[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Şerê çaverêkirî yê Emerîkayê û Îranê bi nihêrîneka kurdane
HEWLÊR, 3/8 2008 — Yek ji meyşûme û bextreşîyên kurdan (û piraniya welatên cîhana sêyê) ew e ko nihêrîn û şiroveyên wan jî jibo piraniya bûyeran wekî her tiştê jiyana wan, mîna derziya dirûmanê, hebikên serêşanê, tirumpêl anko erebeya xwenîşadanê, hertişt, ji Rojavayê dihêt. Şiroveya piraniya kurdan jibo tiştên ko li Rojhilata Asyayê, Rojavaya Ewropayê, Başûrê Emerîkayê an Rojhilata Kurdistanê jî diqewimin her ji jêderên nûçeyan yên rojavayî ne.

Ev zêdetirî çar salan e ko dengo (rumor) ya wê heye ko Emerîka dê ji ber çekên navokî (atomî) dirbeyeka leşkirî li Îranê bide. Şiroveyên cidacida ji bo rewayî (meşrûîyet) û nerewayîya vê lêdana hêşta çênebûyî hene. Corc Bush (George Bush) dibêje Îranê, Sûriyayê û Koreya Bakur “kurîye şer û xerabiyê”, piraniya welatên erebî, ko ji ber tirseka wehmî ji şiyanên berbizêdebûnê yên Îranê, eger ne hema bi eşkirayî lê di dilê xwe da, piştigrîya vê boçûna Emerîkayê dikin. Piraniya welatên ewropayî jî belî ye ko hevalbendên Emerîkayê ne. Welatên dîtir ko dengê wan hebe nebe giring nîne jî, eger digel Emerîkayê nebin jî, dê bi sanahî bihên kirîn.

Li Kurdistanê jî piraniya kes û aliyên ko xwe sûperkurd dihesibînin digel dirbeyeka li Îranê ne. Ew mumkin e ko derheqa hemî welatên dagîrkerên Kurdistanê da weha bifikirin an nefikirin. Ji bo mînak kurd hene ko difikirin eger komara kemalîst ya Tirkiyê rojbiroj xurttir û bihêztir bibe, kurd dê xenî û bextiyar bibin. Wî çaxî Tirkiye dê bibe endama Yekîtiya Ewropayê û ewropiyên mirovperwer û dost jî dê givaşê li ser tirkên hov dabinin ko mafê kurdan bide. Jibo wê ko çewtîya vê nîqaşa wan eşkira bibe, tenê bîstikekê (lehzeyekê) li rewşa Îrlendaya Bakur û herêma Bask bifikirin.

Piranî, an hema bibêje hemî, kadro û endamên Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê wesa difikirin ko dirbeyeka leşkirî li Îranê dê rejîma melayan lewaz bike an biherifîne. Ew vê bûyerê jî mîna nemana rejîma Sedamî bûyereka pîroz dibînin. Helbet, gelek ji kurdên rojhilatê ji nemana Sedamî kêfxweş nebûn. Di nav wan da kes hebûn ko ji ber dijminahiya Sedamî digel rejîma melayan wekî radyo û televizyonên Sedamî digot: “Sedam zêr e”.

Niha jî piraniya karbidest û binav rewşenhizrên Kurdistana Başûr jî lêdana Îranê tiştekê erênî dibînin. Lewma, nihêrîna min mumkin e ji ber van sedemên gotî ne nihêrîneka ortodoks be. Ez bawer im ko lêdana Îranê bi çend sedeman dijberî berjewendiyên kurdan e. Hun di hizrînê da azad in. Eger hun mîna min nehizirin jî zêdetir dê keyfa min xweş bibe, ji ber ko nihêrîneka bervajî nihêrîna min, nemaze eger mantiqekê xurt li pişta wê be, dê bibe sedema geştirbûna nîqaşê û rastiyên zêdetir dê eşkira bibin.

Ez dikarim ziyan û zerarên lêdana Îranê ji bo kurdan di sê astan anko lokan da behs bikim. Ev sê ast ne astên giringiyê ne, ji ber ko giringî li goreyê hizirîn û îdeolojiyê dihêt guhartin. Sê astên ko ez qala wan dikim, astên demî ne. Bi vî awayî ko hindek ziyanên lêdanê hema demildest û di gavê da eşkira dibin (zûdem), hindek piştî heyameka dirêjtir (navîndem) û hindek jî di paşerojê da wê bandora xwe li ser berjewendiyên me bikin (dirêjdem).

Ziyanên zûdem:

Îro Kurdistana Îraqê welatek anko herêmeka mezixîn (mustehlik, consumer) e. Ji ava vexwarinê heta trompêlên (erebeyên) Toyota Land Cruiser yên ko jê ra dibêjin “Monîka” û zêde jê hez dikin ji derveyê welatî dihên. Pişka Îranê jî di vê sûka mezaxtinê da pişkeka berçav e. Mast û penîrê ser sifreya piraniya malên xizan û nedar ji Îranê dihêt. Piraniya nesaxên ko çareseriya nesaxiyên wan li Kurdistanê nîne serdana nexweşxaneyên Îranê dikin. Hema ji roja lêdana Îranê ev karwanê pertal û metayên Îranê ko ber bi Kurdistanê dihên dê bisekinin. Wî çaxî xelik neçar dibe tiştê girantir yê tirkî an urdinî bikire. Ev ziyanek e ko bi berîka xizanan dikeve.

Mişe malbatên kurdan li herdu aliyên sînorî bi rêya vê bazirganiyê dijîn. Roja ev bazirganî kiz bibe, zaroyên wan malbatan jî kiz dibin.

Hebûna şer û aloziyan li deverê aloziya revanî (psîkolojîk) ji bo xelkê wan deveran çê dike. Ziyanên vê aloziya revanî zûdem, navîndem û dirêjdem in.

Li Rojhilata Kurdistanê li gelek deveran kurd digel neteweyên dî bi hev ra dijîn. Eger piştî dirbeya leşkirî li Îranê, tiştekê mîna wê biqewme ko li Îraqê qewimiye, wî çaxî gelek kurd (û neteweyên dî) dê bibin êzingê (sûtemeyê) şerekê navxweyî ji bo zevitkirina herêmên ko ew destekên neteweyî bi axa xwe dihesibînin. Kurd û azerî dê hevrikên dijwar û dirinde yên vê qada nû ya pevçûnan bin. Pêşîne anko sabîqeya pevçûneka wesa piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê li sala 1979-1980-ê jî heye. Misoger, ziyanên kurdan dê mezintir bin.

Ziyanên navîndem:

Îraneka tena û tebitî warekê nizîk yê mifawergirtina kurdan e. Heta niha biser hemî aloziyên ko di navbera Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê da hebûne, gelek pizişkên kurdan li Îranê rahînan kirine, gelek caran Îranê li Kurdistanê numandingehên (pêşangehên) kitêban vekirine, û rojane nesaxên kurd li bajarên Îranê li çareseriya nesaxiyên xwe yên ko bi destê pizişkên kurd çareser nabin digerrin. Têkçûna rewşa aram ya Îranê dê vê delîveyan ji kurdên başûrê Kurdistanê bistîne.

Kurdistan Îranê tawanbar dike ko terorîstên ser bi destekên Îslama siyasî yên kurdî vedihewîne. Lê dibê karbidestên Kurdistanê baş bizanin ko piştî nemana desthilateka navendî ya xurt li Îranê delîveyên kar û xebatê ji bo wan destekan dê zêdetir bibin. Jixwe meyldariyên dînî li Rojhilata Kurdistanê ji başûrê Kurdistanê xurttir in. Li başûrê Kurdistanê, ne niha û ne jî li dema rejîma Sedamî, çi kurdekê sûperkurd bi awayekê siyasî xwe sunî an şîe nedîtiye. Lê li Rojhilata Kurdistanê sunîbûn û îslamîbûn coreyek ji coreyên dijberîkirina rejîma melayên şîe ye. Rejîma melayan bi zanayî agirê vê duberekî û lihevnehatina nav rêzên kurdan xweştir dike û carina wan dijberî başûrê Kurdistanê jî bikar diîne. Heyamekê piştî nemana rejîma Îranê, ser-êşa beşûrê Kurdistanê dê destekên bi nav îslamî yê kurdî bin.

Herwekî me di mijara ziyanên zûdem da behis kir, li gelek deverên Rojhilata Kurdistanê kurd û neteweyên dî bi hev ra dijîn. Sînorê hevbeş yê kurdan û azeriyan ji hemî sînorên navbera neteweyên dî yên ko li Îranê dijîn dirêjtir e. Ji sînorê Ermenistanê heta nêzî Kermeşan û Hemedanê kurd û azerî bi hev ra ne. Bajarên mîna Xoyê, Makûyê, Selemasê, Ormiyê, Nexedeyê, Miyanduavê, Tikabê, Dîwandereyê, Sonqorê, Bîcarrê ew bajar in ko kurd û azerî herdu dê li wan xwedî derbikevin. Xwîneka zehf dê bihêt rêhtin û li dawiyê jî ew bajar ji bo hetaheta dê bibin bajarên azeriyan. Lê eger rewşa heyî li Îranê berdewam be, ew bajar li paşerojeka nêzîk ji evro zêdetir dê bibin bajarên kurdan. Çima?

Eger rewş her bi vî awayê heyî dewam bike, piraniya bajarên ustana (wîlayeta) Azirbaycana Rojavayê dê bibin bajarên hema bibêje bi tivavî kurd. Ev çend sal in ko dema rewşa aborî, civakî, siyasî û kargêrî ya tirkên azerî baş dibe, ew ber bi bajarên metropol yên mîna Tevrêz û Tehranê koç dikin û qada xebata bajaran ji bo wan kurdan vala dihêlin ko ji ber baştirbûna rewşa aborî, civakî, siyasî û kargêrî ya xwe ji gundên derdora bajarên mîna Ormiyê, mako û Xoyê dihên navenda wan bajaran. Bi vî awayî, hêdî-hêdî ew bajar dibin bajarên yekser kurdî. Di van 10-15 salên bihurî da piraniya nimînendeyên (nûnerên, wekîlên) parlemana Îranê ji van bajaran kurd bûne. Ev jî gevaha vê nihêrîna me ye.

Lê eger tiştekê mîna wê şevreşa ko li Îraqê qewimî li Îranê jî biqewime, wî çaxî li tevaya Îranê, ne hema li Azirbaycanê bi tenê, dê tirk neteweya herî xurt û bi hêz bin. Di şerekê malkambax da tirk dê zora kurdên bê pişt bibin û ew bajarên ko bi ked û carina jî bi îqbal û bextê van çend salan ber bi kurdbûneka sed li sedê diçûn dê dîsa bibin bajarên bindestên tirkan. Di wî şerê şîmaneyî yê di navbera kurdan û tirkan da, hêza baladest dê ya tirkan be, ji ber çend sedeman: Yek, tirk kêmaniya herî mezin di nav kêmaniyên Îranê da ne, du, ji ber şîe-bûnê ew zêdetir ji kurdan kevtine nav nijara (struktera) siyasî, kargêrî û leşkirî ya Îranê da. Sê, Azirbaycana Sovyeta Berê û Komara Kemalîst dê du hevalbend anko alîgirên tirkên Îranê bin. Çar, Welatên Yekbûyî yên Emerîkayê jî li aliyekî jiber pêgehê mukim yê xwe li Qevqaziyayê û devera Deryay Qezwînê û li aliyê dî ji ber hevalbenda xwe ya Natoyê anko Komara Kemalîstan, dest ji piştevanîkirina Komara Azirbaycanê ber nade, û eger birryarê bide ko ji kurdan û azeriyan yekê qurban bike, bêguman gorî û qurban her dê kurd bin.

Ziyanên dirêjdem

Di vê nihêrînê da, mimkin e ko hijmareka gelek kêmtir ji kurdan xwe digel min hevbawerî bibînin. Ji ber ko rewşa herêmê çi caran nehêlaye ko dûr ji nihêrîna kerb û kînê em gelên Rojhilata Navîn hevdu bibînîn. Ez wesa dibînim ko hukmet û dewlet tiştên bêdewam û temenkurt in. Yên ko dimînin netewe ne. Kurdan eger hevalbendekê stratejîk li herêmê hebe faris in, farisan jî, çi bizanin çi nezanin, eger hevalbendek hebe kurd in. Berfirehtir bibêjim, kurd, faris, lor, belûç, piştûn û tacîk neteweyên pismam in. Niha ji bo Îraneka ko şîeyên başurê Libnanê zêdetir ji kurdekê erdelanî yê sineyê ji xwe nêzîk dibînin behsa vê hevalbendiya stratejîk hijmartina gozan e! Ji bo kurdên ko şehîdkirina Dr. Qasimlû û tawanên dî liser destê Komara Îslamî dibînin jî ev gotina min wekî hezyan û axivtinên tawiyan e. Lê, li dawiya dawiyê, eger biryar e ko hevalbendiyên dirêjdem çêbibin, hevalbendî dê ev bin.

Nêzîkiya zimanî, hevpişkiya ferheng û kulturî ya ko nîşaneka wê nêzîkiya Melayê Cizîrî û Hafizê Şîrazî ye, hevpişkiya dîrokî ya dewletên Mediyayê û Sasaniyan, hevpişkiya ayînên mîna Newrozê, kesatiyên hevpişk yên mîna Kawayê Asinger û Rostemê Zal, wekheviya riftar û saloxetên giştî yên van pismaman, vehewandin û xwedîlêderkevtina Îranê li kurdên Îraqê li van 30-40 salên bihurî,… Ev hemî dikarin bibin hêvênê hevalbendiyeka aqilmend ko dê bibe bingehê aboriyeka xurt. Aboriyek ko Asyaya Navîn bi Kendava Farisî û Deryaya Spî ya Navîn û Kendava Eskenderûnê ve girê dide. Cidatî û berfirehiya jîngehî û seqayî (klîmat), hebûna jêderên mezin yên sererd û binerd yên mîna avê, neftê, misî, kromî, hesinî, û … hemî dikarin çiroskên hîvîyeka geş bi serkevtina wê hevalbendiyê bin.

Lêdana Îranê û peydabûna rewşeka mîna ya Îraqê li wî welatî, dê agirê dijminahiya navbera azeriyan û farisan xweştir bike. Azeriyên ko li ser belavbûna karîkaturekê di rojnameyekê da zêdetir ji 400-500 kesan ji xwe bi kuştin dan, piştî nemana desthilata hukmeta navendî dê bizavên xwe jibo serxwebûnê xurttir bikin. Bil ji çar stan anko wîlayetên Azirbaycanên Rojava û Rojhilat, Sehend (erdebîl) û Zencanê, tirk mumkin e ko li çend stamen dî, mîna Qezwîn, Tehran, Hemedan û Merkezî jî piraniya akinciyan pêk biînin. Çawa ko ji Stenbolê ra dihêt gotin mezintirîn bajarê kurdan, wesa jî Tehran mezintirîn bajarê Azeriyan e. Pevçûnên bi sedema erdî di navbera kurdan û farisan da çê nabin.

Lawazî û kizbûna Îranê, dê şansê hevalbendiyeka wesa ko mimkin e di paşerojeka gelek nêzîk da jî çê nebe hêşta dûrtir bike.

Kurdistana bin destê azeriyan jî dê ji bo hetaheta ji destê kurdan bihê standin. Ew jî ziyaneka dî ya stratejîk e ko dê bi lêdana Îranê bi kelexê berîwextî pênc-parçebûyî yê Kurdistanê bikeve.

Hîvîdar im ko nihêrînên ji yên min geşbîntir bihên pêşkêş kirin.

-----------------------------------
Nivîskar: LEZGÎNÊ ÇALÎ lezginch@hotmail.com
Weşandin: 2008-08-03
Xwendin: 8326
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Dengên /o/, /u/ û /û/yê di kurdiyê da (2014-05-26)
Zimanê dayikê an zimanê zikmak? (2014-02-24)
Arêşeyên xebitandina paşgira ”-van” ê di zimanê rojnamevanîya kurdî da (2013-12-24)
Demokrasî û Rojhilata Navîn ya nû (2013-08-01)
Ha ji xwe hebe – Google dê te bifiroşe! (2013-06-19)
Îraq û Kurdistan hevjînên ne-ji-dil in (2013-05-03)
Kurdino li zimanê xwe xwedî derbikevin! (2013-01-12)
Navmala kurdan û hesta neteweyî (2012-09-24)
Stenbola kurdan (2012-08-05)
Bîstûpêncsaliya civîna Kurmanciyê (2012-07-11)
Kurd û caşîniya sedsala 21ê (2012-06-30)
Paradoks an hevdijiyek di berxwedanê da heye? (2012-05-29)
Dahata Obamayî kêmtir bûye (2012-04-20)
Hetikandina newroza kurdan (2012-03-19)
Kurdistan di lîstika nû ya Rojhilata-navê da (2012-02-12)
Tirk û vegeriyana ber bi rojhilatê (2012-01-18)
Vaclav Havel, Qeddafî û Mubarek (2011-12-24)
Herêma Kurdistanê ber bi kî derê ve? (2011-12-06)
Wan hejiya, min hawar û qêrîneka bi kurdî nebihîst (2011-10-26)
Erê rast e – Kurdistan xeyal e! (2011-10-21)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org