[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
[novel] Belqiz
SWÊD, 1/3 2012 — Wê êvarê, em hemû li mala Gurgîn mêvan bûn. Li biyanîstanê, tenê hêj çend salên me bihurî bûn, loma jî em bi ser hev de diçûn û dihatin, me pirsa hev dikir, germîyek di nav me de hebû. Nexasim, dema ko hevalekî me nû ji welêt dihat, me bergirtîya wî dikir, ew diezimand malên xwe û evîya jî dibû hencetek ko em li hev kom bibin. Di van komcivînan de jî, bi kelecanî, me pirsên welêt minaqeşe dikirin û çareyên herî baş peyda dikirin. Wan salên pêşin, bi girseyî, em hêj bejdarî civîn û xwepêşandanan jî dibûn. Ax! Xwezib bi wan salan! Ew enerjî û xwîngermîya li ba me, çi lê hat gelo? Nuha, ji bo ko bejdarî mitîngekê bibe ko tu teqsîyekê jî bigre, bişîne ber derîyê yekî ji wan hevalan, ê taqetê di xwe de nebîne û neyê! Paşê jî ê bibêje »ma ji xwe tu mana van karan nema ye!» Lewra di heqîqetê de tu tiştek nehatîye guhertin, tenê em hatine guhertin. Salan û Ewropa hemû enerjîya li ba me girt û bir, mîna findekê ko dohnê wê biqede em hemû di cihê xwe de tefîyan. Mixabin!

Lê wê êvarê, rivîna agirê me hêj gurr bû, findên me diçurusîn.

Mazûbanê me Gurgîn mirovekî xweşbêj û bi tecrube bû, ji nifşê bavên me dihat hesêp. Yek ji wan kurdên pêşin bû ko derbasî Ewropayê bû bû. Tê bîra min, dema ko em hêj li welêt bûn, me li straneke Şivan Perwer guhdarî dikir, ko digot »xortên kurd li Ewropa doza me pêşde dibin.» ihi, çêl vî Gurgînî dikir, qe nebe yek ji wan xortan jî Gurgîn bû. Lê salan û Ewropa zora wî jî biribû, mîna teyrekî baskşikestî, ko hêvîyên xwe ên firê winda kiribe, lê hatibû. Her car behsa salên xortanîya xwe dikir, nostaljîk dibû, çavên wî tijî hêsir dibûn û axaftina xwe bi hevokekê diqedand ko êdî me teva jiber kiribû. Her tim ê bigota »di jiyanê de du felaket dikanin werin serê mirov, yek dema ko mirov mahcir dibe, ya din jî dema ko mirov dizewuce! Ya pêşin ji ber sedemên diyar e, lê ya duyemin ji dest mirov bi xwe ye.»

Şîva êvarê jî, ji şerefa Mamosta Silêman re bû. Mamosta Silêman him hevalê Gurgîn î zarotîyê bû û him jî yek ji emekdarê daweya kurdî bû. Her weha li welêt, li lîseyê mamostayê min û Hesen ê edebîyatê bû, ko ew jî di şîvê de amade bû. Bi dû ko bi salan di zindanê de rastî, gellek zehmetî û işkenceyan mabû, ev serê şeş mehan bû ko xwe bi zorê gihandibû Swêdê û li paytext Stockholmê bi cih bû bû. Gurgîn bi pesn behsa welatparêzî û fedekarîyên Mamosta Silêman kirin û ji şerefa wî re pîyala xwe bilind kir. Bi dû ko behsa çend bîrewerîyên xwe û Mamosta Silêman ên zaroktîyê jî kirin, axaftina xwe bi hevoka xwe ya navdar qedand » di jiyanê de du felaket dikanin werin serê mirov, yek dema ko mirov mahcir dibe, ya din jî dema ko mirov dizewuce! Ya pêşin ji ber sedemên diyar e, lê ya duyemin ji dest mirov bi xwe ye û divê mirov tu kesekî din tawanbar neke.» Berya ko Gurgîn van gotinan bi lêv bike Hesen li min nerî û bi bişirîn di ber xwe de lêvên xwe lebitandin. Wê gavê min dizanîbû ko berya wî, gotinên Gurgînî bicar dike.

Wê demê, me mane ne dida van gotinên Gurgîn û qerfê xwe bi wan dikirin, lê dema ko sal derbas bûn û em jî bûn xwedîyên heman tecrubeyan, êdî serê me li hedan ketibû, lê êdî, fena Gurgînî, ji bo me jî dereng bû.

Gurgîn ê ko berya me bi panzdeh salan hatibû li Ewropa bi cih bû bû, her roj ji ber hesret û evîna welêt mîna birîndarekî nalîya bû. Ji bo ko vê birînê bikewîne, mala xwe bi kulav û merşên kurdewarî xemilandibû. Heta bi meşkekê jî, ji welêt anîbû û li şahnişîna xwe bi dar de kiribû. Lewra, van kirinên wî, evîn û hesreta wî ya ji welêt re zêdetir kiribûn û dawîn dev ji hevala xwe ya Swedî jî berda bû û ji deya xwe ya li welêt, tika kiribû ko jê re çavê xwe li keçeke kurd bigerîne. Bêguman divabû ko vê keça kurd xwarinên kurdî jî baş bizanîya na. Nexasim Gurgînê ko hes ji kutilkên kurdî dikir, zanebûna wan weko xisûsîyeteke herî baş di lîsteya referansên xwe de, danîbû û dayika xwe tembîh kiribû. Dayê nemerdî ne kiribû, li gor van xisûsiyetan û hinekî jî zêdetir, yeka çeleng bi navê Zeryê li gundekî cîran peyda kiribû. Bi dû nasîneke bi çend telefon û nameyan, di şeş mehan de Zeryê weke bûk hatibû Swêdê. Li ser daxwaza Gurgîn jî, li gel xwe tenê biharat û pişrûkê kutilkan anîbû. Sê salan Zeryê nehiştibû ko Gurgîn hesreta welêt bikşîne, êvaran di şîvan de kutilkên kelandî û sibehan li ser sufreya taştîyê ên sorkirî her car amade bûn. Wexta ko rojek ji sala çaran bihurîbû û Gurgîn ji kar vegerîyabû malê, beroşa kutilkan vala dîtibû. Li ser beroşê jî xatirnameyek hebû, bi Swêdîyeke gellekî pak hatibû nivisandin, Gurgînê ko mamostayê ziman bû jî behît mabû, lê şik jê re tunebû, ev destxeta Zeryê bû. Ji bo van salan û alîkarîya wî sipasîya wî dikir, têbîniyek jî danîbû gotibû ko »êdî ji îro û pê de kutilkên xwe divê tu bi xwe çê bikî!» Êdî ji wê rojê û bi şûn de, felaketên Gurgîn bû bûn dudo, ango li gel mahcirîyê, zewac jî weko bobelatekê dihesiband.

Wê êvarê, Mamosta Silêman kêm deng dikir, guhdarîya me dikir, car bi car jî dibişirî, mîna ko gellekan ji me bi sax û selametî careke din didît kêfxweşîyek di ruwê wî de xuyabû. Salan porê wî boz kiribû, qermîçokên di enîyê de zêdetir bûbûn, işkenceyên dewleta romê ew jar kiribû, bejna wî ya bilind qop bûbû. Simbêlên wî mîna berê hêj boq bûn, tenê dema ko devê xwe ji hev dikir, diranên wî ên gellekî spî û bi rêzê û dûz lê mikur dihatin ko ne xwezayî ne. Di wê nawbênê re Hesen işaretek da min, ez girtim birim şahnişînê. Li wir, bi dengekî nizm, ji min re got »tu dizanî, tiştek hat bîra min. Ji xwe tu jî Mamosta Silêman nas dikî, di gel ko mîna mirovekî şêst, şêst û pênc salî xuya dike jî, qey temenê wî pêncî hebe. Lê heta nuha ez dikanim sond bixwum ko doxîna wî ne bi helalî û ne jî bi heramî li cinsekî hember venebûye! Were em dawîya vê heftîyê wî vexwînin cihekî dansê, belkî em wî daf bidin ser singê porzerekê! Ma wê çi bibe, hevalekî hêja ye.» Min ev fikra Hesenî bêhempa dît, eciband û di wexteke guncayî de ji Mamostê xwe xwest ko dawîya heftiyê soz nede kesekî, lewra ew dê mêhvanê min û Hesen be. Mamosta bi vê pêşniyara şagirtên xwe ên berê kêfxweşîya xwe da zanîn û qebûl kir ko ê dawîya heftiyê li gel me be. Êdî ez û Hesen ketin hazirîya dawîya heftîyê, êvara Şemîyê me ê plana xwe pêk bihanîya.

Ji xwe li Swêdê xerib, (an jî em bibêjin ser reş rastir e) nikarin biçin hemî bar û puban. Wan nahewînin. Ji bo ko em eseh bin, me pêşin lêkolînek di derheqê bar û pubên Stockholmê de kir û klûbeke cazê li Gamlastan (bajarê kevn) peyda kir. Cihekî ji bo mirovên navsere bû. Ji bo ko mirov derbasî hundurû bibaya divê temenê mirov di ser bîst û sê salan re ba. Hesen tijî dikir lê yê min hêj salek ji min re diva bû, loma jî min hin cilên fereh ji xwe re peyda kirin da ez hinekî bi tementir xuya bikim, heta Hesen fotêrek jî ji min re peyda kiribû, ji bo selameta planê me ev girîng bû.

Roja Şemîyê, ber bi danê nîvroyê ve, min û Hesen li navenda bajêr, li ber metroyê hevdu dît û em çûn mala mamostayê xwe. Mamosta amade bû, li ber derî bergirtîya me kir. Bê yî ko em derbasî hucreya wî ya nû bibin, li gel Mamosta Silêman, me berê xwe da nav bajêr.

Li Swêdê, ez hê jî nizanim ko meha Gulanê dê di kîjan demsalê de bihesibînim. Lewra, salina ev meh bi tevayê bi tav û baranê derbas dibe, salina di vê mehê de berf jî dibare û salina jî çik sayî û bi germa havînê dibore. Wê rojê belkî jî ji şensê Mamostayê min re bû, li jor tenê ezmanekî şîn û roj xwuyanî dikir. Tîrêjên wê î germ, li çehreyên zerîyên Swedî ko di kolan û peravan Stockholmê de dimeşîyan, dida, dihişt ko blûzên ser milên xwe deynin û ber û singên xwe ên mîna berfê sipî bidin ber tavê. Rojên wusan, di her quncikeke Stockholmê de, mirov rastî dîmenên wusan dihat ko yextyarekî heyştê salî jî dihanî şehwetê. Bala min lê bû, Mamostayê min, bi bişirîn li van dîmenan temaşe dikir.

Bi dû gerekê li nav bajêr, ji bo bêhnvedanê me qehwexaneyek ser vekirî, li cihekî Stockholmê yê herî bilind Mosebacke hilbijart. Ji wir mirov dikanîbû li tevaya bajêr temaşe bikira. Cihekî dîrokî bû. Li paş cihê em rûniştibûn jî peykerekî piçûk ê August Strinberg (nivîskar û neqaşekî Swêdî î navdar) hebû. Li ser pirsa Mamosta Silêman min jê re got ku, ew camêr gellek caran li vir rûniştiye, ji van dîmenan îlham girtîye, ponijîye ko ê çawan bi reya kîmyayî zêr biafirîne, da hemû mirovatîyê ji xizanîyê azad bike. Lê bi ser neket û axilbeyî jiyana xwe jî bê pere derbas kir, lê bi dû mirina wî de… nuha, tabloyek wî hêjayî sed milyon dolarî ye.

Teqnekî şûnde me dîsan Mamosta rakir û li çend cihên din î dîmenwxeş gerand, bi vî haweyî jî me dunya li xwe kir êvar. Dawîn em çûn restoranteke nivîskarekî kurd, (lewra li vî welatî nivîskarên me, ji nivîskarîyê pê va bi hemî karên din ve mijûl in) me zikê xwe bi kutilkek û nîv lehmacûnê têr kir, mîna ko zêr be, her serê porsîyonê dused kron (pereyên Swêdî) ji me sitand. Paşê jî got ko qaşo, ji bo xatirê me, ewqas arzan hesab kiriye, an dê nizanim çiqas perê din jî bigirta! Herhal, mîna deyndaran em ji wir bi dûr ketin. Êdî wexta me jî hatibû, me berê xwe da Gamlastan (bajarê kevn) û klûba cazê.

Mamostayê min her car bi fotêra serê min dikeniya û xuya bû ko weke nîşaneke modernîteyê şirove dikir. Lewra, dema em bê problem derbasî hundurê klûba cazê bûn, min mesele jê re şirove kir, ko ji bo çi min ev fotêr daye serê xwe…

Wext diborî, mêvan pirr dibûn, li quncikeke barê me maseyek piçûk ji bo xwe terxandibû. Car ez, car Hesen radibû, xanim veduxwandin dansê, lê ta nîvê şevê jî me tu jin venexwandin ser maseya xwe. Bi şeraba sor me hinarik li Mamosta Silêman sor kiribûn, ziman jî di dev de giran dibû, Hesen li şûna şerabê çû piyaleke tijî av jê re anî. Di wê nawbênê re fesleke nû ya dansê dest pê kiribû. Bê yî ko bala xwe bidim dêm û ruwê wê, (ji xwe hundurû loş bû, mirov hevedin bi temamî nikanîbû bitefsilanda) min xanimek vexwande dansê. Meydana dansê, ewçend tijî bû ko êdî mirov nikanîbû xwe li gor rîtma muzîkê bilivanda, tenê xwe li hev dipêça û li dora xwe dizîvirî. Di wê nawbênê de, xanimê ji min pirsî ko ez çend salî me? ”Dema min got bist û dudo” li min nerî, bi ken got »du lawên min hene, yek bîst û pênc û yê din bîst û heft salî ye!» Mîna ko dixwest bibê tu ji zarokên min jî piçûktir î, tu çi bela xwe di min de didî! Ez kêfxweş bûm, min maseya me, (ango Hesen û Mamosta Silêman) nîşanî wê da û got ko ewê li wir rûniştiye Mamostayê min e. »were ez we bi hev bidim nasîn û ko tu destûr bidî, piyaleke mey jî îkramî te bikim.» Xanimê ez neşkandim, pêşniyaza min qebûl kir. Heta em gihiştin ser masê, ez jê fêr bûm ko navê wê Sato ye û bi eslê xwe Fînlandî ye. Min ew li ser sendalîya xwe, li tenişt mamosta bi cih kir û derbasî barê bûm ko jê re piyalek, şeraba spî (ser daxwaza wê), bînim.

Dema ez vegerîyabûm ser masê, ez bi tîqe tîqa kenê Mamosta Silêman û Satoya Fînlandî şaş û mat mabûm. Mamostayê min bi ingilîzîyeke pak li gel Satoyê hevnasîn kiribû, û maneya navê xwe jê re digot »It is a biblically name and the name comes from King Solomon (navekî ji Tewratê ye, ji navê Sultan Silêman tê) Satoyê bi ken mamosta bersivan, got »let me call you King Solomon and introduce myself to your majesty, the Queen of Sheba, at your service!» (destûrê bide ko ji we re bibêjim Sultan Silêman û xwe jî bidim naskirin majeste, Keybanû Belqiz di xizmeta we de ye)

Wusan teqnekî Satoyê û Mamosta Silêman sohbeta xwe bi ken û laqirdîyan domandibû. Min û Hesen, me xwe hinekî bi paş de girt û hişt herdu tena xwe bimînin, tenê pîyalên wan î meyê, dema ko vala dibûn me nû dikirin.

Şev ber bi dawîyê de diçû, muzîkek bi tempoyeke hêdî û dengekî nizm, li gor wê jî fesla danseke nû dest pê kiribû. Satoyê Mamosta vexwand dansê… bi heyret min temaşe kir ko Mamosta Silêman li gel Satoya Fînlandî dansê dike. Demeke din jî li ser masayê sohbeta xwe bi ingilîzî kirin. Ji xwe êdî wexta girtina barê bû, barman anons kir ko ê bixwesta cara dawîn dikanîbû pîyala xwe tijî bike. Min ji Mamosta û Satoyê pirsî, ger bixwestana ê piyalên wan nû bikirana, lê herduwan jî nexwest. Paşê Satoyê îşaretek da min ko ez nêzî wê bibim, ji min re got »Eger tu destûrê bidî ez dixwazim îşev Mamostayê te deyn bikim, li gel xwe bibim malê!» Ma min çi dixwest! Min jê re got ko eger bixwaze heman gavê ez dikanim gazî teqsîyekê bikim û di heman wextê de îşaret ji Hesenî re kir, ji xwe guhê wî jî li me bû.

Hesen berya me derketibû ko teqsîyekê amade bikî, Sato ket milên Mamosta Silêman û em ji klûbê derketin. Mamostayê min ji vê rewşa xwe ya nû kêfxweş bû û tu gilî ne dikirin. Piştî ko me herdu di teqsîyê de bi cih kirin, Hesen ji bêrîka xwe hinek pere bi dizî xistin bêrîka Mamoste Silêman û di heman wextê de, devê xwe bir ber guhê wî, bi kurdî jê re got »Mamosta tu jê re behsa dîroka Kurdistanê nekî ha! Îşev, tenê li kêfa xewe binêre!» Mamosta tiştek negot, tenê bi bişirîn serê xwe hejand, di wê nawbênêrê Satoyê serê wî ber bi sînga xwe ve kêşand û ji ajoker re ”bajo!” got.

Bi dû ko teqsî ji ber çavên me winda bû, min û Hesen xatir ji hev xwest û bi dilekî şad her yekî ji me reya mala xwe girt.

Lê wa xuyabû ko ê serborîya me li wir neqedîya. Lewra çend roj şûnde bi karekî reya min bi Gamlastanê (Bajarê kevn) ket, wexta ko di ber klûba cazê re dibuhurîm, min dît ko Mamosta Silêman li ber derîyê klûbê ye, hewl dide nivisên ser derî bixwîne. Ez şaş bûm, vê rolinivroyê Mamosta li çi digere gelo? Ez çûm cem, min silavek lê kir û jê pirsî, ka gelo tiştekî xwe li wir winda kiriye, gelo çi hewala wî ye? Mîna ko kêfa wî hat dema ez ditim, bi destê min girt û bi destê din devê xwe nîşan da, got »dilanên min!» Dema devê xwe ji hev kiribû, di şikefta devî de, li ser navê hestîyan min tiştek tê de nedît, fena ya zarokekî çar mehî bû! Qehwexaneyek li nêzîk hebû, xwest ko em biçin wir rûnên. Min ew neşkand, em çûn qehweyê rûniştin. Lê min hêj fam nekiribû ka mesele çi ye! Ez li hêvîyê mam ko Mamosta şirove bike.

Bi dû ko gulpek, dudo li qehweya xwe xistin, min dît ji bêrîka xwe, taximekî diranan derxist, danî ser masê, bê yî ko kesek bibîne min zû zûka peçetek avêt ser ew nixumand. Mamosta taximê diranan îşaret kir got »Ev ne dilanên min in, ev çar roj in ez tiştekî nikanim bixwum ji ber ko dilanên min tune ne! Wê şevê min ew li mala Satoyê ji bîr kirin. Na, guhertin!» Ê erê ev ê kê bûn gelo?

Wê şevê heta berê sibehê Mamostayê me li ser sing û berên Satoya Fînlandî hespê xwe dibezîne, cirîdê dike. Wexta ko êdî diweste û dikeve xewa kûr, ber bi nîvroyê, bi xirpişa dengina ji xew vediciniqe. Mamosta axaftina xwe dom kir, got »deng ji metbexê dihatin. Ez rabûm bi dizîkan min derî vekir, çi bibînim! Du nehîtên xortan di hundurê metbexê de ne. Wekî reşê pişt kewarê li min hat. Xuya bû ev zarokên Sato bûn. Wele, min go evana, min di ser diya xwe de zeft bikin, eyn ê min perçe bikin. Min kincên xwe nîve nîv li xwe kirin, taximê diranên xwe ko min danîbûn ser maseya ber qaryole, girt, xist devê xwe (min wusan zen dikir) û bê yî ko Satoyê şiyar bikim, di derîyê villayê ê derva re derketim û go lingo bi qurbano! Tu çima nabê Sato jî xwedî taximekî diranan e. Bi xeletî min rahiştiye yê wê, xistiye devê xwe. Lewra, di wê kelecanê de min evîya ferq nekir, heta ez gihiştim malê…»

Di wê rewşê de min nema dizanî ko bigrîm an bikenim! Lê Mamostayê min di rewşeke xirab de bû, min soz dayê ko em dê vê problema wî çareser bikin. Min ew li ber xist ko li vî welatî gellek kes bî dijî. Zarok qe têkilî danûsitandinên dê û bavan nabin. Bilekis kêfa wan tê dema ko deya wan ya jinebî ji xwe re dostekî peyda dike. Mirovek dema ko demeke dirêj tenê jiya, weko kesekî ko derûniya wî/wê xirab be tê hesêb. Lewra ko tu agahîyên me di derheqê navnîşana Satoyê de nebûn, diva bû ko Mamostayê min çend rojeke din bi şorbeyan zikê xwe têr bikira. Em dê li benda êvara şembiyê bimana û hêvî bikira ko Sato dê dîsan were vê klûbê. Wê rojê bi vî hawî min ji Mamosta Silêman xatir xwest û li heman cihî ji bo êvara şembîyê civan da yê.

Du roj zû derbas bûn û êvara şembîyê ez hatim Gamlastanê (bajarê kevn) civanê Mamosta. Xuyabû ko Mamostayê min ji mêj ve hatibû, li bexçeyê qehwexanê, ko ji wir klûba cazê xweş xuya dikir, rûniştibû. Ji awirên wî çivîkek jî ne diflitî, hawirdor tev girtibû bin kontrolê. Tiştekî ko me bikira êdî nemabû, em li hêvîya Satoya Fînlandî man. Saetek, dudo bihurîn, mêvan li ber derîyê klûbê zêde bûn, ketin dorê lê hê jî Sato xuyanî nekiribû. Em hatibûn nêzî klûbê şipya rawestibûn. Di saeta sisiyan de, ko me dikir hêvîya xwe jê qut bike, tîqe tîqa kenekî nas bala me kêşand. Wê jî em dîtibûn, ji hevalên xwe yê jin qetîya û ber bi me ve hat. Dema ko nêzîkayî li me kir destê xwe ber bi Mamoste de bilind kirin »well well, you have seen, this is my Solomon, I have really found my king and my teeth thief!» (nexwe, dawîn min Silêmanê xwe dît, keyê xwe û dizê diranên xwe zeft kir) got û Mamosta himêz kir. Paşê jî ket milê wî û ew ber bi derîyê klûbê ve kêşand ji min re jî mîna ko bibê oxirbe ji te re, destê xwe li ba kir. Serê xwe ber bi Mamosta Silêman bilind kir û got »we´ll dance the tango all night and you will be my guest for the night, we will together read the entire Kama Sutra» (em dê hemî êvarê dansa tango bikin, îşev tu dê mêvanê min bî, bi hev re em dê pirtûka Kama Sutra heta dawîn bixwînin) Mamostayê min tu gilî nekirin, li paş xwe jî ne nerî, bi destê rastê newqa Belqizê ber bi xwe ve guvaşt û tev de derbasî hundurê klûba cazê bûn.

-----------------------------------
Nivîskar: M. ALÎ KUT rewan@nefel.com
Weşandin: 2012-03-01
Xwendin: 9730
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Em û felsefe (2015-01-04)
Bîstûheftê gulana 1925-ê – xetên milîbûnê (2014-05-28)
Mirina Vîlle (2013-12-14)
Dema ko Orfeus li lîra xwe dide (2013-07-28)
Pepûk (2013-05-07)
Anna Achmatova (1889–1966) û Homo Homini Lupus (Însan gurgê insên e) (2012-06-13)
Klasîkên me (2012-04-23)
[novel] Solên Mamedo ên nuh (2012-01-27)
Gilgamêş – IV (2012-01-15)
Gorîyabiharê – ”Le Sacre du Printemps” (2011-12-09)
Annales – dîroknasiyeke cuda – II (2011-11-25)
Annales – dîroknasiyeke cuda (2011-08-25)
Kompozîsyon (2011-08-07)
Mîrata Sparta û Atîna (2011-05-30)
Parîsabad – rekvîyemek li ser salên zaroktîyê û wexteke buhurî (2011-02-08)
Estetîk III – spehîtî azadî ye – Platon (Eflatûn) (2010-11-22)
“Biro” – ê ko bi çîrokekê dizane sultanê gotinê ye! (2010-10-28)
LO! Pirsa mezin? (2010-09-02)
Gilgamêş – III – (2010-06-28)
Gilgamêş – II – (2010-05-19)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org