devê yekî dernediket: vî her digot "mamo, bes e", yê dî digot "qurban, hê ev destpêk e"!!!

Vêca ko kes nema, min hind dît ko Cîhanbexş bi xwe rikêb li hespê xwe da û hat raberî Semsam dabezî û got: "Qurban, ta niha şer şerê kaviran bû, niha jî şer şereqoçana beranan e; tu bibîne mamê te dê çi li te bike!" Dîsan Semsam hewar kirê: "Mamo, bila bes be..." Mamo jî gotê: "Qurban, besa çi niha? Were meydanê, were!.."

Mam û biraza li wê deşteçolê, li raserî wan heft termên kuştî û xêrnedîtî, şûr û tîr li hev veweşandin!

Qurban, bawer bike heke bibêjim melekên esman bi çavên tijîrondik hatibûn temaşeyî wê karesatê, qet ne derew e, bawer bike! Ev kurê xort û ev kalepîr dihatin û diçûn û herdu jî ji şêrên birsî û tî dirindetir bûn.

Roj êdî li ber avabûnê bû, tavsork li rojavayê wenda dibû... Carekê Cîhanbexş nirrî: "Semsam, qurban, de êdî bes e! Şûrê xwe dane." Semsam jî got: "De mamo, tu jî bes bike, ez jî dibêjim bes e!" De vêca binere Feleka xayîn çi dike! Di dema wan şûrên xwe didanîn de, wan berê xwe neda serikê şûrên xwe û xwe jî neparast. Şûrê Semsam kete stoyê Cîhanbexş û serê wî jê firand! Yê Cîhanbexş jî stoyê serê Semsam ji leşê wî dûr avêt! Guhê min lê bû ko got: "Mamo, te qenc kir?" Yê mamo jî li aliyê din gotê: "Qurban, wiha baş e!"

* * *

Ku ti tişt nema, ancax komkujî û qelaçoya wan bi dawî hat. Neh term di nav xwîna xwe de digevizîn. Min dît ko Gulendamê desmala xwe deraniye û çavên xwe ziwa kirin, yek bi yek çavên wan girtin bê ko qet kinkinekê bike. Vêca çi ket serê min? Min ji xwe re got ko madem ev bela qewimî, bivê-nevê ev keç ji min re ma. Min berê xwe dayê û gotê: "Gulendam, te bi xwe dît ko çi qewimî û rû da. Niha digel min were em biçin. Diyar bû ko Xwedê ez bo te û tu bo min dayî!"

Ku min wiha got, min hew dît got: "Hay ji xwe hebe." Û min hind dît ko ez avêtime erdê û keçik li ser singê min çok daye û got: "Ha, çi dixwazî?" Min gotê bes e. Rabû û got:

"Bira! Ez ji van şêran im ên li vir ketin. Te bi xwe dît ka çawan bûn. Te dît bav û heft bira û dezgirê min Semsam li vir ketin. Ya ji te ve te ji xwe re hingivîn li nav çiya û keçek li nav kelex û miraran dîtiye. Ez ji te re bêjim: ti kesî ta niha pişta me - ne mêrên me û ne jî ya jinên me - nedaniye erdê. Ta niha ez bo Semsam bûm lê bavê min bo pare ev anî serê me! Ji niha pê ve ez bo axê me!"

Şûrê bavê xwe - yê Semsam pê hatibû kuştin - rakir, ta min gotê keçê dê çi bikî, li ser leşê Semsam da stoyê xwe û daweşî ser termê wî û bo hetahetayî bedena herduyan hev hemêz kir!

Êdî tenê ew di dest min de mabû ko li mehîna xwe siwar bûm û bê dest bikim tiştekî vegerîm ciyê xwe.

Niha jî ko ew bûyer têt bîra min, kela dilê min difûre û şirrik rondik ji çavên min dibarin.

Qurban, ma heke mamê Semsam pêşî ew next û qelen û şîrbayê zêde ji wî camêrî nexwesta, dê çima ev bela bihata serî!?

* * *

– Îlon 1946 –
Ji soranî: Husein Muhammed, 12/2002
Çapa orîjînal: "Le pênawî afreta!"

-----------------------------------
Nivîskar: ELAEDDÎN SECCADÎ
Weşandin: 2009-05-23
Xwendin: 6036
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org