[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
»Baskên Şkestî« ya Xelîl Cibranî
DIYARÎ:

ji bo wê
ya bi çavên bel li rojê dinere
û bi tiliyên cidî dest diavêje agir
û bîska bêmaddeyî ya Abadîniyê
ji pişt qîrînek bêpertav bideng fam dike
ji M.E.H re
vê pirtûkê diyarî dikim.
Cibran


PÊŞGOTIN

Ez hejdehsalî bûm dema ko evînê bi tîrêjên xwe yên sihrî çavên min vekirin û yekem car bi tiliyên xwe yên agirîn destê xwe gihand giyanê min, û Selma Keremî jî yekem jin bû ya ko bi bedewiya xwe giyanê min şiyar kir û ez birim nav bexçeyê hestên berz ê ko roj lê mîna xewnan û şev jî mîna zemawendan bûn.

Selma Keremî bi bedewiya xwe ez fêrî peristina bedewiyê kirim û bi evîna xwe nihînên evîndariyê nîşan min dan; ew yekem kes bû ya ko ji min re li ser bedewiya jiyanê strî.

Di jiyana her mêrek xort de "Selma"yek heye ko derhal derdikeve bihara jiyana wî û, bi dagirtina şevên wî yên bêdengiyê bi muzîkê, tenêtiya wî lê dike bextiyarî.

Ez bi temamî li ramîn û ponijînê kûr bûbûm û min dida xwe daku mebesta xwezayê û peyama pirtûk û nivîsên pîroz tê bigihim ta ko min bihîst ko evîn ji ser lêvên Selmayê dipiste guhê min. Jiyana min xewa giran bû, mîna ya Adem li Biheştê, bêwate bû dema min dît ko Selmaya mîna stûnek ronahiyê teyisdar li pêş min rawestî bû. Ew Hawaya dilê min bû ya ko dilê min bi nihîn û sosretiyan tijî dikir û wisan dikir ko mebesta jiyanê fam bikim.

Hawaya pêşîn bi niyaza xwe Adem ji Biheştê da derxistin lê Selmayê bi bedewî û evîna xwe wisan kir ko ez bi dilxwazî bikevim nav biheşa qenciya pak a evîndariyê; lê, ya bi serê mêrê yekem hatî, bi serê min jî hat, û şûrê agirîn, ê ko Adem ji Biheştê derxist, mîna wî bû yê ko ez bi devikê xwe yê biriqdar tirsandim û ez mecbûr kirim ko ji biheşta evîndariya xwe birevim tevî ko ez li dij ti fermanan ranewestîbûm û min tam nekiribû fêkiyê dara qedexe jî.

Îro, piştî derbasbûna çend salan, êdî ji min re ti tiştek ji wê xewna bedew nemaye ji bilî hin bîranînên bijan ên ko mîna baskên nebîn li dor min dipirin, kûratiyên dilê min bi xemgîniyê tijî dikin û rondikan tînin çavên min; û evîndara min, Selma, miriye û ji bilî dilê min ê şkestî û gora wê ya darên selwî dorlêgirtî pêtir bîranînek ji min re nemaye.

Ne bêdengî, ya ko zêrevaniyê li gorê digire, nîşana nihînên Yezdan ên di tarîtiya tabûtê de diyar dike û ne jî xişîna çeqên daran nihînên gorê eşkere dike, ne çeqên wan daran ên ko hêza xwe ji cenazeyê dimêjin lê axînên nearam ên dilê min ji xelkê re ji wê şanoya trajedî, ya ko ji aliyê evînê, bedewiyê û mirinê de hatiye lîstin, dabaşê dikin.

Ax hevalên xortaniya min, ên ko hûn li Bêrûtê belav in, dema ko hûn di ber goristana li nêzî daristanoka darçaman re derbas dibin, bi bêdengî bikevin navê û bi seqbêrî û hişyar bigerin daku pêngavên we xewa miriyê neherimînin, û bi girametî li raserî gora Selmayê rabiwestin û erda ew hemêzandî bisilavînin, û navê min bi axînên kûr bilêvînin û ji xwe re bibêjin: "Hemû hêviyên Cibran li vir hatine binerdandin, niha ew li pişt deryayên dûr dîlê evînê ye. Li vir wî bextewariya xwe ji dest da, her hêsira xwe werand û bişira xwe ji bîr kir."

Li vir xemgîniya Cibran bi darên selwî re mezin dibe, û her şev giyanê wî li hindav gorê difire, Selmayê bi bîr tîne, bi gazinên têrxem ên çeqên daran re dibe yek, axîn û oxînan ji ber koçkirina Selmayê dikişîne, û Selma hê do jî bi şîrînî ji jiyana xwe dipeyivî lê îro ew êdî tenê nihînek bêdeng a sînga erdê de ye.

Ey hogirên xortaniya min! Ez xwe dispêrim we û ji bo xatirê wan zeriyan, ên ko dilên we ketiniyê, destikên gulan dabinin ser gora evîndara min ji ber ku, yên ko hûn dabinin ser gora Selmayê, mîna wan çipên avê ne yên ko dikevin ser pelên sorgulên ji ber çavên roja berbanga spêdeyê hişkbûyî.

XEMGÎNIYA BÊDENG

Hevalino, bi dilxweşî berbanga xortaniya we li bîra we ye û hûn diheyifînin ko ew derbas bûye; lê ew wisan tê bîra min ka çawa şifşe û zincîrên girtîgehê tên bîra girtiyan. Hûn ji salên navbera zarokî û xortaniya xwe dipeyivin mîna ko ew serdemek zêrîn be ko ji sînortî û xeman azad e lê ez wan salan bi serdema xemgîniya bêdeng dinavînim ko ew mîna libek tov ket dilê min û tê de şên bû bê ko bikare jê derbikeve û rêya xwe ber bi cîhana awezmendî û zanînê de bibîne ta ko evîn hat û deriyên dil vekirin û ronahî da tarîşkeftên wî. Evînê bi peyv û rondikên xwe ez lerizandim. Hûn baxçe, orkîde û hevdîtingehan û kuçe û kolanan, ên ko lîstikên we tînin bîra we, bi bîr tînin; ciyek xweşik li bakurê Libnanê tê bîra min jî. Hertim ko çavên xwe dineqînim, ez wan geliyên ewqas esrarengiz û bihagiran û wan çiyayên bi zelalî û meziniyê pêçandî, yên ko xwe bilind dikin ber perên esman, dibînim. Hertim ko guhên xwe ji qerebalixa bajar digirim, ez pistîna robaran û xişîna çeqên daran dibihîzim. Hemû vê xweşikiya han, a ko niha jê dipeyivim û bêriya dîtina wê dikim mîna ko çawa zarok bêriya bersînga dayika xwe dike, wê xweşikiyê giyanê min birîndar kir, giyan ê ko wek girtî di cahiliya xortaniyê de mîna ko baz di rekeha xwe de bibîne ko refên balindeyan li esmanê berfireh bi azadî difirin, çawa têşe, wisan ê min jî diêşî. Wan gelî û zinaran aşop û xeyalên min şiyar dikirin lê ramanên bijan tora bêhêvîtiyê li dor dilê min vedihûnand.

Hertim piştî çûna nav zeviyan, ez bi dilek şkestî vedigerîm malê bê ko bizanim ka çima. Hertim ko min li esmanê gewr dinerî, pê dihesîm ko bîntengtir bûme. Hertim ko min stranên balindeyan û pistîna biharê dibihîstin, dilê min tijî kul dibû bê ko fam bikim ka sedema van kulan çi bû. Tê gotin ko cahilî mirov xalî dike û xalîtî jî mirov bêxem dike. Ew yek dikare di nav wan kesan, ên ko wek mirî hatine dinyayê û mîna laşên bêhest dijîn, de rast be, lê lawikê dilnazik, ê ko gelek tiştan dihesîne û kêman dizane, li ser rûyê erdê bextreştirîn afirandî ye çimkî du hêz wî diperitînin. Hêza yekem wî vedijîne û bedewiyên hebûnê di nav ewrê xewnan re nîşanî wî dide; hêza din jî wî bi erdê ve girê dide û çavên wî bi tozê dikorîne û bi tirsan û nezanînê barê wî giran dike.

Tenêtiyê destên nerm û armûşî hene lê bi tiliyên xwe yên bihêz ew bi çavbirçîtî mirov digire û jan û êşan digihîniyê. Tenêtî hevgira xemgîniyê û hevrêya jihalçûna giyanî ye.

Giyanê lawik, ê ko li hember xemgîniyê li ber xwe dide, mîna sosina tam ji bo guldanê li ber peqînê ye. Ew li ber ba direcife û bi şiyarbûna rojê re dilê xwe vedike û bi hatina şevê re pelê xwe digire. Eger ew lawik di lîstik û yariyên xwe de ji xwe re heval û hevrêyan nebîne, jiyana wî dê bibe mîna girtîgehek teng a ko ew tê ve tiştek din ji bilî torên tevnpîrkê nabîne û ji zizîna pêşûyan pêtir tiştek din nabihîze.

Ew xemgînî, ya ko bê navbir di xortaniya min de ez diêşandim, ne encama tinebûna yarî û kêfxweşiyan bû çimkî min dikarîbû wan bi dest bixim û ne jî tinebûna hevalan bû çimkî min dikarîbû wan jî peyda bikim. Ew xemgînî encama jana hundurîn bû ya ko ez kirim evîndarê tenêtiyê. Wê di min de bêrîkirina lîstik û yariyan vemirand. Wê milên min ji baskên xortaniyê şelandin û ez kirim mîna gerikek avê ya navbera çiyayan a ko sîberên giyanan û rengên ewr û daran di xwe re diteyisîne lê rêyekê nabîne ko bikare tê re bi strangotinkî bigihe deryayê.

Ji berî ko ez bibim hejdehsalî, jiyana min wiha bû. Ew sala han di jiyana min de mîna gupika çiya ye ji ber ko wê ez ji tiştekî haydar kirim û wisan kir ko ez qonaxên mirovatiyê fam bikim. Wê salê ez ji nû ve welidîm, û tevî wê yekê jî ko mirov vediwelide, jiyana wî mîna rûpelek nenivîsandî li pirtûka hebûnê dimîne. Wê salê min dît ko firişteyên esman bi çavên keçek bedew li min dinerin. Min herwiha dît ko şeytanên dojehê di dilê mirovê xerab de bedmebestan amade dikin. Eger mirov firişte û şeytanan di bedewî û kirêtiya jiyanê de nebîne, mirov ji zanînê dûr e û hest bi evînê nake.

DESTÊ FELEKÊ

Li wê bihara efsûneyî ez li Bêrûtê bûm. Baxçe ji gulên Nîsanê tijî bûn, giya erd niximandibû, û her tişt mîna lavayek erdê ya ji bo esman bû. Xwezayê darpirteqal û -sêvên mîna bûkan xwe bi cilên guldanê yên spî û bînxweş xemilandî ji helbestvanan re şandibûn daku aşop û xeyalên wan şiyar bikin.

Bihar li herderê bedew e lê li Libnanê ji herderê bedewtir e. Ew giyanek e ya ko li erdê digere lê li raserî Libnanê dipire û di heman demê de bi padîşah û peyamberan re dipeyive, bi çeman re stranên Hz. Silêman distre, bi Darên Selwê yên pîroz ên Libnanê re kameraniya berê bi bîr tîne. Azad ji qirêjiya zivistanê û toza havînê, Bêrût li biharan mîna bûkekê ye yan jî mîna serperiyekê ya ko li rex robarekî rûniştî ye û li ber tîrêjên rojê laşê xwe yê nerm ziwa dike.

Rojekê ji yên biharê ez çûm seredana hevalek xwe yê ko mala wî qonaxekê ji bajarê efsûnî dûr bû. Di dema suhbeta me de, ciwamêrek qedirbilind ê nêzî 65-salî ket hundurî malê. Dema ko rabûm ser xwe ji bo ko silava wî jê werbigirim, hevalê min ew wek Faris Efendî Keremî bi min nasand û pê re jî navê min bi pesinandinek derîsînor mezin ji wî re anî ziman. Yê pîr li min nerî û bîskekê sertiliyên xwe kirin eniya min mîna ko bi hindê tê bikoşe tiştekî bîne bîra xwe. Piştre ew bi bişir nêzîkî min bû û got: "Tu kurê hevalê min ê gelekî ezîz î, û dilşa me ko wî hevalî di şikilê te de bibînim."

Ez ê ji ber gotinên wî bi tundî raydabûyî mîna balindeyan, ên ko dozîna wan ji berî destpêkirina bahozê ber bi hêlînên wan de dikişîne, ber bi wî de birim. Piştî rûniştina me, wî basa hevaltiya xwe ya bi bavê min re kir û dema wan a bi hev re anî bîra xwe. Mirovên pîr bi şanazî vedigerin bîranînên dema ciwaniya xwe mîna ko biyanî jî bêriya welatê xwe dikin û di ramanên xwe de hertim li wî vedigerin. Ew dilşa dibe ko basa jiyana xwe ya raborî dike mîna helbestvan ê ko bi dilxweşî baştirîn helbesta xwe dixwîne. Ew ji aliyê giyanî de di raborîtiyê de dijî çimkî dema nihoyî bi lez derbas dibe û ayende jî bi wî mîna rêyek ber bi gora nenas de dixwiye. Bîska bi bîranînên kevn tijîkirî mîna sîbera daran e ya ko li mêrgê derbas dibe. Dema ko Faris Efendî dê biçûya, destê xwe yê çepê danî ser milê min, destê min ê rastê givaşt û got: "Ev bîst sal in ko min bavê te nedîtiye. Hêvî dikim ko tu ê ciyê wî bigirî û gelek caran bê mala min." Min wek spasdar soz da ko erkê xwe li hember hevalê xweşviyayî yê bavê xwe bi cî bînim.

Dema ko yê kal ji xanî derket, min ji hevalê xwe hêvî kir ko ji min re pêtir qala wî bike. Wî got: "Ji bilî wî ez li hemû Bêrûtê ti kesek din, ê ko dewlemendiyê kiribe xweşheval û xweşhevaliyê jî dewlemend, nanasim. Ew yek ji wan kesinên kêm e yên ko tên vê dinyayê û jê bar dikin bê ko ti ziyanekê bigihînin kesekî lê pirranî caran kesên wiha xemgîn û jêrdest in ji ber ko ne têra xwe jîr in daku xwe ji derewîgoyiya xelkê biparêzin. Faris Efendî keçek heye ko ew jî ji xwezaya xwe de dişibe wî û bedewî û nazenîniya wê nikare bi peyvan bê salixdan. Lê ew ê bibe kesek bextreş çimkî ji ber dewlemendiya bavê wê hê ji niha ve jiyana wê li ber kamaxbûnê ye."

Piştî van gotinan ew rûtarî bû. Paşî domand: "Faris Efendî mirovek pîr î qenc e yê ko xwedî dilek cewer lê bê helwestek xurt e. Mîna ko kor be, xelk serkêşiya wî dike. Keça wî, tevî serbilindî û jîriya xwe jî, li pey wî diçe. Ev yek di navbera bav û keçê de nihînek e, û ev nihîn ji aliyê zelamek xêrnexwaz, metran, ê ko xêrnexwaziya wî di nav încîlê de tê veşartin, hatiye keşifandin. Ew metran dikare mirovan bide bawerandin ko qaşo ew qenc û cewer e. Ew li vî welatê oldar serekê olî ye. Xelk bi gotina wî dike û jê re îbadet jî dike. Ew wan mîna kerek pez ber bi qesabxaneyê de dikişîne. Metran biraziyek necis û bêexlaq heye. Ew roj ê zûtir an derengtir bê ko ew ê biraziyê xwe li rexê xwe rastê û keça Faris Efendî jî li rexê çepê dabine, bi destên xwe yên şeytanî kulîlkên çelengên zemawendê yên li ser serê wan bigire û xamaya pak û mêrê herimî bike yek û dilê rojê bixe hemêza şevê.

Her tişt, a ko dikarim ji Faris Efendî û keça wî ji te re bibêjim, ev e loma êdî hew pirsan ji min bike."

Piştî gotina xwe wî serê xwe ber bi pencereyê de zivirand mîna ko bi dalepîna (konsentrebûna) li ser bedewiya gerdûnê tê bikoşe ko metelên hebûna mirov çareser bike.

Bi derketina ji xanî re min ji hevalê xwe re got ko ez ê di rojên nêzîk de biçim seredana Faris Efendî ji bo bicîananîna soza domandina wê hevaltiyê ya ko demekê di navbera wî bavê min de hebû. Hevalê min bîskekê fekir min, û min guherek di mîmîka rûyê wî de dît mîna ko gotinên min ramanek nû xistibe serê wî. Piştre wî raste-rast bi şêweyek bibandor, bi awirek evîn, berketin û tirsê li min nerî mîna pêxemberekî yê ko bi pêşbînî tiştan, ên ko ti kesek nikare bibîne, dibîne. Paşî lêvên wî hinekî lerizîn lê, dema ko ez ber bi derî de çûm, wî tiştek negot. Wê awira sosret da pey min û ji dû min venebû lê min wateya wê fam nekir ta ko di pêzanîn û tecrubeyên dinyayê de mezin bûm ko dil lê bi dozînkî û însiyakî ji hev serwext dibin û giyan lê ewqas gihîştine ko zanînê pêşwaz bikin.

SEREDANA PÎROZGEHÊ

Di çend rojan de tenêtî bi ser min de hat; bi lênêrîna pirtûkên acizker ve westîbûm; min ji xwe re amraz peyda kirin û çûm mala Faris Efendî. Dema ko em gihan nik daristanokek çamê, ya ko xelk ji bo sêranan diçiyê, rêya me ber bi aliyek din de çû û ji herdu aliyan de bi darên biyê dihat rapêçandin. Dema ko mirov bi wê rêyê ve biçe, dikare mêrgek kesk, mêwên tirî û gelek gulên nîsanê di ciwantirîn xemla wan de bibîne.

Piştî bîskekê derwaze di nav baxçeyek ciwan de li ber deriyê xaniyek bi tenê rawestîn. Bîna biheştîn a sorgul, gardenya û yasemînan hewa bi xwe tijî dikir. Piştî ko ji derwazeyan derketim û ketim nav baxçeyê mezin, min dît ko Faris Efendî pêrgî min tê. Wî bi bixêrhatinên ji dil ez gihandim hundurê mala xwe, mîna ko bav kurê xwe bibîne li rex min rûnişt û mişe pirs li ser jiyan, pêşeroj û perwerdeyiya min ji min kirin. Min bi şanazî ew dibersivandin çimkî min di guhên xwe de awazên sirûdên pesnê dibihîstin û min didît ko li deryaya aram a xeyalên têrhêvî diseyirim. Derhal keçek bedew a destek kincên spî yê armûşî li xwe kirî ji pişt derîperdeyên mexmûrî xwiya bû û ber bi min de hat. Ez û Faris Efendî rabûn ser xwe.

"Ev keça min Selma ye", kalo got. Piştre wî ez nasandim û got: "Felekê hevalê min ê ezîz di kurê wî de li min vegerandiye." Bîskekê Selmayê fekir min mîna ko guman bike ka ez ji bo wê hatibûm mêvaniyê. Destê wê, dema ko min destê xwe avêtê, mîna sosinê spî bû, û pê re janek sosret xwe avêt dilê min.

Em hemû bêdeng rûniştin mîna ko Selmayê bi xwe re giyanek esmanî anîbe ko diviyabû me bi bêdengiyek temam hurmeta wî giyanî bigirta. Piştî agahdarbûna ji vê bêdengiyê ew bi min bişirî û got: "Gelek caran bavê min basa xortaniya xwe û wan rojên pîriya xwe, ya ko wî û bavê te bi hev re derbas kirin, ji min re kiriye. Eger bavê te jî bi heman awayî ji te re peyivîbe, êdî ev hevdîtina min û te ne cara yekem e."

Pîremêr bi gotinên keça xwe gelekî kêfxweş bû û got: "Selma gelekî diltenik e. Ew her tiştî bi çavên giyanê xwe dibîne." Piştre wî dîsan bi seqbêrî dest bi suhbetê kir mîna ko wî di min hêzek nêrengî dîtibe û pê bi baskên bîranînan vegerî rabortiya xwe.

Û min jî çavnêrî li wî dikir û ketim xeyala salên bên ên jiyana xwe û wî mîna darek pîr î bihagiran, ya ko xwe li ber tîrêjên rojê û bahozan ragirtibe û niha di dema recifîna şitilek biçûk li ber bayê spêdeyê sîber û stara xwe biavêje ser, li min dinerî.

Lê Selma bêdeng bû. Carinan wê li min û paşî jî li bavê xwe dinerî mîna ko beşa pêşîn û ya dawîn ji şanoya jiyanê bixwîne. Li nav wî baxçeyî roja me zû derbas bû û min di pencereyê re maça esrarî û zer a rojavabûnê li serê çiyayên Libnanê dît. Faris Efendî ravekirina pêzanînên xwe domand û min bi balkêşiyek ewqas ji dilkûriyê lê guhdarî dikir ko xemgîniya wî lê bû dilxweşî.

Selma bi tenê li ber pencereyê rûniştibû, bi çavên têrxem li derve dinerî û nedipeyivî çimkî bedewiyê zimanê xwe yê ji peyvan berztir heye. Ew zimanek bêdem e, ji hemû mirovatiyê re hevbeş e, deryaçeyek aram e ya ko bala robarên stranbêj dikişîne kûratiya xwe û wan bêdeng dike.

Tenê giyanên me dikarin ji bedewiyê fam bikin, an jî jê bijîn û pê şên bibin. Ew mejiyê me bi xwe dide mijûlandin û ponijandin; em nikarin wê bi peyvan salix bidin; ew tiştek îhsas e ko çavên me nikarin bibînin, û ew hem di mirov û hem jî di Yezdan de heye. Bedewiya rastîn tîrêjek e ya ko serekaniya xwe ji giyanê herî pîroz digire û bedenan ronî dike mîna ko jiyan jî ji kûratiyên erdê hildikeve û reng û bînê dide gulan.

Bedewiya rastîn di aheng û harmoniya giyanî de dijî û ev harmonî bi evînê tê navandin û evîn di navbera mêr û jin de heye.

Ma gelo giyanê min û yê Selmayê wê rojê gihan hev dema ko me hevdu dît û ma bêrîkirina evînê wisan kir ko ez bedewtirîn keça li ser rûyê erdê bibînim? An jî ma ez ji ber şeraba xortaniyê sermest bûbûm û loma ez ketim wan xeyalan ên ko hemberiyên wan di jiyana rastîn de tine bûn?

Ma çavên xwezayî yên xortaniya min wisan kir ko ez di aşopên xwe de geşiya çavên wê, dilhebîniya zimanê wê û narîniya bedena wê bibînim? Yan jî bedewî, narînî û nazenîniya wê çavên min vekirin û dilşadî û xemgîniya evînê nîşanî min dan?

Dijwar e ko ev pirs bên bersivandin lê ez dilvekirî dikarim bibêjim ko wê bîskê min hest bi tiştekî kir ko berî hingê qet pê nehesîbûm, zewqek nû ya ko bi aramî ketibû dilê min mîna wî giyanî yê ko di dema afirandina cîhanê de li ser avê dipirî, û ji wê hestê bextiyarî û bextreşiya min afirî. Bi vî awayî yekemîn hevdîtina min bi Selmayê re bi dawî hat û bi vî şêweyî îradeya esmanî ez ji bend û zincîrên xortanî û tenêtiya min azad kirim û hişt ko ez jî bi karwanê evînê re bimeşim.

Di dinyayê de tenê evîn dikare mirov azad bike çimkî ew wisan giyanê vedijîne ko ne zagonên mirovatiyê û ne jî diyardeyên xwezayê dikarin wê biguherînin.

Dema ko ji bo çûnê rabûm ser xwe, Faris Efendî hat nêzîkî min û bi aramî got: "Belê lawê min, madem tu êdî rêya vê malê dizanî, divê tu gelek caran bê û xwe li mala bavê xwe hes bikî. Min wek bavê xwe û Selmayê jî wek xwişka xwe bipejirîne." Piştî vê gotina xwe ew li Selmayê zivirî mîna ko daxwaza pejirandinê ji wê jî bike. Selmayê bi wateya "baş e" serê xwe çemand û, mîna ko ez nasek wê yê ji mêj de bim, li min nerî.

Bi wan gotinan Faris Efendî Keremîy ez bi keça xwe re danîm huzûra evînê. Ew peyv mîna stranek esmanî bûn a ko ji jihalçûnê dest pê kir û bi xemgîniyê bi dawî hat; wan peyvan giyanên me birincîhana ronahî û tarîtiyê; ew qedehek bû ko me bextewarî û bextreşî jê vexwarin.

Ji xanî derketim. Pîremêr ez gihandim kenara baxçe, û di heman demê de dilê min dilerizî mîna lêvên mêrek tî dilerizin.

PÊTALA SPÎ

Meha nîsanê li ber xelasbûnê bû. Ez bi berdewamî çûm mala Faris Efendî daku Selmayê bibînim, li bedewiya wê binerim, heyraniya jîriya wê bikim û li bêdengiya xemgîniyê guhdarî bikim. Ez wisan pê dihesîm ko destek nebîn min ber bi wê de dikişîne.

Her seredanekê têgihek nû ji bedewiya wê û averûyek ji giyanê wê yê nazik da min ta ko ew bû pirtûkek a ko min dikarîbû ji rûpelên wê fam bikim û sirûdên pesnê jê re bistrim lê ticaran nikarim dev ji xwendina wê berbidim. Keçek, a ko felekê bedewiya giyanî û bedenî dabiyê, rastiyek e, hem vekirî û hem jî girtî, rastiyek e ya ko em bi tenê dikarin bi evînê tê bigihin û bi tenê bi xawêniyê dest bikinê; û eger em hewl bidin wê keçê salix bidin, ew ê mîna mijê wenda bibe.

Selma Keremî bi beden û giyanê xwe ve bedew bû lê ma çawa ew dikare ji wan kesan, ên ko ticaran ew nedîtiye, re bê teswîrandin? Ma mirî dikare strana bilbil, bîna sorgulê û xuşîna robar li bîrê be? Ma girtiyê bi giranî zincîrkirî dikare bide pey nefesa bayê berbangê? Ma bêdengî ne ji mirinê bijantir e? Ma fêz û xurûr rêyê li ber min digire ko Selmayê bi peyvên sade salix bidim çimkî nikarim bi peyvên biriqdar û wategiran dabaş jê bikim? Jixwe yê birçî li çolistanê xwarina nanê hişk red nake eger Yezdan ardik û gurxeniqan nediyê.

Di kincên xwe yên armûşî yên spî de Selma, mîna tîrêjên hîverona di pencereyê re tên, narîn bû. Ew bi çavhebînî û bi rîtm dihat û diçû. Dengê wê nizm û şîrîn bû, peyv mîna çipên ji belgên gulan, dema ko ba ew daweşandine, diketin.

Û rûyê Selmayê! Ti peyv û bêje nikarin nikarin wê mîmîka rû, ya ko pêşî janek mezin a hundurîn û dû re jî jihişçûna esmanî nîşan didan, salix bide.

Bedewiya rûyê Selmayê ne klasîk bû; ew mîna pêşdariyek yezdanî bû ya ko nikare bi firçeya nîgarkêş an jî eskeneya heykeltiraş bê texmîn-, sînor- û peyrewîkirin. Bedewiya Selmayê ne di pirça zêrîn de bû lê di dilpakî û paqijiya li dor wê pirçê; ne di çavên wê yên mezin de lê di ronahiya ji wan dihat de; ne di lêvên wê yên sor de lê di peyvên ji nav wan derdiketin de; ne
gerdena wê ya mahî û diranfîlî de lê di kevaneya tenik a wê gerdenê de. Bedewiya wê herwiha ne ji bêmasîtiya bedena wê lê ji giyanê wê yê berz dihat û ev giyan mîna pêtal û meşaleyek spî di navbera erd û esman de vêxistî û hilkirî bû. Bedewiya wê mîna helbestvaniyê ye. Lê helbestvan kesên bextreş in çimkî giyanên wan çiqas tê bikoşin jî, demamika hêsir û ronikan rêyê li ber wan digire.

Selma ji bêjekariyê pêtir kûrponij bû, û bêdengbûna wê mîna muzîkê bû ya ko ez dibirim cîhana xewn û xeyalan a ko min lê dengê lêdana dil dibihîst û li pêş xwe sî û sîbera raman û hestan didît.

Wê di hemû jiyana xwe de hawranê xemgîniyê hildigirt û pê bi tenê, her ko diçû, bedewî û bihagiraniya wê ya sosret zêdetir dibû mîna ko dar jî di gulvedaniya xwe de ji hingê bedewtir e ko di nav mija spêdeyê de bê dîtin.

Xemgîniyê em herdu wisan kiribûn hevpar ko me herduyan ji rûyê hevdu didît ka dil hest bi çi dikir û dengê nihînîkirî dibihîst. Yezdan du mirov kiribûn yek, û veqetandina wan ji hev dê bi tenê kul û derd bianîna.

Eger giyanê xemgîn yekî şibî xwe bibîne, ew aram dibe. Bandorek kûr li wan dibe û, mîna ko xerîbek li welatek biyanî xerîbekî bibîne, îradeya wan dibe yek. Dil, ên ko bi xemgîniyê digihin hev, ji ber jihalçûna bextewariyê jî ji hev naqedin. Evîn, a ko bi hêsir û ronikan hatiye paqijkirin, dê bi abadînî pak û bedew bimîne.

BAHOZ

Rojekê Faris Efendî ez ji bo firavînê vexwendim mala xwe. Min vexwendina wî pejirand, giyanê min bêriya nanê yezdanî dikir, nanê Yezdan xistibû destê Selmayê, nanê giyanî yê ku, her ko zêdetir bê xwarin, pêtir mirov birçî bike. Eynî ev nan bû yê ko helbestvanê ereb Qeys, Dante û Sapfo çêj kiribûyê û wî nanî dilên wan dan çirûskandin, nan ê ko Xweda di çêkirina wî de şîrîniya maçan û dilêşiya ronikan tevlî dike.

Dema ko giham mala Faris Efendî, min dît ko Selma li ser doşkekî li nav baxçe rûniştibû û pişta xwe dabû darekê, û ew di kincên xwe yên spî yên armûşî de mîna bûkekê bû yan jî mîna periyek rind a ko zêrevaniya baxçe dikir.

Bi bêdengî û bi hurmet nêzîkî wê bûm, û li rex wê rûniştim. Min nedikarî bipeyivim loma min xwe spart bêdengiyê ango zimanê tenak ê dil lê min hest pê dikir ko Selmayê li peyivîna min a bêpeyv guhdarî dikir û di çavên min de li sîbera giyanê min dinerî.

Piştî çend deqeyan bavê wê hat û ez silav kirim. Dema ko wî destê xwe raberî min kir, min wisan hest kir ko wî dixwest hemû nihînên di navbera min û keça xwe de teqdîs bike. Dû re got: "Firavîn amade ye, zarokino, werin em bixwin." Em rabûn û me da pey wî û çavên Selmayê dibiriqîn çimkî bi wê yekê, ko bavê wê em bi zarokên xwe bang dikirin, hesek nû tevlî jiyana wê kir.

Em rûniştin ser sifreyê, me xwarinên bi dilê xwe xwarin û çêj kir şeraba kevn lê giyanên me ji dinyayê dûr bûn, em bi xeyalên xwe re li pêşerojê û nav belayên wê bûn.

Di ramanên xwe de sê mirov dikarin ji bingehên xwe ji hev cuda bin lê di evîndariyê de ew dişibin hev. Sê mirovên bêguneh ên ko hestên xurt hebûn lê kêm tişt dizanîn; ev şano ji aliyê sê kesan de dihat lîstin: pîremêrekî, yê ko ji keça xwe hez dikir û ji ber bextewariya wê xemxwar bû, keçek 20-salî, ya ko nearam li diwaroja xwe dinerî, xortekî, yê ko xeyal û tirs hebûn, ê ko ticaran ne şerab û ne jî sêka jiyanê çêjandibû, û tê dikoşî ko xwe bigihîne gupika evîndarî û zanyariyê lê di têkoşîna xwe de bi ser nediket. Em her sê di wê tarîtiya êvarê de li wê mala varê rûniştibûn û me dixwar û vedixwar, li wê malê ya ko çavên Yezdan goyînî lê dikir lê dîsan jî dilêşî û jan di binê qedehên me de bû.

Dema ko me xwarina xwe bes kir, yekê ji xedaman diyar kir ko mêrek li ber derî bû dixwest Faris Efendî bibîne. "Ew kî ye?" kalo pirsî. "Şandiyê metran e", xedamê got. Bîskekê bêdengî bû, paşî Faris Efendî fekir keça xwe mîna ko pêxember ê ko li Esman binere daku pêşbîniyê di nihînên wî de bike. Piştre ji xizmetkarê re got: "Bihêle bila bê hundur".

Dema ko xedam çû, mêrek bi unîformên rojhilatî, yê ko xwedî simêlên bor ên ji koka wan ber bi jor de badayî bû, hat, kalo silav kir û got: "Metranê qedibilind ez şandime daku we bi derwazeyên wî yên ferdî bibim cem wî; ew hêvî dike ko li ser xilmetek girîng bi we re gotûbêjê bike." Kalo rûtarî bû û bişir ji ser rûyê wî wenda bû. Piştî ponijînek biseqbêr ew hat nik min û bi dengek xweşhevalî got: "Hêvîdar im ko ta vebigerim, tu ê li vir bimînî çimkî Selma li vê ciyê dûrî jiyangehan bi dîtina gelekî şa dibe."

Piştî van gotinan ew li keça xwe zivirî, bişirî û helwesta wê pirsî. Keçê bi rûyê xwe bersiva erênî da lê gepên wê sor bûn û wê ji dengê lîrê jî şîrîntir got: "Çi ji min bê, bavo, ez ê texsîr nekim ji bo ko mêvanê me dilşa bikim."

Selmayê li wan derwazeyan, ên ko bavê wê û peyamberê metran birin, ta ko ew ji ber çavan wenda bûn. Paşî ew hat û li ser rûnişteka bi armûşê kesk raxistî ya li pêşberî min rûnişt. Ew mîna sosinek bi ji aliyê bayê spêdeyê de li çîmenekê tewandî dixwiya. Ev îradeya esmanî bû ko ez vê êvarê li mala bedew a daran dorlêgirtî, li mala dergûşa bêdengî, evîndarî, bedewî û dilpakiyê, bi Selmayê re lê bûm.

Em herdu bêdeng bûn û li bendê bûn ko ya/yê din dest bi axivînê bike lê di navbera du giyanan de peyivîn ne tenak şêwe ye ko mirov dikare ji hev fam bike. Peyv, ên ko ji ser ziman tên û ji nav lêvan derdikevin, nikarin dilan bigihînin hev.

Tiştek ji peyvan, ên ko dev dikare rabigihîne, gewretir û paktir jî heye. Bêdengî giyanên me ronî dike, ji dilên me re dipiste û û wan bi hev digihîne. Bêdengî me ji me bi xwe vedike, me li ser rûyê esman dide seyirandin û me pêtir nêzîkî Yezdan dike; ew bi me dide hesandin ko bedena me bi tenê zindan e, û ko ev dinya bi tenê revgeh e.

Selmayê li min nerî, û çavên wê nihîna dilê wê diyar diyar kir. Piştre wê bi dengek nizm got: "Em biçin nav bexçe û li binê daran rûnin û li hilhatina heyvê ya ji pişt çiyayan temaşe bikin." Min bi gotina wê kir û ji ser rûnişteka xwe rabûm lê dilê min biguman bû.

"Ma bi baweriya te ne baştir e em li vir bin ta ko heyv hilbê û bexçe ron bike?" Û min bi xwe domand: "Tarîtî dar û gulan di nav xwe de radipêçe. Em ê nikarin tiştekî bibînin."

Paşî Selmayê domand: "Tevî ko tarîtî nehêle ko em bi çavên xwe dar û gulan bibînin jî, ew nikare evîna dilên me vebişêre."

Piştî van gotinên bi deng û awazek xerîb wê çavên xwe ji min girtin û di pencereyê re li derve nerî. Dû re wê dîsan li min nerî mîna ko ji gotinên xwe poşman bûbe û tê bikoşe ko bi hêza efsûnî ya awira çavên xwe wan peyvan dîsan ji min bistîne. Lê wan çavan, li şûna ko wan peyvan ji min bistînin, ew peyvên şîrîn, ên ko bi abadînî ciyê xwe di bîranînên de veqetandibû, hê zelal û rontir di kûratiyên dilê min de dan dubarekirin.

Hemû bedewî û gewretiya li vê cîhanê heyî bi tenê bi hêza raman an jî hestek di hundurê mirov de hatiye afirandin. Her tişt, ê ko em niha wek bidestxistiyên nifşên pêştir dihesibînin, carekê bi tenê ramanek di mejiyê mêr an jinekê de bû. Şoreş, ên ko ew qas xwîn da rêtin û mirov fêrî ramîna azadiyê kirin, bi tenê encama raya kesek di nav hezaran kesan de bûn. Cengên ruxîner, ên ko dewlet û împaratorî hilweşandin, serekaniyên xwe ji ramanên di serên takekesan de distendin. Ew zanînên bêmînak hêja, ên ko dîroka mirovatiyê guherand, bîreweriyên mirovek wisan bûn ko zekaya wê/wî ew ji hawirdora di nav de cuda dikir. Tenê yek raman bû sedema avakirina pîramîdan, gulvedana îslamê û şewitandina Pirtûkxaneya Îskenderyayê.

Tenê ramanek bi şevê ketî serê te dikare te bike navdar an jî bixe nexweşxaneyê. Awirek keçekê dikare te bike bextewartirîn mêrê cîhanê. Tenê peyvek ji ser lêvên mirovekî dikare te bike dewlemend an jî belengaz.

Wê peyvê, ya ko Selmayê wê şevê ji min re got, ez di navbera paşeroj û pêşeroja min de berbend kirim û girê dam mîna keştiyekê ya ko li nava deryayê hatiye strîngandin. Wê peyvê ez ji xew û tenêtiya xortaniya min şiyar kirim û avêtim ser sehneya jîn û mirinê.

Bîna gulan têkelî nav nefesa ba dibû dema ko ew hatin nav bexçe û bêdeng li ser doşkek li nêzî daryasemînê rûniştin, me li helpîna xwezaya razayî guhdarî dikir û çavên esman jî govanên lîstika me bûn.

Heyv ji pişt Çiyayê Sunin hilhat û roniya xwe da perav, zinar û çiyayan; û me dikarîbû bibînin ko gundan milbendî li gelî dikir mîna sawêr û sipêleyan ên ko derhal ji valatiyê hatibûn afirandin. Me hemû bedewiya Libnanê di tîrêjên zîvîn ên heyvê de didît.
Helbestvanên Rojavayî Libnanê mîna deverek efsaneyî dihesibînin ko piştî mirina Dawid, Silêman û pêxemberên din hatiye jibîrkirin mîna ko çawa bexçeyê biheştê jî piştî gunehkariya Adem û Hawayê ji bîr bû. Ji wan helbestvanan re Libnan peyvek şaîrane ye û girêdayî çiyayê bi bîna Darselwiyên Pîroz dorpêçandî ye. Peyva Libnan pîrozgehên misî û mermerî, yên ko pêt û bêhej li ser xwe ne, û garanên xezalan, ên ko li geliyan diçerin, tîne bîra wan. Wê şevê min Libnan bi xewnek bi çavên helbestvanan dît.

Rastiya van tiştan li gor rewşa me ya giyanî diguhere, û em di wan de bedewî û efsûnetiyê dibînin dema ko bedewî û efsûnetî di rastiyê de di me bi xwe de ye.

Dema ko tîrêjên heyvê li rû, gerden û zendên Selmayê da, ew mîna peykelekî bû ko ji aliyê destên xizmeta Xwedaya Evîn û Bedewiyê Îştarê dikin de hatibe teşedan. Dema ko li min nerî, wê got: "Tu çima bêdeng î? Tu çima ji min re tiştekî ji jiyana xwe ya borî bas nakî?" Dema min li wê nerî, bêdengiya min nema, min lêvên xwe vekirin û got: "Ma te nebihîst ka min çi got dema em hatin nav vî bexçeyî. Ruh, a ko pistîna gulan û awaza bêdengiyê bibihîze, dikare qîrîna giyanê min û nearamiya dilê min jî bibihîze."

Selmayê destên xwe dan ber rûyê xwe û bi dengek lerizok got: "Belê min tu bihîstî - min bihîst ko deng ji hemêza şevê tê û qîrîn ji dilê rojê hildikeve."

Piştî ko min jiyana xwe ya borî, hebûna xwe jî - her tişt ji bilî Selmayê - ji bîr kir, min ew bersivand: "Û min jî tu bihîstî, Selma. Min bihîst ko muzîkek xemrevîn li hewa lê dixe û hemû cîhanê dide bizivandin."

Bi bihîstina van peyvan wê çavên xwe neqandin û min dît ko li ser lêvên wê bişirek şîrîn têkelî nav xemgîniyê dibû. Ew bi dengek nizm pistî: "Niha dizanim ko tiştek ji esman bilindtir û ji oqyanûsan kûrtir û ji jiyan, mirin û demê nenastir heye. Niha tiştek min berê nizanîbû dizanim."

Wê gavê Selma bû kesek ji hevalekê bihagirantir, ji xwişkekê nêzîktir û ji evîndarekê hezkirîtir. Ew bû ramanek cewer, xewnek bedew û hestek hêzdar a ko di giyanê min de dijiya.

Çewt e bê bawerkirin ko evîn encama hevalbendiyek demdirêj an têkoşînek ji bo bidestxistinê ye. Evîn berhema zewaca derûnî ye, û eger agirê wê derhal geş nebe, ne sal û ne jî zeman dikarin wê geş bikin.

Piştre Selmayê serê xwe rakir, li qeraxa esman, ciyê Çiyayê Sunin û esman digihin hev nerî û got: "Do tu ji min re mîna birayekî bûyî yê ko li ber stara bavê xwe pê re dijiyam û bi aramî pê re rûdiniştim. Lê niha ez hest bi tiştek ji hesên biratiyê hê xerîbtir û şîrîntir dikim, têkeliyek sosret a evîn û tirsê, û ew hest dilê min bi xemgînî û bextiyariyê dadigire."

Min bersiva wê da: "Ew hest, a ko em jê ditirsin û ya ko dema xwe li dilê me dide zagonek xwezayî ye ko heyvê li dor zemînê û zemînê jî li dor Yezdan dide zivirandin."

Wê destê xwe danî ser serê min û pirça min perixand. Rûyê wê pengivî û hêsir û ronik ji çavên wê gindirîn mîna ko çipên avê dikevin ser belgên sosinê û wê got: "Kî dê çîroka me bawer bike - kî dê bawer bike ko aniha em bi ser hemû astengên şik û gumanan ketine? Kî dê bawer bike ko meha Nîsanê, ya ko yekem car em gihandin hev, mehek e ko em di Pîrozweriya herî berz a jiyanê de dîtin."

Destê wê hê jî li ser serê min bû û min ê ew destê bedew û nerm, ê ko pirça bi min re hatibû girêdan, bi ti tacên padişahî û çelengên şanazî û rûmetê nedaya.

Loma min bersiva wê da: "Xelk ji çîroka me bawer nake çimkî ew nizanin ko evîn tenak gul e ko li hemû demsalan şên dibe û dibişkive lê ma bi rastî jî ew meha Nîsanê bû ya ko cara yekem em bi hev nasandin û wê bîskê em di Pîrozweriya herî berz a jiyanê de gihandin hev? Ma ew ne destê Yezdan bû ko giyanên me ji berî welidînê gihandin hev û em bi şev û rojan bi hev re berbend kirin? Jiyana mirov ne ji zikê dayikê dest pê dike û ne jî di gorê de bi dawî tê; û ev qeraxa esman, a ko tijî hîveron û stêran e, ji aliyê giyanên evîndar û ruhên bînbar de nayê tenêhiştin."

Dema ko wê destê xwe ji ser serê min rakir, min hesek mîna lerizek karebayî ya bi bagera şevê re yekbûyî di rîşên pirça xwe de hes kir. Mîna nivêjkerek kûrbawer, ê ko altara pîrozgehê dimaçîne, min dest avêt destê Selmayê, lêvên xwe yên agirgur danîn ser û demek dirêj ew maç kir, ew bîranîn dilê min dihelîne, û bi nazenîniya xwe her xeyala bedew di giyanê min de dikemilîne.

Saetek derbas bû, her deqeyek wê mîna salek evîntijî bû. Bêdengiya şevê, hîveronê, gulan û daran wisan dikirin ko em her rastiyê ji bilî evînê ji bîr bikin ta ko me qutîna simên hespan û xilingîna xirxalên derwazeyan bihîstin. Piştî ko em ji cîhana xewnên dilhebîn hatin şiyarkirin nav cîhana nearamî û belengaziyê, me dît ko pîremêr ji xilmetên xwe vegerîbû. Em rabûn û di nav cinînê re ber bi wî de çûn.

Dema ko derwaze gihan ber deriyê bexçe, Faris Efendî ji wan hat xwar û hêdîka ber bi me de hat, hinekî piştçemiyayî mîna ko barek giran li ser milê wî be. Ew nêzîkî Selmayê bû, herdu destên xwe danîn ser milên wê û fekirê. Ronik bi gepên wê yên qurmiçî ve diherikîn, û lêvên wî bi bişirek xemgîn direcifîn. Wî bi dengek fetisîner got: "Selmaya min a xweşviyayî, tu ê di demek nêzîk de ji hemêza bavê xwe bê derxandin û bikevî hemêza mêrek din. Di demek gelekî nêzîk de felek dê te ji vê mala bi tenê bibe nav bexçeyê cîhana fire, û ev bexçe dê bêriya şopên piyên te bike, û tu ê ji bavê xwe xerîb bibî. Her tişt hatiye kirin; Yezdan te biparêze."

Bi bihîstina van gotinan rûyê Selmayê tarî bû, û çavên wê bêliv man mîna ko ew bi mirinê hesîbe. Piştre wê mîna balindeyek beradayî bi jan û bi recif qîrî û bi dengek fetisînende got: "Tu çi dibêjî? Ev çi gotin in? Tu ê min kû de bişînî?"

Paşî wê li bavê xwe nerî, lê kolî û tê koşî ko nihîna wî diyar bike. Piştî bîskekê got: "Ez tê digihim, her tiştî fam dikim. Metran tu mecbûrî dana min kirî û ji vê balindeya baskşkestî re rekeyek çêkiriye. Ma ev xwesteka te ye, bavo?"

Bersiva bavo axînek kûr bû. Wî bi dilnermî da pêşiya Selmayê û ew ketin hundur; ez li ser piyan li nav bexçe mam û pêlên bêhêvîtiyê ez mîna pelên daran li payizan li ber bageran veçirandim. Paşî min da pey wan û çûm odeya rûniştinê û ji bo ko nebim sedema matbûnê ez çûm destê pîremêr, min li Selmayê, li stêra xwe nerî û ji xanî derketim.

Dema ko giham ber qeraxa bexçe, min bihîst ko pîremêr bangî min dike û li ser milê xwe zivirîm daku wî bibînim. Wî xwe avêt destê min û got: "Bibexşe ko min êvara we bi hêsiran herimand lê hêvî dikim ko tu her bê seredana min dema ko mala min xopan be, û ez bi tena serê xwe û bêhêvî bim. Ciwanî, lawê min, bi pîriyê re xweşnûd nabe mîna ko spêde jî pêrgî şevê nayê; lê ji bo bîranînên xortaniya min û rojên min bi bavê te re borandî were cem min û nûçeyên jiyana ez êdî jê bêpar ji min re bibêje. Ma tu naxwazî bê cem min eger Selma çû û ez li vir di tenêtiya xwe de me?"

Bi gotina van peyvan re û dema ko destê wî di destê min de bû ez pê hesîm ko ronikên germ ji çavên wî diketin ser destê min. Ez mîna zarokekî dilerizîm û wisan dixwiya ko trajediyê dê dilê min fetisandibûya. Dema ko min serê xwe rakir, wî hay ji hêsirên min bû, xwe ber bi min de tewand û lêvên xwe gihandin eniya min: "Bi xêr biçî, lawê min, bi xêr..."

Hêsira kesek pîr ji ya ciwanan pêtir mirov dide bawerkirin çimkî ew di bedena wî ya lawaz dibe de mîna xilteya jiyanê ye. Ronikên ciwanan mîna çipên avê ne ko dikevin ser pelên sorgulan lê hêsirên pîran mîna pelên zer û beyî ne ko bi nêzîkbûna zivistanê re ba diwerîne.

Ez ji mala Faris Efendî Keremî çûm lê gotinên Selmayê di guhên min de deng vedidan, bedewiya wî mîna sîberekê dida pey min û ronikên bavê wê hêdîka li ser destê min ziwa dibûn.

Çûna min mîna reva Adem a ji biheştê bû lê Hawaya dilê min ne bi min re bû ko em bi hev re hemû cîhanê bikin biheşt. Wê şevê, ko ez ji nû ve welidîm, min hest kir ko yekem car rûyê mirinê dibînim.

Bi vî awayî tav bi germiya xwe zeviyan vedijîne û difetisîne.

DERYAÇEYA AGIRÎN

Her tişt, a ko mirov di tarîtiya şevê de vebişêre, bi eşkereyî di ronahiya rojê de xwiya dibe. Peyvên di tenêtiyê de bilêvkirî bi derbeyekê dibin mijara gotûbêjên giştî. Kirin, ên ko em îro di starên jîngehên xwe de vedişêrin, sibê dê li kuçe û kolan suhbet jê be.

Bi vî awayî ruhên tarîtiyê sedema hevdîtina metran Bulos Galib û Faris Efendî anî ziman, û ev suhbet di nav hemû cîranan de dihat kirin ta ko ew hat guhên min jî.

Suhbeta metran Bulos Galib û Faris Efendî ne li ser pirsgirêkên belengaz, jînebî û sêwiyan bû. Sersedema wê yekê, ko metran peyamberê xwe şandibû pey Faris Efendî û ew bi derwazeyên xwe yên ferdî gihand cem xwe, nîşanîkirina Selmayê bi biraziyê metran, Mensor Bey Galib re bû.

Selma tenak zaroka Faris Efendiyê dewlemend bû, û metran jî ew bijart - ne ji ber bedewî û giyanê wê yê cewer lê ji ber maliyeta bavê wê, ya ko dahatinek baş ji Mensor Bey re anî û ew kir kesatiyek girîng.

Ji bo rêveberên dêrên Rojhilat tenê bertîl ne bes in lê ew bi her awayî tê dikoşin ko malbatî û xizmên xwe yên din jî bikin kesên bibandor û destbihêz. Hêza desthilatiyê ya hukumdaran bi rêya mîratê ji kurê mezin re ye lê diyardeyek gelemper e ko ew bira û birazayên xwe dikin serekên olî. Bi vî awayî metranên xaçperest, îmamên mihemedî û qeşeyên brahmayî dibin mîna mamarok û marîjokan ên ko bi gelek şaxan xwe bi gorî û qurbanên xwe ve dizeliqînin û bi bêhejmar devan xwîna wan dimêjin.

Dema ko metran Selma ji biraziyê xwe re xwest, tenak bersiv, a ko wî ji bavê keçê wergirt, bêdengiyek kûr û ronikên herikende bûn çimkî bavê wê qet ji wê yekê hez nedikir ko dev ji tenak keça xwe berbide. Giyanê her mêrekî dilerize dema ko divê ew dev ji tenak keça xwe, ya ko wî mezik kiriye û kiriye zeriyek, berbide.

Xemgîniya dêbavan a ji ber zewicîna keçê bi qasî wê bextewariyê ye ko kur bi zewicîna xwe re ji dêbavên xwe re tîne çimkî kur endamek din jî li malbatê zêde dike lê bi zewacê keç bi abadînî ji dest dêbavan diçe.

Faris Efendî bi tenê ji mecbûrî û bi bêdiliya xwe daxwaza metran pejirand çimkî wî baş biraziyê metran dinasî û qenc dizanî ka ew çi qas xeternak û bîje, tijî kîn, bêwijdanî û bêexlaqî bû.

Li Libnanê ti kesek nikare li hember metran gotinekê bibêje û dîsan jî di rewşek baş de bimîne. Bê ko şerefa xwe wenda bike, ti kesek nikare bi gotinek metran neke. Çav nikare bêyî peqînê li dij rimê rabiweste û dest nikare bêyî jêbûnê xwe biavêje şûr.

Eger Faris Efendî bi gotina metran nekiribûya û daxwaza wî nepejirandibûya, şerefa Selmayê dê pûç bûbûya, û lêv û zimanên herimî dê navê wê rezîl bikira. Destê rûvî negihe tirî, dibêje ew tirş e.

Bi vî awayî felekê destê Selmayê girt û ew mîna koleyek sernerm ew rakişand, ko ev yek jî pirranî caran para keç û jinên bextreş ên Rojhilat in. Û bi vî awayî giyanê cewer ket xefikê piştî ko bi azadî bi baskên spî li esmanê heyvê ronkirî, yê ko gulan biheştbîna xwe lê belav kiribû, firî.

Li hin welatan dewlemendiya dêbavan dibe sedema bextreşiya zarokên wan. Parzûnê mezin û giran, ê ko dê û bav bi hev re dewlemendiyên xwe civandiniyê, li zarokên wan dibe zîndanek teng û tarî. Dînara mihrevan û hemûzan û hemûkar, a ko mirov wê diperêsin, dibe decal. Ew giyan îşkence dike û dil dikuje. Selma Keremî yek ji wan bû ya ko gorî dewlemendiya dêbavên xwe û çavbirçîtiya mêrê xwe bû. Eger bavê wê ne ew qas dewlemend bûya, Selma dê hê niha jî bi bextiyarî bijiya.

Hefteyek derbas bûbû. Tenê evîna Selmayê hevbenda min bû ko ji min re bi şevan stranên bextewariyê distrî û spêdeyê şiyar dikirim daku ji min re basa mebesta jiyanê û nihînên sirûştê bike. Ew evîndariya esmanî ye û ji dexesiyê azad e, ew dewlemendî ye û dîsan jî ticaran ziyanê nagihîne kesekî. Ew hestek kûr a hevbendiyê ye û giyanê mirov di şahiyê de dişo; birçîtiyek kûr a dilnermiyê ye û, ko hat xwarandin, giyan bi merdiyê dadigire; dilnermî ye ko hêviyek neşkê diafirîne, dinyayê dike biheşt û jiyanê dike xewnek şîrîn û bedew. Spêdeyan, dema ko ez li nav mêrgan digerîm, min delîl ji abadîniyê di şiyarbûna xwezayê de didît, û dema li berava deryayê rûdiniştim, min dibihîst ko pêlan stranên abadîniyê digotin. Û dema li kuçe û kolanan digerîm, min bedewî û biriqdariya mirovatiyê di rûyên rêveçûyan û bizavên karkeran de didîtin.

Ew roj mîna sîberan di ber min re derbas bûn û mîna ewran wenda bûn û di demek kurt de êdî ji bilî bîranînên xemgîn tiştek bi min re nema. Çavan, ên ko min pê li bedewiya biharê û şiyarbûna xwezayê dinerî, êdî nedikarî ji bilî xişma bahozê û belengaziya zivistanê tiştek bidîta. Guhan, ên ko min berê pê bi şanazî li stranên pêlan guhdarî dikir, êdî tenê zûrîna ba û hurmîna deryayê li hember zinarê qinc dibihîstin. Giyan, ê ko bi bextewarî li têkoşîna bêwest a mirovatiyê û biriqdariya gerdûnê temaşe dikir, bi haydarbûna ji dilşkestin û biserneketinê bînteng dibû. Tiştek ji wan rojên evîndariyê şîrîntir û ji wan şevên erjeng ên xemgîniyê taltir tine bû.

Ji ber ko min nema dikarî xwe bigirim, ez dawiya hefteyê car din çûm mala Selmayê - wê pîrozgehê ya ko Bedewiyê ava kiribû û Evînê teqdîs kiribû, ya ko giyan dikare lê ayindariyê bike û dil bi sernermî ji bo nivêjê xwe dide ser çokan. Dema giham nav bexçe, min hest pê kir ko hêzek min ji vê cîhanê derdixe, û dibe bilindahiyê ya ko ji berxwedan û belayan azad bû. Mîna mîstîkvan, ê ko pêşdariya yezdanî ji Esman dibîne, min xwe di nav dar û gulan de dît, û dema nêzî deriyê xanî bûm, min dît ko Selma li ser rûnişteka ber sîbera daryasemînê rûniştî bû, heman rûnişteka em herdu berî hefteyekê li ser rûniştibûn, li wê şevê ya ko Felekê bextiyarî û xemgîniya min wek serekanî bijartibûn.

Dema ez nêzî Selmayê bûm, ew qet nelivî û ne jî dengek ji xwe derxist. Wer dixwiya ko wê dizanîbû ko ez ê bihatama cem wê, û dema li rex wê rûnişt im, wê bîskekê li min nerî û bi giranî axî, paşî rûyê xwe ji min girt û li esman nerî. Û piştî bîskek bêdengiyek sosret ew dîsan li min zivirî, bi destên recifok destê min girt û bi dengek xeyirî got: "Li min binere, hevalo, rûyê min seh bike û tişta nikarim bi deng bibêjim ji wî bixwîne. Li min binere, ezîzê min... li min binere, birayo."

Min bi yekbêjî li wê nerî û min dît ko ew çav, ên ko berî çend rojan dibişirîn, û herwiha jî ew lêv, ên ko mîna baskên bilbil dilivîn, niha mirî bûn û xem û êş ji wan diteyisîn. Rûyê wê, yê ko dişibî belgên nûvebûyî yên sosinên rojê maçandî, çilmisîbû û bêreng bûbû. Lêvên wê yên şîrîn bûbûn mîna sorgulên beyî û pelwerî yên ko payizê hê nekujandibûn. Gerdena wê, ya ko mîna stûnek mermerî bû, niha ber bi pêş de çemîbû mîna ko nikaribe barê giran ê xeman ê li ser serê xwe hilbigire.

Min ev hemû guher di rûyê Selmayê de dîtin lê ji min re ew bi tenê mîna ewrekî bûn, yê ko bi leza birûskê derbas dibe, ewrekî rûyê heyvê bigire û wê ji berê jî bedewtir bike. Awir, a ko pest û çewsa hundurîn dide xwiyandin, bedewiyê zêdetir dike tevî ko di heman demê de neynik û awêneya kul û xeman e jî; lê rûyên bêderbir û bêîfade ne û nihînên veşartî diyar nakin, ne bedew in tevî ko taybetmendiyên birêz di wan de hebin jî. Eger rengê meyê di krîstala zelal re neyê dîtin, qedeh nikare bala lêvên me bikişîne.

Wê şevê Selma mîna îskanek meya esmanî bû ya ko hem talî û hem jî şîrîniya jiyanê tê de hatiye têkilandin. Bê ko bizane, ew bûbû sembola keçên Rojhilat ên ko ticaran dev ji mala dêbavên xwe bernadin ta ko barê mêrê xwe hilnegirin ser milên xwe û hemêza dayika xwe ya xweşviyayî bernadin ta ko mecbûr nebin ji ber muamele û dilreşiya xesûyên xwe di koletiyê de bijîn.

Min bi berdewamî li Selmayê dinerî, guhdariya giyanê wê yê acizbûyî dikir û pê re êş û jan dikişandin ta ko haydar bûm ko dem sekinîbû û gerdûn êdî tine bû. Min êdî tenê herdu çavên wê yên mezin, ên ko bênavbir fedikirin min, didîtin û bi destê wê yê sar î recifok di yê xwe de dihesîm.

Gotinên Selmayê yên bi dengek nizm ez ji gêjiya min şiyar kirim: "Were, evîndarê min, em ji pêşeroja xwe ya têrtirs bipeyivin ji berî ko ew bê. Aniha bavê min çûye dîtina wî mêrî yê ko dê ta mirinê bibe hevjînê min. Bavê min, ko Yezdan bi rêya wî jiyan da min, dê biçe dîtina wî mêrî yê ko dinyayê ta mirina min ji min re wek fermandar bijartiye. Li navenda vî bajarî pîremêr, hevbendê ciwaniya min, dê bi wî xortî, yê ko ez ê di heyama salên pêş de pê re bim, re hevdîtinekê bike. Vê êvarê du malbat dê biryara roja zemawendê bidin. Çi bîskek sosret û bibandor! Hefteya borî di heman demê de, li binê vê daryasemînê Evînê cara yekem giyanê min hemêzand, û di heman demê de Felekê jî li mala metran yekemîn peyva çîroka jiyana min nivîsî. Niha, dema ko bavê min û xwestiyê min roja zemawendê plan dikin, ez dibînim ko ruha te li nêzî min dilerize mîna balindeyek tînî yê li raserî avkaniyekê, ya ko marek birçî nobetiyê lê digire, baskên xwe dipirîne. Ax, ev çi êvarek gewre ye! Û ax, têgihîna wê çi kûr e!"

Bi bihîstina van peyvan, ji min re wer xwiya bû mîna ko sîbera reş a bêhêvîtiyê xwe avêtibe ser evîna me û tê bikoşe ko wê di savatiya wê de bikuje, û min ew bersivand: "Ew balinde dê li hindavî kaniyê bifire ta ko tîn wî bifetisîne yan jî ew bikeve hemêza mar û gorî wî bibe."

Lê Selmayê bersivand: "Na, evîndarê ber dilê min, ev bilbil dê jîndar bimîne û dê bistre ta tarîtî bikeve ser erdê û bihar xelas bibe jî, ta dawiya dinyayê ew ê bimîne û bi abadînî bistre. Dengê wî qut nabe çimkî ew jiyanê tîne dilê min, baskên wî naşkên çimkî livên wî ewran ji ser dilê min radikin."

Dû re ez pistîm: "Selma, delala min, tîn dê wî bibetilîne; û tirs dê wî bikujîne."

Selmayê lezand û bi lêvên recifok bersivandim: "Tîna giyan ji meya bedenê şîrîntir û tirsa ruhê ji ewlekariya bedenê jê re dayî bibandortir e. Lê bibihîze, evîndarê min, bibihîze, îro ez li ber qeraxa jiyanek nû me ya ko tiştekî jê nizanim. Ez mîna kesek kor im a ko rêya xwe wisan dinase ko nahilingive. Ji ber dewlemendiya bavê xwe ez ketim bazarê kolefiroşan, û wî mêrî ez kirîme. Ez ne wî nas dikim û ne jî jê hez dikim lê ez ê fêrî hezkirina wî bibim, bi fermanên wî bikim, xizmetê jê re bikim û fêr bibim wî bextewar jî bikim. Ka jina belengaz dikare çi bide mêrê bihêz, ez ê bidim wî.

Lê tu, evîndarê min, hê li nîva bedewiya jiyanê yî. Tu dikarî li ser rêbaza berfireh a bi gulan rapêçandî ya jiyanê bê û biçî. Azad î ko bi dilê xwe yê ji te re pêtalek ronahîdar re li dinyayê bigerî. Dikarî bi azadî biramî, bipeyivî û bixebitî; dikarî navê xwe li rûyê jiyanê binivîsî çimkî tu mêr î; dikarî mîna mîran bijî çimkî dewlemendiya bavê te tu ji bo firotin an kirînê nexistî bazarê kolefiroş û -kiran; dikarî bi keça te bi xwe bijartî re bizewicî û ji berî ko ew bê mala te, dikarî wê di dilê xwe de bijiyînî û dikarî bê şik baweriyê pê bînî."

Bîskekê bêdengî bû û dû re Selmayê domand: "Ma divê jiyan me wisan ji hev vebiqetîne ko tu bibî mêrek xwedîşeref û ez jinek guhdar? Ma ji ber vê yekê ye ko gelî strana bilbil di kûratiya xwe de dadiqurtîne û ba belgên sorgulê vediçirîne, û pî dişewişin meyqedehê? Ma ew hemû êvar bêsûd bûn ko me di hîveronê de li nik daryasemînê derbas kirin dema ko giyanên me dihelîn nav hev? Ma em gelekî bi lez firîn stêran û niha baskên me westîn, û ma niha em ê bikevin kend û kospan? An jî ma Evîn di xewê de bû dema ew hat cem me, û ma bi şiyarbûna xwe re ew qas qehirî ko biryar da me ceza bike? Yan jî ruhên me bakê sivik ê şevê kir bayek tund ê ko em peritandin û perçe-perçe kirin û avêtin kûratiya geliyê xweliyê? Em li dij regez û fermanan derneketin û me fêkiyê qedexekirî nexwar, îcar ev çi ye ko me ji vê biheştê derdixîne? Me ticaran hîlebazî û serîhildan nekirin, îcar çima em dinoqin dojehê? Na, na, ew bîsk, ên ko em digihandin hev, ji sedsalan bibandortir in, û roj, a ko ronahî da giyanên me, ji tarîşevê bihêztir e; û eger bahoz me li vê deryaya bofîn ji hev vebiqetîne, pêl dê me li perava aram bigihînin hev; û eger ev jiyan me biruxîne, mirin dê me bi hev bigihîne. Ne dem û ne jî demsal dikarin dilê keçan biguherînin; tevî ko ew dil bi berdewamî diperitin jî, ew ticaran bi temamî naruxin. Dilê keçan mîna zeviyekê ye ko bûye meydana cengê; ko dar bi reh û rîşên xwe ve ji erdê hatine hilkişandin, giya hatiye şewitandin û zinar ji xwînê sor in û hestî û kuloxên ser di erdê re hatine çikilandin, dîsan jî zevî aram û bêdeng e çimkî bihar û payiz dê her bên û dîsan dest biavêjin kar û xebatê.

Û niha, evîndarê min, divê em çi bikin? Çawa em ji hev biqetin, û kengî em ê dîsan hevdu bibînin? Ma em vê evînê wek kesek xerîb bihesibînin ko êvarê li me bû mêvan û spêdeyê zû em hiştin? Yan jî em vê hestê wek bînahiyekê bihesibînin ko hat xewna me û bi şiyarbûna me re wenda bû?

Ma ev hefte bi tenê bi bîskek sermestiyê em xistibûn vê rewşê ko divê em jê şiyar bibin nav rastiya xwe? Serê xwe rabike û bihêle ez li te binerim; lêvên xwe vebike û bihêle ez dengê te bibihîzim. Ji min re biaxive! Ma piştî ko ev bahoz keştiya evîna me binoqîne jî ez ê li bîra te bim? Ma tu ê pistîna baskên min di bêdengiya şevê de jî bibihîzî? Ma tu ê pê bihesî ko giyanê min bi nearamî xwe li raserî te diqelizîne? Tu ê axîn û oxînên min bibihîzî? Tu ê bibînî ko sîbera min di nav siyên gewr û tarî de nêzî te dibe û di berbanga spêdeyê de wenda dibe? Ji min re bibêje, evîndarê min, yê ko tu tîrêjek efsûn î ji bo çavên min, stranek şîrîn li ber guhên min û bask ji giyanê min re, tu ê bibî çi? Tu ê çi bikî?"

Bi van gotinan dilê min helî, û min ew bersivand: "Tu bixwazî ez bibim çi, evîndara min, ez ê bibim ew."

Dû re wê got: "Ez dixwazim ka çawa helbestvan ji ramanên xwe yên têrxem hez dikin, wisan tu jî min bievînî. Ez dixwazim wisan li bîra te bim ka çawa rêwî, yê ko rûyê xwe di ava lîçekê re dibîne dema ko avê jê vedixwe, û derengtir wê bi bîr tîne. Hêvî dikim ez wisan li bîra te bim ka çawa dayik zarokê xwe, yê ko ji berî dîtina roj û hetavê dimire, bi bîr tîne, û mîna padişayek dilovan ê ko ji berî mihrevaniya wî bigihe girtî, ew dimire. Dixwazim ko tu hinekî li cem min bimînî û hêvîdar im ko tu ê bê û di tenêtiya bavê min de lê binerî çimkî ez ê ji nik wî biçim û jê xerîb bibim."

Min bersiv jê re da: "Te çi xwest, ez ê bikim, û ez ê giyanê xwe ji giyanê te re bikim perde, dilê xwe ji bedewiya te re bikim jîngeh û sîngê xwe ji xemên te re bikim goristan. Ez ji te hez dikim, Selma, mîna ko çawa zozan ji biharan hez dikin, û ez di te de dijîm mîna ko çawa gul di tîrêjên rojê de dijî. Ez navê te distrim mîna ko çawa gelî dengê çengên dêra gund vedide; guhdarê gotinên giyanê te me mîna ko çawa perav jî guhdarên çîrokên pêlan in. Ka çawa xerîb welatê xwe yê xoşewîst, mêrê birçî sifreya xwarina cejnê, padişayê hilweşandî biriqdariya desthilatiya xwe û girtî jî rojên xwe yên azadiyê bi bîr tînin, tu ê wisan li bîra min bî. Ka genimçîn çawa pangeha tovê genimê xwe û şivan jî zozanên şên û rûbarên bedew bi bîr tînin, ez ê hertim te wisan bi bîr bînim."

Selmayê bi dilqutînî li peyvên min guhdarî kir û dû re got: "Sibê rastî dê bibe sîber û şiyarbûn jî dê bibe xew. Ma hemêzandina sîberê dê ji evîndar re bes be yan jî ew ê tîna xwe bi kaniya xewê bişkîne?"

Min bersiv da: "Sibê felek dê te bibe nav aramiya malbatiyê lê ew ê min bişîne nav cîhana şer û cengê. Tu ê biçî mala wî kesî yê ko felek jê re dilovantir bûye ko bedewî û dilpakiya te bexşandiyê lê ez ê jiyanek têrjan û têrtirs bijîm. Tu ê di deriyê jînê, ez ê di yê mirinê re bikevim hundur. Xelk ê ji te re mêvanperwer be lê tenêtî dê para min be lê ez ê peykelê evînê ava bikim û ta mirinê ayindariya wî bikim. Evîn tenak xemrevîna min e, û ez ê wê mîna avê vebixwim û mîna cilan li xwe bikim. Spêdeyan Evîn ê min ji xewê şiyar bike û min bibe mêrgên dûr, û nîvroyan ew ê min bibe ber sîbera daran ko ez ê bi balindeyan re xwe ji germiya tavê bispêrimê. Êvaran, ji berî rojavabûnê, ew ê bînvedanê bide min û stranên xatirxwaziya xwezayê yên ji bo zelaliyê bi min bide guhdarîkirin, û ew ê ewrên sawêrî, yên ko li esmanan diseyirin, nîşanî min bide. Bi şevê Evîn ê min bihemêzîne, û ez ê di xewnên xwe de cîhana esmanî, jîngeha giyanên evîndar û helbestvanan, bibînim. Biharan ez ê bi evînê re di gulbinefş û yasemînan de bimeşim, û ez ê çipên dawîn ên zivistanê ji kulîlkên sosinan vebixwim. Havînan em ê giya bikin balguhê xwe û herzêl jî dê doşeka me be, û dema em li stêran û heyvê dinerin, esmanê şîn dê lihêfa me be.

Payizan ez û Evîn, em ê biçin nav rezan û li ber tirîzirviçînan rûbinin û em ê li wîşiyên tirî yên ji neqşên xwe yên zêrîn verûçandî binerin û di heman demê de balindeyên koçber dê li raserî me bifirin. Zivistanan em ê li ber argûnan rûbinin û çîrokan ji serdemên berê û serpêhatiyan ji welatên dûr bixwînin. Di xortaniya min de Evîn rêbera min; di navsereyiya min de zêrevana min; û di pîriya min de jî kêfxweşiya min e. Evîn, evîndara min Selma, dê ta dawiya jiyana min bi min re be, û piştî mirinê jî destê Yezdan dê me dîsan bigihîne hev."

Hemû ew gotin ji kûratiya dil dihatin mîna çirûskan ên ko ji nav agir diqirçîn û dû re di nav xweliyê de wenda dibûn. Selma wisan girî mîna ko çavên wê lêv bin ko pê bipeyive.

Ew kes, ên ko evînê bask nedaniyê, nikarin di ser ewran re bifirin daku wê cîhana efsûnkirî, ya ko giyanê min û yê Selmayê wê bîska bextewariya bextreş gihan hev, bibînin. Ew kes, ên ko Evînê ji xwe re wek hevrê nebijartine, dengê vexwendina Evînê nabihîzin. Ev çîrok ne ji bo wan e. Tevî ko ew ji van rûpelan fam bikin jî, ew nikarin ji wan ramanên li vir bi lêv nekirî serwext bibin lê ma kesek heye ko ticaran çêj nekiriye qedeha meya evînê, û çi giyan heye ko bi sernermî li ber text û taca seraya wê ranewestiye ko binê wê dilê mêr û jinan û banê wê jî ji xewnên efsaneyî ye? Ma kîjan belga gulan heye ko spêdeyê ti çipikên xunavê nerijandiye ser; û ma çi rûbar heye ko herika xwe ji berî gihana deryayê wenda kiribe?

Selmayê serê xwe ber bi esman de bilind kir û li stêrên esmanî, yên ko qepaxa esman dineqişandin, nerî. Dû re wê destên xwe rakirin: çavên wê beliqîn û mezin bûn, û recifek ket lêvên wê. Min karî li ser rûyê wê yê spîçolkî nîşanên xemgînî, acizbûn, bêhêvîtî û jangiriyê bibînim. Paşî ew qîrî: "Xwedêyo, ma jinê çi kiriye ko dilê te hiştiye? Ma wê çi guneh kiriye ko hêjayî vê îşkencedanê be? Ma wê çi ziyan gihandiye kê ko bi abadînî cezaya bedenî lê bê kirin? Ax Xwedêyo, Tu bihêz î û ez lawaz im. Çima dihêlî ko ez ewqas êş û janan bikişînim? Tu gewre û hemûkar î lê ez ne tiştek im ji bilî afirandiyek netitişt, ê ko xwe li pêşberî text û taca Te dixuşîne. Te çima ez bi piyên xwe dewisandime? Tu bahozek har î lê ez bi tenê mîna tozê me; çima, Yezdanê min, çima te ez avêtime û virandime nav vê cîhana sar? Tu hêzdar î û ez nekar im; çima li dij min şer dikî? Tu hurmetkar û giramgir î û ez sehîker û têgihayî me; çima min diruxînî? Te jin bi evînê afirand, û êdî çima dixwazî wê bi evînî biruxînî? Bi destê xwe yê rastê Tu wê radikî û bi yê çepê wê diavêjî kend û kospan, lê ew nizane çima? Te giyanê jiyanê pifand devê wê û Tu tovê mirinê di dilê wê de diçînî. Tu rêbaza bextewariyê nîşanî wê didî lê wê didî ser rêya xeman; Te strana bextiyariyê di devê wê de çêkir lê paşî te lêvên wê bi xemgîniyê girê dan û zimanê wê bi janê zincîrand. Bi tiliyên xwe yên esrarengiz Tu birînên wê derman dikî, û destên xwe Tu tirsa janê li dor dilxweşiya wê dipêçînî? Tu kêfxweşî û aramiyê dixî nav nivîna wê lê li ber wê asteng û xefikan vedidî. Tu hestekê dixî dilê wê çimkî dilê Te dixwaze lê ew hest dibe sedema rûreşiyê. Tu bi xwesteka xwe bedewiya dahênan û afirandinê nîşanî wê didî lê evîna wê ya li hember bedewiyê jê re dibe birçîtiyek xelayî. Tu wisan dikî ko ew jiyanê ji qedeha mirinê û mirinê ji îskana jiyanê binoşe. Tu wê bi ronikan pak dikî û jiyana wê bi hêsiran re diherike û ji dest diçe. Ay Xwedêyo, Te çavên min bi evînê vekirine û bi evînê ew korandine jî. Te bi lêvên xwe ez maçandime û bi destê xwe yê tund jî ezab dame. Te di dilê min de sorgulek spî çandiye û danartiye lê li dor wê tan û çeperek striyan daçikandiye. Te ev bîska jiyana min bi giyanê xortekî ve girê daye lê jiyana min xistiye nav bedena mêrek nenas. Ax, alîkariya min bike, ax Xwedêyo, alîkariya min bike ji bo ko ez di vê berxwedanê de bihêz bim, alîkariya min bike daku ta mirina xwe qenc û bibawer bim. Bila niyeta te bi cî bê, ax Yezdanê pak."

Bêdengiyê dom kir. Selmayê bi spîçolkî û belengazî li ber piyên xwe dinerî. Destên wê ji ber westîn û betilînê xilwilîn, serê wê çemî, û ji min re wer dixwiya mîna ko bahozê çeqek ji darê şkandibe, jê vekiribe û daweşandibe erdê ji bo ko li wir hişk bibe û bimire.

Min destê xwe avêt destê wê û ew maç kir lê dema ko tê koşîm ji bo ko wê aş bikim, pêwîstiya min bi xwe bi aşkirin û xemrevandinê hebû. Ez bêdeng bûm, li ser tengasiya em tê de diponijîm û min li quta dilê xwe guhdarî dikir. Kes ji me herduyan nedipeyivî.

Jana bêsînor bêdeng e, û loma em bêdeng rûniştibûn wek kevirbûyiyan mîna peykelên mermerî, yên ko erdhejê binxîz kirine. Kesek ji me nedixwest li ya/yê din guhdarî bike çimkî benên dilên me zirav û neqayim bûn, û nefeskişandinekê jî dikarîbû wan bipiçîne.
Nîvşev bû û me dikarîbû nîvheyvê, ya ko ji pişt Çiyayê Sunin rabû, bibînin; heyv li nîva stêran bû, mîna rûyê mirov di tabûtê de ko bi ronahiya sel û bêhêz a şemal û mûman dor lê girtî. Û Libnan mîna mêrek pîr bû ko salan pişta wî çemandiye û ko çavên wî, ango penageha bêxewiyê, li tarîtiyê dinerîn û bendewarên spêdeyê bûn mîna padişayekî yê ko li nav kavilên seraya xwe li ser bermayiyên textê xwe rûdine.

Çiya, dar û çem li gor serdem û demsalan xwe diguherînin mîna ko mirov jî bi pêzanîn û hestên xwe re xwe diguherînin. Spîndarek gewer, a ko bi rojê dişibe bûkek bedew, bi şevê mîna peykelek dûmanê ye; kevirek bêyom mezin, ê ko piştî nîvro neliq e, bi şevê, dema ko doşeka wî erd û lihêfa wî esman e, dibe jar û belengaz; û rûbarokek, ê ko em dibînin ko spêdeyan dibiriqe û em dibîhîzin ko sirodên abadîniyê distre, dibe herika hêsiran û mîna zarokek dayika xwe wenda kirî dinale, û Libnan, a ko hefteyekê berî niha, dema ko heyv çarderojî bû û giyanên me bextewar bûn, ewqas bihagiran dixwiya, vê şevê xemgîn û bêkes e.

Em rabûn ser piyan û me xatir ji hev xwest lê evîn û bêhêvîtî mîna du sawêran di navbera me de bûn, yekê baskên xwe belav dikirin daku me bisitirîne lê yan din ji bo ko me biruxîne, yek digirî lê ya din bi dilreşî dikenî.

Dema ko min destê Selmayê girt û ew rakir ber lêvên xwe, ew nêzî min bû û eniya min maçand, dû re ew xilwilî ser rûnişteka darîn. Wê çavên xwe neqandin û bi dengnizmî pistî: "Xwedêyo, li min were rehmê û baskên min ên şkestî bicebirîne."

Dema ko min Selma bi tena serê xwe li nav bexçe hişt û derketim, ji min re wer dixwiya ko ebayek stûr hestên min niximandibûn, mîna deryaçeyekê ya ko mij radipêçe.

Bedewiya daran, hîveron, bêdengiya kûr, hemû ji min re kirêt û erjeng dixwiyan. Ronahiya rastîn, a ko bedewî û xweşikiya gerdûnê nîşanî min dida, bû gurzek agir ê ko dilê min di nav gurriya xwe de qiçand; û muzîka abadîniyê, ya ko min bi şanazî lê guhdarî dikir, bû qerebalixek ji orîna şêran jî bitirstir.

Ez hatim odeya xwe, û mîna balindeyek birîndar, ê ko nêçîrvan pê ketiye, helişîm ser nivînên xwe û min gotina Selmayê dubare kir: "Xwedêyo, li min were rehmê û baskên min ên şkestî bicebirîne."

LI PÊŞBERÎ TEXTÊ MIRINÊ

Di rojên me de zewac lîstika qeşmeran e û ji aliyê mêran û dêbavan de tê bicîanîn. Li pirraniya welatan mêr bi ser dikevin û dêbavên wan di lîstikê de têk diçin. Lê jin mîna pilî û pirtûyên bazirganî tê hesibandin û malbatek wê difiroşe û dide ya din. Demek tê ko bedewiya wê wenda dibe û ew jî dibe mîna pertalek kevn malê ya ko li quncikên tarî bêkes tê hiştin.

Şaristaniya modern jin hinekî zanatir kirine lê ji ber xwestekên mêr derd û kulên wê zêde bûne. Jina do bermaliya bextewar lê jina îro hezkiriya bextreş e. Berê ew wek çavkor di ronahiyê de digerî lê niha ew bi çavên bel di nav tarîtiyê de dimeşe. Ew di nezaniya xwe de bedew, di cahiliya xwe de xêrxwaz û di lawaziya xwe de bihêz bû. Niha ew bi şîretgeriya xwe bûye dilreş û bi zanîna xwe jî bûye giyankor û bêdil. Ma gelo dê ticaran ew roj bê ko bedewî û
şarezayî, jêhatîtî û xêrxwazî, lawaziya bedenî û xurtiya giyanî di jinê de hev bigirin?

Ez ji wan kesan im ên ko bawer dikin ko pêşketina giyanî armanca jiyana mirov e lê bidestxistina temamî û bêkêmasîtiyê pêvajoyek hêdî û bijan e. Eger jin xwe di warekî de pêş bixe û di yek din de li paş bimîne, sedema vê yekê ew e ko rêya wê ya asê ber bi gupika çiya de ji êrîşên dizan û kuncên guran ne maliştî ye.

Ev nifşê sosret di navbeyna xewê û şiyarbûnê de dijî. Di destên wî de erda paşerojê û tovê pêşerojê heye. Lê dîsan jî em ji her bajarekê jinekê, ya ko sembola ayendeyê ye, dibînin.

Li bajarê Bêrûtê Selma Keremî remza pêşeroja jina Rojhilatî ye lê ew jî - mîna pirraniya wan kesên ji hevdemiyên xwe pêşketîtir dijîn - gorî hevdema xwe bû; û mîna gula ji destikê xwe piçandî û avêtî ber herika çem, ew bi karwanê hêviyên dilşkestî re dimeşî.

Mensor Bey Galib û Selma Keremî bi hev re zewicîn û mîna hemû bêrûtiyên dewlemend î qedirbilind ew jî di xaniyek bedew ve li Ras Beyrouthê diman. Faris Efendî Keremî di nav baxçe û darfêkiyên xwe de li mala xwe ya varê mabû mîna şivanek bi tenê ko li ber terşê xwe dimîne.

Rojên piştî zemawendê û şevên dilxweşiyê derbas bûn lê şîrînmeh bû kaniya bîranînên xeman mîna ko çawa ji ber cengan jî serkulox û hestiyên hişkbûyî li meydana cengê dimînin. Xemla zemawendên Rojhilatî dikarin dilê keç û xortên ciwan geş bikin lê piştî dibe ko ew mîna destaran bikevin binê av û behrê. Şahiya wan mîna şop û şûnpiyên li ser xîz û qûm in ko bi tenê ta hatina pêlan xwe digirin.

Bihar çû, herwiha havîn û payiz jî lê evîna min a li hember Selmayê roj bi roj zêdetir bû, û ew bû şibî îbadetkirin û ayindariyek bêdeng, û hestek mîna ya ko sêwiyan li hember dayika xwe ya biheştî heye. Bêrîkirina min bûbû xemgîniyek kor a ko ji bilî xwe nedikarî tiştekî bibîne, û bûbû janek a hêsir ji çavên min digivaştin, bûbû matbûnek a ko xwîn ji dilê min dimêt, û encama axînên vê hestê afirandî bû nimêj û lavayek a ko hêviya dilşahiyê ji Selmayê û şûyê wê û herwiha jî aramî ji bavê wê re dixwestin.

Hêvî û lavayên min bêsûd bûn çimkî bextreşiya Selmayê nexweşiyek hundurîn bû ko bi tenê mirinê dikarîbû sax bike.

Mensor Bey zelamek bû ko dikarîbû bi asanî her xweşî û lezeta jiyanê bi dest bixe lê dîsan jî ew nerazî û nêçîrxwaz bû. Piştî zewicîna bi Selmayê re wî bavê wê di tenêtiyê de hişt û xwest ko ew zû bimire daku maliyeta wî ya mayî jî hilbifirîne.

Mesnor Bey bi xwezaya xwe dişibî mamê xwe; tenak cudatiya wan ew bû ko metran çi bixwesta, bi dizîkî, bi saya cibeyê xwe yê dêrê û bi xaça zêrîn a li bersînga wî bi dest dixist lê biraziyê wî her tişt bi eşkereyî dikir. Metran spêdeyan diçû dêrê û dawiya roja xwe bi xapandina jinebî, sêwî û mirovên cahil û xîfandina pereyên wan ve derbas dikir. Mensor Bey dema xwe bi têkoşîna xwetêrkirina seksualî ve diborand. Rojên yekşeman Bulos Galib waz ji încîlê didan lê rojên din ew di karên xwe de li pey wan wazan nediçû lê di fêlbaziya siyaseta qirêj a navçeyê de beşdar bû. Û bi saya qedir û qîmeta mamê xwe Mensor Bey karê xwe kiribû peydakirina bandora siyasî ji bo wan kesan ên ko dikarîbûn xelat û bertîlek baş jê bidin.

Metran Bulos Galib dizek bû ko bi şevê xwe dixuşand lê biraziyê wî xapînokek bû ko ji xwe çûyî li nîva rojê karê xwe dikir. Lê tevî vê hemû yekê jî, gelên Rojhilatî bi van gur û serjêkeran, ên ko bi hesûdiya xwe welatê xwe diruxînin û xizm û lêzimên xwe bi destê xwe yê asinîn diperçiqînin, bawer dikin.

Çima van rûpelan bi wan peyvan, ên ko basa xapînerên gelên hejar û tepeser dadigirim, madem ko ez dikarim van rûpelan ji çîroka jiyana keçek bextreş, a ko dilê wê şkestiye, re bimezêfim? Çima ez ronik û hêsiran ji bo gelên zorlêkirî diwerînim, ma ne baştir bû ko min ew tev ji bo bîranîna keçek reben, a ko diranên mirinê jiyana wê piçand, bihêlim.

Lê, xwendevanên min ên delal, ma bi we jî ne wisan e ko keçek wilo dikare bi wan gelan, ên ko ji aliyê desthilatdar û metranan de tên perçiqandin, re bê berhevdan û miqayesekirin? Ma hûn bawer nakin ko evîna pûçkirî, ya ko keçê dibe gorê, mîna wê bêhêvîtiyê ye ya ko dilê rûniştvanên welat digire? Keç jî ji gel re mîna ronahî ji fanosê re ye. Ma eger gaz di fanosê de kêm be, ronahî jî bêhêz nabe?

Payiz derbas bû, ba pel û belgên zer î beyî ji daran firandin û rê ji zivistanê re vekir û zivistan jî bi qîrîn û girîn hat. Hê jî min li Bêrûtê hevrêyek tine bû ko xewn û xeyalên min biparastina daku van xeyalan giyanê min pêşî bilind bikira ber esmanan û paşî ew di kûratiya bersînga erdê de binax bikira.

Giyanê xemgîn di tenêtiyê de tenahî û aramiyê peyda dike. Ew ji mirovan direve mîna xezala birîndar a ko ji şivan direve û xwe dispêre şkeftekê ta ko sax dibe yan jî dimire.

Rojekê min bihîst ko Faris Efendî nesax e. Ez ji xanîkê xwe derketim û çûm mala wî. Vê carê min rêyek din ji xwe re bijart, di nav daristanoka zeytûnan re meşîm û min xwe neda ser rêya serekî ya ko derwaze bi xirxalên xwe yên xilingende tê re tên û diçin.
Dema ko giham mala Faris Efendî, min ew wek bêhêz û spîçolkî di nav nivînan de dît. Herdu çavên wî tebiqîbûn kûratiyê mîna du geliyên reş î kûr ên ko sîberên janê belayên xwe jê venakin. Bişir û bişkurr, a hertim li ser lêvên wî bû, bi êş û jana mirinê hatibû fetisandin; û destên wî yên dilovaniyê bûbûn mîna du çeqên rût ên daran ko ji berî destpêkirina barov û bahozan direcifin. Dema ko ez nêzî wî bûm û min halê wî pirsî, wî berê rûyê xwe yê bêrengbûyî da min, lêvên wî yên lerizok bişirîn û wî bi dengek bêhêz got: "Here - lawê min, here odeya bi rex vê ve, xemên Selmayê vebirevîne û wê bîne li cem min bide rûniştin."

Ez çûm wê odeyê û min dît ko Selma li ser xalîçeyê xwe pal dabû, destên wê li ber serê wê bûn û serê xwe daheşandibû nav balguh ji bo ko bavê wê giriyê wê nebihîze. Ez bi pêngavên
biseqbêr nêzî wê bûm û min navê wê pistand lê ew ji pistê pêtir wek axînê ji devê min derket. Wê bi şermokî xwe livand mîna ko ji xewnek erjeng hatibe şiyarkirin, rabû ser xwe û bi çavên rengşûşeyî li min nerî û guman dikir ka ez sawêr û xeyalet an jî afirandiyek jîndar bûm. Bîskekê bêdengî bû û wê yekê em bi baskên bîranînan vegerandin wê demê gava ko em herdu bi meya evînê sermest bûbûn. Paşî Selmayê ronikên xwe paqij kirin û got: "Tu dibînî ko demê em çawa guherandine! Tu dibînî ko çawa demê rêya jiyana me guherandiye û em gihandine nav van kavilên xopan? Li vir biharê em bi bendên evînê bi hev re girê dan, û li vir wê em anîne ber tac û textê mirinê jî. Ax, çi qas bedew bû ew bihar û çi qas nexweş e ev zivistan!"

Piştî van gotinan wê destên xwe dan ber rûyê xwe mîna ko xwe ji sîbera serdemên raborî, ko li pêşiya wê bûn, biparêze. Min destê xwe danî ser serê wê û got: "Were, Selma, were em li hember hilbûna bahozê asêgehek bihêz bin. Em mîna şervanên biste bin li pêşberî dijmin û em dijberî çekên wan bin. Eger em bimirin, em ê şehîd bin û eger em bi ser bikevin, em ê egîd bin. Ji revîn û bêdengiyê cewertir e ko em pêrgî asteng û belayan bên. Were, Selma, em bi serberzî li ser vê rêya kevirîn bimeşin, çavên xwe bera rojê bidin daku em serkulox û maran di nav kevir striyan de nexwe bêhed pê hebe?"

Selma rabû ser piyan, serê wê hinekî xwar bû, û çû odeya din û li rex nivîna bavê xwe rûnişt. Wê bi zorê bişirek da ser lêvên xwe û li ser rûyê xwe da xwiyandin ko qaşo baldirêj e, û bavê wê jî hewl da ko nîşan bide ko saxtir û bihêztir bûye; lê herdu jî, hem bav û hem jî keç, ji xemgîniya hevdu agadar bûn û wan oxînên hevdu yên bêdeng dibihîstin. Ew mîna du hêzên şibî hev bûn ko hevdu dihelandin. Dilê bav ji ber pêbaweriya keçê helî. Ew mîna du giyanên bêgune bûn, yek li ber koç û çûnê bû û ya din li ber jankişandinê dê bimaya; herduyan hem di evîn û hem jî di mirinê de hevdu dihemêzandin; û ez di navbera wan de bûm û dilê min nearam bû. Em sê mirov bûn ko destên felekê em li hev civandibûn û perçiqandibûn, pîremêr mîna xaniyekî bû ko herikê bi xwe re birî, keça ciwan mîna sosina devê xweşbirr ê şalokê piçandî û mêrê ciwan mîna şitilek berfê di bin xwe ve çemandî.bînin. Eger tirs be di nîva rêyê de bibizdîne, em ê bi tenê dengê şevê, yê ko qerf û henekên xwe bi me dike, bibihîzin lê eger em bê tirs xwe bigihînin gupika çiya, em dikarin tevlî sirodên şahî û şehyanên giyanên esmanî bibin. Bisteyiyê bide dilê xwe, Selma, hêsirên xwe paqij bike û xemgîniyê ji ser rûyê xwe biavêje. Rabe, em rûnin ber doşeka bavê te çimkî jiyana wî di destên te de ye û bi tenê bişira te dikare wî sax bike.

Wê bi hevaltî û dilnermî li min nerî û got: "Tu ji min xweragiriyê dixwazî lê pêwîstiya te bi xwe pê heye. Ma kesek birçî nanê xwe dide birçiyek din? Ma yek nesax derman dide nesaxek din eger pêwîstiya wî bi xwe gelekî bi derman hebe.

Faris Efendî hêdîka xwe lebitand û destê xwe yê bêhêz raberî Selmayê kir, û bi dengek nerm û ezîzane got: "Destê min bigire, delala min." Selmayê destê wî girt û paşî wî got: "Ez têra xwe jîme û min çêj û lezet ji fêkiyê demsalên jiyanê dîtiye. Ez bi aramî pêrgî hemû qonaxên wê hatime. Di sêsaliya te de dayika te wefat kir, û tu wek gencîneyek bihagiran di hemêza min de hiştî. Min mezinbûna te dît û rûyê te dişibî yê diya te mîna ko çawa stêr di avlîçan re diteyisin. Xweza, jîrî û bedeniya te, ta şêweyê axivîn û mîmîkên te jî, dişibîn ên dayika te. Li vê dinyayê tu tenak xemrevîniya min bûyî çimkî tu di her tevger û peyva xwe de wêneyê dayika xwe bûyî. Niha ez pîr bûme, û tenak arambûngeha min li bin baskên mihrevan ên mirinê de ye. Bi wê yekê xemrevîn bibe ko ez ew qas jîm ko min dît va ye tu bûyî jin. Bextewar be çimkî piştî jiyana xwe ez ê di te de bijîm. Ferq nake ez îro, sibê yan jî dusibê bimirim çimkî rojên me her dê mîna pelên daran li payizan wenda bibin. Bîska mirina min nêz dibe, û giyanê min dixwaze xwe bigihîne yê diya te."

Bav ev gotin bi şîrînî û dilevînî gotin, rûyê wî ron bû. Paşî wî destê xwe xişand bin balguh û wêneyek biçûk î bi milbendê zêrîn derxist derê. Wî li wêneyê biçûk nerî û bangî Selmayê kir: "Were, Selma, were û di vî wêneyî de li dayika xwe binere."

Selmayê ronikên xwe paqijandin û di dema lênerîna wêne de ew bênavbirr maçand û qîrî: "Ax, diya min a ezîz û delal!" Dû re wê lêvên xwe yên recifok danîn ser wêne, mîna ko xwestibe giyanê xwe birijîne nav wî wêneyî.

Bedewtirîn peyv li ser lêvên mirovatiyê "Dayik", û bedewtirîn gotin jî "Diya min" e. Ew tijî hêvî û evîn e, ew gotinek nerm û hevalî ye ko ji kûratiya dil derdikeve. Dayik her tişt e - ew di xemgîniyê de xemrevîn, di bêhêvîtiyê de hêvî û di lawaziyê de hêza me ye. Ew serekaniya evîn, berketin, destyarî û bexşandinê ye. Ew kes, a/ê ko diya xwe ji dest bide, giyanê pak ê ewparêz wenda dike.

Di xweza û sirûştê de her tişt nîşana dayikê ye. Roj dayika erdê ye ko zad û xwarinê ji germiya xwe didiyê: ew ticaran gerdûnê bi şevê bi tenê nahêle ta ko wê bi stranên deryayê û sirodên balinde û rûbaran nenivîne. Û ev erd jî dayika dar û gulan e. Ew wan diwelidîne, xweyî dike û ji xwe vediqetîne. Gul û dar jî dibin dayikên fêkî û tovên biwec. Û dayik, ango remz û sembola jiyanê, giyanek abadîn a tijî bedewî û evînê ye.

Selma Keremî ticaran diya xwe nenasîbû çimkî ew hê di zaroktiya Selmayê de miribû lê dema Selmayê wêneyê diya xwe dît, qîrî: "Ax dayê!" Gotina dayik di dilê me de ye, û hem di bîskên bextiyarî û hem jî di yên xemgîniyê de ew tê ser lêvên me mîna ko bîna biheştîn ji dilê sorgulê derdikeve û hem tevlî rojên sayî û hem jî têkilî yên ewrîn dibe.

Selmayê li wêneyê diya xwe nerî û bênavbirr ew maçand ta ko şewişî erdê rex nivînên bavê xwe.

Bavê wê destê xwe danî ser serê wê û jê re got: "Keça min, min wêneyê kaxezî yê diya te nîşanî te daye. Niha guh bide min û gotina wê bibihîze."

Selmayê mîna çivîkekê, ya ko di hêlîna xwe de şipîna çeng û baskên maka xwe dibihîze, serê xwe bilind kir, û bi bendewarî li wî nerî.

Faris Efendî kerem kir: "Dema ko bavê diya te wefat kir, tu berşîr bûyî; ew ji ber mirina bavê xwe dinalî û digirî lê awezmend û baldirêj bû. Piştî behî û taziyan ew di vê odeyê ve li rex min li ser piyan bû, destê min girt û got: 'Faris, va ye, bavê min çû ber dilovaniya xwe, û tenak xemrevîniya min li ser rûyê dinyayê tu yî. Hestên dil mîna çeqên darselwiyê şax dane, ew janê dikişîne lê namire. Ew hemû hêza xwe dide çeqek nû ji bo ko ew çeq şên û mezin bibe û ciyê yek hişkbûyî bigire.' Dayika te, dema ko bavê wê wefat kir, ev yek got, gava ko mirin bedena min bibe arambûngeha wê û giyanê min jî bispêre Yezdan, divê tu jî heman gotinan bibêjî.

Selmayê ew bi çavên hêsirbar û dilê şkestî bersivand: "Dema ko bavê diya min ji destî çû, te şûna wî girt; lê eger tu çûyî, kî dê bê ciyê te? Diya min mêrek bibawer û dilvîn hebû ko çavê xwe bidiyê; keça wê ya biçûk jê re bû xemrevînî, lê eger tu jî êdî nemayî, kî dê ji min re xemrevîn be? Tu ji min re hem dayik û hem bav û hem jî hevreyê ciwaniya min bûyî."

Piştî van gotinan Selma zivirî û li min nerî, destê xwe avêt pistoka min û ji bavê xwe re got: "Piştî mirina te ev tenak hevalê min e lê ew ê çawa bikare xemên min birevîne madem ko ew bi xwe di bin barê êş û janan de ye? Dilê şkestî dê çawa bikare xemrevîniyê ji giyanê dilsarbûyî peyda bike? Xemgîniya xizm û lêziman nikare keça xembar aş bike û balindeyê baskşikestî jî nikare bifire. Ew hevalê giyanê min e lê min hê ji niha barek giran ê xeman daniye ser milên wî û çavên wî bi hêsiran ew qas tarî kirine ko ew êdî ji bilî xeman tiştekî nabîne. Ew ji min re birayek e ko ez bi dilnermî jê hez dikim lê dîsan jî ew mîna hemû birayan e ko kul û derdên min para wan in jî û ew jî bi min re ronikan diwerînin lê ev hemû yek bi tenê xemgîniya min zêdetir dike û dilê min dişewitîne."

Gotinên Selmayê dilê min birîndar kir, û ji min re wer dixwiya ko min ê hew bikariya li ber xwe bidaya û tehemil bikira. Bavê wê bi dilek giran î betilî lê guhdarî dikir û, mîna çirûska lempeyê li ber ba, direcifî. Dû re wî destê xwe raber kir û got: "Keça min, bihêle ez bi aramî biçim ser rêya xwe. Min şifşeyên vê rekeyê şkandine; bihêle ez bifirim û min neastengîne çimkî dayika te bangî min dike. Esman zelal, derya aram û belem jî ji bo birêketinê amade ye: wê gîro neke. Bihêle bila bedena min jî bi wan ên bînvedayî re bîna xwe bide; bihêle xewa min xelas bibe û giyanê min li berbanga spêdeyê şiyar bibe; bila giyanê te giyanê min bihemêzîne û maça hêviyê bide min; bila hêsirên xemgîniyê li ser bedena min neyên werandin daku xwarina gul û giyayan neherime. Ronikan newerîne ser destê min çimkî dibe ko strî ji wan li ser gora min şên bibin. Pêşdarî û teswîra mirinê li ser eniya min neke daku ba di ber min re derbas bibe û toza hestiyên min bibe mêrg û çîmenên hêşîn... Di jiyana xwe de min gelekî ji te hez kir, keça min, û dema ez bimirim jî, ez ê her ji te hez bikim, û giyanê min tê herdem bi te re be, te bisitirîne û biparêze."

Dû re Faris Efendî bi çavên nîv-neqandî li min nerî: "Lawê min, ka çawa bavê te ji min re xweşheval bû, tu jî ji Selmayê re xweşheval be. Ji wê re penadar be û wek hevalek qenc li hawara wê were û nehêle ew xemgîn bibe çimkî xemgînbûna ji ber miriyan gune û ne baş e. Çîrok û serpêhatiyên dilhebîn jê re bibêje û stranên li ser xweşikiya jiyanê jê re bistre daku xema xwe vebirevîne. Silavên min bigihîne bavê xwe; jê bixwaze ko bila ji te re basa xortaniya min û xwe bike û jê re diyar bike ko min di şikilê kurê wî de ta bîska dawîn a jiyana xwe jê hez kir."

Bîskekê bêdengî hukumran bû, û min karî spîçolkîtiya mirinê li ser rûyê wî bibînim. Paşî wî çavên xwe vekirin û pistî: "Bang nekin nojdar û bijîşkan çimkî ew ê bi dermanên xwe bi tenê cezayê min li vê girtîgehê dirêjtir bikin. Rojên koletiyê li pey mane û giyanê min xwe dide ber azadiya esmanî. Û ti qeşe û metranan jî bang nekin ber serê min çimkî eger ez gunekar bim, duayên wî min ji agir nafilitînin û ne jî rêwîtiya min ber bi biheştê de dilezînin tevî ko eger ez bêgune jî bim. Îradeya mirov nikare îradeya Yezdan biguherîne mîna ko çawa îradeya stêrnasan jî nikare gera stêran biguherîne. Lê piştî mirina min, qeşe û nojdar çi dixwazin, bihêlin bila bikin çimkî keştiya min bê rawest dê rêwîtiya xwe bidomîne ta ko bigihe bineciyê xwe."

Li nîvşevê Faris Efendî dawîn car çavên xwe yên westiyayî vekirin û ew bera Selmaya li ber nivîna wî li ser çokan dan. Ew tê koşî ko bipeyive lê nikarî çimkî mirinê dengê wî fetisandibû; lê dawiya dawîn wî karî bibêje: "Şev xelas bûye... Ax, Selma... Ax... Ax Selma..." Dû re serê wî çemî, rûyê wî spî bû, û dema ko cara dawîn nefesa xwe berda, min bişir li ser lêvên wî sihirand.

Selmayê destê xwe bi destê bavê xwe ve anî û bir. Yê bavê wê sar bû. Paşî wê serê xwe rakir û li rûyê wî nerî. Perdeya mirinê rû niximandibû. Selma ew qas bi mirina wî helişîbû ko ne dikarî bigirî, ne binale ta ne bilive jî. Bîskekê wê wek peykelekî li bavê xwe nerî; dû re xwe çokand ta ko eniya wê ji erdê girt, û got: "Xwedêyo, li min were rehmê û baskên min ên şkestî sax bike."

Faris Efendî Keremî mir; Abadîniyê giyanê wî girt hemêza xwe, û bedena wî bû ax. Mensor Bey Galib bû xwediyê maliyeta wî, û Selma jî bû girtiya jiyanê, jiyanek tijî xem û bêhêvîtiyê.

Ez ketim nav xem û ponijan. Şev û rojan ez diqewirandim mîna ko çawa qertal nêçîrkiriyê xwe vediçirîne. Gelek caran ez tê koşîm ko bi lêkolîna pirtûk û nivîsên nifşên raborî xemgîniya xwe ji bîr ve bikim lê ew jî mîna wê yekê bû ko mirov hewl bide agir bi gazê bitemirîne. Pirtûka Eyûb pêxember ji Zeborê pêtir bala min dikişand, û gazinbendên Jeremî ji kilamên Silêman bi min xweştir dihatin. Hamlet ji şanoyên din ên nivîskarên Rojava zêdetir li ber dilê min bû. Bêhêvîtiya bi vî şêweyî dîtbariya me diniqusîne û guhên me digire. Em ji bilî sawêrên mirinê nikarin tiştek din bibînin û xeynî qutên lezbûyî yên dilê xwe nikarin tiştek din bibihîzin.

DI NAVBERA MESÎH Û ÎŞTARÊ DE

Li nav bexçe û girikan, ên ko Bêrûtê bi Libnanê re girê didin, îbadetgehek biçûk î gelekî kevnar di nav zinaran re heye û bi darzeytûn, -behîv û -biyan hatiye dorpêçandin. Tevî ko ev ayîngeh ne gelekî dûr e jî, li dema vê çîrokê bi tenê kêm kes, ên ko bermayiyên pîroz bala wan dikişand, çûbûn ew dîtibû. Ew jî ji wan bêhejmar ciyên balkêş e ko li Libnanê veşartî ne û hatine jibîrkirin. Ji ber varêbûna xwe ew bûye penageha lavakeran û pîrozgeha evîndaran e.

Dema ko mirov dikeve hundurê vê ayîngehê, wêneyek kevnar ê fênîkî, yê ko li ser zinar hatiye necirandin û Îştarê ango xwedaya evîndarî û bedewiyê nîşan dide, li ser dîwarê rojhilat dikare bê dîtin. Îştar li ser textê xwe rûniştî ye, heft zeriyên rûs û çîplaq li dor wê ne û her yek ji wan bi rawestek ji yên ên din cuda li ser piyan e. Di destê yekê de pêtalek; ya duyem gîtarek; a sêyem dermanê buxurê; ya çarem meyqedehek; a pêncem çeqek sorgulê; ya şeşem çelengek ji dara qaçê, ya heftem tîr û kevan heye; û hemû bi hurmetgirî li Îştarê dinerin.

Li ser dîwarê din wêneyek din, ji yê yekem moderntir, heye û ew Mesîhê çarmixandî nîşan dide, û li rex wî diya wî ya xembar û Maria Magdalena û du jinên din ên çavgirî li ser lingan in. Ji vî wêneyê bîzansî dikare bê xwiyandin ko ew li sedsala pazdehan an şazdehan hatiye necirandin.

Li dîwarê aliyê rojavayê du deriyên gilover hene, tîrêjên tavê di wan re dikevin ayîngehê, bi wêneyan dikevin û wisan nîşan didin mîna ko ew wêne bi rengên zêrîn hatibin boyaxandin. Li nava ayîngehê kevirek çargoşeyî yê ji mermer heye û li aliyên wî neqşên kevnar hene lê zarzor ew dikarin ji ber lewitên hişkbûyî yên xwînê bên dîtin, û ev lewit jî nîşanên wê yekê ne ko mirovên berê li vir gorî û qurban li ser vî kevirî didan û giyayên derman, mey û zeyt pê de dirêtin.

Ti tiştek di vê ayîngeha biçûk ve tine ye ji bilî aştî û tenayiya kûr a ko nepen û nihînên vê xwedayê nîşan mirov dide û basa nifşên borî û dîroka olan dike. Ev core bînayî helbestvan ji cîhana lê dijî dûr dixe û fîlozof dide bawerandin ko mirov wek oldar welidîne; wan bêriya tiştekî kir lê nikarî xwe bigihîninê loma wan ev sembol nîgarandin ko nihînên wan ên veşartî û hêviyên wan ên jîn û mirinê tînin ber çav.

Li wê ayîngeha nenas min her mehê carekê Selma didît û min bi temaşekirina wêneyên sosret, ponijîna Mesîhê çarmixandî û ramîna wan jin û mêrên ciwan ên fênîkî, yên ko ji bedewiyê dijiyan, bedewî dievînand û ayindariya bedewiya di Îştarê de dikir, pêtal li pêşberî wêneyê wê dikizirandin, gulav li textê wê direşandin, li ser wan mirovan, ên ko bi tenê şopa meşa wan ber bi Rûyê Abadîniyê de mabû diponijîm... ta ko min bi saetan dem bi Selmayê re li wir derbas dikir.

Gelekî bijan e ko ez bîranînên wan bîskan bînim ziman dema ko min Selma didît - ew bîskên esmanî bûn ko tijî jan, bextewarî, xemgînî, hêvî û bêhêvîtî bûn.

Me bi dizîkî hevdu li wê ayîngeha kevnar didît, rojên xwe yên hevbeş bi bîr dianîn, em ji rojên xwe yên hevdemî dipeyivîn, ji pêşerojê ditirsîn û hêdî hêdî me nihînên di kûratiyên dilên me de veşartî jî deranîn, em ji ber bextreşî û eziyeta em tê de xembar bûn û em tê dikoşîn ko bi hêvî û xwestekên aşopî xemên hevdu vebirevînin. Carinan em aş dibûn, me hêsirên xwe dipaqijandin û em dibişirîn, me ji bilî evînê her tişt ji bîra xwe dibir; me hevdu dihemêzand ta ko dilên me aram dibûn; paşî Selmayê lêva xwe ya bêgune danî ser eniya min û dilê min ji hal bir; dema ko wê gerdena xwe ya qerefîlî çemand, min bersiva maça wê da û gep û alekên wê yên tenik mîna tîrêjên tavê li berbanga spêdeyê geşe-sor bûn. Di bêdengiyê de me li dûr li qeraxa esman dinerî dema ko rojê bi avabûna xwe re ewr bi tîrêjên pirteqalî rengandin.

Suhbeta me di çerçeveya evînê de bisînor nebû; carinan em li ser bûyerên rojîn dipeyivîn û me helwesta xwe ji hev re diyar dikir. Selma carinan li ser rewşa jinê di civakê de û li ser wê bandorê, ya ko ji aliyê nifşên raborî ketibû xwezaya wê, ji pêwendiyên jin û mêr, ji nesaxiya giyanî û xopanbûna exlaqî, yên ko li ser serê jiyana jin-mêrî gef bûn, diaxivî. Tê bîra min ko wê digot: "Helbestvan û nivîskar tê dikoşin ko jina rastîn teswîr bidin lê hê niha jî wan nihînên di dilê jinê de veşartî fam nekirine çimkî ew bi tenê perdeya seksuelî ya li wê pêçandî dibînin û loma bi tenê rûyê wê yê bi ser ve dibînin; ew wê di mezinbîna bi nefretê niximandî re dibînin loma di wê de ji bilî lawazî û sernermiyê pêtir tiştekî nabînin."

Cara din wê tiliya xwe ber bi nîgarên li dîwarên ayîngehê ve da û got: "Di dilê vî zinarî re du sembol hene ko kûrtirîn hebûna jinê pêşdarî û teswîr didin, daxwazên dilê wê dixin ber çavan, nihînên di kûratiya giyanê wê de diyar dikin - ko di navbera evîn û xemgîniyê, di navbera diltenikî û qurbaniyê, di navbera Îştara rûniştî û Meryema li ber xaçê rawestî de digerin. Divê bêguman bê gotin ko mêr ji xwe re şan û şerefê dikire lê jin mecbûr dibe ko bihayê wan bide."

Ji bilî Yezdan û refa balindeyan, a ko li raserî ayîngehê difirî, kesekî hay ji hevdîtina min û Selmayê tine bû. Selma bi derwazeyên xwe dihat ciyekî ko navê wî Paşa Park bû û ji wir bi piyan dihat ayîngehê ya ko ez bi nearamî lê bendewar bûm.

Em ji awirên hevdu aciz nedibûn û wijdana me jî em nedieyibandin; giyan, ê ko bi agir hatiye pakandin û bi hêsiran hatiye şûştin, di ser wê yekê re ye ko mirov bi eyb û bêşerefiyê dinavînin; ew ji wan zagonên koletiyê û kevneşopiyan, ên ko li dij hestên dilê mirov in, azad e. Giyanê bi vî tehrî dikare bi serberzî, bê ko eyb û şerm bike, li pêşberî textê Yezdan li ser piyan rabiweste.

Ev heftê sedsal in ko mirovatiyê li hember zagonên çewt serî tewandiye û êdî ji zagonên baştir û abadînî fam nake. Çavên mirov nasî ronahiya qels a mûm û şemalan bûye loma êdî tava rojê nabînin. Nesaxiya giyanî ji nifş û cêlekî ji yê din re dimîne ta ko dibe beşek ji mirov bi xwe û êdî mirov wê ne wek nesaxiya giyanî lê wek xelatek yezdanî, ya ko Yezdan dabûbe Adem, dihesibîne. Eger ew mirov kesek ji tovê vê nesaxiya giyanî azad bibînin, ew ê wê/wî wek bêşerm û bêşeref bihesibînin.

Ew kes, ên ko bi bedgumanî ji Selma Keremî bifikirin çimkî ew ji mala mêrê xwe derdiket daku min di ayîngehê de bibîne, nesax in û ji xwezaya xwe niyazqels in û li dij kameranî û tendurustiyê ne. Ew mîna wan mêş û pêşûyan in ên ko di tarîtiyê de xwe diqilizînin çimkî ditirsin ko bikevin ber dest û piyên meşvanan.

Girtiya/ê zorlêkirî, ya/yê ko dikare xwe ji girtîgehê bifilitîne û xelas bibe lê dîsan jî wisan neke, tirsonek û bizdok e. Selmayê, girtiya bêgune û zorlêkirî, nedikarî xwe ji koletiyê xelas bike. Ma çi guneyên wê hebûn ko wê ji pencereya girtîgeha xwe li mêrgên hêşîn û esmanê fire dinerî? Ma çima mirovan ew wek bêbawer û tawanbar dihesiband ko ji mala mêrê xwe derdiket daku bê li rex min, di navbera Mesîh û Îştarê de rûne? Mirov çi dibêjin bila bibêjin; Selmayê ew avzêl, a ko giyanên kesên din tê re dixeniqin, xelas kiribû û gihabû wê cîhanê ya ko mirov bi zûrîna bi guran an jî bi xişîna bi mar û xwexişokên din re ticaran nikare bigihiyê. Xelk çi dixwaze, bila di barê min de bibêje çimkî giyan, ê ko sawêra mirinê dîtibe, êdî ji rûyê dizan natirse; şervan, a/ê ko dîtibe ko şûr li hindavî serê wî dibiriqin û xwîn li ber piyên wî diherike, ji wan kevirokan, ên ko kurikên biçûk li ser kuçe û kolanan diavêjinê, aciz nabe.

GORÎ

Rojekê ji rojên dawiya meha pûşperê, dema ko mirov ji bajar derdiketin û ji bo ko ji germiya havînê birevin xwe dispartin çiyayan, min, mîna berê, ji bo dîtina Selmayê berê xwe da ayîngehê û pirtûkek helbestan a endelûsî jî bi xwe re bir. Ko giham ayîngehê, ez rûniştim û li Selmayê pam, carinan min li rûpelên pirtûkê dinerîn, û hin perçe ji wê bi deng dixwendin ko dilê min ji hal dibir û bîranînên padişa, helbestvan û şovalye, yên ko xatirxwestin li Granadayê dikirin û bi çavên hêsirbar û dilên xembar war, dêr û hêviyên xwe di cî de dihiştin, dianîn bîra min. Piştî bîskekê min dît ko Selma nêzî ayîngehê dibe û ew bi meşa xwe re xwe dida ber sîber û sîtafka xwe mîna ko hemû xemên dinyayê li ser milên wê bin. Dema ko ew ket hundurê ayîngehê û li rex min rûnişt, min nîşana guherekê di rûyê wê de sihirand û ez meraqdar bûm ko bipirsim.

Selmayê di cî de dozand ka dilê min çi dixwest, destê xwe danî ser serê min û got: "Were nêzî min, were, evîndarê min, û bihêle ko ez tîniya xwe bişkînim çimkî bîska jihevveqetîna me hatiye."

Jê pirsîm: "Ma mêrê te pê hesî ko em li vir hevdu dibînin?" Wê bersivand: "Mêrê min ne dizane û ne jî bala wî dikişîne ka ez çawa dema xwe derbas dikim ji ber ko ew bi wan keçên reben, ên ko ji ber belengaziya xwe ketine xaniyên xerab û bêşeref, re dema xwe derbas dike, bi wan keçan re ko ji bo bidestxistina pariyek nanê bi xwîn û ronikan pêtî xwe difiroşin."

Jê pirsîm: "Çi asteng li pêş te hene ko tu nikarî bê vê ayîngehê û li pêşberî Yezdan bi sernermî li rex min rûnî? Ma giyanê te te mecbûrî veqetînê dike?"

Wê bi çavên ronikbar bersivand: "Na, evîndarê min, giyanê min naxwaze ji te vebiqete çimkî tu beşek ji jiyana min î. Çavên min ticaran bi lênerîna te nawestin ji ber ko tu roniya wan î; lê eger felekê wisan li ser eniya min nisîvîbe ko ez ê di jiyana xwe de zincîrkirî bi rêyek bestîn û kevirîn ve bimeşim, ma ez ê bipejirînim ko îradeya te jî bibe mîna ya min?" Paşî wê lê zêde kir: "Ez ne dikarim her tişt bibêjim çimkî ziman ji ber janê lal e û ne jî dikarim ji her tiştî bipeyivim; lêv bi xeman hatine morandin loma nikarin bilivin; tenak tişt, a ko dikarim ji te re bibêjim, ew e ko ditirsim ko tu ê bikevî heman dav û xefikê ya ko ez ketimiyê."

Paşî pirsîm: "Tu çi dibêjî, Selma, û ji kê ditirsî?" Wê destên xwe dan ber rûyê xwe û got: "Metran pê hesiye ko min her mehê carekê ew gor, a ko wî ez tê de binax kirime, bi cî hiştiye."

Pirsîm: "Ma metran ji hevdîtinên me yên li vir haydar e?" Wê bersiv da: "Eger wî bizaniya, te dê ez li vir, li rex xwe nedîtima, lê ew guman dike û wî fermandiye ko hemû xizmetkar û zêrevanên wî bi seqbêrî çavnêriyê li min bikin. Hestek bi min heye ko xanî, yê ko tê ve dijîm, û rê, ya ko pê ve dimeşim, tijî çavên lêner, tiliyên lêger û guhên guhdar in ko ta pistîna ramanên min jî dibihîzin."

Ew bîskekê bêdeng bû, hêsir ji çavên wê di ser gep û alekên wê re diherikîn, dû re domand: "Ji metran natirsim çimkî şilbûn nikare xeniqbar bitirsîne lê ditirsim ko dibe tu bikevî xefik û davên wî û gorî wî bibî; tu hê mîna ronahiya rojê ciwan û azad î. Ji wê felekê, ya ko hemû tîrên xwe berdane sînga min û tê re çikilandine, natirsim lê ditirsim ko bibe mar bi piyên te vebide, wan bijarîne û bigezîne û nehêle ko tu hilbikevî gupika çiya ko lê pêşerojek dilhebîn û biriqdar bendewarî te ye."

Min got: "Ew kes, ê ko maran pê ve nedabin û gurên tarîtiyê negezandibin, dê hertim ji aliyê roj û şevê ji ser rêya rastîn tê xirandin û berzandin. Lê guhdar be, Selma, bi seqbêrî guh bide min: ma jihevveqetîn tenak rê ye ko em ji bedgumanî û nizmneriya mirovan birevin? Ma rêya meşa evîn û azadiyê girtî ye û ma ti çare ji bilî sertewandina li ber niyaza koleyên mirinê ti tiştek din nîn e?"

Wê bersivand: "Ji bilî veqetîn û xatirxwestina ji hevdu ti rêyên din tine ne."

Giyanê min li ber wê serî hilda, min destê wê girt û bi tengizarî got: "Ji mêj de ye ko me serî li ber îradeya mirovan tewandiye; ji gava me hevdu dît ta niha, kor rêberên me bûne, û bi wan re me ayindariya pût û senemên wan kiriye. Ji bîska min tu dîtî şûnde, em herdu di destên metran de mîna du gogan bûne û wî li gor dilê xwe em virde-wirde avêtine û bi me lîstiye. Ma em ê radestî îradeya wî bibin ta ko mirin me ji vir bifilitîne? Ma Yezdan giyanê jiyanê da me ji bo ko em gorî mirinê bikin? Ma Wî azadî da me daku em ji koletiyê re bikin sîber? Ew kes, ê ko bi destên xwe agirê ruhê bifetisîne, li ber çavên Yezdan kafir e çimkî Yezdan agir vêxist daku di giyanê me de hil bimîne.Ew kes, ê ko li dij çewisandinê li ber xwe nede, xiyanetê li nefsa xwe dike. Ez ji te hez dikim, Selma, û tu jî ji min hez dikî; û evîn durr û cewerek bihagiran e, ew xelata Yezdan e ji bo giyanên pêşwazxwaz û bînfire. Ma em ê vê morîkê biavêjin û bihêlin ko beraz pê lê bikin? Ev cîhan tijî sosretî û bedewiyê ye. Çima em di vê kenda teng de, ya ko metran û hevkarên xwe ji me re kolîne, de dijîn. Jiyan ji bextewarî û azadiyê tijî ye; çima em vî nîrê giran ji ser milên xwe
neavêjin û zincîrên piyên me pê girêdayî neşkînin û bi azadî ber bi aştiyê de nemeşin? Rabe ser xwe û em ji ayîngeha biçûk bikevin nav ayîngeha gewre ya Yezdan. Em vî welatî bi hemû koletî û cahiliya wî re bihêlin û bifilitin. Were, em biçin welatek din ê ko li dûr e û destê dizan nagihiyê. Em biçin ber peravê li bin esmanê şevê û em belemekê bigirin, bila me di ser oqyanûsan re derbas bike û bibe welatek din ko em lê jiyanek nû, jiyanek tijî bextewarî û hevtêgihî bibînin. Dudil nebe Selma çimkî ev bîsk ji tacên zêrîn ên padişayan û textên berz ên firîşteyan bihagirantir in. Em bidin pey ronahiyê ya ko dê rêberiya me bike û ji çolistana welatê tavê biraştî me ber bi mêrgên hêşîn, ên ko gul û giyayên bînbiheştîn lê şên dibin, de bibe.

Wê serê xwe hejand û çavên xwe li tiştek nebîn ê li banê ayîngehê gerandin; bişirek xemgîn ket ser lêvên wê, dû re got: "Na, evîndarê, na, Yezdan qedehek tijî sêk (sîrke) û zefranê da destê min; min xwe mecbûrî vexwarina wê kir daku bi hemû tirşî û nexweşiyê bihesim û bijîm ta ko ji bilî çend çipan tiştek nemîne, û ez ê dû re wan çipan jî bi sebir û aramî vebixwim. Ez êdî ne hêjayî jiyanek evîndarî û aramiyek nû me; ez êdî hew dikarim xwe li ber bayê evînî û dilşadiyê bigirim çimkî balindeyên baskşkestî nikarin li esmanên berfire bifirin. Çav, ên ko nasî ronahiya qels a şemalokan bûbin, ne têr bihêz in ko bikarin bi çavên zîq li hetavê binerin. Ji min re basa bextewariyê neke; bîranîna wê dilê min têşîne. Ji min re qala aştî û aramiyê neke; siya wê min ditirsîne; lê li min binere û ez ê pêtala pîroz, a ko Yezdan ji xweliyê di dilê min de şên kiriye, nîşanî te bidim, tu dizanî ko ez, bi qasî dayik ji kurê xwe yê yekane, ji te hez dikim, û bi tenê evînê ez fêr kirim ko te biparêzim, ji xwe bi xwe jî te biparêzim. Evîn, a ko bi agir hatiye pakkirin, rê nade ko ez ber bi welatek dûr de bidim pey te. Evîna bisînor dixwaze ko berdiliyê xwe radest bike û bixe bin destê xwe lê evîna bêsînor bi risqê xwe razî ye. Evîn, a ko di dema hilketina zaroktî û xortaniyê de diwelide, dixwaze bibe xwedî û bi pelandinê mezin dibe. Lê evîn, a ko li ber bilindiya qeraxa esman bişkivî û bi sirr û nihînên şevê daket erdê, ji bilî abadînî û nemirinê bi tiştek din qîma xwe naîne; ji bilî yezdaniyê ew bi sernermî li hember tiştekî ranaweste.

Ku min zanî metran dixwaze rê li ber min bigire daku ji mala birazayê wî dernekevim û dixwest ko tenak gencîneya min ji min bistîne, ez bîskek gelekî dirêj li ber pencereya xwe sekinîm û min li deryayê nerî, li ser welatên bêyom mezin ên li pişt wê, azadiya rastîn û xweseriya şexsî, ya ko li wan deran dikare bê bidestxistin, ponijîm. Min hest pê kir ko tam li nêzî te dijiyam, sîbera giyanê te dora min pêçandibû, noqîbûm kûratiya pevgirêdana te. Lê van hemû ramanan, ên ko dilê jinê geş dikin û serê wê li hember adet û kevneşopiyên paşdemayî û ji bo jiyanek di bin siya azadî û dadmendiyê hildidin, ez bawerandim ko ez lawaz im û evîna me berbendkirî û bêhêz û bêşiyan e ko li hember rûyê rojê rabibe ser lingan. Ez mîna padişayekî, yê ko welat û gencîneyên wî jê hatine rifandin û çopandin, girîm lê demek dirêj pê ve derbas nebû ko min rûyê te di ronikên xwe re dîtin û hat bîra min ko te carekê ji min re çi gotibû. (Were, Selma, were em li hember hilbûna bahozê asêgehek bihêz bin. Em mîna şervanên biste bin li pêşberî dijmin û em dijberî çekên wan bin. Eger em bimirin, em ê şehîd bin û eger em bi ser bikevin, em ê egîd bin. Ji revîn û bêdengiyê cewertir e ko em pêrgî asteng û belayan bên.) Ev gotin, evîndarê ber dilê min, dema ko baskên mirinê li raserî nivînên bavê min dipirîn, te ji min re gotin. Do, dema ko baskên bêhêvîtiyê li hindavî serê min seansên firrê dikirin, hatin bîra min. Min hinekî xwe bi ser hev de anî û di tarîtiya girtîgeha xwe de pê hesîm ko azadiyek bihagiran zehmetiyên li ber me nerm dike û xemgîniya me vedimirîne. Tê giham ko evîna me bi qasî deryayan kûr, hindî stêran berz û temetî esman berfire ye. Ez bi hêzek nû di giyanê xwe yê lawaz de hatim vir, û ev hêz jî rê dide ko ez xwe gorî tiştek gewer bikim daku bigihim yek hê gewertir; ew gorî bextewariya min e ko tu di nav xelkê de bi şan û şeref bî û ji êrîş û xiniziya wan azad û starkirî bî...

Carên berî vê, ko ez dihatim vî cî, min wisan hest pê dikir mîna ko bend û zincîrên giran ez di erdê de dibirim xwarê lê îro ez bi dilek têrbiryar hatim vir, û biryara di dilê min de bi zincîrên min dikene û meşa rêya min sivik dike. Her car ez mîna sawêrek tirsî diketim nav vê ayîngehê lê îro mîna keçek gernas, a ko pêwîstiya gorîbûnê dizane û nirxê jankişandina xwe fam dike, hatim, mîna keçekê ya ko dixwaze berdiliyê xwe ji bedgumaniya xelkê û birça giyanê xwe bi xwe biparêze. Her car ez mîna sîtafkek recifok li rex te rûdiniştim lê îro ez hatim nik te ji bo ko ezîtiya xwe ya rastîn li pêşberî Îştarê û Mesîh nîşanî te bidim.

Ez darek im ko di bin siyê ve şên û mezin bûye lê ez ê bihêlim ko çeqên min bîskekê li ber ronahiya rojê bilerizin. Ez hatim xatirê ji te bixwazim, evîndarê min, û hêvîdar im ko xatirxwestina me jî dê bi qasî evîna me berz û bilind be. Bila xatirxwestina me mîna agirekî be ko zêr bihelîne û wî ji nû ve hê biriqdartir bike."

Selmayê nehişt ko biaxivim û ne jî li dij gotinên wê derbikevim lê wê bi çavên biriqdar û rûyê nirxtijî li min dinerî mîna firîşteyekê ya ko hêjayî hurmet û guhdarîkirinê ye. Paşî wê xwe avêt hemêza min - ticaran berî hingê wisan nekiribû - û destên xwe yên nerm li dor min pêçandin û maçek dirêj, kûr û sojyar danî ser lêvên min.

Dema ko roj ava bûbû û tîrêj ji nav bexçe û cinînan bi xwe re biribûn, Selma ber bi navenda ayîngehê de meşî û demek dirêj li dîwar û quncikên wê nerî mîna ko xwestibe ronahiya çavên xwe birijîne ser û nav nîgar û sembolên wan. Paşî ew ber bi pêş de meşî û li ber Mesîh rûnişt ser çokan, piyên Wî maçandin û bi dengek nizm pistî: "Ax, Mesîh, min xaça Te bijartiye û dev ji cîhana bextewarî û zewqê ya Îştarê berdaye; li şûna kulîlkan, min serê xwe bi striyan xemilandiye û li şûna dermanên gulavî, min bedena xwe bi xwîn û hêsiran şûştiye, min sêk û tirşî ji qedeha mey û nektarê vexwariye; min bipejirîne, Birêz, bila ez jî bibim yek ji hevrêyên Te û bi yên Tu bijartî re, bi yên bi êş azarên xwe razî û di bextreşî de jî dilşa re, rêberiya min bike."

Dû re ew rabû ser xwe û got: "Niha ez ê bi dilxweşî vebigerim şkefta xwe ya tarî, jîngeha sawêrên tirsîner. Di ber min de nekeve, delalê min, û ji ber min xemgîn jî nebe çimkî ew giyan, ê ko carekê geşiya Yezdan bibîne, êdî ji sawêrên ehrîmenan natirse. Û çav, ê ko carekê li Esman binere, êdî nikare ji aliyê êş û azarên dinyayê de bê miçandin."

Piştî bilêvkirina van gotinan, Selma ji ayîngehê derket; û ez li wir ketim nav deryaya kûr a ramanan ko bi axretê re helî nav hev û bû cîhanek ko Yezdan lê li ser textê xwe rûniştî ye û firîşte jî xêr û guneyên mirovan dinivîsin û giyan trajediya jiyanê pêşkêş dikin û horiyên Esman sirodên evîn, xemgînî û nemirinê distrin.

Bûbû şev dema ko ji gêjbûna xwe şiyar bûm û pê hesîm ko li nav baxçe me û min her gotina Selmayê gotî dubare û sedbare dikir û herwiha bîskên wê yên bêdengiyê, destdan, mîmîk û rûgerandina wê li bîra min bû ta mebesta xatirxwestin û tenêmanê ji min re zelal û averû bû. Ez bînteng bûbûm û xemgîniyê pişta min şkandibû. Hingê yekem car tê giham ku, tevî ko mirov azad diwelide jî, dîsan dibe koleyê zagonên tund ên bavkalên danî û her wisan dimîne; û qeraxa esman, a ko li gor me qaşo bêguher û bêtevger e, ev roj wê diçemîne jêr îradeya sibeyê, û roja do dixe jêr îradeya vê rojê. - Gelek caran piştî wê şevê ez li ser wê zagona pîroz, a ko wisan kir ko Selma mirinê ji jiyanê birûmettir bibîne, fikirîme û gelek caran min geweriya gorîbûnê û berxwedana bextewariyê dane ber hev ji bo ko zelal bikim ka kîjan jê zelaltir û bedewtir e; lê ta niha min ji wê tiştê bi tenê rastiyek derxistiye, û ew rastî jî dilpakî yeku hemû kirinên me kirin bedew û rêzdar. Û ev dilpakî li nik Selma Keremî hebû.

FELATKAR

Pênc sal ji zewaca Selmayê derbas bûn lê hê jî zarokek jê re newelidîbû ko bikare pêwendî û pevgirêdanên Selmayê û mêrê wê yên giyanî bizeximîne û xurt bike û giyanên wan ên nakok bigihîne hev.

Jinên stewr ti qîmetek xwe nîn e çimkî pirraniya mêran dixwazin xwe bi zarrên xwe nemir bikin.

Li ber çavên mêrê dewlemend jina bêzarok dijmina wî ye; ew mêr nefretê li jina xwe dibarîne, wê bi tena serê xwe dihêle û hêvî dike ko ew zû bimire. Mensor Bey Galib jî mêrek wisan bû; ji aliyê maddî de ew mîna erdê bû û mîna polat req û mîna gorrê hesûd bû. Tevî hemû bedewî û şîrîniya Selmayê jî, hêviya wî, ko wî zarokek hebe ko nav û şerefa wî hilbîne, wisan kir ko ew kînê li Selmayê bike.

Dar, a ko di şkeftê ve şên bûbe, fêkî nade. Selmayê, ya ko li ber siya jiyanê dijiya, zarokek nedidayê...

Bilbil hêlîna xwe di rekeyê de çênake daku koletî nebe feleka jiyana têjikên wê... Selma girtiya barên xeman bû, û îradeya yezdanî bû ko ew zindana xwe bi girtiyek din re beş neke. Gulên mêrgan zarokên dilnermiya rojê û hezkirina xwezayê ne, û zarokên mirovan jî gulên evîn û berketinê ne...

Giyanê evîn û berketinê li mala Selmayê a bedew li Ras Beyrouthê tine bûn tevî ko Selma her êvar xwe dida ser çokan û ji Yezdan daxwaza zarokekê/î dikir ko jê re bibûya ewletîdar û xemrevîn... Wê bênavbirr lava û dua, tika û rica dikirin ta ko Yezdan bersiva wê da...

Dara şkeftê bişkivîbû û kulîlka wê peqîbû daku dawiya dawîn fêkî bide. Bilbil di rekeya xwe de dest pê kiribû ko hêlînê ji perrên xwe çêbike.

Selmayê destên xwe yên zincîrkirî raberî Esman kirin daku pêşwaziyê li xelata bihagiran a Yezdan bike, û ti tiştek di dinyayê de tine bû ko ew bi qasî dayikbûnê bextewar bikira.

Ew bi nearamî dipa, roj dijimartin û bi pêşînî dilxweş bû ka kengî bedewtirîn awaza Esman ango dengê zarok(ê) bê guhên wê...

Wê êdî didît ko berbanga pêşerojek rontir di nav hêsir û ronikên wê de xwiya dibe.

Li meha nîsanê Selma ket nav nivînên êş û janên welidandinê, ciyê berxwedana jiyan û mirinê. Doktor û pîrik amade bûn ko nûhatî berbidin dinyayê. Li derengiya şevê Selmayê dest bi giriyê xwe yê berdewam kir... girî ji bo jiyanê ya ko jiyanê dihêle... girî ji bo berdewamiyê li qeraxa esmanê valatiyê... girî ji bo bêtaqetiyê di nav bêdengiya hêzên gewre de... girî ji bo Selmaya reben a ko di bêhêvîtiyê de di nav hevşidandina jiyan û mirinê de paldayî bû.

Spêdeyê Selmayê kurikek welidand. Dema ko wê çavên xwe vekirin, wê rûyên bibişir li her aliyên xwe dîtin, û paşî, ko wê dîsan lê nerî, wê dît ko jiyan û mirin li ber nivînên wê li hember hev tê dikoşin. Wê çavên xwe danîn ser hev û yekem car got: "Ax kurê mino." Pîrikê zarokê sava di nav dergûşa armûşî de pêçand û ew danî rex dayika wî lê doktor çavnerî li Selmayê dikir û serê xwe dihejand.

Dengên dilxweş cîran şiyar kirin û wan cîranan xwe lezandin û gihan bavê kurik pîroz kirin lê doktor dîsan jî her çavên xwe li Selmayê digerandin û serê xwe dihejand...

Xizmetkaran xwe lezandin daku mizgîniya xêrê bigihînin Mensor Bey lê doktor her fedikir Selmayê û zarokê wê û nîşana dilsariyê li ser rûyê wî bû.

Bi rojhilatinê re Selmayê kurê xwe rakir ber sînga xwe. Zarok cara yekem çavên xwe vekirin; dû re ew hilceniqî û dawîn car çavên xwe neqandin. Doktor zarok ji ser destên Selmayê girt, û ronik diketin ser gep û alekên wî; paşî got: "Ew mêvanê mirinê ye."

Di dema cejna cîranan bi bavê re bi munasebeta bextewariya welidîna zurriyetê de, kurik ji vê dinyayê koç kir; û Selma li doktor nerî û tika jê kir: "Zarokê min bidin min, bihêlin ez wî bihemêzînim."

Tevî ko zarok mir jî, şingîna glas û qedehan li salonê her ber bi bihêzbûnê de bû...

Ew li berbanga spêdeyê welidî û bi rojhilatinê re mir...

Ew mîna ramanekê welidî û wek oxînekê mir û şibî siyekê wenda bû.

Ew nejiya ji bo ko xema diya xwe birevîne û bisteyiyê bidiyê.

Jiyana wî li dawiya şevê dest pê kir û li zelalbûn rojê bi dawî hat mîna çipek avê ya ko çavên tarîtiyê rêt û pêgihana ronahiyê ziwa kir.

Ew durrek bû ko hilketina avê ew anî qeraxê û daketina wê vegerand kûratiyên deryayê.

Sosinek bû ko hê nû kulîlka wê ya jiyanê bişkivîbû lê piyên mirinê ew di bin xwe ve merçiqand.

Mêvanek xweşviyayî bû ko hatina wî dilê Selmayê şa kir lê çûna wî giyanê wê kuşt.

Wiha ye jiyana mirovan, jiyana gelan, jiyana roj, heyv û stêran.

Û Selmayê berê xwe da doktor û qîrî: "Zarokê min bidin min û bihêlin ez wî hemêz bikim. Kurê min bidin min û bihêlin ez wî bimêjînim."

Paşî doktor serê xwe çemand. Dengê wî fetisî û wî got: "Zarokê we miriye, xanim, baldirêj û aram bin. Serê we sax be."

Piştî bihîstina daxwiyaniya doktor Selmayê dest bi girîn û qorînek bêpayan kir. Paşî ew bîskekê aş bû û bi dilşadî bişirî. Rûyê wê geş bû mîna ko haya wê ji tiştekî bûbe, û wê bi dengnizmî got: "Zarokê min bidin destên min; wî bînin nêzî min, û bihêlin ko wî mirî bibînim."

Doktor zarokê mirî anî nik Selmayê û ew danî ber hemêza wê. Selmayê ew hemêzand, paşî wê berê xwe da dîwar, û ji kurê xwe yên mirî re axivî: "Kurê min, tu hatî ko min bi xwe re bibî; tu hatî rêya ber bi qeraxê de nîşanî bidî. Va ye, ez li vir im, kurê min; bide pêşiya min û em ji vê şkefta tarî bifinin û biçin."

Û di heman bîskê de tîrêja tavê di nav perdeyên pencereyê re xwe avêt hundur û xwe gihand du bedenên mirî li nav nivînan ên ko bêdengî zêrevana wan û baskên mirinê jî siya wan bûn. Doktor bi çavên hêsirbar ji odeyê derket û dema ko ew giha salona mezin, şahî bû şînî lê peyvek jî ji devê Mensor Bey Galib derneket û wî ronikek jî nebarand. Ew, meyqedeh di destê rastê de, mîna peykelekî bêliv li ciyê xwe ma.


Roja din kincên spî yên bûkaniyê li Selmayê hatin kirin û ew kir di tabûtê de; kifinê zarok
dergûşa wî, tabûta wî hemêza diya wî, gora wî jî bersînga sar a dayika wî bû. Du cendek di yek tabûtê de dihatin hilgirtin, û ez bi hurmetek kûr bi girseya gel re bûm û me Selma û zarokê wê birin arimgeha wan.

Ku em gihan nav goristanê, qeşeyan bi rêberiya metran Galib dest bi nivêj û duayan kirin, û li ser rûyên wan ên tarî perdeya cahilî û bêwatetiyê hebû.

Dema ko tabût hat definandin, yekî ji tehîçinan got: "Ev yekem car e ko ez du cendekan di tabûtekê de dibînim." Yek din got: "Wer dixwiye ko zarok hat daku dayika xwe ji nav pencên mêrê bêdil xelas û felat bike."

Yek din: "Li Mensor Bey binerin: ew çavên xwe li esmanan digerîne mîna ko çavên wî şûşe bin. Qet ji wî naxwiye ko wî kur û jina xwe di heman rojê de ji dest dane." Yek din lê zêde kir: "Sibê mamê wî, metran, dê wî bi jinek hê dewlemendtir û bihêztir re bizewicîne."

Metran û qeşeyan fuar û şiîrên xwe domandin ta ko gorkol gor dagirt. Paşî girse, yek bi yek, nêzî metran û birazayê wî bû û bi her celeb gotinên şîrîn û dilhebîn serxweşî li wan kir lê ez, bê ti xemrevîniyek giyanî, ji wan varê bi tena serê xwe radiwestîm.

Dû re tazîvan ji goristanê verevîn lê mera gorkol di destî de bû û ew li hindavî gora nû rawestîbû.

Ez nêzî wî bûm û jê pirsîm: "Gelo tê bîra te ka Faris Efendî li kû hatiye binaxkirin?"

Wî bîskekê li min nerî, tiliya xwe ber bi gora Selmayê ve kir û got: "A li vir; min keça wî li hindavî wî defin kir û kurê wê jî di hemêza wê de, û bi vê merikê min dîsan ax avêt ser hemûyan."

Paşî min got: "Te dilê min jî di vê kendê de defin kiriye."

Ku gorkol li pişt darên spîndaran wenda bû, min êdî hew karî li ber xwe bidim; ez şewişîm ser gora Selmayê û girîm.

***

Wergerandin inglîzî "Broken Wings": Husein Muhammed

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUHAMMED humimu@utu.fi
Weşandin: 2009-01-31
Xwendin: 7862
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org