[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Hestên netewî – II
SWÊD, 23/2 2008 — “Belê heke ew zilamê xurt û bi vên peyda bû zilamek dikare zimanekî jihevdeketî saz bike û carna zimanekî mirî vejîne.” Mîr Celadet Alî Bedîrxan bi van gotinan dest bi nivisa xwe ya bi navê “Zilamek û Zimanek” î kiriye. Di vê nivisê de behsa mirovekî cihû bi navê Elyêzer bin yehûda dike. Çendî ko nivis di derbarê kurtejiyanekê de be jî peyama wê cuda ye. Nivis bi tevayî di derbarê bawerîyekê de ye. Gelekî bi hosteyî honandîye û raxistiye pêşberî me, bi hêvîyekê ko bawerîyeke wusan li ba me jî çe bibe. Bawerîyeke ji hebûna xwe, ziman û netewê xwe.

Ev mirov bi vê bawerîyê derdikeve, paşê jî helwest, tewr hemû jiyana xwe li gorî vê bawerîyê dişopîne. Ne mimkin e ko mirovekî wusan bi ser nekeve. Ew ji pêşîya pêşin de gihiştiye meqseda xwe. Dîroka mirovatîyê nîşan dide ko gelek bobelat bi serê milet û şaristanîyan de qewumîne, gelek ji wan bêyî ko tiştekî li şûna xwe bihêlin winda bûne. Hinekan jî, tenê mîna mîrasekê ji muzeyan re çend kevirên şehkirî, bi nivisên bêrave hiştine. Di çerqa dîroka xedar de em dikanîbûn bibana yek ji van xelk û şaristanîyan. Wa xuya ye ko dîrokê hêj deftera me negirtiye, loma ew çend rûpelên ko ji me re veqetandiye divê em tijî bikin. Çendî ko çetin û bi zehmetkêşî be jî, berya her tiştî ji bona xwe, em divê bi vê wateyê rabin û di nava komên miletan de cihekî xwe î esîl bigrin.

Bêguman em nikanin di vir de xwe bi xelkên din muqayese bikin; Cihû xwedî kitêb in. Çendî ko dînî be jî Tora û Tewrata wan di warê milî de jî ewqasî bi kêr hatiye. Ew kirine xwedî dîrokek, yekîtiyeke ji civaka wan re ava kiriye, bi sedan pêximber û kesên navdar daye wan. Xwedî perestgehekê (sînagog) ne ko eva, bûye navnîşaneke milî ji wan re. Quran jî wusan bi kêrî ereban hatiye.

Xelkê din xwedî literatureke milî a xurt bûn, weko Firdewsî ( 934-1020) ji farisan re kiriye, an em bibêjin weko ko faris li Firdewsîyê xwe xwedî derketine, rastir e. Piştî sîh salan û şêsthezar beyt li ser kaxizê ko mezbût kir, bi serfirazî got:”min miletê faris ji nû ve zindî kir”. Destanên wusan weko Şahnameyê ji miletekî têhn re dibe mîna kanîyeke ko qe ava wê naçike.

Şahnameya Firdewsî dibe weko mejûyekî milî, tesîra xwe li gelek nifşan dike. Piştî vê gelek şairên mezin ji nav îraniyan derdikevin. Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de behsa çend navan dike, yek ji wan Nîzamî ye. Nîzamî-ye Gencewî 1141-1209 berhemên wî ên navdar

1. Mexzena siran (mîna)
2. Leyla û Mecnûn
3. Xusro û Şêrîn
4. Iskendername

Yê duyem jî Camî ye (Nuredîn Evdirehman Camî 1414-1492) Şairekî mezintirîn î farisan e. 5 dîwan û pirtûkên wî ên navdar hene. Her wusan Neqşibendîyekî mezin e jî.

Ehmedê Xanî van teva nas dike, xwendine û ji rewşa miletê xwe jî haydar e, loma ko nivisîye:

Enwaê mîlel xwedankitêb in
Kurmanc-î tenê di bêhesêb in”

Lewra di virde rastiyeke dîrokî heye ko li dunyayê hemî wusan e; ango edebîyat, hunermendî û hemî babetên nivisandinê mane, rûmet û bilindîya xwe di korîdorên seray û koşkan de girtîye. Ji bo vê jî çîneke arîstokrat divabû. Li bin konekî dengê ribabekê, li dîwana padîşahekî dengê orkestrayekê mirov dibihîze. Ev berhemên hêja, mîrasa me a klasîk, bi saya Bircabelek, Serayên Mîrên Bedlîsî û Qesra Ishak Paşe hatine afirandin. Tunebûna çîneke arîstokrat bûye sedema ko gelek qelemên esîlkurd di seray û koşkên xelkên din de xizmeta edebîyat û çanda wan kirine.

Di siruştê de her tişt xwedî dîrok e. Di pirtûka Musa ya pêşin (Genesis) de, nivisîye ko Xwedê dunyayê di şeş rojan de diafirîne. Hemû heyîn xwedî dîrok e. Xelk jî wusa ne. Dîrok bingehê hebûnê ye. Amanca dîroka miletekî haybûyîna ji hebûna wî bi xwe ye. Bêguman dema ko ev şiûra milî li ba xelkekî peyda dibe, divê di heqîqeta jiyanê de pêk were. An tu mane jê re namîne, xelkek ko ji vî binyadî (prensîbî) bi dûr bikeve, rola xwe di dîrokê de xelas kiriye, mîna agirekî dadayî, eger ko mirov nema êzingan lê kom bike, ew germîya ko dide hawîrdora xwe, kêm dibe û ew agir ditefe. Di dîroka me de çîneke wusan ko li mejûyê xwe î milî xwedî derketa û mîrasa wê bişopanda, tune ye, ko peyda bûbe jî jiyaneke dûvdirêj û bi seraqet ne domandiye. Sedemên viya î herî eyan êrîşen derdorê ne. Ji cihê xwe hatine rakirin, koçber, mahcir bûne. Beşik ji van jî, dewleta Alî Osman li ba xwe civandine, bûne malê xezîna sultanetê û vê dawîyê jî meşrûtiyetê. Ên mîna Celadet Alî Bedirxan ko nêzîkî qewmê xwe bûn, bêşik nikanîbûn tu cihî di meclisên wan de bigrin. Doh wusan bû, îro jî wusa ye.

Ehmedê Xanî, xweştirîn bi van bendan tîne zimên:

Ger dê hebûya me jî xwedanek
alîkeremek, letîfedanek

Ilm û huner û kemal û îza´an
şî´r û xezel û kîtab û dîwan

ev cins bibûya li bal wî mamûl
ev neqd bibûya li nik wî meqbûl

min dê elama kelamê mewzûn
alî bikira li banê Gerdûn

Li vir pirs bêguman dîroka edebîyatê ye. Lê şirovekirinek tenê ji vê hêlê ve kêm dîmîne, ne temam e. Lewra edebîyat neynika civakê ye û em tê de pêjnên rewşa politîk jî dikanin bibînin. Ew jî beşek ji jiyana politîk ya miletekî ye. Eger ko siyaset îskelet be edebîyat û huner jî goşt û xwîn e. Yek bê ya din nabe. Loma rewşa dîroka edebîyata me wêneyekî dîroka siyasî jî ji me re eyan dike. Mîna ko li jor jî hatîye behskirin, di dîroka me de, wexta ko kurd desthilatdar in û mîrek in, edebîyata me jî geş bûye û berhemên hêja daye. Di demên qelsîyê de ew jî qels ketiye.

Dîroka miletên dunyayê nîşan dide ko amanca her xelkekî azadbûyîn e. Miletek incex di rewşek azad de dikane li erkên xwe bi tevahî xwedî derkeve û pêk bîne. Di vê pêvajoya dîrokî de kurd kêmî tu miletan nebûne. Seranserê dîroka me bi serîhildanan ve dagirtî ye. Car bi car divê em li dîroka xwe vegerin û wê şirove bikin. Bi bawerîya min heta nuha me weko kurd û di çerçoveyeke kurdewarî de dîroka xwe şirove nekiriye. Xelkê ji me re şirove kiriye. Ya herî xirab jî, dujminê me bi xwe şirove kiriye. Di sedsala bihurî de gelek mînakên serîhildanan hene: Koçgirî, Dêrsim, Agirî, Amed, li Başur Şêx Mehmûdê Berzencî û dewama wê, li Rojava Mehabad li gel van jî gelek serhildanên piçûktir û raperînên ji ber xwe ve li gelek deverên Kurdistanê qewumîne. Dujminên me evan serîhildanan bi paşverûtî, dînî û kevneperestî nîşan dane. Me çi kiriye: an me şiroveyên dujmin qebûl kirine an jî têkçûnên van serîhildanan bi xiyaneta kurd ve girêdaye. Bêguman di encama van şiroveyan de tu berjewendîyeke me î milî nîn e. Ev têkçûyîn û bobelata sîyasî mîna temaya xiyanetê xwe di edebîyata me de jî nîşan daye. Hoperlor di dest Kawîs Axa de ye û dibêje û dilorîne » kurd xayîno… guhdarvan jî erê wele dibêjin û wî tezdîq dikin!

Bi raya min divê em xwe ji vê ”kompleksa xiyanetê” rizgar bikin. Dawa tu miletî ji ber sedemên xiyanetê têk neçûye. Belkî bandorek an şopek neyînî bihêle lê tu caran nabe sedema têkçûyinê. Hemû serîhildanên di dîroka miletê kurd de milî ne, ji ber wê sedemê ye ko di bingehê wan de nelihevhatinek bi sazûmana dagirker ve heye. Berpirsyarîya nivîskarî û ronakbîrîyê jî di vir de ye, ko her xiyanetekê bi dehan berxwedanan tune bike; li hember her şexsîyeteke xayîn bi dehan şexsîyetên wêrek, bi xisûsiyetên kurdperwerî pêçayî biafirîne. Li xwedî derketîna dîrokê divê misyonekî bingehîn be ji me re.

Di dîrokê de her xelk xwedî destanên milî ne, mînakên viya gelek in. Li ba Urusan Igor, li ba Hindûyan Ramayana, li ba Ingilîzan Key Arthur, li ba Fînlandîyan Kalevala, li ba Girekîyan Ilîyada, Odysseiya, li ba Swêdîyan Edda û hwd. Eger em ne xwedî destaneke milî bin jî di vê maneyê de, bi dehan klasîkên me hene. Dîroka edebîyata me ji ya gelek miletan kevntir e. Elî Herîrî ko weko şaîrê kurd yê pêşin tê hesêp, di salên 1000 pz de bi kurdî nivisîye. Gelek xelk di vê demê de nizanibûn hêj nivis çi ye! Piştî wî ên weko Meleyê Batê, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî şairên mezin peyda bûne. Bi şairekî nola Ehmedê Xanî mirasa me a edebî bilind bûye, kemilîye. Weko din bi dehan berhemên hêja winda ne an di refikên pirtûkxaneyên welatên din de dirizin.

Dîroka Emîrxan Lepzêrîn û Kela Dimdimê ne tenê ji Ereb Şemo re mijarê romanekê ji dehan nivîskaran re dikane bibe mijar û xezîneyeke afirandina berhemên edebî.

Eger em li dîroka xwe vegerin û ji bo kemilandina ruhekî û şiûreke milî wê vekolin em dê li xezîneyeke bêserûbinî rast werîn. Ew dê têra me jî û têra xêrnexwazên me jî bike.

Turk tu caran di dîrokê de nebûne xwedîyê mîraseke milî. Dîroka wan ya milî (li gorî wan ko 3-4 hezar sal e) tev fiktiv e. Axilbeyî wê jî li ser derewan hatiye avakirin. Tu destanên Ergenekon ê nebûne. Eger mirov nuha li dîroka wan binere bi rehetî mirov ê rastî bist destanekî bibe. Ergenekon, Alper Tunga, Gurê Boz, Koçberî, Manas, Mete Xan, Oguz Kagan, Kela Şû. Afirandina evana çend ji mînakên qaşo destanên turkan e. Û divê em ya Kawa û Dehak jî li van lê zêde bikin, ji ber ko îro xwedî li wê destanê jî derdikevin!

Tu elaqa yek ji van destanan bi turkan ve nîne. An ên xelkên din in, tenê kirasekî turkî li wan kirine an jî vê dawîyê bi xwe li hev anîne. Weko « Gunes Dil teorisi» (Teorîya ziman ya rojê) Ji her hêlê ve teorîyek hîç û pûç e. Li gorî vê teorîyê hemû zimanên dunya yê ji zimanê turkî derketine! Li derva zarokên dibistana pêşin bi vê teorîyê dikenin. Lê bi sedan profesor û zanyarên turk û qismek jî esilkurd, li ser vê teorîyê serên xwe êşandine, salên xwe dane. Ev ne bes e, ji bo ko vê teorîyê meqbûltir bikin, bi peran ji derva jî, qaşo zanistên Ewropî, anîne û pê lebikandine. Ataturk ê wan ne bi derewan gotiye: «Dema ko zarokê turk ejdadên xwe nas bike, ji bo pêkanîna karên mezintir ê qewetê di xwe de bibînî» Loma karê pêşin ya Komara Turk, ya nû, avakirina dezgehên zimanê turkî û ya dîrokê bû. Zanîbûn ko bêyî van dezgehan ê nikanibin yekitiya xelkekî ko xwe turk bihesibîne û afirandina netewekî turk pêk bînin.

Kurdên ko li dibistanên turkî xwendine tev dizanin, her sibe bi xwendina sirûdekê li ser sendalîyên xwe rûdiniştin: «Ne mutlu turkum diyene» (çi bextewar e ew kesê ko bibê ez turk im). Li ser pirtûkan, li ser dîwarên qereqolan, li ser giran, li her cihê ko desthilatdariya turk lê hebe nivisîye ko: «Bir turk dunyaya bedeldir» (her turkek hemberî dunyayê ye) Me gelek caran laqirdiyên xwe bi van gotinan dikir, lewra peyama van gotinan bêguman bihêzkirina turkayetîyê bû û hertim jî xwedîyê xwe didît. Em çi navî lê bikin ne girîng e, nijadperestî dibe, dîtinek ji mirovhezîyê dûr dibe, em çi jê re bibêjin badîhewa ye. Encama vê ji bo turkan hestekî milî yî xurt e. Bêyî şiûrekê û hestên milî yî xurt yekitîya xelkekî ava nabe û ew xelk nabe netew.

Bi vê jî ne sekinî ne, bala wan her li ser me û tevgera me bûye. Ne tesadufeke ko turk li Newroza me xwedî derketin û wê weko cejneke fermî pîroz dikin. Ji ber ko viya em ji wan vediqetandin. Hêdî hêdî ala xwe ya sor ê bi ser çakûçê Kawa î Hesinkar ve bikşînin û belkî jî kumekî sor bidin serê wî ji bo ko baş bi diruvê turkekî efendî ve biçe û li meydana Anqerê peykerekî wî jî deynin, paşê turîstên ko di wê re derbas dibin jê re nutuqan (peyv, gotar) ji destana Kawa yê turk bi lêv bikin. Evaya ne ew tişt e ko turk nakin û ê nekin!

Zêde dirêj nekim, ez gotinên xwe berhev bikim: Divê ew hîs û şiûra millî nemaze di rewşenbîr, hunermend û mezinên kurdan de hebe ko nifşên rojên li dû me, hîs û şiûreke welê li ser ava bikin. Ko em dîsa vegerin ser mijara gotinên nivisandî û edebîyatê, em ê dîsa rola wê ya girîng bibînin.

Yek:

Di Tewratê de bahs dibe ko Hezretî.Mûsa ji ber Faraon direve û tê li jora bahra sor disitire (li cîhê Akabayê ko îro bûye bajarekî Urdunê). Di wan deman de ew cîh, delava pezên koçerên xelkên wir bûye. Keç û xortên wan koçeran li ser delavê pezên xwe av didin. Du xwişk jî hatine ser delavê ko pezên xwe avdin. Ji xortên koçeran çend kes dixwazin wan eciz bikin. Hz. Mûsa alîkarîya wan keçan dike û pezên wan avdide. Êvarê keç ji bavê xwe re bahsa ser delavê dikin ko çawa yekî bîyanî alîkariya wan kiriye, ew ji xortên mayî parastine û alîkarîya avdana pez kiriye. Bav, bi wan dide zanîn ko ew xortê bîyanî sibe jî li wir be, bila bipirsin ka ew kî ye? Keçik welê dikin, sibetirê dibînin ko ew xort (hz Mûsa) dîsa li wir e û dîsa alîkarîya keçan dike. Ji keçan, a mezin li ser daxwaza bavê xwe jê pirs dike ka ew kî ye. Hz. Mûsa jê re dibêje ew Misirî ye. Êvarê keçik bi bavê xwe didin zanîn ko ew misirî ye. Bavê keçikan dişîne pey xort, di konê xwe de, disitirîne, bi nan û av dike û ji wan keçên xwe a mezin jê re dike jin (jina hezretî Mûsa a pêşîn). Çîrok dirêj dibe, dûre li wir Hz. Mûsa dişîne pey qewmê xwe, weke ko Xwedê di Tewratê de dibêje, ew dide pêş qewmê xwe û bi qasî 40 salan, di wan çolan re berê xwe dide erdê miqedes. Li pişt Bahra Mirî, li ser girê wadîyekê (îro jê re dibêjin Wadîya Mûsa) erdê miqades bi çavê xwe jî dibîne. Lê li wir dimire û xwe nagîne erdê miqedes. Alimên dînî pirsekê ji xwe dikin. ”Gelo çima Mûsa xwe negîhand erdê miqedes?”, erdê ko Xwedê jî li wan pîroz kirîye.

Cihû û bawermend dibêjin: Dema ko wan keçikan li ser daxwaza bavê xwe jê pirsîn ka ew kî ye, wî gotiye ko ew misirî ye, ne gotiye ew cihû ye. Ji ber evê yekê jî Xwedê jê narihet bûye ko wî eslê xwe înkar kiriye, çima negotiye ew cihû ye.

Dibe ko ev çîrok be, lê çîrokek bi gotinên nivisandî ye, gotinên ko heta îro jî hîs û şiûreke xurt û milî li ser pêyan hiştîye.

Dudu:

Hesen Sebah di dema xwe de yek ji wan mezinên alimên dînî ye (bi mezheba xwe îsmaîlî be jî). Dema ko ew bi çavên serê xwe dibîne ko ereb çawa tesîra xwe li ser keç û lawên pers û îranîyan dikin, erebên ko li çolan gîya û kulîlik jî têr nedîtine. Dema ko dibîne selçûkîyên çîprût, ji kuderê hatine û hukmê xwe li serê keç û lawên pers û îranîyan dikin, wê çaxê hîs û şiûra wî ya millî rê nade wî ko ew evê yekê qebûl bike. Radibe, bihişteke sexte çêdike, bi alîkarîya heşaşê xortan ji ser hişê wan dibe, bi wan dide bawerkirin ko kilîta bihiştê di destê wî de ye. Xortên îranî pê bawer dikin, heryek ji wan ji bo Hesen Sebahî dibin fedayî û berpirsiyarîya xwe bi cîh tînin: Melîkşahê selçûkî û Nizamil Mulk bi sûikasteke van fedayîyan têne kuştin.

Gotina min a dawîn: Hesen Sebahê alimê dîn, di tarîxê de navê sextekarîyê bi pey xwe dixe ko bihişteke sexte çêkiriye, navê heşaşkêşîyê bi pey xwe dixe ko ew jî û fedayîyên wî jî heşaşkêş bûne… lê ev hemû jî ji ber wê yekê bûye ko ew (Hesen Sebah) hîs û şiûra millî di keç û lawên îranîyan de ava bike. Nizanim di van nimûneyan de kî çiqasî bi ser ketîye, lê ez dibêjim: Ji bo hîs û şiûra millî divê hertişt li me helal be ko em bikin. We got çi?

-----------------------------------
Nivîskar: M. ALÎ KUT
Weşandin: 2008-02-23
Xwendin: 5294
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Em û felsefe (2015-01-04)
Bîstûheftê gulana 1925-ê – xetên milîbûnê (2014-05-28)
Mirina Vîlle (2013-12-14)
Dema ko Orfeus li lîra xwe dide (2013-07-28)
Pepûk (2013-05-07)
Anna Achmatova (1889–1966) û Homo Homini Lupus (Însan gurgê insên e) (2012-06-13)
Klasîkên me (2012-04-23)
[novel] Belqiz (2012-03-01)
[novel] Solên Mamedo ên nuh (2012-01-27)
Gilgamêş – IV (2012-01-15)
Gorîyabiharê – ”Le Sacre du Printemps” (2011-12-09)
Annales – dîroknasiyeke cuda – II (2011-11-25)
Annales – dîroknasiyeke cuda (2011-08-25)
Kompozîsyon (2011-08-07)
Mîrata Sparta û Atîna (2011-05-30)
Parîsabad – rekvîyemek li ser salên zaroktîyê û wexteke buhurî (2011-02-08)
Estetîk III – spehîtî azadî ye – Platon (Eflatûn) (2010-11-22)
“Biro” – ê ko bi çîrokekê dizane sultanê gotinê ye! (2010-10-28)
LO! Pirsa mezin? (2010-09-02)
Gilgamêş – III – (2010-06-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org