[ ÇARŞEM, 2024-04-24 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Romana Xelîl Cibranî »Baxçeyê Peyamber«
[HELSÎNKÎ, 12/1 2009]

Elmistafayê bijartî û hezkirî, yê ronahiya nîvroya gelê xwe, li tişrînê anku meha bibîranînê vegerî warê lêbûna xwe.

Dema ko keştiya wî nêzî bendergehê bû, ew di pozik û pîja keştiyê de bû û deryavanên wî jî li dor wî bûn. Û vegera malê di dilê wî de bû.

Ew peyivî û derya di dengê wî de bû, got: Binerin, girava lêbûna me. Li vir erdê em welidandin, stran û metelok; stran ji esman û metelok jî ji erdê re. Ma li ser rûyê erdê ji bilî hezkirina me tiştek din heye ko stranê bilorîne û metelok û têderxistinokan çareser bike?

Derya dê vê carê jî me bide van peravan. Em jî di nav pêlên wê de tenê pêl in. Ew me dişîne daku em dengê wê bidin vedan û olandan lê ma eger em qalibê hişkiya dilên xwe li ser zinaran û li nav xîzan neşkînin, em ê çawa bikarin wisan bikin? Ji ber ko ev e zagona deryayê û deryvanan: Eger azadiyê bixwazî, divê tu bibî mij. Yê bêtişe û û bêşikil hertim li tişe û şikilekî digere mîna ko xumam û moran bibin roj û heyv. Divê em, ên ko pirr gerîne û niha vegerîne, dîsan carek din jî bibin mij û moran û ji yê berî me heyî fêr bibin. Ma tiştek wisan heye ko bijî û hilbikeve jor lê li ber hezkirin û azadiyê neşkê?

Em ê bi abadînî li perav û qeraxan bigerin daku em bikarin lê bistrin û bên bihîstin. Lê çi ji wan pêlan, ên ko li van deverên kes lê tine dihejin û bihêz in lê dîsan jî nayên bihîstin? Loma di me de bi rastî tiştên nebihîz herî baş kûrtirîn xemên me vedirevînin. Lê dîsan jî, heman tiştên nebihîz teşe didin giyanên me û serkêşiya feleka me dikin.

Paşî yek ji deryavan derket pêş û got: Mamoste, te serkêşiya bêrîkirina me ber bi vê giravê de kiriye û binere ko em gihane bineciya xwe. Lê dîsan jî tu ji me re basa xeman û dilan, ên ko bişewitin û bişkên, dikî.

Wî bersiva deryavan da: Ma ez ji azadiyê û mijê, ya ko mezintirîn azadiya me ye, nepeyivîm? Lê dîsan jî ez têrxem vedigerim vê girava lêbûna xwe, mîna canê yê kuştî ko vedigere daku xwe li pêşberî kujerê xwe bitewîne.

Û deryavanek din peyivî û got: Binere, çawa girseya gel li pindan û benda avê civiye. Di pêwîstiya xwe ya bêrîker de ew ji nav zevî û rezên xwe hatine, di bêdengiyê de civîne û li benda te ne.

Almustafa li girseya mirovan temaşe kir, dilê wî hest bi bêrîkirina wan kir lê bêpêjn ma.

Dû re ji nav mirovan qîrînek, qîrîna bîranîn û lava û duayan rabû.

Wî li deryavanan nerî û got: Ma min çi ji wan re aniye? Ez li deverên dûr û xerîb nêçîrvan bûm. Min tîrên wan dayî min bi şan û şoret avêtin lê min ti nêçîr bi xwe re neaniye çimkî ez li pey wan tîran neçûm.

Dibe ko ew tîr niha di baskên şeqandî yên qertalan, qertalên neketin erdê, de li ber perrên esmanan difirin. Û belkî serikên tîran ketibin destên wan kesan, ên ko pêwîstiya wan ji bo xwarinê û meyê pê heye.

Nizanim ka ew li kû firîne lê vê yekê dizanim: wan kevaneya xwe li esmanan kiriye.

Çawa dibe bila bibe, destê hezkirinê hê jî li ser min e û hûn, deryavanên min, hê jî bi dirêjiya bînahiya min diseyirin û hê jî ez lal nebûme. Destê demsalan qirrika gewriya min bişidîne jî, ez ê biqîrrim, û pêtên agir lêvên min şewitandibin jî, ez ê dîsan jî strana xwe bistrim.

Bi van gotinên wî jan ket dilên wan tevan. Yekî ji wan got: Mamoste, me hemûyan fêr bike û ji ber ko xwîna te di demar û cegerên me de heye, belkî em tê bigihin.

Dû re wî, ba di dilî de, bersiv da û got: Ma we ez, ji bo ko bibim fêrker, anîm girava lêbûna min? Niha hê nîrê awezmendî û aqilmendiyê nebûye barê min. Ez hê ciwan û cahil im û nikarim ji bilî xwe bi xwe ji tiştek din bipeyivim. Yê ko dixwaze awezmendiyê bibihîze û bibîne, bila ji nav gulên mêrg û çîmenan an jî ji nav lepek axê lê bigere. Ez hê stranbêj im. Ez hê ji xwezayê û ji xewna di navbera şevê û rojê de wendakirî distrim. Ez ê berê xwe bidim deryayê.

Bi wî awayî keştiya wî giha qerax û bendergehê û carek din jî ew di nav gelê xwe de li ser piyan bû. Qîrînek mezin ji dilên wan radibû û bêkesiya vegera li şûnwaran di wî de dilerizî.

Her kes bêdeng bû û li hêviya peyva wî bû lê wî tiştek negot çimkî xemgîniya bîranînê di wî de bû û wî di dilê xwe de digot: Ma min gotiye ko ez ê bistrim? Na, ez ê nestrim, ez ê tenê lêvên xwe ji hev vebikim daku dengê jiyanê derbikeve, bi ba re belav bibe û bibe kêfxweşî û bisteyîdan.

Paşî Kerîma, ya ko di dema zaroktiya xwe de li nav bexçeyê diya wî pê re lîstik kiribûn, peyivî: Diwanzdeh salan te rûyê xwe li me veşartiye û diwanzdeh salan em tî û birçiyên dengê te bûne.

Wî bi dilek tijî diltenikiyek bêsînor li wê nerî çimkî ew Kerîma bû ya ko çavên dayika wî danîn ser hev dema ko baskên spî yên mirinê hatin vê bibin. Wî got: Diwanzdeh salan? Te got diwanzdeh salan, Kerîma? Min stêr wek pîva bêrîkirina xwe nexebitandin û kûratiya bêrîkirinê jî bi wan ranegihand çimkî di hesta xerîbiyê û bêrîkirina welat de evîn di ser hemû pîvan û dengên demê re ye.

Hin bîsk hene ko tijî veqetîna ji hev in. Lê dîsan jî veqetîna ji hev ji bilî westîn û kerrixîna dil ne tiştek e. Dibe ko jixwe em qet ji hev veneqetîbin jî.

Almustafa li mirovan nerî û ew hemû dîtin, yên pîr û ciwan, nazik û qelew, ên li ber ba û rojê qelî û qijqijî û yên rûyên wan spîçolkî; û pirs û bêrîkirin li ser rûyên wan bûn.

Yek ji wan peyivî û got: Mamoste, jiyanê nehiştiye ko hêvî û daxwazên me bi cî bên. Dilên me xemgirtî ne û em fam nakin. Ji te lava dikim: xemên me vebirevîne û mebesta xemgîniya me ji me re diyar bike.

Dilê wî tijî heyf û berketin bû û wî got: Jiyan ji her tiştê jîndar kevnartir e; mîna ko çawa bedewî bû xwedîbask ji berî ko ti tiştek bedew li ser rûyê erdê çêbûbû û mîna ko çawa rastî rastî ye ji ber ko ew hatibe bilêvkirin jî.

Jiyan di bêdengiya me de distre û di bînvedana me de xewn û xeyalan dike. Jiyan li ser textê xwe yê bilind e. Dema em digirîn, Jiyan li rojê dibişire û dema em nîr û zincîran li pey xwe radikişînin, Jiyan azad e.

Pirrî caran em navên tal li Jiyanê dikin lê tenê dema em bi xwe tal û reşbîn bin. Em gazin û lomeyan dikin ko Jiyan vala û bêxêr e lê tenê hingê ko giyanên me li çolistanên xalî bêser digere û dil jî ji xwe bi xwe tijî û mişt e.

Jiyan berz, kûr û dûr e; û tevî ko tenê dilê fire dikare xwe bigihîne tenê binê piyên wê, ew dîsan jî nêz e; û tevî ko tenê nefeskişandina canê te dikare xwe bigihîne dilê wê, siya te rûyê wê diniximîne û qelstirîn banga te jî di bersînga wê de dibe bihar û payiz.

Evîn jî mîna eziya te ya gewretir hatiye niximandin û veşartin. Lê dîsan jî dema Jiyan dipeyive, hemû ba dibin peyv; û dema ew dîsan dipeyive, bişir û rondik li ser lêvên te jî dibin peyv û bêje. Dema Jiyan distre, kerr dibihîzin û kêfxweş dibin û dema ew bi piyan dimeşe, kor wê dibînin û diheyirin û matmayî û ecêbgirtî didin pey wê.


Zû wî ew li wir hiştin û ket ser wê rêkê ya ko diçû nav Bexçe- bexçeyê dayik û bavê wî ko ew bi bavkalên xwe rê lê di xewa abadînî de bûn.

Hin kes hebûn ko dixwestin li pey wî biçin deam wan dît ko ev vegera malê bû lê ew bi tenê bû çimkî kesek ji binemala wî nemabû ko li gor adet û toreya gelê wî nûçeya hatina wî di nav xelkê de belav bike.

Lê kaptanê keştiyê ew şîret kirin û gotê: Bihêlin ko ew bi rêya xwe de bimeşe çimkî xwarina wî nanê bêkesiyê û vexwarina wî jî meya bîranînê ye ko dixwaze di tenêtiyê de vebixwe.

Deryavan êdî hew li pey wî çûn çimkî wan dizanî ko kaptan rast dibêje. Hemû kes, ên ko li ber avê civîbûn, jî sekinîn û li pey wî neçûn.

Tenê Kerîma bi dû wî de kêlîkekê çû û hest bi û hest bi bêkesî, tenêtî û bîranînên wî kir. Lê ew qet nepeyivî, li ser milê xwe zivirî, çû mala xwe û li nav bexçeyê xwe, li jêr dara behîvê girî lê bê ko bizane çima.


Almustafa hat, bexçeyê diya xwe û bavê xwe dît û derî li pey xwe girt daku kesek nikare li dû wî bikeve hundur.

Çil roj û çil şevan ew bi tena serê xwe di wî xanî ve û li nav wî bexçeyî ma û ti kesek hema nehat ber deriyê bexçe jî çimkî ew girtî bû.

Dema ew çil roj û çil şev derbas bûn, Almustafa derî vekir daku xelk bikare bê hundur.

Neh zelam hatin ji bo ko di nav bexçe de bi wî re bin; sê deryavan ji keştiya wî bi xwe, sê ji wan ên ko di ayîngehê ve ayîndarî dikir û sê jî lîstikhevalên wî yên dema zaroktiyê bûn. Ew her neh bûn şagirtên wî.

Spêdeyê şagirtên wî li dor wî rûniştin, û di çavên wî re dûrî û bîranîn dixwiyan. Ji şagirtan wî, yê ko wek Hafiz dihat navandin, got: Mamoste, ji me re basa bajarê Orfaleseyê û wî welatî, yê ko tu diwanzdeh salan lê mayî, bike.

Almustafa bêdeng bû, wî li zinarên dûr û atmosfera bêsînor dinerî û di bêdengiya wî de ceng hebû. Dû re wî got: Heval û hevrêyên min, di ber wî gelî de bikevin ko tijî bawerî lê bê dîn e. Di ber wî gelî de bikevin yê ko qumaşê bi xwe raneçandî li xwe dike, dexl û danê bi xwe nedirûyî û nehêrandî dixwe û meya ne ji tirîzirviçîna xwe vedixwe. Di ber wî gelî de bikevin û bila guneyê we bi wî gelî bê yê ko pozbilindan wek gernas û mêrxas disilavîne û pêşwaz dike û qedir û qîmetek mezin dide dagîrkerên keysperest. Di ber wî gelî de bikevin û wî biheyifînin ê ko di xewa xwe de henek û qerfan bi hezkirin û coşê dike lê bi şiyarbûna xwe re jêrdestî wê dibe. Di ber wî gelî de bikevin ê ko ji bilî dema behî û taziyan dengê xwe bilind nake, ji bilî li nav kavil û xerabeyên xwe pesna xwe nade û ji berî ko serê wî di nav şûr û gelare û qurmê darê de be, serî hilnade. Di ber wî gelî de bikevin ê ko siyasetmedarên wî gur, fîlozofên wî xapîner û hunera wî jî kopîkirin û jibergirtin e. Di ber wî gelî de bikevin ê ko bi zirnelêdanekê bixêrhatinê li desthilatdarek nû dike û bi henekpêkirinê wî dihêle daku dîsan bi zirnelêxistinek din kesek din bîne ciyê wî. Di ber wî gelî de bikevin ê ko dem û dewranan zanayên wî lal kirine û çelengên wî hê di dergûşan û landikan de ne. Di ber wî gelî de bikevin ko hatiye perçe-perçekirin û her perçeyek ji wan xwe wek gelekî dihesibîne.


Yekî ji wan got: Ji me re basa wê yekê bike ka niha çi di dilê te de ye.

Wî li peyiver nerî, mîna ko strana stêrê di nav dengê wî de be got: Di xewna te ya berşiyarbûnê de, dema tu bêdeng î û guhdarê nava xwe yî, ramanên te mîna pirtikên berfê dikevin, dipirrin û hema dengên valahiyên te bi bêdengiya spî de radixin.

Ma xewnên te yên berî şiyarbûnê ji bilî ewran, ên ko bi dara esmanî ya di dilê te de ve şitilan didin û dibişkivin, zêdetir çi ne? Û ma ramanên te ji bilî pel û belgan, ên ko ba li deşt û zozanan pelate û belav dike, zêdetir çi ne?

Mîna ko çawa tu li benda aştiyê yî ta ko yên bêşikil di te de teşe bidin, wisan ewr jî şikil digire û ji hev belawela dibe ta ko Destên Pîroz daxwaza wî ya gewr dike heyv, stêr û rojên biçûk ên krîstal û belûr.

Paşî Sarkis, ê ko bi nîvî gumanker bû, got: Lê bihar dê bê û hemû berfên xewn û ramanên me dê bihelin û êdî nemînin.

Wî bersiv da: Dema bihar ji nav rez û pelên raketî li xweşviyayiyên xwe vedigere, berf bi rastî jî dihelin û wek herik dibezin, li çemê gelî digerin daku bibin avrêj ji gul û giyayan re. Wisan berfa dilê te jî dihele dema ko bihara te hatibe û wisan nihînên te wek herik dibezin daku ji gelî li çemê jiyanê bigerin. Çem nihîna te di nav xwe de digire û wê bi xwe re dimeşîne deryaya mezin.

Dema bihar bê, her tişt dê bihele û bibe stran. Stêr, pirtikên gewre yên berfê, ko hêdîka dikevin nav zeviyên mezin, dihelin û dibin herikên stranbêj. Dema roja rûyê Wî hilbikeve raserî qeraxa esmanê berfire, ma çi qalibê qerisî nabe awazên ron û avî? Û ma kî ji we naxwaze bibe avderê gul û giyayan?

Hê do bû ko hûn di deryaya livbar de dilebitîn û hûn bêqerax û bêgiyan bûn. Paşî ba ango canê jiyanê, perdeya ronahiyê li ber çavan, hûn raçandin. Û bi awirek berjor hûn li bilindahiyan digerin. Lê derya li pey we hat û strana wê hê jî di we de ye. Û tevî ko we kok û jêzatiya xwe ji bîr kiriye jî, ew bi abadînî dayikiya xwe diparêze û her û her bangî we dike.

Dema hûn li çolistan û çiyastanan bigerin, kûriya di dilê wê yê hênik de dê hertim li bîra we be. Û tevî ko pirrî caran hûn nizanin ko bêriya çi dikin jî, bi rastî ew aştî û aramiya mezin û colînok a deryayê ye.

Ma dikare ne wiha be? Li nav daristanê, dema baran li ser pelên darên li zinaran diqerise, dema berf dikeve, soz û peyman; dema li gelî celebê xwe dibî avdanê; li nav zeviyan ko robar bi herikên zîvî cil û bergên kesk didin hev; li nav bexçeyan ko xunavên berbangê di esmanan re diteyisin; li nav mêrg û çîmenan dema mija êvarê bi nîvî rêkê diniximîne; di van hemûyan de derya bi te re ye, govan û şahida kok û eslê te, xwesteka evîn û hezkirina te.


Dema ew spêdeyekê di nav bexçe de digerîn, jinek hat ber derî, ew jin Kerîma bû ko Almustafa di zaroktiya xwe de mîna xwişka xwe jê hez dikir. Ew li ber derî bû, bê ko tiştekî bipirse yan jî derî biqute; wê tenê bi xemgînî û şeydayî li bexçe dinerî.

Almustafa ev şeydayî û xemgînî di çavên wê de dîtin û bi gavên lezgîn zû hat ber dîwarê bexçe û derî ji Kerîmayê re vekir. Kerîma hat nav bexçe û bixêrhatin li wê hat kirin.

Ew peyivî û got: Çima te xwe ji nav me vekişandiye daku em nikarin li ber ronahiya rûyê te bijîn? Bizane ko hemû van salan me ji te hez kiriye û çavên me li rêya te û vegera te ya biewle bûne û me bêriya te kiriye. Niha xelk bi qîrîn û girîn dixwaze li te guhdarî bike û bi te re bipeyive. Ez şandiya wan im û hatime ji te tika û lava dikim ko tu xwe nîşanî wan bidî û awezmendî û aqilmendiya xwe ji wan re bibêjî û yên dilşkestî aş bikî û xemên wan vebirevînî û di bêaqiliya me de me şîret bikî.

Wî li Kerîmayê nerî û got: Eger tu hemû mirovan wek aqilmend nehesibînî, min jî aqilmend nehesibîne. Ez fêkiyek teze me, hê bi darê ve me û hê do bû ko ez kulîlk bûm.

Û nebêje ko ti kesek di nav we de bêaqil e çimkî bi sond em ne biaqil û ne jî bêaqil in. Em pelên kesk in bi dara jiyanê ve, û jiyan ji hemû aqildariyê gewretir e û bêguman di ser hemû bêaqiliyê re ye jî.

Ma bi rastî jî min xwe ji nav we vekişandiye? Ma hûn nizanin ko ti dûrî nîn e ji bilî wê ya ko giyan nikare di aşop û xeyalan de bigihîne hev? Û dema giyan pirekê di ser wê dûriyê re ava bike, ew dûrî dibe awazek giyanê.

Dûrî, ya ko di navbera te û yê ne-xweşheval de heye, bi rastî jî ji dûriya di navbera te û delalên ber dilê te, yên ko li pişt heft deryayan dijîn, zêdetir e. Çimkî di bîranînê de dûrî û navbeyn nîn in lê di jibîrkirinê de kendek heye ko ne deng û ne jî çavên te dikarin di ser re derbas bibin.

Di navbera qeraxên oqyanûsê û gupika bilindtirîn çiya de rêyek nepenî heye ko divê tu pê ve bimeşî ta ko bibî yek ji zarokên erdê.

Di navbera zanîn û têgihîna te de rêkek nihînî heye ko divê tu bibînî ji bo ko bi mirovan û herwiha bi xwe re jî bibî yek.

Di navbera destê te yê rastê yê dankar û destê te yê çepê yê wergir de dûriyek zêde mezin heye. Tenê bi texmînkirina dan û wergirtina wan tu dikarî wan bigihînî binecî çimkî tenê bi zanîna wê yekê, ko te bi xwe tiştek dan û wergirtinê nîn e, tu dikarî di ser pirê re derbas bibî.

Bi sond, mezintirîn dûrî di navbera xewndîtin û şiyariya te, kirin û xwestina te de ye.

Û hê rêyek din jî heye ko divê tu pê ve bimeşî ta ko bi jiyanê re bibî yek. Lê ez ê niha basa wê rêyê nekim çimkî dibînim ko tu ji rêwîtiyê westiyayî.


Paşî ew, Kerîma û her neh şagirtên wî bi rê ve meşîn ta ko gihan bazargehê. Ew ji xelkê re, ji heval û cîranên xwe re peyivî û bi kêfxweşî ket çav û dilên wan.

Wî got: Hûn di xewê de mezin dibin û jiyana xwe ya têrtijî di xewnên xwe de dijîn çimkî hemû rojên we bi wê yekê derbas dibin ko hûn spasdarên wê yekê ne ko di bêdengiya şevê de ji we re hatiye dan.

Pirrî caran hûn di dema bînvedana xwe de li ser şevê difikirin û jê diaxivin lê di rastiyê de şev dema lêgerîn û dîtinê ye.

Roj hêza zanînê dide we û tiliyên we ew qas fêr dike ko bibin helbestvanên hunera wergirtinê; lê tenê şev dikare we bibe nav gencîneya Jiyanê.

Roj her tişta şênber fêrî bêrîkirina ronahiyê dike lê tenê şev wê bilind dike ber stêran.

Bi rastî jî, bêdengiya şevê kirasê bûkê radiçîne, darên daristanan û gulên bexçeyan pê diniximîne û dû re cejn û şahiyên luks amade dike û odeya dawet û zemawendê radixe; di wê bêdengiya pîroz de roja sibeyê di zikê demê de avis dibe.

Bi wî awayî bi we re ye jî û - bi lêgerînê - hûn ê xwarinê peyda bikin û têr bibin. Û tevî ko şiyarbûna we li berbanga rojê bîranînan ji bîra we bibe jî, kevala xewnan hertim li ber we ye û odeya zemawendê amade ye.

Paşî ew bêdeng bû, yên din jî bêdeng bûn û li benda gotinên wî bûn. Dû re wî got: Hûn bi xwe can in, tevî ko ji bo livîn û meşînê beden in; û mîna gazê, ya ko di tarîtiyê de dişewite, hûn jî pêt û çirûsk in lê bi fanosê ve hatine berbendkirin.

Eger hûn tenê beden bûna, ev peyivîna min, a ko ez niha li pêşberî we dikim, dê tenê valatî bûya mîna ko miriyan bangî miriyan bikira. Lê ne wiha ye. Her tişt, ê ko di we de nemir e, bi şevê û rojê azad e û nikare bê zincîrandin û tewilandin çimkî ev yek vîn û îradeya Yê Herî Berz e. Hûn nefesa wî ne, mîna ba jî ko ew jî nikare bê girtin û berbendkirin. Ez bi xwe jî canek im ji canê wî.

Ew bi meşek lezgîn ji nav wan derket û dîsan vegerî nav Bexçe.

Sarkis, ê ko bi nîvî gumanker bû, got: Tu ji kirêtiyê çi dibêjî, Mamoste? Tu ti caran basa kirêtiyê nakî.

Almustafa, mîna ko di dengê wî de îşkence hebe, bersiva wî da: Heval, ma zelamek heye bibêje ko tu ne mêvanperwer î eger ew di ber mala te re bibore û dîsan jî deriyê te nequte? Ma kî dê te wek kerr û neguhdar binavîne eger ew bi zimanek biyanî bipeyive ko tu tiştekî tê negihî? Ma kirêtî ne tiştek wisan e ko te ti caran nexwestiye xwe bigihîniyê û bikevî dilê wê? Eger kirêtî tiştek din be, ew bi rastî tenê qirşikek di çavên te de yan jî qirêjiyek di guhên te de ye. Ji bilî tirsa giyanî ya li hember bîranînên te bi xwe, tiştekî wek kirêt nenavîne.

Rojekê, dema ew li ber sîberên kûr ên spîndaran rûniştibûn, yekî ji wan got: Mamoste, ez ji demê ditirsim. Ew bi lezgînî di ber me re dibeze û xortaniya me ji me distîne lê ma ew çi li şûna wê dide me?

Wî bersivand: Hin axê bigire kefa destê xwe. Tu tov an belkî jî kurmekî di nav de dibînî? Eger destê te têr berfire û baldirêj bûya, tov dê bikariya bibûya daristan û kurmik jî bibûya komek firîşteyan. Û ji bîr neke ko sal, ên ko tov dikin daristan û kurmikan dikin firîşte, bi xwe ev bîsk in, hemû sal ev bîsk û kêlîk in.

Û ma demsal ji bilî ramanên te yên guherbar çi ne? Bihar di sîngê te de şiyarbûn û havîn jî haydarbûna ji bereketa te ye. Û ma payiz ne di te de ya pirrî pîr e ko stranên dergûşanî ji wê yekê re dinehwirînin ko di te de hê sava ye? Û ez dipirsim: ma zivistan ji bilî xewekê, ya ko xewnên hemû demsalên din mezin kiriye, çi ye?

Paşî Mannus, şagirtê mereqdar û zanînxwaz, li dor xwe nerî û dît ko şênkatiyên hêşîn xwe didin nav darê. Û wî got: Li kimê û parazîtan binere, Mamoste. Tu ji wan çi dibêjî? Ew diz in ko ronahiyê ji zarokên xwedîbawer ên rojê didizin û wî benîştî, yê ko dikeve çeq û pelên wan daran, ji xwe re bi kar tînin.

Almustafa bersiv da: Heval, em hemû kimê û parazît in. Em, ên ko tê dikoşin ko komira torf bikin jiyanek biriqdar, ne ji wan baştir in ko serekaniya jiyana xwe ji torfê digirin bê ko wê binasin jî.

Ma divê ko dayik ji zaroka/ê xwe re bibêje: ez ê te dîsan bidim daristanê, ya ko dayika te ya mezintir e, çimkî tu min, dilê min û destê min diwestînî? Ma divê stranbêj dev ji strana xwe berbide û bibêjiyê: Vebigere şkefta dengvedanan çimkî dengê te gewriya min dimaşîne? Yan ma divê şivan ji lawirek ciwan re bibêje: Min ti çerîngeh nîn e ko te bibimê loma were serjêkirin û bibe gorî û qurban?

Na, heval, na, bersiva vê yekê hatiye dan ji berî ko ew bê pirsîn jî û ew her tişt bi cî hatiye, mîna xewna te jî hê ji berî ko tu binivî jî.

Bi gor zagonek kevnar û bêdem em hemû ji hev dijîn. Loma bila em bi dilovanî û mihrevanî bijîn. Di bêkesiyê de, dema me kuçk û argûn tine be ko li ber rûbinin, bila em li hev bigerin.

Heval û birayê min, rêya pert û fire xizm û lêzimên we ye.

Ev şênkatî, yên ko bi daran ve dijîn, di bêdengiya şîrîn a şevê de şîrê erdê dimêjin û erd jî di dema xewên xwe yên nerm de bersîngên rojê dimêje. Û roj, mîna min û te û hemû heyiyan, hê jî bi serfirazî li cejn şahiya Kurmîr rûniştî ye. Deriyê Kurmîr herdem vekirî ye û sifreya wî herdem hazir e.

Mannus, heval, her heyî herdem ji hemû heyiyan dijî, hemû heyî jî ji baweriyê dijîn, ji baweriya bêsînor bi merdiya Yê Herî Berz.

Spêdeyekê, dema roj ji ber berbangê hê zerik û spîçolkî bû, ew hemû li nav bexçe dihatin û diçûn, ew li rojhilat û di nêzîkiya rojê, ko hildihat, de bêdeng bûn.

Piştî bîskekê Almustafa bi tiliya xwe nîşan da û got: Aşop û xeyalên we ji tava spêdeyê ya di xunavekê de ne ji rojê bi xwe kêmtir e. Teyisîna jiyanê di giyanên we de jiyan bi xwe ye.

Av ronahiyê diteyisîne çimkî ew û ronahî her yek in, û jiyan jî ji we diteyise çimkî hûn û jiyan yek in.

Dema tarîtî li raserî we be, hûn bibêjin: Ev tarîtî ronahî ye ko hê negihaye, û tevî ko dijwariyên li ser serê min giran in jî, mîna ko çawa ji zinaran re, wisan ji min re jî dê berbang lê bide.

Û eger çipa avê bibêje: "Lê di hezar salan de ez carekê xunava berbangê me." Tu jê re bibêje: Ma tu nizanî ko ronahiya hemû salan di te re dibiriqe?


Rojekê li wê heremê bahoz bû. Almustafa û her neh şagirtên xwe çûn hundur, li ber agir rûniştin û bêdeng man.

Paşî şagirtekî got: Ez bi tenê me û simên demê bi giranî li sîngê min didin.

Almustafa rabû ser xwe, di nav şagirtên xwe de li ser piyan rawestî û bi dengek bihêz ê mîna hurmîna bayê zûrok got: Bi tenê! Ma çi ye? Jixwe tu bi tenê hatî û divê tu bi tenê bibî mij jî. Loma qedeha xwe bi tenê û di bêdengiyê de vebixwe. Rojên payizê hin qedehên din dane hin kesên din û ew bi meya şîrîn û ya tal dagirtine, her mîna qedeha te jî.

Qedeha xwe bi tena serê xwe dabigire tevî ko çêj û tama xwîn û ronikên te jê bê û jiyanê ji ber diyariya tînîtiyê bipesinînin. Çimkî bê tînîtî dilê te tenê qeraxek hişkbûyî ya deryayê ye, bê awaz û bê hilketin û daketina avê.

Qedeha xwe bi tenê û bi kêfxweşî vebixwe. Wê bilind bike raserî xwe û li şûna wan, ên ko bi tenê vedixwin, jî ta binî vebixwe.

Carekê ez li civata mirovan digerîm û bi wan re rûniştim ser sifreya cejnê û min bi wan re vexwar; lê meya wan hilneket serê min û neherikî bersînga min jî. Ew tenê daket piyên min. Awezmendiya min ziwa ma û dilê min girtî û qifilandî bû. Tenê piyên min bi wan re di nav mijê de bûn.

Êdî ez hew li civata mirovan gerîm û min êdî mey li ser sifreya wan venexwar. Loma ez ji te re dibêjim ko ma çi dibe ko simên demê bi giranî li sîngê te bidin? Bes e ko qedeha xemgîniyê bi tenê bê vexwarin; û divê qedeha kêfxweşiyê jî bi tenê bê vexwarin.

Rojekê, dema Fardrous, ê ko yunanî bû, li nav bexçe digerî, piyê wî bi kevirekî ket û ew qehirî. Ew li xwe zivirî, kevir ji erdê rakir û bi dengek nizm got: "Ax, kevirê mirî yê li ser rêya min." Wî kevir avêt û virand dûr.

Almustafayê bijartî û hezkirî got: Çima tu dibêjî "Ax kevirê mirî"? Tu ew qas di nav vî Bexçeyî de mayî û hê jî nizanî ko tiştek jî li vir ne mirî ye? Her tişt di haydariya rojê û berziya şevê de dijî û dixemile. Tu û kevir her yek in. Tenak guher di lêdan û qutîna dilên we de ye. Dilê te hinekî bi leztir lê dide, ma ne wisan e, heval? Lê dîsan jî ew ne bi qasî lêdana dilê kevir aram e.

Rîtma wî dikare rîtmek din be lê ez ji te re bibêjim: Eger di te de awazên kûriyê li hev bên û eger tu bilindiyên valahî û fezayê bipîvî, tu dê tenê awazekê bibihîzî û di wê awazê de kevir û stêr, bi hev re, bi dengek bêkêmasî, distrin.

Eger tu di gotinên wê awazê negihî, li benda berbangek nû bimîne. Eger te kevir nifirand çimkî tu di koriya xwe de lê hilingivî, te dê hingê kîn li stêrekê jî bikira eger wisan bibûya ko serê te bi esman biketa. Lê dê rojek bê ko tu dê kevir û stêra berhev bikî mîna ko çawa zarok sosinan ji gelî hildikişînin û tu dê hingê bizanî ko ew kevir û ew stêr jî jîndar in û bînek xweş ji wan tê.


Li roja yekem a hefteyê, dema dengê çengên ayîngehê li guhên wan digerî, yekî ji şagirtan got: Mamoste, em bi guhên xwe dibihîzin ko li vir basa Yezdan tê kirin. Tu ji Xwedê çi dibêjî, û Ew di rastiyê de çi ye?

Ew mîna darek ciwan, a ko ji ba û bahozê netirse, li pêşberî wan li ser lingan rawestî û got: Heval û hogirên min, niha bîr bibin dilekî, ko hemû dilên we tê de bin, hezkirinekê, ko di ser hezkirina we hemûyan re be, canekî, ko dorgirê hemû canên we be, dengekî, ko dengê we tevan be, û bêdengiyek bêdem û ji hemû bêdengiyên we kûrtir.

Niha tê bikoşin bibînin: bedewiyek ji hemû tiştên bedew efsûntir, stranek ji stranên derya û daristanan berfiretir, desthilatdarek li ser textê xwe, yê ko Orionê bi gopalê hukumdar, ko pê ve Stêrên Moxel tenê teyisokên çipên avê ne, li ber piyan e.

Hûn herdem li xwarin û penagehê, li cil û gopalan gerîne; niha li tiştek wisan bigerin ko ne armanca tîrên we ye û ne jî kevireşkeftek e ko we ji elementan biparêze.

Eger gotinên min mîna kevirên hişk bin û hûn tê negihin, dîsan jî bigerin daku dilên we bişkên û daku pirsa we we bîne nik hezkirin û awezmendiya Yê Herî Berz ko wek Yezdan tê navandin.

Ew hemû bêdeng bûn û dilên wan mat mabûn; û Almustafa di ber wan de ket. Wî bi dilgermî li wan nerî û got: Em êdî ji Xwedê hew bipeyivin. Baştir e ko em ji xwedayan, cîranên me, birayên we, ji wan, ên ko li nêzî xanî û zeviyên we digerin, bipeyivin.

Di xeyalên xwe de hûn bi ser ewran dikevin lê dîsan jî hûn wan bilind dihesibînin, hûn di ser deryaya mezin re derbas dibin lê dîsan jî îddîa dikin ko ew rêyek zêde dirêj e. Lê ez ji we re dibêjim ko dema hûn tov diçînin, hûn jê jî bilindtir dibin, û dema hûn bedewiya spêdeyê ji cîranên xwe re dipesinînin, hûn di ser deryayek hê mezintir re derbas dibin.

Hûn zêde caran ji Yezdan ango ji Bêsînortiyê distrin lê di rastiyê de hûn stranê nabihîzin. Xwezî we guh bidaya balindeyên stranbêj û pelên daran, ên ko bi xwişîna ba re ji çeqên daran vediqetin. Ji bîr nekin, hevalno, ko ew tenê ji çeqan veqetî distrin!

Dîsan tika ji we dikim ko hûn ji Yezdan, ko Hemûyê we ye, vala nepeyivin. Baştir e ko hûn ji hevdu re bipeyivin, di hevdu bigihin û ji hevdu fam bikin, wek cîran ji cîranan, wek xweda ji xwedayan re bipeyivin. Çimkî eger mak bifire esmanan, ma kî dê xwarinê bide çûçelokên di hêlînê de? Û ma çima gula anemone dê li nav mêrgê bêkêmasî be eger mêşa hingiv ji anemoneyek din neyê bibe mêrê wê?

Tenê eger hûn di eziya xwe ya biçûktir de wenda bûbin, hûn li esmanekî, ko wek Yezdan tê navandin, digerin. Xwezî we rêya ber bi eziya xwe ya mezintir de bidîta; xwezî hûn zîrektir bûna û we rê bihefidandana û binixandana?

Heval û deryavanên min, dê aqildartir bûya ko em kêmtir ji Yezdan, ko em nikarin tê bigihin, biaxivin û zêdetir ji hevdu, ko em dikarin tê bigihin, bipeyivin. Lê dîsan jî dixwazim hûn bizanin ko em ji can û bîna şêrîn a Yezdan in. Em di pel, di gul û hê pirtir caran jî di kakil û fêkî de Yezdan in.


Spêdeyekê, dema roj bilind bû, yekî ji şagirtan, ji wan sê kesan ên ko di dema zaroktiya xwe de bi wî re lîstik lîstibûn, xwe nêzî wî kir û gotê: Mamoste, cilên min maşîne, dirrîne û perritîne û min ti yên din nîn in. Destûrê bide min ko biçim bazargehê hin bazaran bikim daku ji xwe re destek nû yê cilan peyda bikim.

Almustafa li wî xortî nerî û gotê: Cilên xwe bide dest min. Wî wisan kir û tazî li wê nîvroyê rawestî.

Almustafa bi dengekî, ko dişibî siwariyek li ser rêyê bi çargavî bibeze, got: Tenê yên rûs û tazî li ber tavê dijîn. Tenê yên cahil û sade li ber ba siwar in. Û tenê ew, ê ko hezar carî ji ser rêya xwe wenda bûbe, dê bigihe malê.

Firîşte bi aqilmendan ve westîne û aciz bûne. Do yekem car firîşteyekî ji min re got: Me dojeh ji bo wan, ên ko dibiriqin, afirand. Ma ji bilî agir çi dikare serrûyê biriqok biruxîne û wî ta naveka wî bihelîne.

Min got: Lê bi afirandina dojehê re we şeytan jî afirandin daku desthilatdariya dojehê bikin. Lê firîşte bersiv da: Na, dojeh di destên wan de ye yên ko jêrdestî agir nabin.

Bi rastî firîşteyek awezmend e! Ew rêyên mirovan û rêyên nîvmirovan baş dinase. Ew yek ji serafan e ko dê xizmeta peyamberan bike dema ko aqilmend wan bixapînin. Û guman tê de nîn e ko ew ê bi peyamberan re bikene û bigirî.

Heval û deryavanên min, tenê kesên rûs û tazî li ber tava û ronahiya rojê dijîn. Tenê ew, ê ko ji şevê reş e, dê ji berbanga spêdeyê şiyar bibe û tenê ew, ê ko reh û rîşên wî di bin berfê ve dinivin, dê ta biharê bimîne. Çimkî hûn mîna reh û rîşan in, şibî wan sade ne; lê dîsan jî we aqilmendiya erdê heye. Û hûn bêdeng in lê dîsan jî bi çeqên we yên newelidî ve koroya her çar bayan heye.

Hûn nazik û bêşikil in lê dîsan jî hûn destpêka gûzên girs û mînaka nîv-amade ya darên bî ne. Hûn tenê reh û rîş in di navbera axa reş û esmanê livbar de. Hê carek din jî ji we re dibêjim: Min pirrî caran dîtiye ko hûn radibin reqisîn û govendê lê min herwiha hûn wek şermîn jî dîtine. Hemû reh û rîş şermîn in. Wan ew qas dilên xwe veşartine ko êdî nizanin ka dê bi dilên xwe çi bikin.

Lê gulan dê bê. Û gulan xamayek nearam e: mîna dayikê ew dê bê çavneriyê li û matî ji deşt û zozanan bike.


Yekî ji wan, ê ko di ayîngehê ve îbadet û ayîndarî kiribû, lava jê kir: Mamoste, me fêr bike ko peyivîna me jî bi qasî ya te rastbêj be, ji gel re stran û pêtal be.

Almustafa wiha bersivand: Tu dê bi ser peyvên xwe bikevî lê rêka te dê her wek awaz û bîna xweş bimîne; awaz ji evîndar û evandiyan re û bîna xweş ji wan kesan re ko dixwazin jiyana xwe di nav bexçe de bijîn.

Lê tu dê di ser peyvên xwe re bigihî gupika bilindiyê ko mija stêran jê diwere û tu dê destên xwe vebikî ta ko ew tijî bibin; dû re tu dê dabikevî erdê û mîna çûçeloka çivîkek spî, ya ko di hêlînek spî de dinive, rabikevî û mîna gulbinefşên spî, yên ko xewnan ji biharê dibînin, tu dê xewnan ji pêşerojê bibînî.

Belê, tu dê ji peyvên xwe jêrtir dabikevî. Tu dê li çavkaniya wendabûyî ya herikê bigerî û tu şkeftek veşartî yî ko dengên bêhêz ên kûriyê, yên ko tu nabihîzî, jê deng vedidin.

Tu ji peyvan kûrtir dadikevî, belê, ji hemû dengan kûrtir, ta naveka erdê û li wir tu bi Wî re bi tenê yî û Ew bi xwe jî li ser rêya Kadizan dimeşe.

Piştî bîskekê yekî ji şagirtan ji wî pirsî: Mamoste, ji me re basa hebûnê bike. Hebûn çi ye?

Almustafa demek dirêj li wî nerî û jê hez kir. Ew rabû ser xwe û hinekî ji wan dûr ket; paşî vegerî û got: Li nav vî Bexçeyî dayika min û bavê min bi destên ên jîndar hatine binaxkirin û li vir ew dinivin. Û tovê sala par, ko bi baskên ba hatine vir, li nav vî bexçeyî, di bin axê ve raketî ne. Divê ez bi hezaran caran dayika xwe û bavê xwe binax bikim û ba jî tov binax bike. Û hezar salan piştî wê yekê - tam mîna îro - em ê bên nav vî bexçeyî, ez û ev gul, em ê hebin û ji jiyanê hez bikin, em ê hebin û ji valahî û fezayan xewnan bibînin û em bi hebûna xwe re ber bi rojê de hilbikevin.

Lê niha hebûn e ko biaqil bî lê dîsan jî ne ji şêtî û dîniyê xerîb bî, bihêz bî lê ne ji bo ruxandina lawazan;

bi zarokan re bilîzî, ne mîna bav lê baştir e ko mîna hevalek lîstinê ko dixwaze lîstika zarokan fêr bibe;

kesek sade û dilpak bî û bi jin û mêrên pîr re li ber sîbera gûzên kevnar rûbinî tevî ko tu bi xwe hê bihara jiyana xwe dijî;

li helbestvanekî bigerî tevî ko ew li pişt heft çeman bijî jî û bi wî re aram bî, bê ko tiştekî jê bipirsî, bê ko tiştekî guman bikî, bê ko pirs li ser lêvên te hebin;

bizanî ko ewliya û gunekar biracêmik in ko zarokên Padîşayê Dilovan in û yek ji wan tenê bîskekê ji berî yê din welidî loma yê pêştir dibe Kurmîrê Welîehd;

hingê jî li pey Bedewiyê biçî dema ew te bibe nav kend û kospan jî; û tevî ko wê bask hene û tu bêbask î jî û tevî ko ew li aliyê din jî yê kendê bimeşe, li pey wê here çimkî ciyê bedewî lê tine be, li wir tiştek nîn e;

bexçeyek bê dîwar, rezek bê zêrevan, gencîneyek hertim ji wan kesan, ên ko di ber re derbas dibin, re vekirî bî;

şelandî û xapandî bî, belê, rêlêwendakirî, bi ser xefik û davan de avêtî û dû re henekpêkirî lê dîsan tevî vê hemû yekê jî ji bilindiya eziya xwe ya girstir li jêr binerî, bibişirî û bizanî ko bihar dê bê nav bexçeyê te daku li ser pelên darên te bireqise û payiz jî dê bê daku fêkiyê te bigihîjîne; bizanî ko eger tenê pencereyek te jî ber bi Rojhilat de vekirî be, tu dê ti caran vala û xalî nebî; bizanî ko hemû kes, yên wek xerabîkar, xapîner û şelîner hatine navandin, birayên te ne ko ji ber bêçaretiya xwe wisan dikin û bizanî ko belkî tu bi xwe jî li ber çavên rûniştvanên pîroz ên Bajarê Nebîn, ê ko di ser vî bajarî re ye, kesek mîna wan bî.

Û niha, ji we re jî yên ko her tiştê ji şev û rojên me re pêwîst diafirînin û dibînin -
Hebûn ew e ko bi tiliyên bînbar (ên ko tên/bên dîtin) tişt bên raçandin, avaker e, ew in ko çavnerî li ronahiyê û cî bikin û matî ji wan dikin; tovçîn bin û hest bi wê yekê bikin û nêçîrvan bin û di ber masî û dirindeyên daristanê de bikevin lê dîsan jî ji birç û tinetiya mirovan kêmtir.

Û ji her tiştê zêdetir ez vê yekê dibêjim: Xwezî hûn hemû di têkoşanên hevdu de beşdar bûna çimkî tenê bi wî awayî hûn dikarin mebestên xwe yên rind bi cî bînin.

Heval û delalên min, ne lawaz û bizdok lê biste û wêrek bin; ne bînteng lê bînfire bin; ta ko bîska min a dawîn, mîna ya we bi xwe jî, ji we mezintir e.

Ew êdî hew peyivî û reşbîniyek kûr her neh şagirtên wî girtin û dilên wan rûyê xwe ji wî girt çimkî ji gotinên wî fam nedikir.

Û binere, wan her sêyan, ên ko deryavan bûn, bêriya deryayê dikir; wan, ên ko ayîndarî di Ayîngehê ve kiribû, bêriya xemrevandina pîrozgehê dikirin; wan, ên ko di dema zaroktiya wî de hevalên wî yên lîstiklîstinê bûn, bêriya bazargehê dikir.

Ew hemû li hember gotinên wî kerr bûn loma awaza wan gotinan vedigerî nik wî, mîna balindeyên westî û bêhêlîn ko li penagehekê digerin.

Almustafa ji cem wan dûr ket bê ko tiştekî bibêje yan jî li wan binere.

Ew ji xwe re ponijîn û li sedema bêrîkirina xwe fikirîn.

Û binere, ew li xwe zivirîn û her yek ji wan bi aliyê xwe de çû û Almustafayê bijartî û hezkirî bi tenê ma.

Dema bû nîva şevê, wî gavên xwe ber bi gorra dayika xwe de avêtin û li jêr darek selwiyê rûnişt.

Sîberek mezin a ronahiyê ket esmanan, û dar, mîna ko di hemêza erdê de cewerek rasteqîne û heqîqî be, dibiriqî.

Almustafa di bêkesî û tenêtiya canê xwe de girî û got: Giran e giyanê min ji fêkiyê xwe bi xwe yê gihîştî. Kî dê bê, bixwe û pê têr bibe? Ma kesek tenak jî nîn e ko ta niha rojî girtibe, dilnerm û dilovan be, bê û rojiya xwe bifitirîne û bişkîne, ji berhemê min bixwe û bi wî awayî barê min ji têrtijîtiya min bi xwe bisivikîne?

Giyanê min ji ber meya serdeman radibe û lehiyan dike. Ma kesek nîn e ko bê û jê vebixwe?

Binere, li ber xaçerêyê mêrek hebû ko destên xwe yên tijî durr û cewer ber bi meşvanan de dirêj kiribûn. Wî bangî rêveçûyiyan dikir û digot: Di ber min de bikevin û van ji min werbigirin. Ji bo xatirê Xwedê, ji min werbigirin û xemên min bi wê yekê vebirevînin

Lê meşvanan tenê li wî dinerî û kesekî tiştek ji destê wî nedigirt.

Baştir dibû ko ew gerrokek û parsekek bûya û destê xwe dirêj bikira daku tiştek bixwesta û werbigerta - belê, destê recifok û wî destê xwe dîsan vala vebikişîne paxila xwe ji wê yekê baştir e ko destê xwe yê tijî dewlemendî dirêj bike lê dîsan jî kesek tine be ko jê bigire.

Û binere, kurmîrek merd jî hebû ko konên xwe yên armûşî û hevrîşmî di navbera deşt û zozanan de vedan û daxwaz ji xizmetkarên xwe kir ko agir vêbixin - wek nîşan ji biyanî û gerrokan re - û xulamên xwe şandin daku zêrevaniya rêyan bikin daku mêvanan vebixwînin. Lê rê û borên çolê tema û nemerd bûn û wan kesek tenê jî nedît.

Baştir dibû ko ew kurmîr ne ji ti dem û ti derê bûya, baştir dibû ko ew bi xwe li xwarin û penayê bigeriya. Xwezî ew gerrokek bêmaliyet bûya, ji bilî gopalê xwe û bedena xwe ya dinyayî tiştek tine bûya çimkî hingê, bi hatina şevê re, ew ê pêrgî yên mîna xwe û helbestvanan bihata ko ne ji ti dem û deran in, û wî dê jiyana xwe ya parsekî, bîranîn û xeyalên wan bi wan re parve bikirana.

Binere, keça mîrek mezin ji xewê şiyar bû û cilên xwe yên armûşî û durr û pagendên xwe li xwe kirin, misk li pirça xwe kir û tiliyên xwe di emberê de şil kirin. Paşî ew ji barûya xwe daket, ji nav bexçe li evînê digerî lê li hemû mîrnişîna mezin a bavê wê kesek tine bû ko evîndarê wê bûya.

Xwezî ew keça cotkarekî bûya, mî li çerîngehê biçerandana û êvarê, axa rêkên zivirrok bi piyên wê ve, bîna rez bi cilên wê ve, ew vebigeriya malê. Û dema şev bihata û firîşteyê şevê li ser rûyê erdê bûya, wê bi dizîkî xwe bixîfanda ber çemê gelî ko evîndarê wê li wir li bendê bûya.

Xwezî ew li xewlexaneyekê rebene û rehîbe bûya û dilê xwe bişewitanda û bikira pîso daku ew hilbiketa ber ba û canê xwe ango çira biwestanda û bikira ronahiyek ber bi ronahiyek hê mezintir de, bi hemû wan kesan re ko dievînin û tên evandin.

Xwezî ew jinek pirrî pîr bûya, li ber tavê rûbinişta û bi bîr bianiya ka ciwaniya xwe bi kê re derbas kiribû.

Şev kûr bûbû. Şevê Almustafa tarî kiribû û nefesa wî mîna ewrek xort bû. Û ew dîsan girî:

Giran e giyanê min ji fêkiyê xwe.
Kî dixwaze niha bê, bixwe û
pê têr bibe?
Giyanê min ji meya xwe lehiyan dike.
Kî dixwaze niha bixe, jê vebixwe û
ji germiya çolê azad bibe?

Xwezî ez darek bûma,
bêçilû û bêfêkî,
Çimkî jana têrtijîtiyê ji bêberiyê
biazartir e.
Û xemgîniya yê dewlemend,
ku kes naxwaze jê bigire,
Mezintir e ji jana yê parsek,
ku kes naxwaze tiştekî bidiyê.

Xwezî ez bîrek bûma, çikî û vala
ku mirov keviran diavêjinê
Çimkî welidîn asantir û baştir e ji wê yekê
ku kaniya ava jîndaran bûma
Dema mirov di ber re diborin û jê venaxwin.

Xwezî ez qamîş bûma,
di bin piyan ve daşkestî bûma
Çimkî ew asantir e ji wê yekê
ku sazek têlzêrîn bûma
Li malekê ko xwediyê wê bêtilî be
Û zarokên wê kerr bin.


Heft şev û heft rojan kesek tenê jî nehat nêzî Bexçe. Ew bi bîranîn û janên xwe re bi tenê mabû çimkî ew, ên ko bi hezkirinî û bi baldirêjî li gotinên wî guhdarî kiribû, jî rûyê xwe ji wî girtibû û berê xwe dabû pêşerojê.

Tenê Kerîma hat, bêdengiyek mîna perdeyê li ser rûyê wê, fincan û sênîkek di destan de û xwarin û vexwarin anîn bêkesî û birça wî. Kerîmayê ew danîn ber wî û derket.

Almustafa dîsan çû nik spîndarên li ber deriyê bexçe, rûnişt û li rêyê temaşe kir. Û wî dît ko tiştek mîna ewrek tozîn li ser rêyê ber bi wî de tê. Ji nav wî ewrî ew neh şagirt û Kerîma jî wek rêbera wan derketin.

Almustafa ber bi wan de çû û li ser rêyê pêrgî wan hat. Ew di deriyê bexçe re ketin hundur û rewş baş dixwiya - mîna ko tenê saetekê ew ji cem wî çûbin.

Ew hatin hundur û, piştî ko Kerîmayê nan, masî û meya mayî xist qedehan, wan li ser wê sifreya bêserûber bi nefsbiçûkî xwar. Dema Kerîmayê mey xist qedehan, ji Mamoste lava kir: Destûrê bide ko biçim bazarê hê meyê bînim çimkî ev xelas bûye.

Wî li Kerîmayê nerî û di çavên wî de hesta rêwîtiyê û welatek dûr hebû, wî got: Na, neçe çimkî mey ji bo vê kêlîkê bes e.

Wan xwar û vexwar û têr bûn. Dema wan firavîna xwe qedand, Almustafa bi dengek gewre, bi dengek bi qasî deryayê kûr, bi qasî hilketin û daketina avê li ber heyvê dagirtî, got: Heval û hevrêyên min, divê em îro ji hev vebiqetin. Ji mêj de ye ko em li deryayên firtoneyî û bofîn seyirîne, em bi çiyayên qinc û asê ve hilketine û li hember bahozên pehêt û dijwar me li ber xwe daye. Me birç dîtiye lê em herwiha li nav dawet û dîlanan jî bûne. Pirrî caran em rûs û pêxwas bûne lê me herwiha cilên mîran jî li xwe kirine. Em bi rastî jî dûr çûne lê niha em ê ji hev vebiqetin. Divê hûn bi hev re rêwîtiya xwe bidomînin û ez jî bi tena xwe rêwîtiya xwe bidomînim.

Tevî ko derya û welatên mezin me ji hev vebiqetînin jî, em dîsan jî di rêwîtiya xwe ya ber bi Çiyayê Pîroz de hevrê ne.

Lê ji berî ko her yek ji me bide ser rêya xwe û bi wê ve bimeşe, ez dixwazim berhem û seriyên dilê xwe bidim we:

Bi stranbêjî bi rêya xwe ve bimeşin lê bihêlin ko stranên we kurt bin çimkî tenê ew stran, ên ko zû li ser lêvên we dimirin, di dilê xelkê de jîndar dimînin.

Rastiya şîrîn bi kêm gotinan bibêjin lê rastiya kirêt bi ti awayan nebêjin. Ji keçxanimê, ya ko biskên wê li ber tavê dibiriqin, re bibêjin ko ew keça spêdeyê ye. Lê eger hûn kesek kor bibînin, jê re nebêjin ko ew û şev her yek in.

Mîna ko bilûrvan meha avrêlê be, li wî guhdarî bikin lê eger hûn dengê kesek pitepitî û yê li şaşî û kêmasiyan digere, bibihîzin, mîna hestiyên xwe kerr û mîna aşop û xeyalên xwe jê dûr bin.

Heval û hogirên delal, hûn ê li ser rêya xwe pêrgî kesên pîqalibdayî bên; baskên xwe bidin wan. Hûn ê mirovên bisim bibînin; destikên defneyan bidin wan. Hûn ê kesên zirne di destan de bibînin; pelên gul û daran bidin wan daku ji xwe re bikin tilî. Û hûn ê rastî mirovên xwedî zimanên tûj bên; hingiv bidinê daku ji xwe re bikin peyv û gotin.

Belê, hûn ê wan û gelek ên din bibînin; hûn ê bibînin ko linger û seqet gopal û gulteyan û kor jî neynik û awêneyan difiroşin. Hûn ê bibîbin ko mirovên dewlemend li ber deriyên ayîngehan parsekî û xwestokiyê dikin.

Ji bezayiya xwe hinekî bidin lingeran û ji bînahiya xwe li koran bibexişînin; û ji bîr nekin ko divê hûn ji xwe bi xwe tiştekî bidin parsekên dewlemend; ji hemûyan zêdetir ew bêçare ne çimkî bi sond ti kesek destê xwe ji bo xêr û sedeqeyan dirêj nake eger ew bi rastî jî ne jar û belengaz be tevî ko ew xwediyê gelekî be jî.

Dost û hevalên min, ji we hêvî dikim ko hûn di evîna xwe de bêhejmar rê û rêbaz bin ko li çolistanê, li wî cî, yê ko hem şêr û kîroşk û hem jî mî û gur pê ve dimeşin, di ser hev re derbas bibin.

Bila ev gotina min li bîra we be: ez ne danê lê wergirtinê, ne redkirinê lê têrbûnê, ne sertewandinê lê têgihana bi kêfxweşî fêrî we bikim. Ez ne we fêrî bêdengiyê lê strana bêdengiyê bikim. Ez eziya we ya mezintir, ko hemû mirov tê de hene, fêrî we dikim.

Ew ji ser sifreyê rabû û rasterast çû nav bexçe. Dema roj ava dibû, ew li ber sîbera spîndaran digerî. Wan dida pey wî - kêlîkekê li dû wî - çimkî dilê wan giran bû û zimanê wan di devê wan de ziwa dibû.

Tenê Kerîma, piştî ko bermayiyên xwarinê ji ser sifreyê vedan û rakirin, hat cem wî û got: Mamoste, dixwazim tu destûrê bidî min ko ez ji bo sibê û ji bo rêwîtiya te xwarinekê amade bikim.

Wî li çavên Kerîmayê, yên ko ne ev dinya lê hin dinyayên din didîtin, nerî û gotê: Xwişk û delala min, her tişt amade ye, ji destpêka dem û dewranan ta niha amade ye. Çawa ko xwarin ji bo do û îro amade bû, ew ji bo sibê jî amade ye.

Ez ê biçim lê eger, bê ko rastiyê bînim ziman, biçim, rastî dê li min bigere û min bibîne tevî ko ez li nav bêdengiyên bêdemiyê jî hatibim hûrhûr-, pelate- û belavkirin û dîsan jî ez ê bêm pêşberî we daku bi dengek dîsanwelidî, ji dilê bêdengiyên bêsînoriyê bipeyivim.

Û eger bedewiyek mabe ko min ji we re ranegihandibe, dîsan dê bangî min bê kirin û ez ê bêm û bi navê xwe, Almustafa, nîşanê bidim we daku hûn bizanin ko ez vegerîme ji bo ko li ser tiştên mayî ji we re biaxivim çimkî Yezdan nahêle ko Ew ji mirovan bê veşartin û ne jî gotina Wî di kend û kospên herî kûr ên dilê mirov de veşartî û nepenî bimînin.

Ez ê li aliyê din ê mirinê bijîm û
ez ê di guhên we de bistrim
Piştî hingê jî ko deryaya berfire
min vebigerîne
Kûriya bêyom a deryayê.
Ez ê bêm û bêbeden
li ser sifreya we rûbinim
Û ez ê wek canek nepenî
bi we re bêm nav zeviyên we.
Ez ê wek mêvanek nebînbar
bêm ber kuçkê we.
Mirin ji bilî rûpûş û maskeyên me
tiştekî naguherîne.
Darvan dê her wek darvan û
kêlvan dê her wek kêlvan bimîne
Û ew, ê ko strana xwe ji ba re got,
dê wê ji gerestêrên livbar re
jî bistre.

Şagirt mîna keviran bêpêjn bûn û di dilên xwe de ji ber gotina wî, "Ez ê biçim." xemgîn bûn. Lê yekî tenê jî destê xwe dirêj nekir ji bo ko Mamoste bisekinîne û yekî jî neda pey şopên gavên wî.

Mamoste ji bexçeyê dayika xwe derket û piyên wî lezgîn û bêdeng bûn; di bîskekê de, mîna pelek ji darê werî li ber bayek tund, ew ji cem wan dûr ketibû. Wan ew wek ronahiyek qels didît ko ber bi bilindiyan de dilivî.

Ew her neh şagirt bi rê ketin û ber bi jêr de meşîn. Lê Kerîma hê li nav wê tarîşevê, ya ko her reştir dibû, ma û dît ko çawa sî û ronahî helîn nav hev û bûn yek. Wê xemgînî û bêkesiya xwe bi gotinên peyamber verevandin: Ez ê biçim lê eger, bê ko rastiyê bînim ziman, biçim, her ew heman rastî dê li min bigere û min bibîne û ez ê dîsan bêm.

Êdî dema çûnê bû.

Ew gihabû ser girikan. Gavên wî ew biribû nav mijê û ew li nav zinaran û darselwiyên spî yên berşêr û veşartî li ser lingan bû. Ew peyivî û got:

Ax Mij, xwişka min, nefesa spî,
ku ti caran di dev de nebûyî
Ez ê vebigerim cem te, ey nefesa
spî û bêdeng
Ey peyva hê bilêvnekirî.

Ax Mij, xwişka min a bibask mij,
em niha bi hev re ne,
Û em ê bi hev re bin ta rojek din a jiyanê
Ku berbanga wê dê te, wek xunavekê
li nav bexçe
Û min wek zarokekî di hemêza
dayikekê de biwelidîne,
Û em ê bi bîr bînin.

Ax Mij, xwişka min, ez ê vebigerim,
Wek dilekî yê
mîna dilê te
Di kûriyên xwe de guhdar e
Wek xwestekek bicoş û bêarmanc
mîna xwesteka te
Wek ramanek hê dernebirî
mîna ramana te jî.

Ax Mij, xwişka min, nexiya diya min
Hê jî ew tovê te xwestî pelate bikim
di destên min de ye
Û lêvên min strana te xwestî bibêjim
di nav xwe re givaştiye;
Û min ji te re ne fêkî û ne jî
dengvedanek bi xwe re aniye
Çimkî destên min kor û lêvên min jî girtî ne.

Ax Mij, xwişka min, min gelekî ji dinyayê
û dinyayê jî gelekî ji min hez kir
Çimkî bişira min li ser lêvên wê û hemû
rondikên wê di çavên min de bûn
Lê kenda bêdengiyê di navbera me de hebû,
wê nexwest pirekê di ser re ava bike
Û min jî nikarî di ser re biçim.

Ax Mij, xwişka min, xwişka min a nemir
Mij,
Min stranên pirrî kevnar ji zarokên xwe
yên biçûk re gotin,
Wan guhdarî kir û sosretiyek
ket ser rûyê wan;
Lê belkî sibê wan êdî stran
ji bîr kiribe,
Û nizanim ka ba dê
wê ji kê re hilbigire.
Û tevî ko ew ne ya min bi xwe jî bû,
ew ket dilê min
Û bîskekê li ser lêvên min ma.

Ax Mij, xwişka min, tevî ko
ev hemû qewimiye jî,
Ez aram im.
Bes e ko ji yên welidî re strîm.
Û tevî ko strîn bi rastî
ne ya min bi xwe bû jî,
Ew dîsan jî berztirîn daxwaza dilê min bû.

Ax Mij, xwişka min, xwişka min Mij,
Niha ez û tu yek in.
Êdî ez ne xwe bi xwe me.
Dîwar herifîne
Û zincîr piçîne;
Ez hildikevim nik te, mij,
Û em ê bi hev re li hindavî deryayê bipirrin
ta rojek din a jiyanê
Dema berbanga spêdeyê te
wek xunavan li nav baxan
Û min, wek zarokekî li ber sînga dayikekê
biwelidîne.


***
Wergerandin ji inglîzî: Husein Muhammed, 2001

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUHAMMED humimu@utu.fi
Weşandin: 2009-01-12
Xwendin: 5933
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org